Li Gor Cemal Nebez Ya Ku Me Dixe Kurd Çi Ye?
Rojda Yaşik

“... Dibe ku peyv, term û hevok ji xwediyê xwe yî afirînêr werin veqetandin û bes wek etîketan werin bikaranîn. Bi vî awayî ew pûç û vala dibin. Dubare bikarînan sernavan nimûneyeke sereke ya vê yekê ye. Rabêja polîtîk ya mainstream a îroyîn bi gelemperî vî zimanî pêk tê; peyvên ku ji kok û kontextê hatine veqetandin, sist û mirî. Û ev “peyv-bazirganîya” zimanê mirî bîra mirovan tevde jê dibe û xemnexurîyeke bêînsaf  diafirîne.”

                                                                                                             John Berger – Confabulations

Heman xemnexurîya bêînsaf e ku nahêle ez vê nivîsê derbarê rewşa hevçerx ya Kurd û Kurdistanê de binivîsim. Ji ber ku wateya peyvan her roj diguhere. Tiştên du roj berê wê şerm û eyb bûya ku Kurdek qebûl bike, du rojan şûn ve wek “rastîyeke meqbûl” tên parastin. Şiyana min jî wek ya gelek mirovên tên êdî têrê nake ku bişopîne gelo “armanc û doza nûtirîn” ya me, Kurdan çi ye. Lê em êdî baş dizanin ku peyva “demokratîk” wek rêngdêr bê li ber her kîjan peyveke din, êdî ew peyv “meqbûla nûtirîn” e. Belkê rewşên wiha de, ya herî bi tendûrist ew e ku mirov dem û mesafeyekê bide navbera bûyeran û xwe, ji nû ve li duh binêre.

Ev nivîs hewldaneke piçûk e ku kontext û afirînêrên hindek pevy, gotin û têgihên bînim ji bîra xwîner, ji ber ku îro bi zanetî ev peyv, gotin û têgih ji kontext û afirînêrên xwe tên veqetandin da ku bîra giştî ji holê rabikin û planên qirêj ên dagirkeran bi “etîketên welatparêz” bifroşin.

Ez ê bi vê nivîsê hewl bidim ku beşa yekem ya berhema Prof. Dr. Cemal Nebez[1], “Nasname û Pirsgirêka Nasyonalîzma Kurd”, bi kurtasî bidim nasîn. Wergera Kurdî/Kurmancî ya “Nasname û Pirsgirêka Nasyonalîzma Kurd” e ku ji Weşanxaneya Peywend û bi wergêra Ziya Avci der çûye. Pirtûk ji 479 rûpelan û heft beşan pêk tê.

Girîngiya wê berhemê ew e ku Prof. Dr. Cemal Nebez her yek gotarên vê berhemê de ji bona sazî-dezgehên salên 80ê heya destpêka salên 2000an amade û pêşkêş kirine. Yanê mirov dikare bibêje ku ev berhem ne bi tenê wek karekî tenê, girtî, sînordar hate nûsîn lê belê her gotarek beriyê hate pêşkêşkirin, rexnekirin û paşê bûne pirtûk. Ev yek çima girîng e? Ji ber ku wek tê zanîn, ji ber nebûna çapemeniyeke hevpar a Kurdan, gelek berhemên girîng bêyî ku bi rastî jî bên belavkirin, xwendin û rexnekirin, dimînin û di çarçoveyeke gelek teng de tên zanîn.

Cemal Nebez (1933-2018), entelektuelekî kurd, zimannas, nivîskar û akademîk bû. Li başûrê Kurdistanê, bajarê Slemanîyê hate dinyayê. Zêdepariya jiyana xwe li Almanyayê derbas kir û gelek zanîngehan de wek akademîk xebitî. Nebez ji bo lêkolînkirina dîroka Kurdan xebitî, hewl da ku zimanekî standart navbera Kurdan de were afirandin da ku hevdugirtin û tîfaqa neteweyî pêk bê û her weha li qada navneteweyî de mafê biryardayîna çarenûsî ya neteweya Kurd parast.

 Berhemên Nebez bi taybetî girîng in ji ber ku wî pisporiya xwe ya zimannasiyê û felsefeya siyasî bi awayekî wisa hosteyane pevre bikar aniye ku, her keseke kok û wateya peyvên qedîm ên Kurdî nas dike, wê bi awayekî sirûştî binasaziya kûr a nasname  an jî xwe-nasîya Kurdbûnê jî fehm bike. Ji ber vê sedemê xwendina berhemên Cemal Nebez careke din îzbat dike ku dema mirov xwe-nas dike û zimanê xwe dizane, meriv dikare mijarên gelek tevlihev bi gotinên sade û hindik jî baş rave bike. Hevkar û xwendekarên Cemal Nebez gelek caran bi taybetî bal kişandinê wê yekê ku Cemal Nebez bi zanetî zimanekî kûr lê sade çêtirgirtiye ji bona ku her kesek bikaribe wî bixwîne. Wî bi taybetî jargon û zimanê akademîk bikar nehaniye, ku ev ziman hîyearşîyekê daydine navbera xwînerê akademîk û yê ne-akademîk.

Beşa yekem wiha dest pê dike “Lêkolîneke Zanistî li Ser Nasnameya Gelekî Perçe-perçekirî, Niştimanê Wî Dabeşkirî Yê Bêdewlet” [i]û paşê tê gotin ku ev gotara 27.12.1985an de li Denmarkê ji bona nêzikî 100 beşdarvanan hatiye pêşkêşkirin.

Kurd kî ye û maneya kurdbûnê çi ye?

Cemal Nebez, gotara xwe bi vê pirsa esasî vedike û hewl dide ku stûnên nasnameya Kurdan bi awayekî rêkûpêk rave bike, lê belê destpêkê de pêwistiya bersivandina vê pirsê jî bi kurtasî vedibêje. Jixwe ev pirsa serê her gavê ji me Kurdan tê kirin “Kurd kî ne?”  Û em bi xwe jî carna bes wekî kilamek be jî ji xwe dipirsin; “em kî ne?” Cemal Nebez behsa vê mijarê wiha dike;

“…Ev pirsa han tenê ji derve, yan ji “yên kurd” nayê, belkî gelek caran ji gelek Kurdan bi xwe jî tê kirin, lê mixabin bersiveke jîrbêjî ya wisan ku pê av bê vexwarin; nayê dayin. Bi rastî ev pirs gelek girîng e, ji ber ku peywendiya wê bi nasnameya civata xelkekî ve heye ku xwe ne tenê “gelek”, belkî xwe “neteweyek jî” hesab dike, veca biyanî jî hene ku her bi wî awayî lê dinêrin û jê fêm dikin.” (rpl:11)

Destpêka bersivê dide zanîn ku vê pirsê wek lanetekê daye li pey Kurdan û ji roja vê axaftinê heya îro, navbera 40 salan de mixabin guherîneke kêrhatî jî hasil nebûye. Çima vê pirsê wekî lanetekê pênase dikim? Ji ber ku dema hebûn û taybetmendiya pêkhate, netewe an jî mijarekî êdî ji aliyê wê tiştê/wî kesî û ji aliyên şahidên din/çavdêrên derve ve hatibe qebulkirin, êdî pêwistiya vê pirsê jî namîne. Bo nimûne pirsa “Alman kî ne?” bi tenê dibe ku çarçoveyeke dîrokî, felsefî, civaknasiyê ve bê pirsîn û dema bersiva vê pirsê hate dayin, wê li ser hêmayên dîrokî, civakî, zimanî, olî hwd bên bikaranîn. Lê belê tu kesek wê hewl nede ku destpêkê de ciyawazî û ferqên Alman û Fransîyan, Alman û Denmarkîyan hwd diyar bike. Her weha, dema gotin tê ser Kurdan, xêynî Kurdan xwe, her keseke din bi lezûbez bersivan digere. Û her bersivek li gorî îdeolojîya bersivdar diguhere. Lewma Kurd carna wek “Tirk/Farisên Çiyayî”, “pêkhateyeke sosyolojîk a prîmîtîv”, “birayên tirkan ên dilsoz”, “gelê belengaz” hwd tên pênasekirin. Yan jî mêtinkarên Kurdistanê ji bo kontrolkirina hebûna Kurdan û welatê wan, navên li gorî berjewendiyên xwe kêrhatî li Kurdan dikin. Di vê pêvajoya navlêkirinê de Kurd wek obje, Tirk/Faris/Ereb wek subje (kesê dikê) cih digire. Lewma jî navên jorîn ne derheqa taybetmendiyên Kurdan xwe de ne, lê derbarê berjewendiyên subje – Tirk, Ereb, Farisan de ne.

Cemal Nebez jî balê dikişîne ser van termên etnolojî, sosyolojî, polîtolojî û qanûnên wekî etnosê “gel, netewe, kêmayetî hwd” lê axir, bi rêya şibandineke hêsan bersiveke karîger dide vê pirsê “Li vir divê ez vê jî bêjim, dema ku nasnamekê re nasname tê gotin, heke hat ew nasname ji aliyê xwediyê nasnameyê û xelkê ve jî hate qebûlkirin û pesendkirin. Wekî nimûne heke navê kesekî “Jiyan” bû, divê ji bo wî nasnamekê bi navê “Jiyan” bê derxistin, careke ew kes xwe bi xwe “Jiyan” nas bike, û veca xelk jî wî bi navê “Jiyan” binase. Vêca ji ber ku em niha behsa nasnameya şexsî (takekasî) dikin, ne xerab e heke em hinek li ser vê behsê bimeşin û hinek pirsgirêkan rayêxin ber çav. Ji ber ku ew ji bo meseleya “nasnameya kolektif” bi kêrî me tê, ji bo wê jî ez dixwazim bi vî awayî deynim. Ew kesî navê wî “Jiyan” e dê bi daxwaza xwe navê xwe veguhere bike “Azad” xelk jî veca jê re “Azad” dibêje. Wî wextî, taybetkariya babetê nasnameya wî kesî nayê guhertin, her çend ji pênaseya babetî ve guherîn bi ser de tê jî.”  (r.12)

 Yanê navlêkirin/pênaseyên îdeolojîk amûrên kontrolkirinê û mêtinkariyê ne, lê belê ev yek rasterast naveroka me/ hebûna me naguherîne.

Lewma jî, hûn dixwazin sê rojan carekî nav û pênaseya Kurdan biguherînin lê ew rastî wê neguhere ku bi sed hezaran ciwanên Kurd ji bona Kurdistaneke serbixwe hatin kuştin. Îro dema li Kobaniyê bombeyek diteqe, dengê wê li malêke gundekî Qersê jî tê bihîstin. An jî dema terorîstên îslamîst êrişî Şengalê dikin, bi sed hezaran miletê Kurd î misilman radibe ser pêyan.

Lê belê sedema vê yekê çi ye? Yanê divê sedemên dîrokî, civakî, çand û zimanî hebin ku navbera me de hesteke hevpar, hevdu-girtineke neteweyî pêk tîne. An na, miletekî bi sedan salan navbera çar dewletên totalîter ên nijarperest de hatiye dabeşkirin, zimanekî di dîrokê de hema bibêje tu carî bi awayekî rêkûpêk nebûye zimanê perwerdeya giştî, miletekî li gor êl-eşîr, gund û partiyên siyasî nav xwe de dabeşbûye, divê nikaribe refleksên bi vî awayî bide. Lê, her keseke şahidiya pêvajoya Berxwedana Kobanê kiriye, wê bi asayî bibêje ku nav Kurdan de “hê jî” reflekseke hevpar a li dora Kurdbûnê birêxistinkirî heye.

Ji bona ku em fehm bikin gelo hêmayên nasnameya Kurdan çi ne û çawa dibe ku em “hê jî” dikarin xwe wek neteweyekê birêxistin bikin, em ê li ser pênc stûnên kurdbûnê bisekinin; ziman, bingeh û esil, ol/ayîn, niştiman, hesta hevpar ya kurdbûnê

Taybetmendiyên Kurdbûnê

a-Ziman

“Yên Kurd tên hesêbkirin, bi giştî bi zimanekî diaxifin ku bi navê “zimanê kurdî” yan “zimanê kurmancî”[ii] tê nasîn. Ev ziman bi ser wê re ku bûye du awayên serekî û du awayên alî û çend lehçe (2), hinek cihêtiyên morfolojîk, fonetik û leksîkolojî ketiye navê, lê li gel wê jî ew lêkolînên zimannasiyê yên heta niha li ser zimanê Kurdî hatine kirin: guman di wê de nehiştine ku “kurdî” zimanekî serbixwe ye.” (rpl:14, Cemal Nebez)

Cemal Nebez bi lêkolîn û xebatên xwe yên derbarê zimannasiyê ve tê zanîn. Çend berhemên wî yên rasterast derbarê zimanê Kurdî de ev in: Nusînî Kurdî be Latînî (Baghdad, 1957), Zimanî Yekgirtûy Kurdî (Çapa yekem 1976, Çapa duyem 1979), Kurdische Schriftsprache. Eine Chrestomathie moderner Texte (Hamburg, 1969), Sprichwörter und Redensarten aus Kurdistan (Munik, 1970), Xwêndewarî be Zimanî Kurdî (Baxdad, 1957; çapa duyem, Stockholm 1987)

Cemal Nebez bi pênaseya xwe ya jorîn a Zimanê Kurdî, hewl nade ku penaseyeke tam û temam a ziman xwe bike, lê belê hewl dide ku bersivekê bide dagirkerên Kurdistanê, ku her yek ji wan li gor berjewendî û îdeolojiya xwe zimanê Kurdan “ji nû ve binav dikirin- dikin”. Bibînin bîra xwe wan salan Dewleta Tirk bi teorîyên îro kesek guhê xwe nadê yên wek “Guneş Dil Teorîsî/ Teorîya Tav-Ziman” ve hewl dida ku dest bide ser zimanê Kurdan, her weha Îranê îdia dikir/dike ku Kurdî ne zimanekî serbixwe lê belê zaravayekî zimanê Farsî ye.

Mixabin xetereyeke mezintirîn ya mêtinkariyê ew e ku kesên bindest hêz û şiyana xwe dêrs dikin ku bersiva êrişên mêtinkaran bidin. Lewma jî gelek caran nikarin pirsan xwe bi xwe bikin û bersivên kêrhatî ji bona xwe bibînin. Belkê divê ji bona Kurdan, pirsa girîng ev be; gelo em çawa dikarin zimanê kurdî, digel hemû zarava û taybetmendiyên xwe biparêzin û karîger bikin da ku dabeşkariyên ketine nava miletê xwe, ra bikin.

Qey lewma, her weha kes û komên ku zimanê Kurdî napeyivin/nizanin/naxwazin ku bizanibin, her hewl didin ku balê bikişînin ser wê yekê ku dema du kurdên ji du bajarên cuda yên Kurdistanê tên ba hevdu, nikarin bi zimanê Kurdî hevdu fehm bikin. Ev yek gelek caran jihevdufehmnekirinêke zimanî bêtir, wekî fenomeneke derûnî xuya dike. Yanê ew kes gelek caran jixwe, xwe ji bona fehmnekirinê amade dikin ji ber ku heke hevdu fehmbikin wê demê haya wan wê rewşa nexweş ya Kurdbûnê hebe. Ev yek bi xwe re berpirsiyarî û serêşiyan tîne.

Kiryarên mêtinkaran, piştî demekê aliyê civaka bindest ve jî tên qebulkirin û veca endamên wê civakê xwe jî êdî ji bona dupatkirina rastîya aliyê mêtinkaran ve hatiye sazkirin dixebitin. Helbet her kiryarek bertekekê jî pêk tîne û ev bertek li bakûrê Kurdistanê ew e ku ne bi milyonan be jî, bi hezaran kurd, xwe bi xwe kurdî hîn dibin, dixwînin û dinivîsin. Yanê hînbûna zimanê zikmakî, ku ji bona civakên din jixwe tişteke xweberê-xwezayî, ji bona Kurdan dibe warekî berxwedanê.

Jixwe encama vê berxwedanê ye ku 30 salên dawîn de ; digel ku zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê tucarî (xêynî van çend salên dawîn li kêmîneyek dibistanên seretayî) nebûye zimanê mektebê, lê dîsa jî bi dehan weşanxaneyên Kurdî henin,  gelemperiya Kurdan heya astekê çapemeniya dîtbarî dişopîne, dikare heman demê de tevli “qada giştî” ya Kurdî bibe.

Bi rastî dema mirov hemû wan şer, koçberî, feqîrî, her cure trawmayên civakî yên hatine serê Kurdan dibîne li ber çavê xwe, reşwa zimanê Kurdî hê jî pir xurt e.

Heman demê de nabe bê gotin ku kesê/a Kurdî napeyive nabe ku Kurd be. Ziman û Nasnameya Neteweyî du hêmayên cuda yên nasnameyê ne. Dibe ku kesek Kurdî bizanibe lê ne Kurd be û her weha keseke Kurd kurdî nizanibe.

Cemal Nebez derbarê vê mijarê de çend nimûneyên balkêş dide. Yek ji wan nimûneyan ev e;“Dema ku ez li Bexdayê û Besrayê mamosteyê xwendegeha navendî bûm, yanî li wan du bajaran ku du melbendên erebnişînî ne, lê di yekî de kêmatiyeke mezin a Kurd heye û di ya duyem de jî gelek Kurd henin, min gelek car xwendekarên wisa dîtine ku erebîyeke rewan û xweşik axaftiye, yek bêjeke Kurdî nizanibûye lê çi heye ji min pirsiye …’rica dikim bi zimanê me ji vê bêjeya erebî re çi tê gotin? Min jê re gotiye; mabesta te ji zimanê me çi ye? Wî gotiye Kurdî ye. Min gotiye: baş e tu kurdî nizanî, çawan Kurdî dibe zimanê te? Bi germî gotiye: “ez Kurd im, ji ber wê Kurdî zimanê min e, ne erebî, ji ber ku ez ne ereb im.”

Helbet ev nimûneya beriya 25-30 salan û li başûrê Kurdistanê diqewime. Lê gelo ev nimûnê îro ji bona Kurdên bakûr tê çi wateyê? Kurdên ku kurdî nizanin hê jî xwe wek Kurd pênase dikin yan na? Gelo dema zimanê Kurdên bakûrî dibe tirkî, rihê wan wek Kurd dimîne yan na? Hevparî û ciyawaziyên  navbera nifşên yekem, duyem û sêyêm yên li dîasporayê (bajarên wek Stenbol, Îzmir) çi ne? Nasnameya neteweyî ya malbatên êdî sê nifşan tenê bi tirkî diaxifin çawa diguhere?

Ev hemû pirsên gelek girîng in ku aliyê civaknasên neteweperwer vê bên lêkolînkirin da ku ji bo siberoja Kurdan plan û projeyên rasteqîne ên siyasî, sosyolojîk bên sazkirin.

Heke na, em ê dîsa rewşa heyî ne li gorî îstatîstik, dînamîkên aborî, civakî hwd lê li gorî îdeolojiyên xwe “iddia” bikin. Yanê siyasetmedareke bikaribe iddia bike ku “Kurd jixwe naxwazin zarokên wan bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin” ji ber ku “ji ber ku ew siyasetmedar xwe kurdî piçûk dibîne/naxwaze an jî nikare biaxife.” Her weha, ez ê bikaribim îddia bikim ku “her malbateke kurd dixwaze zarokên wan perwerdeya kurdî bibînin” ji ber ku ez dixwazim ku kurdî li Kurdistanê bibe zimanê perwerdeyê. 

b-Bingeh û Esil

Hemayeke din a sereke ya nasnameya Kurdan jî bingeh û eslê kurdan e. Wekî tê zanîn, bi taybetî piştî avabûna netewe-dewletan, desthilatdarên her dewletekî hewl dane ku ji bona berjewendiyên netewe-dewletê çîrokeke qedîm ji bona bingeh û eslê milet îcad bikin. Bo nimûne, piştî hilweşîna Emperatoriya Osmaniyan, kadroyên neteweperest ên İttihat û Terakkiyê ji destan û çîrokên qedîm yên moxolan ji bona xwe destanên neteweyî îcat kiribûn da ku bingeh û eslê Tirkan, bikaribin bispêrin cihekî ewle.

Cemal Nebez vê berhema xwe de behsa çend cure îdia û çîrokên derbarê bingeh û eslê Kurdan de dike û bi taybetî balê dikişîne ser wê yekê ku hemû ev îdia û çîrok ne ji bona raveyeke “zanistî an jî dîrokî” gelek caran bes ji bona piştraskirina îdeolojî an jî armancên mêtinkarî hatine bikaranîn.

Beriya salên 90 ku Tirkan hewl didan kok û nasnameya Kurdan bi teorîyên wek “kart-kurt” rave bikin, dîroknivîsên ereb yên kevîn ên wekî El-Mes’ûdî (ku di sala 965/57ê z. Miriye) di yek ji wan kitêbên xwe de ku navê wê El-Tenbiye Wela Eşraf e, bingeh û eslê Kurdan dibe ser ereban û di kitêbeke dinê de jî navê wê Mirûc el-Zeheb we Me’aden el-Cuhre ye; bingeh û eslê Kurdan dibe ser dêw, cin û şeytanê.

“… Bîst salek beriya niha carekê min li navendeke xwendekarên Munihê, ji bona xwendekarên almanan gotarek derbarê rojhilatê dixwend û behs hate ser bingeh û eslê Kurdan. Hinek ji almanên ku li wir bûn çend tiştekî ser Kurdan xwendibûn û dixwestin zêdetir minaqaşe li ser eslê Kurdan bikin. Yek ji wan gelek li ser wê bi israr bû ku Kurd digihêjin Huriyan. ….. Minaqaşe gelek dirêj kêşa, û biraderekî xwediyê rihekî birincî û simbêl gurr ku heya niha bêdeng li koşe rûniştîbû, ji nişka ve derket pêş  û bi almaniyeke şikestî got; …. Ez Dêrsimî me. …. Kurd Hurî bûn yan tişteke din bûn, ev bi kêrî çi tê? Kurd Kurd in û ne tişteke din. Bawer bikin ez xwe bi pênc-şeş pişt nas dikim û ez dizanim kengî û ji kîjan gundî bapîrên min yên mezin çûne bajêr, û pênc-şeş piştên min her Kurd bûn. Ne Xurî bûn, ne jî tişteke din.” (r. 19)

Ev serpehatiya Birêz Nebez û bersiva ciwanê Dêrsimî careke din piştrast bike ku hemû ew gengeşeyên derheqa bingeh û eslê kurdan de, dawiya dawiyê de bersiveke kêrhatî peyda nakin. Çikû hêsan nîn e dîroka miletên li ser vê erdnîgariya em îro jê re dibêjin “niştiman” bi awayeke rasteqîn bê zanîn û her weha dîrok çi dibe bila be, îro em ji xwe re dibêjin Kurd û lewma em Kurd in. Ev yek ji bona her miletekî din jî heman awayî ye.

Belkê wê mijarê de pêwistiya me pênaseyeke moderntirîn ya Kurdbûnê hebe ku em bikaribin navê tiştan rast daynin. Ji ber ku êdî li gorî şert û mercên jiyana modern, malbatên berê yên qerebalix ber bi tunebûnê ve diçin û gelek kes êdî ne “pênç-şeş pişt” eslê xwe dizanin, belkê bi tenê du an jî sê pişt esil tê naskirin û ew jî gelek caran aliyê çand û zimanî ve têr nake ku aîdbûneke Kurdiyatiyê bide şexsan. Lewma, ji bona Kurdên girîng dibînin ku serxwebûna Kurdan li warê Kurdan xwe bê sazkirin, girîng e ku bê gotin Kurd ew e ku çarenûsa xwe ya şexsî, berjewendiyên xwe yên şexsî girê dide bi çarenûs û berjewendiyên neteweyî yên Kurdan.

c- Niştiman

“Pênaseyeke din ji bona diyarkirina “Kurdbûnê” niştiman e ku jê re Kurdistan tê gotin. Kurdistan her çend li ser nexşeya siyasî ya cihanê jê re cih nehatiye dayin: lê Kurdistan termeke dîrokî, coxrafîk û çandî ye, ku bi kêmasî ji sedsala 12an ve ji aliyê Sultan Sencerê Selçûkî ve bi resmî îtîraf pê hatiye kirin.” (r. 23)

Çawa ku me got mijara binyad û esl de girîngiya dasdan û çîrokên derbarê mijarê de tunne, ji ber ku dawiya dawîn de ew mirovê ku xwe wek Kurd pênase dike û ji bona berjewendiyên Kurdbûnê dixebite girîng e, bi heman awayî her çiqasî sînorên Kurdistanê di Şahnameyê de diyar bin jî, gelek heremên wê demê Kurdistan bûn, êdî hatine “bê-Kurdkirin” û lewma nabe ku meriv wek Kurdistan pênase bike.

Şerefname wiha dibêje; “Kurdistan ji bendera Hurmuzê dest pê dike ku digihê qeraxê Deryaya Hindî, û bi xeteke rast ji wê diçe heta digihê Meletyeyê û ji wir ber bi Mereşê ve diçe û temam dibe. Bakûrê vê xetê jî navçeya Farsê, Iraqa Ecem, Azerbaycan û Êrmenîstan e û başûrê Kurdistanê jî ji Diyarbekirê, Mûsil û Iraqa Ereb pêk tê”. (r. 28) Wekî Cemal Nebez jî balê dikişîne ser wê yekê ku hinek ji wan herêman ku di zemanê nivîsandina Şerefnameyê de Kurdistan bûn, lê îro ji aliyê Kurdan bi xwe ve jî Kurdistan nayên hesebkirin. Di vê mijarê de xala girîng ew e ku aliyekî ve dagirkerên Kurdistanê bênavber Kurdistanê bê Kurd dikin, nifûsê Kurdan sirgûn dikin da ku sînorên Kurdistanê her ku diçe piçûktir bikin.

 Lê di heman demê de, ji ber ku partîyên siyasî û leşkerî ên li ser navê Kurdan kar dikin jî ji ber berjewendiyên xwe yên teng ên partî, serok hwd her tim hewl dane ku pênaseyeke diyar a sînorên Kurdistanê nekin. Ji ber ku her partiyekê karibûye pişta xwe “bi awayekî ne-fermî” bide dagirkerekî Kurdistanê da ku bikaribe li hemberî dagirkerê din şer bike. Ev yek bûye sedema wê yekê ku, navê Kurdistanê gelek caran digel peyva “pîroz, dayikniştiman hwd” hatiye bikaranîn lê belê di programa partiyan de gelek caran pênaseyeke coxrafîk û siyasî ya birêkûpêk tunne. Ji ber vê sedemê jî, gelek caran dema siyasetmedarên Kurdan behsa Kurdistanê dikin, mirov nikare fehm bike gelo behsa tevahiya Kurdistanê an bi tenê beşa ku ew lê dijîn, dikin.

Derheqa vê mijarê de divê teqez balê bikişînim li ser ku kar û pozîsyona “Kurdên Kurdistanxwaz” ji kar û pozîsyona partî û siyetmedaran cuda ye. Partiyên siyasî û berdevkên van partiyan dibe ku heqîqetên civakê li gorî ajandayên xwe yên rojane biguherînin û li gorî van dînamîkên guherbar, pênaseyên nû ji bona Kurdbûn û Kurdistanê peyda bikin, lê belê ji bona kesê Kurdistanxwaz heqîqetên dîrokî û civakî li gorî şert û mercên rojane naguherin. Helbet, dibe ku îro hêz û şiyana Kurdan têr neke ku li ser xaka Kurdistanê bibin xwediyê desthilatiya neteweyî, lê ev yeka pêwist nake ku Kurd terka heqîqetê bikin an jî heqîqetê biguncînin daxwaz û berjewendiyên dagirkeran.

Lewma mirov dikare bibêje ku Kurd ew keseke ku daxwaza desthilatiya neteweyî li ser xaka Kurdistanê dike. Lê belê, ev daxwaza aniha heya kîjan dereceyê dibe ku pêk bê an jî neyê, mijareke din e. Yanê nabe ku wek argumenteke hember bê gotin; ji ber ku Kurd nikarin dewleta xwe ava bikin, lewma Kurdistan tunne û Kurd divê xwe “entegreyî” tirkbûnê bikin.

Nikaribûna defacto nayê wateya ne-heqbûna armancê. Heqê her neteweyê ye ku serxwebûna xwe hebe. Ev yek di zagona navneteweyî de jî hatiye qebulkirin.  Çawa ku “her şexsek dawiya dawîn ji bo berjewendiyên xwe, xwe ji bo xwe ye” her weha her netewe ji bona hêza otonomî/serxwebûnê ye. Heke na, jixwe netewe netewetiya xwe winda dike û sermiyana xwe ya neteweyî (xak, enerjî, mirov, çand û kultur) teslîmî neteweyeke din dike.

Heke Kurd, dev jî doza netewetiyê, yanê avakirina dewleta xwe berdin, wê demê Kurd wê hebûna heya niha dagirkeran dest dabû li ser, bi destê xwe teslîmî dagirkeran bikin. 

d-Ayin (Dîn)

Kurdbûn nasnameya neteweyî ye û ew mirovên ku xwe wek Kurd pênase dikin, xwediyê gelek ayînên cihê ye. Cemal Nebez derheqa vê mijarê de dibêje ku “Rast e, gelek kes hene ku li ser pêyan li Kurdan nêrîne û dinêrin, û bi vê jî hemî Kurdan misilmanê suni hesêb dikin, û ev ne rast e û ser derneçûna li meseleyê ve.” Û berdevamiya vê raveyê de wiha dinivîsê; “Carekê hemî Kurd ne misilman in, yên din jî êzdî, kakeyî, alewî, sareyî, şebekî, baciwanî, heqqe, katolîk, protestan, ortodoks heta kêmek zerdeştî û ji wê kêmtir behayî di nav Kurdan de hene.”

Wekî tê zanîn ev pirrengî û dewlemendiya ayinî ya civaka Kurd jî aliyê dagirkerên Kurdistanê ve gelek zêde hatiye bikaranîn û tê bikaranîn. Lewma girîng e ku bê gotin, Kurdbûn navê neteweya Kurd e û di nava vê neteweyê de gelek nasnameyên ayinî hene. Yanê nabe ku mirov Kurdan tenê wek misilman pênase bike an jî navê ayînî li cihê navê nasnameya neteweyî bikar bîne.

e-Çand û Kultur

Ceman Nebez mijara çand û kulturê Kurdan de balê dikişîne li ser du xalên girîng.

Xala yekem ew e ku: gava em rojnivîsk, name û qeydên rojhilatnasên biyanî yên derbarê çand û kultura Kurdan de dixwînin, wisa tê xuyakirin ku çand û kultureke yekpare ya Kurdan heye. Bêguman vê yekê de bandora xwende û zanayên Kurdan heye ku wan ji bo xurtkirina nasnameya Kurdbûnê, bi taybetî bal kişandine li ser hevpariyên Kurdan. Bo nimûne, “…Di demekê de ku serokê klasîk ê Kurd, beheştî Şêx Ubeydullayê Nêhrî di 5ê teşrîna yekem ya sala 1880an de ji Doktor Kochranê amerikî re nivîsandibû, gotibû; Neteweya Kurd ji 500 hezar bereyê bavan pêk hatiye û gelekî xwe bi xwe ye. Xwediyê anînê xwe ye. Her wiha xwediyê ûrf û edetê xwe ye.” (rpl:31)

Xala duyem jî ew e ku wekî Cemal Nebez jî beşa axaftina xwe ya “çand û kulturê” de balê gelek caran dikişîne ser, Kurd xwediyê dîn û edetên çêşîd bi çêşîd in. Bo nimûne ji bona Kurdekî misilman vexwarina alkolê qedexe ye lê belê Kurdekî êzidî dikare alkolê vexwe. An jî her heremeke Kurdistanê li gorî erdnîqarî û avûhewa xwe xwediyê çandeke xwarin û xwekirinê ya din e.

Lê belê, ev ciyawazî nabe ku wek sedemek ji bona lawaziya neteweya Kurd bê bikaranîn, ber’eqs ev ciyawaziyên ayinî, çand û kulturî, zaravayî tevde dewlemendiya neteweya Kurd in.

Bi tenê civakên “çêkirî” ên kok û rihê wan aliyê rejimên totalîter ve bi pratikên mîlîtarîst hatine qutkirin û wekî projeyeke “endezyariya civakî” hatine çêkirin dibe ku çand û kultureke homojen hebin. Nimûneyeke balkêş, “şoreşên” Mustafa Kemal û kiryarên partiya wî ne. Wekî tê zanîn di salên pêşîn ên komara tirkiyê de, ji sêrî heya binî cil û bergên divê mirov xwe bikin heya kîjan cure tirkî divê bê axaftin bi qanûn hatin diyarkirin û kesên guhê xwe nedan van qanûnan gelek caran hatin darvekirin. Hema bibêje, ji bermayiyên Împaratoriya Osmaniyan neteweyeke “divê xwe modern bike” hate çêkirin, çand û kulturên qedîm derbeyên mezin girtin lê belê desthilatdarên totalîter nikaribûn tevde serbikevin. Li nava sînorên tirkiyê de, her heremek dîsa jî kêm-zêde çand û kultura xwe heye.

f-Hesta Wekheviya Kurdbûnê

Cemal Nebez derbarê vê mijarê de dibêje ku “heke yek ji bingeh û bi esil kurd be, û xelkê kurdistanê be, bi zimanê kurdî biaxife û girêdayî çand û kultura kurdî be, yanî hemî awa merc tê de bûn ku bi pênaseya kurdî tê hesabkirin, ji bo ew Kurd bê nasîn, divê ew kes, xwe kesekî ji wê civata gel bizane ku kurd hatiye nasîn.”

Berdevamiya nivîsîna xwe de Nebez dibêje “Her li gor vê, yê xwe kurd dizane Kurd e û yê xwe Kurd nizane ne Kurd e…”

Herî zêde dibe ku ev kes wekî “pêşiyên wî/wê kurd bûne” bê gotin lê belê, divê rêz ji bona pênaseya wan xwe û aîdîyeta wan a aniha bê girtin.

Cemal Nebez balê dikişîne li ser wê yekê ku di dîrokê de dema hêzên desthilatdar zilm û zordariya li hemberî Kurdan piçekî sist dikin, gelek caran desthilatdar/partiyên Kurdan daxwaza serxwebûnê piştguh dikin û hewl didin tevkariya desthilatdarên biyanî bikin. Nebez dibêje “Wekî nimûne; General Ebdulkerim Qasim bi saya Kurdan de di 14.07.1958an de hat er kar û Kurdan li ser kaxezê bi ‘hevbeşiya ereb’ hesêb kir. Heke çi Iraqê jî li gor destûra xwe bi beşeke ji niştimana ereb hesêb kiribû – li gel vê jî pirraniya herî zêde Kurd, jê re dest bi çepiklêdanê kirin û Qasim “birayê mezin”, “serokê tekane” hesêb kirin û Iraqê “Komara Kurd û Ereban” hesibandin, û dest bi behsa “parastina temamiya axa Iraqê” û “biratiya Kurd û ereban kirin.” Burjuwaziyên piçûk piçûk ên marksîst yên Kurd ku wî wextî serokatiya hereketê rewşenbirî ya Kurd di destê wan de bû, destbi dijîtiya hemî awa tevgereke cihêbûnxwaziyê kirin. ….”(rpl:40)

Gava ez wek Kurdeke bakûrî, vedigerim dîroka salên 1958an ya başûrê Kurdistanê dixwînim, careke din dibînim ku ev tiştên em îro ezmûn dikin, jixwe gelek caran aliyê Kurdan ve hatiye ezmûnkirin; desthilatdarên Kurd sermiyana Kurdan pêşkêşî tirk,ereb, farisan dikin da ku “biratiyeke pûç” pars bikin lê di encamê de destevala vedigerin li nav Kurdan.

Cemal Nebez dema behsa “hesta hevpar ya Kurdbûnê” dike, balê dikişîne li ser du têgihên bingehîn ên derbarê Kurdbûnê de; li gorî vê yekê “Kurdekî ji xwe re Kurd” û “Kurdekî ji bona xwe Kurd.”

Li gorî vê “Kurdekî ji xwe re Kurd” ew keseke ku her çi qasî bi çandî, zimanî, esl û binyadî Kurd be jî, tevgerên xwe ji bona berjewendî û piştgiriya Kurdiyatiyê hilnabijêre. Bo nimûne, kilambêjên salên 90î ên li bakûrê Kurdistanê bibînin ji bîra xwe. Van kesan bi destên xwe sermiyana Kurdan ya çandî, berhemên êş û derdên Kurdan, hildan wergerandin zimanê tirkan û sermiyana çandî ya miletê Kurd pêşkêşî tirkan kirin. Ev kes “ji xwe re Kurd” in ji ber ku bi vê kirina xwe dewlemend û namdar bûn.

Kurdekî ji bona xwe Kurd, bi kiryarên xwe hewl dide ku derfetên pêşvebirin û berdevamiya neteweya Kurd berfirehtir bike. Ji bona vê yekê mirov dikare her cure kar û xebatên neteweperwerên Kurdan nimûne bide.

Cemal Nebez derbarê mijarê de dibêje; “Bi kurtî, ketin rûyê siyaseta Kurdistanê ya di wê de ku “kurdekî” (ji xwe re kurd) û “ji kurdekî” (ji bona xwe kurd) ji hev cihê nakin,” û bi çavekî temaşa hemî Kurdekî (kurdan) dikin, û bi hemî kurdekî (kurdan) re yek cure şêhînê bi kar tînin, îro bûye cerabeyeke nav temamê Kurdan û ev serpêhatiya nav xwe ya Kurdan, û ev serpêhatiya naxweyî ni taybetî di tenganê de, wisan li Kurdan ku hemî zêdetir û zêdetir bi “yek tiştî” fêhm bikin û çarenivîsa xwe bi “yek çarenivîs” bizanin. (rpl:41)

Yanê zilm û zordariya dijmininên Kurd û Kurdistanê her careke din ji kurdan nîşan dide ku heya ew yekitiya neteweyî saz nekin, ew ê her ducarî van zilm û zordariya bên.

Lêkolînera alman Hennelore Küchler di nameya xwe ya doktorayê de ku di sala 1978an de bi navê “Bîr û raya giştî – serenceke Teorîk a Metadolojîk û Lêkolîneke Nimûne ya Nêrîna Navxweyî ya Kurd” de wiha dibêje; “behsa nêrîna xweyî ya gelekî mezin, bi giştî sê navçeyên bi hev re girêdayî digire nav xwe;

Yekem: Bingeh û esil, yanî em ji ku hatine, em kî ne?

Duyem: Em çawa nin, yanê taybetmendiyên me çi ne?

Sêyem: Tevgera  pêşerojê, yanê em çi dixwazin? “

Cemal Nebez derbarê vê yekê de wiha dibêje “heke hestekî sembola hevbeşî/mişterek bi çarenivîsa wek yek di navbera takekesê civakê de hebû, ew dibe mûrîyeka girîng ji bo nasnameya wê civatê.Yanê dema ew kesê xwe Kurd dibîne, dibêje “em” di wê ew ê de Kurdên din henin, ne dagirkerên Kurdistanê. Ji ber vê yekê jî ev kes ji kiryarên xwe yên polîtîk de ji bona xêrxwaziya wê “em”ê dixebite. Kesekê ku xwe wek Kurd pênase bike lê armanca wî/wê ya siyasî rasterast tunnekirina Kurdan an jî bi rêya entegrasyonê tunnekirina Kurdiyatiyê be, wê demê kesên xwe wek endamê “neteweya Kurd dibînin” divê ev cure kesan “wek Kurd” pênase nekin. Bibînin bîra xwe ku armanca sereke ya netewetiyê destbixistina serxwebûna neteweyî ye. Li gor vê armancê Kurd ew kes e ku ji bona vê armancê dixebite. Bêguman, her komeke Kurdan wê bixwaze Kurdistaneke dişibe îdeolojiya wan xwe ava bike. Dibe ku Kurdên oldar bixwazin Kurdistaneke teokratîk ava bikin lê Kurdên sosyalîst xeyala Kurdistaneke sosyalîst bikin. Lê di dawiya dawiyê, hemû Kurdên ku xwe wek endamê neteweya Kurd dibînin, heman demê de dixwazin ku ev neteweya xwediyê serxwebûnê be.

Helbet, siyasetmedarên li ser navê Kurdan diaxifin, di nav şert û mercên heyî de nikarin xwe ji siyaseta dagirkeran tev vekişînin û tenê ji bona serxwebûna neteweyî ya Kurdan xebatê bikin. Lê belê, ji ber ku dema Kurd raya xwe didine wan, ew dibêjin ku “ev kes endamê me ye” yanê bi wê “me” yê behsa Kurdan dikin, divê ew yek beripirsiyariya van siyasetmedaran be ku bi tevlêbûna xwe ya siyaseta tirkiyê xizmeta armancên nêzik û yên dûr ên neteweya Kurd bike. Heke na, mirov dikare bibêje ku pêwendiya navbera milet û partiya siyasî  de têk çûye. Dema ku ev pêwendiya ‘esasî têk diçe, wê demê partiya siyasî êdî kesên ku ew partî afirandine wekî “objeyek, fenomeneke prîmîtîfa çandî ya kêrnehatî hwd” dibîne, û helbet sermiyana neteweyî dêrs dike. Ev sermiyan;ji her gavek xaka kurdistanê bigirin heya daristan, petrol, av, her ewledeke kurdistanê yî şehid û jî zindî ye.

Cemal Nebez, di axaftina xwe de bi serê her gotinê balê dikişîne li ser wê yekê ku di nava Kurdan de pêwendiyên çandî, zimanî, olî, niştimanî û hestî bi awayekî organîk jixwe henin. Yanê Kurd hemû pêkhateyên nasnameyeke neteweyî jixwe bi xwe de dihebînin lê belê ji bona destbixistina serxwebûna neteweyî bernameyeke birêkûpêk ya neteweyî pêwist e. Dibe ku 40 salan berê hevpariyên çandî kulturî, zimanî zêdetir lê hesta netewetiyê lawaztir bû, ji ber ku ragihandin ev qasî berdest nebû, lê îro hevpariyên Kurdan yên çandî kulturî, zimanî kêmtir bin jî hêsta neteweyî heya dereceyeke baş pêşve çûye. Dibe ku berpirsiyareyeke sereke ya neteweperwerên Kurd ew e ku di bin giraniya barê dagirkeriyê de li hemberî piçûkxistin û neheqiya hevpar ya Kurdan bertekeke yekpare bidin, û ji vê perişaniya kollektîf enerjîyeke neteweyî peyda bikin.

 

Jêrenot

[1] Navê Cemal Nebez di çavkaniyên biyanî de wek Jamal Nebez tê nivisîn. Lê min vê nivîsarê de reseniya navê wî parast.


[i] Ji bona tevahiha nivîsarê binêre:Nasname û Pirsgirêka Nasyonalîzma Kurd, Weşanxaneya Peywend, rpl:11 heya 66an

[ii] Li vir bikaranîna “Kurmancî” dewsa “Kurdî” nayê wê wateyê kê Cemal Nebez Kurmancî wekî tevahiya Kurdî hesab dike. Ew tenê balê dikişîne li ser ku axaftvanê her zaravayê, navê zaravayê xwe wek “kurdî” pênase dike. Bo nimûne soranîaxêfek, dibêje ez Kurd im û lewma soranî diaxêfim hwd. Her weha ji bona kurmancîaxêfan kurmancî zimanê Kurdan e. Lê bêguman, ew dizanin ku her weha soranî, kirdmanckî hwd zimanên Kurdan in.

 

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ