Em bi kêfxweşî behsa du cîhan û şerên wan ê mihtemel dikin, lê em gelek caran ji bîr dikin ku cîhaneke sêyem a girîngtir heye, cîhaneke ku ji alîyê kronolojîyê ve yekem e…Ew cihana sêyem ku ew wek erdeke sêyem hatîye paşguhkirin, biçukdîtin û îstismarkirin ew jî dixwaze tişitekî bibêje.
Alfrey Sauvy
Destpêk
Hêza Zanîn ê gorî desthilatdarî dimeşe. Hêz û meşruîyet destê kî da be ew gotina xwe dide qebulkirin. Amrazên belavkirina agahîyan çiqas zehf bin ewqas tên gotin û her gotin piştî demekî dengê rastîyê ditepisîne, xwe rastî derdixe pêş. Van kirinan de erk her tiştî gorî nêrînên xwe dixwaze ava bike. Berjewendî ji rastîyê pirtir qîmet dibîne. Bi salan ev agahî gav bi gav amade dibe û dâwîyê de gorî dîtina xwe tiştekî derdixe holê. Ew tişta hewceye ku bo erkê kar bike, bi vî awayî ew keda bingeh digire û dawîyê de bo armancekî amade dibe. Ev helwesta hemî Zanistên Civakî de wek rê û rêbazek tê kar anîn. Dîrok, Wêje, Erdnîgarî, Civaknasî nava van zanistan bêhtir watedar tê dîtin. Îdeolojîya Fermî li ser van zanistan dimeşe. Dixwaze gorî xwe rastîyekî derbixe, ser vê rastîyê rejîmê ava bike. Ev helwest bi pirtuk, kovar, rojname, dibistan û jîyana civakî de tê belavkirin. Çiqas tê ziman rastîyê ew qas xumam dike. Bo dîtinê çi derfet namîne. Dengê wan bi hêz e. Qêrîna wan hemî guhan ker dike. Nahêle bilî gotina wan çi gotin were bihîstin. Ev tişta bi zanetî dimeşe heta xwe gîhande qonaxekî. Nav Zanistên Civakî de ya ku herî xwedî bandor dîrok e. Bo avakirina netewekî tê karanîn. Netew yek car wek hev difikire û ev fikirandin tê risandin. Bi vî awayî em dixwazin bi nêrîneke din tevgera Şêx Seîd temaşe bikin.
Rêxistin/Komeleyên Berîya Serhildanê
Destpêka sedsala bîstan de kêm netewên nav tixubê Osmanîyan dest bi avakirina Komeleyan kirin. Gelan dixwestin bi hev re kar û barên xwe bimeşînin. Hestên netewbûnê derdikete pêş. Ev xebat nava gelan de piştevanîyek derdixist holê. Desthilatîya Ebdulhemîd dema ku qedîya derfeta avakirina rêxistinan çêbû. Hatina Îttîhat- Teraqqîyê demek kin be jî bo hemî fraksîyonann derfeta bêhnvedanekî da. Oldaran bigire heta Lîberal û Sosyalîstan dest bi avakirina sazî û firqeyan kirin. Bandora neteweperwerî kelecanek mezin saz kiribû. Pêşhatî û Enteletuelên Kurd durî van xebatan neman. Ew kesên xwenda û bajarî pêşengtîya hestên netewbunê û karanîna zimanê xwe kirin. Vê pêvajoyê de Medya Kurdî hin deverên wek Qahîre û Stenbolê dest bi weşanan kirin. Armanc kemilandina hestên netewbunê bû. “Di nav Rêxistinên Kurdan de kesên dewleta Osmanîyan karên fermî dikirin, cereyanên Ewropa yê belavbuyî sud werdigirtinû bîrdozîyên neteweperwerî yê dipejirandin endamên van malbata bûn. Vî warî de gava yekemîn sala 1908 an de avakirina Civata Terakkî û Teavvunê bû. Nava vê rêxistinê de ji malbata Baban, balyosê berê yê Stockholmê, dijberê Jon Tirkan Muhammed Şerîf Paşa hebû. Malbata Bedirxanîyan Emîn Elî Bedirxan, Kurê Şêx Ubeydullah Nehrî, Serokê meclise, Mebusê Amedê Seyyîd Abdulkadîr nav komelan de cîh girtin. Têkilîya wan malbatan Kurdan re wek têkilîya bav û zarok ê bu”. Malbatan wek entelîjansîya Kurdî em dikarin pênase bikin. Ev malbat û kesayetan li ser mijara Kurdan serê xwe diêşandin û dema hilweşandina împaratorîyan de bo gelê xwe gorî gîyana demê/ Zeîtgeîst kar dimeşandin. Helwesta wan ne Jakobenî bû, destê zorê û dûrî daxwaza gel nedixwestin gav biavêjin. Âlimê Kurd ê navdar Seîdê Kurdî nav xebatê rêxistinê de xuya dibe. Navenda bajarê Stenbolê de Mehella Gedîk paşa de hejmarek mezin hemalên Kurd dûrî xebatê wiha sekinî bun. Ev xebat wek karê sınıf ên jor dîtibun. Dîsa jî dilsozîya van kesan Seyyîd Ebdulqadir re hebû. Wek pêşengek didîtin. Hevrikî ya navbera Bedirxanî û Şêx Ubeydullah nehişt bibe Cemîyeteke mayînde. Ev gava piştî îlankirina Meşrutîyetê nav şert û mercên Azadîyeke temenkin de hatibû avêtin. Wê demê kovar, rojname û Cemîyet derketibûn. Nav vê demên Azad de ev pêşketin bo gelek civata dibû derfetek baş. Kurdan jî dixwestin doza xwe gorî neteweyekî bimeşînin.
Gava duyemîn pêşîya Şerê Cîhanê yekemîn hate avêtin. 1912an de Yekîtîya Xwendekarên Kurd/ Hêvî hate sazkirin. Pêşengtîya vê komelê malbata Cemîlpaşa dikir. Bingeha Malbatê Amedê bû. Paytexta Osmanîyan de meqamê mezin de cîh girtibûn. Wek malbatek Esîlzade bû. Kurdên li Stenbolê dijîn derdorê vê rêxistinê belav bûn. Nav hercumerceke mezin de hatibû avakirin. Derfet nedît berbelav bibe. Şax veneda. Piştî destpêkirina şer endamên Hêvî yê hildane leşkeriyê û ji ber cîhên hevdû dûr hatibûne wezîfedarkirin têkilî qut bû. Ev qutbûna têkilîyê nehişt bibin Komeleyek mayînde. Piştî şer endamên malbatê Qedrî Cemîlpaşa wek rexneyek “dûrbûna gel” anîye ziman. Bi rastî ev rexneyek li cîh bû. Daxwazên gel bi her awayî nizanibun. Dem nedîtibun gel re têkilîyan ava bikin. Daxwazê wan berav bikin û gorî wê perspektîfek çê bikin. Ev deman demên man û nemanê bû. Nava tarîyê de rêyek tune bû rêwîtî û meşê berdewam bikin.
Piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn xebat zêde bun. Agirbesta Mondrosê nav hemî gelan de derfetek derxistibû. Mezinên Kurdan nav vê mij û dûmanê de wek gelên din ketibûn du çareserîyekî. Nav vê pêvajoyê de gaveke girîng hate avêtin. 1918 an de piştî qedandina şer Cemîyeta Kurd Tealî de hate avakirin. Dîsa kesên wek Seyyîd Abdulkadîr, Emîn Elî Bedirxan cîh girtin. Nav vê rêxistinê de Malbata Arvasîyan jî hebû. Nava cemîyetê de eşîrên Kurdan bi hejmarek mezin nebe jî cîh girtibun. Yek ji wan Kurê wezîrê karê derve, ji bajarê Silêmanîyê General Fuad Paşa bû. KTC nav dîroka fermî de wek civateke zîyankar hatîye pênasekirin. Kurd vê mijarê de wek kêmnetew nedihatine dîtin lê belê xebatên wan durî netewîya Tirk bunê bû. Dîroka fermî de armanca KTC yê wek Kurdistaneke ser bixwe tê vegotin. Bê guman armancek wiha dilê wan de hebû. Ev armanca xwe ne veşartibûn. Civîna Parîsê piştî Şerê Cihanê Yekemîn belav bibû. Daxwaza Kurdistanek azad alîyê Şerîf Paşa ve anîbûn ziman. Konjonktura wê demê de daxwazên Kurd û Ermenan heman herêmê de dijberî hevudû bû. Ev rewşa dijberîyek nav her du gelan peyda dikir. Jon Tirkan ev mijara bo xwe wek derfetek dişixulandin. Ev rastî navbera Jon Tirk û Kurdan de nêzikatîyek derdixist hol ê. Vê dem ê biratîya Kurd û Tirkan daxwaza serxwebun ê zehftir bal dikişand. Piştî Peyman a Gumru yê ew bend ê Kurd û Tirkan bi hev re girê dide ji holê rabu. Ev buyer xebatên netewe bunê pêş xist. Vê demê pêşengtîya Nurî Dêrsimî reaksîyonek ru dabu. Piştî serhildan a Koçgirî yê Nureddîn Paşa “Ewên digotin zo çareser bun dora kesên dibêjin lo ye” gotibu. Ev gotin dide nîşan tepisandina pirsgirêka Ermen a vê car navbera Kurd û Tirkan xerab kir.
Kesên wek Abdullah Cevdet û Celadet Bedirxan sala1920 an de Teşkîlat-ı îctimaîye ava kirin. Ev dema nav Anatolîya yê de şerek dijwar berdewam dike alîyekî ve jî xebatên Kurdan hatine domandin. Tevger ên wiha bi bawerîyek kur xwestine kar bikin. Plansazîyek wan tune bû. Navbera wan de car caran du bendî rû dane. Li ser bîrdozîyeke kesayetan mezintir û girîngtir yekîtîyek ava nekirîne, an jî ew hêzê aborî, civakî û sîyasî dest nexistine. Nav van tevgeran de kelema herî mezin kêmbûna têkilîyên Kurdistanê bû. Rewşenbîr, dewlemend û Arîstokratên li paytexta Osmanîyan dijîn frekansê ku welat re çê bikin û dîtinên xwe bi wan re par ve bikin dest nedixistin an derfet nedidîtin. Navbera her du alîyan de têkilîyek bi rêk û pêk nehate darxistin. Gavên ku dihate avêtin ceribandin bûn. Ramanên neteweperwerî nav gelê Kurd de ne kemilî bûn. Serpêhatî, rêyek derdixist pêşîya van kesan. Endamên Komela nedigihîşte hejmarek mezin. Xebat zêdetir Stenbolê bû. Ber ku hîterlanda wan berfireh nebû xebat nîvco diman. Weşanên bo belavkirina neteweperwerî dest ê wan de zêde nebûn. Ramana netewe bûnê hewce bû kite kite Kurdan re were gotin. Ev raman wek oleke hemdemî nav gelan de belav bûbû. Bo naskirin û hezm kirinê dem lazim bû. Daxwazên gel û yên rewşenbîran bi her awayî ne dişibîn hev.
Piştî sala 1923 Azadî derket pêş. Kesên wek Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya beg Erzirom wek navend xwe re kifşe kiribûn. Yusuf Zîya Beg li Bitlîsê kesekî navdar bû. Meclîsa yekemîn de wek Parlamenter hatibû hilbijartin. Xalid Beg ew dibistana bi navê Dibistana Eşîrêtê hatibû ava kirin de perwerde dîtibû. Artêşa Osmanîyan de Mîralay bû. Neteweperwerekî Kurd bû. Stenbolê bêhtir hêza xwe li Kurdistanê didan nîşan. Azadî sala 1924an de kongreya xwe ya yekemîn kir. Vê kongreyê de Şêx Seîd jî hebu, zavayê Cibrîyan bû. Bandora wî li ser Neqşibendî û Zazayan pir bû, ber wê hatibu vexwendin. Bo Azadkirina Kurdistanê û serhildaneke hember Enqerê endamên komeleyê îqna kir. Vê kongreye de biryara serhildaneke berfireh hat girtin. Gulana 1925an bo destpêkirina serhildanê hate kifşekirin biryara duyem ew bû alîkarî ji Rusî, îngîlîz û Fransizan were xwestin. Lê belê ev xwesteka wan çi wext nehate cîh. Ev biryarên hatine dayîn daxwaza Komelê pir zelal derdixe ber çavan. Plansazî alîyê wan ve hatîye kirin. Ew tiştên hatine fikirîn sedî sed nehatine cîh, kelemên mezin çê bûne. Pirsgirêk çiqas hebin bila hebin. Armanc ava kirina dewleteke serbixwe ye. Komela Azadî, der barê Kurdan de her tişt baştir didît. Daxwaza gel, bîr û bawerîyên wan, rewşa aborî û ya civakî baştir temaşe dikir. Endamê rêxistinê bi xwe ew êş û azarên gel dikişîne dibûn şahid. Hestên netewî nav endaman de pir bi hêz bû. Piştî destpêkirina serhildanê ev helwesta bo wan dibû raserîyek/avantajek. Dema mirov rêxistinên din û Azadî yê dide berhev cudahîya wê bi her awayî dibîne. Nava herêmê de têkilîyê wan berfireh bûn. Gavên pêşîya wan hatibûn avêtin dîtineke nû derdixist pêşîya wan. Tenê bi gotin nedihiştin tevî nav faalîyetekî bibin. Li ser berxwedaneke mezin plansazî dikirin.
Ev komeleyên Kurdan wek Kurd Teavvun Terakkî, Hêvî, CemîyetaTealî Kurd piştî avakirina xwe daxwaza azadbûnê bi her awayî anîbûn ziman. Serhildan li ser vê pêvajoyê der ketibû holê. Buyerên dîrokî bi hevudu re bêguman têkildar in. Ev pêvajo gorî kronolojîyek dimeşe. Rêxistinê em nikarin bi tena serê xwe şîrove bikin. Bingeha xwe buyer û serpêhatîyên pêşî digire. Dema hilweşandina Osmanîyan de her netew avakirina dewletek ser bixwe wek armancek sereke dîtibûn. Kurd jî kêm zêde bandora van bîrdozîyan de mabûn. Em van sedem û encaman ku nedine ber çav dîtina me de kêmahî çê bibe. Endamên Komelan her awayî serî heta binî bê guman homojen nebûn. Navbera wan de nêrînên cuda helbet hebûn, hema ev nêrîn nade nîşan ku ev rêxistin tenê xwe dispêre sedemên olî. Ol, bo yekîtîyê amrazek herî bi bandor e. Dema alîkarîya gel hatîye xwestin ev tişt dane ber çav. Dema bangeşe/propagandayê de hestên gel ên olî tevlêbûnê de kêr hatîye. Serhildana 1925an ne girêdayî yek kesayetekî ye. Dîroka fermî bi zanêtî navek derxistîye pêş, bi vî awayî xwestîye serhildanê lokal, paşverû, olî û kesane bide nîşan. Fermandar kesên oldar bûn û wek Şêx dihatin naskirin. Hema ev daxwaz bo Eşîrî nebe kelem bi zanetî hatîye kirin. Kesên wiha nav hemî Eşîretan de bi rûmet bûn. Gotina wan bala hemî Kurdan dikişand. Pêşengtîya van kesan biryarek li cîh bû.
Zabitnameyên Dadgeha Şerqî û Darizandina Pêşengan
Piştî serhildanê Serokwezîr Fethî Oqyar ji wezîfê hate dûrxistin, cihê wî de Îsmet Înonu hate wezîfedarkirin. Piştî hatina ser kar bi navê Teqrîr-î sukun qanûn hate derxistin û bi qanûnên berfireh dest bi kar kirin. Piştî şikestina serhildanê nava demeke kin de Dadgeha îstîqlalê hate avakirin. Biryarên vê dadgehê mutleq bûn, nedihate veguherandin. Kesên wekîl jî Mebûs bûn. Destpêka darizandinê de pirsên ku ji alîyê heyeta Dadgerî wek Ahmed Sureyya Orgeevren, Alî Saîb û Mazhar Mufîd tên siwalkirin bêhtir li ser Amedê disekine. Pirsên wek “ We çima dixwest Amedê dest bixin? Biketa dest we, we yê çi bikira? Hundir de alîgirên we hebûn an na? derdikevin pêş. Ev pirs didine nîşan her çiqas parastina xwe de Şêx Seîd olê derbixe pêş de jî heyet bi xwe Amedê bajarekî bo kurdan watedar dibîne. Pirsên wan li ser vir dimeşin. Dixwazin armanca destxistina vî bajarî zelal bikin. Bi van pirsan armanca wan ew e ku sedemên sîyasî û girêdahîya vê mijarê zelal bikin.Dema pêvajoya serhildanê em didin ber çav stratejiyeke li ser Amedê bi her awayî balê dikişîne. Amed hatiba stendin alîyê moral de pêş ketineke mezin bê guman çê dibu. Ev bajar bi çavê dewletê û dadgeran wek paytextek hatîye dîtin. Piştî dest xistina Amedê ev bajarê qedîm û bi her awayî têkildarê Kurdayetî yê pir girîng bû. Dîroka fermî sehildan wek serhildanek olî dane pênasekirin, hema pirsen Dadgeran sedemên politik bêhtir nîqaş dike. Ev tişta di mêjûyê dewletê de dide nîşan ku dubendî bi xwe jî dilê xwe de parastine. Cîhên wek Dara Hênî, Elezîz, û bajarokên din bawerîya ser ketinê zêdetir kiribû. Ber vê şikê heyeta darizandinê li ser vê gavê kûr dibûn dixwestin bi vî awayî tewanbarîyek mezin derbixin holê û sizayê mezin bibirin.Pirsên der barê Salih Begê Hênî û Yusuf Zîya Beg dide nîşan ku heyet dixwaze têkilîya Serhildan û rêxistina Azadîyê zelal bike û armanceke ava kirina dewletek serbixwe heye an na bersiva wê bibîne. Damezrandinê de pirsên wiha şikên heyetê bo serxwebûn û netewebûna Kurd girîng e. Dozgerê giştî Sureyya Beg “Çima buyera Hênê dibe sedema dagirkirina Amedê nabe sedema dagirkirina Sêwasê? Ev şika plansazîyekî tîne bîra mirovan.” Pirsên heyetê dîsa li ser mijara Amedê disekinin. Heyet dixwaze sedemên sîyasî dest bixe lê bersivan de bêhtir Salih Beg wek Şêx Seîde sedemên olî parastina xwe de anîye ziman. Bê guman ev helwest alîyê Şêx Seîd û hevalên wî de wek stratejîyekî hatîye karanîn.
Ahmed Sureyya Orgeevren ne di darizandinê de lê têkilîya navbera wî û Şêx Seîd de behsa pirsekî de “Yusuf Zîya û Xalid beg bo qîyamkirinê û behsa destxistina Cebirxana Bidlîsê kirine. Nuh beg alîgirê tiştên wiha bû. Agahîya vê mijarê de hebû. We înkar jî nekirîye?” siwal kirîye. Bersiva Şêx wiha ye. “Doza wan kesan tiştek cuda bû, avakirina Kurdistanê bû” gotîye. Ev agahîyên ku behs dike durî sekna Şêx Seîd e. Dema behsa têkilîyên navbera herduyan derbas buyî dike dixwaze ewî wek kesekî nezan, hevalên xwe re îxanetkar bide nîşan. Zabitnameyan de em dibînin ku Şêx Seîd her dem weqara xwe parastîye. Heyetê efû nexestîye. Pêşîya darvekirinê “Ez gihiştime dawîya jîyan xwe ya vê dinê. Poşmanîya min nîne ji fedakirina rêya gelê min. Pêşerojê de serbilindîya nebîyên me hemberî dijmin bo me bes e” kesekî vê gotinê bibêje ne hewceye efû bixwaze. Kesekî ku berîya mirinê gotinên wiha bibêje bibîryarîya xwe eşkere dike û stuyê xwe natewîne.
Darizandina Salih Begê Hênî de xuya ye ku Erebî, Olî, zanistên fenî tehsîl kirîye. Tirkî, Erebî, Farisî, Kurmancî, Dimilkî û hinek jî Fransî dizane. Wergera pirtuka Gulistanê kirîye. Gorî wê demê ev zanebûneke pir mezin e. Kesên nav rêxistinê de cîh digirin de yê bi her awayî pêşketî bê guman Salih Beg e. Destpêkê de parastina xwe li ser sedemên olî dike. Berdewamîyê de wek rexneyek behsa bê plansazîyê derbas dibe. Çawa tê xuya pêşengan xwestine bêhtir sedemên olî derbixin pêş. Dibe ku ev stratejîyek hevpar be, an jî bi vî awayî xwestibin biryarê bo wan were dayîn tesîr bikin. Ev rewşa parastina kesên wek Şêx Şemseddîn û Şêx Ebdullah de tê xuyan. Têkçuyîna serhildanê helbet alîyê derunî de ew aciz kirine. Dîsa ji yekcar dema zabitname tên temaşekirin piranîya darizandina de daxwaza pêşengan ne ew bûye xwe xelas bikin. Biryara were dayîn kêm zêde dizanibûn. Xwe li hember heyeta dadgehê biçuk nexistine. Bersiv bêhtir bi zanetî dane. Pirsên têkilîya navbera wan de xwestine zelal bikin. Têkilî û nasî navbera we de çawa çêbû? Naskirin bi çi awayî, alîyê kê ve çê bu? Armanca Şêx Seîd we dizanibu an na? Ev pirsan kesên wek fermandar tên xuya wek Salih Beg, Şêx Şemseddîn, Şêx Ebdullah hatine kirin. Bi vî awayî hîyerarşîya nav rêxistinê de xwestine zelal bikin.
Encam
Serhildan nava pêvajoyekî de derketîye holê. Daxwazên Kurdan piştî hêza Osmanîyan kêm zêde xwe eşkere kiribûn. Destpêka sedsala bîstan de Komeleyên wek Kurd Terakkî Teavvun, Hêvî, Cemîyeta Kurd Tealî û dawîyê de Azadî gorî kronolojîyek hatine avakirin. Gav bi gav daxwaz kemilîne. Her komel kêmahîyên pêşîya xwe bi her awayî nebe jî dîtine. Navbera van Komeleyan de tişta hevpar Neteweperwerî ye. Mêjuyê hemû endaman de helbet Neteweperwerîyek bi rêk û pêk, sekuler wek nêrîna Şoreşa Fransî nebe jî gorî meşreba xwe li ser vê fikrê kûr bûne. Nava wan de hin caran hevrikî jî rû dane. Hema ev tişt nebune sedemên sereke bo belavkirina Komeleyan. Dema em serhildanê nîqaş bikin hewceye em buyerên pêşî baş analiz bikin. Ev serhildan nava valahîyek û bêarmancîyekî de derneket holê. Ev nêrîn gorî zanista Dîrokê xeletek mezin e. Dîroka fermî dixwaze her tiştî bi tena serê xwe/tekane şîrove bike. Hemî zanist têkilîyê didin ber çav. Bê têkilî çi zanistên civakî kar nakin. Serhildan li ser bingehek ava bûbû. Ev tişt nav salan de bi ceribandina rêya xwe dîtibû. Bo em sedemên serhildanê zelal bikin ev Komele û kirinên wan, ew kesên nav de cîh girtine, alîkarîya gel û sedemên ser neketinê wê demê bi her awayî werin şîrove kirin piştî wê em dikarin tiştekî bi tifaq bikaribin bêjin.
Ew kesên serokatî di van deman de kirine bêhtir kesên bi navên oldarî tên pênasekirin. Ev tişt bo dîroka fermî dibe derfetek van serhildanan wek olî bide nîşan. Bê guman armanca vê kirinê ew e ku daxwaza serhildanê eşkere nebe. Sedsala 19an de gelên ku demen dirêj nav tixubên Osmanîyan de tê dîtin piştî Şoreşa Fransî belav buna neteweperwerîyê bo dewlet avakirinê tevgerîyan. Nava rupelên Dîrokê de Serhildanê wan bi navê Yewnanî, Sirpî tê naskirin. Dixwazin bidin nîşan ku ew kêmnetewên bin tesîra neteweperwerî de mane tenê nemuslîm in. Bandora Ronesans, Şoreş a Fransî, sedemên aborî û civakî, olî, kesayet û komelên pêşengtî kirine hemî nav dîroka fermî de derbas dibin. Dema behsa serhildanê Kurdan derbas dibe ev nêrîn bi zanetî tê guherandin. Serhildana Şêx Seîd girêdayî girtina Firqa Terakkîperwer tê gotin. An jî wendakirina Musulê ve girêdidin. Carna buyerê tenê bi navê Buyera Gencê didin nîşan. Vir de lokalize bûn digihîje asteke herî bilind. Bûyer naveroka mijarên din de tê nîqaşkirin. Ev tişt armancê eşkere dike. Dixwazin hereketê tiştekî bêqîmet bidin nîşan. Ber wan sedeman serhildanên Kurdan bi navê kesan an bi navê herêmên lokal hatine pênasekirin. Bingeha vê nêrînê de ya herî girîng nedîtina Kurdan wek netewek resen e. Derdê me ne ew e ku sedemên wek serhildana Şêx Seîd tenê netewebunê şîrove bikin û wî çavî lê binihêrin. Daxwaz ew e bi projeksîyoneke berfireh, her awayî, sedemên curbecur bidin ber çavan. Gorî wê vegotinek ava bikin.
Piştî serhildanê dema damezirandin çêdibe dadgeh û Endamên wê Ahmed Sureyya Orgeevren, Mazhar Mufîd, Alî Saîp pirs û bersivan de û îddîanameya xwe de berfireh li ser sedemên ava kirina dewletek serbixwe xwestine derbixin. Ev pirs tenê bo tewanbarîyê nebu. Sala bîst û pêncan de nav germahîya buyerê de armanca tevgerê bi xwe dîtine. Ev ne tenê dîtin an jî şîroveya wan bi xwe bû. Bi her awayî nêrîna serdestên dewletê yê wê demê bû. Amrazên wek Heyeta îcrayê, Dîroka Fermî, Rojname û Kovaran bo armanca xwe seferber kiribûn. Axaftina hin tiştan hatibu qedexekirin. Nêzî mehekî bêdeng sekinî bûn wekî tiştekî wusa ne qewimî ye. Piştî wê neçar man û sedemên Olî derxistin pêş, bi awayekî feodal, lokal, paşverû dane pênasekirin. Derbarê buyerê de nêrîneke din bi her awayî hatibu qedexekirin. Ev kirin dide nîşan vê mijarê de zanibûn ser êşîyeke mezin rû daye. Destpêka hereketê de Serok wezîrê wê demê Fethî Oqyar daxwaza serhildêran “ Cudaxwaz û bo avakirina Kurdistanê” daye nîşan. Piştî Îsmet Înonu dibe Serok wezîr nêrîna vê buyerê tê guhertin û biryarek wiha digirin. “ Ev serhildana dawîyê matbuata me, bêhtir matbuata Stenbolê de wek Qiyama Kurdî ya berfireh tê nîşandan hundir û derve de bo propagandayekî tê karanîn. Bi rastî hêleke bi sînor piştî hin kirin û xwepêşandanan derketîye. Ber van sedeman serhildanê wek ne cudaxwazî lê ber sedemên paşverû û nezanî nîşandayîn hatîye teklifkirin”. Ev biryara hatîye girtin daxwaza desthilatan bi her awayî zelal dike. Rastîyên buyerê û sedem bo wan ne muhîm in. Hundir û derve de çawa tê dîtin û bi çi awayî bo berjewendîyên wan çêtir e ew armanca dane ber çav. Ew gotina ku me destpêkê de anîbû ziman agahîyan bo armancên xwe berevajî dikin. Rastîyê ser winda dikin. Şiroveya bûyeran gorî daxwaza xwe nû ve diafirînin.
Çavkanî
1- Martîn Van Bruînessen, Ağa, Şeyh, Devlet, İletişim Yayınları, İstanbul, 8. Baskı, 2013
2- Martîn Van Bruînessen. Kurdîstan Üzerine Yazılar, İletişim Yayınları, İstanbul, 3. Baskı, 1993
3- Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002
4- Erkan-ı Harbiye –i Umumiye Riyastet-i Celilesi, 30 Nisan 1341 (1925) 1835/2270 numaralı tezkire
5- Kerem Serhedî, Serhildana Şêx Seîd Zabitnameyên Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê, Weşanxane ya Payîz, 2021, Amed
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →