Piştî Tevgera Şêx Seîd Koçberiya bi Darê Zorê û Polîtîkaya Sirgûnê (1925-1929)
Merve Fırat

whatsapp_image_2025-07-23_at_11.06.36

Di wêneyê de ji çepê ber bi rastê ve: Rasim Beg, Hurşîd Beg, Fehmî Begê Lice, Şêx Elî Riza Efendi kurê Şêx Seîd Efendî (rûniştî), Tevfik Beg û Îhsan Nûrî Paşa.

evî kafirê hanê îsalî çend salê me tamam bû
destê xwe ve dike dîrega dînê Mihemed dihejîne
giregirê Kurdistanê ê ku girtin ê ku kuştin
ê ku îxdam kirin, ê ku sirgûn kirin
îsal terş û talanê wan êvêtin şehra
didane ber mezatê hayê hayê[1]

(Dengbêj Huseyno)

Destpêk

Piştî tevgera Şêx Seîd a 1925ê, Komara Tirkiyeyê, wekî beşek ji Plana Îslahê ya Şarqê, polîtîkayên sirgûnkirin û koçberkirina bi zorê li dijî Kurdan pêk anî. Di heman demê de, ev polîtîkayên cezakirin û sirgûnkirinê bûne sedema ku gelek kesên ku beşdarî tevgerê bûbûn an jî bi piştgiriya wê hatibûne sucdarkirin, neçar bimînin ku koçî Îranê, Iraqê û Sûriyeyê bikin. Bi van polîtîkayên sirgûnkirinê û koçberiyên bi zorê, dewletê armanc kir ku bi belavkirina wan li gorî erdnîgariyê potansiyela berxwedanê ya Kurdan bişkîne, civaka kurdî parçe bike, têkiliyên civakî, hesta aîdiyetê û bîranînan qels bike û bi vê awayê asîmîlasyonê pêk bîne. Lêbelê, bi awayekî îronîk, hewldana dewletê ya ji bo jêbirina bîranînê, bi saya çîrokên sirgûniyê yên ku di bîranînên malbatî de ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin, bûye sedem ku tevgera Şêx Seîd di bîra kolektîf a Kurdan de zindî bimîne.

Di vê çarçoveyê de, ev gotar dê polîtîkayên sirgûnkirinê yên ku piştî sala 1925ê li dijî Kurdan hatine meşandin û koçberiyên wê serdemê, bi taybetî bi balkişandina ser malbata Şêx Seîd, behs bike. Malbata Şêx Seîd piştî sala 1925ê sê caran hat sirgûnkirin: di salên 1925-1929, 1935-1947 û 1960ê de. Lêbelê, ev gotar dê tenê li ser koçberî û sirgûnên salên 1925-1929an li ser du teweran raweste. Pêşî, ew dê koçberiya mêrên malbatê ya ber bi Îranê û Iraqê û têkiliyên wan ên dîplomatîk, siyasî û civakî (bi taybetî Şêx Elî Riza û Şêx Mehdî) li wir vekole. Paşî, ew dê di çarçoveya qanûna bicihkirinê de li ser sirgûnkirina jin û zarokên malbatê ya ber bi Ispartayê ve raweste. Ji ber vê yekê, gotar dê koçberiya bi zorê û polîtîkayên sirgûnkirinê piştî 1925ê bi rêya serpêhatiya malbata Şêx Seîd, bi bikaranîna arşîvên malbatê û şahidên sirgûniyê, lêkolîn bike.[2]

Koçberî û Çalakiyên Şêx Elî Riza û Şêx Mehdî ber bi Îranê û Iraqê ve (1925-1928)

Dema Şêx Seîd li Pira Abdurrahman Paşa hate girtin, Şêx Elî Riza û karwanê wî li Melezgirê bûn. Dema ku nûçeya girtinê bihîstin, hêzên wan belav bûn û hewl dan xwe ji êrîşên dijber biparêzin. Wan plan kir ku ji çiyayên Îranê derbasî Şemzînanê bibin, bi hêzên li wir re bibin yek û berxwedanê bidomînin. Li gorî vê planê, ew bi hêzekê ku ji nêzîkî 140 siwaran pêk dihat ji Melazgirê çûn Îranê. Dema ku ji Îranê derbas dibûn, ji aliyê eşîrên Heyderan û Ademan ve rastî êrîşê hatin û demekê li Çiyayê Tendûrekê asê man. Ji ber ku ew nikarûbûn xwarinê bibînin, neçar mabûn ku hespan serjê bikin û bixwin.

Dema ew gihîştin Kilisekentê li Îranê, ew li çiyayan bi siwarên Hesenan re li bendê man. Hin kesan ji karwanî nexwestin biçin bi Îranê re hevdîtinê bikin, lê ji bo ku şer neqewime wan biryar da ku herin. Şêx Elî Riza bi Emîr Leşkerî re hevdîtin kir da ku ji bo mafê penaberiyê bi dewleta Îranê re danûstandinan bike. Li Kilisekentê, Îranîyan şert avêt ber wan ku çekê xwe radestbikin. Şêx Elî Riza xwest ku qebûl bike û tifingan radest bike. Lêbelê, dema ku hin kesan, wekî Şemsettinê kurê Xalit Beg û Nebo, red kir ku tifingan bidin, rakêşî derket holê. Di dawiyê de, Şêx Elî Riza tifingên hemûyan berhev kir. Lêbelê, dema ku yek ji Hesenan tifinga xwe teqand, leşkerên Îranî bi mitralyozan gule berdan û 25-26 kesan li wir jîyana xwe ji dest da (di nav wan de birayê Şêx Seîd, Şêx Diyadîn, û kurê Xalid Beg jî hebûn). Hin ji yên sax reviyan, hin hatin girtin û pere û zêrên wan hatin desteserkirin.

15-20 kes hatin girtin û bi qasî 6 mehan di girtîgeha Tebrîzê de man. Piştî serbestbûnê, Şêx Elî Riza û malbat çûn ba Simko Axa, lê gava wan fêm kir ku Axa qebûl nake ku hêzê tevlî bikin, ew ber bi Rewanduzê ve çûn. Li wêderê, ew li mala Seyid Taha man. Piştî ku Îngilîz dijberî mana wan li Rewanduzê derketin, ew çûn Bexdayê û sal û nîvekê li wir man. Di dema mayîna wan li Bexdayê de, Şêx Selaheddîn li Akademiya Şer perwerde dît. Şêx Elî Riza jî li dibistanan ders didan.

Balkêş e ku malbata Şêx Seîd di vê heyamê de çalakiyên xwe yên siyasî û têkiliyên xwe li herêmê berdewam kir. Di belgeyekê de ku li dema lêkolîna xwe li Hewlêrê rastî wê hatim, min dît ku birayê Şêx Seîd, Şêx Mehdî, di Kanûna 1925ê de hevpeyvîneke girîng daye rojnameya Jiyanewe li Silêmaniyê. Taybetmendiya vê hevpeyvînê ew e ku, ji bilî qeydên dadgehê, ew tekane belge ye ku heta roja îro maye û tê de endameke malbata Şêx Seîd di cih de piştî ku tevger pêk hat behsa wê dike. Di vê hevpeyvînê de, ku bi qasî 6 mehan piştî bidawîbûna tevgerê hatiye kirin, Şêx Mehdî behsa sedemên derketina serhildanê û sedemên têkçûna wê kiriye. Di destpêka hevpeyvînê de Şex mehdî bi vî awayî tê pênasekirin: “Şêx Mehdî Efendî birayê qehremanê hereket û kiyamê Kurdistana Şimal (Bakur) Şêx Sêîd Efendî.” Li jêr ez beşeke girîng ji hevpeyvînê pêşkêş dikim:

“Sedemên sernekeftina wê serhildanê gelo çi bû?
Rast e ku cenabê Şêx Seyîd efendî hat girtin, û beşek ji hêzên neteweyî hatin êxsîr kirin, lê mirov nabe wê weke şikestina Kurdan û serkeftina êkcarî ya Tirkan bibîne. Bi dû wê de dikarim bibêjim ku her çiqas îmkanên me kêm bûn jî, lê serkeftin li alîyê me bû. Ji ber ku ew hêzên ku anîbûn Kurdistanê, biqasî wê hêzê bûn ku di pazde rojan de artêşa fermî ya Yewnanê ji Anatoliyayê derxistibû û bi qasî wê hêzê bû ku di sala 1920ê de artêşa neteweyî ya Ermenî di demekî kêm de neçar kiribû ku xwe paş ve vekişîne. Ligel wê hemû kêmasî û bêîmkaniyê jî me gelek pitir berxwedan û xebat kir. Rast e ku di niha de ew serhildan liber çavan nemaye û bi dawî bûye jî, lê belê ji ber ku wê bîr û hizra pîroz di dilê her Kurdekî de cih girtîye û ji bo me xuya bûye ku careke din Kurd û Tirk bi hev re najîn, ez bi hêvî me ku di derfetekê de bê nû kirin û em di rêya bidestanîna mafên xwe yên rewa yên neteweyî de biserkevin û xwe ji bin barê zulm û xedra wan bêdînan derxînin.” (17ê Kanûna Pêşîn, 1925, Sileymaniye, Jiyanewe)[3]

Çar endamên malbatê, ku birayê Şêx Seîd, Şêx Diyadîn, dema ku diçûn Îranê winda kirin, di vê koçberiyê de man: Kurên Şêx Seîd, Şêx Elî Riza, Şêx Selahedîn û Şêx Xiyasedîn û apê wan Şêx Mehdî. Wekî ku min diyar kir, malbatê hewl da ku çalakiyên xwe yên siyasî û zanistî li herêmê bidomîne. Dema koçî Iraqê kirin, Şêx Xiyasedîn li taxa Barzanî li cem malbata Barzaniyan ma. Şêx Mehdî jî li medreseya Şêx Evdilqadirê Geylanî ders dida zarokan. Kurê Şêx Tahir, Şêx Fahreddîn, wê demê wisa behs dike:

“Şêx Mehdî birçî û bêpere dibe; Wî şerm dikir ku bibêje birçî ye. Ew heta wextê xwarinê disekine û di wextê xwarinê de ew ê dibêje, "Ez diçim." Xwendekar digotin, "Seyda, berî ku tu herî li bendê be heta ku em bi hev re şîvê bixwin." Lê wî bi vî awayî xwarin dixwar. Ew li otêlekê razabû û pereyê wî tunebû ku bide. Lê mirovên baş hene. Wî got: "Rojekê, dema ku ez li otêlekê di xew de bûm, zilamekî zana û dewlemend hat serdana min. Wî heta navê wî zilamî jî ji min re got, lê niha nayê bîra min. Şev derbas bûbû û ew dernediket. Min fêm kir ku ew ê tiştek bide min; min dixwest ku ew tiştek bide min û here da ku ez ji vê tevliheviyê xilas bibim. Di dawiyê de, ew rabû ser xwe û dema ku me xatir xwest, wî çenteyek xist berîka min ku giran bû. Piştî ku ew çû, min çente vekir û gelek zêr tê de bûn. Ez çûm bazarê û bi wan zêran hin tişt kirîn.”[4]

Şêx Elî Riza, ku di nameya ku ji Cemiyeta Miletan re şandiye de xwe wekî "Şêx Seîd-zade Şêx Elî Riza Palûyî, serokê hikûmeta li Kurdistanê hatî damezrandin" dabû nasîn, di vê serdemê de jî xebatên xwe yên siyasî domandin. Şêx Elî Riza, ku di qonaxa damezrandina Xoybunê de roleke çalak lîstibû, xuya ye ku ji bo têkilî û hevpeymaniyên dîplomatîk vekirîtir bû. Wekî ku di nameyên wî yên ji kadroyên Dashnaktûnsîtê re tê dîtin, wî nêzîkatiya bi Sovyetan re xirab nedidît eger ku feyde bigihîjandin Kurdan. Ji ber ku Fransiyan nehişt Şêx Elî Riza beşdarî Kongreya Xoybunê ya ku di Cotmeha 1927ê de hat lidarxistin bibe, apê wî Şêx Mehdî li ser navê malbatê beşdar bû. Malbata Şêx li dijî nirxandina belavkirina erdê di navbera Kurd û Ermeniyan de li gorî tomarên nifûsê di kongreyê de nerazîbûn. Piştî vê nerazîbûnê, di 21ê Çileya 1928ê de nameyek hate nivîsandin ku tê de hat gotin ku Şêx Elî Riza Efendi ji komeleyê vekişiyaye. Bi qanûna efûyê ya ku di 28ê Adara 1928ê de hate derxistin, Şêx Elî Riza, Şêx Mehdî, Şêx Selaheddîn û Şêx Giyaseddîn vegeriyan Bakurê Kurdistanê.

Sirgûnkirina Jin û Zarokên Malbata Şêx Seîd ber bi Ispartayê ve (1926-1929)

Plana Îslahê ya Şarqê, ku di Îlona 1925ê de hatibû amadekirin, di serdema destpêkê ya Komara Cumhûrîyetê de wekî yek ji amûrên sereke yên ewlehî û asîmîlasyonê di derbarê pirsgirêka kurdî de derket pêş. Polîtîkayên sirgûniyê wekî beşek ji vê planê hatin sepandin. Di serdema Osmaniyan de, komkujî û polîtîkayên koçberkirina bi zorê di bin navê "islahat" (nûkirin, serrastkirin) de dihatin meşandin, û ji yekîneyên leşkerî yên ku di vê pêvajoyê de xizmet dikirin re "Fırka-i Islahiye" dihat gotin. Tê dîtin ku heman kevneşopiyê di serdema Komarê de jî berdewam kiriye û di vê çarçoveyê de sendîkayeke taybet bi navê "Fırqayê Islahatê ya Sirgûnê" hatiye damezrandin. Yekem rêziknameyên qanûnî yên li ser vê mijarê "Qanûna Bingehkirinê" ya bi hejmara 885, ku di 31ê Gulana 1926ê de derket, û "Qanûna Veguhestina Hin Kesan ji Herêma Rojhilatê bo Wîlayetên Rojavayê" ya bi hejmara 1907ê, ku bi dîroka 10ê Hezîrana 1927ê hat nivîsandin, bûn. Piraniya caran, pratîkên sirgûnkirinê bi rastî berî ku qanûn were derxistin dihatin kirin.whatsapp_image_2025-07-23_at_11.42.57

Li Eğirdirê Grava ku malbata Şêx Seîd sirgûn bû

Jin û zarokên malbata Şêx Seîd, ku li gundê Qolhesarê yê Xinûsê dijiyan, di nav yên sirgûnkirî de bûn. Beriya sirgûnkirinê, hemû tiştên li mala malbatê hatin desteserkirin û milkên malbatê di mezadeke taybet de li Xinûsê hatin firotin. Di rêwîtiya sirgûnê de, malbat pêşî ji Xinûsê birin Erziromê. Malbata Şêx Seîd di karwanê sirgûnê de li Erziromê rastî serokê eşîra Heyderan Kor Huseyîn Paşa hat. Di navbera Paşa û Fatma Xanimê de, xwişka Xalid Begê Cibrî û jina Şêx Seîd Efendî, ku bi kesayetiya xwe ya eşkere dihat nasîn, diyalogek çêbû. Dema ku Huseyîn Paşa Fatma Xanim dît, çû cem û gotinên teselî dane wê û jê re got: “Em çi bikin? Tiştek ji destê me nayê.” Li ser van gotinan Fatma Xanim ji Paşa re got: “Paşa, îro ji min re qet xem nîne, ji bo ku palikê te bi guliyê min ve giredane, tu jî hatiyî ji min re behsa xwe diki?”

Piştî ku karwanê sirgûnê li Erziromê hate qeydkirin, ew bi erebeya ga birin Trabzonê. Li Trabzonê, malbat ji bo çûna Stenbolê siwarî keştiyekê bû û li Stenbolê ber bi Antalyayê ve hat şandin. Nîvê malbatê ji Antalyayê birin Muğla Milasê û nîvê din jî birin Isparta Eğirdirê. Ewên ku şandin Egrîdîrê li giraveke biçûk ya di golê de hatin bicihkirin. Li ser vê giravê, ne keştîyek deryayî hebû ku bigihîje bajêr, ne jî cîhek hebû ku meriv ava vexwarinê, xwarinê an jî wargehekî peyda bike.

Malbatên sirgûnkirî li gelek wîlayet û navçeyan belav bûn, û ji bilî malbata Şêx Seîd, zarokên Xalid Begê Cibrî jî bi zorê li ser vê giravê hatin bicihkirin. Paşê, Bedîuzzaman Seîd-î Kurdî li ser vê giravê bi cih bû. Sirgûnkiriyên giravê ji ber şert û mercên nemirovane yên giravê zehmetî dikişandin û li rêyekê digeriyan ku biçin navçeyê. Kurê herî mezin ê zarokên malbata Şêx Seîd, Şêx Mihemed ê 14 salî, çû ba Qeymeqamê Eğirdirê Salih Beg û diyar kir ku malbata wî êdî nikare li giravê bijî û li navenda navçeyê destûra rûniştinê dixwaze. Destûr hat dayîn û malbat koçî navenda navçeyê kir.

Di vê navberê de, Bedîuzzaman Seîd-î Kurdî haydar bû ku malbata Şêx Seîd jî li Eğirdirê ye, û çû sardana wan kir. Mele Seîd-î Kurdî zêrek da Şêx Mihemmedê 14 salî û got, "Mihemed, du zêrên min hene. Ez yekê didim malbata Şêx Seîd, ya din jî ji bo min e... Li vir tiştek tune ku ez bikim. Ez Mele me. Ger karekî min hebûya ku ez bikaribim debara xwe bikim, min dê we bi kesî ve girêdayî nehişta."[5]

Kurê biçûk ê Şêx Seîd, Şêx Ehmed, sirgûniya Ispartayê wiha vedibêje: “Payîz hat, berf barî û em sirgûnî Eğirdirê, Ispartayê kirin. Em sê salan li wir man. Ataturk di sala 1928ê de efûyek giştî da û em vegeriyan bajarê xwe. Mala me şewitîbû û tiştek nemabû. Me ew ji nû ve ava kir. Di sala 1934ê de, wan dîsa em sirgûn kirin.” Di 28ê Adara 1928ê de efû hat dayîn lê di sala 1929ê de destûr hat dayîn ku malbata Şêx vegerin bajarê xwe.[6]

Gotina Dawî

Siyaseta sirgûniyê ne tenê ji cîh û war kirineke mekanîkî bû; ew wekî pratîkek dewletê ya pir-qatî xebitîbû ku armanc jê ew bû bêmulkkirin, asîmîlasyon û jêbirina bîranînê pêk bînin. Di demekê de ku mêrên malbata Şêx Seîd ên ku ji sînor derbas bûn hewl dan ku hevpeymaniyên nû çêbikin û hebûna xwe ya siyasî biparêzin, jin û zarokên ku li dû xwe hiştin bûn şahidên bêdeng û hilgirên sirgûniyê. Di vê nuqteyê de, girîng e ku were zanîn ku Şêx Elî Riza bi têkiliyên xwe yên li Îran û Iraqê, têkiliyên ku bi aktorên cûda re danî, û bo hewldanên xwe yên ji bo parastina civakên xwe wekî kesayetiyeke dîplomatîk derdikeve pêş. Lêbelê, ev aliyê dîplomatîka Şêx Elî Riza di vegotinên dîrokî de bi têra xwe nehatiye xuyakirin. Bi heman awayî hem di serhildanê de û hem jî di pêvajoya sirgûniyê ya pişt re de çîrokên jinan kêm caran hatine nîqaşkirin. Lêbelê, ev çîrokên jinan yek ji girîngtirîn beşên mijarê pêk tînin. Her çend vegotin bi piranî ji perspektîfa mêran ve têne şekildan jî, windahiyên ku jinan jiyane, şêweyên berxwedana wan û rola wan wekî hilgirên bîranînan bi têra xwe nehatiye xuyakirin.

Ev çîrokên sirgûnê girîng in ji ber ku nîşan didin ka bîr çawa şekil digire. Ji ber ku ev deng, ku ji arşîv, şahidî û vegotinên malbatan diherikin, ne tenê zelal dikin ka bîranînek civakî çawa parçe dibe, belku di heman demê de jî nîşanê me dide ew çawa ji nû ve tê avakirin . Ji ber vê yekê, sirgûnî ne tenê wekî şikestineke erdnîgarî xuya dike, belku wekî pêvajoyekê jî ku di bîranînê de çirandinên kûr vedike û veguhestina nifşekî din diguherîne.

* Merve Fırat li Zanîngeha ODTUyê de li beşa Zanistên Sîyasî xwendevana doktorayê ye.

Çavkanî

[1] Omer Guneş, İbrahim Şahin, Antolojiya Dengbêjan 3- Dengbêj Huseyno, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2021 s. 51

[2] Beşek girîng ji agahiyên di vê gotarê de ji sohbet û hevpeyvînên bi endamên malbata Şêx Seîd re hatine wergirtin.

[3] Ev hevpeyvîna rojnameyê cara yekem bi vê gotarê re tê weşandin. Dema ez ji bo konferans û lêkolînê li Hewlêrê bûm, Majid Beg ev belge da min û Hesen Gazî Beg û Amr Taher Beg alîkariya min kirin ku ez wê latînîze bikim. Ez spasiya wan dikim. Ez ê versiyona tevahî û wergera wê ya Tirkî di pirtûka xwe ya lêkolînê de biweşînim.

[4] Dipnot: Malmîsanij. (2009). Mi Şêx Seîd Dî. İstanbul: Weşanxaneyê Vateyî.

[5] Nûbihar Dergisi, Temmuz 1996, sayı: 46.

[6] Şeyh Said’in Yaşayan Tek Oğlu Anlatıyor, Kemal Avcı, Fırat Haber ajansı, 23 – 24 Mayıs 2007.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ