
“Lazim e Xwendin; Bes e Tarî”
Her wekî tê zanîn yek ji qonaxên giring ên Şanoya Kurdî bêguman serê sedsala bîstem e. Di vê serdemê bi taybetî kurdên Sovyetê bi xêra rewşa azad û dîtina derfet û mecalan wek serbestiya zimanê kurdî, vekirina dibistanên kurdî û sêwîxaneyan salên gelek biçalak derbaz kirin. Xwendekarên ku li van sêwîxaneyan mezin bûyîn bi xebatên xwe geşedanek derxistin meydanê di şanoya kurdî de. Lewra şanoya kurdî ya vê serdemê li Sovyetê em dikarin wekî “Şanogeriya Sêwiyan” bi nav bikin. Geh lîstikên xwemalî bin geh lîstikên wergêrayî bin bi dehan lîstik di gel peyam û helwestên xwe yên cuda di wê serdemê de hatine lîstin. Gelek ji wan heta roja me gehiştine û gelekên din jî bi tenê navê wan gehiştiye roja me û hinek ji wan jî wekî efsûnekê çi toz û xumam li pişt xwe nehêlane. Li gor vê esasê armanca me ew e ku em di vê xebatê de dîroka pêşveçûna Şanoya Kurdî ya Yekîtiya Sovyêtê ji salên 1920’î heta sala 1937’an tespît bikin û binirxînin. Li gor vê prosesê me ev serdem di nav xwe de li ser du beşan veqetand, bi navên “Qonaxa Destpêkê” ku bingeh tê avakirin û “Qonaxa Geşedanê” ku serdemeka zefh berhemdar e. Di vê serdemê de her çi qas gelek lîstik hatibin nivîsîn û lîstin jî der bareyê agahiyên berfireh negihaştine roja me. Bi vê boneyê li ser lîstikên ku di wê serdemê de hatine lîstin û tomarkirin agahiyên berfîreh dê bên nîşandan. Her weha piştî salên 1937’an bi vebûna Şanoya Dewletê ya Elegezê Şanoya Kurdî derbazî qonaxeke nû dibe.
Li gor pêzanînên li ber destan rewşa azad di nav kurdên Sovyetê de miqabilî derdora salên 1920’î tê. Piştî salên 1920’î “Artêşa Sor” a rûsan Ermenistanê dagîr dike û hukumeta Sovyêtê li wir tê damezirandin. Li ser vê yekê ji aliyê hukumata nû ve biryar tê dayîn ku bi zimanên kêmenetewan dibistan bên vekirin. Bi vê armancê li ser bingeha tîpên ermenî alfabeya kurdî tê amadekirin.
Di sala 1921’an de pirtûka fêrkirina zimanê kurdî ya bi navê “Şems” ji aliyê Hakop Xazaryan(Lazo) ve li Ermenistanê (bajarê Êçmîadzîn) tê çapkirin. Di heman salan de dibistana kurdî (sêwîxana) li Eşterekê, Tiflîsê, Telavî û Batimê jî ji bo zarokên kurdan tên vekirin.
Di sala1922’an de bi însiyatîfa Ahmedê Mirazî(Şewêş) û Lazoyî ve li bajarê Tilbisê sêwîxaneya bi navê 103a vedibe. (Boyîk, 2012) Lazo rêvebirê wê sêwîxanêyê ye, pîreka wî Olga Xazaryan weke dersdar dixebite û Etlesa Xudo jî wek xizmetkara dibistanê ye. Li aliyêkî gelek ronakbîr û siyasetmedarên kurd li wê dibistanê dest bi xwendina xwe dikin û li aliyekî jî di hundirê xebatên çandî de cîh digirin. Weke mînak em dikarin bibêjin ku: Qanatê Kurdo, Çerkezê Beko, Qaçaxê Mirad, Semend Siyabendov, Tîtal Mûradov... (Reşît, 2015)
Li gel van xebatan serdemeka nûjen di nav kurdên Sovyetê de dest pê dike. Bi vî rengî deriyê xebatên perwerdeyî û folklorîk zêdetir vedibe ji wan. Ev yek dibe destpêka hinek qonaxên nû di edebiyata kurdî de.
Li gel mecaldîtinê pêngavên girîng hem di ziman û perwerdeya kurdî de hem jî şanoya kurdî de tên avêtin. Koma şanoya kurdî ya yekem li Sovyetê di dawiya salên 1920’î de ji hêla nivîskarê kurd Ahmedê Mîrazî û Lazoyî ve li Tiflîsê klûba Loukachine tê organîzekirin. (Japharova, 2015) Mixabin ku di derheqê vê komê de pir zêde agahî nînin. Her çi qasî em bi navê Loukachinê bi nav kiribin jî di gotara Nihat Gültekîn de tê behs kirin ku klûbekê din vedibe: “Ji xebata wî re xan-manê klûba wan êdî bo xebata wan têrê nake. Paşê cihekî din Mixaliskê (niha Plêhanov) klûbekê vedikin. Berê eybekê giran hebû, jin nediçûn cihê xebatan, kluba. Saya wan xebatan êdî jina dor nedidan hevdû. Dihatin li sînemayê, tîatroyê û xebatên mayîn guhdarî dikirin.” (Gültekin, 2022). Lê em nizanin ku xebatên komê li ku derê hatine kirin. Her çi qas cihê lîstikê ne zalal be jî derheqê şanogeriya Ahmedê Mirazî de (Boyîk, 2012) van gotinan dike: “Texmin dikir, ku ji bo gelê nexwendî serxwest bikin, perwerde bikin divê zindî jê ra bê axaftin, ziyan û xeterên erf-edetên kevn û bêkêr bi têatiroyê nîşanî wan bidin.” Her weke din li gor agahiyên ku li ber destan ne bi tenê karê şanoyê her weha karên sînemayê jî di wan salan de hatine kirin.
Her weha damezrandina komîteya şano, reqs û dengbêjiyê dikirin, ders amade dikirin û ji bo dayîna dersan cîh peyde dikirin. Xebatên çandî û civakî ya kurdên Tiflîsê bi xîret û bi biryarî didomandin. Lîstikên ku ji aliyê koma şanoyê ve li klûba Lûkaşînê hatiye hazir kirin ev in: Qelen, Gustil û Dema Derbasbûyî ye. (Zêdo & Akkuzu, 2015) qal dike ku di sala 1928’an de şanoya Hakop Xazaryan (Lazo) ya bi navê “Qelen”, “Gustil” û lîstika Ahmedê Mirazî ya Dema Derbasbûyî li bajarê Tiflîsê tê lîstin. Lê belê di derheqê lîstika Gustil û Qelenê de agahiyên din ne berbiçav in lê derheqê lîstika Ahmedê Mirazî ya bi navê “Dema Derbasbûyî” de em dibînin ku E. Boyîk li ser bandorbûna lîstikê û naveroka wê disekine û dibeje:
“Gelek bipesin şanoya Ahmed Mirazî “Dema Derbasbûyî” tê bîranîn. Tê gotin ku wê şanoyê hukmekî mezin li ser beşdar û temaşavanan dihîşt. Naveroka şanoyê ji jiyana kurdên Bazîdê hatibû hildan, ango li ku nivîskar ji dayika xwe bûbû, zarotî, xortaniya xwe derbas kiribû, xwendibû.”(Boyîk, 2012, r.94).
Piştî wan lîstikan li Êrîvanê di sala 1930’an de lîstika “Koçekê Derewîn” ya Ereb Şamîlov, tê weşandin. (Zêdo & Akkuzu, 2015). (Reşît, 2015) vê lîstikê, yekemîn berhema wêjeya bi zimanê kurdî dinirxîne û ji bo sala çapê jî 1931’an bikartîne, lê heman agahî di pirtûka (Boyîk, 2012) de tê qal kirin ku ev berhem di salên 1930’î de ji aliyê Ereb Şamîlov ve hatiye wergerandin.
Her weha naveroka vê lîstikê ji aliyê Servet Erdem ve wisa tê qal kirin: “Xebatên wî yên wêjeyî cara ewil piştî 1930’î wextê şanonameya bi navê Koçekê Derewîn weşand dest pê kir ku ev şanoname rasterast adaptasyona şanonameyekê ermeniyan e. Şemo bi xwe wextê vê lîstîkê pênase dike peyva "taklidî" bi kar aniye. Ev lîstîk çîroka dîndarekî sexte ye. Koçek Îsmaîlî fikrên dînî yên berbilav îstîsmar dike û bi vî awayî debara xwe dike. Wekî din metnên din ên li ser heman mijarê, sextekariya karakterên dîndar bi gefekê ser jin û pereyan derdixe meydanê, hewl daye daxwaza karakterên dîndar ya ji bo sex û feydeyên materyal nîşan bide. Encama lîstîkê wekî ku di dawiyê de tê gotin ew e ku rêberên dîndar nahêlin xelk perwerde bistîne ji ber ku ew ji nezaniya wan sûd werdigrin. Lîstik bi slogana "hewcehiya me perwerde ye, bes e taritî" diqede.“
Di encamê de ji ber ku ev qonax ji bo şanoya kurdî ya Sovyetê qonaxa destpêkê ye, gelek caran em rastî têgeha “yekem” tên. Wek mînak lîstika yekem, lîstika wergêrî ya yekem, berhema yekem hwd. Weke ku me li jor jî qal kir, lîstikên ku di wan salan de hatine lîstin hem ji aliyê temaşevanan ve hem jî aliyê eleqedarê şanoyê ve bi kelecanî hatine şopandin. Ev qonax, zemîna qonaxeka nû û bihêztir li pey xwe ava kir.
Li gel qonaxa destpêkê bingehek hate avêtin. Vekirina dibistanan, çêkirina sêwîxaneyan, amadekirina alfabeta kurdî-kîrîlî û geşedanên dîtir bê?sebeb ku bingehek bên avakirin di folklora kurdî de. Şanogerên ku di Sêwîxaneya de mezin bûyîn ên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casmê Cêlîl, Ûsivê Beko û hindekên din hêdî bi hêdî dest bi berhemdayînê kiribûn. Piştî vê bingehê xebatên yekem yên teorîk û pratîk hatine kirin. Li gel van xebatan roj bi roj şanoya kurdî rih di xwe de didît û geşe pê diket. Bi taybetî piştî salên sihî zêdetir û berhem derketin meydanê, lewra ev serdem me wekî “Qonaxa Geşedanê” bi nav kir.
Wek xebatên vê serdemê di sala 1932’an de lîstika “Qutiya Du-Dermana” a Heciyê Cindî, li Rewanê çap dibe. Ev piyês, pişt re bi sernavê “Miraz” li “Têatira Elegezê” ya kurdî ya dewletê de tê pêşandan. (Cewarî, 2009)
Di sala 1935’an de şanonameya “Zemanê Çûyî” ya Ehmedê Mirazî, li Rewanê çap dibe. Esekere Boyik di pirtûka xwe de navê lîstikê weke Zimanê Çiya nişan dide lê agahiyên din diyar dike ku lîstikê ku tê qal kirin “Zemanê Çûyî” ye. “Wê demê jî şanoyên ewlin jî hatin weşandin. Sala 1935 – an şanoya Ahmedê Mîrazî ZIMANÊ ÇİYA hatiye weşandin.” (Boyik, 2004). Di derheqê vê lîstikê de agahiyên berfireh di gotara (Japharova, 2015) de wisa cîh digire:
“Ahmedê Mîrazî (1899-1961) piyesa xwe ya ewil a dramatîk nivîsî: Zemanê Çûyî. Pêşkêşiya ewil a vê lîstikê li Tiflîsê çêbû, ji bo ku bibe piyesa sereke ya repertûara şanoyî ya turneyên Ermenîstanê. Bi destpêkên xwe yên dramaturgî, bi mijarên rojane nivîskar serkeftinek baş nîşan da û bala gel kişand. Di vê berhema dîrokî de nivîskar di heman demê de pirsgirêkên civakî, têkiliya navbera feqîr û dewlemendan jî ceriband. Ev mijara civakî wê bibe xeta gelemperî û herî zêde wê ev mijar were bikaranîn di edebiyata kurdî ya sovyetîk de. Di salên 1930’î de edebiyata sovyetîk, li ser temaya sosyopolîtîk sekinî û li ser sehneya şanoya kurdî jî cihê xwe girt.”
Naverok û bûyerên şanoyê nivîskar ji jiyana kurdan êzidî yên herema Bazîdê, welatê xweyî windakirî wergirtiye. Lîstik li ser bûyerên salên 1918-1920’î disekine. Her weha li gor agahiyên din jî tê zanîn ku ev lîstik ji aliyê temayê ve ji lîstikên din vediqete ku li ser temaya azadkirina gelê xwe sekiniye. (Reşît, 2015)Di pirtûka xwe da behs dike ku: cara yekemîn di wêjeya kurdên Yekîtiya Sovyêtê de, di piyêsa Ahmedê Mîrazî de besa bizava rizgarîxweze gelê kurd li Kurdistanê hate kirin. Heman agahî di heman berhema Ahmedê Mirazî “Biraninêd Mın” de bal kişandiye ser dijwariya jiyana kurdên Tirkiyeyê.
Ji xeynî van agahiyan di derheqê vê lîstikê de jî agahiyêk din heye ku di gotara Mustafa Nerîman de berbiçav dibe. Neriman qal dike ku Zemanê Çûyî di sala 1935an de ji aliyê Casimê Celîl ve hatiye wergerandin. Tiştê ku Nerîman behs dike heman lîstik e an lîstikêk din e mixabin ku derheqê vê de agahiyêke din nîne.
Di sala 1935an de lîstika bi navê “Reva Jinê” ya Wezîrê Nadir li Rewanê çap dibe. Wê demê şanoyên nivîskarên kurda yên ewilîn hatin weşandin. Di sala 1935’an şanoya Wezîrê Nadirî bi navê “Reva Jinê”. Wê demê komên şanoyê yê xwe efrandinêye biçûk hebûn û tekstên usa wan ra pirr pêwist bûn. Pirofêsor Heciyê Cindî qimetekî bilind dida şanoya Wezîrê Nadirî ya “Reva Jinê” û bîr tîne, ku ew efrandin ji aliyê xwendevan û dersdarên têxnîkûma (xwendexana) dersdarhazirkirnê ya kurdiye bajarê Yêrêvanê dihate lîstin (Boyîk, 2012, r.95-96).
Luciana Japharovo di gotara “Şanoya Kurdî ya Li Sovyetê” (Japharova, 2015) de ji bo lîstika Reva Jinê van hevokan bikartîne: “Di salên 1930’î de edebiyata sovyetîk, li ser temaya sosyopolîtîk sekinî û li ser sehneya şanoya kurdî jî cihê xwe girt. Piyesa Reva Jinê ya ku di 1935’an de ji hêla Wezîrê Nadirî (1911-1945) ve hat nivîsîn ji bo vê mînakeke baş e. Li Ermenîstanê li Dibistana Teknîk a Pedagojîk vê berhemê piştgirî da xwendekar û mamosteyên kurd ên Ermenîstanê. Di vê serdemê de vê berhemê roleke girîng dilîst di jiyana kurdan de. Pirsên ku dihatin kirin li ser şert û mercên femînîzmê bûn û mijarên civaka kevneperestiyên ku bûne tabû derdixist holê û ber bi kevneşopiya sekuler ve diçû.”
Prof. Heciyê Cindî ji bo vê lîstikê van gotinan bikartîne: “Bi qewata xwendevan û dersdarên xwendinxana kurdî, ya Pişkavkazêye dersdarhazirkirê, ji wan yek jî nivîskarê wê şanoyê bû, şano derkete li ser se’nê, gelek warên komareyê kurdan geryan, şano ji aliyê temaşevana va rind hate qebûlbûn, hêjayî pesindayînê bû…” (Cindî, Edebyeta kurdên Ermenistana Sovete, 1948, r100).
Pirsgirêkên wê heneyê aktûal piyesê da hatine pêşdakişandin. Edetên gel e bêkêr ku bi dewr-zemana li nava civaka kurd ya fêodal da bûbûne sebebê nexweşiyan, êşê û bêbextiya evdan hatine rexnekirin. Salên desthilatdariya Sovêtêye ewlin da, siyasiya dewletê ya fermî ew bû, ku bi rêya xwendin, perwerdê, piropagandayê dijî wan edetan bikin, xelkê ji bin bandora oldariyê, desthilatdariya axa, beg, serokeşîran derxin. Di nav wê şerkariyê de hêza here pêşin gênc dihatin dîtin. Şanoya “Reva Jinê” jî bi wî ruhî hatiye nivîsar. Bi alîkariya hêzên desthilatdare cî, (komîtên partiya komûnîstiyê, komsomola, sovêta gund û yên mayîn) gênc berk derdikevin dijî bindestiya jinê, qelen, bi zorê zewaca bêdil û edetên civaka kurdaye kevnare bêkê. Şanoyê de şerê dewra kevn, edetên kevin û dewra nûye. Dixwezin keça kurd Aznîvê, ku şanoyê da dilqa sereke ye, bi zorê, ji bo qelenê giran bidine xortekî emirda gelekî ji wê biçûktir: Efendî. Eznîv ji bo mafê xwe, bi cule’t derdikeve dijî edet, dijî civaka şûndamayî. Nava gelek çetinayî û astengiyên civaka paşverû, nezan û neheq ra derbaz dibe, ser dikeve û digihîje meremê xwe. (Boyîk, 2012, r.191).
Her weha di vê serdemê de tê dîtin ku ji xeynî wan lîstikana Mustafa Nerîmân qal dike ku du lîstikên din jî di wan salan de hatine çapkirin, lê mixabin agahiyên din di derheqê van lîstikan de negihaştiye ber destan. Piyes ev in:
Rêya Teze, wer. Heciyê Cindî, weş. Rewen, Êrîvan, 1934, 75r.
Di Rêya Dewlemendiyê de, wer. Heciyê Cindî, weş. Rewen, Êrîvan, 1935, 59r. (Neriman, 1988)
Wek encam em dikarin bibêjin ku: Ermenîstan û Gurcîstan destpêka çanda kurdî ya sovyetê bû. Di vê serdemê de şanogeriya sovyetê, li ser temaya sosyopolîtîk, azadkirina jinê, kevneşopiyên paşdemayî, jiyana polîtîk, welatê sosyalîst yên nû sekinî û li ser sehneya şanoya kurdî jî cihê xwe girt. Rola şanoya kurdî ya Tiblîsê û Êrîvanê, li ser parastina nasnameya kurdî runiştibû û barekî gelek mezin hildabû ser xwe. Ji wêjeya kurdên Yekîtiya Sovyêt e salên 1930emîn re bi caran wêjeya sêwiyan tê gotin. Piraniya nivîskarên wê demê (Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casmê Cêlîl, Ûsivê Beko û çendekên mayîn) li sêwîxanan mezin bibûn û li wir fêrî xwendin û nivîsarê bibûn. (Reşîd, 2010) Mixabin ku şanogeriya sovyetê jî mîna wêjeya sovyetê ji sêwîxaneyan derketibû. Di salên 1937'an de li Elegezê Şanoya Kurdî ya Dewletê tê avakirin . Şanoyê ku ji sêwîxaneyan derketibû berê xwe zivirî bû ber bi profesyoneliyê ve. Di vê xebatê de ji ber ku çavkanî û materyalên dîtbarî li ber destan nebûn me xebata xwe li gor çavkanî û materyalên nivîskî amade kir.
Çavkanî:
Bêkes, Ş. (2015, 11 02). Şaliko Bêkes: Di nava dîroka Kurdên Soviyêtê de ewil Elegezê çanda teatroyê di nav me de pêş xist…. (H. Kılıç, & A. Sönmez, Röportajı Yapanlar)
Boyîk, E. (2012). Çanda Kurdên Sovetê. Diyarbakır: Deng.
Caferov, M. (1985, Cotmeh 10). ÇAVPÊKETINEK LI GEL RÊVEBERÊ ŞANOYA KURDÎ Lİ BAJARÊ TIBLÎSÊ. (M. Oso, Röportaj Yapan)
Cindî, H. (2008). Heciyê Cindî 100 salî ye. Tiroj, 23.
Çaçan, X. (2017). QISEYÊN CIMAETÊ. Diyarbakır: Weşanxaneya Lîs.
Çawirî, M. O. (2015). Çavpêketinek Li Gel Rêveberê Şanoya Kurdî Li Bajarê Tiblisê. Ç. Zêdo, & Y. Akkuzu içinde, Dîroka Şanoya Kurdî (s. 215-219). İstanbul: Peywend.
Çoban, B. (2021). ÎDEOLOJÎ Û PARTÎZANÎ DI ROMANEN KURDÎ YEN SOVYETE DA. Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi .
Erdem, S. (2018). Political Fictions and Fictional Politics: Comparative Study of the Political Unconscious in the Turkish and Kurdish Novel. University Of Oxfor, 261.
Gerdenzerî, Ê. (2015, Mart 02). NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ. (Ç. Zêdo, Röportaj Yapan)
Gerdenziyarî, E. (1989). Zarîna Çiya. Êrîvan.
Gültekin, N. (2022). “Dostekî bavê min ê kevn hebû”: Ahmedê Mîrazî (1899- 1961). Kürt Araştırmaları Dergisi, 1.
Japharova, L. (2015). Şanoya Kurdî ya Li Sovyetê. Ç. Zêdo, & Y. Akkuzu içinde, Dîroka Şanoya Kurdî. İstanbul: Peywend.
Miraz, Ş. (1993, Cotmeh 24). Em hemû gunehkar in. (M. Gemsiz, Röportaj Yapan)
Mirazî, A. (1997). Biraninêd Min.Deng. 1997
Neriman, M. (1988). Bibliyografıy Kitebî Kurdî. Bexda: Maarif.
Öpengin, E. (2011). ''Bizava Wergerê di Kurmanciyê de'', In Proceedings of first international conference on Kurdish Literature. Kurdistan Press.
Poladov, A. (1993, Cotmeh 10). ARSEN POLADOV: JI BO KURDAN ŞANO PÊDIVÎ YE. (Z. Kayan, Röportaj Yapan)
Reşîd, T. (2010). Wêjeya kurdî li Yekîtiya Sovyetê . Kovara Bîr, 15.
Reşît, T. (2015, 11 1). wejeya-kurdi-li-yekitiya-sovyet-1. candname: https://candname.com/wejeya-kurdi-li-yekitiya-sovyet-1/ adresinden alındı
Xelîl, T. (1983). Artistên Kurd Li Sovyet. Berbang, 14.
Xelîl, T. (2014). Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd ên Sovyeta Berê . Îzmîr: Weşanên Na.
Zêdo, Ç., & Akkuzu, Y. (2015). Dîroka Şanoya Kurdî. İstanbul: Peywend.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →