Kokên nijadperestiya li hemberî Kurdan heta serdema hilweşîna Dewleta Osmanî diçin helbet; wê çaxê Kurd wekî yekane koma etnîkî ya mezin a di hundirê sînorên împaratorîyê de man ku daxwaza wan a serxwebûnê bêencam mabû. Vê rewşê di nava damezrînerên dewleta Tirk de "tirsekî giran a perçebûnê" afirand. Hinek zanyarên zanistên civakî vê yekê wekî 'sendroma Sevrê' jî pênase dikin. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku ji bo têkoşîna li dijî vê tirsê hatin bikaranîn bi temamî bi ser neketin; lê belê di nava civaka Tirk de li hemberî Kurdan tirs, neyartî û nefreteke mayînde afirandin. Ev yek bû sedem ku cîhana hundirîn a Kurdan jî di bin bandora vê “habîtûsa nîjadperest” de teşe bigire.
Dewleta nû, bi awayekî cuda ji binyada pir-neteweyî ya Osmanî, hewl da ku 'neteweyeke Tirk' a hevpar biafirîne. Di Makeqanûna Bingehîn a 1924an de têgeha 'Tirk' wekî nasnameyeke jorîn a hemwelatiyê hat pênasekirin. Lê belê di pratîkê de, ev nasnameya jorîn pir caran bi ziman û çanda Tirkî re hat yekkirin. Înkara nasnameya Kurdî, zextên li ser ziman û çandê, pêkanînên iskana neçarî û gotarên hin serdeman, li dijî Kurdan bingeha cudakariyeke sazûmanî û polîtîkayên nijadperest ava kirin.
Di dirêjiya beşeke mezin a dîroka Komara Tirkiyeyê de, Kurd di hişê Tirkan de tenê wêneyekî dûr bûn; mirovên "hov û neşaristanî" bûn ku diviyabû werin kedîkirin û şaristanîkirin. “Ji salên 1920î heta 1990î, xeta dewletê ev bû; înkarkirina hebûna Kurdan (ku dihat îdiakirin ew 'Tirkên serê çiyan' in), qedexekirina zimanê Kurdî û tepisandina her cure nîşaneyên çandî yên Kurdbûnê yên di qada giştî de bû. Meseleya esasî 'netewebûna Kurdan' bû, lê gotara fermî ya dewleta Tirk têkoşîna neteweyî ya Kurd wekî pirsgirêka 'paşvemayîna herêmî' yan jî wekî 'berteka eşîrtiyê' ya li dijî projeya modernîteyê nîşan dida (Yeğen: 1999). Bi rêya vê çarçoveyê, dewleta Tirk li aliyekî hebûna Kurdan bi temamî înkar dikir, li aliyê din jî xwe wekî 'rizgarkerê Kurdan' ê ji bin destê zordestên wan ên feodal, eşîrî û dînî yên paşvemayî pênase dikir.”[1]
Di nîvê yekem ê sedsala bîstan de, Kurd wekî "yên din ên paşvemayî" dihatin dîtin ku diviyabû di nava Tirkbûna modern de bihatan helandin. Kemalîstan hewl da ku neteweyeke Tirk a yekpare (monolîtîk) ava bikin û pirrengiya etnîkî ya welat piştguh bikin. Serdestiya Tirkî ya ku bingeha xwe ji fikra 'yekpareyiya neteweyê' (indivisibility) digire, têkoşîna Kurdan a ji bo serxwebûnê û azadiyê wekî gefeke 'dabeşkar' dît; hewl da ku rêber û serhildêrên Kurd wekî 'çete' yan 'terorîst' bêîtibar bike û bitepisîne. Di heman demê de, tevahiya nifûseke mezin xist bin polîtîkayên sedsalî yên înkar, asîmîlasyon û Kurdofobiyê. Ji bo ku têkoşîna Kurdan a ji bo azadî, naskirin û mafên wekhev wekî 'paşvemayîn' û 'paşverûtiyek' li dijî modernîteya pêşverû ya dewleta Tirk were nîşandan, seferberiyeke mezin a madî, sazumanî û gotarî (discursive) hate meşandin.
Bi destpêkirina şerê navbera PKK û dewletê re, nijadperestiya li hemberî Kurdan gihîşt asteke nû. Ev nijadperestî ne tenê ji ber îdeolojiyekê ye, lê bi bandora gelek sedemên cuda derketiye holê. Fikarên ewlehiyê, nûçeyên medyayê, nêzîkatiyên siyasî û travmayên civakî bi hev re bandor li van gotara kirine. Piştî ku PKK di sala 1984an de li dijî dewleta Tirk dest bi têkoşîna çekdarî kir, herêma Kurdan di navbera salên 1987 û 2002yan de careke din bi Rêveberiya Rewşa Awarte (OHAL) hate birêvebirin. Di dema vê 'şerê qirêj' ê salên 1990î de, tevahiya herêma Kurdî veguherî qada şer: zêdetirî 3 milyon Kurd bi darê zorê hatin koçberkirin, gund û milkên wan hatin şewitandin, her aliyekî jiyana wan hate ewlehîparêzîkirin (securitized) û her cure nîşaneyên ziman û çanda wan wekî sûc (criminalized) hatin hesibandin. Pevçûnên di navbera dewlet û berxwedana çekdarî ya Kurd de bûn sedema mirina zêdetirî 60 hezar kesan ku piraniya wan sivîlên Kurd bûn. Piştî koçberiya girseyî ya salên 1990’î û gurrbûna şerê di navbera dewlet û PKK’ê de, Kurd êdî bûn "kujerên pitikan", "cudaxwaz û terorîst", “ew kesên ku leşkerên me şehîd dikin”, "kesên nebawer", "piştgirên terorîstan" û hwd. Êdî parastina gelê Tirk ji van mirovên "neşaristanî" yên ku bajarên Tirkan "dagir dikirine", bû meseleyeke lezgîn di medyaya sereke ya Tirkiyeyê de.
Wekî ku Cenk Saraçoğlu jî destnîşan dike; “kovara bi navê TürkSolu bi manşetên mîna “Pirsgirêka Kurd nîn e, dagirkeriya Kurdan heye!” bû qada qîrîna nijadperestiyeke tund û birêxistinkirî. Bûyereke nedîtî bû ku di weşaneke siyasî de dijminatiya li hemberî Kurdan bi vî rengî eşkere û bêperde were ziman. Lewma vê yekê derdorên hestiyar û xwedî wijdan xist nava fikarên kûr û bala her kesî kişand ser vê provokasyona mezin."[2]
Di vê serdemê de, çend milyon Kurd ji ber fikarên ewlehî û aborî koçî bajarên rojava û peravên Tirkiyeyê kirin; li wan deran rû bi rûyê feqîriya bajêr, cudakarî, reşkirin û her cureyê nîjadperestiyê bûn. Li ser bingeha vê paşxanê, nasnameya etnîkî ya Kurdî hatiye nîjadperestkirin (racialized); bi vî awayî gelek wesfên neyênî yên derbarê xuyabûna fîzîkî, aksan, exlaq, krîmînalîte û asta şaristaniyê li Kurdan hatine barkirin. Ev zimanê kurdofobîk, Kurdan wekî 'mirovên ji aliyê çandî ve paşvemayî, yên ji ber taybetmendiyên xwe yên çandî nikarin li jiyana bajarî ya nûjen biguncînin, sûcdarên jidayîkbûyî, mirovên tundxwaz û cudaxwaz' nîşan dide. Di heman demê de, zêdebûna nifûsa Kurdan a li bajarên rojavayê Tirkiyeyê wekî 'dagirkeriya Kurdan' tê binavkirin.
Nijadperestiya Kolonyalîst a li Bajarên Tirkiyeyê
Cenk Saraçoğlu, van helwest, çalakî û rûdanên li dijî Kurdan ên ku ji destpêka salên 2000’î ve rû didin, wekî “vederkirina bi rêya naskirinê” (tanıyarak dışlama - exclusive recognition) bi nav dike. Li gorî îdîaya wî, ev zimanê nû ne ji aliyê dewletê yan rêxistinekê ve hatiye ferzkirin; berevajî vê, ev rewş di koka jiyana rojane ya bajaran de, wekî encama polîtîkayên neolîberal, bi awayekî xweber şîn bûye. Ev nijadperestiya nû ya ku li bajarên Tirkan ji ber pêwendiyên rû bi rû peyda bûye, xwedî çar xisletên bingehîn e: Ya yekem; ev gotar, berevajî siyaseta asîmîlasyonkar a dewletê, Kurdan wekî neteweyekî cuda pênase dike. Duyem; ev gotar bi rêya wesfên neyênî û qalibên stereotîp, Kurdan ji nav civakê derve dihêle. Ya sêyem; ev nêrîn bingeha xwe ji têkiliyên rûser (ne kûr) û çavdêriyên li ser Kurdên koçber digire û bi vî awayî xwe mafdar nîşan dide. Ya dawî jî; ev nav û nûçikên ku ji bo piçûkxistinê têne gotin, bi taybetî tenê li dijî Kurdan têne bikaranîn.
Divê were destnîşankirin ku ev ‘vederkirina bi rêya naskirinê' (tanıyarak dışlama), encama binketina polîtîkayên asîmîlasyonê ye; ew ne nîşana pêşketineke di têkoşîna Kurdan a ji bo naskirinê û mafên wekhev de ye. Berevajî vê, ev yek nîşan dide ku nijadperestî di jiyana rojane ya Tirkiyeyê de çiqasî rehên xwe kûr kiriye.
Lêkolînên Cenk Saraçoğlu[3] yên li ser şêwazên dervehiştina Kurdan a di jiyana rojane de û bi taybetî daneyên wî yên ji qada Îzmîrê, ji bo têgihîştina veguherîna nijadperestiya modern a li Tirkiyeyê gelekî berhemdar in. Ev xebat nîşan dide ka şêwazên nû yên dervehiştina li hemberî Kurdan di nav têkiliyên mîkro yên jiyana rojane de, bi pêvajoya bajarvaniya neo-lîberal re çawa derketine holê. Loma xebata wî ne tenê lêkolîneke etnîsîteyê ye; di heman demê de li ser çîn, bajar, neo-lîberalîzm û tirsên çandî xebateke resen e. Li gorî Cenk Saraçoğlu: “Gotara “vederkirina bi rêya naskirinê” (tanıyarak dışlama) li ser 'tahayul'ê (tesewurê), lê li ser 'naskirina' (ezmûnkirina) Kurdan a di jiyana rojane ya bajarên Tirkiyeyê de hatiye avakirin. Ev yek nîşan dide ku kesên vê dervehiştinê pêk tînin, ne tenê nêrîna dewletê ya “ji jor de” ya ku Kurdan piçûk dibîne dubare dikin; berevajî vê, ew li gorî têkiliyên xwe yên rojane û ezmûnên xwe yên kesane, “îmajeke taybet a Kurd” diafirînin. Loma ev rewş nîşana pêvajoyeke etnîkîbûnê ye.”
Mesela Kurd li Tirkiyeyê bi salên dûr û dirêj wekî pirsgirêkeke ewlehiya leşkerî an jî wekî pêvajoyeke asîmîlasyonê ya bi îdeolojiya fermî ya dewletê ve sînordar hatiye nirxandin. Lê Cenk Saraçoğlu vê mijarê ji çarçoveya dewletê derdixe û dibêje ku ev yek ji nav dilê civakê tê; yanî ew vê rewşê wekî pêvajoyeke ku 'ji jêr ber bi jor ve' mezin dibe pênase dike. Teza Saraçoğlu ya sereke dibêje ku piştî salên 80î peywendiya di navbera Kurdên ku li bajaran bi cih bûne û çînên bajarî de, êdî ne li ser bingeha înkarê ye, lê bi rêya naskirineke negatîf dimeşe.
Têkarîya herî resen a nivîskar “vederkirina bi rêya naskirinê” (tanıyarak dışlama) ye ku du pêvajoyên dijber dihewîne: Naskirin (pejirandina hebûna nasnameya Kurdî) û vederkirin (mohrkirina vê nasnameyê bi taybetmendiyên negatîf û dûrxistina wê ya ji jiyana civakî). Ev tez li ser çar stûnên bingehîn hatiye avakirin:
1. Qebûlkirina Cudahiyê (Tescîlkirin): Nijadperestiya berê digot "Kurd tune ne", lê ev nêrîna nû dibêje "Ew Kurd in û ji me cuda ne." Yanî bi vî awayî nasnameya wan qebûl dike lê wan ji xwe cuda dibîne.
2. Nêrînên Şaş û Xerab (Stereotîp): Ev nêrîn; Kurdîtî û nezanî, bêprensîbî û cudaxwaziyê bi hev ve girê dide. Di hişê wan de gava mirov dibêje "Kurd", ev taybetmendiyên xerab tên bîra wan.
3. ‘Yê Din' ê ku Tê Naskirin: Nefret ne ji pirtûkan an ji fikrên siyasî, lê ji wan tiştên ku her roj li bazarê, di otobûsê de yan jî li kolanê diqewimin, tê xwedîkirin. Yanî nefret xwe dispêre serpêhatiyên rojane.
4. Tenê li ser Kurdan e (Mûnhasirî): Ev zimanê ku mirovan ji hev dûr dixe, li hemberî komên din ên li Tirkiyeyê bêdeng e; armanca wî tenê Kurd in û tenê wan dike hedef.
Cenk Saraçoğlu nîşan dide ku meseleya Kurd êdî ne tenê meseleyeke siyasî ya navenda Enqereyê ye, lê bûye kêşeyeke civakî ya li bajaran. “Vederkirina bi rêya naskirinê” (tanıyarak dışlama) wekî “nijadperestiya jiyana rojane” derdikeve pêş ku tê de tirsên aborî, fikarên ewlehiyê û hesta serdestiya çandî bi hev re hatine girêdan. Saraçoğlu li vir ji ramanên Marksîst ên klasîk vediqete; lewra ew dibêje ku ev nijadperestî ne 'hişmendiyeke çewt' e ku dewletê di serê xelkê de çandiye. Li gorî wî, ev gotareke 'organîk' e ku mirov bixwe di nav jiyana xwe ya rojane de hildiberînin û lê xwedî derdikevin. Ev jî îsbat dike ku pirsgirêk gelekî kûr e, bi propagandaya siyasî û bi hêsanî nayê çareserkirin. Xelkê ku berê bawer dikir 'PKK lîstika destê hêzên biyanî ye', niha êdî bawer dike ku 'Kurd bi xwe piştgirên PKKê ne'. Ev veguhertin nîşan dide ku dijmin êdî ne tenê xeyalekî dûr e; ew bûye metirsiyeke zindî û şênber ku di her gavê de û li her derê li dora wan dizivire.
Bi kurtasî nivîskar diparêze ku sedema sereke ya li pişt vê nefreta etnîkî ya li hemberî Kurdan, bi veguherîna şert û mercên neo-lîberal ve girêdayiye. Ji ber ku Kurdên koçber ne di fabrîkayan de, lê di karên “bêqeyd” de (wekî firoşkarîya di kolanan de, kaxezberhevkarî/hurdegerî û hwd.) dixebitin, ev yek di nav xelkê bajêr de dibe sedema hestê neheqiyê. Tirkên bajarî yên xizan, ji bo ku rewşa xwe ya xirab a aborî rave bikin, tiliya xwe dirêjî Kurdan dikin û dibêjin: “Em baca xwe didim, li gorî qanûnan tevdigerin lê em di bin bar de diçirin; ew (kurd) bêbac û bi dagirkirina erdên xezîneyê dewlemend dibin.” Bi vî awayî, hinceta 'qezenca neheq', nijadperestiya li dijî Kurdan rewa dike.
Kurd: Dizên Kêfa Tirkan
Bêguman yek ji têgehên herî xurt ên ku Slavoj Žižek ji bo fêmkirina nijadperestiya hevçerx pêş xistiye, 'dizê kêfê' ye.[4] Li gorî Žižek, mirov pir caran ne tenê ji 'yê din' (öteki) ditirsin; di heman demê de bawer dikin ku wî/ê kêfeke (hazeke) veşartî û jiyaneke rehettir ji wan diziye. Loma nijadperestî ne tenê ji newekheviyên pêkhateyî, endîşeya ewlehiyê yan jî ji cudahiya çandî çêdibe. Nijadperestî di heman demê de lîbîdînal e; yanî bi daxwazan, bi hêrsa tepisandî û bi çavnebariyên binhişî hatiye hunandin.
Mirovên ku jiyana xwe bi qeyd û bend, bi feda û kêmderfetan diborînin, lê di xeyala xwe de wisa dihesibînin ku 'yê din' bi fêlbaziyên di sîstemê de kêfê dike û bi neheqî jiyaneke pir rehettir dijî. Li vir, peyva “jouissance”[5] ê ya ku Žižek ji Lacan girtiye, wekî mifteyekê ye. Ev ne tenê dilşadî ye, lezeteke dîn û har e ku sînoran nas nake. Kesê nijadperest di wê baweriyê de ye ku yê li pêşberî wî/ê, xwedî wê lezeta veşartî ye ya ku ew bi xwe nagihîjê.
Dema em vê teoriyê li ser stereotîpên berbelav ên li hemberî Kurdên li Tirkiyeyê bi kar tînin, tabloyekî gelekî balkêş derdikeve holê. Lewra gelek klîşeyên di derbarê Kurdan de ne tenê tawanbarkirinên aborî yan siyasî ne; di heman demê de ew xeyalên (fanteziyên) wisa ne ku kîn û hêrsa di hundirê nijadperestan de kom bûye, bi rêk û pêk dikin. Gotinên wekî 'bacê nadin', 'elektrîka qaçax bi kar tînin', 'çavkaniyên dewletê dimêjin', 'bi karên nedadmend dewlemend dibin', 'bi saya têkiliyên mafyayî mezin dibin', 'hem dijminatiya dewletê dikin hem jî ji derfetên dewletê sûd werdigirin', tam ew tawanbarkirinên nijadperest in ku di nav mekanîzmaya îdeolojîk a Žižek pênase kiriye de dixebitin.
Gotarên bi vî rengî, her çend wekî daxwaza edaleta aborî bixuyên jî, li gorî analîza Žižekî mesele ne tenê aborî ye. Lewra xala bingehîn, şêwazê ezmûnkirina jiyanê ya mirovên nijadperest e. Kesê ku di bin bêewlehiya aborî û barê deynan de pelixiye, li şûna ku neheqiya sîstemê tawanbar bike, fîgurê 'yê din’ ê ku “qanûnan nas nake” dike hedef. Bi vî awayî, gelê Kurd ji çarçoveya polîtîk derdikeve û wekî 'pirsgirêkeke exlaqî' tê pênasekirin. Fantezî wiha dixebite: 'Em berdêlan didin, lê ew bi hîleyan sûdê ji valahiyên sîstemê werdigirin.' Di vê rewşê de, hêrs ji pergala kapîtalîst tê veguhastin û li ser nasnameya etnîkî tê barkirin.
Bi taybetî meseleya 'elektrîka qaçax' mîna neynika vê pergalê ye. Kurdê ku guman heye elektrîka qaçax bi kar tîne, êdî ne tenê wekî 'kesê ku heqê xwe nade' tê dîtin; ew wekî kesekî ku li dijî qaîdeyên pirraniyê radibe û sînorên mecbûrî yên civakê binpê dike tê nîşandan. Di paşxana vê fanteziyê de hesûdiyeke kûr û veşartî heye. Lewra, ew 'yê din', wekî kesekî ku qedexeyan nas nake lê dîsa jî bi kêf dijî tê xeyalkirin. Žižek dibêje ku ew hêrsa giran a nijadperestan, ji ber vê çavnebariya di hundirê wan de mayî ye. Mirov naxwazin tenê wî/ê kesî ceza bikin; ew dixwazin wê 'taya jiyanê' ya zêde ya ku bawer dikin di destê mirovên kêmanî de ye, ji kokê ve veqetînin.
Ji ber vê yekê, ne tesaduf e ku di serdemên krîzên aborî de ev cure stereotîp gur dibin. Gava bêkarî, giraniya jiyanê û barê deynan zêde dibin, xezeba civakî li şûna ku li dijî pergala aborî rabe, ber bi fîgurên etnîkî ve tê veguhastin. Li gorî teoriya îdeolojiyê ya Žižek, ev yek di koka mekanîzmaya xebata civakên kapîtalîst de heye. Kapîtalîzm ji bo veşartina newekheviyên ku bi xwe afirandine, vê xezeba civakê bi rêya girseyên nijadperest li ser hinek nasnameyên etnîkî an olî belav dike û wan wekî gîskê gurî (günah keçisi) nîşan dide.
Klîşeya 'bi rêya torên mafyayî dibin xwedî hêz' ku ji bo Kurdan tê gotin, xwedî heman mekanîzmayê ye. Di vê çarçoveyê de fîgurê Kurd tenê wekî mirovên sûçdar tên nîşandan; di heman demê de wekî kesekî ku 'deriyên qedexekirî' yên sîstemê jê re vekirî ne, bi awayekî fantezîk tê berz kirin. Wekî ku Žižek di analîza xwe ya antîsemîtîzmê de eşkere dike, gotara nijadperest, hin nasnameyan di heman demê de hem kêm dihesibîne hem jî hêzeke mîstîk û veşartî li ser wan bar dike. Cihû di dîrokê de hem wekî 'parazîtên qels' hem jî wekî 'hêzên serdest ên cîhanê' hatine temsîlkirin. Her çend ev îmaj ji aliyê mentiqî ve nakokiyên kûr di hundirê xwe de bihewîne jî, di bingeha fanteziyê de xwedî fonksiyoneke mezin in. Lewra mebest ne şirovekirina rastiya heyî ye, mebest ew e ku girseyên nijadperest ji bo kêmasiyên jiyan û rewşa xwe ya dijwar hincetekê peyda bikin.
Fanteziyên nijadperest pirî caran guh nadin kiryarên rastî. Hêza klîşeyekê ne di rastbûna wê de, lê di wê behre û kapasîteyê de ye ku ka daxwazên civakê çawa li hev dicivîne û bi rêxistin dike. Wekî mînak, tu bi îstatîstîkan îspat bikî ku gotina 'Kurd bacê nadin' derew e jî, ew gotar bandora xwe winda nake. Lewra li vir derd ne rastiya li ber çavan e; derd ew e ku civaka serdest dixwaze wê hesta 'ez têm xapandin' a di hundirê xwe de bi hincetekê rave bike. Mirov li şûna ku li rûyê bêkêfî, xizanî û qelsiya xwe ya li hemberî sîstemê binêrin, sûcê her tiştî diavêjin stûyê wî/ê 'yê din' ê ku 'kêfa wan diziye'.
Di encamê de, gava em ji perspektîfa Žižekî lê dinêrin, ev cure stereotîpên derbarê Kurdan de ne tenê zanyariyên şaş in; di heman demê de şêwazê birêvebirina krîzê yê kirdeyên neteweyî yê modern e. Mirov li şûna ku bipirsin 'çima em ne bextewar in?', berê xwe didin pirsa 'kê ew kêfa me ya ku ji destê me hatiye standin diziye?'. Îdeolojî jî her tim tiliya xwe wekî bersiv dirêjî 'yê din' (öteki) dike helbet.
Nijadperestiya Veşartî ya Îdeolojiyên Gerdûnî a li Hemberî Kurdan
Piştî ku partî û koalîsyonên îslamperest-neteweperest di salên 1980’î de hatin ser desthilatdariyê û nexasim piştî salên 2000’î, ev binyata nijatperest ber bi "biratiya îslamî" û "neo-osmanîperestiyê" ve guherî. Armanca vê guherînê ew e ku Kurdan di nava îdeolojiyeke îslamperest de asîmîle bike; îdeolojiyek ku tê de serdestiya Tirkî û bindestiya Kurdan wekî xwe dimîne. Mînak, di îdiaya "biratiya dînî" ya îslamperestiya neo-osmanî de, Tirk wekî lîderên umeta îslamî tên dîtin û ev wekî dewama dema Osmaniyan tê hesibandin. Di vê binyatê de, Kurdbûna Kurdan tenê di wê şertê de tê "baxşandin" ku ew bibin "birayên piçûk ên Misilmman" û guh bidin Tirkan. Tirkek dikare bibe "Misilmmanê Tirk" (û bi parastina nav û dîroka xwe bibe lîderê umetê), lê Kurdek ji bo ku bibe "birayê meqbul", divê ji Kurdbûna xwe derkeve.
Nakokiya herî mezin a Tirkên ummetxwaz ev e ku tevî îthalkirina ewqas teoriyên dij-kolonyal û piştî-kolonyal, Kurdistana mêtingeh a ku li rexê wan e qet nabînin û qet dest nadin dîroka mêtingehkar û talanker a 'Tirkê Misilman'. Gelên wekî Filîstîn, Cezayîr û Bosnayê bi hêsanî wekî 'gelên bindest û mezlûm' hatin qebûlkirin; lê dema dor hat meseleya Kurdistanê, piranî di çarçoveya 'ewlehiya hundirîn', 'fîtne', 'parçebûna ummetê' yan jî 'midaxeleya ji derve' de hat nirxandin. Lewra di hişmendiya Îslamperest a Tirk de mêtingehî, bi eslê xwe wekî şêweyekî tahakumê yê ku ji aliyê hêzên Rojava û ne-misilman ve ji derve tê meşandin hatiye kodkirin. Lê belê hiyerarşiyên di navbera gelên Misilman ên ku di bin heman banê dewletê de dijîn, bêtir wekî 'pirsgirêka îdarî', 'mijara ewlehiyê' yan jî 'krîza nav-ummetê’ tên dîtin.
Hişmendiya Îslamperest a Tirk, piranî caran nasnameya Tirkî wekî nasnameyeke nexuya û xwezayî qebûl dike. Zimanê fermî yê dewletê, vegotina dîrokê û normên giştî li dor nasnameya Tirkî teşe bigirin jî, ev rewş ji bo piraniya Îslamperestan wekî 'neteweperestî' nayê dîtin. Lewra nasnameya serdest, piranî caran xwe wekî nasnameyeke bêalî û gerdûnî pêşkêş dike. Lê dema ku dor digihîje nasnameya Kurdî, hebûna wê ya di qada siyasetê de wekî 'etnîkperestî' tê binavkirin. Bi vî awayî, neteweperestiya Tirkî dibe bingeha asayî ya pergalê, lê xebatên siyasî yên Kurdan wekî qadeke biproblem û biqisûr têne dîtin.
Îslamperestên Tirk li hemberî emperyalîzma Rojava xwedî zimanekî rexneyî yê tund in. Dema mijar bibe Filîstîn, dagirkirina Iraqê yan jî rewşa Misilmanên Hindistanê, ew dikarin gotarên dij-mêtingehkar ên pir tûj peyda bikin. Lê belê heman helwest ji bo meseleya Kurd bi hêsanî dernakeve holê. Lewra di mînakeke wiha de, ‘kiryarê mêtingehkar’ ne hêzeke ji derva ye, lê rasterast bixwe dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Lê belê Îslamparêzên Tirk, Tirkiyeyê li hemberî Rojava (emperyal) her tim wekî welatekî bindest û mexdûr dibînin; ji ber vê yekê pejirandina karakterê kolonyalîst ê dewleta Tirk ji aliyê Tirkên Îslamparêz ve, pir zehmet e. Şikestineke kûr a fikrî û ramanî hewce dike.
Bi kurtasî, hişmendiya Îslamperest a Tirk meseleya Kurd pir caran ne di çarçoveya mêtingehî yan tahakuma kolonyal de, lê bêtir wekî meseleya yekîtiya ummetê, bekaya dewletê û fikarên ewlehiyê nirxandiye. Ji bilî çend rewşenbîrên radîkal, nijadperestiya veşartî ya ramana Ummetparêziyê ya li hemberî Kurdan ji kûr ve pirsiyar nekirine.
Heman rewş ji bo enternasyonalîst û piraniya sosyalîstên Tirk jî derbasdar e; ew daxwazên azadiyê yên Kurdan wekî "komploya hêzên navneteweyî" ya li dijî ruhê antî-emperyalîzm û têkoşîna çînî dibînin. Mîna îslamperestên utopyaparêz ên ku çareseriya pirsgirêkan di ber bi paşerojeke xeyalî ya "rêveberiya îslamî" ve dehf didin, sosyalîstên Tirkiyeyê jî pirsgirêkên lezgîn ên Kurdan di ber bi şoreşeke sosyalîst a xeyalî ve dehf didin. Lê belê nêrîna Marksîstên Tirkiyeyê ya li ser meseleya Kurd tu carî di xeteke yekalî de pêş neket. Ji sosyalîzma dewletparêz a ku di bin bandora modernîzasyona komarparêz de mabû bigire heta tevgerên şoreşger ên enternasyonalîst; ji sentezên Kemalîst-sosyalîst bigire heta wan pêkhateyên ku rasterast bi tevgera azadiya Kurd re tifaq ava kirin, gelek rehikên cuda derketin holê.
Çepgirên Tirkiyeyê ya serdema pêşîn, bi taybetî ji salên 1920an heta 1960an, gelekî nêzîkî projeya netewe-dewleta Kemalîst sekinîn. Yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê ew bû ku Kemalîzm wekî têkoşîneke rizgariyê ya dij-emperyalîst dihat dîtin. Ji bo gelek sosyalîstan, Komara Tirkiyeyê wekî ezmûneke modernîzasyona pêşverû ya ku li hemberî emperyalîzma Rojava bi ser ketiye dihat nirxandin. Ji ber vê yekê, serhildanên Kurdan pir caran wekî 'paşverûtiya feodal', 'berxwedana eşîrî' yan jî 'manîpûlasyona emperyalîzmê' hatin şirovekirin. Bûyerên wekî Serhildana Şêx Seîd, li şûna ku wekî daxwaza neteweyî ya gelê bindest werin dîtin, wekî tevgerên reaksiyonel ên li dijî şoreşên komarê hatin pênasekirin. Vê nêzîkatiyê, ku bandora wê heta roja me ya îro jî didome, hişmendiya beşeke mezin a çepgirên Tirkiyeyê esîr girt û nehişt ku ew doza Kurd wekî şerekî serxwebûn û rizgariya neteweyî fêm bikin.
Di salên dawî de, beşeke berçav a tevgera sosyalîst a Tirk dest pê kir ku meseleya Kurdistanê bi awayekî zelaltir di çarçoveya têgehên dekolonyal û antî-kolonyal de nîqaş bike. Têgehên wekî 'mêtingeriya navxweyî', 'kolonyalîzma niştecihker', 'serdestxwaziya Tirkî' û 'karaktera avahiyî ya tundiya dewletê' bi taybetî di nava derdorên marksîst ên nifşê ciwan de zêdetir derketin pêş. Tevî vê yekê, zehmet e mirov bibêje ku tevahiya çepgirên Tirkiyeyê gihîştiye vê astê. Lewra, hîn jî rehikeke xurt a dewletparêz, Kemalîst yan jî çînperest hebûna xwe diparêze.
Nijadperestiya ku bi Pêvajoyên Aştî û Muzakereyan re Derket Holê
Ji sala 2009’an pê ve, polîtîkayên muzakereyê yên AKP’ê yên bi navên ‘demokratîkkirina Tirkiyeyê‘ yan jî 'pêvajoya çareseriyê', di çavê beşên neteweperest û Kemalîst de ne tenê wekî pirsgirêkên ewlehî û demokrasiyê, lê wekî şikestineke stratejîk a ku rasterast bandorê li paşeroja dewletê dike hatin dîtin. Van pêvajoyan di heman demê de tawanbarkirin, heqaret û gotarên nijadperest ên li hemberî Kurdan gur kirin. Ew girse û partiyên ku bi salan hebûna Kurdan înkar kirin û kurdan wekî neteweyekê qebûl nedikirin, vê carê jî ji ber îhtîmala ku bi Kurdan re wekî welatiyên wekhev bi hev re bijîn, dîn û har dibûn.
Tirsa windakirina îmtiyazên ku ji nasnameya serdest a Tirk çavkanî digirin, gotar û bertekên nijadperest ên li hemberî Kurdan di her qadê de zêde kirin. Daxwazên tevgera Kurd ên mîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, xurtkirina rêveberiyên herêmî, berbiçavbûna çandî û temsîliyeta siyasî; di çavê derdorên neteweperest û Kemalîst de wekî 'daxwaza îmtiyazê' hatin pênasekirin. Nedixwestin siyaseta wan a ku li ser hîmê nijadperestiyê hatîye avakirin, hilweşe. Ji ber ku di navenda îdeolojiya Komarê de nasnameya Tirk wekî hêmana damezrîner hatiye pênasekirin; gotarên tevgera Kurd ên wekî 'gelê damezrîner ê wekhev', 'welatê hevpar' û 'komara pirnasnameyî', di nav derdorên neteweperest de rê li ber gotareke nijadperest a tund vekir.
Ew bi îdîayên mîna “dewlet ji dest me diçe”,”'Tirkiye dê di demeke nêz de parçe bibe” “hemû derfetên dewletê ji Kurdan re tên peşkeşkirin” û “êdî Tirk li welatê xwe bûne mexdûr”, hewl didin girseyên nijadperest mobîlîze bikin. Ku Kurd bi nexş û dengê xwe yê resen, di her kuncikekî jiyanê de –ji werzîşê heta aboriyê, ji qadên şahiyê heta medya û siyasetê– derkevin pêş û banga jiyaneke wekhev dikin; ev yek di xeyalên van derdorên nijadperest de wekî dagirkeriyek, bêhediyeke bêpîvan û wekî hewildana desteserkirina îradeya dewletê tê pênase kirin.
Di van demên dawî de, avakirina desthilateke otonom li Rojava, têkiliyên Kurdan ên bi hêzên navneteweyî re û îhtîmala dewletbûna wan a li Rojhilata Navîn, ev nijadperestî hîn bêtir geş kir. Herweha partiyên Kemalîst û alîgirên wan Kurdan bi wê yekê sûcdar dikin ku qaşo Kurdan di nîvê rê de ew firotine û xiyanet li wan kiriye. Ev mîrateya siyasî ya ku bi salan her cure komkujî, îdam, sirgûn û asîmîlasyon li Kurdan rewa dît; niha li bendê ye ku Kurd hemû berjewendiyên xwe yên neteweyî ji bîr bikin û her dem piştgiriya wan bikin. Ev partiya ku hîmê dewletê daniye, heta niha navê Kurdan û erdnîgariya ku lê dijîn jî neaniye ser zimanê xwe; tevî ku tu hêvî yan mizgîniyekê nade gelê Kurd, dîsa jî bi daxwazeke mezin li bendê ye ku ew bibin rêhevalên wan ên bêqeyd û şert. Her hewldan an çalakiya Kurdan a ji bo parastina berjewendiyên wan ên neteweyî, ji aliyê van girseyên nijadperest ve wekî xiyaneta li dijî hêzên dijber tê pênasekirin. Ev nêzîkatî dibe sedem ku heqaret û zimanê nijadperest ê li hemberî Kurdan hîn gur bibe.
Pirsgirêka bingehîn ew e ku hin derdorên çepgir ên neteweperest dixwazin Kurd her dem bi wan re bin û naxwazin Kurd li ser hîmê daxwazên xwe yên siyasî bibin xwedî îradeyeke serbixwe. Pîvana wan a durû wiha ye: Heke Kurd mil bidin wan, dibin 'hogirên demokrasiyê'; lê gava Kurd li gorî aqilê xwe yê siyasî tevdigerin, di cih de wan wekî 'piyonên AKP’ê' tawanbar dikin. Kurd her gav rûbirûyî wê yekê têne hîştin ku ji aliyekî hêzên mêtingehkar re dilsoziya xwe îspat bikin û bibin kurdên maqûl.
Gotarên nijadperest yên li hemberî Kurdan li Tirkiyeyê ne di qalibekî sabît de asê mane; ew li gorî konjonktura siyasî, krîzên ewlehiyê û hevsengiyên tifaqan û li gorî şiyana berxwedanê ya Kurdan her dem kirasekî nû li xwe dikin. Lê belê, mantiqa li pişt van gotaran gelekî tekûz e: Her gava ku Kurd mîna îradeyeke siyasî ya serbixwe gavan diavêjin, ji bo reşkirina wê gavê, zimanekî nû yê dijminatiyê tê hûnandin.
[1] Mehmet Kurt, No Justice for Kurds: Turkish Supremacy and Kurdophobia
[2] Cenk Saraçoğlu, Şehir, Orta Sınıf ve Kürtler - İnkârdan Tanıyarak Dışlamaya, İletişim Yayınları, syf.14
[3] Cenk Saraçoğlu, A Critical Note on ‘Exclusive Recognition’
[4] Slavoj Žižek, The metastases of enjoyment: six essays on women and causality
[5] Jouissance, têgeheke fransî ye ku bi saya psîkoanalîst Jacques Lacan ketiye nav ferhenga cîhanê û di zimanên din de wergera wê nîn e. Her çend di wateya herî hêsan de wekî 'haz' (kêf) were zanîn jî, lê belê di kûrahiya ruhan de behsa wê têrbûna aloz dike ku sînorên kêfên ji rêzê dişkîne; ew tîrbûneke wisa ye ku êş, afat û lûtkeyên ku sînoran serûbin dikin jî di nav xwe de dihewîne.
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →