
Shawkat Amin Korkî Kî ye
Shawkat Amin Korkî derhenênerekî Kurd î navdar e. Li başûr hatiye dinê û hêj di zarokatiya xwe de mişextê Îranê dibe. Heya 24 saliya xwe li Îranê jiya ye û li wir perwerdeya xwe ya li ser sinemayê wergirtiye. Yek ji wan derhênerên kurd e ku bi fîlimên xwe bi dehan caran xelat wergirtiye û li gelek deverên cuda yên dinyayê pêşwazîya wî hatiye kirine. Fîlimên Korkî, xwe li jiyana kurdan, travmayan û şerên li Kurdistanê qewimîne/diqewimin digire. Her çiqas mijarên fîlmên wî mijarine mezin û polîtik bin jî ew çîrokên xwe her car li ser karakterên piçûk ava dike û bi sahnêyên estetîk û mînîmal bi 'hîssên xwe yên şexsî ve wan dramatîze dike. Bi saya sere vana fîlimên Korkî, karakterîstîk, gerdûnî û hunerî ne. Çîroka takekesî di bin çîrokên kolketifî de namînin û napelçiqin. Kurkî di fîlma xwe ya dawî ya bi navê 'Th Exam'ê de berê kameraya xwe dide bajêrê 'Hewlêrê'. Di fîlma “The Exam” ku li ser jiyana rojane ya bajêrekî ye, bi awayekî pisporane ew jiyan yanî jiyana bajêrî baş daye der.
Korkîyî, a niha ji ber kar û barên xwe li Belçîkayê ye lewre derfeta ku me hevpeyvîna xwe rû bi rû çêbikira tunebû ji ber wê me pirsên xwe nivîsîn û jê re şandin û wî jî bersivên xwe bi deng tomar kir û ji me re rê kir. Ev hevpeyvîn ji aliyê me ve hatiye deşifre kirin. Ji ber formata hevpeyvînê, di dema bersivdayînê de hinek astengî derketin û çend bersivên Korkîyî tam zelal nebûn. Herdû pirsen me ê dawî jî ji ber heman egeran bêbrsiv man. Dîsa jî em gelekî kêfxweş in ku me pêk anî û bi derhênerêkî wiha girîng re hevpeyvîna xwe çêkir.
Fîlimografiya Korkî (kurtasî)
Crossing the Dust / Parinawa la ghobar (2006)
Kick Off (2009)
Taşa Yazılmış Hatıralar / Bîranînen li ser kevirî (2014)
The Exam /Azmûn/2021
Hevpeyvîn: Kovara Lêkolînên Kurd(KAD)
Tevahiya Travmayên Min, Gişk Serboriyên Min in û Bûne Mijarên Fîlimên Min. Lewre ez nikarim li derveyê meseleyan bisekinim û tenê çavdêriyê li wan meseleyan bikim.
1.
Kovara Lêkolînên Kurd: Di fîlimên we de rastiyeke dokumanterî heye, jixwe fîlma “Bîranînen li ser kevirî” di heman demê de li ser kar û barên sînemaya kurdî wekî raportekê ye. Gelo cenabê te ji rastiyê û ji giraniya bûyerên reel aciz nebûye? Gelo di projeya we ya bê de, tema an çarçoveya sinemaya we, dê biguhere yan na?
Shawkat Amin Korkî: Ji bo min, di dinyayê de sînemaya herî gîrîng sînemaya realîst e. Çardeh-panzdeh salîya min de, sînemaya newreallîst tesîrek li min kiribû nexasim derhênerên Îtalî yên wekî, Fellîni. Loma ez çirokên xwe ji rastiyê digirim û ji wir hildibijêrim. Belkî sedemeke wê ye din jî anegorî min, jiyana kurdan gelekî dişibe jiyana Îtalîyan yan jî ya Ewropayê ya piştî şerr. Piştî şerê duyemîn ê dinyayê, li Ewropayê 'Realîzîm a Îtalîyan' derkete holê û ez jî pêrgî fîlimên wan hatim. Wan demana li Kurdstanê jî şer hebû û panoramayeke hevpar ji bo min çêbibû. Van herûdu faktoran berê min dane sînemaya realîst. Belkî faktora sêyem jî tesîra Yilmaz Guneyî û fîlima wî ya “Rê”yê bû. Gava min ew fîlim sêr kir gelekî di bin tesîra wê filimê de mam.
2. Dema li bakur, qala sinemaya Kurdî tê kirin, bivê-nevê navê Yilmaz Guney tê bîra mirov, we jî di filma xwe de cih daye fîlimên wî û afişa fîlima “Rê” . Bi qasî em dizanin te tevahiya fîlimên Yilmaz Guney temaşe kirine, tu dikarî li ser fîlimên Guneyî û heke hebe tesîra wî ya li ser sinemaya xwe çend tiştan bibêjî ?
Wekî min pirsa we ya din de jî amaje pê kiribû Yilmaz Guney û filma “Rê”yê tesîreke ecêb û mezin li min kirine jixwe hewl didim fîlimên min wekî yên wî realîst û serkeftî bin, dixwazim fîlimên wisa çêbikim. Min gellek fîlimên baş yên cîhanê de ew realîzim dîtibûn lê min qet bawer nedikir ku ez ê jiyana reel ya kurdan di filmeke wiha de bibînim. Min ew fîlima di ciwaniya xwe de, gava li Îranê bûm temaşe kiribû û ez şaş-metel mabûm. Gelek pirs hebûn di hişê min de bi saya serê wê fîlimê hatibûne guhertin. Min ji xwe re go, nexwe em dikarin jiyana kurdan bi rêya 'Sînemayê' nîşan bidin jixwe paşê jî min wisa rê li ber xwe dît. Lewre fîlimên Yilmaz Guney ne tenê wek fîlimên kurdî têne hesibandin. Ew fîlima serkeftî, ya hemû dinyayê ye û beramberê wan fîlimên mezin yên dinyayê ku li serê jorîn cîyên xwe girtine, ciyê xwe vegirtiye.
3. Di fîlimên we de travmayên kurdan nexasim jî travmayên li ser şerr, ciyê xwe yê sereke girtine digel wê tesîra bîranînan li ser mirovan tê temsil kirin. Yanî berê filimên we li hafizaya kurdan a koletîf e. Anegorî we rola hunermendî li hember hafiza kolektif çi ye ?
Gorî dîtina min her hunermendek gorî jiyana xwe teşe digire. Gava ez zarok bûm min bi çavên serê xwe şerr û pevçûn dît û ez mişextê Îranê bûm. Ev travmaya ku bi serê min de hatiye esildanî hatiye serê kurdan tev. Ev tiştana nahêlin ku tu wek derhênerekî ku li welatekî xwe azad dijî û di nav aramiyê de ye fîliman bikişînî çimkî serboriyên me yên wiha hene. Yanî ne pêkan e wekî kesekî ji derveyê meseleye li meseleyan binêrim. Axir dîsa jî divê mirov ji bîr neke ku ev karekî sînemayî ye lewre êdî ez jî wekî derhenerekî li meseleyê dinêrim. Bo min çêkirina fîliman mîna guftugoyekê ye, dan û standinek e. Pirsin li min peyda dibin û ez bi wan re di diyalogekê da me ev jî ji min re bûye wekî terapiyekê. Ez bi saya serê wan hinekî ji wan travmayan dûr dikevim.
4. Fîlima we “Bîranînen li ser kevirî” li ser çêkirina fîlimekê bû ku fîlim li başûr tê kişandin. Piştî vê fîlimê hin rexne li we hatine kirin; wekî we başûr pir nebaş daye nasîn û hwd. Bi rastî jî ez meraq dikim meseleya wê çi ye, li ser van rexneyên li te hatine kirin çi dibêjî ?
Rast e min berê kamerayê da li ser karên sînemaya me. Wisa bawer dikim ku ev yek ji bo her derhênerekî jî pêkan e yanî derhênerek dikare taldeya kamerayê (paş kamerayê) jî bikişîne. Çêkirina fîliman anegorî neteweyên dî, li cem kurdan bêtir zehmet e ku min xwastibû di vê fîlimê da nîşan bidim ka kurd çawa li karên sînemayê radibin û çawa fîlman dikişînin. Ev fîlima dixwaze li ser 'Enfalê' filmekî bikşine lê îro di kar û barên çandî de jî 'enfalek' heye. Lewre hêj sînema wekî zarûretekê nayê dîtin û rojane nayê temaşekirin. Tiştên ku me di nav filmê de amaje pê kirine tev de rast in. Herçî kesên temaşe kirine dê bibînin bê çawa pêşbaziyê li fenomenekî feyk dikin, çawa wî dihewînin ku fîlim ji ber wan yekan nîvco dimîne. Mixabin di nava temaşegerên kurdan de, sînema hê wek karekî yan jî wekî daxwezeke zarûrî nayê dîtin...
5. Di fîlima we “Crossing the Dust” de du şervanên kurd ji bo xwarinê ji şervanê din re bibin, derdikevine li ser rê û dirban ku leqayî dehan astengiyan tên, ji wan astengiyan ya herî muhîm jî merhameta şervanekî ye ku di rê de pêrgî zarokekî ‘ereb tê û ku ew zarok winda bûye. Tu meseleya merhemetê çawa dinirxînî, anegorî te ev belayek e yan kurd wê xwe bi wê merhemet û humanîzmê xilaz bikin ?
Min ev fîlima di sala 2003’an de piştî Seddam têk çû, nivîsî. Çîroka fîlimê çirokeke insanî ye. Pirsiyar ji vê filimê ev e, ka mirov çawa dikare di nava şerî de jî helwesteke insanî nîşan bide. Ev fîlima ya rêyekî ye wekî sefereke naskirinê ye; ev sefer hem ji bo derva ye hem jî ji bo hundir e. Fîlim wekî panorameyekê ye li ser rabûrdiya kurdan a şerê wan rawestiya ye. Min xwast ez wî şerê 2003an bi çîrokeke diramatîk ve bihûnim û wisa pêşkeş kim.
6. Li ser termekî, bi çar-pênc ziman û zaraveyan sitran têne gotin û li gel wê dema êş û elem hebe hemû gel û zimanên wan dibine yek. Ji ber wê dixwazim wiha bipirsim, mirov dikare bibêje di sînemaya we da tamereke xurt a humanîzimê heye. Mirov dibêje qey ev humanîzima tev para me ketiye. Gelo ev humanîzim wê li Rojhilata Navîn kêrî me were yan na yan jî wê me rizgar ke ?
Huner tev, sinema jî karekî humanîzmî ye. Bi min ev kar bi humanîzmê ve girêdayî ye. Ji ber ku ez wisa li hunerê dinêrim loma min fîlimên xwe li dijî şerr, tevgerên hovane saz kirine.
7. Herûdu şervan hêsirên xwe ji hev vedişêrin yanî hafizaya xwe ji hev vedişêrin û di navbera wan de bêdengiyeke qewî heye. Anegorî teoriyên ser travmayê divê travma bi awayekî were ziman. Bi min fîlimên we hinekî vê yeke dikin. Niyeteke we ye bi vî rengî heye?
Huner, di heman demê de katarsîsekî jî dike. Bi saya hunerê ev travmayana sivik dibin lewre di teoriya hunerê de tiştekî wiha heye ku rihê mirovan sivik dike, paqij dike û barê travmayan hildigire. Di bingeha trajediyê da jî ev heye, mirov dixwaze tiştan ser xwe bavêje û ruhê paqij bike. Di dawiyê de karekterek tê kuştin ji ber wê di ew ê din de jî guherineke ruhî çêdibe û ti amareke tundrewiyê lê namîne û xwe jê dişo, ruhê wî diguhere. Evana di teoriya hunerê de hene her wiha di psîkolojiya insanan de jî.
8. Deranîna travmayê û temsîla bûyerên tûnd û kolektîf tiştekî pir zehmet e. Hunermendek gava dest bi temsîliyetê dike li ser navê mexduran diaxive, ev yek dikare xesarekê jî bide mijarê. Îddîayeke din jî heye ku tê gotin, mirov nikare ti caran travmayê vebêje. Ji bo deranîn û temsîliyeta karesat û travmayê, divê hunermend li kê derê bisekine û çawa nêzikê meselêyê bibe ?
Qasî ku ez têdigêhim, baştir e ku derhêner derveyî çîrokê bisekine, bila çirokê re nebe teref û hizira xwe bi dirûşmayan neyne ziman û gereka gorî van 'esasan hereket bike. Bi kurt û kurmancî divê derhêner nebe dadger û hukim neke. Gava mirovî siya ramanên derhenêrekî di nav filmekî de bibîne, bi min ew fîlim ne serkeftî ye. Divê gelek tiştan di nava çîrokê de bihêle. Min heta niha ew daye ber çavê xwe, divê hunermend û derhêner ne hakim bin.
9. Di sahneyeke fîlimeke we de temaşegêr li sinemeye ne û fîlimê sêr dikin, fîlim jî fîlima Yilmaz Guney ya bi navê “Rê”yê ye. Di ekranê de çend heb kurd ji aliye leşkerên tirkan ve têne girtin û wê kêliyê leşkerên Seddam bi ser eywana sînemayê de digirin û temaşegêran binçav dikin. Qedara kurdan ya li her çar parçeyan dubara dibe. Niha qet nebe kurd xweyî otonomîyê ne. Tu paşeroja Kurdistanê çawa dibinî, divê em bi hêvî bin yan hêvîşikestî bin ?
Min xwast Yilmaz Guney bi bîr bînim. Hem di dest pêka wê de hem jî dawîya wê de gelek numûneyên veşartî hene li gel ya Guneyî. Bi min sînemaya kurdî bi Guney re dest pê dike. Ew îkonê me yê sînemaya kurdî ye. Di fîlimê de her çar parçeyên Kurdistanê hatine temsîlkirin. Fîlima ‘Rê’yê bi salan li Iraqê jî qedexe bû.
10. Fîlimên we li ser tiştine minîmal hatine ava kirin û hûn demeke dirêj li Îranê jiya ne û wekî em dizanin li Îranê hunera sereke sînema ye, li ser meseleyê ‘Sînemaya Îran’ê bandoreke çawa li sînemaya we kiriye ?
Ez demeke dirêj li Îranê jiyam û çaxa ez çûme Îranê jî temenê min yek yan jî du bû û ez heta 24 saliya xwe jî li wir mam. Min li wir xwend û edebiyat û sînemaya wan jî tesîrek li min kiriye. Lê min her tim hewl da rêya xwe bibînim min nexwast tenê di bin bandorê wan de bimînim. Ya girîng ew e mirov rêya xwe, bixwe peyda bike. Sînemaya Îtalî û Japonî tesîr li min kiriye helbet.
11. Gelek derhênerên îranî bi fîlimên xwe li dinyayê deng vedane, bi we ev derhêner çiqas bi mesela kurdan re eleqeder in, an kurd çiqas hatine temsîlkirin di sinemaya Îranê de ji terefê derhênerên farîs ve ?
Gelek fîlim li ser kurdan hatine çêkirin, hem ji teref derhênerên kurd ve hem jî ji teref derhênerên faris ve. Piraniya wan fîlimên ku îraniyan li ser kurdan çêkirine taybet jî yên van salên dawîyê filmine baş in wekî mînak ya Kayrustemî filmeke pirr baş e.
12. Hunermendên Kurd, bivê-nevê eleqeyeke wan e bi meseleyên polîtik û dîrokî re hene lê huner karekî şexsî ye jî ; gelo ev meseleyên wiha acîl nebûna, birêz Şevket wê li ser kîjan meseleyan fîlim bikişanda?
Durist e, huner meseleke şexsî ye lê sînema hunereke cîhanî ye jî, jê re sînorek nehatiye danîn.
13. Di fîlimên we de îroniyek heye, gelo ev îronî ji kişandina êşê tê ? Ji ber ku lehengên we yên di halekî nebaş de nin jî bi awayekî xwe bi heyatê ve digirin. Kevokek li ser antênê hêka xwe dike û ew kesê ku wek terorîst tê tawanbarkirin, wexta wê êdî here, ji bo xatirê kevokê antêna xwe bi xwe re nabe her wiha li qampeke ku şert û mercên jiyînê lê pir zehmet e, xort dixwazin ji xwe re sahayeke futbolê lê bikin. Xulase tamareke xurt a hêviyê heye di sînemaya we de. Dikarî li ser vê hêvi û hêvîkirinê çi bibêjî ?
Ji ber ku zimanekî sînemayê jî heye lazim e derhêner, li ser sehneyan pir bifikire da ku temaşagêr bi awayekî pê derxe ka mesele çi ye lê divê hin tişt di filman de veşarti bimînin ku temaşegêr li dû keve û bixwe wan kifş bike. Belkî ber hindê ye di nav fîlimên min de îronî heye.
14. Ez dixwazim hinekî behsa kişandina fîlima te ya “Crossing the Dust” bikim. Fîlimeke nêzî dokumanteriyê ye û gelek cihan de dîmenên rast hatine bi kar anîn. Gelo te we ev fîlima di halekî çawa de kişand. Lîstikvan hemû profesyonel bûn yan yên amator jî hebûn ?
Rast e wekî form nêzî dokumanteriyê ye lê ti tişteke dokumanteryal nehatine bi kar anîn. Tev de fikşîn e lê bi şêwaza dokumanteriyê hatiye çêkirin. Hem aktorên profesyonel hene hem jî yên amator. Ez ji stayla dokumantar pir hez dikim lewre filmên min nezîkî rastiyê dike. Ew teqîna nava fîlimê, para xwe ji rastiyê digre ku wê rojê li Kerkukê heştê kes hatine kuştin û 300 kes jî birîndar bûn. Min lehengê vê filmê bi vê bûyerê ve girê da.
15. Bi kar anîna mûzîkê ya di fîlima “Crossing the Dust” wekî temaşegêrekî ez hinekî aciz kirim. Di sehneyên dilsoj de mûzîkeke dilsoj lê dide ev yeka han dikare tesîra wê sahneyê û rastiya bûyerê kêm bike.
16. We di fîlima "Kick Off" de futbol wekî metafora Rojhilata Navîn bi kar anî ye. Miletên li hev nakin, bomberan, mirina li ber derî û her tim amede… Lîstikvanên Ereb û Kurd li hev nakin û dawiyê de yekî biyanî 'Rojavayî' dibe 'hekem de. Mirov dikare wî 'hekemî wekî temsila 'Rojavayîyê’ bibîne ku ewana li ser gelên Rojhilata Navîn ra nin ? Jixwe li Rojhilata Navîn 'Amerîka' wek 'hakemekî tevdigere, tu vê 'hakemiya dewletên rojava çawa dibînî ?
17. Di heman fîlime de hespek heye û bê siwar e, li meydanê çargavan hildiqoşe û di dawiya fîlimê de jî sitrana “Mîro” lê dide û ev hevok derbas dibe “hespê mêre min kerr û gêj e” mirov dikare vê sahneyê wekî lixwemikurhatina dewra mîrektiya kurdan bibîne? Lewre ji dewra mîrektiyan vir ve ye li Kurdistanê her tim talan û şer heye.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →