
Li hazîrana sala 2004’an de min biryar dabû li beşa şanoyê li bajarê Dihokê bixwînim. Min bi rêya formekê pêşkêşî wê beşê kiribû. Lê prosesa wergirtina xwendekaran qet haya min jê nebû . Ez gencekê 16 salî bûm. Wê demê min li fabrîkayê li ber destê bavê xwe kar dikir. Em têkel çi bûn. Li serê sibeha 13’ê Eylûla 2004’an de. Apê min hat cem me li fabrîkayê û bêtelek nîşanî min bavê da, ku li ser telefona malê a normal kar dikir. Demekê de min dît bêtel di destê min de ye. Ji bo ku biceribînim. Min telefona beşa tîyatroyê kir, da bizanim ka roja ezmûna wendekaran kengî ye. Ji ber ku 150 kesan serî li wê beşê dabû û ew dixwazin bi tinê 30 xwendekaran werbigirin. Ev helbijartin jî bi rêya ezmûnek praktîk tên helbijartin. Li dema serokê beşê telefona min bersiv dayî:
Ez: Elo! Mamosta çewanî?
Serokê beşê: Rojbaş, mam Ser çavan.
Ez: Min pêşkêşî beşa şanoyê kirîye. Zehmet nebit kengî ezmûna helbijartina xwendekaran e?
Serokê beşê: Haya te ji vê dinyayê nîne! Ev sê soj ezmûn tê kirin. Îro roja dawî ye, seete û nîv maye derî tê girtin. Çewa te nezanîye?
Ez: Mamosta ez xelkê bajarê Sêmêlê me.
Serokê beşê: Ma qey kanala televizyonê li Sêmêlê nakêşîne. Me haydarî li ser kanala û radyoyê belav kirîye.
Êdî wesan bû, bilez û bez min kincên xwe guherandin û min qesta Dihokê kir. Piştî ez ketîm ezmûnê bi rojekê nav hatin keşfkirin û ez jî hatim wergirtin wek xwendekarê beşa şanoyê li Înstîtuya Dihokê a Hunerên Ciwan.
Havîna 2008’an bû. Ew çar sal bûn min beşa şanoyê dixwend. Salek tenê mabû dê min xwendina xwe qetandiba. Ji ber ku min klasa derhênerîyê dixwend, min dixwast hind ceribandinan bikim. Ji ber ku li sala dawîyê wek projeya derçûnê ez lîstikekê derhêrî bikim, min têksteka şanoyê nivîsandibû. Min dixwast derhênerîyê bikim. Di wê havînê de dinya gelek germ bûbû. Gurî ji axê radibû, rewşa ceyranê gelek xirab bû. Êvarîyek dereng min qesta Bingeha Kulturî yê bajarê xwe Sêmêlê kir. Ez bi jor ketim, kesekê şîşman li ser kursîyekê rûniştî ye. Çend ciwan li dor wî kom bûne. Şensê belaş ceyran heye, li ber bayê klîmayê qehweyê vedixwun. Behsa helbijartinan dikin û nemzetên bajarokê me didine kefşkirin.
Piştî silav û kilaman ez axiftim û min behsa projeya xwe kir. “Ez dixwazim şanoyekê çêbikim. Têksta wê min nivîsandîye. Ez xwendekarê şanoyê me li Dihokê û bawerîya min bi min heye karekê baş bikim. Çend ciwanên li van deran heza lîstikvanîyê heyî ez ê wan bidim karkirin. Ez tu projeyekê naxwazim. Bi tenê çend qurûş ji bo dekorê lazim in. Ez ê kar bikim vê şanoyê rojnamegerîya Badînan gişt li vê eywanê topî ser hev bikim. Em ê şareder jî vexwînin. Bi vî awayî feyda wê ji bo we gelek e.” Hema li ser pîyan şîşmanê li ser kursîyê bawerî da min. Êdî me proja kir û me şano nîşan da û şareder jî hat. Rojnameger gişt hatin, ew têrê nekir rêveberê giştî yê kulturî li Dihokê jî hat û nûnerê walî hat. Çend hunermend û nivîskarên bernîyas li Dihokê hatin. Ew senterê kulturî yê biçûk di wê rojê de bû senterekê mezin. Êdî di wê rojê de derîyê şanoyê li ber min vebû û hema piştî salekê ez bi xwe bûme xwudanê senterek taybet yê şanoyê li bajarê xwe. Û li dewsa şîşmanî ez li ser kursîyekê rûniştim û mehane diçûm bankeyê bacîyeta xwe ji dewletê min distand.
Li zivistana sala 2009’an de me karekê monodrama kir ku min karê nivîsîn û derhênerîya tekstê kiribû. Piştî ku ku me li Dihokê nîşan dayî, me xwest li bajarê Silêmanîyê jî nîşan bidin. Mixabin ji ber alozîyên berdewam ên PDK’ê û YNK’ê ew têkelî li ser asta sazîyan çênebû û heta niha jî çênebûye. Me bi rêya rêkxiraweka hizbî girêdayî YNK’ê xwast wê şanoyê li Silêmanîyê nîşan bidin. Bi her hal wan qebûl kir û li roja 30-12-2009’an me şanoya xwe li Hola Telarî Huner li bajarê Silêmanîyê nîşan da. Mixabin kêmtirî 15 kesan amade bûbûn û dema lîstikê dest pê kirî kesek ji nav temaşevanan rabû û got “hîç le Kirmancî tênagem”. Êdî wê rojê min zanî dîwarek mezin heye di nevbera Soran û Kirmancan de. Dîwarek strektora wê hem dîrokî ye hem jî sîyasî ye. Dîroka wê ya Şerê Çaldêranê ye ku Kurmancan tevî dewleta Osmanî şer dikir û Soranan jî tevî dewleta Sefewî… Sîyasî jî kurmanc girêdayî Barzanî ne û Soran Telebanî… Û encam jî lîstoka min bû qurbanî. Mala Xwudê ava ji ber ku min li dibistana soranî xwendîye. Soranîya min xurt e, ez karibim devê goma gunî de melevanek baş bim.
Dem gelek derbaz nebû zivistana sala 2011’an bû. Me şanoyek li Dihokê nîşan da “Xewnek ji Derveyî Bazineyê”. Festîvala şanoya kurdî li Silêmanîyê em vexwendin û şanoya me kete di nav pêşbazîyê. Ev dê bibe yekem festîvala şanoyê ya kurdî ez beşdar bibim, rengê festîvalê sîma û kalîteya wê bibînim, nimayiş û politîka wê nas bikim. Nasnameya wê kefş bikim û armanca wê bibînim. Ez bi tenê gencekê 23 salî me. Lîstik ji nivîsîn û derhênana min e, ew roj rojek giring e jîyana min de. Li dema em li Silêmanîyê peya bûyîn, kesekê bi destekê gulên xwezayî pêşwazî li me kir, xwe bi me da naskirin û got: “Ez berpirsîyar im ji grûpa hewe”. Em li otêleka herî baş hewandin. Xwarinek her bi kalîte da me. Ji bo beşdarîya me pareyekê baş pêşkêşî me kir. Her kesek ji tîma me kontrakta xwe wergirt. Pareyê dekor û muzîk û kincan jî cuda da me. Ew çend jî neveşart ji bo serkeftîyên pêşbazîyê pareyek baş hatîye terxankirin. Kesek ku li her derê dihate dîtin, çanteyek dolaran bi milê wî ve bû. Her kesek ji grûpekê beşdar çûba cem wî û gotiba ev pare lazim e an jî me ev pare mezaxtîye dîrek wî kesî çanteyê xwe didanî ser mezeyê û dilê mirovî xweş dikir bi dolaran.
Festîvalê dest pê kir, Nimayişa Rojhelat behsa kuştina Hisên Hesen dikir û xuya bû ew lîstik li bin siha sîyaseta Êranê dirûst bûye. Nimayişa Hewlêrê hêşta bi dawî nehatî derhênerî bi telefûnê di gel rêveberîya Şanoya Hewlêrê diaxivî û digot; “Bawerîya min bi vê jurîyê nayê û dê me ji xelatan bêbehr bikin.” Lîstika Kerkûkê bi livîn û îşaretan bû. Heta wê demê 5 sal înstituyê di beşa şanoyê û sal duyê bû li kolêja beşa şanoyê dixwînim lê bi rastî min fam nekir. Dem hat em ê lîstika xwe nîşan bidin. Ev Silêmanî ye, ew bajarê berî du salan min şanoyek lê nîşan dayî. Kêmtir ji 15 kesan hatin û kesekê nimayiş bi cih hêlayî û gotî Kirmancî fam nakim. Ez ketime depresyonê. Îro dê çend kes bihên li lîstika Kurmancî nihêrin. 25-5-2011’an demjimêr 11’yê sibehê li Hola Komela Hunerên Ciwan li nava bazara Silêmanîyê.
Bi demekê kêm eywan tejî bû, hin kes jî pîyan ve man. Min tu carî bawer nekiribû dê di nimayişa me da wesan eywan tije bibe. Eywan tarî bû, lîstikê dest pê kir hema bêje 5 deqîqe derbaz nebû dengek min bihîst; “Be xiwa hîç tênagem.” Qey tu dibêjî kesekê sûnd xwarîye, çi gava ez li Silêmanîyê bilîzim ew bihêt û min îsbat bike ew tênagehe. Bi her hal ew tenê ji eywanê derket û lîstik bi dawî hat. Qet kesekê negot siheta we xweş. Hinan digot lîstik xirab bû û hinan digot me qet jê fam nedikir. Di nav wan de mamosta Rûbar Ehmed hat. Mamosteya Şanoyê ye, wê jî got min jî fam nekir. Di dema şerê PDK’ê û YNK’ê de, mamosta Rûbar û zelamê xwe Silêmanî bi cih hêlabûn û sê salan li Dihokê dersên şanoyê didan, ji ber ku nedikarîn biçine Silêmanîyê, Min jî gotê mamosta çewan te fam nekir pa çewan sê salan te dersên şanoyê li Dihokê dayîn, te û xwendekaran çewa ji hev fam dikir? Wê jî got “şano zimanekê cîhanê ye.” Lê xuya bû şanoya min zimanê wê cîhanî nebû. Yan jî Kurmancî nahêt hesibandin ji zimanekê şanoyê.
Bi her hal festîval bi dawî hat. Me xelata baştirîn têkstê stand. Pareyekê baş me xist berîka xwe û piştî min lêkolîn kirî serokê festîvalê birêz Ersalan Derwêş ku kadroyekê PDK’ê ye vêca PDK’ê ew pare xistîye ber destê wî da ku di nava navçeya YNK’ê de festîvalê bike. Di eynî salê de PDK’ê pareyekê baş xiste ber destê Gezîzê Umer, wê jî festîvalek jinan encam da û ew jî kadroya PDK’ê bû, wesan bû heyran. Ne şano li Silêmanîyê baş bû, ne kalîteya lîstikan pêş ket û ne jî PDK’ê li helbijartinan karî dengên xwe li Silêmanîyê zêde bike. Lê baş bû bi rêya wê festîvalê min karî Doktor Qubeddîn Sadiqî nas bikim ku şanogerek ji rêzê ye û em bûne hevalên hev.
Sala 2012’an bû, me lîstikek din berhem anî bi navê “Şeva Kujeka” ji nivîsîna Xursîyê û derhênana Şêrzad Ebdullah. Min jî karê muzîk û ronahîyê dikir. Biryar hatîye dan dê gera yekem ji Festîvala Hewlêrê ya Navneteweyî bihête encam dan. Ji her welatekê lîstikek û bi navê Kurdistanê jî bi tenê lîstikek dê bikeve pêşbirkê. Da ku ez dirêj nekim û serê hewe gêj nekim, lîstika ne nekete pêşbirkê û bi tenê em hatine vexwendin bo nîşandanê. Li îstikek ji Hewlêrê kete pêşbirkê ku ew lîstik di sala 1996’an de hatîye lîstin. Her çend şert û mercên festîvalê nabe du sal li ser berhemanîna lîstikê de derbaz bibin. Lê xuya bû ew şert û merc li ser wê lîstikê praktîk nebûn. Berî lîstik bihête nîşandan hema her kesê digot xelata baştirîn lîstikvanê mêr ji bo vê lîstikê ye. Gotina wan şaş derneket, xelat camêrî girt.
Lê rastî li dema me lîst jurîyên festîvalê matmayî man, ka çewan lîstika me neketîyê pêşbazîyê. Dîmen di nava wê festîvalê de hene şerm dikim bêjim. Ji bilî lîstikên xirab needaletîya jurîyan. Hind keçên Êranî min dîtin, gotibûn eve baştirîn şanogerên Êranê ne lê min bi şev ev bi rengek dî didîtin. Şanokar nebûn na! Piştî festîval bi dawî hatî yek ji endamên jurîyan ku ji Elmanya hatibû piştî vegerîyayî li Facebooka xwe de nivîsand, “Ez berpirsîyar nînim ji encamên pêşbazîyê. Di bin givaştek mezin de ew encam hatine pêkanîn.” Lê mala Xwudê ava di wê festîvalê de minşanoya “Dayika Aza” ya Beltold Brîeşt dît. Grûpeke Elman berhem anîbû. Şamoyek ez tu carî jî bîr nakim.
Serhatîyek kurt ez vegêrim. Di navbera bakur û başur de min nedîtibû tu caran têkilîyek xurt heye. Min hêvî nedikir ew têkilî were pêkanîn. Hikûmeta başur li dema parsegek ji bakur bihataye digotin eve hatîye karê rêkxistinê dike û dê biçe Qendîlê û sîyaseta bakur jî dar û ber bi xayîn û qirûcî li qelem didan. Bihara sala 2013’an eynî listika me “Şeva kujeka” hat vexwendin bo Festîvala Amedê. Em jî bi heyecan çûn da ku lîstikê li Amedê nîşan bidin û reng û nasnameya festîvalê nas bikin. Di vekirina festîvalê de rêzdar Osman Baydemîr ku wê demê şareder bû hema bêje wek standapekê nîşan da. Gotarek şanoyê bi rengek balkêş û pirî heyecan pêşkêşî me kir. Lê çi çêbû nizanim roja duyem em li ber derê hola şanoyê man, derîyê eywanê nehat vekirin. Pişt ra gotin festîval hat betalkkirin. Em vegerîyan Dihokê bi wan dil û xeman û heta niha jî nizanim çi çêbû sedem çi bû. van salên dawîyê min carek ji mamosta û hevalê xwe yê xweştivî Rukneddîn Gun pirs kir gelo wê salê çi qewimîbû? Bi kenîyek şîrîn got “ez jî hêj nizanim.”
Li vêrê ez pesnê xwe nadim lê yê ku vê nivîsarê bixwîne haya wî ji wê demê çi hebe dikare bibe şahid. Di eynî salê de min lîstika “Bo Çî Mir” berhem anî û bi tena serê xwe bi telefonê ez li “Berfîn Emektar”ê gerîyam û min xwe pê da naskirin û min jî xwest ez lîstika xwe li Amedê nîşan bidim. Daxwaza kişandina lîstikê kir û piştî dîtinê razî bûn ku me dawet bikin. Di eynî demekê de ji min xwestin ku piştî me dawet dikin ew jî bi lîstika “Xulamê Du Xwedê” werin Dihokê û em wan dawet bikin. Bi hêsanî Rêveberîya Giştî ya Çandê li Dihokê wê demê birêz “Eyûb Remezan” proje pejirand. Lê li dema ku proje ber bi praktîkê çûyî astengî ji nişka ve derket,ez ê rojek din behs bikim. Em çûn Amedê me lîstika xwe nîşan da û hema piştî 7 rojan me ew dawet kirin û lîstika “Xulamê Du Xwedê” li Dihokê hat lîstin. Rastî rêzdar “Eyûb Remezan” amade nebû roja lîstikê. Dîyar bû berpirsîyarîya mêhvandarîya grûpa Şanoya Bajar ji rûyê sîyasî ve giran e. Êdî wesan derbaz bû, me kevirek ji bo têkelîya Dihokê û Amedê danî.
Payîza sala 2013’an festîvala şanoya ser cadeyê li Derbendîxanê hat encamdan. Ji me xwastin em beşdar bibin. Min jî şert û mercek danî ber singê wan ku heta em beşdar bibin divê kesek ji jurîyan pêşbazîyê ji Dihokê be lê ew jî razî bûn û me şanoyek sar cadê bir û kesek me li pêşîya erebeyê siwar kir ku jurîya festîvalê ye. Em berev Derebendîxanê bi rê ketin. 6 seetên rêwîtîyê me hefka endamê jurîyê girt û me gotê ji bo Dihokê şerî bike û divê bara şerî xelat ji bo me bin. Camêr texsîr nekir. Me ew qas xelat birin êdî erebeyek têra xelatên me nedikir û êdî berê min nekete Derbendîxanê, çend caran ez vexwandim festîvalê lê neçûm.
Di vê navbeynê de têkelîya me û grûpa Şanoya Bajar li Amedê berdewam bû. Du lîstikên din jî me şandine Amedê û bi mêhvandarîyek profesyonel hatin vexwandin û nîşandan. Lê rastî bêjim li dema ku wan xwastiba bihên Dihokê bo hanê digot bohanê cihê min bike. Dîsa ez kêmtirîn gotin li ser Festîvala Hewlêrê ya Navneteweyî dikim. Ji ber ku me li hev nekir êdî ez beşdar nebûm û neçûm Festîvalê û heta 2019’an de lîstika “Mufettiş” ji derhênana rêzdar Adil Hesen beşdarî Festîvala Hewlêrê bûyî, ez neçûm. Li sala 2022’an gera heftê ji festîvalê êdî hema ez nehatime vexwandin jî.
Êdî bû sala 2014’an rêveberê Şanoya Dihokê ez haydar kirim ku ez di gelek karan de me û diçim gelek sefer û festîvalan, têkelîyên min pir in û gelek şanoyan çêdikim. Ev yek bo wan astengî ye û ciwan gazindeyan dikin û dibêjin mifteyên Şanoya Dihokê li cem Hilet Idrîs in. Îca rêberê giştî yê kulturî jî bi vê nerehet e… ê heyran ez çi bikim? Demekê ji şanoyê dûr bikeve. Li ser seran û li ser çavan min mifteyên şanoyê teslîmî wan kirin.
Min berê xwe da Stenbolê, biçim hinekê bigerim ew 10 sal borîn ji telefona min bo rêveberê beşa şanoyê bi tesadifî û radestkirina mifteyên şanoya Dihokê. Li kolanên stenbolê ez li pey du navan gerîyam “Mîrza Metîn” û “Erdal Cîzî” qedera min ew bû. Li sala 2007’an de min karekê wan dîtibû bi navê “Xewn û Xeyal” di hişê min de mabû. Min xwast wan nas bikim karek din ê wan bibînim. Li kolanên Teqsîmê ez û Mîrza Metîn pêrgî hev hatin. Ji bo min rewşa Tirkîye û şanoya Stenbolê da nasîn. Û me soz da du roj pişt ra biçin şanoyek tirkî bibînin. Lê mixabin roja pişt ra ku dibû 10’ê Hezîrana 2014’an. Daiş ket Mûsilê û rewşa awarte li başur hat ragehandin. Û bilez ji ber silametîya malbatê ez vegerîyam û hosa salekê temam ez ji şanoyê veqetîyam û heta bihara sala 2015’an min qet lîstikek jî temaşe nekir. Heta ku min postên şanokaran jî nedixwendin û dilê min ji şanoyê sar dibû. Min dev ji xwarina goştî û kêşana cigaran berdabû. Li radyoyê min programek çandî pêşkêş dikir. Heta ku li programa xwe min tu caran şanoger û mijarên şanoyê venekirin. 10 salan karê şanoyê wê demê 3 pirtûk li ser şanoyê min çap kiribûn, 9 şanogerî der hênan, yekem kovara taybet bi şanoyê me çêkiribû, yekem grûpa taybet bi şanoyê me damezirandibû, heftîyane gotarek şanoyê li rojnameyê bûbû sedema nerehetîya ciwan û rêveberê kulturî. Û di Roja Cîhanê ya Şanoyê de Sendîkaya Hunermendan 10 şanogerên Dihokê xelat kirin ji ber xizmeta wan ya şanoyê. Nîvek ji wan kesan min qet nas nekiribûn û bi jîyana karê şanoyê nekiribûn. Û nîva din jî ew kadir bûn yên di nav lîstikên min de cih digirtin. Lê ez ji wan deh kesan nebûm. Dibe yê ku tu dixwînî tu hest bikî ez pesna xwe dikim lê derî vekirîye ji bo berivdayîna vê gotinê. Ku li 27-12-2015’an serokê Sendîkaya Hunermedan rêzdar Zîyad Abid li Otêla Jîyan li Dihokê ji bo vê helwestê lêborîn ji min xwestîye.
Li Gulana sala 2015’an rêberê tîyatroyê rêzdar Meyser Ubeyd daxwaz kir ji min projeyek nû bifikirin ji bo Dihokê û me biryar da em rojanên Şanoyê Amade li Dihokê bikin. Û wesa çêbû û wekû hatîye hizirkirin grûp hate mêhvankirin û çar lîstikên li Dihokê hatine nîşandan. Wî demî rêzdar Firat Anli şaredarê wê demê yê Amedê jî amade bû ez di gel Meyser Ubeyd axiftim û min ew razî kir ku ji bo vê mêhvandarîyê em ji rojhelat Qutbeddîn Sadiqî Mêhvan bikin bila nîyasîn di navbera Doktor Qutbeddîn Sadiqî û grûpa Şanoya Bajar de çêbibe. Ew çende jî hate pêkanîn û hema tê bîra min di wan rojan de hind kes bi şer diçûn û xwudanê van têkelîyan û danana kevirê yekem ê peywendîyan dîyar nebû. Her kesê digot ez lê rastî bêjim rêzar “Meyser Ubeyd” rolek mezin dît û texsîr nekir ku ev têkelî çêbibe û berdewam bibe. Di wan rojan de min xwe wek bîyanîyekê vedişart ditirsîyam kesek şikayeta min bike û bêje dîsa mifte ketine destê wî.
Dem zivistana sala 2015’an, nêzî 2 salan e min karê şanoyê nekîye. Mamoste Rukneddîn Gun li min gerîyan û got piştî mehek din em ê festîvala Amedê li dar bixin, tu kîjan lîstikê pêşniyaz dikî tev li festîvalê bibe. Min jî bi ronî bersiv da, “ev du sal in min qet lîstik nedîtîne.” Û jixwe mamosta Rukneddîn ji rewşa min haydar bû. Îna ewî gelek israr kir ku ez lîstikekê çêbikim. Her çend bi tinê mehek li pêşîya me bû û min qet moralê karî nebû. Lê ya rast mamosta û Rukneddîn enerjîyek mezin da min û me bilez û bez lîstika “Tabloyek ji Mazotê” berhem anî û em li Festîvala Amedê hazir bûn. Di vekirina festîvalê de lîstika “Spîmend” hate nîşandan. Ji nivîsîn û derhênana Doktor Qudbeddîn Sadiqî bû. Hevalên Şanoya Bajar dilîstin, eve berhemê wê mêhvandarîyê bû, li dema li bihara heman salê me her du li ser maseyekê li Dihokê bi van dayîne naskirin, ew roj gelek xweş bû. Ji bo min yek ji baştirîn lîstikan bû min di jîyana xwe da dîtî. Her çend li Dihokê em mijûlî xwedanenaskirin û vexwerina alkolê bûn. Lê van her duyan ankû Doktor Qudbeddîn Sadiqî û Şanoya Bajar hizira vê projeyê kir û pêk anî. Dîsa ez wê çendê ji bîr nekim ew gera sêyê bû ji Festîvala Amedê ya Şanoyê. Hind dihête bîra min ji alîyê kalîteya lîstika ji bo min heta niha baştirîn festîvala şanoya kurdî bû.
Bihara sala 2016’an em hatine haydarkirin ku li Hewlêrê dê yekem festîvala monodrama hatîye lidarxistin. Ez nizanim sedem çi bû lê bi tenê sê hefte mabûn û Dihok ji nû hate haydarkirin. Rêveberê şanoyê xwast ku grûpek ji Dihokê beşdar bibe. Lê hemî derhêneran ev çende red nekir ku demê li ber dest têrê nake. Min ew berpirsîyar kire stuyê xwe û me şanoyek nivîsî bi navê “Tabloyek ji Kuştinê” û di wan sê hefteyan de me prove kirin. Ez nizanim festîval bi çi awayî bû. Ji ber ku lîstika me roja dawîyê bû û bi tinê wê rojê em hatine vexwandin. Me lîstika xwe demjimêr 11’ê spêdê nîşan da û festîval bi dawî hat. Lîstika me xelata baştirîn lîstik û aktorê mêr stand. Lê bi rastî ez nizanim sedem çi bû, ji ber ku bêhtirî 7 lîstika beşdar bûn. Lîstik ew qas xirab bûn. Lîstika me ew qas baş bû, hevalên me di jurîyê de bûn xelata dane me? Nizanim sedem çi bû, lê wê rojê ez li ser wê çendê fikirîm festîval li Silêmanîyê çi neman ji ber ku PDK’ê piştgirî neda û festîvalên din li ser bingeha pêşbazîyê û xelatan hatin par ve kirin. Ronahî kete ser xelatan û hevrikîya kalîteya lîstikan û nasnameya festîvalan hate windakirin hema bi kurtasî bêjim sala 2019’an dîsa em beşdarî heman festîvalê bûn û me xelata baştirîn tekst stand. Di demekê de xelata têkst nebû. Lê xuya bû xelat hatin par ve kirin û dîyar bû xelat bi ber me neketibû, da em jî bêbar nebin ji bo me xelata têkst hate zêdekirin û bo me hate dan. Ji wê rojê min zanî xelat û pêşbazî di şanoya kurdî de tiştek şaş e.
Ji sala 2019’an heta 2023’an qonaxek giring û bi bandor e, pirî hevrikî û hevrengî ye. Di vê gotarê de dem û cih têrê nake em dê ji bo dem û cihek din bihêlin lê ku hûn destûrê bidin ez ê çend tiştan zelal bikim û hind xalan danim ser hind hevokan ku gotina min tu ji rexneyî be li min biborînin gotinên min nêrînên kesê ne. Ne gotinên dadwerekê neadil in dê xelkê heps û zîndan bikin. Zîhnîyeta me êxsîrî nêrîna polîtîk û rêber û serokan bûye. Piranîya şanogerên kurd li gorî destûra partîyên sîyasî şano û festîval li dar xistine. Ji ber ku piştgirî ji partîyan standine, mecbûr mayîne berjewendîya partîyan bifikirin ne ku kar û kalîteya lîstik û festîvalan. Hevrikîya wan jî li ser bingeha hevrikîya sîyasî û bajaran ava bûye. Şanogerên heqîqî jî mîna Qudbeddîn Sadiqî, Ferhad Feqî, Rukneddîn Ton, Mîrza Metîn, Erdal Cîzî, Celîl Toksuz, Şalko Bêkes, Xazî Bamernî…hwd.) xwe bê bajar bê welat bîyanî dîtîne.
Li vêrê cihê herî mezin ku bihête rexnekirin başurê welat e, ya ku hîvî û xewna rojekê ji bo kurdan. Wezareta kulturî nekarî van hunermendan li bin sîhwaneya xwe xwudan bike. Ji ber ku tu nêrîn û projeyeka destnîşankirî nebû. Wezîrê kîjan partîyê biba wezîrê kulturî nêrîna partîya xwe û berjewendîya derdora praktîk dikir. Bi milyonan dolar di avê de çûn û niha bi mehan li vî welatê navê wê Herêma Kurdistana Êraqê yek lîstik jî nehatîte lîstin, qet kes pirs nake çima? Ev milet hewceyî lîstikan nîne? Yan lîstikvan û hunermend nînin? Hewlêr şerî dike ji bo festîvalê bike. Şerê Kerkûkê dike çima li Kerkûkê heye li Hewlêrê tuneye? Lê şer ji bo nasname û kalîte û berdewamîyê tuneye û hemî bajar û eynî awayî. Sê kolêjên şanoyê û pênc înstîtuyên şanoyê li başurê hene. Ew tiştê ku tê xwendin li wan sazîyan, yên sala 1968’an e. li dema jinûxwendina şanoyê gehiştîye welatê Êraqê. Hind pirtûkên jengî û şaş in. Ji ber ku di esasê de ew sazî ne ji bo çêkirina şanokaran hatine vekirin. Lê armanca wan çêkirina mamostayan bû ji bo waneya hunerê li dibistana zarokan. Ez fam nakim îro 19 sal derbaz dibin li ser nîyasîna min û şanoyê. Hind kes hene li her festîvalan tên dîtin, li ser rojname û kanalan behsa şanoyê dikin, miaşê şanoyê distînin, peykerên wan vedikin. Ez dipirsim gelo di van 19 salan de çima min berhemekê van kesan nedîtîye? Bersiva tê dayîn van di salên heştîyê de kar kirîye! Lê ez bawer nakim. Ji ber ku salê heştîyê de 17 hezar pêşmerge hebûn û niha 25 hezar miaşê şehîdan heye.
Ez bawer dikim gotinên min tev li hev in. Weke şanogerekê 19 salên tev li hevîyê li Stenbolê li Mîrza Metîn bigerim, çûm Moskovayê li Şalkoyê Bêkes gerîyam, çûm Amûdê li Mela Îbrahîmê Amûdê gerîyam, li Seqizê li Îsmaîl Şaşayî, li Bexdayê li Xazî Bamernî, li ser cade û kafeyan li Ferhad Feqî… min fam kir di rojekê de van ji şanoyê hez dikir. Jîyanê têra xeyala wan nedikir ew mecbûrî lîstinê dibûn. Niha dem borî, jîyana wan bûye lîstikek ew mecbûr in li ser sehneyê bimînin heta ku perde tê girtin û şano tarî dibe.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →