Sedsalîya Serhildana Şêx Seîd û Lehengê Efsanevî Ferzende Beg
Ercan Aras

ferzende
Rêzga pêşîn ji yalê çepê ve: Xalis Beg, Ihsan Nuri Paşa û Ferzende Beg.
(Ji arşîva Sedat Ulugana)

Di salên 1920an de Imparatorîya Osmanîyan bi dawî dibû û di binê rêvebirîya Jonturkan û Ittiht Terakî de dewleteka nû derdiket holê. Bêguman Junturk ji îdeolojîyên Evrupî û bi taybetî jî ji îdeolojîya avakirina dewletên netew (nation state) tesîra xwe girtibûn û dixwestin bi taybetî li ser fikra nijadperstîyê bimeşîn. Di heman demê de demokrasî, sosyalîzm, komunîzm û sekularîzm jî fikrên nû bûn. Van fikranan li ”Ciwankurdan” jî tesîr kiribûn. Wek nimûne Malbata Bedirxan Paşa, mebûsên wek Yusuf Zîya û gelek leşkerên wek Xalit Begê Cibirî û Ihsan Nûrî ji van fikrên ”modern” tesîra xwe hilgirtibûn. Kurd bi giştî, di dema şerê dinyayê yekemîn û di şerê ”azadîya” Tirkîyê ya li hember yûnanîyan de bi Jontirkan ra tevgerîyan. Yanê Tirkîya modern bi alîkarî û razîbûna kurdan ve hate damezirandin.

Lê di heman demê de kurd, gelek pêşîya vê, dest bi fikirandinên netewî kiribûn û di vê rîyê da karên balkêş jî dikirn. Sedema fikirandinên kurdan bê guman gelek helwestên Ittihat Teraki yên neteweperestî bûn. Di vê rîyê de wan gelek gav davêtin û eva jî dibû sedemên nerazîbûnên kurdan.

Bi dawîkirina alayên kurdan di salên 1918an de, ji kurdan re bû hişyarbûneke mezin. Wê demê rus ji erdê Osmanî vekişîyabûn, ermenî jî ji welêt hatibûn revandin û kuştin. Edî pêwîstîya Ittihat û Terakî bi alayên kurdan nemabû. Berevajî, ev hêz li hember pilanên xwe yên netewî wek xeter didîtin. Lewra hemû alayên kurdan bi dawî kirin, ku ev jî bû destpêka gelek nerazîbûnan. Lewra, dema Mistefa Kemal di sala 1919 an de xwendina Xalit begê Cibirî ya kongreya Erzurumê kir, ewî beşdarbûn qebûl nekir û di bersiva xwe da Mistefa Kemal li hember fikrên Ittihat Terakî yên neteweperest rexne kir[1]. ”Ji sedemên ku eşîra min di şerê hember rûsan de gelek perîşan û penaber bûne, ez di alîkarîya wan de tevdigerim û lewra nikarim beşdarê kongreya Erzurumê bim”, digot Xalit beg di nameya xwe da.

Wê demê kurdan, hêdî hêdî di bin tevgera Kürt Teali Cemîyetî û serokê wê Seyid Abdul Qadir de ji bo doza kurdan dest bi xebatan kiribûn û li ser rewşa nû difikirîn. Bi taybetî serhildana Koçgîrîyê ya 1921an bi tesîra vê rêxistinê derket. Lê dema ku cemîyet di sala 1921an de hat girtin ev bû sedemê damezirandina rêxistinên veşartî. Rêxistina Azadîyê jî herwaha bi vî awayî derket holê. Lê zemanê damezirandina vê rêxistinê bi awayekî rastî nayê zanîn. Li gor hinek fikran ew di sala 1921an de, di bin serokatîya Xalit Begê Cibirî da hat damerzirandin[2]. Lê li gor hinek fikrên din jî, damezirandina Azadîyê derengtir e, sala1924 e.

Tê zanîn ku endamên Cemîyeta Tealî ya Kurdî (Kürd Tealî Cemîyeti) li ser du fikrên cûda dimeşîyan; yên ku Azadîya Kurdistanê dixwestin û yên bi fikra berdewama sîstema berê, bi tirkan re. Lê wek di nameya Xalit Beg ya ji Mistefa Kemal de jî tê ziman; di despêkê de kurd alîgirê cûdabûnê nînin, ev fikra Ittihar Terakî ye. Xalid Beg bi awayekî vekirî alîgirê sîstema berê û berdewama gelan ya lirêvebirina di bin sîdara îslamê da ye. Herwaha fikrên Ittihat Terakî wek cûdakar dibîne û rexne dike. Her çendî rewşenbîrên kurd yên ku cûdakarî dixwestîn hebûna jî, bi giştî dikare were gotin ku hewildanên kurdan yên azadîyê, pey ku hêvîya wan ya Ittihat Terakî nema, derket holê. Karên Azadîyê herwaha di bin van şert û mercan de dest pê dike. Pey damezirandina Komara Tirkîyê û peymana Lozanê ya sala 1923 yan, mecala kurdan ya ji bilî cûda bûnê nema. Yan wê nasnameya xwe wek netewa tirk qebûl bikirana, yan jî wê ji xwe ra rêyeka cûda bidîtana. Pêvajo herwaha, wek tê zanîn, bi serhildanên wek ya Şêx Saîd û dû ra jî ya Agiryê bi encam bû.

Her çendî paşayê Osmanî Vahdettin, wê demê bi alikarîya propaganda rêxistina Ittîhat û Terakî ve, ji alîyê gelek kurdan ve jî dihate rexnekirin, lê qewitandina wî di sala 1922an de bû sedemên gelek nerazîbûnan di navbera kurdên oldar de. Lê kurdên xwende (mekteblî) wek mayînên civakê ber qewitandina paşa nediketin. Lewra eva dibû sedemên gelek gotûbêjan di navbera kurdên konservatîv û yên xwende da jî. Tê zanîn ku di van deman de gotûbêjên pir bi alav di navbera Şêx Seîd û Xalit Begê Cibîrî, ku wê demê serokê alaya leşkeran ya Erzurumê bû, derdiket. Şêx Seîd daxwaza serhildanekî dikir (kiyam), lê dibe ku Xalit Beg ev helwest zû didît[3].

Ev niqaş û cûdatî, di heman demê da despêka sosyolojîyeke nû bû, ku xwe di civaka kurdî de nîşan dida. Yanê cara yekem bû, ku du cûda xwendeyên kurd derketibûn holê. Heya wê demê kesên xwende ji medresan û ji perwerdeya olî derdiketin û ji civakê ra rêberî dikirin. Lê pey ku Mektebên Eşîretan (Mekteb-i Aşiret-i Humayun) di sala 1892an da ji alîyê Evdilhemîdê duyemîn va hatin lidarxistin û gelek zarên serokeşîrên kurdan dest bi perwerdeya modern kirin, pey 20 salan ev bû sedemê hinek pirsgirekan. Heya wê demê melle û şêx di rêvebirina civakê da bi serê xwe bûn, lê naha ji wan ra hevpar derketibûn. Eva jî dibû sedemê gelek alozîyan. Ev pirsgireka herwaha xwe di kilam û folklora kurdî da jî nîşan daye:

Rakirine fermana Şêxan û Mellan.

Dibêjin bigirin derê mizgeftan û medresan.

Qanûna me bûye qanûna Nigalo[4] û çend teresên mekteblîyan.

Hêvîjikestina Kurdan û Despêka Serhildanan

Ji peymana Lozanê vir ve, hêvîya kurdan ya sîstema berê ji holê rabibû, lê heya çê kirina makezagona 1924an dîsa jî hêvîyeke bi statûyeke xwelirêvebir (muxtarîyet), ku Mistefa Kemal soz dabû hebû. Lê dema di makezagona nû de ev hêvî jî vala derket, pilanên kurdan yê serhildanê derkete asteke bilind. Di heman demê de rakirina Xelîfetîyê ev fikra yek car alav kir.

Ev herdû bûyeranan ji bo ”Ciwankurdan” jî bûn sedemên hişyarbûneke nû. ”Birayên” wan yên tirk, ku bi fikrên Evrûpî û modern, wê di Tirkîyê da ji her kesî ra demokrasî bianîyana, ji gotin û sozên xwe vegerîyabûn û biryara damezirandina dewleteke bi rengê netewa tirk dabûn. Tirkîye, di bin serokatîya Mustafa Kemal de û bi gavên xurt ve berbe neteweperestîyê û diktatorîyê diçû.

Bi rastî her çendî bi rengên cûda be jî, ev pêvajoya heya dema îro jî berdewam kirîye û ne gelek guherto çêbûye. Bi giştî, netewe-perestî û dîktatorî ya salên 1920-30 ku ji fikrên faşîsmê jî îlhama xwe digirtin, li gelek welatên Rojhilata Navin diqewimîn. Wek nimûne; Pan-Iranîsm wek reyaksîyoneke Pan-Turkîsmê derket hålê. Tirkîyê gelek milletên Iranê yên bi netewa tirk, wek azerîyan, li hember dewleta Iranê kişkiş dikir û dixwest bandora xwe li ser wan bipejirîne. Eva jî wek Pan-Iranism reyaksîyon nîşan dida. Pan-Arabîzm jî; ji xwe berî şerê dinyayê yekemîn, li hember Osmanîyan, bi destên îngilizan ve hatibû damezirandin û bi Pan-Turkizmê re paralel dimeşîya. Herwaha pêvajoya netewe-perestîya ereban, eceman û tirkan li hember hevdû û ji kurdan azade dest pê kiribû, lê berdewama jîyana xwe li hember kurdan û daxwazên wan dadmezirand.

Herwaha fikrên Ittihat Terakî yên neteweperest, qewitandina Siltan, rakirina Xelîfetîyê û çêkirina makezagona 1924an, ku bi her awayî hebûna kurdan înkar dikir, bûn sedemê destpêka serhildanên kurdan. Kurdên konservatîv (oldar) ku heya wê demê li hember sîyaseta Jontirkan gelek aciz bûn, daha jî nikaribûn ber xwe bidana û wek bombekî teqîyan. Serhildana Şêx Seîd herwaha, li ser vê bingehîyê, bi nişkê ve û bêpîlan derket holê. Dibe ku evê ber serhildaneke daha bi rêk û pêk, ya ku Xalit Begê Cibirî amade dikir, girt. Dibe ku nerazîbûna Şêx Seîd û kesên derûdora wî, pilanên Azadîyê yên dizî ve jî, eşkere dikirin[5]. Eva jî di sala 1925 an de bi binçavkirin û girtina Xalit Beg û Usiv Zîya Beg va bi encam bû.

Pêvajoya Destpêkirina Serhildana Şêx Seîd!

Di derbarê despêkirina serhildanê da, em gelek agahiyên baş ji katibê Şex Seid, Fehmîyê Bîlal hildidin. Ahmed Tigris û Baki Kaymak di pirtûka xwe ya bi navê ”Katibê Şêx Seîd-Fehmîyê Bîlal” da karekî gelek baş kirine û her çiqas ji devê yekemîn nebe jî, gelek agahîyên Fehmîyê Bîlal yên hurgilî di derbarê destpêkirin û têkçûyîna serhildana Şêx Seîd da pêşkêşî me dikin.

Pey girtina serokê rêxistina Azadîyê, Xalit Begê Cibirî û di dû ra jî Usiv Zîya Beg, du alayî leşker ji bo girtina Şêx Seîd ji Erzurumê diçin Xinûsê, bajarê ku êw lê dijîya. Qaymeqamê Xinûsê ji Şêx Seîd ra nameyekî dişîne û wî xwendinê nimêja înê dike. Di wê demê de qumandarê alayîya leşkeran ya ku ji bo girtina Şêx Seîd hatibû, li gundê Taşkesenê armanca xwe ya girtina Şêx Seîd eşkere dike. Dema gundî vê dibihîzin, merivekî dişînin cem Şêx Seîd ku ewî bi pilana dewletê ya girtina wî bihesînin. Dema ku Şêx Sîd ji pilanên dewletê hayedar dibe, ji Xinûsê dûr dikeve û berbe başûr ve diçe. Di wê rêwîtîyê de gelek mirîdên wî û axayên eşîran li dora wî tov dibin û dest bi planên serhildanê dikin. Ji ber ku di wê demê de serokên rêxistana Azadîyê, Xalit Begê Cibirî û Usiv Ziya girtî bûn, Şêx Seîd ji bo şêwirmendîyê nameyekî ji rêvebirekî Azadîyê yê din, Doktor Fuad re dişîne Dîyarbekrê. Kesê kû nameyê dibe jî Fehmîyê Bîlal e. Li gor wî; doktor Fuad radigihîne ku, ji sedemên zivistanê, gere kesên derûdora Şêx Seîd bi lez û bez belav bin û herin malên xwe. Gere Şêx Seîd jî here Sîwanê û heya dema baharê xwe li gundkî çîyê veşêre. Şêx Seid qebûl dike û herwaha her kesên der û dora wî belav dibin. Lê ji bo ku gelek kesên li wan deveran ji bo mêvantîya Şêx Seîd îsrar dikirin, ew gelek dereng dikeve ku here gundên çîyê. Dema ku ew li gundê Piranê, cem birayê xwe Şêx Evdirrehîm mêvan bû, qeflek leşker tên gund û daxwaza radestkirina pênc merivên ku dewlet lê digere dikin. Dema ku Şêx Seid radestkirina wan kesan qebûl nake, şer derdikeve û leşker tên kuştinê. Herwaha serhildana Şêx Seîd, bê pilan û bi awayekî spontane, di demeka gelek sar, di 14ê meha Sibatê sala 1925an de dest pê dike û mehekî didomîne.

Di dû ra derket holê, ku kesekî nêzîkî Şêx, Bînbaşî Kasim, pilanên Şêx Seîd raporê dewletê dikirin. Û herwaha dibe ku derketina serhildanê li gor pilana dewletê, di dema zivistanê da hatibe provoke kirin. Di dû ra, Bînbaşî Kasim di bîranînên xwe de, serhildana Şêx Seîd wek fikrekî paramayî tîne dibîne û çalakîyên xwe wek erenîya kurdan û tirkan tîne ziman[6]. Lê bi gelek şêweyan dîyar e ku Bînbaşi Kasim leyîstikeke du alî dileyîst. Heger serhildan bi ser biketa wê derbasê yalî kurdan bibûya, lê ser neketa jî, bi raporkirinên xwe ve cîhê xwe li yalê dewletê saxlem dikir.

Di derbarê serhildana şex Seid da Enver Beg (Birazîyê Ferzende Beg) gelek agahîyên taybet di derbarê têkilîyên Şêx Seîd û kalkê xwe Silêmanê Ehmed da got:

”Dema efendî (Şêx Seîd) tê cem kalkê min Silêmanê Ehmed û behsa planên serhildanê dike, kalkê min van planan rast nabîne. Ew dibêje ”Heyran ji dewletan re dewlet lazim e. Ka hema Milazgir û Mûş nîne; şervanên Hesenan dikarin bi hêsanî van deveran bistînin. Lê gere heya Dîyarbekirê were standin, eva jî ne hêsan e, bi van sîlahên di destên me da nabe. Naha dema xwendinê û qelemê (pênûs) ye, dema şûran û gullan çû. Hukmê qelemê ji yê gullê zêdetir e. Li gor min gere kurd zarên xwe bidin xwendin û bi hukmê qelemê xwe li rê bibin, bi hukmê gullê em bi ser nakevin””.

Bê guman eva fikra Silêmanê Ehmed, girêdayî zanyarîya wî ya karên leşkerî bû, bo ku Silêmanê Ehmed bi rutba leşkerî ya serbazîyê (Binbaşı) ji ordîyê derketibû û dest ji leşkerîyê berdabû. Lewra ewî dizanibû, ji bo serkeftinekî gere çek û hêzên bi perwerdeya leşkerî hebin. Her çendî pisporîya kurdan ya şeran hebuya jî, ew bi giştî xwedîyê rêzan û bîra leşkerî nebûn. Bi taybetî serhirldêrên Şêx Seîd ji mirîdan pêk dihatin û gelekên wan şer jî nedîtibûn. Katibê şêx, Fehmîyê Bîlal jî van kêmasîyan di bîranin xwe de bi awayekî vekirî tîne ziman û evê wek sedemên neserketinê yê mezin nîşan dide[7].

Lê her çendî Silêmanê Ehmed serhildanek rast nedît jî, dema ku serhildana Şêx Seîd dest pê kir, ew û malbata wî bi awayekî xurt beşdar bûn. Devera Milazgir û Kopê ji alîyê hêzên Hesenan û Zirikan ve hat standin. Silêmanê Ehmed bû qaymeqaymê Milazgirê, Xalit Begê Hesenî jî bû qaymeqaymê Kopê. Şêx Elî Riza (kurê şêx Seîd) jî Varto bi dest xist. Bi wî awayî serhildan di Serhedê da dest pê kir û berbe Dîyarbekrê berdewam kir. Pey ku serhildan li Dîyarbejrê têk çû şêx Seid car din zivirî devera Mûşê ku tevî Hêzên Hesenan û Zirikan ve derbasê Iranê be. Lê binbaşî Kasim Şêx Seîd radest kir û da hêzên dewletê. Dema ku girtina Şêx Seid eşkere bû, malbata Silêmanê Ehmed, Xalit Begê Hesenî, Keremê Qolaxasî (ji torina Zirikan), bi tevê eqrebayên Şêx wek kurrê wî Şêx Elî Riza, biryara derbasbûna Iranê dan. Li gor bawerîyan hêjmara wan dor sêsed kesî bû. Ji bilî şervanan, zar û jin jî hebûn.

Koça Serhildêran ya Îranê

Ev rêwîtîya, ku bi bawerî di nîvê meha Adarê ya 1925an de dest pê kir û ku ji devera Mûşê heya sînorê Makuya Iranê domîya, bi zor û zehmetîyên herî mezin derbas bû. Serhildêr dixwestin herin cem Simko (Simail Axayê Şikak) li devera Urmîyê. Lê ji sedemên dijmintaya di navbera eşîra Hesenan û Heyderan de, koma serhildêran nikaribûn di rêya nêzîk û hêsan, ya bakûrê gola Wanê re herin Iranê, ji bo ku ev herema Heyderan bû. Di dewsê de, ew berbe jor çûn û di rêzeçîyayên Qertewîn, Eledax û Tendûrekê ra gihîyan tixubê Iranê. Ji sedemên şopgerandina leşkeran ew her dem di çîyayên bilind ra diçûn, lewra serma dijminê herî mezin bû. Gundîyên ser rê, ji tirsa leşkeran serhildêr xwedî nedikirin û gelek caran li hember serhildêran şer jî dikirin. Bi serhildêran re gelek jin û zarok jî hebûn. Eva, rewş yek car zor û zehmet dikir. Ji destê birçîbûnê ew mecbûrê xwarina hespan dibûn. Bi vî rengî, ev rêwîtîya gelek dijwar di navbera gel da bûye efsaneyeke mezin û bi serê xwe dikare bibe mijara gelek pirtûkan. Gelek jî kilam li ser van bûyeran hatine gotin. Di kilameka gelerî da, dijwarîya vê rêwîtîyê, birçîbûn û kuştin bi vî awayî diramatik tê ziman:

Evdal bi sê dengan li Kerem bang dikir, Kerem dingê xwe nekir.

Herdik Berxên mala Evdalê Mistefa Begê li jora konan şêwir û mişewre kir.

Ya ku sala îsal hatîye serê berxê mala bavê min li hewşa kafirê Emirtûman bi hêsîrî,

Bira neyê serê Eyîbê kurmexwarî, kurman canê wî tarûmar kir.

Heyfa min nayê bi kuştina Evdal û kerem bi hêsîrî,

Heyfa min tê wê heyfê, zivistana bargiran bû, min bi çavên serê xwe dit,

Ferzende bi destê Besrayê digirt û diçû derê Birê Ehmê, xwedî nekir[8].

Wek ku di kilamêde bi awayekî wêjeyî jî tê ziman, gundîyan serhildêr hilnedidan malên xwe û nan jî nedidane wan. Dema biçûya guhê leşkeran, ku gundekî nan daye serhildêrên Şêx Seid, ew gund dihate şewitandin û ew însanan jî dihatin kuştin.

Li devera Makûyê, dema ku ewê derbasî Iranê bibûyana, leşkerên Iranê ji serhildêran çekdanîna wan xwestin. Lê şervanên wek Ferzende Beg û Şemseddîn (kurê Xalit Begê Hesenî) razî nebûn ku çekên xwe daynin. Ew dem bavê Ferzende Beg-Silêmanê Ehmed, Xalit Begê Hesenî, Keremê Qolaxasî û Şêx Eliriza çûn oda feramndarê leşkeran û di derbarê çekdanînê de gotûbêj kirin. Li gor gotina Şêx Elîriza, ew li hev hatin ku çekên giran daynin lê sîlehên sivik wek demançe li cem xwe bihêlin[9]. Dema ku Şêx Elîriza derket derva ku vê biryarê ji kurdan re bêje, guleyek teqiya û di dû ra jî îranîyan kurd gulebaran kirin. Beriya vî, di heman dema ku gotûbêja li ser çekdanînê dihate kirin, li derva jî alozî di navbera kurdan û leşkerên îranîyan de derket. Ji sedemekî ku ne dîyar e, leşkerên îranê li şêx Qasim xistin û heqaret kirin. Dema ku kurdan jî bersiva vê heqaretê dan leşkeran kurd gulebaran kirin.

Di vê gulebaranê de serokên wek Silêmanê Ehmed û Keremê Qolaxasî bi tevî 36 kesan hatin kuştin. Gelek kes jî birîndar bûn, Ferzende Beg jî di nav de.

Bi vê re jî di derbarê Ferzende Beg da kilama herî navdar hat çêkirn:

Besrayê bi sê dengan bang dikir û digot;

Ferzende, te digot ez Ferzende me;

Bave Elfesya, sîyarê Eznaawir,

Di ordîya çaran da mêr di ser min ra tunene.

Ferzende digot; Besrayê, agirê kulê di mala bavê te ketê.

Eva ne şerê Sipikan e, ne şerê Cibiran e, ne şerê Heyderan e.

Eva ne şerê heft bavên eşîran e.

Şerê ecemên beşincî mezhep, bê dîn u bê îman e.

Li ser serê me girmînên topan, girînên tometîkan û makînelîyan e.

Di êvar de nade me tu molet û tu eman e.[10]

Çîroka Ferzende Beg

Ferzende Beg di nava gelê kurd de bûye efsane. Sedemêkî mezin, ku ew di gelek kilamên kurdî û çanda folklorîk da wek lehengekî mezin derdikeve pêşberî me. Di zarokatîya min vir de, min her dem navê Ferzende Beg di dîwanên dengbêjan de, di gotûbêjên mezinan de dibihîst. Lehengîya wî ji alîyê gelek kesan ve dihate rojevê. Dema ku dengbêjan kilamên li ser Ferzende Beg digotin, her dem axînek di nava guhdarvanan de derbas dibû:

  • Wey mala minê.
  • Mala min şewitî ji mêran re.
  • Şêrê ji şêran.
  • Mêrekî awha car din nayê dinyayê.
  • Beranê çargurçik…

Gelo çima kurd Ferzende Beg ew qas hez dikin? Çima ew qas kilam di derbarê wî de hatine çê kirin? Efsanebûna wî ji ku tê? Herwaha ez her dem di meraqa Ferzende Beg da bûm û min xwest ez wî bi nêz ve nas bikim. Lê mixabin ne gelek agahîyên nivîskî di derbarê Ferzende Beg de hebûn û yên ku hebûn jî gelek caran bi şaşitî hatibûn nivîsîn. Gelek bûyer, dem û şexis dihatin tevlihevkirin. Bi vî awayî ez di sala 2021an de çûm Kurdistanê û dest bi şopgerandina Ferzende Beg kir.

Ferzende Beg, dor salên 1885an de, li gundê Kêranlixê, navçeya Milazgirê, girêdayî bajarê Mûşê tê dinyayê. Bavê wî Silêmanê Ehmed, di nava gel da pir dihate hezkirin, lewra di kilamên dengbêjan de jî her dem wek ”şekirê maqûlan” tê blêvkirin. Ji malbatê re ”Mala Emer”tê gotin û torina eşîra Hesenan in. Eşîr, bi giştî li derûdora çîyayê Sîpanê bi cih bûne û di dîroka kurdan de rolekî gelek girîng leyîstine. Wek nimûne, di dîroka modernd de jî, bi damezirandina alayên Hemîdîyê ve, Hesenan pênc alayî dadmezirandine û li hember rusan û ermenîyan şer kirine. Bavê Ferzende Beg, Silêmanê Ehmed, bi rutbeya Binbaşî ve di van şran de cîh girtîye. Herwaha Ferzende beg jî di emrê ciwan de, di van şeran de cîh girtîye û bi rastîya şer ve rû bi rû bûye. Bê guman lehengîya Ferzende Beg di van deman de xwe nîşan dide û di çêbûna karakterê wî yê hişk da roleke mezin dileyîze.

Di bahara sala 2021an de ez çûm Milazgirê ji bo cîhên ku Ferzende Beg lê hatîye dinyayê bibînim. Bi giştî devera Milazgirê cîhekî gelek xweş e. Çîyayê Sîpanê, çîyayê Qertewîn, nêzîkbûna gola Wanê û herwaha hebûna golên wek Qazgol û gola Nazûkê, vê deverê dike koşeyekî cinnetê di Kurdistanê de. Gundê Ferzende Beg Kêranlix jî gundekî pir şirîn li bakûrê Sîpanê dikeve. Lê berî serhildana Şêx Seid, ji bilî Kêranlixê gelek gundên wan hebûn, yanê malabateke dewlemend bûn. Pey serhildanê malbat belav bû û gundên wan jî ketin destê însanên din. Naha eqrebayên Ferzende Beg li Kêranlixê nemane, ew li gundê Hesê dijîn. Lê xirabeyên mala wan ya kewn hin jî hene. Dîwarek hin jî ser xwe maye û wek Ferzende Beg înat kirîye hilnaşê. Ez gelek kêfxweş bûm dema min ev dîwar dît û çend wêne girtin.

Lê her çendî ev devereke gelek xweş be jî, zor û zehmetî her dem dijîn. Pirsgirekên sîyasî gel kiribûn binê barên mezin û bi taybetî li ser jîyana gel ya aborî û civakî tesîrên mezin kiribû. Ne gelek ciwan di gundan de hebûn, Kêranlix jî di vî halî da bû. Nexweşîya Koronayê ku di sala 2019an de li Çînê derketibû û bi hezaran meriv kuştibû, li van deverên Kurdistanê jî tesîrên gelek xeter kiribû. Gel bi tirs dijîyan û her kes bi maskeyan digerîyan. Zahayîya ku wê salê hebû gel yek car perîşan kiribû, ew bê hevî dikirin. Li gelek deveran jî leşker serê rêyan girtibûn û nasname kontrol dikirin.

Sed sal berî wî, komkujîya ermenîyan û şerê dinyayê yekemîn wek ejderhayekî di ser vî gelî ra derbas bibû û gelek mirin û koçberî çêbibû. Sed sal di dû ra, mixabin rewşa kurdan gelek baştir nebû. Lê dîsa; ez bi hatina vî welatî, bi naskirina eqrebayên Ferzende Beg gelek kêfxweş bûm. Sed sal berê, komeke mezin ji vê deverê rabûn û berbe Iranê koçber bûn. Ez jî ketim wê şopê û min çîroka wan însanan ji gel guhdar kir. Eva jî di sala 2023 an de bi pirtûkekî bi encam bû. Di vê rêwîtîyê de min li her deveran efsaneya Ferzende Beg dît. Gelek balkêş bû ku hemû xwedî û hemwelatîyên Ferzende Beg behsa başbûn û mitewazîbûna Ferzende Beg ya ciwanîya wî dikirin. Bi wî awayî ez fêr bûm ku Ferzen Beg, ku bi sertbûna xwe ve di nava gel da hatîye naskirin, di ciwanîya xwe da bêtir milahîm û însanekî nerm bû. Ev jî tê wê wateyê ku şer û zehmetîyên wê demê yên gelek dijwar Ferzende Beg pêwîstê hişkbûnê kiribûn.

Di şerê dinyayê yekemîn da, Ferzende Beg bi hemû malbat û eqrebayên xwe ve li hember rûsan şer kirin û di vê rîyê da zirarên pir mezin girtin. Bi giştî, li devera Kurdistanê, kurd bi serê xwe parastina dewleta Osmanî dikirin, ne gelek leşkerên dewletê hebûn. Di kilama “Bavê Lalo” de serpêhatîyên vê malbatê yên dijwar bi awayekî epik tên ziman:

Gulê digot; Perîzadê rebenê, mala me mala mêran e.

Konê mala Emer sertacê konan e.

Şehînîyên manegîyan, dengê egîtan û efrîtan e.

Sofî Hesen, sîyarê Gewro mezinê me hemûyan e.

Cîhê Fetê Curnal e, Ezhedî Xêlit û Riza, bira serê xwe rakin li Mûşa şewitî, li Xirbereşkê,

Cîhên wan kendalê axan e.

Kazim girtîyê qereqola Emirtûman e.

Evdilbaqî li cem şêxê Borîzan e.

Ferzende girtîyê dest ecemê kelan û keviran e.

Sertîf[11] li çîyayê Şavêrdin bi du gulên domdomê birîndar e, kes dewsa wî nizane.

Sêvdîn û Koro va li Noredînê, ji destê tunebûna male dinyaligê bûn gavan e.

Qolordî bi tevê Eli Heyder[12] va li derê diwana bavê Lalo peya bûne,

Ji piçûkan heya mezinan li toximê mala Emer kire qesapxane.

Mala min[13]

Bavê Lalo jî, Sertîfê kurê Fetila Begê ye. Fetila Beg di şerê dinyayê yekemîn de, serokê alayeka Hesenan ya Hemîdîyê bû. Di dema şer da ew birîndar bû û bi mayînên malbata xwe ve berbe başûr koçêber bûn. Her çendî kurê wî Sertîf beşdarê serhildana Şêx Seîd nebû jî, komek leşker ew li gundê wî Dignûgê binçav kirin ku wî bibin Kopê, lê di rê da ew kuştin. Bi vî re jî kilama Bavê Lalo ya gelekî bi nav û deng, ku li jor hat behskirin, ji alîyê dengbêjan ve hat çê kirin.

Lê dijmintaya di navbera mala Emer û dewletê de, berî vê bûyerê, dor sala1924 an dest pê kir. Dema komek leşker bi yûzbaşiyekî xwestin Şêfiqê kurê Sofî Paşa bin çav bikin, şer derket û Şêfiq hat kuştin. Birayê Şefiq, Evdilbaqî jî ajot ser leşkeran û Yûzbaşîk kuşt. Ev bû despêka gelek şerên din, ku Ferzende Beg jî beşdar bû. Şerê herî naskirî jî yê ku li gundê Kêranlixê derket. Dîsa di kilaman da buyer bi awayekî epîk tê ziman:

Wey axayo şerekî li me çê bû li Kêranlixê li ber dîwanê.

Ferzende, bavê Elfesya, sîyarê Eznawir, ji bo şer xemilî û derkete meydanê.

Gazî dikir li komên Hesenan digot; Misto Kemal bi tevê Ismetê ker va dibêjin,

Emê ji korta Milazgirê heya devera Bazîdê jê bikin serê Kurdan û yasax bikin xwendina quranê.

Lawo, rabin emê ji bo namûs û şerefan xwe şerekî çê bikin,

Bira navê me belav bibe li welatên ejnebî, emê berê xwe bidin welatê Iranê[14].

Serhildana Agirîyê

Pey derbasbûna Iranê û şere li Makûyê, Ferzende beg bi tevî gelek kesên din çû cem Simko (Simail Axayê Şikak). Li wir ew bi hêzên Simko re li hember Iranê jî şer kirin. Lê dema derfeta sekinandina li Iranê nema. Ferzende Beg derbasê Kurdistana Başûr bû. Di heman demê de, di îlona 1925 an de Şark Islahat Planı (Pilana Islahatkirina Şerqê) ji alîyê rêvebirina Ankara ve derket, ku tê da biryara; rêvebrina herema Kurdistanê bi isûla awarte û koçkirina rêvebirên kurdan ya rojavayê Tirkîyê hat danîn. Bi vê re jî çiqas rêvebirên kurdan hebûn, hatin sirgûnkirin.

Biroyê Hesikê Têlî, ji bajarê Bazîdê bû û kesayatekî ku di dema şerê dinyayaê yekemîn de gelek tekoşîn kiribû û di nava gel de wek mêrxasekî hatibû naskirin. Ewî pey şer li bazîdê dikan vekiribû û karsazîtî dikir. Lê ew hayedar bû ku navê wî jî di nava kesên sirgûnkirî de heye. Ew jî wek gelek kesên din ku dihatin sirgûnkirin, beşdarê serhildana Şêx Seid nebibû, lê dîsa jî dihate sirgûnkirin. Bro, ev wek xîyaneteke mezin dit û bi gelek eqrebayên xwe ve derket çîyayê Girîdaxê. Bi vî awayî serhildana Gridaxê jî dest pê kir û gelek kesên naskirî yên wek Xalis Begê Elmecîd Begê, Temirê Şemskî, Şex Evdilqadir, Şêx Zahir û Nûman Efendî jî hatin li Girîdaxê bi kom bûn.

Dema ku Ferzende beg ji vê hayedar bû, ew jî di sala 1926 an de ji başûr hat Girîdaxê. Ihsan Nurî paşa jî di sala 1927 an de hat û bi pêşengîya Xoybûnê ve Komara Agirîyê hat avakirin. Heya ilona sala 1930 yî jî wek komareke serbixwe berdewam kir.

Kor Hisêyn Paşayê Heyderî bi tevê zarên xwe ve, di sala 1928 an de ji devera Qeyresîyê derbasê Kurdistana rojava bûn û bi alikarîya Xoybûnê xwestin derbasê Girîdaxê bin. Kor Hisên paşa di rê da ji alîyê Medenî Begê Mûsa Beg ve hate kuştin, lê kurên wî Memed Beg û Nadir Beg gihîştin Agirîyê. Bi hatina wan û beşdarbûna gelek şervanên Heyderan ve hêza Komara Agirîyê zêdetir bû ku wan di sala 1930 yî da biryara êrişeke mezin û bi giştî dan.

Herwaha gelek rêvebir û eşîrên kurd ku ji sedemên îdeolojîk nikaribûn di dema serhildana Şêx Seîd de werin ba hev û ku hinek caran dijmintaya hevdû jî dikirin, li Agirîyê hatin ba hev û dest bi tekoşîneke hevbeş kirin. Li ser vê bingehê dikare were gotin ku: Di dema modern de, serhildana Agirîyê despêka bingeha fikra netewî ya kurd e.

Wek li jor jî hat behskirin, di pêvajoya berî serhildana Sêx Seîd da jî gelek kurdên entelektuel û rêber ji fikra Ittihat Terakî ya neteweperest aciz bibûn û ji xwe re ketibûn nava fikirandinên netewoarastina kurd. Lê bi Şark Islahat Planîyê ve, gelê kurd bi berfirehî ji cûdakarîya rêvebirina Ankarayê hayedar bûn. Lewra serhildana Agirîyê bi rastî despêka fikreke kurdî ya netewî bû. Cara yekemîn bû; ku kurd cûdatîyên wek eşîrtî û olî dane alîkî û li gel hev di qada şer de cîh girtin. Ev riha di serhildana şêx Seîd de nebû. Herwaha bi wî rengî, eşîrên mezin wek Heyderan û Sîpikan ku beşdarê serhildana Şêx Seid Nebûn, di ya Agirîyê de hatin ba hev.

Li ser vê rastîye: Serhildana Şêx Seîd bidawîbûna dîroka kurdan ya kewn ya dema Osmanî ye. Serhildana Agirîyê jî despêka dîroka kurdan ya modern e.

Efsaneya Ferzende Beg û dawîya jîyana wî

Herî zêde di serhildana Agirîyê de Ferzende beg derdikeve pêş û efsaneya wî di nava gel da belav dibe. Li Agirîyê Ferzende Beg dibe mêrxasekî mezin, kîndar û bê eman. Ji şerekî derdikeve û dikeve şerekî din, gelek caran birîndar dibe lê dev ji tekoşînê bernade, xwe ji para nade. Li gor bîranînên Ihsan Nurî Paşa jî, Ferzende Beg di şerê herî mezin yê ji bo hildana Bazîdê di sala 1930 yî de fermandarê girûba navend e û herwaha xwedanê rola herî girîng e. Lê di êrişkirinê de ew di demeke gelek zû de birîndar dibe û kesên ku di dewsa wî de fermandarîyê hildide, şaşitiyan dike û herwaha êrişa li ser Bazîde têk diçe.[15]

Ji bilî cesareta xwe, Ferzende Beg bi çalakbûna xwe ve jî hatîye naskirin. Bi dehan raporên dewletê de çalakbûna wî gelek bal dikişîne û lewra dewlet her dem ji bo girtina wî dişuxule. Wek di rapora jêrin bi tariqa 31-7-1929 de, ji arşîva Serokwezaretîyê de jî dîyar e, dewlet ji bo girtina Ferzende Beg û girûba wî, ji deverên Mûşê, Erzurumê û Agirîyê gelek leşker dixwaze. Lê ew bi ser nakevin.

ekran_resmi_2025-07-20_02.14.51

  1. Rapora arşîva Serokwezaretê (ji arşîva Mehemed Erzurum). Ji bo raporên zêdetir li pirtûkê binhêrin[16].

Li gor lêkoler Mücahit Özden Hun, ku gelek serpêhatîyên Ferzende Beg ji meta xwe Gurci Selçuk[17] guhdar kirîye; Ferzende Beg insanekî bi xeberdana xwe, bi rabûn û rûniştandina xwe ve tesîrên mezin li ser insanan dikir û bi taybetî ji serhildêran re dibû moral û îlham. Dîsa ew Ferzende Beg wek merivekî esilzade bilêv dike, ku nedihîşt zirarek bigihîje mal û canê kesên denûdorên Grîdaxê dijîyan[18].

Gurci Selçûk, di heman demê de behsa bedewbûna Ferzende Beg dike. Bê guman ev jî tiştekî girîng e ku di efsanebûna Ferzende Beg de rol leyîstîye[19]. Ew ne tenê şervanekî çavsor bû, ew di heman demê de merivekî bejindirêj û xweşik bû[20]. Bê guman bi vî re, evîna Ferzende Beg û Besra Xnimê jî di nava gel de bûye çîrok, ku însanan bi dilgeşî behs kirine. Di gelek kilamên dengbêjan de jî Besra Xanim her dem wek jineka bi hêz û baqil derbas dibe.

Di Ilona sala 1930 yî da Tirkîyê bi 60 hezar leşker û 50 frokan ve êrişeke mezin bir ser Komara Agirîyê û dawî li serhildanê anî. Gelek serhildêr, jin û zarok têk çûn, lê yên ku man jî derbasê Iranê bûn. Hinek kêsên rêvebir wek Ihsan Nurî û şêx Evdilqadir li Teheranê bi cîh bûn û di bin çavdêrîya dewletê da jîyan. Lê şervanên wek Ferzende Beg, Biroyê Hesikê Têlî û Şêx Zahir bi tevî grûbên xwe ve tekoşîn berdewam kirin û jîyana xwe li çîya û gundên di navbera Iranê û Tirkîyê da derbas kirin. Li gor hinek belgeyên arşîva Serokwezaret û Wezareta karên hundurîn ya Tirkîyê[21] ev heya havîna sala 1932 berdewam kir. Ferzende Beg û girûba wî li çîyayên Navorê û Gundê Maxmûrê diman. Di Gulana sala 1932 de leşkerekî mezin, ku çekên giran wek top jî pê re hebûn, dor li gundê Ferzende Beg girtin û topebaran kirin. Mala ku ew tê de diman di ser wan de hilşîya û Ferzende Beg jî birîndar bû, lingekî wî jikest.

Bi wî awayî ew bi dîl ket destê leşkerên Iranê û ket hepisxaneya Qesrî Qecer li Teheranê. Ji alîyê gelek kesan, wek Zerife Xanim[22] û şahidên din ve hatîye behskirin ku îşkenceyên mezin li Ferzende Beg dihate kirin. Dîsa li gor raya giştî ew bi derzîkirina jehrê ve hat kuştin.

Heya naha di derbarê mirina Ferzen Beg de belgeyeka nivîskî heye, ya ku Besra Xanimê di sala 1942 de wek nameyekî şandîye meclîsa Iranê. Di nameyê de ew destûra xwe ya çûyîna Tirkîyê dixwaze[23]. Ew di nameyê de dibêje; ”Mêrê min du sal berê jîyana xwe ji dest da û hevalên wî jî efû bûn û vegerîyan Tirkîyê. Lê destûra min hin jî derneketîye, ez jî dixwazim vegerim Tirkîyê”. Herwaha heger ku li gor vê nameyê be Ferzende Beg di sala 1939 an de wefat kirîye. Lê li gor hevalê wî yê hepisxaneyê, Nadir Begê Kor Hiseyn Paşa, Ferzende Beg berî sala 1937 an jîyana xwe ji dest daye. Di wê salê de Nadir Beg ji hepisxaneyê hat berdan, lê Ferzende Beg berî wê çûbû ser dilovanîya xwe[24]. Li gor agahîyên din jî Ferzende Beg di sala 1934 an de wefat kiriye[25].

Herwaha di derbarê dema wefatkirina Ferzende Beg de hinek ne dîyarî hebin jî, bi her awayî dîyar e ku ew tekoşer û mêrxasekî kurdan yê herî mezin yek e. Li gor gotina Zerife Xanimê; Besra Xanimê Ferzende Beg li Teheranê bin ax kir û li ser kevirê gora wî;

”Mêrê Mêran” da nivîsandin.

Dawî û gotûbêjeke teorîk

Pey şoreşa Fransayê di sala 1789 an de, fikra netew derket pêş, ku ji wê vir de neteweperestî di warê xwenasînê (difine) û dewlet çêkirinê de bûye taybetmendîya herî girîng. Bi taybetî bi prensîbên serok komarê Amerikayê Thomas Woodrow Wîlson: ”Gere her milet bi xwe biryara rêvebirina xwe bide” (Self-Determination, salên 1918) ve, isûlên gelek nû derketin holê ku bû sedemê gelek gengeşîyan di dinyayê de. Bi taybetî pey şerê dinyayê yekemîn gelek dewletên etnîkî çê bûn û împaratorîyên kewn bi dawî bûn. Di nava van gengeşîyan de dewleta Osmanî jî bi dawî bû û di dewsê de gelek dewletên etnîkî çê bûn. Her çendî fikrên netewî li ser rêvebirên kurdan jî tesîr kiribû, kurdan bi giştî xwe li cem tirkan bi cîh kirin û dewleteke bi tirkan re hevbeş daxwaz kirin. Di peymana Lozanê de, bi giştî ev bawer derket pêş û kurdan fikra cûdabûnê bi awayekî bi bawer û bi hêz dernexistin pêş. Lê pey damezirandina Tirkîyê, kurdan dewleteke bi netewa tirk di hembêza xwe de dîtin. Dema ku Siltanî û Xelîfetî, ku rêxistinên kurd û tirk li cem hev digirtin hatin rakirin, derfeta kurdan ku bi tirkan re berdewam bikin nema. Lewra serhildanên wek Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dersîmê cîh girtin. Ev problematîk îro jî berdewam dike.

Bi dawîbûna imparatorîya Soyetê ve, profesorê Amerîkî yê sîyaset zanistîyê û aborîyê Yoshihiro Francis Fukuyama, di sala 1992 an de teorîyeke navdar derxist holê; Dawîya Dîrokê[26]. Bi vê teorîyê ve Fukuyama dixwest bêje ku; ”Bi dawîbûna Sovyetê ve edî tu sîstem nemane ku bi ”demokrasîyên lîberal û ekonomîya kapîtalist” re bikevin reqabetê û herwaha hemû welat wê vê sîstemê bipejirînin. Bi vî re jî, di dinyayê de êdî şer çê nabin û însanên wê di aşitîyê de bijîn”. Yanê di dinyayê de dawîya şeran hat.

Lê dîsa profesorekî amerîki yê sîyaset zanistîyê Samuel Handtington, di sala 1996 an de li hember Fukuyama teorîya: ”Şerê Medenîyetan”[27]derxist. Li gor Hantington, şerê insanan wê ji vir wê de ne girêdayî ekonomîyê be, wê girêdayî kulturên cûda be. Yanê ji vir wê de kulturên wê bi hev re şer bikin, di serî de jî şerê di navbera rojava û rojhilat de be. Bi taybetî di navbera welatên rojava û misilmanan de be.

Lê prpfesorê sîyaset zanistîyê yê zanîngeha Vaşîntonê yê gelek navdar John Mearsheimer, li hember van herdû teorîyan jî derket û got: ”Dinya tu caran bê şer namîne û ev şer jî wek Huntington dibêje di navbera medenîyetan de na, lê di navbera dewletên netew (national state) de derdikeve. Ji bo ku neteweperestî îro jî di dinyayê de îdeolojîya herî bi hêz e[28].

Wek profesor John Mersheimer jî tine ziman, wusa xuya ye ku ji şoreşa Firansayê ya 1789 an vir de, neteweperestî hin jî roleke girîng di jîyana gelan de dileyîze. Her çendî pey şerê dinyayê duyemîn yekîtîyên navnetewî wek ya Evrûpayê çe bûne û hevkarîyên navnetewî bi hêztir bûne jî, netew û dewletên netewî hin jî bi hêz in û girîng in.

Sed sal berê, bi hilşandina dewleta Osmanî û bi çê kirina gelek dewletên netewî ve, kurd li derva û bêpar man. Serhildana şêx Seîd jî li ser vê bingehîyê derket û pirsgireka netewa kurd hin jî li her deverên Kurdistanê berdewam dike.

Wek sed sal berê, kurd îro jî li ser du fikran dimeşin:

Yên ku çêkirina dewleteka netew dixwazin, û yên ku evê wek fikreka paramayî dibînin.

Ez ditirsim ku ev sedsala jî wê bi vê gotûbêjê derbas bibe.

Çavkanî

Aras, Ercan (2024). Ferzende Beg: Şêrê serhildana Agirîyê. Ankara: Sîtav.

Alakom, Rohat (2012). Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması. Avesta.

Fukuyama, F. (2012). The end of history and the last man. Penguin Books.

Huntington, Samuel P. 2011. The Clash of Civilizations and the Remaking of World Order. New York, NY: Simon & Schuster.

Mearsheimer, J. J. (2014). The tragedy of great power politics. WW Norton.

Nuri, Ihsan (1992). Ağrı Dağı Isyanı. Istenbol: Med yayınları.

Özden Hun, Mücahit (2019). Iğdır ve Ağrı dağı isyanı. Alter yayınları.

Sever, Mehmet Emin (2023). Azadi Örgütü ve Cibranlı Halid Bey. Avesta yayınları.

Tigris, Amed & Kaymak, Baki (2019). Fehmi Bilal : Katibê Şêx Seid. Stockholm. Apec.

Malperên înternetê

Iğdır ve Ağrı Dağı İsyanı – 4 – Mücahit Özden Hun | Hunacademy

Iğdır ve Ağrı Dağı İsyanı – 7 – Mücahit Özden Hun | Hunacademy(15) On the borders of the Turkish and Iranian nation-states: the story of Ferzende and Besra | Metin Yuksel - Academia.edu

Video

Kilama Şerê Makûyê: Dengbej Reso - Lo miro

Kilama Kêranlixê: Dengbêj Filîtê aktepe - Gola qirdê

Kilama Bavê Lalo: (1227) Dengbej Veysi Çelik bave lalo - YouTube

Idamin yüzüncü yılında Cibranli Halid Bey ve Azadi Örgütü: #CANLI | İdamının yüzüncü yılında Cibranlı Halid Bey ve Azadî örgütü | Konuk: Mahmut Akyürekli

Jêrenot

[1] Idamin yüzüncü yılında Cibranli Halid Bey ve Azadi Örgütü.

[2] M. Emin Sever: Azadi Örgütü ve Cibranlı Halid Bey.

[3] Mahmut Akyurekli: Binbaşı Kasımin hatıraları.

[4] Nikolay yê duyemîn ku hikimdarê Rûsyayê yê dawîn bû, lê pey şoreşa Lenîn di sala 1917an da hate kuştin.

[5] Mahmut Akyürekli: Binbaşı Kasımın hatıraları.

[6] Mahmut Akyürekli: Binbaşı Kasımın hatıraları.

[7] Fehmîyê Bîlal: Katibê Şêx Seîd.

[8] Kilam bi gotina dengbêj Reso.

[9] Ercan Aras: Ferzende Beg; Şêrê Serhildana Agirîyê.

[10] Bi dengê Dengbêj Şakiro.

[11] Sertif: Bavê Lalo ye.

[12] Leşkerê ku Sertif da kuştin.

[13] Bi gotina dengbêj Veysi Çelik: Kilama bavê Lalo.

[14] Bi gotina dengbêj Filîtê Aktepe: Kilama şerê Kêranlixê.

[15] Ihsan Nuri Paşa: Ağrı Dağı Isyanı

[16] Ercan Aras: Ferzende Beg; Şêrê Serhildana Agirîyê.

[17] Gurci Selçuk Ferzende Beg gelek caran li devera Agirîyê dîtîye.

[18] Iğdır ve Ağrı Dağı İsyanı – 4 – Mücahit Özden Hun | Hunacademy

[19] Li wêneyê jêrin binhêrin: Ferzende Beg kesê sêyemîn e, ji yalê çepê ve.

[20] Li wêne binhêre.

[21] Ercan Aras: “Ferzende Beg; Şêrê Serhildana Agirîyê” binhêrin.

[22] Jina Nadir Begê Kor Hiseyn Paşa. Nadir Beg di heman hepisxaneyê de bû, lewra Zerîfe Xanim û Besra Xanim her dem bi hev re diçûn dîtinîya mêrên xwe.

[23] Ercan Aras, yan jî Metin Yüksel binhêrin.

[24] Kemal Süphandağ: Ağrı ayaklanması ve Haydaranlar.

[25] Ercan Aras: Ferzende Beg Şêrê Serhildana Agirîyê.

[26] F. Fukuyama: The end of History and the Last Man.

[27] Samuel Hantington: The Clash of Civilizations.

[28] John Mearsheimer: The Tragedy of Greate Power Politics.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ