Van demên dawî li ser têgeha “post” gelek nîqaş (pêş berê xwe, ê dijî berîya xwe) tê kirin. Helen Gilbert di despêka pirtûka xwe de li ser têgeha postkolonyalê dibêje, “Postkolonyal bi gelemperî bi şiklê teng tê ravekirin. Ev têgeh li gorî etîmolojiyek pir hişk- bi gelemperî piştî bidawîbûna kolonîzasyonê an jî dema ku welatek ji hêla dewleteke din ve ji serweriya xwe hatibe veqetandin tê bikaranîn û ji hêla sîyasî ve tê destnîşankirin. Postkolonyalîzm, ne rêzeke teleolojîkî ya bêaqil e ku şûna kolonyalîzmê digire, dibe ku têkiliyek û dijberîya li ser nîqaş, pêkhatîyên hêz û hîyerarşîyên civakî yên kolonyalîzmê be. Kolonyalîzm xapînok e: ew ji meclîsên sîyasî pir zêdetir dagir dike û ji serxwebûnê wêdetir didome" (Gilbert and Helen-1996-n.2).
Ez ê nekevim wan nîqaşan, ezê di vê gotarê de bi wateya “piştî”mêtingehbûye, hatîyê dagirkirin bikarbînim ku Kurdistanê bi têkilîya navend û quncikan (perîferiyan -t.e.) şênber bikim.
Em dema Kurdistanê dinirxînin têgehên Rojavayê Cîhanê jî têra me nake ku em karibin bibêjin, rewşa Kurdistanê bi zelalî ev e. Yano Kurdistan, ne tenê bi dewletekê ku ji dûrî welêt, ji behra derbas bûye, hatiye û dagir kiriye û ne jî neteweyeke xwedîyê mafekî herî piçûk e, (Heremê Kurdistanê jî statuya federasyon e lê ji mafê federasyonê jî kêmtir e, bi taybetî sînorên heremê ne net e hîn). Wekî navê pirtûka Ismail Beşikçi, “Devletlerarası Sömürge Kürdistan” e (Metingeha Navdewletî ye Kurdistan). Dagirker welêt ne tenê bi erdînîgarî dagir dike; di heman demîlê de aborî, çand, huner, beden, hest, heta hişê bindest jî dagir dike (Edward Said-1979).
Tam jî di meseleya dagirkirina hişî de XWEbûn ji bo lîstikvan/hunermend xala herî girîng e û hunermend bi ”hişê protez” çawa qala afirandinê bike? Kurdek yan jî hunermendek xwe ji hişê serdest neparastibe/neparêze ew ê çawa zimanê xwe bikar bîne? Çawa ew ê zimanê hunera xwe damezirîne?
Alegorîya Şikeftê
Platon di pirtûka xwe ya Dewletê de her çiqasî rexneyên pir tund li hunera şanoyê bigire jî, ew pirtûk bixwe tiyatral e; bi çîrokên feylezofîk, diyalogan, mîna ku çîroka Sokratesê “feylezofê baş” çawa bibe ji me ra qise dike. Di pirtûka Dewletê de beşa heftemîn behsa Alegorîya Şikeftê dike û ew bi pirsan bi kûrahî vedibêje ku feylezofê baş ew ê çawa be. Ji bo me hunermendan ya herî bal dikşîne ev beş û ev çîrok e. Di Alegoriya Şikeftê de: Wêneyekî mêran (helbet mînak ewê li ser mêran be li gor Platon û wê demê) bifikirin, çend kes di şikefteke binê erdê de ne, derîyekî dirêj li ber ronahîyê li seranserê firehîya wê vekirîye. Bihesibînin ku ev mirov ji zaroktîya xwe ve girtî bin û dest û lingên wan zincîrkirî bin. Heta dora hustîyê wan jî zincîrkirî bin ku nikaribin serê xwe bizivirînin paş xwe, tenê li pêşîya wan de dîwarên şikeftê hene. Pişta wan li dîwarekî nizm de be, piştî dîwarî jî agirek pê dikevê. Li pişt wan kesên ki tişt bar kirine diçin û tên, hin tiştan dibin û tînin. Li ser serê kesên ku diçin û tên, her yek li ser kumê wan sembolê heywanekî hebe, tiştan dibin û tînin derbas dibin. Îja bifikirin ronahîya agirê li ser wan kesên diçin û tên li wan dixe û sîya wan jî tam li ser dîwarê kesên zincîrkirî xwanê dike/dixuye. Û bifikirin di nav wê şikeftê de deng eko dike û li pişt wan ew derîyê dirêj ve tê. Gelo hûn bûna we yê ji tirsan çi bikira? We yê bigota ew deng ji wan şekl û şemalên ji sîyan tê, ne? (Platon-747-514b). De bihesibînin, kesek ji zincîrên xwe ji nişka ve xilas bibe, di destpêkê de ew ê stuyê wî kesê biêşîya, çokên wî kesî ew ê bilerizîya, ji êşa dibe ku bi zorê gav biavêta. Dema ji şîkeftê derket ew ê çavên wî ji ronahîyê mîna ku kor bûye nikaribûya vebe, paşê li derve dar û çeman dibîne, sureta xwe di nav çemî de dibîne, dû re ew ê tavê bidîta, tîrêjên rojê û cewherên wê ew ê rastî nîşanê wî bida (748-516e).
Dû re ji cihê ku derket fikirî… Ew ê di vê noqteyê de bigîhîje wê encamê ku ya demsal û rêçên salê peyda dike û serwerîya wê ya li ser her tiştî li heremê xuya dike, û bi rengekî sedema wan hemîyan e, tav e. Dû re tiştên heta niha dîtibû û hevalên wî hat bîra wî. Ger ew kesekî bi rûmet be, ew ê bixwaze biçe hevalên xwe yên di nav şikeftê de zincîrkirî ne jî derxîne, rasteqînê nîşanê wan jî bide û wan jî xilas bike (749-e). Îja dema çû nav şikeftê ew ê çavên wî ji tarîyê tiştek nedîta û hema bêjin berê xwe nedît ji ber tarîtî şitexilî/tehisî û ket erdê li hemberî hevalên xwe. Ew ê hevalên wî, bi wî rewşa wî re bikenîya ku çawa nabîne û dibe ku henekên xwe jî pê bikin. Ew kesê ku rast û heqîqatê qise bike, ew ê kî bawerîya xwe bi wî bîne? Ew ê nebêjin, ev çû dîn bû, aqil wenda kir û hat? Ew ê bawerîya xwe bi wî kesî nekin (749-e).
Platon bi vê çîrokê, hewce ye ku feylezofê baş çawa be, nîşanî me dide. Yê ku rastîyê dibîne xwedîyê kesayetîyek baş e ku ji bo dewleta xwe, berpirsyarîyê (ew kesê ku rastîyê dîtibe, henekên xwe pê re bikin, wî dîn jî bihesibînin, talîya ew kesî mirin be jî mîna Sokrates, ji bo rastîyê bibêje ji mirinê jî natirse) bigire ser milên xwe.
Mekanên Mêtingehî û Ferqa Rastî û Heqîqetê
Li gor alegorîya şikeftê ya Platon şano mîna şikeft, Dünyaya Sehkirî (peyjnên bi pênç lebatên me) sîya me ye û xapînoka mezin e. Dinyaya Îdeayan jî, ew kesê/feylezofê ku ji şikeftê derket û rastîyê dît, ew e. Ez ê jî tam di vir de hege bêjim şikeft, yanê "rastî", cîhê kesên ku bindest tê de dijîye, cîhê ku ew kesê ji şikeftê derket û tiştên dît jî “heqîqet” e. Temaşevanan bixim şûna yên şikeftê û şanoyê jî bixim şûna dinyaya îdeayan.
Hege em wekî Sokrates pirsan bipirsin û şikeftê mîna ku Plato dinyaya sîyan dibîne, şikeftê jî mîna Kurdistanê bifikirin. Ev sî, sîyên dagirker û amûrên wan nîn e? Li Kurdistanê dagirker, bi leşker, sazî û bi sembolên xwe, em wan bi pênç lebatên xwe seh nakin? Ger em bi pênç lebatên xwe tiştekî bibînin, ma ev ne “rastî” ye li gor zanînê? Dagirkirina Kurdistanê ne rastîyeke li ber dinyayê de her kes dibîne? Ew dem heqîqet piştî rastîyê hatîyê veşartin, mîna ew kesê ku ji şikeftê derket û dît û pişt re têgihîşt. Ew heqîqet li wê bû û her hebû, mîna Kurd/Kurdî/Kurdistanê. Her çiqas rastîyê bi hezar sî û derewên dagirkeran em “heqîqat” qebûl bikin jî, heqîqet ne ev e. Wekî yên di nava şikeftê da xwe dîtin nedîtin zincîrkirî ne, lê berîya wan, dê û bapir û dapîrên wan koka wan ne zincîrkirî bûn. Berîya şikeftê ew mekan belkî ne şikeftek bû, ne jî şikeftek ji bo insên lê bê girêdan. Yanê heqîqeta wê mekanê ne ew bû. Mekanên dagirkîrî rastî ye, em bi çavên serê xwe bi sazîyên wan dibînin. Leşker û memûr bi ideolojîya xwe û endezyarîyên civakî bi huner û televizyonên xwe û hwd. Mekan erê dike ku xwedîyê wê mekanê kî ye. Mekan, bi nasnameya dagirker xwe û yên li wê dijîn diafirîne. Edward Said bi têgeha xwe ya oryantalizmê û Gramsci jî bi hegemonîyaya çandî ev gelek zelal nîşan dane ku dagirker ne tenê erd û aborîyê dagir dike, bi kultura kolonyalîst dikeve nav zimên, çand, hest û hişê bindest jî dagir dike ku ev ji hemûyan xirabtir e. Bi van dagirker li cihê dagirkirî nebin jî, êdî kesên bûne bindest vê hebûna kolonyalîstan berdewam dikin. Van kirinên kolonyalîstan bi rastî jî bindestan dike halekî ku ji xwe û kesên ji xwe nefret bike û bawerîya gotinên dagirker bike, mîna karakterê Caliban yê ji lîstika Bahoz ya Shakespeare. Ew qas heqaret û piçûkxistin ne tenê bi gotina sekinî kolonîst. Bi çanda hegamonîk û bi akademiyên wan ên ku van mîna zanist nîşan didin jî domandin. Îro bi hezaran gotar û pirtûk derxistin, heta wan ew bi destê bindestên ku êdî xwedî ‘hişê protez’ in, dan çêkirin lê helbet ew ne heqîqet in. Îja bi peyvên îngîlîzî bêjim “right” û “truth” ne yek e, rast û heqîqet jî ne heman tişt e.
Alegorîya Şikeftê û Şanoya Kurdî
Plato li gor min di warê Şanoyê de rexneyên tund bike jî heman demê de şanogerê ideal wekû filozof, şanoya heqîqetê nîşanî me dide. Yanê tiştê ku nîşan dide û qet hêvîya wî tûne ku şanoger xwedî pirsan, zanebûn û berpirsîyar bin. Ev sekna Plato dişibînim Samuel Beckett. Beckett di listikên xwe de mekanê mîna çoleke bêdawî nîşan dide, wekî ku dawîya her tiştî hatîye; zayîn, hilberîn tûne, gotin tev hatine perçekirî, karakter tev mêr in, jin û zarok nemaye li dinyayê (listikên wî yên Bendamayîna Godot, Dawîya Lîstik, Teyba Krupp ê Dawî… ) û dinyayeke ku êdî ti xêr jê nemaye, nîşan dide. Hege bi rastî jî ewqas bê hêvî bûya, Beckettî çima ev lîstik nivisîn û xwest wan parve bike? Plato her çiqas ji teatralîyê hez neke jî, bi xwe rastîya ku idealîze dike, bi rêya teatralî tîne ser zimên? Plato zanibû şano çiqas girîng e lê dibe ku zanîbû şanoger nayin zeftkirin û xwe di oxira dewletê da nakujin.
Ija em him mîna Ploton dibêje bifikirin him jî, ji alîyekî gotinên wî berawajî bikin. Ji cîhê ku wekî şikeft pênase dikir re emê bêjin Şano, îjar em temaşevanê bikin şuna kesên şikeftê û dinyaya idea jî bikî şuna dik û Şanoyê ( taybetî Şanoya Kurdî) binirxînî. Ew dem mîna Plato difikire û tîne ser zimên, Şanoya Kurdî ya îro çi nîşanê me dide li ser dik? Hinek jî em spesifiîk bikin li ser tîyatralîyên dîgîtal videoyên kurt ên tîktok, youtube…hwd. bifikirî û li ser de skeç bifikirî, tev komedî jî nîn e, tenê pêkenok in. Ew tev ne ku Plato dibêje, sî ye yanê li gor zimanê îro em karin peyva teqlîd bi peyva “fake” sexte ye bêjin? Em karin bêjîn sîya sî, teqlîdê teqlîdan e, yên em temaşe dikin? Taybetî zimanê Kurdî bi henekên serdest tew ya herî tewş em bixwe dixin ser dikê. Hewce nake serdest ziman qedexe bike êdî. em bi dilxwazî wî zimanê dixin nav hunera xwe, wêjeya xwe, jîyana xwe, hişê xwe… êdî Kurd bixwe xwe asîmîle dike. Ija em çima vê jîyanê ku bi dagirkêr hatîyê çêkirin û sîya wan e, teqlîdê teqlîdan em mîna heqîqet qebûl bikin? Ew dem Plato şanoyên ku wiha re hindîk jî gotîyê.
“Felsefe, dîsîplînekî bi heqîqet, hebûn û bingehên zanînê re eleqedar e, ji berê ve hatibû destnîşankirin ku şanoyê bê kêr dibîne, ya ku li ser derew, xuyang û avakirina cîhanên derewîn hatiye damezrandin” (Puchner 2006:41).
Lîstikvan û Lêgerîna Heqîqetê
Dersa listikvanî de ya yekem “Pirsên K û Ç” (WH questions) nin. Pirsên di despêkê de karakterê nasbikî: Kî?, Kînga?, li Ku?, Çawa? û Çima? Piştî van pirsên hêsan, em dikevin li pey/dû karakter û dramaturjîya bingeha metnê, gotinên karakterê ve lêkolînan dikin. Di kîjan demê de jiyaye?, mekanek çawa ye? (mekan ne tenê bi fizikî ye, bi sosyolojî, aborî, kulturî ..)hwd. Piştî van pirsan, lîstikvan bi Avahîya Dramatîk tekstê, sehneyan û karakter dinirxîne. Lîstikvan bi background/paşxana xwe ve re nêzî heqîqetê ve diçe. Yano rastîyê ku dixwîne ji nişkave erê nake, tiştên nabêje nikarê bêje an naye gotin. Dikeve li pey haqîqeta karakter û ya xwe, paşxana xwe. Heqîqetê xwe bi rîya karakterê digerê yan jî bi rîya xwe heqîqetê karakter digere berîya prova û di her provayê her pêşkeşkirinê de. Wekî di allegorîya şikeftê de derbas dibe ev kesê ku ji zincîrên xwe xelas bû û di gava destpêkê êş kişand. Rêçek bi êş e, heqîqet û lîstikvanî. Helbet di vê rêçê de hunermend jî ewê êş bikşîne û biêşe.
Stanislavsky ji bo lîstika Sheakpeare ya Hamlet, li ser karaktera Hamletê ji şagirtên xwe re vê dibêje;
“Aktorekî ku li ser rolê Hamletê de dixebite, xebat û qîreta wî bi salan diajo, ji ber ku dewlemendîyên rûhî ya wê rolê di kûrahîyan de xwe veşartîye. Ev rûh ku di nav rûhên însên de ya herî tenik e û jibo derketina wê ya holê ya ev rûhî hewceye gelek kûr bê kolan” ( Stanislavki- 1988-n226). Grotowskî ji vê xebatê re dibêje “inner action” (çalakîya hundirîn an em bêjin kirinên hundirîn?) Kirinên tu dikî û kirinên hundirîn derdixe li hemberî te (Richard-1995)
Ev rîya lîstikvanê wekî rîya heqîqetê ye ku Platon ji bo feylezofê dibêje û helbet her lîstikvan ne zanaatkarê ku tenê teqlîdê bike. Helbet ger hunermend e, hewceye berpisîyarîya heqîqetê bigre ser milê xwe ku li hemberê erîşên her tiştê serdestan XWE bimîne/Kurd bimîne.
Çavkanî:
Plato. The Allegory of the Cave. P. Shorey trans. From Plato: Collected Dialogues. Ed. Hamilton & Cairns-Random House(1963)
Gilbert H. and Tomkins J. (1996). Post-Colonial Drama- Theory, practice, politics.
Richard, T. (1995). The Edge- Point Of Performance. interwiewer: Sara Wolford.
Stanislavki (1988). Bir Aktör Hazırlanıyor. (Çev. Suat Taşer). Ankara: Dost Kitabevi Yayınları.
Puchner, M. (2006). “Kenneth Burke : Theatre, Philosophy, and the limits of performance”. Staging Philosophy. David Krasner û David Z. Saltz (eds.). Ann Arbor: University of Michigan Press.
Edward, W. S. (1979). ORIENTALIZM. New York: Vintage Book A division of Random House. monoskop.org.
Galaxy, International Multidisciplinary Research Journal, September 2017, 6 (5). galaxyimrj.com.
Ismail Beşikçi, Devletlerarası Sömürge Kürdistan. https://academia.edu/resource/work/7213563§§§§§§§§§
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →