Werin li kêleka min rûnên ez ji wer e bixwînim şecera kurdayê
Nayê bîra we Şêx Seîd li kolanên Dîyarbekir hat xeniqandin ji bo me kurdayê[1]
Di sedsala dawî ya dîroka Kurdan de, bûyera Şêx Seîd yek ji wan bûyerên herî girîng e. Ev bûyera ku wek serhildanek ket dîrokê, di dema dû xwe de bandorek gelek mezin hişt. Ev bandor her çendî bi gelemperî li ser hêla sîyasî û civakî be jî li ser qadên wek çand muzîkê jî bandorek mezin hişt. Bi taybetî yek ji wan qadên ku ev bûyer tê de cihek girîng girt qada dengbêjîyê bû. Gelek dengbêjan bi gelemperî serhildana Şêx Seîd bi taybetî jî şexsê Şêx Seîd kirin mijar û li ser kilaman gotin.
Di vê nivîsê de em ê li ser kilamên ku bûyera Şêx Seîd kirine mijar bisekinin û dengbêjan bûyerê bi çi awayê teswîr kirine, Şêx Seîd kêjan nav û sifetan pênase kirine bisekinin.
Di kilamên serhildanê de serdemeke nû
Dîroka Kurdan di dusedsaliya xwe ya dawîn de bi gelek têkoşîn, berxwedan û xîretkêşiya ji bo nasname û azadiyê ve karakterize bûye. Di destpêka serdema nû de bi geşedana hişmendiya neteweyî re wek ku gelên cîhanê dewletên xwe yên netewî ava kirin, di dîroka Kurdan de jî yek ji têkoşînên herî girîng ya bi vî rengî serhildana Şêx Seîd e. Di heyama serhildanê de malbat û ferdên tevlî serhildanê bûbûn, lêhengî û fedakariyên bêhempa pêk anîn. Bi têkçûna serhildanê re gelê Kurd tevahî bi zor û zextên mezin ên dewletê re rûbirû man, trajediyên mezin hatin serê wan. Li ser trejedî û lehengiyên serhildanê gelek stran, çîrok, serborî û bîranîn bi devê gel hatin gotin. Ev berhemên devkî qalib, form û metaforên nû yên ku bi hişeke neteweperwer ava bûbûn, li bîra dengbêjiyê bar kirin. Ev kevneşopiya ku dîroka kurdan bi çand û urf û edetê kurdan ve diristin, ji bûyerên serhildanê pêkve ketin nava lêgerîna ristinek neteweyî. Ji ber ku tevgera Şêx Seîd, di heman demê de bûyerek civakî bû û di edebiyata devkî de jî guherînên çandî pêk anî.
Ji salên dûr ve bûyerên wekî şahî, şanazî, lehengî û trajedîyên gel bûnin mijarên sereke yên çanda dengbêjiyê. Ji ber ku her kilam di dema bûyera xwe de li ser wê sêwiriye, hem ji ruhê wê serdemê delîlan li ber destê me radixîne û hem jî daneyên girîng ji dîroka Kurdan dihebîne. Wek neynikeke mirov ji kîjan aliyê ve li civakê bigire rewşa gel a wê serdemê jê diderînin. Wekî Dengbêj Reso dibêje bûyerên ketine devê dengbêjan heta hetayî bûnin mesele.[2] û wek dîrokeke alternatîf avabûye.
Çanda dengbêjîyê pirê caran sedemên şer û pevçûnan di kilaman de didin ravekirin, norm û rêgezên civakî li ser profîlên lehengan wek temaya bûyerê xwe didin der. Li gor rewşa gel ya sosyal, politîk û ekonomîk di her serdemê de formên nû ketine berhemên vê wêjeyê. Di vê serdemê de jî dengbêjî bi serhildana Şêx Seîd re ji aliyê kilamên şer de ket nava lêgerîna formeke nû ya vegotinê. Bi gotineke din çanda dengbêjiyê ronesansek derbas kir, ev yek bi derketina kilamên serhildanî yên bi motîfên neteweyî derket holê. Îdealên hereketê yên kurdewar û têkoşîna li dijî dagirkeriyê di dengbêjiyê de bû sedema derketina wêjeyeke nû ya li ser xîretkêşiya neteweyî. Di dengbêjiyê de wek hereketeke neteweyî bû sembolek hevpar. Bandora serhildanê ya bi vê guherînê di dengbêjiyê de, di kilamên berî serhildanê û yên dûv wê de de bi awayek zelal xûya dike. Modelên civakî ku di kilamên berî serhildanê de li gel normên eşîrî û exlaqî hatibûn îdealizekirin, pişt re ligel wê bi îdealên wan ên neteweyî hatin îdealîzekirin. Dengbêjan lehengên serhildanê di ristina edebiyatê de wek modelên nû derxistin pêşiya gel. Li şûna nakokiyên eşîrî û navxweyî ku berê mijarên sereke yên kilamên şer bûn, çanda têkoşînê ya li dijî kolonyalîzmê derket pêş.
Çanda ku bi serhildana Şêx Seîd re ava bû, bû sedema ku di dengbêjiyê de "Kilamên Serhildanî" wek beşeke di asteke nû de derkeve pêşberê me. Wek ku dengbêjî xwe dispêre vegotin û rûmetyarkirina têkoşîn û fedekariya li dijî zilmê, bi îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî re aktorên serhildanê ne tenê di dengbêjiyê de bûn kesayetên siyasî, herwiha bûn fîgûren mazlûmî û lehengiyê jî.
Dengbejî hem di veguheztina vê dîrokê de bû faktorek mezin û hem jî di ragihandin û belavkirina îdeal û peyamên hereketa Şêx Seîd de roleke sereke lîst. Ji ber ku di wê demê de wek bûlteneke sosyal ji bo neqilkirina peyamên kûr ên civakî û siyasî jî hat bikaranîn, di lêkolîneke li ser hereketa Şêx Sêîd de kilamên dengbêjiyê wek arşîveke dîrokî derdikeve pêşiya me. Wekî dengbêj Cemîlê Bafawî ji bo belavbûna agahiyên di derbarê serhildanê de dibêje “bila dewleta Alî Osman wê li bajarê Enqerê li mezbetê xin, li qezetê xin li cedîdê xin, heya heyata dinyayê hebe bira bi devê dengbêjan li odê kurê kurmanca bi dunyê xin[3]”, bi devê dengbêjan ji rewşa sosyo-politik ya Serhildana Şêx Seîd gelek daneyên dîrokî veguhezîn heta dema niha. Wekî dengbêj jî dibêje bêguman ev ji aliyê dewleta Tirkiyêyê de jî ketin qeydan. Lê helbet ji bo têgihiştina agahiyên asayî û ruhê serhildanê, berê me di vê nivîsê de ne li qezete û Edebiyat-î cedîde yên dewletek bi mêtîngeriya xwe bûye musebibê wê trajediyê, lê belê çavkaniyên me ji bo vê armancê kilamên dengbêjan ên di odê kurê kurmancan de ketin binê qeydan e.
Têkilatiya Pênasekirina Pêşengan û Berxwedaniyê
Kilamên di dema xwe de li ser serhildana Şêx Seîd hatine çêkirin û veguhezine gelek in. Hijmara wan tam neyên zanîn jî ji hêla dengbêjên hemû deverên Kurdistanê de hatine gotin. Kilamên zêdetir ji aliyê dengbêjan de hatine gotin û di nava gel de belav bûnin ên wek bi navên “KEKÊ XÎYASEDÎN”, “TEYRÊ ÎSPIRΔ, “BAVÊ ŞEMSEDÎN”, “MÎRÊM WAYÊ”, “MÎRO”, “KEREM Û EVDAL” û “ASYAYÊ” ne. Temayên kilaman bi gelemperî li ser wêrekî, fedakarî, bawerî, mexdûriyetî, trajedî û daxwaza gel a ji bo edaletê ne. Lê di van kilaman de her serhildêr û pêşeng bi gorê wesf û rewşa xwe ya berxwedaniyê hatine binavkirin.
Her nifşeke dengbêjan mijarên kilaman bi gotinên xwe ji nû ve şîrove kirin, bi zêdekirina qalib û têgînên nû yên demê kevneşopiyeke dînamîk û zindî ya ku her tim pêş dikeve, ava kirin. Ev şêwazên edebî yên kamil, di serdemên xwe de bûn alîkar ku pirsgirêkên îroyîn ên bi vê meseleyê re eleqeder werin çareserkirin û kurdan teşwîq kirine ku ji nû ve xwe bi maf û nasnameya xwe ve girêbidin.
Dema em berê xwe didin kilamên şer ên dîrokî, em rastî kilamek ku li ser rêxistineke, partiyeke an jî komeke siyasî hatiye gotin, nayên. Wek kevneşopiyeke dengbêjiyê her daîm kilam li ser bûyerek lokal hatiye çêkirin. Ji destpêka hereketa Şêx Seîd û piştê wî jî ev kevneşopî bi hemen awayî dewam kiriye. Sêwirandin û ravekirina bûyeran ji îdama Xalit Begê Cibirî bigre, heta bûyera dawî ya bi serhildanê ve girêdayî ku di sînorê Îranê de li hewşa Emir Tûman pêk hatiye, bi kilamên cuda cuda gotin. Bûyerên serhildanê li ser lehengên wekî Xalit Begê Cibirî, Şêx Seîd, Ferzende, Silêmanê Ehmed, Xalit Begê Hesenî, Keremê Qol Axasî û Evdal hatine sêwirandin, di nivîsekê de helbet ne mimkûn e mirov hemû lehengên serhildanê yên di dengbêjiyê de bidin nîşan. Em ê hewl bidin ku di sê lehengan de rengvedana ruhê serdemê bidin nîşan.
Xalit Begê Cibirî
Heger em Serhildana Şêx Seîd bi aktorên Hereketa Azadî re nîşan bidin, bûyera ewil ya serhildanê ku ji aliyê dengbêjan va ketiye kilaman, girtina Xalit Begê Cibirî ye ku di 14ê meha Nîsana 1925an de li Bidlîsê hatibû îdamkirin. Li ser vê bûyerê gelek kilam hatine çêkirin. Tam neyê zanîn jî îhtîmaleke mezin ev bûyer jî mîna gelek kilamên din ên li ser serhildanê, cara ewil ji aliyê Dengbêj Mistefa Xelê Heyran ve ketiye kilaman û ji aliyê dengbêjên dûv re jî bi şîrove û şêweyên cuda hatine gotin. Kilamên wek bi navên “BAVÊ MEHMÛD BEGÊ”, “MÎRÊ MIN”, “LO BIRA” li ser hatine gotin. Di kilaman de girtin û îdamkirina Xalit Begê Cibirî, wek bêşansiyeke an jî derbeyek li têkoşîna kurdan ya bi serhildanê ve tê girêdan, hatiye nirxandin. Dengbêj Elbariyê Patnosê di kilama li ser vê bûyerê de, îdamkirina Xalit Begê Cibirî di wateya “fermana serê Kurdan[4]” de dinirxîne. Balê dikişîne ser xeterî û zehmetiyên ku keç û xortên kurd bi îdamkirina wî re rû bi rû dimînin.
Xalit Beg rola wî ya di çêbûna serhildanê de û pêwendiyên wî yên bi aktorên tevgerê re di dengbêjiyê de bi awayek zelal xûya ye. Xalit Beg di konteksa mijarên siyasî û leşkerî yên serhildana Şêx Seîd de di kilamên li ser bûyerên piştî serhildanê de jî bi cih bûye. Rola wî ya bi serhildanê ve girêdayî ligel motifên neteweyî û di peyamên siyasî yên di kilaman de xwe daye der. Ji aliyê dengbêjan de ew wek Reîsê Kurdistanê[5], “Paşayê Kurdistanê[6]”, Serê Kurdan[7], hatiye pênasekirin. Li gorî kevneşopiya dengbejiyê û diyalektika di navbera bûyer, dengbêj û kilaman de, divê îdama Xalit Begê Cibirî bandorek mezin li ser civaka kurdên di jiyana gundewar û koçer de kiribe ku ji aliyê gelek dengbêjan de li ser kilam hatine çêkirin. Wek ku bûyera Xalit Begê ji aliyê siyasî de bûye mijara gelek kilaman û ew wek sembolek neteweyî ya dema serhildanê hatiye îdealîzekirin, dide nîşan ku ew bi gel re di nava pêywendiyeke sosyal da bûye.
Ji bo ku Xalît Begê Cibirî ji destê dewletê rizgar bibe û were azadkirin, rexneyên dengbêjan di meqamekî bilind de li malbatên Kurdan tê kirin. Ew tînin ziman ku Xalit Beg dê bihata rizgarkirin heger ku eşîrên Kurdan ên desthilatdar hizir bikirana. Ji wan dengbêjan yek jî Dengbêj Teyîbo ye ku di kilama bi navê “MÎRO” de behsa nameyeke Xalit Begê Cibirî ji Kor Husên Paşa re şandiye dike. Esahiya vê nameyê helbet xwe dispêre belge û isbatên dîrokî. Lê li gor dengbêjan dema ku Xalit Begê Cibirî dîl tê girtin û ji Erzoromê şandine Bîdlîsê, wek ku nameyek ji Kor Husên Paşa re şandiye û tê de daxwaza çil mecîdiyan ji bo xwe dike ku bi awayek veşarî çil leşker ji bo alikariyê xwestiye. Her çiqasî lawê wî israr bike jî Kor Husên Paşa ev daxwaza Xalit Begê Cibirî bi cih nayne.
Şêx Seîd
Kesayetên dema serhildanê yên di dengbêjiyê de ji bo civakê bûne sembol yek ji yên sereke Şêx Seîd e. Bi sifetên wek “Şêxê Kurdistanê”, “Dîreka Kurdan[8]”, “Mûşirê Kurdan[9]”, “Fedekarê ber Kurdan[10]”, “Gula Şêxan”, “Teyrê Îspîrî[11]”, “Kekê Xiyasedîn[12]” û “Bavê Şêx Elî Riza[13]”, tê binavkirin. Wek ku dengbêj Reso û Şakiro di kilama bi navê “KEKÊ XIYASEDÎN” de bal kişandine ser rola wî ya li Kurdistanê ji aliyê îrşad û perwerdeya dînî de, di kilamên din de jî ev aliyê wî bi motîf û formên dînî hatiye nîşandan.
Li gel nasnameya wî ya olî ku bi kevneşopiya tarîqeta Neqşîbendî tê zanîn, nasnameya wî ya neteweyî her daîm pêve hûnandî ye. Armanca Şêx Seîd û hevalên wî wek ku dengbêj Celoyê Babiya tîne ziman, “resmen lê dikin dewa meclisa kurdan e[14]”. Di nezera dengbêjan de têkoşîna hereketê ji bo avakirina îdareyek xweser e ji bo Kurdan. Peyamên wekî "Şêx Seîd ji bo me Kurdan hat îdamkirin[15]" û "wî canê xwe di riya kurdan da da[16]" “Fedakarê Kurdan e” ku bi rêya kilaman hatine danîn, armanc dikin ku têkoşîna wî di bîra gel de wek hereketeke neteweyî hevpar bikin. Bi vê armancê mîna di kilama bi navê “MÎRÊ MIN[17]” de deng li Kurdan ji Silêmaniyê heta Kerkûkê hatiye kirin, li hemû perçeyên Kurdan bang hatiye kirin ku bê zanîn, îdama Şêx Seîd di esasiya xwe de biryara îdama Kurdan e.
Dema ku mirov bi vî rengî hemû kilamên li ser Şêx Seîd hatine gotin guhdar dikin, di perspektîfa dengbêjiyê de mirov digihêje vê encamê; Şêx Seîd wek rêberê îslamê yê Kurdistanê û rêberê serhildanê ye ku wî di lêgerîna azadiyê de, bi serîhildana li dijî dagirkeriyê, li dijî neheqî û zilmê wek hêviya pêşerojeke baştir ji bo Kurdan pêşkêşî gel dike. Di rengvedana kilamên li ser bûyerên serhildanê de avakirina welatek ji bo Kurdan, wek armanca hereketê, xwe nîşan dide.
Ferzende Beg
Bûyerên Serhildana Şêx Seîd ên di dengbêjiyê de deng dane yêk jê bûyera bi navên “Hewşa Emir Tûman” an jî “Kilîskjendê” tê zanîn e. Bi Têkçûna serhildanê re derdora dused siwariyên Kurdan ji bakurê Kurdistanê ku xwe bispêrin Eşîrên Kurd ên rojhilatê Kurdistanê, derbasî aliyê Îranê dibin.[18] Şêx Elî Riza di hevpeyvîneke xwe de behsa vê bûyerê dike ku ew bixwe jî pê re bûye. Li ser israra fermandarê farisî ku dixwaze ew çekên xwe radestî wan bikin û teslim bibin, di navbera wan de şer derdikeve. Di wî şerî de hin siwarên kurdan jiyana xwe ji dest didin. Piraniya dengbêjan vê karesatê li ser hestên Ferzende Beg û jina wê Besrayê dihûnin.
Îhtimalên ravekirina wê bûyerê li ser karekterê Ferzende Beg yek jê; bavê wî Silêmanê Ehmed di wî şerê de jiyana xwe ji dest dide, jina wî Besra Xanim û lawê wî Elfesya ku hê zarok e, di nava şer de ne. Ev ji aliyê hîsî ve faktorek mezin e ji bo dengbêjan di sêwirandina bûyerê de û ya din jî Ferzende Beg li piştî serhildana Şêx Seîd tevlî Serhildana Agiriyê jî bûye ku di wê heyamê de gelek caran lehengî û fedekariyên wî di nava kurdan de bi nav û deng bûne.
Kilamên bi navên “Ferzende û Xalis Beg”, “Asyayê”, “Lo Mîro Îslamî Tunîne” li ser hatine gotin û Ferzende Beg di wan kilaman de bi sifetên wek “Bavê Elfesiya” “Siwarê Eznawir” jî hatiye binavkirin. Rola wî ya di serhildanê de cara ewil bi bûyera “Klîsekendê” têkelî dengbêjiyê dibe. Ji ber ku ew piştî serhildanê jî bi îdealên hereketa Şêx Seîd di serhildana Agirêye de jî cih digire, di dengbêjiyê de ji bo gel bûye wek modelekî fedekarî, mêrxasî û dilsoziyê.
Sedema Têkçûyînê: Bêtifaqiya Kurdan
Dengbêjên heyamê di çavdêriyên xwe de, para mezin ya sedema têkçûna Serhildanê didin gelê Kurd. Piştgiriya gel ya ji bo serhildana Şêx Seîd bi têra xwe nabînin. Hema bigre di her kilamê de gilî û gazindên dengbêjan di vî warî de wek serhevdeyeke li serê Kurdan e. Wekî di kilamên serhildanê de dibêjin “xwelî bû li nav çavê me Kurda ye”, an jî “berxê mala bavê mi mayî heywax bêpişmêr î”, ji bo eşîrên Kurdan ku piştgiriya serhildanê nekirine, rexneyên xwe tînin ziman. Jixwe di konteksta temamiya kilamên serhildanê de piştgiriya tevgera Şêx Seîd ji bo êl û eşîrên Kurd ji aliyê dengbêjan de wek wezîfeyek mîllî derdikeve pêş.
Nîşaneyeke Genetîk a Dewleta Tirk: Bêbextiya bi Kurdan û Gelê din re
Trajedî û xemginiyên li dû Serhildanê rûdane, mijarên herî zêdê yên kilaman in. Zehmetkêşî û mexdûriyeta kurdan ên herêmî bi berfirehî hatine vegotin. Ji ber ku lehengiyên serhildêran bi awayek trajîk bi encam bûne, kilamên li ser lehengiyan jî bi hestên xemgînî hatine hûnandin. Xemgîniyên ku bi têkçûna serhildanê re peyda bûnin, bûne sedema derketina kilamên heznî yên ku gel bixwe bûye kirdeya wê êşê. Kêşeyên kurdan ên di dema serhildanê de mezintir bûne, di perspektîfa gel de hatine nirxandin û pêwendiyên wan ên dîrokî hatine tespîtkirin. Di vê çarçoveyê de çavdêriyên dengbêj Filîtê Axtepe ji aliyê antropolojîk ve weke mijareke hêjayî lêkolînê ne. Ew destpêka pirsgirêka Kurd û Tirkan bi serdema Sultanê Osmanî Yavuz Selîm ve girê dide. Bi dîtina wî, pirsgirêka ku bi avabûna komara tirkiyê re komplekstir bûye, ew e ku êdî çareserî ne mimkûn e. Di kilama bi navê ‘REŞOYÊ SILO’ de bi rêya dîroka devkî û bîra hevpar tespîtên dengbêjan ên serdemê bi vî rengî derdikeve holê;
…
wayê wayê ev çi qedaye hatî keko ku li ser belayê
ne di tarîqê Yawiz de keko li Sultana hatiye nivîsar û qeydkirinê
dewa berxê Kurda bavo qeyserê tirka dosyeke bozix e
hetanê roja mirin û sekratê bavo here ji hev dernayê[19]
Di dengbêjiyê de piştî serhildana Şêx Seîd, pêwendiyên bi tirkan re ket nava nîqaşeke siyasî û çandî. Peyva "Rom" ku di navkirina ji bo miletê Tirk de xwediyê wateyek teritorial bû, piştî Tevgera Şêx Seîd wekî dewra pêş zêde nehat bikaranîn. Di vî warî de hemû kilamên berê serhildanê û yên piştî serhildanê mînakên vê guherînê ne. Ji bo mînak mirov bide; kilama li ser şerê di navbera Ibrahîm Paşayê Milî û dewleta Osmanî/”Ittihad ve Terakki hukumeti” de ku di sala 1908an de rû dabû, dengbêj hêzên dewleta Osmanî wek “tabûrên Romê[20]” bi nav dikin. Bi heman awayî di tevahiya kilamên lekolînerên Ewrûpayî Albert Socin û Eugen Prym ji salên 1800an danin hev de, miletê tirk û hêzên dewletê wek "Rom" û "eskerê Romê" hatine binavkirin. Lê belê ji piştî serhildana Şêx Seîd ev di kilaman de wek pênaseyên “Meclîsa Tirkan[21]”, “Qanûna Tirkan[22]”, “Eskerê Tirkan[23]”, hatine îfadekirin. Piştî hereketa Şêx Seîd, di dengbêjiyê de miletê tirk ji aliyê nasnameya etnîkî û îdeolojîk ve hatiye navandan. Ji bo miletê Tirk li dewsa peyva“Rom” bi giranî peyva “Tirk” hat bikaranîn. Kirasên ku ji bo taybetiyên wekî “xayîntî”, “bêbextî”, “virektî” yên li “Rom”ê hatibûn birîn, piştî serhildana Şêx Seîd, li modelê dengbêjan yê nû hatin fesilandin. Zilm, zordestî, tehde û bêbextî wek motîvên nasnameya etnîkî û siyasî yê vê modelê lê edilî.
Encam
Çawa ku serhildana şêx Seîd di avabûne wejeyeke neteweyî de li ser dengbêjiyê tesîrek mezin hişt, çanda dengbijiyê jî di ragihandina peyamên tevgerê û îdealizekirina wê de rolek girîng lîst. Gel hay ji bûyer û idealên hereketê bûn. Serhildana Şêx Seîd ne tenê di perspektîfeke siyasî de hat ravekirin, herwiha bandorên wê yên çandî, civakî û derûnî yên li ser gel jî di çaven rojnamegeriyeke edebî de hatin ravekirin. Nêrînên gel ên li ser bûyer û encamên serhildanê di kilaman de hatin şîrovekirin û ew berhemên dengbêjan di pêşketina nasnameya kurdî de wek fenomenên wêjeyî yên dema modern bi cih bûn.
Gotin û awazên dengbêjan ên li ser serhildanê hem di wesfê dramakî dîrokî de ne, û hem jî dayîna rûmeteke neteweyî ya Şêx Seîd û şervanên serhildanê ne. Di ravekirin û ragihandina wan bûyeran de lehengên serhildanê wekî sembolên neteweyî peyda bûn. Ev şan û şeref, di dengbêjiyê de bû sedema guherînên çandî û di heman demê de bandor li helwestên dengbêjan kir û hizra neteweyî ya wan bilind kir.
Di encamê de kilamên dengbêjiyê nîşan dide ku serhildana Şêx Seîd ne tenê tevgereke siyasî ye; Ew di bîra hevpar a gel de bû qonaxeke çandî, xislet û taybetiyên îdeal ên civakî di wêjeya dengbêjiyê de di dilqeke neteweyî de xwe dan der. Serhildan wek sembola berxwedanê û lehengiyê di bîra gelê Kurd de zindî ma. Pratîka berxwedanê wekî şertek yekane ya jiyanê di bîra civakî ya Kurdan de hat bicîhkirin. Di vê çarçoveyê de tişta tê texeyûlkirin hem nîşaneyeke ji bo heqîqetiya hebûna civakî ye û hem jî hêmanên sembolîk û mîstîk ên ruhîyeta berxwedaniya Kurdan e. Serhildan û kilamên ku li ser derketine holê di sedsaliya xwe de jî xwedî vê wateyê ne: Li dijî zilmê berxwedaneke mezin hatiye meşandin û têkoşîna hebûneke bi rûmet û adil hat dayîn.
Jêrenot
[1] Dengbêj Nûroyê Meter
[2] Dengbêj Reso, Kilama Filîtê Quto û Emê Etmanekê
[3] Cemîlê Bafawî, Kilama Mala Ûsivê Seydo
[4] Dengbêj Elbariyê Patnosê, kilama “HEY LO BIRA”
[5] Dengbêj Qutbedînê Patnosê, kilam “MÎRO”
[6] Dengbêj Nûroyê Meter, kilama “GELIYÊ ZÎLAN”
[7] Dengbêj Tayîbo, kilama “LO MÎRO”
[8] Dengbêj Celoyê Babiya, kilama “MÎRÊ MIN”
[9] Dengbêj Celoyê Babiya, kilama “MÎRÊ MIN”
[10] Dengbêj Zahiro, kilama “KEKE XIYASEDÎN”
[11] Dengbêj Şakiro, kilama“Teyrê ÎSPÎRΔ
[12] Dengbêj Reso, kilama“KEKÊ XIYASEDÎN”
[13] DengbêJ Ehmedê Bêrtî, Kilama“BAVÊ ŞÊX ELÎ RIZA”
[14] Dengbêj Celoylê Babiya, kilama “DUNYAYÊ”
[15] Dengbêj Nûroyê Meter, kilama “LO BIRA”
[16] Dengbêj Ehmedê Heleksan, kilama “MÎRÊ MIN”
[17] Dengbêj Huseyno, Kilama “MÎRÊ MIN”.
[18] Di derbarê bûyera Şerê Hewşa Mirtûman de agahîyên berfirehtir https://ekremmalbat.wordpress.com/2015/12/13/ferzende-bege-heseni/
[19] Dengbêj Filîtê Axtepe, Kilama “REŞOYÊ SILO”
[20] Dengbêj Huseyno, kilama “ÎBRAHÎM PAŞAYÊ MILΔ
[21] Dengbêj Şakiro, kilama “DEWRAN E”
[22] Dengbêj Şakiro, Kilama “GELIYÊ ZÎLAN”
[23] Dengbêj Mehmûdê Hesê, kilama “HÊDÎ BAJO MÎRO FERMANLÎ NE”
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →