Şanoya Kurdî
Mîrza Metîn & Çetoyê Zêdo

Sazkirina qadeke ramanî, nivîskî, rexneyî, analîzî, zanistî û xwerû bi kurdî gelekî zehmet e. Ev dosya ji alîyekî ve nîşaneya van zehmetîyan e ku piştî xebata bi mehan derkete holê. Navê dosyayê her çiqas Şanoya Kurdî be jî nikare bi giştî raveya şanoya kurdî bike; ne pêkan e û ne hewce ye jî dosyayek tena serê xwe vê daxwazê pêk bîne lê dikare hinek fikir bide û rê li ber hinek fikran veke. Lewma ev dosya sedî nod derbarê şanoya kurdî ya bakur de ye û sedî nod ji alîyê nivîskar û şanogerên bakurî ve hatiye nivîsandin. Me hewl da ku nivîskar û şanogerên parçeyên din jî bi nivîsên xwe tevlî dosyayê bibin lê hewldanên me encam neda. Hinek caran bi rêya festîvalên şanoyê şanogerên ji her çar parçeyê Kurdistanê digihên hev lê di qada ramanî û nivîskî de em nikarin vê yêkê bibêjin. Ev yek tenê ji bo bakur jî dikare bê gotin. Komên bakurî jî di festîvalan de an jî di pêşandanan de digihên hev lê ev danûstendin, naherike qadeke ramanî û nivîskî. Hewce nake em hemû sedemên nebûna qada ramanî û nivîskî li vir destnîşan bikin û encama mexdûrîyetên xwe yên girêdayî mêtingerîyê dubare bilêv bikin. Lê hewceye bê gotin ku ev mijar di heman demê de girêdayî kondîsyonê ye, kondîsyona ramanî û nivîskî. Şanogerên bakurî li dora sî sal in di warê pratîka şanoyê de (afirandina lîstikan, organîzasyon, perwerdehî, avakirina sehneyan, liberxwedana hember sansur û qedexeyan û hwd.) kondîsyoneke pratîk bi dest xistine. Lê serdemeke wiha hatîye ku divê em nêzî qada ramanî û nivîskî û heta bigihêje akademîya şanoyê bibin û di wan qadan de xwe bi xwe pênase û rave bikin û di vî warî de jî kondîsyoneke bikêrhatîtir pêk bînin; çi bi kurdî û çi bi zimanên din helbet divê kurdî pêştir be û bibe çavkanî bo zimanên din jî. Lewma em dibînin ku akademîya tirkî êdî dest avêtîye şanoya kurdî jî û bi hêsanî dikare bê gotin; gelekî bi nezanî, tevî nezanîyê jî gelekî bi kuşpenetîyeke carna eşkere carna jî veşartî nêzî şano û şanogerên kurd dibin, bi tez û gotar û nivîsarên xwe yên derbarê şanoya kurdî de tevlî panel û sîmpozyum û kovarên neteweyî û navneteweyî dibin û pê sernavên akademîk bi dest dixin. Belkî emê nikaribin wan bisekinînin lê şûna ku em tecrûbeyên xwe bi wan re parve bikin, şûna ku xizmetî tez û gotarên wan û aqlê wan a spî bikin, dikarin tecrûbeyên xwe bixwe veguhezînin qada nivîskî û pêde pêde kondîsyoneke ramanî bi dest ve bînin û heta, li gor min, êdî ev rê û derfet jî heye ku em dikarin tez û gotarên xwe bidin wergerandin ji bo zimanên Ewropî û dikarin di kovar û weşanxaneyên Ewropî de bidin weşadin. Pêngaveke ramanî û nivîskî êdî bivênevê ye bo şanogerên kurd.

Berî du salan min xebateke kovara şanoyê da destpêkirinê û navê kovarê jî danî “Dîalog”. Yek ji armanca kovarê ew bû ku di qada ramanî, rexneyî û nivîskî de bizaveke û pêngaveke bi kurdî biçûrisîne û bi demê re kondîsyonek çêke û ji bo nivîskar û teorîsyen û şanogrên kurd bibe motîvasyon û çavkanîyek. Berî ku ev xebata kovarê destpê bike jixwe dîyar bû ku dê pir zehmet be, wisa jî bû. Me pêşî malperek vekir bi navê www.dialogkovar.com lê piştî demekê hêza me negihîşt ku em berdewam bikin. Paşê me wek matbû hejmarek çap kir û me got em ê salê carekê hejmarekê çap bikin, ev jî pêk nehat. Ji ber ku hejmara duyem dê li ser şanoya Rojhilatê Kurdistanê bûya. Piştî qetilkirina Jîna Amînî, Rojhilat kete rewşeke nû û pêkan nebû em li ser dosyayê berdewam bikin bixebitin. Pey re jî erdhej bû sedem ku em nêzî wê dosyayê nebin. Ew dosya li gorî hêvîya destpêkê nebû lê di vê navberê de ev dosyayên hanê bi rêya kovara Lêkolînên Kurdî gihîşt ber destê we, bi hemû alîyên xwe yên kêm û başîyêy xwe.

Di destpêkê de min û Çetoyê Zêdo me li gor pêdivîyên ramanî yên şanoya kurdî, li dora bîst mijarî dîyarkiribû ku ji bo nivîskaran pêşnîyar bikin û daxwaza nivîsan bikin di li ser mijar û sernavan de. Dikare bê gotin ev dosya sedî deh ji wan mijarên ku me dîyarkiribû pêk tê, sedî nod jî mijar û sernavên cuda. Ev yek derdixe holê ku qadeke çiqas berfireh û hewceyî xebatê ye li ber me ye. Em hêvî dikin di siberojê de kondîsyona xwe pêş ve bibin.

Berfîn Zenderlîoğlu bi nivîsa xwe ya “Di Navbera Huner, Sîyaset û Jiyanê de Şanoya Kurdî” bala xwe dide nasnameya şanoyê û tecrûbeya şanoya kurdî ya bakur û 8. Festîvala Şanoyê ya Amedê.

Berrin Shemdin bi nivîsa xwe ya “Alegorîya Şikeftê - Platon û Şanoya Post-colonial” çavên xwe li ser mêtingerî û mekanên wê û sîya şikefta Platonî digerîne û meseleyê tîne ser şanoya kurdî.

Şanogerîya Kurdî Li Sovyetê Di Navbera Salên 1920-1937an De: Şanogerîya Sêwîyan, Recep İçen di vê nivîsarê xwe de de bala me dibe tecrûbeya şanoya kurdî ya serdema Sovyetê.

Hevpeyvîneke taybet li hêvîya xwendinê ye ku li gor min dê ji bo şanogerên ciwan bibe îlhamek. Lalish Theaterlabor ango Laboratuvara Şanoya Laleş mijara vê hevpeyvînê ye. Du avakarên gewre yên vê şanoyê Nîgar Hasîb û Shamal Amîn pirsên me bersivandin ku emê bibînin di wateya rastîn de şanoyek çawa dibe laboratuvarek.

Helket Idrîs Abid di nivîsa xwe ya “Sefernameyek Di Şanoya Kurdî De” bi zimanekê rojnivîskî qala tecrûbeyên xwe yên şanoyê dike ku di navbera başûr, rojhilat, bakur û Stenbolê de digere û bi vê nivîse bîra me dixe ku çanda rojnivîsînê jî çiqas girîng e bo cîhana me ya hunerî.

Di dosyayê de gotareke wergerê jî heye. Tololwa Marti Mullet “Şanoya Efrîkî Û Mîrateya Kolonyal - Şîroveyek li ser Sehneya RojhiIatê Efrîkayê” nivîsandîye. Bi vê gotarê em ê çavên xwe li ser şanoya rojhilatê Afrîkayê bigerînin û wisa jî hêvî dikim ku êmê bi vê xwendinê derfeta berawirdkirina şanoya kurdî jî bibînin.

Ferhad Feqî bi nivîsa xwe ya “Çend Gotin Li Ser Şanogerîya Bi Zimanê Kurdî” de çavdêrî, pêşnîyar û tecrûbeyên xwe bi hinek derkenaran girê dide û bala me dibe ser şanogerîya bakur.

Kenan Demîr lêpirsîneke derbarê komên şanoya kurdî ya bakur de amade kir. Ji bo dosyayê ku bi bersivên deh komên şanoyê dikare bê xwendin. Lêpirsîn helwesta estetîkî û dramaturcîk ya koman û gelek tiştên din radixîne ber me. Dikare bê gotin xebateke arşîvî ye jî.

Her wiha, Pelda Bal lêpirsîneke derbarê perwerdehîya şanoyê de amade kir ku tê de bersivên sê mamosteyên Konservatuvara Cegerxwîn ku ji alî qayuman hatibû girtin û bersivên du şagirtên wê demê de hene. Dîsa bersivên çar komên ku di heman demê de perwerdehî û kargehan jî pêk tînin dikare bê xwendin. Ev jî xebateke arşîvî ye.

Me di dosyayê de cih da “Nameya Roja Cîhanî ya Şanoyê, Ya sala 2023’an” ku îsal ji alîyê lîstikvana Misrî, Semihe Eyûb ve hatîye nivîsîn. Ev name ji malpera International Theatre Institute (ITI) hatîye wegirtin ku ITI her sal şanogerekê/î cuda peywirdar dike ku bi zimanê xwe nameya Roja Cîhanî ya Şanoyê binivîse. ITI nameyê ji bo gelek zimanên din jî werdigerîne û di rûpela xwe de diweşîne, kurmancî û soranî jî di nav de hene.

Naçîzane du gotarên min jî hene di dosyayê de: “Paradoksa Mîmesîsê - Li Kurdistanê Paradoksa mîmesîsê û girîngiya dîegesîsê” ye ku min hewl da mijarên teqlîd û vebêjîyê û peywendîyên wan nîqaş bikim; bi gotara “Performansa Şanogerên Kurd Di Dema Erdhejê De” jî min hewl da ku hinek çavdêrîyên xwe bi we xwîneran parve bikim.

Hêvî dikim ev dosya bibe pêngaveke din ji bo qada ramanî û nivîskî ya şanoya kurdî û derfeta dîalogeke nivîskî veke.

Xwendineke xweş ji bo we hemû xwîneran.

Newroz bibe xêra we û 27ê Adarê, Roja Cîhanî ya Şanoyê li şanogeran û şanohezan pîroz be!

Edîtorên dosyayê: Mîrza Metîn & Çetoyê Zêdo

Nivîsa edîtorê: Mîrza Metîn

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ