Hevpeyvîna Taybet Bi "Lalish Theaterlabor" re: Laboratuvareke Şanoyê Li Vîyanayê
Röportaj / Mîrza Metîn

Berî dora 17-18 salan min xwestibû malperekê înternetê ava bikim li ser şanoya kurdî. Wan çaxan min nav û agahîyên komên şanoyê berhev dikir û min bala xwe dabû Ewropayê jî. Wê çaxê min xwe gîhandibû agahîyên Lalish Theater jî û xebatên wan pir bala min kişandibû. Di ser re meh û sal derbas bûn, lê mixabin xeyala min serkeftî nebû û min wê malperê safî nekir. Lê Lalish Theater her di bîra min ma. Berî pênç salan gava ez hatim Almanya û bi cih bûm, min hinek derfet dîtin ku li ser şanoya kurdî ya Ewropayê lêkolînan bikim. Wê çaxê Lalish Theater cardin derket pêşîya min û vê carê peyva Labor (laboratuvar) jî pê ve bûbû. Îcar meha Çileya Pêşîn ya 2022an ez çûm Vîyanayê bo serdana wan û hêja Nîgar Hasîb û Shamal Amîn gelekî bi dilgermî pêşwazîya min kirin û derîya suhbetekê dûr û dirêj jî pê re vekirin. Ez bi heft dilan spasîya wan dikim ku xebatên wan motîvasyona min xurt kirin û ez cardin kelecan kirim bo şanoyê.

Dirêj nekim, kerem bikin cîhana gewre û kûr ya Nîgar Hasîb û Shamal Amîn. Min bi pirsên xwe hewlda ku xebatên wan baştir fam bikim û bidim famkirin. Hêvî dikim ji bo we xwîner û şanogeran sûdmend û îlhamker be.

Mîrza Metîn

 

whatsapp_image_2023-03-26_at_22.10.16

 Ji soranî bo kurmancî: M. Xelatê Ertoşî

Mîrza Metîn: Berî her tiştî ez dixwazim we pîroz bikim, ji ber ku hûn vê dawiyê xelata “Austrian Art Award 2022" wergirt, ku li Avusturya xelateke girîng e. Dikare bê gotin ku li Ewropayê wergirtina xelatên hunerî ji bo koçberan pir zehmet e û ez dizanim ji xeynî vê xelatê xebatên we şayanî gelek xelatên din jî hatine. Bê şik hûn hunera xwe ji bo ku hûn xelatan wergirin nakin, lê wisa xuya dike ku berhemên ku hûn diafirînin têne dîtin. Bi dîtina min girîng e ku meriv berhemên orcînal çêbike û di hawîrdorek ku formên şanoya rojavayî û nêrînên spî lê serdest e de xuya bibe. Lewma ez difikirim ev ked û xebatên we dê îlhamê bide gelek ciwanên kurd. Bi vê mebestê ez dixwazim Lalish Theatrlabor û damezrînerên wê Nîgar Hasîb û Shemal Amîn nas bikim. Dixwazim bi pirsekê wiha dest pê bikim. We şanoya xwe wek laboratuar pênase kirîye. Hûn di laboratûara xwe de çi lêkolîn dikin? Bi qasî ku ez dizanim lêgerîna we ya şanoya ezmûnî beriya ku hûn di sala 1991ê de ji Silêmaniyê werin Avusturyayê jî hebû. Çi we teşwîq kir ku hûn lêkolîn bikin?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Di nîveka salên heştêyî ya çerxa borî de em yek ji damezrînerên şanoya kurdî bûn di tevgera tecrubeya şanoyê de li başurê Kurdistanê û em giringtirîn xwundan tecrûbe ne di wê serdemê de. Ku çendîn pirs di warê azmûn û ceribîn û nûxwazîyê de derxist rojevê û bandoreka mezin li ser tevgera şanoya salên heştêyan û nifşên nû saz kir ku heta niha jî behs û goftûgo û lêkolînên me li ser vê mijarê berdewam in.

Dema em di sala 1991ê de çûyîne derveyî welêt ev pir girîng bû ku em tevgera karê şanoya xwe qut nekin û berdewam bikin. Weha reng piştî çend heyvan me li bajarê Vîyanayê pêşkêş kir û ev bû hengameka pir girîng bo berdewamîya wê.

Rast e wekî du penaberan û di wê serdemê de bi sanahî nebû em karê hunerî bikin. Lê belê heger me ew hengame nedaba reng e em tûşî sarbûnek bibûna. Dema pêşîkê mirov diçe welatekê xerîb, çand û zimanek û hewayekê xerîb, wext lazim e heta mirov hînî hemî tiştan bibe. Lê belê ev nayê wê wateyê ku tu dev jê berdî û çaverê bî ji bo derfeteka dî. Nexêr, hewce ye berdewam bikî ji bo pêkanîna xewna xwe û hewildanê bo bidî.

Çend salên pêşîkê bi fêrbûna ziman û paşê xwendina Koleja Zanista Şanoyê û Mirovnasîyê li Zankoya Vîyanayê derbaz bû. Di wê demê de me salane çend pêşkêşî li Avusturyayê dikir. Lê belê gelek caran jî em diçûne derveyî Avusturyayê. Wekî Elmanya, Danîmarka, Birîtanya bo pêşkêşkirina pêşkêşîya xwe. Di wan deman de em ketin nav lêkolîn û lêgerînan li ser cihên taybet ên şanoya xwe. Teybetmendîyek e ku sûd ji rêbaza şanoya rojhelat û rojava werbigire lê belê dahênaneka me bi xwe ya nûjen be û şûna destê dahênerên me pê ve dîyar bibe.

Helbet ev bi tenê di warê teorî û manîfestonivîsîyê de ne derbazdar e, di warê pratîk û ceribandinê de jî derbazdar e. Wate jê, di nav mijûlîya karê rojane de bi tenê me karî em bersiva pirsên têkildarî mijarê bidin. Eve jî bi serê xwe dikare bi rêya karê laboratuwarê bigehe encamê.

Wextê em ewilî gehiştîne Ewrûpayê, bêguman azadîya bedena mirovê rojava bi giştî di jîyana rojane de û bi taybetî di huner û li ser şanoyê gelek bala me kêşa. Ew bedenê ku ji layenê civaka me ve nefret lê hatibû kirin û bi rêya dab û nerît û sîyaset û cenga berdewam û ayînê azadî lê hatibû qedexekirin û her weha di bin tirsa tunebûnê de bû. Ji ber vê yekê ji bo me giring bû em bedena xwe ji hemû qedexe û tabûyan azad bikin û xeyal û hizirên xwe serbest bikin heta bikarin hunereka azad û bilind biafirînin.

Di heman demê de ji bo me dîyar bû ku giringîpêdana bedenê ya şanoya rojava, bûye sedem ku rêyeka dî ya giring piştguh bike, ew jî dengê mirov e. Rast e li gel şanoya fizîkî şanoya civakî jî li vê derê li rojava gelek bihêz bû û heta îro jî di pileya yekem de ye. Anku şanoyeke ku gelek giringîyê dide metinê û performansa dîyalogî û lîstikvanîya lîstikvanî. Lê belê deng bi tenê ji bo gehandina wate û eslê peyvên metinê têne bikaranînê, ne ku bi hilgirtina deng û tonê dengî wate û peyama xwe bide.

Ji ber vê yekê li vê derê giringîpêdana me bi deng û tona deng û vegotina dengî di bedena heyî de li mekan û demê dest pê kir û eve jî pêwîstî bi kefş û lêkolînan hebû di proseya karê rojane yê laboratuwarê de.

Bêguman bo berdewamîya kar û lêgerînê pêwîstîya me bi wê yekê hebû ku holeka taybet a me bi xwe hebe. Eve jî bû motîvasyoneka mezin ku em hewila bidestêxistina cihekê taybet ji bo xwe bidin û bawerî bi dam û dezgehên hunerî û çandî yên bajarê Vîyanayê bînin ku em rahênanan bikin. Ev yek jî ew qas bi sanahî nebû. Çunkî bêguman ew dam û dezgeh hewce ye hest bi cîyawazî û giringîya karê me bikin û bizanin ku em xwudanê tecrûbe û şarezayîyeka taybet a xwe ne heta ku harîkarîya me bikin. Heger na wekî we bi xwe jî şîret pê kirî ku ji bo du kesên bîyanî li Ewrûpayê hîç hêsan nîne bikevin ser kurm kirasê wê derê.

Piştî lêkolîn û keşfkirin û proje û pêgehiştina û kûrbûna heşt salan a bênavber li ser serpêhatîyên cîhanê, eve wekî pedivîyeka serpêhatîyê me “Lalish Theaterlabor / Navenda Lêkolîna Şano û Performansa Kilturî” ya xwe di dûmahîka heyva Mijdara 1998an de li Vîyanayê damezirand. Bi mebesta pêkanîna pêngava afrînerîya xwe ya taybet û kûrbûn û serpêhatî û keşfkirina berdewam. Û di naverasta salên 2000ê de jî ji ber giringîya metodî karkirin û serpêhatîyên xwe, me karî hol û şanoya taybet ji xwe re wekî navendeka hemî tiştî bo karê serpêhatî û lêkolîn û pratîk û teorî û pêkgehiştina navneteweyî û dîyaloga kilturan, bi harîkarî û palpiştîya dezgeha hunerî û kiltûrên welatê Avusturyayê, bi dest ve bînin.

Metodên weku “deng weku referans” û “fîzîkalîyet û wêneya dengî di mekanê de” û “hebûna bedenê” û “xeleka performatîfî” lêkolîna têgehên “performans” û “lîstikvan” û “rîtuel” bûne çeqê serpêhatîyên pratîk yên laboratuwara me.

Mîrza Metîn: Wisa xuya dike têgihên wekî deng, laş, çand, rîtuel, performansa ezmûnî, merasîm, şahî û hwd. di berhemên we de cihekî girîng digirin. Bi wateyeke din, hûn bi van têgihan nîqaşa konvansîyona şanoyê jî dikin. Navê koma we him referans dide rîtuelên dînî (Lalish), him referans dide şanoyê (theater), him jî referans dide lêkolînê (labor). Ez meraq dikim xebatên we gihîştîye çi astê? Hûn şano dikin, an tiştekî din? Mîsal, dema ku hûn derdikevin pêşberî bîneran, tiştê ku hûn nîşan didin, jê re dibêjin "lîstik"? Wek em dizanin Jerzy Grotowski jî piştî demekê gotibû "ez şano nakim" û berê xwe dabû lêkolînên antropolojîk û bi riya şanoyê gihîştibû vê qonaxê. Bi vê wateyê gelo hûn dikarin bibêjin ku têkiliya xebatên we bi antropolojiyê an jî bi zanistên din re heye?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Di vê derê de giring e bête destnîşankirin ku pêkanîna têgeha “Performansa rîtuelî” ji layê me ve, ne bi mebesta şênberkirina çîrokên arkaîk û ayînî û sembol û nîşan û keresteyên rîtuelên çandî ne. Em balê dikêşin ser proseyeka bi temamî cuda, ew jî ew e ku performansa rîtuelî di laboratuwara me da yanî “berhemdana enerjî” û “hebûna bedenê di mekan û demê de” û afirandina “mekana performatîfî” ku proseya “komunîkasyon” û “veguhêztina enerjî”yê bi şêweyekê çir û nenormal û firehtir û kûrtir dike.

Di her hal û karî de prose kirdeyeka estatîkî ye û nav lê dikin wekî estatîkîya rîtuelê an jî rîtuela estatîkê û em pêşkêşîya xwe wekî “performansa rîtuelî” bi nav dikin û mebesta me afirandina mekaneka nû ye ku sinoran di navbera lîstikvan û bîner da jê bibin û hevgirtineka giştî di mekan û demê da biafirînin.

Her li vê derê jî têgehên giring “performans û lîstikvan” ên di Laboratuwara Şanoya Lalişê de bi temamî ji derveyî wateya xwe ya ferhengî û giştî hatîye bikaranîn. Ku bi şêweyekê rîşeyî û seranser ji derveyî têgehên lîstikvan û lîstina rolê û nûnerayetî û deqayetî û diramaturjî û raveya derûnî û her wesa şano her bi wateya xwe ya naskirî disekine û tê pratîkkirin.

Heger mirov di civakekê de karê hunerî bike, ku di navbera endamên wê de, hind hevgirtin û lêkdayî nebe, weku zimanê hevpişk, an jî çand û mêjû û heta nêrîna wan a dunyewî jî ji yekûdu cuda be, di vê derê de afirandina rîtuelê bo jihevfamkirina van kesan gelek giring e. Lêkolînên me di warê rîtuelê da balê dikêşin ser cureyên vegotina rîtuelê, giringîya hevgirtin û hereket û afirandina bîrewerî ya kolektîfî ye, tetbîqkirina enerjîyê ye, afirandina atmosfereka taybet e ji bo yekbûn û guherînê.

Mebesta me ne veguhastina rîtuelê ye ji çand û mekanê bo ser sehneyê. Ji ber ku her rîtuelekê mekan û dem û beşdarvan û armanca xwe heye û heger yek ji wan bête birînê bi hîç şêweyekê nagehe armanca xwe. Lê belê her wekî me li jorê jî destnîşan kirî dikare ji cureyên rîtuelê sûd bête wergirtin.

Her ji ber vê yekê xwendin û giringîpêdana me bo warê sosyokultur entropolojî li gel xwendina zanistî ya şanoyê li Zanîngeha Vîyanayê gelek giring bû. Ji ber vê yekê em dikarin di ravekirina têgeha rîtuelê de zêdetir kûr bibin.

Mîrza Metîn: Ez dixwazim ramanên we li ser du hêmanên damezrîner ên şanoyê bizanim. Ez wisa difikirim ku ev her du hêman him asteng û him jî rizgarkerên şanoyê ne. Dixwazim pêşî li ser hêmana "lîstikvan" bipirsim, ku yek ji wan du hêmanên ku herî zêde şanoyê dixe nava krîzê. Min bi taybetî peyva "lîstikvan" xiste nav neynûkan. Ji ber ku ev hêman gelek hêlên xwe jî hene ku dikare bibe performer, vebêj, veguhêz, parveker, îcraker û hwd. Di şanoya we de “lîstikvan” hêmanek çawa ye, hûn lîstikvanê xwe çawa pênase dikin? Çi dike? Çawa dixebite? Çawa peywendî datîne? Kî ye lîstikvan?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Şano wek çalakîyeka afrînerîya mirovî, cihê berdewam e bo pêngava guherînê (transformation). Di şanoyê de her gav pêvajoya guherînê li ser vê asta cudawaz rû dide.

  1. Bi rêya pêvajoya lîstikvanîyê, ankû lîstikvan bi lîstina kesan û figuran û bûneweran û tiştên dîtir bi jîn dike. Laboratuwara Şanoya Laliş ji destpêkê we re li ser hilweşandina vê pêngava lîstinê kar kirîye.
  2. Guherîneka dî ewe ku di Laboratuwara Şanoya Lalişê de çêdibe, ew guherîna ku şîyanewerîya zindî ya lîstikvanî ye ku li mekanê pêk tîne. Eve jî wekî kiryareka îradeya xwe û hilbijardeyê ji bo çêkirina mezintirîn asta enerjîyê derbazkirina kalîteyê û gehiştina curbecur. Wate ew e ku bûnewer dibe xweyî serbixwe û tam, li vê derê ew bûnewer biker e û li dij û altêrnatîfa temamê kirdarên lîstikvên, xwe nas dike û xuya dike. Çunkî ew nûnaretîya çi bûneweran nake û hîç tiştekê ji derveyî xwe pêşkêş nake. Di vê derê de jî kirde, kirinên mirovan wek mirovekê di mekan û demê heyî hesab dike. Ji vê derê jî pêvajoya nivîsarî (textuality) û nûneratîyê têk diçe.

Em di wê bawerîyê de ne ku bi tinê hereketa kesekê nehilgirê mêjûya şexsî ye û bedena yekê ne paldêrek e bo kiryarên şanoyê. Bereksê vê yekê dengê wî hilgirê rabirdûya şexsî û biranîn û hebûna wî ye.

Mebest ji dengî ew bikaranîna teknîkî ya cudawaz nîne ku di şanoya dîyalogî û opera û şanoya lîrîk a muzîkî û heta ew tecrubeya şanoyî ye ku deng di mekanê de di warê harîkarîyan a amrazên teknolojîk de bê bikaranîn.

 Deng û guherîn di têgeh û bikaranîna Laboratuwara Şanoya Laliş de bi armanca kûrkirina bizava dramatîkî û bi mebesta montajkirina dîmenan an jî bi mebesta xerîbkirina pêngava şanoyê naxe kar, bereksê vê yekê em di laboratuwara xwe de hewila wê yekê didin ku ji temamîya van teknîk û şêwazan kevn û heta ji teknîkên îroyîn jî derbaz bibin.

Li vê derê Laboratuwara Şanoya Laliş dikeve nav serborîyeka dengî ku em bi proseya (deng weku çavkanî) dinasin. Deng weku çavkanî û paldêrek bo bikaranîna bedenê, deng çavkanîyek e bo rûdana fîzîkî û binyada rîtimê û rûdanan… Stran jî di vê derê de bi tinê nayê wê wateyê ku stran bistrên, tê wateyeka dîtir, kirina stranê bi rengekê dîtbarî, yanî dîtbarkirina dengî ye.

Di vê derê de deng ravekirina bûyerê nake, deng bi xwe xwudanê bûyerekê ye. Deng atmosfera şanoyê pêk nayîne, ew bi xwe xwudanê atmosferan e. Ev pêngave bi wateya wê nîne ku lîstikvan peyv û hevok û naveroka stranê bi hereket û mekanê şênber bike. Her weha çawa deng bi xwe xwudanê rûdanekê ye, her bi wê şêweyê jî korografîya bedenê jî dike û her weha deng dibe çavkanîya dariştina mekanan û afirandina kereste û materyalan.

Her ev pêngava dengî ji serê nedîtbarî û têgehiştinê heta digehe çalakîyeka bi bingehkirî ku bi rengê dubarekirineka bi giştî û têr û tejî be, mekan û cihê rûniştina temaşevanan û hejmara wan û hebûna wan a di mekanê de destnîşan dike.

Ji alîyekê dî ve pêngava (deng weku çavkanî) hewildaneka dîtir e ji bo lêkolîna bedenê ji alîyê dengî ve.

Der bareyê bikaranîna bedenê û dariştina hereketê de, em bi wê bawerîyê miameleyê li gel bedenê û hereket û têgeha korografîyê dikin ku ev têgeh bi çendîn rehend û kontêkst û rê û şêwazên cudawaz bi xwe ve digirin. Der heqê Laboratuwara Şanoya Lalişê de em di çalakî û lîstikvan û dengên xwe de miameleyeka giştî û tam li gel hestan dikin, eve jî bi wê wateyê ku pêkhate û bingehkirina çalakîyan bi hîç rengekê pişta xwe nede ravekirin û bingeha hizir û çîrokan. Di tecrûbeya me da “deng” çavkanîya hereketê ye, heta dîsa “deng” bi xwe materyal û pêwîstîyan diafirîne. Ankû korografîya bedena me ji alîyê tiştekê ji derveyî me ve nayê kirin. “Deng” û “tonên dengî” ku ji layê kesê “lîstikvan” ve tê afirîn, dibine çavkanîya hereketa bedenan. Eve jî reqs e û cureyek e ji korografîyê…. Weha reng hemû tişt ku di mekanê de tê afirîn, bi deng û hereket, bi reng û ronahî, bi kereste û materyalan, heta şêweya paldankê û dabeşkirina bîneran jî, her hemû ev bi pêdivîyên hestên kesê lîstikvan ve girêdayî ne.

Bi vî rengî Laboratuwara Şanoya Lalişê hewla wê yekê dide ku bigehe nihênîya wî marê lêkalayî ku wekî razayî, di dilê me de xwe veşartî, dilê bedena me. Eger ew xwe bilivîne em jî dilivin, eger hilmê bide em jî hilmî didin, eger çavê xwe veke li ber wî hemû kes dê dest bi revê bikin. Eger devê xwe jî veke, ew êş û bêrîkirina me vedibêje. Ew wekî wêneyekê zindî yê bihêz ê jiyanê ye.

Şemal dibêje “ew demê ez behsa dengî dikim heçku behsa bûnewerekê zindî bikim… belê dengê bûnewerekê zindî… dengê min e… dengê me ye.”

Ew tecrubeyên em pêşkêş dikin ne nîşandana şanoyekê ye bi wateya tê zanîn, em navê wê dideynin pêkgehiştina performatîvî, navê wê dideynin performansa rîtuelî.

Bernameya karê me di Laboratuwara Şanoya Lalişê da pişta xwe bi sîstema karkirina demsalî ve girê nade. Anku amadekirina projeyeka şanoyê û pêşkêşkirina di maweyekê kurt ê destnîşankirî da. Bereksê vê yekê wekî programeka laboratuwarane tecrubeyên me li ser sîstemeka lêkolînî ya dûvdirêj ku demekê ji salekê zêdetir dikêşe. Peformansên me her tim di pêngava karkirin û dîtinê de berdewam in.

Her ji bo vê yekê tiştek nîne di Laburatuwara Şanoya Laliş da wekî “qonaxa provakirin” çunkî prova an jî qonaxa provayê ew dem in ku tu xwe tê de bo pêngavekê, bo çalakîyekê amade dikî û şîyanewerîya mirovan kûr dike. Lê belê di dûmahîkê de xwe amade kirine bo “êvarekê” an jî “çend êvaran” û têt û derbaz dibe. Karê me pêngaveka zindî ya berdewam e, karê rojane ye, birîna sînorê di nav jiyan û hunerê de ye. Ji alîyê me ve ya giring rehen û mekan e cudawazîya rêyê ye, ne ku bo armancekê ku zû bêt û derbaz bibe. Bi kurtî “prova” peywendîya di nav “trên” û “rawestgeh”ê de ye. Lê belê em her tim di trênê de ne.

Her ev jî welê dikin ku prove û tecrûbeyên me ji alîyê lêkolînerên şanoyê û mirovnasîyê û rexnegiran û hunermendan û bîneran ve, yek ji giringtirîn tecrûbeyan tê nîşandayîn. Her ji ber vê yekê salane bi dehan festîval û konferansên navneteweyî û li zanîngehan bo ceribîn û laboratuwarên vekirî û wane û semîner û kargehên taybet têne mêhvandarîkirin û em xwudanê çendîn xelatên navneteweyî ne.

Her weha sala 2022an me Xelata Hunerî ya Avusturya wergirt. Ku eve yek ji xelatên herî giring ên vî welatî ye.

Mîrza Metîn: Pênasekirina “lîstikvan" derfetê dide ku em bikarin "bîner" jî pênase bikin. Hêmana bîner jî hêlên xwe hene ku em dikarin bêjin wergir, beşdar, temaşeker, dîtkar, tecrûbekar, mêvan û hwd. Bi dîtina min, awayê pênasekirin û bicîhkirina şanogeran ya li ser bîneran kûrahiya wan a hunerî derdixe holê. We li Viyanayê cîheke ezamet çêkiriye. Ez gihîştim wê şensê ku min salona we dît û tenê şikl û şêwaza salonê gelek tişt dane min ku ez li ser biramim. Dixwazim yek jî ji we bibihîzim. Bîner kî ye? Hûn bînerê xwe çawa dinirxînin, çawa bi cih dikin, çi rol didin wan?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Da em bikarin behsa bîner bikin, pêwîst dike ku em bahsa mekanê bikin. Ew mekana ku em performansên xwe tê de nîşan didin, mekaneka xelek e an jî nîvxelek e. Wate jê, bîner li doranên me dirûnin an jî nîvxelek û ji sê alîyan ve lîstikê temaşe dikin.

Bîner di nav tarîyê de narûne, di nav ronahîyê de dirûne, bîner jî wekî lîstikvan çavkanîya enerjîyê ye di mekanê de û beşek e ji wê rûdana performatîfî, beşek e ji niha û ji vê derê.

Me cil û berg û dekor nîne, me çûna ji der ve û ketina hundir nîne, em ji destpêkê heta dawîyê û heta malavayîya bînerê dawî amade ne. Her weha em bixêrhatina bîneran dikin û cihê rûniştinê nîşan didin, bi vî rengî em enerjîya xwe diparêzin û sinorê di nav xwe de jê dibin, hingê ne em lîstikvan bîyanî dibin li bîneran û ne jî bîneran li me bîyanî dibin.

Her wesa bi mebesta afirandina vê yek û yekîtîyê di Laboratuwara Şanoya Laliş de piştî performansan xwarin û vexwarina bi hev re heye.

Pêngava performansa me bi tenê di pêşkêşkirinan de rû nade, bi şêweyekê rîtuelî em hemû beşdarvanan ji sê qonaxan derbaz dikin: xwe amadekirin, tetbîqkirin û paşê qonaxa vegerînê. Ankû pêngava performansên me li gel gehiştina bînerê yekem dest pê dike û bi çûyîna bînerê dawîyê bi dûmahî tê!

Bêguman hilbijartina şêweyê xelekî ji bo tecrûbeyên me ne rasthatinek e, bi mebesta pêgehiştin û yekîtî bi hişmendîyeka mezin hate hilbijartin û Laboratuwara Şanoya Lalişê li tevahîya Avusturyayê yekane mala şanoyê ye ku bi şêweyê xelekî. Rast e dişêt holeka şanoyê bo pêşkêşîyê bê xelekkirin an jî her formekê dîtir, lê belê ew bi tenê ji bo wê pêşkêşîyê ye, li gorey me xelekî rêbazeka giring a pêngav û metoda karkirina me ye, ne ku tenê bo performansa me ye, bo kargeha me ye jî.

Nêzîkbûna bedena me bo bîneran xwe bi xwe yek ji taybetmendîyên rîtuelî ye ku tecrubeya me ji tecrûbeyên dîtir cuda dike.

Helbet bikaranîna deng û bedenê li Laboratuwara Şanoya Lalişê bi wê şêweyê ye ku me destnîşan kir, karîgerîyeka sereke heye bo hilbijartina formê xelekî bo rûniştina bîneran.

Yekem: Beden di xelekê de yekalî nîne, piralî ye. Wate jê, bîner bi tenê bi yek alî bedena lîstikvanî nabînin.

Duyem: Bîner hevûdu dibînin û amade ne.

Sêyem: Lîstikvan bi tenê ne çavkanîya enerjîyê ye ji bo bîneran; bînerên dîtir jî di vê xelekê de bi heman şêweyî çavkanîya enerjîyê ne ji bo bînerên dîtir.

Çarem: Formê Laburatuwara Şanoya Lalişê mekaneka demokrasîyê ye ku tê de takekes li ser asteka wekhev bi yek digehin.

Pêncem: Bikaranîna dengî bi vî rengî ji layenê me ve, pêwîstî bi formê xelekî heye. Deng bi yek alîyî ve ber bi bîneran naçe û di mekanê de wenda nabe; deng bi hemû alîyan ve diçe û paşê jî vedigere bo lîstikvanî. Eve jî ew enerjîya taybet diafirîne di performansa me da.

Şeşem: Li dû vanan bîner dibe beşeka mezin a performansê û hevbandorî li ser asteka îstatîkî derdikeve meydanê. Bêyî mecbûrkirin û bêyî pirskirina bîneran ku bibine beşek ji performansê û stranan bibêjin li gel me an jî hereketan bikin li gel me, nexêr ew her li cihê xwe dibin beşek ji performansê û dibin temamkerê wê enerjîya ku me behs kirî.

Mîrza Metîn: Bi ronahiya pirsên jorîn, dixwazim fêr bibim ku hûn hêmanên "derhêner" û "nivîskar" çawa bi cih dikin? Di şanoya cîhanê de du hêmanên girîng ên dîtir. Herdu jî di serdem û herêmên cuda de serdestiyeke girîng ava kirin li ser şanoyê. Serdestiya wan îro jî didome. Gelo hûn tekst bikar tînin? Têkiliya we bi nivîskariyê re çawa ye? Nivîs an jî tekst di şanoya we de çi ye?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Wekî me destnîşan kirî di performansên Laboratuwara Şanoya Lalişê de deng çavkanîya rûdanên fîzîkî ye û temamîya performansê pêk tîne, ne ku peyv û metina hatî navîsîn.

Peyv bi gotinê, dawî li wateya xwe tîne, belê deng dewam dike û wate û rehendên dîtir pê dibexşîne.

Em di performansên xwe de nûneratîya figurekê nakin, ji ber hindê metina şanoyê jî guncav nîne bo karê me. Di performansên me de kirdeya (nûnarayetî) û (şênberkirina yê dîtir) bi carekê wunda bûye û wateyek bo nemaye û li şûna van, pêngava (hebûnê) dibe afrînerê mekanan.

Li gel wê yekê em metinên gelek kurt bi kar tînin, weku risteyeka helbestekê, beşeka pir kurt ji çîrokek an jî romanekê, eve jî bi zimanekê cudawaz ê lîstikvanan. Em bi xwe zêdetir zimanê kurdî an jî erebî an elmanî an îngilîzî bi kar tînin. Li gorey me çawanîya gotina peyvan giring e ne gehandina maneya wan. Bikaranîna metinê bi çi zimanî be jî bi mebesta rîtim û tonê ziman ew metin dikeve kar ne ku bi mebesta gehandina maneya wê.

Lê belê bi şêweyekê giştî zimanekê hunerî bi kar tînin ku em bi xwe diafirînin û di sîstema zimanî de hîç maneyekê nade lê belê di şêwaza gotinê de pir bi mane ye. Ev zimane ji derveyî mentiqa zimanê naskirî ye. Yanî zimanekê nû yê hunerî ye ku ji yekeyên deng û ritima çandên cudawaz çavkanî digire.

Ankû hem li ser asta metinên dengî û dengbêjan û hem jî li ser asta metinên gotinî li gorey pêkhateyeka ahenga hunerî, bîner an jî guhdar peyv û hevokeka temam e. Lê belê di pergala semîyotîk a zimanzanî de maneyeka naskirî wekî wate nade. Eve jî nûbûneka dî ya Laoratuwara Şanoya Laliş e ku di her warî de taybetmendîyên wê hene û li ser hemû astan cudawaz e ji wan hewildanên şanoya hevçerx, Peter Brook jî di nav de, ku di tecrûbeyek an jî çend tecrubeyan de zimanekê hunerî yê taybet bi kar anîye.

Mîrza Metîn: Derhêner? Ez her tim difikirim ku derhêner bînerekê/î baş û aktîf e ku ji nêz ve dikare têkilîya lîstikvan û bîner binêre, binirxîne û birame û birêve bibe, ne ku organîzatorek ku tim emir û rêwerzanan derdixe. Hûn çi difikirî?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Di destpêka damezirandina Laboratuwara Şanoya Lalişê de me manîfestoyeka kurt nivîsî. Ku tê de em têgehên wekî derhêner û dekorîst û wênesaz û nivîskar û lîstikvan red dikin. Eve tiştekê taybet e bo me, eve formek nîne em bisepînin li ser şanoya kurdî an jî şanoya cîhanê. Nexêr eve pêşniyazek e bo karê me bi xwe. Me derhênerekê bi wî şiklî nîne ku em dinasin, her weha me lîstikvanekê bi wî şiklî jî nîne ku em dinasin, Şemal bi giştî karê lêkolînê û laboratuwarê bi rê ve dibe. Her weha hemû ew kiryarên heyîn û têne komkirin dişên bibine performansek ku pêkhateyeka temam heyî. Hêlek heye ku van tîne cem hev di meseleya ahengê û hereketa bedenê de û her weha di mekan û atmosferê da û Şemal vanan bi rê ve dibe û serperiştîyê dike. Ew navê derhênerîyê li xwe nadeyne, çawa ku Nîgar ne lîstikvan e; ew pêkhêner e. Çunkî em temsîlkarîya figurekê ji derveyî xwe nakin ku li pêşîya me nivîskarekê ji nû ve nivîsîbe.

Rast e em jixweberîyê dikin, lê belê jixweberîya me cudawaz e ji jixweberîya ku di şanoya gelêrî de heyî û em dinasin. Hemû jixweberîya me çêdibe rastî dubarekirina bê, çunkî her car û her dem ew karê te çêdibe ku bi temamî pêkhateyeka taybet werbigire û bibe performansek. Ji ber hindê çêdibe rastî wê yekê bê ku dubare bibe, divêt şîyana wê hebe dubare bike. Tiştek nîne ku ji we derbaz bibe û bêkêmasî be.

Ne lîstikvanek ne jî derhênerekê wesa li cem me nîne ku em dinasin. Em navê wan nadeynin lîstikvan û ji bo pêşkêşîya xwe jî dibêjin performans û di şûna derhênerî de em têgeha çavdêrîya hevbeş bi kar tînin. Wate jê, kesek ku çavdêrîyê dike di heman demê de jî hevbeşîya pêngavê û beşdarîyê dike. Lê belê vê yekê hîç bo lîstikvanan rave nake û cîhan û jîyanê rave nake.

Mîrza Metîn: Her wiha dizanim ku hûn kargeh û perwerdeyan çêdikin. We li gelek welatên cihê û di festîvalên cihê de kargeeh li dar xistine? We ji van kargehan çi encam girt? Gelo meriv dikare bêje, êdî rêbaz an jî metodekê we ya xebatê derketîye pêş?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Birêvebirina kargeh û Laboratuwar û semîner û pêkguhorînê beşeka mezin a karê me ye. Zor girîng e ji layenê me ve ku em rêbaza karkirina xwe ya li ser “deng weku çavkanî” bigehînin zêdetirîn kesan. Rast e komeka rahênanên dengî û bedenî û ahengî hene ku di her kargehan de û li her welatî têne dubarekirin. Lê belê piranîya wan temrîn û rahênanan berdewam dikin û li gel her kom û her welatekê diguhorin.

Giringîya kargeha me jî di danûstandinê de ye, ankû pêngaveka guherînê di nav me û beşdaran de rû dide. Li dûmahîkê di piranîya kargehên me de jî çend çalakîyên takekesî û kollektîfî pêk hatine û gelek caran jî weku performansek hatine pêşkêşkirin û temaşevanên wê hebûne.

Me li çendîn welatan kargehên xwe bi rê ve birine, li her welatekê jî taybetmendî û tama xwe hebûye.

Mîrza Metîn: Bi qasî ku ez dizanim, we bi Enstîtuya Grotowski (Thomas Richards), Eugenio Barba, Peter Brook û gelek kes û saziyên din ên girîng ên şanoya cîhanê re danûstandin kiriye, we di heman festîvalên girîng de lîstiye û têkiliyên we bi gelekan re hîn jî zindî ne. Berî her tiştî divê ez ji bo xwe bibêjim ku ez bi we şanaz û serbilind im, xebatên we sedema motîvasyonê ye. Ez vê meraq dikim. Weke ku tê zanîn mirov dikare şopa kolonyalîzm û oryantalîzmê ya di şanoya cîhanê de bigihîne heta metna “Persî” ya Aşîxlos, ango heta "destpêka" dramaya rojavayî, heta tragedyayan. Gelek sedem jî hene ku em xebatên gelek teorîsyenên şanoya Ewropî û Amerîkî yên serdema modern û post-modern di çarçoveyên kolonyalîzm û oryantalîzmê de binirxînin. We qet li xebatên kesên girîng ên şanoyê yên ku hûn pê re di nava têkiliyê de ne bi vî çavî nihêrî gelo, hûn çawa dinirxînin?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Di hemû hevdîtin û danûstandinên me yên rêbazî de li gel kesayet û komên ku te destnîşan kirî, di asteka wekhev de pêk hatine. Hîç ne me xwe ji wan kêm dîtîye ji ber ku em ji Rojhelatê hatine û ne jî wan xwe ji me mezintir dîtîye ji ber ku ew kesên navdar ên şanoya cîhanê ne. Eugenio Barba û Thomas Richards gelek bi baldarî seyra karê me kirin û guhê xwe dane boçûnên me heman wekî çawa me seyra karê wan kirî û guhdarî lê kirî.

Heta Thomas Richards ku performanseka me dît û gelek ecêbmayî bû, gelek pirsîyar der bareyê çanda kurdî û teknîka stranbêjîya kurdî de ji me kirin. Çunkî em bi zanebûn teknîka dengê horn û siachman û dengbêjîyê bi şêwaza xwe di performansên xwe de bi kar tînin û ev çavkanîyeka giring a xebata me ya dengî ye.

Her weha bi hişyarî me ji destpêkê prensîba navendparêzîya Ewrûpayê red kirîye û her dem di nivîsîn û goftûgoyên xwe de me rexneyên xwe li wê têgehê kirîye û hîç me rê nedayê em li hev bikin, çunkî em giringîyê didin nirx û bihayê çand û mêjûya xwe û çavkanîya me ye bo karê me yê hunerî.

Her wekî Grotowskî di gotareka xwe de dibêje: “Tu kurê yekê yî”. Tê wê maneyê ku te çavkanîyek heye, em jî keç û kurên yekê ne û reh û rîşên me ji çandeka kevn a vê serzemînê çêbûye.

Vegera bo ser çavkanîyê pir giring e, da hûn niha wê çavkanîyê pêş ve bibin û berdewamîyê lê bînin.

Mîrza Metîn: Pirsa dawîn, li ser pirsa berê; gelo bi dîtina karê we di heman demê de dij-kolonyal e, hûn dikarin çi bibêjin?

Nîgar Hasîb û Shamal Amîn: Karê me mirovane ye û li ser xatirê mirovahîyê ye, bawerîya me bi wê yekê heye ku em dikarin ronahîyekê bidin ser wê tarîya ku ev serdem têketîyê.

Bawerîya me bi vê yekê nîne ku huner an jî şano di vê serdemê de bikare bi şêweyekê rasterast û bilez û radîkal civakê biguherîne, lê belê bawerîya me bi wê yekê heye ku bikare kesan biguhere û ew jî kesên dîtir biguherînin bi vê şêweyê.

Li gorey me giring e ku bîner piştî performanseka me, bi hest û enerjîyeka cudawaz piçek ronahîyê li gel xwe bibin û biçin malê.

Em jî berî her tiştî mirov in, paşê kurd in, paşê hunermend, em her bi vî çavî karê hunerî dikin.

Gelek spas ji bo bersivên we. Ez hêvî dikim ku xebat û hebûna we bibe îlham ji ciwanên kurd re.

***

Adrêsa malpera Lalish Theaterlabor ev e: http://www.lalishtheater.org