Panzdeh sal berê, li Dîyarbekirê em di nav proveyên "Yaşar, ne heye, ne tune ye" de bûn û ber bi premîyerê ve diçûn. Roberto Ciullî, rêveberê Theater an der Ruhr (Şanogerekî li Almanyayê ye), hatibû premîyera me bibîne. Hevalên şanoyê, li alîyekî ve bi min re di nav proveyan de bûn û li alîyê din ve jî di lîstikên xwe yên berê de dilîstin. Rojekê li Sumerparkê, li ser sahneya anfî-teatirê pêşkeşîya wan a "Mala Dînan" hebû. Ev komedîya hanê dostê min ê qedîm (Xwedê rehma xwe lê bike) Mehmet Emîn Yalçinkaya nivisîbû. Ez û Cîullî jî beşdarî vê lîstikê bûn. Bîneran bi kêf û eşq lîstik temaşe dikirin. Di dawîyê de Cîullî ji min re got; min niha zanî, kurd çima ji şanoya xwe hez dikin. Ev, zimanê ku wan wenda kirîye, tîne bîra wan, li wan vedigerîne. Zimanên wan dide wan.
Zimanê kurdan, perdeyekî qalind avêtibûn ser, dikirin ku wî tune bikin. Ew zimanê tenê di quncikên tarî de dikarîbû bijîya. Ew quncikên ku destên dewletê bi hêsanî nedigihîştinê, ewên ku çavên wî bi hêsanî nedidîtin. Ew mal bû, gund bû, serê çîyan bû. Sal bihurîn, ew dest bi rêya zarokên ku diçûn dibîstanan kete nav mala kurdî jî. Paşê xelkê gundan ji ber zorê barkirin çûn bajaran. Welhasil, cîh û warê zimanê kurdî her ku çû teng bû. Lê berxwedana kurdan, di vî warî de hişyarîyekî peyda kir û têra xwe neke jî, berê xwe da parastina çand û zimanê kurdî. Êdî kurdî liberxwe dida. Erê, cîh û warê wê her ku çûbû teng bûbû lê ew tengasî, derfetekî nû jî dida pêşîyê. Ewê êdî ji quncikan derketa û eşkera li kolanên bajaran bigerîya, di rûpelên pirtûkan de ewê xwe nîşan bida, li ser perdeya sînamayê, li ser sahneyên şanoyê bihata bihîstin. Ewê bibûya zimanê kollektîf a berçavan, a bajaran, a jîyana bajarvanîyê.
Şanogerîya bi zimanê kurdî (li Bakur) wekî berhemekî vê tamarê derkete holê, bi helwesteke polîtîk. Di serî de, qasî ku ez dizanim, bi naverok û estetîka xwe, zêdetir şanogerîyekî ajît-prop bû. Tevgera berxwedana kurd, hewcetîya xwe bi hacetên ajîtasyonê, propagandayê hebû. Komên şanoyê, hemû girêdayî rêxistinekê bûn, rêxistinan ew ava kiribûn.
Dem bihurî, dinya guherî, hacetên ragihandinê yên danûstanê berfereh bûn. Hewcetîya sîyasetê bi ajîtasyon û propagandaya şanogeran pir nema. Baş bû ku nema! Şanogerîya kurdî axir berê xwe da naverokên civakî, wêjeyî. Berê xwe da komedîyê. Di hilbijartina lîstikan de pîvanên wek gotin û peyamên polîtîk xwe paşve kişand, carinan neman. Dilxweşkirin û kêfanîna bîneran bû armanca sereke. Lê ew nayê wê wateyê ku şanogerîya kurdî karektera xwe ya polîtîk ji dest daye. Şanogerîya bi kurdî lîstikên bêwate û bêgotin çê bike-neke, tenê bi hebûna xwe têra xwe polîtîk e. Helwesta wê polîtîk e. Îro bînerên wê di nav depresyoneke civakî de ne. Aktor û aktrîstên wê kêfa bînerên xwe tînin, demeke xweş dîyarî wan dikin, bêhna wan fireh dikin bi xebatên xwe. Ruhê wanê derbeder bûyî hinekî melhem dikin. Tenê ev encama, têra xwe polîtîke di çavê min de.
Huner organîzmeyekî zindî ye, tevî civaka ku tê de ye, dijî û diguhere. Timî dike ku bi ruhê serdemê re (Zeitgeist) hogirîyê bike. Lewma jî her roj li estetîkekê, li formeke teze digere. Di dîroka şanogerîya cîhanê de jî ew xwe dide ber çavan. Formên wek dadaîzmê, surealîzmê, şanogerî ya absurd, komedia dell-Artê encamên ruh-hêlî ya (neynika) civaka dema xwe ne.
Di wextê xwe de li Îtalîyayê gundîyan bardikirin dihatin bajaran. Koçberîyeke mezin hebû. Vê dînamîkê jîyana bajaran xêlkî (gelek) tevlihev dikir. Wan gundîyana, her yek ji wan ji herêmekê hatibûn; devokên, zaravayên cûr bi cûr diaxivîn. Xwendina wan tunebû. Çend qatmanên civakê li bajaran li hev diqelibîn. Ew dibû sedema pirsgrêkan. Komedîa dell-Arte di serdemekî wisa de hêşin bû û hate holê. Harlekîno (Arlekîno), fîgûra xulam e, gundîyekî "hov"e, xwendina wî tuneye, xêzan e, belengaz e, zaraveyekî îtalî diaxive ku kes bi hêsanî jê fam nake. Di lîstika Goldonî ya bi navê "Xulamê du Xwedîyan" de dike ku xulamtîya du efendîyan bike, lê dibe sedema tevlîhevîyeke, kaoseke mezin...
Ev lîstikana di wextê de, li bazaran, li meydanan dihatin pêşkeşkirin. Mirovan dikarîbûn bi rewşa xwe ya tund ya ku tê de ne bikenin, bêhna xwe fireh bikin. Bê guman vê komedîyê, ji bêhnfirehkirinê wêdetir jî, fêda wê ji civakê re çêbû ye. Kes hene dibêjin: di standartîzekirina zimanê îtalî de vê formê rolekî giran lîstîye.
Gotina Celaleddînê Romî ye: Gotinên duhoyê, di duhoyê de man û çûn. Ji bo îro divê em gotinên nû peyde bikin.
Îro li Bakur çalakîyên şanogerî yên bi zimanê kurdî gihîştîye astekî bilind. Li bajaran gelek komên şanoyê hene. Hinek ji wana serbest in, demkî dixebitin. Hinekî jî daîmî ne, wek sazî karê xwe bi rê ve dibin. Bêguman Şanoya Bajêr ya Amedê, di nav wan de ya sereke ye û li temamîya welêt bêhempa ye.
Hemî Kom tiştên nû diceribînin û bi van hewldanên xwe şanogerîya bi kurdî dixemlînin, zengîn dikin.
Tekstên bîyanî
Van salan, zêdetir berhemên teatira cîhanî têne wergerandin û lîstin. Ew livînekî bixêr e. Her niştiman, her ziman ji van berhemên gerdûnî fêde hildigre, xwe zengîntir dike, di alîyekî de jî têkilîyekê bi dinyaya derveyî xwe datîne, sînorên jîyana xwe ya ruhane û aqilane fireh dike. Pirsgirêk ew e ku gelek hevalên me di vir de dikevin dafika teqlîdê. Wek mînak; dikin ku komedî ya dell-Arte mîna italîyan bilîzin. Kostumên wan li xwe dikin, gestûsên/livînên wana kopî dikin. Qebûl! Em di dema zaroktîyê de ne û zarok jî pêş de bi teqlîdê tiştan hîn dibin.
Lê heq e, em di pêşerojê de bêtir li kesayetîya xwe bigerin û wî bidestxînin. Em ê ji derve bigrin lê di hundirê xwe de hezm bikin, bikin ya xwe. An jî bi vê metaforê bêjim; wekî ku tu qumaşekî ji bazara gerdûnî dikirî, tînî gor bedena xwe didurî û hîna li xwe dikî. Herçî ew jî heye ku; qumaşên ku li te û erdnîgarîya ya te nayên jî hene. Yên wisa di serî de nekirî baştire.
Gotina min ew e; duristir e wexta mirov lîstikeke bîyanî hildibijêre, mêzeke mijara wê, dîalogên wê li min tên an nayên, ez xwe û dinyaya xwe tê de dibînim an na. Xema vê lîstikê, tahma wê, ya min û derdora min e jî, an na. Gava duwemîn de jî em ser wê yêkê bixebitin, ka em bi çi estetîkê dikarin vî qumaşê ku gor dilê me ye, li ser xwe bidurin. Bêguman zêdetîyê em jê bibirin û bavêjin, kêmasîyê lê zêde bikin. Ya herî îdeal (xweşiktir) ew e ku di dawîyê de temaşevan wetrê ew teksta bi eslê xwe bi kurdî ye. Herçî dinya-alemê jî wisa kirîye û dike jî. Yan na çi wateya wê heye ku (wek mînak) emê Shakespeare wek îngilîzan, ji wî jî wêdatir wek dema wî de hatîye lîstin werînin ser sehneyê. Herkes berhemên wî li gor xwe, dem û cîhê xwe şîrove dike û dilîze. Ji xwe sira Shakespeare jî ew e ku; wî mijarên bingehîn yên mirovahîyê bi kûrahî nivîsîye, herkes jî dikare xwe tê de bibîne, gotinên xwe bi gotinên wî vebêje.
Ya din! Wexta wergera tekstên bîyanî de hinek nexweşî peyde dibin. Ewana tekstên edebî ne, bi zimanekî hilbijartî hatine nivisîn. Ji xwe di cîhanê de teatir herdem bûye platforma rewşenbîrîyê, edebîyatê, bûye cîhê zimanekî hilbijartî. Gelek feylezofan, helbestvanan, nivîskaran xwe dane teatirê, lîstik nivisîne, ji Arîstoteles û Sophokles bigire heta Johann Wolfgang von Geothe û Federico Garcia Lorca…
Îcar wergerên me pir caran dikin ku bi peyvên çêkirî wan tekstan bînin ser zimanê kurdî. Ew heqê wan jî heye û bi vê xêra wan kurdî jî zengîntir dibe. Bes bînerên me, pirê wan yan kurdî kêm dizanin, yan wî di çervoyeke teng de bikartînin. Ji xwe qet qala yên ku zimanê xwe yê zikmakî nizanin nakim. Ew hatine li bajêr cîh bûne lê zimanê wan tenê têra jîyanekî gundîtîyê dike. Jîyana modern a bajaran mixabin bi tirkî ye. Lewma jî pir caran peyvên bi kurdî ji bo jîyana xwe ya rojane nabînin hema qezîyên tirkî dikin nav kurdîya xwe.
Îcar emê çi bikin? Ez dibêjim; emê ne deh gavan, lê gavekî-du gavan ji bînerên xwe pêşda herin. Wisa bikin ku ew bikarin bi me re rêwîtîyê bikin. Ne bi zimanekî çêkirî ji bînerên xwe dûr, pir pêşde biçin, ne jî em xwe bidin dû wanan, dîalogên xwe bi argoyê, bi nifiran tije bikin.
Axirî, hetanî îro jî di giranbuhabûna şanoya kurdî de, ziman roleke sereke dilîze, lê di çav min de, em têra xwe bala xwe nadin ser vê yêkê.
Alîkî de jî, ez texmîn dikim em di binhişê xwe de bê guman in, bawerîya xwe bi kurdî nayînin. Ew komleksa xwe kêmdîtinê, di ruh û canê me de wisa xwe bi cîh kirîye ku, wetrên zimanê me têra me nake ku em xwe îfade bikin. Aktor û aktrîstên me, lewma di liv û tevgerên xwe yên li ser sehneyê de dikevin dafika aksîonîzmê, dest û pêyên wan di cîhên xwe de nasekinin, dikin ku bedena wan tercumeya gotinên wan bike. Bes em ji bîr nekin: berî her tiştî, ew ziman e, yê qedr û qîmetê dide şanogerîya kurdî.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →