Bingeha bêjeya anîmasyonê ji Latînî tê. Di zimanê Latînî yê Îndo-Ewropî de wateya ‘anîma’, bêhn standin, ruh an jî giyan/merg e, wateya ‘anîmare/anîmetê’ jî ‘zindîkirin an jîyan dayîn’e. Ji ber vê yekê, mirov dikarê bibêje ku bingeha bêjeya anîmasyonê ihtimaleke mezin ji zindîkirin an jî ji afirandinê hatiye. Bes îro anîmasyon ji bo wêneyên li pey hev tên û di dawiyê de dibin kompozîsyonek tê gotin. Bi sedan an bi hezaran wêne li pey hev tên, di navbera xwe de tevgerînekê çêdikin û ew wêne mîna risteke fîlmekê xwe nişan didin. Ji ber ku fîlmên anîmasyonî tenê li ser wêneyan tên afirandin di lîteratûra sînemayê de wek fîlmên jayandarî an fîlmên zindikîrî tên bi navkirin.
Di dîroka sînemê de çîroka fîlmên anîmasyonê heta sed sal berê diçe. Cara yekem di sala 1908’ê de xêzkarê fransî Émile Cohl bi navê ‘Fantasmagorie’ fîlmeke anîmasyonê çêkir. Piştî sînema derketî demeke dirêj li tevahiya cîhanê hem fîlmên asayî û hem jî fîlmên anîmasyonî reş û spî, demkurt û bêdeng bûn. Anîmasyona pirreng, cara yekemîn di sala 1932’an de bi navê ‘Flowers and Trees’ (Kulîlk û Dar) ji alîyê Walt Disney’ê ve hat çêkirin. Piştî pênç sala yanî di sala 1937’an de jî dîsa jî alîyê Walt Disney ve anîmasyona yekemîn a dirêj hat çêkirin. Bi vî awayî di dîroka sînemê de deriyeke din ê bêsînor, fantastîk û xeyalî vebû. Piştî vê demê sînorê derhêner û nivîskaran tenê bû bêsînoriya xewn û xeyalên wan.
Di nav vê kontekstê de meseleya sinemaya kurdî û anîmasyonê bi şêwazeke cûda xwe nîşan dide. Gele kurd zêdeyî çarsed sal e bindest û bêstatû ne. Her karê ku di van şert û mercan de derkeve holê, bi destûr û qebûlkirina serdestan ve girêdayî ye. Lewra her pirtûk, rojname, kovar, fîlm an jî belgefîlm gor sansûra serdestan teşegirtiyê û sînorên xewn û xeyalan jî bi destê deshilatdaran vê hatiyê xêzkirin. Her çiqasî çend îstîsna hebin jî, bi gelemperî rewş bi vî rengî bû. Gelek caran derhêner û nivîskarên ku li gorî sînorên ku serdestan xêz kiribûn tevnegeriyan, rastî xezeba serdestan hatin. Setên fîlman gelek caran hatin qedexekirin û Hunermend û derhêner hatin qewirandin. Vê heqîqeta gelê Kurd weke di gelek warên jiyanê de di warê pêşveçûna Hunerî de jî xitimandineke mezin çêkiriye. Lê belê tişta herî balkêş ew e ku çêkirina fîlmên anîmasyonê ne girêdayî pejirandina serdesta ye!
Têkiliya Sînema Kurdî û Fîlmên Anîmasyonê
Wek tê zanîn di lêkolînan de li aliyekê hebûna çavkaniyan rê li ber lêkolînan vedike li aliyê din jî tunebûna tomar û çavkaniyan astengiyên mezin derdixe holê. Mixabin ji bo dîroka anîmasyona kurdî jî rewş bi vî rengî ye. Dema em li lîteratûra fîlmên anîmasyonê geriyan yek çavkanî jî me ne karî em peyda bikin. Ne kurtenivîsek, ne peyamgehek, ne jî nîşeyek li ser vê mijarê nehatiye nivîsandin. Ev rewş bi tena serê xwe têkiliya Kurdan û fîlmên anîmasyonê derdixe holê.
Gelo çêkirina fîlmên anîmasyonê tenê bi hebûna sînemayê ve girêdayî ye? Gelo ev fîlm tenê di hundurê pîşesaziya sînemayê de têne hilberandin? Û gelo divê tenê em bi vê çarçoweya teng li meseleyê binêrin? Na ne xêr! Her çiqas zindîkirina wêneyan li gel sînemê destpêkiribe jî, îro televîzyon xwedê hêz û derfetên mezin e. Di dawîya salên 90'ê de di Medya TV’yê de (1995-1999) çend nimûneyan anîmasyonên Emrîki bi kurdî hatibûn dûblaj kirin. Lê mixabin ji destpêkê heta dawiye tu anîmasyonên kurdî nehatin çêkirin. Ev pirsgirêk pirseke din di tîne rojêvê: Gelo di nav Kurdan de animator an jî xêzker qet tunebûn? Belê hebûn û yên gelekî serkeftî û jêhatî jî hebûn. Di destpêka salên 90’an de di rojnameyên wek ‘Özgür Gündem û Özgür Ülke’ de karîkatûr û karîkatûrîstên balkêş hebûn. Qırıx yek ji mînakên herî naskirî ye. Di sala 1999’ê kovara pêkeniyê ‘Pîne’ derket. Her çiqas ev kovar rastî gelek astengiyan hatibe jî heya sala 2001’ê weşana xwe domand. Em dikarin bibêjin hêz û derfetên çêkirina anîmasyonên kurdî hebû û ev bêdengî heta sala 2015’an berdexam kir.
21’ê Adara 2015’an di dîrokê de yekem car kanaleke zarokan ya bi sedan sed kurdî (Zarok TV) dest bi weşanê kir. Ji ber ku naveroka bernameyan gor zarokan dihatin amadekirin gelek çîrok û bernameyên dîrokî bi anîmasyonên kurdî hatin çêkirin. Bêgûman ev tişteke pir girîng û bi taybet e. Her çiqas şêwaza bernameyan bi zarok û xeyalên zarokan ve jî hatibe sînorkirin Kurdan cara yekem bi zimanê xwe anîmasyon çêkirin. Bi saya Zarok TV, me ev valahiya mezin careke din dît. Gelo bi rastî jî tunebûna fîlmên anîmasyonê valahiyeke mezin e? An em meseleyê li ber çavên xwe mezin dikin? An jî çêkirina fîlmên anîmasyonê tena serê xwe dikare bibe bersiva pirsgirêkên mezin û bibe xwedê roleke girîng? Bersiva vê pirsê divê em li ser sinemaya Hayao Miyazakî û Studio Ghîblî careke din niqaj bikin û kur û dûr lê binêrin.
Sînemaya Miyazakî û Studîo Ghîblî
Anîmator û derhêner Hayao Miyazakî û Takahata Isao, li gel derhêner (producer) Toshio Suzuki, Studdio Ghîblî’yê di sala 1985'an de li Tokyo'yê ava dikin. Miyazakî û Isao demên berê jî bi hev re xebitîbûn û armanca wan ew bû ku Studyoya Ghîblî’yê ji bo xêzker û Hunermendan bikin wargeheke Hunera azad, Huner nebe qurbana pereyan û ji bo gerdûna anîmasyonê nêrîneke nûh ava bikin. Miyazakî û Isao di vir de tişteke pir balkêş di tînin ziman: ‘Heremek sedî sed azad ji bo hunermendan’. Her du anîmator gor min bi vê manîfestoya xwe bang li hunermend û derhênerên ne azad dikin. Dibêjin ‘gerdûna anîmasyonê ji gerdûna fîlmên asayî azadtir e û derfet zêdetirin’. Îro, rê, rêbaz û armanca NFT (Non Fungible Toke) ya Hunera dijital jî di milekê de wisa ye. Di şert û mercên îro de hunermend dikarin hunera xwe li pêşengehan nîşan bidin û ne mecbur in xwe li benda destur û pejirandina galeriyan an jî rêveberên muzexaneyan bigirin. Mînak dema hunermendek berhemên xwe li ser platformên NFT’yê çêbike hewce nîne ji cihekê destûr an jî erêkirinê bistîne. Her çiqas nokiyên mezin di nav pergala NFT’yê jî hebin îro wek platformeke azad û bênavend xûya dike. Em dîsa vegerin mijara Miyazakî:
Navê Miyazakî û hevalên wî yên ku li studyoyên xwe kirî, armanca wan pir zelal eşkere dikir. Navê studyoyê ji gotineke İtalî û ji Erebiya Libyayê dihat. Wateya Ghibli’yê di zimanê erebî de bayê çolê yê germ e. Studio piştî vebûnê di demek kurt de dibe stûdyoya herî sereke û naskirî ya cîhanê. Filmên ve studyoyê di warê anîmasyonê de dibin mînakên bingehîn. Studyo Ghîblî, li ser xeteke kevneşopiyê anîmasyonên 2D çêdike û qelîteya xêzkan, pêwendiyên bi heqîqetê ve girêdayî, hestên war, wargeh û karakteran bala gelekî temaşevanan dikşîne. Bi min ev jî ji çîrokbêjiya anîmatoran tê. Her çiqasî di fîlman de naverok li ser çîrokên Japonî be jî, çand û herêmên ji hev cûda jî xwe di nav wan çîrokan de ditîtin û xwe bi wan çîrokan ve girêdidan. Lewra van fîlman ne tenê li japonyayê li her derê cîhanê li ser mirovan bandoreke mezin çêkir û ji xwe re eko-sîstemeke berfireh ava kir.
Ghibli ew qas pêş ket ku ji 10 fîlmên li Japonyayê hatine çêkirin qezanca 5’an ketibû kaseya studyoyê. Ghîblî îro bil ji xeynî Hollywood ê di cîhanê de studyoya anîmasyonê ya herî dewlemend e.[1]
Em çend mînakan ji Ghîblî bidin;
Nausicaä of the Valley of the Wind (Kaze no Tani no Naushika, 1984 (salekê berî avakirina studyoyê hatiye çêkirin);
Kiki’s Delivery Service (Majo no Takkyūbin, 1989) çîroka pîrebokek biçûk e;
Only Yesterday (Omoide Poro Poro, 1991) Nêrîneke jinek 27 salî di warê jîyan, mezinbûn, bîr û zeftkirina gumanên jîyanê;
Porco Rosso (1992) Çîroka pîloteke Îtalî yê nîvmirov û nîvberaz (antropomorfik) û yê bi dîrok û fantezîyan hatiye hûnandin;
Pom Poko (Heisei Tanuki Gassen Ponpoko, 1994) Li ser karakterên kevneşopiya çanda Japonyayê bi navê tanukî û berxwedana wan ya li hemberî çêkirina avahîyên li ser warê wan e;
Spirited Away (Sen to Chihiro no Kamikakushi, 2001) naveroka vê fîlmê bi esasî mîtos û çirokên tomarkirî ne. Em ê demeke din behsa vê fîlmê bikin lê tiştê di fîlmê de herî balkêş ew e ku vê fîlme li sala 2003’yan de xelata Oscarê standiye û di dîrokê de yekane fîlma ne İngilîzî ya ku xelat standî ye.
Rexnegirên sînemayê yên navdar Colin Odell û Michelle Le Blanc di lêkolînên xwe yên li ser Studyoa Ghîblî’yê de dibêjin ku di fîlmên studyoyê de reng û naverok her çiqas hatibin guhertin jî di hemî fîlman de mijar û şêwazên hevpar hene. Firîn, ekoloji, zarok, jinên jîr û bi hêz, antromorfîzm, zoomorfîzm, metamorfoz, ba, hewa, bandora Ewropayê, têkilîyên civakî, dadmendiya civakî, dinyayên di hûndira dinyayan de hwd. naverokên hevpar în.
Taybetmendiyeke din ya Ghîblî jî ew e ku her tim referansên olî ji ola Shînto’yê, referansên çand û mîtolojiyê jî ji Japonya’yê dide.[2] Weke mînaka vê mijarê mirov dikare li filma Spirited Away (derûnên/ruhên hatine revandin) vegere. Fîlm ji serî heta dawiyê li ser kevneşopî, folklor, bawermendî, sembolîzm û mîtolojîya Japonya ava bûye. Karektera sereke Chihiro ji vê dinyayê tê revandin û di dinya ruhan/cinan de asê dimîne. Çîrok, li ser çend astên cûda diherike û mirovan ber bi rêwîtiyeke surreel ve dibe.
Miyazakî, di hevpevînek xwe de dibêje; di çêkirina vê fîlmê de ji armancê min yek jî min dixwest bawermendîyên kevnar û kevneşopîyan bi çanda hemdemî ve girêbidim û wan bi hevdû re bidim nasîn û lê zede bikim. ‘Di dema bapîrê min de me bawer dikir ku kamî li her derê hene -li nav daran, di çeman de, di kêzikan de, di çal û bîran de û li her derê… Qirnê min ji vê bawernakin, lê ez ji wê fikra ku di beje di hundirê her tiştî de ruhek dijî bawer dikim û qedir didim vê fikre û jê hezdikim. Divê em ji her tiştî hezbikin ji ber ku di her tiştî de jîyan heye.’[3]
Dema em li serkeftina Miyazakî û Ghîblî’yê dinihêrin em dibinin ku bi saya wan hemû cîhanê çand û mîtolojiya Japonî nas kirin e.
Bi rastî jî Miyazakî û Ghiblî bi serê xwe mijara nivîs û lêkolînen berfireh in. Lê ji bo pirsa me ya esasî ev naveroka demkurt û kin baştir e. Pirsa min ev e: ‘Mîyazakiyeke Kurdan çima tune?’ Ji Girê Mirazan bigirin heta Gilgamêş, ji Mîrza Mihemed bigirin heta Ristemê Zal bi sedan û hezaran çîrok û destanên Kurdan hene. Armanca fîlmên anîmasyonê di sînema Kurdî de divê ne tenê kevneşopî, mitos û dîrok be. Li alîyê din anîmasyonên li ser rewşa aborî û sîyasî jî divê bên afirandin û di vî warî de derfetin mezin hene. Di nav civaka Kurdan de baweriyek heye ku gelemperî anîmasyonên 2D tenê ji bo zarokan e. Ji ber vê jî qedr û qimeta fîlmên anîmasyon pir tune ye. Dema mirov li sînemaya Hollywood ê jî mêze dike, bi rêyekê çand, folklor an jî mîtolojîya hezar salan bi awayek postmodern bi fîlmên fastantîk ve tên girêdan. Ji ‘The Matrix’ bigirin heta ‘Superman’ bi sedan, mirov dikare mînakên wiha bide.
Rewşa fîlmên anîmasyonê di sînema kurdî niha çawaye gelo? Mîna li serê nivîsê jî me anîbû ziman, 2015'an de Zarok TV dest bi çêkirina anîmasyonan kiribe jî, di sala 2012'a de ji alîyê derhêner Reber Dosky ve anîmasyonek kurte-belge fîlm bi navê ‘Mijn Geluk in Auschwitz’ (Dilxweşîya min li Auschwitz) hatiye çêkirin. Fîlma ku 12 deqqe û 54 saniyeyan didome her çiqas derveyî pirsgirêken sîyasî yên Kurdistanê be jî bi rastî balkêş e. Fîlm qala serpêhatiyeke Cihûyên li Kampa Naziyan Auschwitz’ê dike.
Di sinemaya kurdî de sala 2017'an de yekem car fîlmek anîmasyonê ya metraja dirêj tê çêkirin. Fîlmê ku Bihnam Babazade, bi navê ‘Aga’ çêkiriye 60 deqqe ye û li ser Enfal û qirkirina gelê Kurd e.[4]
Li Rojavayê Kurdistanê filma yekem ya Evîn Berazî ya bi navê ‘Start Over’ (Dîsa Destpêkirin) 2021'ê hatiye çêkirin û 4 deqqe ye. Fîlm li ser wêneya dîktatorekî bi dîwar ve hatî daliqandî ye. Hemû gel vê weneyê her roj silav dike û rojekê ev wêne li ser dîwarê ku lê hatî daliqandî dizivire. Fîlm bi awayekî pêkeniyê behsa mijara dîktatoriyê dike.[5]
Mohiuddin Arslan sala 2021’arn de bi navê ‘Convoy’ (Kerwan) filmeke anîmasyonê çêkiriye û fîlm 6 deqqe ye. Mijara fîlmê dagirkeriye Tirkan û dagirkirina bajarê Efrînê ye.[6]
Derhêner Samî Kaka, bi navê Free (Azad) 2021'ê de anîmasyonek 3 deqqa dirêj çêkiriye. Fîlm piranî li ser hêza mirov, bîranîn û azadiyê ye.
Ji Rohilatê Kurdistanê Baran Mohammad Reihani bi navê ‘Heritage’ (Mîrat) 2019'an filmeke 5 deqqe çêkiriye. Mijara fîlmê ew e ku jiyana malbateke bextewar piştî demekê çawa serûbin dibe û zarokek ji bo jiyanê çawa têdikoşe.
Azad Jannati derhênerek ji Rojhilatê Kurdistan'ê ye. Fîlma wî ya bi tîpa anîmasyonê û bi navê ‘The Pattern’ (Neqşe) 2019'a de çekirî ye û 7 deqqe ye. Fîlm li ser bûyerek rastî avabûye. Mesele li ser êrişa kîmyewî ya Helepçe û bandora wê rojê li ser mahfûr çêkerekê ye.
Fîlma bi navê ‘Rojava’ 2019'a ji alîyê derhêner Emmanuel Temps, Hugo Voisin, Marion Bideplan, Guillaume Montoya, Noumi Thiriet ve hatiye çêkirin. Derhêner her çiqasî ne Kurd bin jî zimanê anîmasyonê Kurdî ye. Fîlm 8 deqqe ye çîroka fîlmê çîroka bavekî ye ku di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest daye.
Derhêner, Yunus Yildiz ‘The Hands’ (Dest) 2019'a de çêkirî ye. Fîlm 3 deqqe ye û travma zilamekî ku dixwaze ji şer bireve kiriye mijar. [7]
Fîlma Sardar Zangana bi navê ‘القطیع’ (kerî/garan) 2 deqqeyan didome û bi awayek cûda nijarperestîyê rexne dike.[8]
Derhêner Iraj Mohammadi Razini fîlma bi navê ‘باغ پادشاه’ (Bexçê Keya) 2021’an çêkiriye û 7 deqqe ye. Mijar li ser evîndareke ku zivistanê dixwaze çeng kulîlkan ji bexçê Keya bidize û serpêhatîyên wî ne.[9]
Ji Rojhilata Kurdistanê Baran M.Reihani fîlma ‘The Paintings’ (Wêne) 2018’an de çêkiriye. Di fîlmê de wênesazek heye di rewşa Guernica’yê de, cîhanê bi rengên ji hev cüda dibine û bi dixwaze bi renga rewş û portreya şer çêbike. [10]
Azad Jafarpur û Morad Haghparast fîlma ‘Director’ (Derhêner) sala 2018’an bi hev re çêkirine. Fîlm behsa çîroka derhênerekî dike ku dixwaze fîlmekî çêbike lê nikare xwe ji tengasiyan û teşqeleyan rizgar bike.
Em bawerin ku di warê pêşveçûna sînema Kurdî de, fîlmên anîmasyonê dikarin bibin hêz û motîvasyoneke mezîn. Mîna ku me di serê nivîsê de jî anîbû ziman çêkirina van fîlman ne girêdayî erêkirin an jî destûra dagirkeran e. Bi awayek azad û bêhtir nêzîkî xewn û xeyalên derhêneran derfet hene ku bên çêkirin. Lê hinek mînakên balkêş jî hene! Ango fîlmên anîmasyonê jî sedîsed ji polîtîka û sîyaseta qirêj ne azad in. Derhêner Ziba Arzhang bi fîlma xwe ya bi navê ‘Sky Sun, Tile Sun’ (Roj Ezman, ferfûr Roj-2020) tevlî 12'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a London'ê bibû û di dawî de bi sedemek pir polîtîk xwe ji festîvalê vekişand. Revebirê festîvalê Arzhang wek ‘Derhênerê Kurdistan'a Rojhilat’ tê bi nav kirin lê Arzhang vê binavkirinê mîna navkirineke cihêkarî dibîne. Dibêje ‘Hûn çima min wek Îraniyeke bi nav nakin?’[11] Em îro jî nizanin ku ev biryar ya Arzhang bixwe bû an jî bi zora dewleta Îranê ev tişt gotibû?
Li aliye din divê bazirganên xwedî hêz alikariyê bidin derhêner û anîmatoran. Mixabin rewşa nerîna me ya li hember anîmasyon û xêzkan ji nêrîna kovara ‘GOG’ê derbaz nabe. Em dixwazin li ser nameya dawî ya GOG'ê çend hevokan bi we re parve bikin. Îmam Cîcî wiha xatirê xwe ji hemû xwendevanên xwe dixwaze:
‘123 abone û 63 hebên yeko yeko hatine firotin. Di 4 hejmaran de, bi giştî ev qas hatine firotin... Ji ber vê ez ê nikaribim weşana GOGê bidomînim û mixabin ez ê bi dilekî keder, weşana dîjîtal a GOGê rawestînim... Min dît ku di van şert û mercan de, ne mimkun e ku bi karibim GOGê bi awayekî dîjîtal bidim xwendin. Ji lew re, ji bo vê ne şertên aborî ne jî yên çandî tune ne. Lê çendî ku şert û merc ev bin jî, bi ya min GOG di çanda Kurdî de îşaret bi kêmasiyeke mezin kiriye...’[12]
Helbet ev bêçaretî ne tenê bêçaretiya anîmator an jî derhênerekê ye! Di gava yekemîn de sekinandina meşa dilxwazekê ye! Her çiqas qada anîmasyonê qadeke azad û serbixwe jî şert û mercên aborî yên guncaw hewce dike.
Gelo kî dizane ku îro çend senaryo û proje li benda alikariyê man e? Bê guman anîmasyon di serdema ‘metavers’ û ‘Web3’ê de dikare bibe rêyeke nû ji bo Kurdan. Ji ber vîzyon û nêrînen teng û tirsa afirandinên marjînal televizyon û platformên dijîtal yên Kurdan di nav xetimandineke mezin de ne. Helbet her tişt ne girêdayî afirandina hûnera civakî ye. Pirsigirêken civakê ne tenê bi hûnerê tên çareserkirin. Lê belê divê kêm jî neyê dîtin. Li nav Kurdan keseke wek Miyazakî derkeve dikare Kurdan li gel hemû pirsgirêkên Kurdistanê bi cihanê bide nasîn. Çîrokên şer, berxwedan, zilm û têkoşînê ji bo gelên cîhanê ne mijarên hêsan û sivik in. Di nava van çîrokan de gelên cûda jî wê xwe û dîroka xwe bibinîn.
Em dîsa dubare bikin: Hunermend nikare xwe ji pirsgirêkên civakî dûr bixe; ji aliyê ontolojîk ve jî ev ne mimkûn e! Divê bibin çav û zimanê civakê. Ez bawerim xebatên li ser xweza, mîtos, destan û çîrokên Kurdewar di karin xwe li nav warê animasyonê ji ava bike û rê û rêbazên nû derbixe holê. Lewra çîrok û mitos bi saya qalkirin û hevparkirinê dijîn û li tevahiya cîhanê belav dibin.
Jêrenot
[1] Colin Odell and Michelle Le Blanc, Studio Ghibli: The Fîlms of Hayao Miyazakî & Isao Takahata (Kamera Books: 2010), 11.
[2] Ibid., 19-38.
[3] Kieran Fisher, ‘The Folklore That Inspired Studio Ghibli’s ‘Spirited Away’,’ FSR, 18 July 2020. https://fîlmschoolrejects.com/spirited-away-folklore-inspirations/
[4] https://www.rudaw.net/turkish/culture/07092017
[5] Festîvala fîlmên Kurd ya Hambûrg ê
[6] https://www.slemanifest.com/#/
[7] Arşîva Ferhan Sterk û LKFF
[8] https://www.slemanifest.com/#/movie?id=195
[9] https://www.slemanifest.com/#/movie?id=207
[10] Arşîva Ferhan Sterk û LKFF
[11] https://www.tehrantimes.com/news/460293/Iranian-movies-pulled-from-London-Global-Kurdish-Fîlm-Festival
[12] https://www.gog-weneroman.com
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →