Hevpeyvîn di Derbarê Perwerdehiya Şanoyê da
Pelda Bal

Bi salan e li Bakurê Kurdistanê di warê perwerdehiya hunerî de û bi taybetî di warê perwerdehîya şanoyê de kêm bin jî hinek hewldan hene û carna ev hewldan xurt dibin, carna jî lawaz dibin. Şanogerên kurd him şagirt, him mamoste, him lîstikvan, him derhêner bi kurt û kurmancî her tiştê şanoyê bûn. Hinek komên şanoyê ji alîyekî ve perwerdehiya şanoyê jî didin, kurs û kargehan pêk tînin. Berî qeyyuman di konservatuvara Cegerxwînê de beşa şanoyê jî hebû lê îro di warê perwerdehîya şanoyê de sazîyekê wisa tune. Lê hinek kom perwerdehîya şanoyê bi riya kargehan didomînin. Ji bo ku em tecrubêyên mamoste û şagirtên konservatuvara Cegerxwînê û komên ku perwerdehîya şanoyê pêk tînin hîn bibin me lêpirsînek amade kir li ser navê Kovara Lêkolînên Kurdî. Kerem bikin.

Hevpeyvîn bi: ŞanoNan, ŞanoWan, Şanoya Bajêr A Amedê, Şermola Performans, Kemal Orgun, Nazım Hikmet Çalışkan, Ömer Şahin, Zelal Angay, Eser Çetin

Pelda Bal

Pirs ji bo mamosteyên Konservatuvara Cegerxwînê ku piştî qayyuman hat girtin.

1- Fikra konservatuvara Cegerxwînê çawa derket û beşa şanoyê çawa hat avakirin? Hûn dikarin hinekî behsa beşa şanoyê bikin?

2- Di beşa şanoyê ya konservatuvara Cegerxwînê de çi ders hebûn û we naveroka dersan çawa amade dikir? Pedagojî an metodeke ku we dişopand hebû gelo?

3- Wek mamoste çi kêmasî û tengasî li ber we hebûn? Dema we dersa xwe amade dikir çi pêdivî hebûn ku kêm bûn?

4- Avantaj û serkftinên beşa şanoyê bi te çi bû, pêşketinên berbiçav çi bûn?

5- Têkilîyên beşa şanoyê ya Cegerxwînê bi sazîyên bîyanî re ku perwerdehîya şanoyê dikirin hebû gelo? Hebe danûstendinek çawa pêk hatibû?

6- Em dizanin ku ji bo mifredatekê bi kurdî çavkanî hema bêje tunene. We ev pirskirêk çawa çareser dikir? Dersên we bi temamî kurdî bûn an we tirkî jî bi kar dianî?

7- Kurtejîyana xwe bi kurtasî binivîsin ji kerema xwe.

Kemal Orgun

1- Her dilop dixwaze xwe bigîhêjîne robarekê, her robarek dixwaze xwe bigîhêjîne çemekê û her çemek jî dixwaze xwe bigihêjîne behrekê.

Di sala 1991ê de li Stenbolê damezirandina Navenda Çandê ya Meezopotamyayê (NÇM) di despêkê de wek dilopek avê bû. Paşê ev dilop bû robar, pişt re bû wek çem û ji bo ku bibe behr herikandina xwe domand.

Loma perwerdehiya şanoyê bi forma dibistan û mufredatê cara yekem di sala 1992 de li Stenbolê li NÇMê bi damezirandina dibistana Teatra Jiyana Nû hate dayîn. Lewre di vê dibistinê de perwerdeya şanoyê bi formeke xweser, pênc ders diahtin dayîn. Me her şagirtekî dersek hilgirtî bû ser milê xwe. Em her yek him şagirt bûn him jî me barê mamostetiyê hilgirtî bû ser milê xwe. Armanca me ne ew bû ku em li ser hev daweya mamostetiyê bikin, armanca me ew bû ku em zanyariyên xwe bi hev re parve bikin.

Ev metodek nû bû û bêtir deriyê pêşketin û pêşveçûnê li me vekir. Piştî dozdeh salan ev dilopa perwerdehiya hunerê her ku çû mezin bû.

Di sala 2004-2005’an de bi taybetî li Amedê ji bo damezirandina konservatuareke şanoyê min projeyek berfireh di konferansa çand û hunerê de berpêşî komîteya çandê kir. Ji vê projeyê nimûneyek jî berpêşî derhênerê şanoya şaredariya bajarê mezin a Amedê, yê wê demê Mehmet Gunduz kir. Di vê projeyê de ji tiştên esasî yek jî ew bû ku kesên tev li perwerdehiya vê konservatuarê dibûn ne tenê ji bajarê Amedê, divê ji her bajarê Bakurê Kûdîstanê bihatibana hilbijartin û ji bo mayîna wan jî xanîngeh (yurt) bihatibana avakirin. Em dikarin bibêjin fikrê damezirandina Akademiya cegerxwîn di wê pêvajoyê de ket rojevê.

Pişt re him di civînên navîn de him di konferansên çand û hunerê û li hin platformên din de niqaş hatin kirin. Her wiha fikra damezirandina Akademiya Cegerxwînê hêdî hêdî zelal bû û bi ser û çav bû. Di nav van niqaşan de bi tevahî beşên hunerê jî hatin zelalkirin û beşa şanoyê jî di nav wan beşan de cihê xwe girt. Wek her beşê beşa şanoyê jî mufredata xwe amade kir û li gorî wê mufredatê perwerdehiya xwe da despêkirin.

2- Di beşa şanoyê ya Akademiya Cegerxwînê de mufredat û naveroka wê elbet ne ji dûrî mufredata şanoyê ya cîhanê bû lê li gorî rasteqîniya xwe xwedî hin taybetmendiyên din bû. Em dikarin bibêjin hema hema tevahiyên konservatuvarên şanoyê xebatên xwe berê li ser perwerdehiya teorik dimeşînin, pişt re perwerdehiya pratîkê didin despêkirin. Yanê ew berê hîn dibin pişt re dikin lê yê me her du bi hev re ne. Em him hîn dibûn û me hîn dikir, him jî hîn dibûn. Sedema vê jî rasteqînî û taybetmendiya herikandina me ya civakî bû. Me navenda dersan jî li gorî vê taybetmendiyê diyar û zelal dikir. Mînak; di sala 2012’an de li Cegerxwînê min him di alîkî de dersên ku ez berpirsiyar bûm -Lîstikvanî, Şanoya Kurd û Çavkaniyên wê û qederekê jî Nivîskariya Dramatîk- dida, di alîkî de jî bi şagirtên pola duyemîn Eser Çetin û Onur Kepenek re di çare Nîsanê de lîstika xwe ya Çar Diyalogê derxist ser dikê û raveyî şanohezan kir. Min dixwast em li Cegerxwînê him perwerdehiya şanoyê bidin û him jî weke şanoya Cegerxwînê her hefte lîstikan pêşkeş bikin. Ji bo vê ez ketim nav hewldanekî jî lê ji aliyê rêvebiriyê re bi erênî nehat qebûlkirin û neçû sêrî.

3- Cihê kû tê de jiyan hebe elbet tengasî, kêmasî û pirsgirêk jî hene. Lê hin pirsgirêk hene ku ger mirov bikaribe di çarçoveyeke mezin de li jiyanê binêre xwe bi xwe tune dibin. Her çiqas saziya Cegerxwîn li ser mebesta akademiyê an jî konservatuvarê hatibû avakirin jî lê bi temamî ne li ser rêk û pêkên hunerê dihat bi rêvebirin. Him di aliyê rêvebirinê de him jî di aliyê tevlêbûna şagirtan de.Yek, şagirt ne ji her bajarê Bakurê Kurdîstanê, tenê ji yên li bajarê Amedê jiyana xwe didomandin dihatin hilbijartin. Didu, ji wan şagirtan her yek di nav jiyanê de xwedî karekî xwe yên esasî bûn. Ji wan hin kes xwendevan, hin kes karker û hin kes jî cûrbe cûr xwedî kar û barên taybet bûn. Bi roj li ser karê xwe bûn, êvaran jî dihatin tev li dersên şanoyê dibûn. Yanê armanca şagirtan ya esasî ne huner û perwerdehîya wê bû. Ev yek bi serê xwe tengasiyek bû. Ya din, wek mamoste, derhêner, nivîskar û lîstikvanekî şanoyê ji bo min pirsgirêka herî mezin di aliye karê rêvebiriya akademiyê de bû. Li kuderê û çi kar dibe bila bibe divê rêzkarî û şêwaza rêvebiriyê xwe ji kakilê karê ku tê kirin bidoşe. Loma naveroka kar çi be divê rêzkarî, şêwaze, teşe û rêvebirî wê naverokê esas bigire. Pêwîst e ku pergala rêvebiriyê xwe ji wê naverokê bidoşe. Lewre di hunerê de ji bo afirandin û afirîneriyê distûra bingehîn azadî û serbestî ye. Azadî û serbestî nebe, afirînerî jî nabe. Divê hunermend azad be û xwe di bin zext an jî zextên psikolojik de hîs neke ku bikaribe azad bifikire, azad lê bigere, azad lêhûr û lêkûr bibe ku bikaribe azad biafirîne. Ji bo vê jî pêwîst e pergala saziyê xwe li ser xeta hunerê heyî bike. Pêwîst e ku bi reng û dengê hunerê xwe bixemilîne.

Akademiya Cegerxwîn saziyeke hunerê bû lê yên ku sazî bi rêve dibirin ne hunermend bûn û ne jî têkilî û eleqeyeke wan a xurt bi hunerê re hebû. Pîvanên ku esas dihat girtin jî bilî pîvanên hunerê her cûr pîvan bûn.

Loma têkiliya mamosteyan û saziyê mîna têkiliya karker û karsazan bû. Loma giraniya mamosteyan a li ser pêvajoyên biryardayînê em dikarin bibêjin hema hema tunebû. Ez jî dikarim bibêjim bi kurtî û bi Kurdî ji bo min kêmasî, tengasî an jî pirsgirêka herî mezin ev bû.

4- Li gorî van tengasî, kêmasî û pirsgirêkan em bikin nekin elbet hin serkeftin jî çêbûn. Ji wan serkeftinan yek jî ew bû ku deng û rengê şanoyê bêtir di nav civakê de xwe nişan da. Ev yek ji bo pêşeroja şanoyê û serkeftinê wek gava yekem bû.

5- Ez dikarim bibêjim têkilîyên beşa şanoyê ya Cegerxwînê seranser bi sazîyên bîyanî re ku perwerdehiya şanoyê dikirin tunebû. An jî ez rastî têkilyeke weha nehatim. Ev jî kêmasiyeke girîng bû.

6- Lewre di despêkê de ez li Nisêbînê li Navenda Çandê ya Mîtaniyê bûm. Min li Mîtaniyê di beşa şanoyê de mamostetî dikir û derhênerê Teatra Mîtanî bûm. Piştî ku di sala 2011 de ez derbasî Akademiya Cegerxwînê bûm min di müfredata şanoyê de kêmsiyek mezin dît kû di derbarê şanoya Kurd de tu dersek tunebû. Min dersa Şanoya Kurd û Çavkaniyên Wê tev li mufredatê kir. Ya din, him li Navenda Çandê Ya Mîtaniyê him jî li Akademiya Cegerxwînê dersên me bi temamî bi zimanê Kurdî bûn.

Nazım Hikmet Çalışkan

1- Mebesta Akademîya Cegerxwîn ew bû ku li ser hunera Kurdî, di asta akademik de perwerde bide. Ji bo vê, kesên ku di beşên hunera xwe de bispor in di bin banê îdareya Çandê ya Şaredarîya Kayapinarê de hatin komkirin û nêzî salekê xebatên kursan hat meşandin. Edî di sala duyem de, her beşa hunerê di xabaten xwe de dibû xwedî pergalek. Dersên mamosteyan û naveroka dersan zelal dibûn. Xebatên akademiyê gihîşt asta amadekirina müfredatekê ji bo her beşa hunere. Beşa şanoyê jî di nav vê avabûnê de hin xebat û bername da pêşîya xwe û meşîya. Bi kargehên xwe şagirtên xwe hilbijartin, li gorî plansazîyeke du salan perwerdehîya şanoye dida.

2- Dersên teorîk û pratîk hebûn di mufredatê de. Dîrok u teorîya şanoyê, lîstikvanîya bingehîn, jixweberî, lê hurbûna lîstikan, xebatên laşî, sêwirînerîya cil û bergan, sêwirînerîya dekorê, dersa ziman, muzik, reqs, dîroka Kurdistane û hvd. wek ders hebûn. Bi perwerdeyek du salande ew ders dihatin dîtin. Her memoste li gorî naveroka dersa xwe û mufredata beşê metod hildibijartin.

3- Rewşa sîyasî a Bakur her tim hin kemasî û tengasî derdixistin û mixabin hê jî derdixin. Bişaftina li ser xebatên çand û hunera bi zimanê kurdî hê jî kêm nebûye. Wê deme jî hin pêvajoyên sîyasî bi avayekî bandor li xebatan dikir. Dîsa di alîyê aborîye de hin kemasî derdiketin, lê dîsa jî heta astekê ji bo xebatan derfet hebûn û li ser van, Akademîya Cegerxwîn xebatên xwe dimeşand.

4- A yekem, bi zimanê dayîka xwe meşandina xebatên şanoye bû. Ji ber ku akademî li Amedê bû, xwendekar li her deverên Bakur dikaribun xwe bigîhînîn akademîyê. Bi vî avayî beşa şanoye nêzî heft salan xebatên xwe meşand û mezunên xwe tev li xebatên Şanoya Kurdî kir. Mezunên beşa şanoyê hê jî bi avayekî pratîk û teorîk xebatên xwe yên şanoyê didomînîn.

5- Belê, beşa şanoyê zêdetir bi rêya kargehan, kom an jî kesên şanoger a bîyanî re tekîlî pêşdixist û kargeh avadikir. Bi parvekirina pratîkên van sazî û kesan, beşa şanoyê derfeta nerîneke berfirehtir bi dest dixist.

6- Di destpêke de kurdî û tirkî hinek di nav hev da bû. Her ku memoste û xwendekar di Kurdî de pêş ketin di nav demê de ders bi temamî bi kurdî hat dayîn. Di alîyê çavkanîyan de werger amura herî girîng bû bo xebatên me.

Ömer Şahin

1- Beriya 2010an gelek caran di civîn, konferans û komxebatan de derheqê beşên hunerî de li ser hewcedariya dibistanên hunerê dihat sekinandin. Bi giştî akademiyên sîyaset, huner û ziman wek hedefên saziyên kurdan li ber çav bû. Bi rêya şaredariyên ku ji aliyê kurdan ve hatibûn bidestxistin (HDP) ev îmkana ku, ew hedef bên realîze kirin derketibû holê. Xebatên Akademiya Cegerxwînê jî bi rêya van pêkhatinan despê kir. Ji bo beşa şanoyê, di serî de ji bo kesên dersên akademîk bidin lêgerînek despê kir û dawiya wan lêgerînan de, hinan di vê xebatê de cih girtin. Wê demê ji ber ku wê perwerdeyên akademîk bihata kirin, hewce bû lêkolîn bihata kirin. Ev kesên ku hatibun hilbijartin zêdetir li ser naverok û şêwazan lêkolîn dikirin. Dema lêkolîn gihîştîn astekî, mufredat hat amade kirin û bi vê ve girêdayî, wek perwerdeyên beşên din yên şanoyê jî despê kir.

2- Ji bo mufredat bê amade kirin li konservatuar û dibistanên Tirkîye û çend welatên Ewropayê mînakên mufredatan hat peyde kirin. Piştre li ser van mufredatan di navbera mamosteyên Cegerxwînê, mamosteyên Akademiya Aram Tîgranê û hin listikvan û lêkolînerên şanoya bajarê mezin yê Amedê de komxebat hat li dar xistin. Di encamê de ne tenê dersên hûnerî, divê dersa zimanê kurdî, dîroka kurdîstanê û sosyolojiya kurdîstanê jî wek dersên hevpar ji bo hemû beşan bihata dayîn. Ew ders jixwe ji bo hemû beşan derbasdar bûn. Ji bo tenê beşa şanoyê bi giştî; dersên lîstikvanî (teorîk û pratîk), dîroka şanoyê (dîroka şanoya kurdî), laş, muzîk (şan) hat dayîn. Wek metodolojî tenê li ser ekolek şanoyê an jî şêwazek şanoyê nehat sekinandin. Wek teorîk bi rêzê ji Stanîslavskî, Brecht, Grotowskî û hwd... Li ser xebat, şêwaz û lîstikên wan bi şagirtan re lêkolîn hatin kirin û di dersan de li ser van nîqaş dihatin meşandin. Lê wek pratîka lîstikvaniyê zêdetir li ser şêwaza Erîc Morris xebat hatin lidarxistin.

3 - Wek mamoste dema difikirim ji bo min pirsgrêka herî mezin zêde guhertina mamosteyan bûn. Ji ber ku mamoste divê bi hev re bi koordîne bixebitin. Lê dema ku di nav mehek de çend car mamoste biguhere divê her tişt di serî de dîsa were nîqaş kirin. Ev jî hem asta perwerdeyê nebaş bandor dike hem jî pir dem dixwe. Lê ji bo ceribandinek dibistaneke akademîk wek Cegerxwînê, belkî jî guhertinên bi vî awayî hewce bûn. Li aliyê derfetan de ez bawerim îmkanên pir baş û serkeftî hebûn. Mesela Ji komên biyanî dem dem mamoste dihatin dawet kirin ji bo kargehan. Ev ji bo me dewlemendiyek mezin bû.

4- Ji aliyê şanoyê ve bi rastî jî li gor wê demê ji avantajan zêdetir dezavanyaj hebûn. Ji ber ku ji akademiyan di demeke kurt de encamên berbiçav dihat hêvî kirin. Lê despêkeke bi vî awayî de herî kêm 5-10 sal divê ji bo dibistan xwe nas bike û bi şagirtên xwe ve li ser pergaleke qebûlkirî perwerde bike û di dawiyê de jî berheman biafirîne. Lê mixabin ji ber nezanî û rojevên sîyasî her tim ji derve ve bendewarîyek hebû. Mînak, hejmara şagirtan nîşaneya serkeftîbûnê dihat nîşandan. Lîstikên ceribandinê wek lîstikên profesyonel dihat pîvandin. Demên ji bo lêkolînê werin veqetandin ji aliyê şaredarî û rêveberiyê wek demên vala dihat dîtin. Mamoste wek karmendê şaredariyê muhatabê gelek prosedur û xebatên rojane dibûn. Ew xweserbûna perwerdeyê û akademiyê -ku ji bo serkeftina demdirêj pir hewce ye- tu car ava nebû. Lê li gor van hemû dezavantajan dîsa jî nêzî 5 salan de tenê di beşa şanoyê de 50-70 şagirt perwerdehî dîtin. Dîsa di dawiyên salan de 5 lîstik hatin derxistin.

5- Wek min li jor jî behs kir, mamoste, derhêner û lîstikvanên bîyanî re xebat dihatin kirin. Perwerde bi du alî dihat meşandin. Mamosteyên beşa şanoyê jî bi awayek tevlî wan kargehan dibûn. Ew kes bi derfetên şaredariyan dihatin dawet kirin an jî di demên festîvalan de bi kesan re kargeh dihat meşandin.

6- Meseleya mufredatê tena serê xwe mijarek ku her tim di rojevê de bû. Min li jor qala avabûna mufredatê kiribû ji xwe. Dersên me ji sedî sed kurdî bûn. Mamoste beriya vekirinê û dema despêkê jî tê de her tim, hem dersa kurdî bi xwe didîtin hem jî bi şagirtan re kurdî ders dikirin.

Pirs ji bo Şagirtên Konservatuvara Cegerxwînê ku Piştî Qayyuman hat girtin.

1- Haya we çawa ji konservatuvarê çêbû? Berî ku hûn şagirt bin çi hêvîyên we hebûn ji konservatuvarê? Gelo konservatuvar ango perwerdehî li gor hêvîyên we bûn?

2- Perwerdehîya şanoyê ya Cegerxwîn çi di jîyana we de guhert, dikarî behsa pêkhate û geşedanên pozîtîf bikî?

3- A niha hûn çi diki? Piştî mezûnbûna we karê şanoyê domand an we berê xwe da karekê din? Çima?

4- Kurtejîyana xwe bi kurtasî binivîsin ji kerema xwe.

Eser Çetin

1- Jixwe berî konservatuvar vebe ez bi hin hevalên xwe yên nêz re çûbûm wê derê, ji bo sê mehan me xwe li kargeha-kursa şanoyê qeyd kiribûn. Berî vekirina akademiyê bi sê mehan kargeh dihatin vekirin. Hûn rastiyê bixwazin serê sala 2010 an me xwestin em ji xwe re îja herin hînî amûreke muzîkê bibin lê yek ji wan mamosteyên me yên kargeha şanoyê, mamoste Ömer em ji bo konservatuvarê ji bo beşa şanoyê pêşniyar kir. Got hem zimanê we baş e û hem jî diyar e hûn ji şanoyê hez dikin û hûn ê bikaribin bikin. Hasilî em çûnê, me dest pê kir. Wekî xortekî bi kelecan û hezkiriyê huner û şanoyê hêviyên min pir bûn. Bi wê enerjiya xweş jî ez beşdarî xebatên şanoyê bûm û min kedek pir hêja dayê. Tevî ku ez xwendekarekî beşa tibê yê sala çaran bûm jî min têra…

2-Bi rastî min kedek pir jidil û mezin da şanoyê. Şanoyê jî herî kêm ew qasî li min vegerand. Tiştên wê yên erênî û pozîtîf pir û pir zêde ye. Di serî de hiş û ruhê min ber bi asoya metnên şanoyê yên cîhanê vekir. Ji berê de min pir ji şanoyê hez dikoçir lê bi nasîna perwerdeya şanoyê ya bi Kurdî reez tam lê vebûm. Min pir û pir lîstik dixwendin. Min pir lêkolîna teknîk û şêwazên şanoyê dikir. Tu ji Yewnana Kevnare bigire heta Rusyayê, tu ji dema Ronesansê bigire heta roja îroyîb vegiherînên şanoyê, tarz û şêweyên wê, nivîskarên wê û hwd… pir bala min kişand. Li ser çanda me û nasîna çîrok, mît, rituelên me de pir baş hat ji bo min. Di warê pêşketina şexsê min de jî yek ji wan tiştên herî girîng bû şano û perwerdeya şanoyê. Têkiliya min û mirovan bêtir baş kir, ez bêtir dikarîbûm têkevim ruhê mirovan û ji cûda cûda aliyan ve mirovan binirxînim. Ji aliyê afirînêrî û fanteziyên hunerê de asoya min berfirehtir kir. Ez bi xwe xwendekarê tibê bûm û sala 2013’an dema min doktorî qedand ez ji şanoyê jî der çûm, mezûn bûm. Tîrmeha 2013’an… mehek pir dîrokî ye di jiyana min de. Di doktoriyê de ji bo nasîna nexweş em lêpirsîna gazin û nîşaneyên nexweş dikin, ez wan înspekte dikin. Înspeksiyon an jî çavdêrî, bi çavan nirxandina nexweş… ji vî alî ve ev pir dişibe şanoyê. Dema nexweşek dikeve hundir li gora tevgerên nexweş em dibêjin em baştir nexweşiyan zelal dikin. Nexweşekî êşa gurçikê pê re hebe an jî yekî êşa mîgrenê pê re hebe em bi tecrube û pêkanîn xwe zûtir teşhîs dikin. Di şanoyê de jî çavdêrî ew qas girîng e û oir kêfa min ji vê rewşê re dihat. Dema tu dike rolekê bilîzî tj beriya wê lêkolîna rol û karekter dikş, tu li derve çavdêriya wan kes ê tiştan dikî… li ser mesekê heke tu yê rola mamosteyekî 45 salî bikî û rind çavdêriya wî dikî. Gelo çawa dimeşe? Xwarinê çawa dixwe? Çi li xwe dike? Bi mirovan re çawa diaxive? Çawa dikene? Û hwd… herî dawî jî ez dixwazim qala vê tişta pozîtîf bikî ku têkiliya min û mirovan, nexweşan pir û pir baştir kir. Ez dema bi wan re diaxivim bandorek pir baş û erênî li ser wan dihêlim û baweriyek mezin didim wan. Di vê yekê de ciyekî pir kubar, nazenîn û delal ê şanoyê heye. Baş e ku min şano, şanoya bi Kurdî nas kiriye

3- Min di bersiva pirsek berê de gotibû jixwe, ez doktor ango bijîjk im. Ji sala 2013an ve ez karê xwe yê doktoriyê dikim. Ez hem pisporê doktoriya malbatê me û li navçeyeke Mêrdînê li nexweşxaneya dewletê de wekî pispor dixebitim û hem jî li ser karê estetîka medîkal û tedaviyên temamker û alîkar li Amedê klînîka min heye.

Wekî din jî kêm zêde bi awayekî serbixwe û profesiyonel nêzî sê salan e li ser medya civakî ez karê “Tenduristiya bi Kurdî” dikim. Hema hema di hemû platformên medyayê de wekî Dr. Eser Çetin ez heme û bi nivîs, vîdeo û şêwazên din ez qala nexweşiyan dikim. Min astek pir xweş ava kir di vî warî de û têkiliyek min î pir xweş bi gel û civakê re heye.

Karê şanoyê jî heta havîna 2021’an min şano kir. Li gel tadehî û zehmetiya karê me jî min û hevalê xwe yê din ê komê Onur Kepenek me lîstika “Du Mirov” lîstin. Di du pêşandanan de jî eywana şanoyê tije mirovên şanohez bûn… her ku tê bîra min ez hestiyar dibim. Loma jî naxwazim zêde dirêj bikim bîranînên lîstikan.

Halê hazir wekî laşî-fizîkî ez ne li ser dikê me û ne endamê tu koma me. Heta wextekî jî ez nafikirim şanoyê bikim. Ya rastî di vê rewşê de ji dilê min nayê ez şanoyê bikim. Kêm zêde şikestinek di dilê min de çêbû. Di rewşên herî zehmet û giran de jî li gel karê xwe min şano kir û ji belavbûna şanoyê di nava mirovan de, min kedek pir mezin da. Mixabin di gelên bindest de paşgotinî, nezanî, hesûdî pir heye. Mixabin hinek dibin xwediyê kursî û qoltixekê û tiştên nexweş diqewimin. Ya rastî ez mirovekî pir nefsbiçûk û mutevazî me lê min êdî biryar daye ku ez ê ne wisa bim Di civakê de hema hema hemû ciyê ku ez têkildar im de navekî min ê pir hêja û xweş heye lê min dît li derdora min a şanoya kurdî tiştên ecêb diqewimin. Min nihêrî ku kesên ez dikarim wan ji bêrîka xwe derxim û careke din nexwim bêrîka xwe tevgerên artîstîk dikin, nizanim bi enerjiyek nexweş li min dinêrin, naxwazin ez baştir bibim an jî ji başbûna min aciz dibin… min got guh nedê. Ez di qada xwe de bixebitim bes e. Heta rojekê dîsa dil û mejiyê min li gel hevalên delal û hêja li şanoyê vebe ez ê şanoyê nekim. Lê şano her di jiyana min de ye. Ez ji aliyê nivîsê hê jî tûrikê xwe tije dikim û hewildanek min ji bo şanoyê heye. Dem û derfeta rast ava bibe ez ê dîsa li ser dikê vegerim.

Ez dixwazim hunermendên şanoyê yê Kurd baqil û zana bin. Ji hev hesûdiyê nekin, li hevdu zêde bikin. Armanca min serkeftina me ye, xala herî girîng jî Kurdî ye.

4- Ez ji Dêrika Mêrdînê me, ji gundê Heboşiyê û ez li Amedê dijîm. 33 salî me. Ev 20 salên dawî ez li Amedê me. Min lîse, zanîngeh, pisporî li Amedê xwend. Mehê 5-6 rojan diçim li Stewra Mêrdînê nobetên xwe digirim û wekî din jî bêtir li Amedê me û li Amedê jî bi civan-randevû li klînîkê li nexweşan dinêrim. Bi sekin û helwesta Kurd û Kurdewarî jiyaneke pir jidil û xweş dijîm. Ji bo we ev pirs ji min pirsîn û ez kirim mêvanê vê xebata xwe ez spasiya we dikim. Hay ji xwe hebin, demxweş.

Zelal Angay

1- Wê demê ez li Amedê xwendevana zaningehê bûm. Bi gotina hevalan ez pêhesiyam û min serî li konservatuvarê da. Ya rastî min şano bi tesadufî hilbijart ji ber vê jî pir hêviya min tune bû ji ber nezaniya min. Belkî ji ber vê nezaniya min perwerdehîya konservatuvarê demê ewil pir bi dilê min bû. Piştî xwendina pirtûkan ya li ser teoriya şanoyê û temaşekirina hin listikên xweş perwerdehîya konsevatuvarê êdî têra min nedikir.

2- Piştî wê perwerdehiyê êdî şano bi temamî bû sereke sedema hemû biryarên min û jiyana min li gor şanoyê hat saz kirin. Ez ji bo perwedehiya şanoyê ji Amedê çûm Anqerê û neha jî ji bo şanoyê ji Anqerê diçim û têm Batmanê. Her çiqas ji ber aboriyê ez nikaribim bi temamî şano bikim jî hemû jiyana min li gorî pêdiviya xebatên min ên şanoyê tê sazkirin. Şano piştî konservatuarê ji bo min bû hêviya zimanekî vegotina çîroka min.

3- Belê berdewam dikim. Bi Şermola Performans re li Batmanê tevli xebatan dibim. Piştî min zanîngeh qedand li Anqerê komek bi navê Sîbêj Performans me avakiribû û me lîstikek derxistibû lê ji ber pandemiya korona xebatê me asteng bû û kom belav bû. Ji ber pirsgirêkê aborî jî ev deh sal e ez hemşîretiyê dikim li Anqerê.

4- 1988’an de li Mêrdînê ji dayik bûye. 2007’an de li Amedê dest bi Zaningeha Dîcleyê, beşa hemşîretiyê kiriye. Dema li zaningehê dixwîne heman demê di 2011an de li Akademiya Cigerxwînê de dest bi şagirtiya şanoyê kiriye. 2013’an de li Zaningeha Anqerê beşa Dîroka Şano û Teoriya wê xwendiye. Wek dramaturg tevlî xebatên lîstikan bûye. Li zaningeha Anqerê li beşa ragihandinê li beşa sînemayê de jî xwendiye û di projeyan de du kurte fîlm û kurte-belgefîlmek de derhênertî kiriye. 2019da de li Anqerê koma şano ya bi navê Sîbej Performansê bi çend hevalên xwe re ava kiriye. Di komê da wek derhêner û dramatûrg cîh girtiye. Neha bi Şermola Performans Batman re xebatê xwe yê şanoyê berdewam dike.

Pirs ji bo komên ku perwerdehîya şanoyê jî pêk tînin.

1- Hûn perwerdehîyên xwe li gor çi esasî çê dikin, sedem û armancên perwerdehîya ku hûn çê dikin çawa dikarin rave bikin?

2- Gava hûn encama perwerdehîyan binêrin tabloyeke çawa derdikeve holê? Organîzasyona perwerdehîyê ji bo komekê hêz e an bar e, an jî ev paradoksek e, ger wisa be hûn vê paradoksê çawa dinirxînin?

3- Li gor we Perwerdehîyekê çêtir divê çawa be û hûn çiqasî dikarin vê divêtîyê pêk bînin?

Şano Nan Performance / Kemal Orgun

1- Em wek Şano Nan Performancê perwerdehiyê wek distûra sereke dibînin. Wek distûra sereke dibînin û bi formeke xweser li ser radiwestin Ne tenê li ser dersên şanoyê lîstikvanî, dik, dramatûrjî, nivîskarî ya dramatik û estetîkayê; em tevî van dersan felsefe û diyalektîka wê, hişar û hişmendiya dîrokî ji bo şanoyeke serbixwe û serkeftî wek hîmên bingehîn dibînin û bi taybetî li ser radiwestin. Her wiha perwerde bi herikandina demê re her tim xwe nû dike û herikandina xwe ya bi demê re didomîne. Ku ne wisa be mirov çawa dikare bi kûrahî û bi rengînî meşa şanoyê bidomîne. Lewre herkes bi awayekî hin tiştan dike mesele ne ev e. Mesele ew e ku çi û çawa dike ye. Bi nezanî kirin gaveke tenê ji bo xwe ye lê bi zanîn hezar gav e û him ji bo xwe him jî ji bo hemû dunyayê ye. Hele kêm zanîn ji bo jiyanê û her tiştê wê bobelata herî mezin e. Çi perwerdehiya pratîkê çi jî ya teorik him ji bo famkirina ji xwe, him jî ji bo famkirina ji hunerê û famkirina ji jiyanê ji bo me distûrek bingehîn e. Em li ser vê esasiyê him hîn dibin him şa dibin, him şa dibin him jî hîn dibin. Loma em li ser navê perwerdeyê ne bi hev re mamostetiyê dikin, tûrikê xwe yên zanîn û zanistiyê bi hev re parve dikin. Lewre em perwerdehiya li gorî pîvanên pergala heyî û hişmendiya wê tê dayîn rast nabînin. Ji ber ku pergala heyî û pîvanên wê xweseriya mirov tune dikin û dişibînin xwe. Temam mirov jî zindîyeke lê ne heywanek e û divê mirov weke ku heywanekî terbiye dike, mirovan perwerde neke.

2- Ger ev pirsa we ji bo komên şanoyê yên li Bakurê Kurdîstanê be, mirov tableyeke zelal nabîne. Lewre piraniya komên şanoyê bi xwe pêdiviya wan bi perwwerdehiyê hene û ev him ji bo îro him jî ji bo pêşeroja şanoyê prisgirêkek mezin e. Gotineke Lenîn heye ji bo şoreşgeran, dibêje, “şoreşê dikin lê şoreşê nizanin”. Em dikarin ji bo piraniya şanogeran jî bibêjin şanoyê dikin lê bi şanoyê nizanin. Paradoksa herî mezin jî ev e. Komên ku şanoyê dikin elbet ne bi pergala saziyên perwerdehiyê lê li gor şert û merc û pêdiyên xwe, elbet divê perwerdehiya xwe ya navî pêk bînin. Ev ne paradoksek e pêdiviyeke bingehîn e. Lê ne li gor pêdiviyên xwe wek saziyeke perwerdehiyê tevbigerin wê çaxê elbet ev perwerde li ser milê komê dibe bar.

3- Em di hunera şanoyê de şêwaza berê perwerdeya teorikê pişt re ya pratikê rast nabînin. Lewre berê tevger hebû loma “berê tevger paşê gotin”, ji distûrên estetîkaya Biyokomunal distûreke bingehîn e. Ji ber vê ye ku ez dibêjim divê teori xwe ji pratîkê, pratik jî xwe ji teoriye bidoşe. Rastiya me ya heyî jî, vê ji me dixwaze. Ji bo civaka ku hêj azadbûna xwe bi destnexistiye û ne xwedî sazî û dezgehên azad û xweser in, ev şêwaz bêtir rast e.

Wekî din di perwerdehiya xwe ya navîn de dersên perwerdehiyê li şagirtan belav dikin û wan wek mamosteyên wan dersan bi berpirsiyar dikin. Mamosteyên pispor ên dersan jî wek alîgirê şagirtan bi berpirsiyar dikin. Şêwaza ku em esas digirin, hînbûna herî baş ew e ku dema mirov ji hînbûnkirinê zanistên xwe parve kir hîn dibe. Ev ji distûr û şêwaza me ya perwerdeyê distûrek e. Distûreke me ya din jî ev e ku, divê mamoste ne ji şagirtan re ji dersan re mamostetiyê bike. Ev distûr jî ji distûrên “di vebêjeyê de rêya sêyemîn estetîkaya bîyokomunal”ê de distûreke bingehîn e.

Şano Wan

1- Em bi armança têkîlîya gel (temaşêvan) û şanoyê zêdetir xurt bibe perwerdehîyên demkurt çêdikin. Wekî sê mehane. Helbet bandora ziman jî heye. Ji bo ku gel, bi taybetî ciwan têkîlîya xwe ya hunerê bi zimanê xwe dayne em hewl didin ku bê navber bê dayin. Ji bo pêşeroja hunerê amadekarîyek e di esasê xwe de.

2- Na, ne bar, tam çepê wê barê me sivik dike perwerdehîya şanoyê. Dibe ku di demek kurt de mirov nikarîbe lîstikvan yan jî şanogerek derxine lê kesên ku dixwazin ked bidin û pêş bikevin him rêya xwe him jî rêya me vedike. Em bi perxwedehîyan kesên ku dixwazin cewhera di hûndira xwe da peyda bikin alîkar dibin. Ew lêgerîn bi xwe keddayînekê jî tîne.

3- Em wek kom perwerdehîyên xwe li ser 4 beşan didin; lîstikvanî, drama, jixweberî û kargehên taybet. Bi kargehên taybet em li gor pêdivî û kesên ku tevlî dibin mijara xwe diyar dikin lê giringîyê didin ku teorî jî bê dayin. Her sê beşên din li ser têgehên bingehîn dest pê dikin û li gor mufredata xwe bi dawî dibe.

Ji bo ku perwerdehîyek bigihîje armanca xwe divê mirov berhemên wê jî bibine. Helbet ji bo berhemêkê atolyeyên demkurt ne pêkan e. Divê perwerdehîyên demdirêj û kurt bê amadekirin. Ji bo wê jî ya ku herî giring divê mamoste û pispor hebin. A niha di şanoya kûrdî de derhêner, lîstikvan û xebatkar henin û her yêk jî tera xwe serkeftî ne. Lê kesên ku tenê karê wan mamostî û ders dayin e, an nîn in an jî pir kêm in. Divê ev alî bê xurt kirin.

Şanoya Bajêr a Amed / Yavuz Akkuzu

Ez dixwazim pirsên ji bo beşa perwerdehîyê hemûyan bi hev re bibersivînim. Wek Şanoya Bajêr Ya Amedê me du caran perwerde li dar xist. Helbet piştî serdema şaredariyê. Yanî 2021an de û di 2023an de me serlêdan dan destpêkirin û bi wî awayî me şagirt hilbijartin. Perwerdehiyên me jî bi giranî wek qursan didome, ne wek akademiyekê. Jixwe mixabin ji ber nebûna akademîsyenên şanoyê em nikarin ava jî bikin. Bêhtir em qursên salane organîze dikin, carinan şeş meh carinan jî heşt meh didome ev qursên me.

Di naveroka perwerdehiya me de bêtir em dersên wek lîstikvanî, nivîskarî, dramaturcî, dîroka şanoyê, pandomîm, clown, rîtim, muzîk, laş didin. Dersa ku qeweta me digihîjiyê çêtir lîstikvanî ye, lê lîstikvan dikevin dersên din jî. Dersên din ên ku ji qeweta me der in, ên wek; pandomîm, clown an jî nivîskarî ji bo van dersan jî em mamosteyan ji derve tînin. Mamosteyên ku ji derve tên jî heta ji me tê em hewl didin ku di beşa xwe de pispor be ango ehlê beşa xwe be. Perwerde zêdetir dawiya hefteyê tê lidarxistin ji ber ku hin serlêder navbera hefteyê dişixulin, xwendekar in an jî karmend in. Hem ji ber van sedeman hem jî qeweta me tune ku em wek zanîngehekê vî karî saz bikin. Ji bo Bakur ev yek gelek zehmet e, ji ber ku li Bakur dibistanên Kurdî tunene.

Belê, wek we jî nivîsandiye ev tişt paradoksek e. Ji aliyê pratîk ve carinan pêşiya me tê girtin, organîzekirina perwerdehiyeke wiha. Em hem dilîzin, hem organîze dikin û festîvalan li dar dixin û ev jî dike ku barekî din li me zêde bibe. Belê, ev paradoksek e, lê hewce ye ku em pêk bînin, em nekin mixabin wê kî bike. Xwezî zanîngehên me hebûna, xwezî dibistanên şanoyê yên Kurdî hebûna û şagirtan li wir perwerdehiya xwe bidîtana, ango xwezî şagirt ji ber destê pisporên şanoyê rabûna. Lê halê hazir li Bakur ev tişt tune. Helbet ji bo Başûr nikarim tiştek wiha bêjim lê rewşa Bakur wiha ye. Û a niha li Wanê perwerde çêdibe, li Batmanê car carinan çêdibe. Lê dikarim ji bo hemûyan jî bêjim bi giştî ne perwerdeyeke profesyonel e.

Ji qursên me jî ji nav bîst kesan bi gelemperî sê-çar kes derdikevin, hin ji wan wek lîstikvan, hin wek sêwirîner û hin jî di beşên din de xwe li pêş dixin. Ev jî baş e bi min ji bo berdewamiya vî karî. Helbet ku perwerdehîyeke xurt hebe wê nêzî her bîst kesan jî pêş bikevin. Ji ber ku profesyonelî kêm e û pêşeroja vî karî jî nabînin, ji ber vê hejmar kêm dibe. Yanî gelek kes ji aliyê aborî ve pêşerojê nabînin lewma vediqetin. Wek encam dikarim van bibêjim. Heke pêşeroja xwe di vî karî de bibînin wê di perwerdeya xwe de jî bidomînin. Gava em serlêderan hildibijêrin jî heta ku ji me tê em dixwazin yên ku şanoya Kurdî bikin hildibijêrin. Mebesta me ew e, şanoya Kurdî bidome û li piya bimîne. Lê berê gelek şano ava dibûn, mînak li amedê şanoya şaredariyê hebû, li Batmanê ava bûbû, wê li Wanê ava bibûya, -a rast gava ava dikirin qayûm hat-, Şaredariya Merdînê dixwest ava bikin. Heke di pêşerojê de ev ava bibin an jî komên taybet ên li van deran ji hêla maddî ve zemîneke xurt zeft bikin ew şagirt wê di perwerdehiyan de berdewam bin bi min. Lê halê hazir yên ku dimînin bêhtir ji hêla hestiyarî ve bi şanoyê ve girêdayî ne an jî bi şanoyê kelecan dibin. Di şanoya me de lîstikvanên me bi giranî bi vî awayî mane. Gava ez bi xwe jî di dema şaredariyê de çûme qursekê, ji ber ku kelecaniyek bi min re ava kir lewma min berdewam kir, neku ji ber mamosteyan û perwerdehîyê mam, an jî ne ku min pêşeroja xwe (ji hêla aborî ve) didît û ez mam. Yanî niha ên ku kelecaniyekê zeft dikin berdewam dikin, ên ku nabînin jî dev jê berdidin.

Metodeke me ya perwerdehiyê tuneye, lê gava em qursên xwe vedikin mebesta me ew e ku lîstikvanek ji her alîyî ve xwe xurt bike. Mînak, hewce ye ku laşê xwe baş bi kar bîne, rîtmê bizanibe, hewce ye dengê xwe baş bi kar bîne, gava metnan dixwîne jê fêm bike û wê lîstikê analîz bike, divê bizanibe dramatûrcî çi ye, an jî (her çi qas lîstikvan be jî) di derheqê rejîsoriyê de xwedî agahî be. Ji ber vê yekê em tenê dersa lîstikvaniyê nadin. Yanî em dixwazin lîstikvanek têgihîştî bigihîje. Em qursên xwe wiha ava dikin. Lê metodeke ku em bêjin, bi vî rengî ye, bi vê şêwazê ye em nikarin pênase bikin. mixabin metodek ava nebûye. Yanî tiştên ku em zanin em bi şagirtên xwe re parve dikin. em ne wek akademîsyenek an jî ne wek mamosteyekî derdikevin pêşberî şagirtên xwe. Em pratîka xwe û zanînên xwe bi wan re parve dikin, di navbera me de danûstandineke wiha çêdibe.

Şermola Perfomans

1-Ji 2008an vir ve ye em bêhtir perwerdehîya lîstikvanîyê didin û carinan jî li ser nivîskarîya dramatîk, dramaturcî, derhênerî û li ser dîroka şanoyê kargehan çê dikin. Perwerdehîyên me bêhtir caran bi mamostetîya Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu pêk tên û em kêm caran ji derve mamostayên cuda vedixwînin. Di nav salan de sîstemên ji hev cuda yên Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu çêbûn. Mîrza Metîn bi salan e bi navê “Dîwan”ê perwerdehîyên lîstikvanîyê pêk tîne ku ev perwerdehî xwe dispêre çanda kurdî. Rahênanên deng û nefes û artîkulasyon û hwd. xwe dispêrin dengbêjî, çîrokbêjî, derwêşî, zêmarbêjî û şivanan; rahênanên hereket, dans û laşî xwe dispêrin govend û semahan û rîtulên kurdan, rahênanên kondîsyon û rêvebirina enercîya laşî û dubarekirina performansê û mevcudîyeta lîstikvên dema performansê de, xwe dispêrin fikra “dramaturcîya êgir” ku Mîrza Metîn bi salan e li ser lêkolîn dike û hewl dide bi referansên dînî, mîtolocîk, sîyasî, çandî, dîrokî, antropolcîk û ontolocîk fikra xwe bikemilîne. Armanca van lêkolîn û perwerdehîyan jî ew e ku zanista şanoyê kûr bibe; şêwaz û bedewîyeke xwemalî ji Kurdistanê derkeve û bi hemû bedewî û taybetî û delalîyên xwe ve, dengê xwe bide cîhanê. Lîstikvanên kurd vê yekê heq dikin.

2- Mekteba herî girîng ya şanoya kurdî ji 1991ê vir ve ye lîstikên kurdî ne. Her lîstikek ji bo lîstikvanên nû, amator û daxwazker derfetek e. Dema em li Bakur dinêrin, dibînin ku kêm mirov hene ku çûne di konservatuvarên tirkan an jî ewropîyan de xwendine û karê şanoya kurdî dikin. Belkî ji sedî 5 jî nîne. Lê ji sedî 95an bi riya hinek kargehan an jî rasterast, bê perwerdehî derdikevin ser sehnê û li ser sehnê him bi riya tecrûbekirinê him jî ji lîstikvanên bi tecrûbetir hîn dibin û karê lîstikvanîyê dimeşînin, hinek ji wan gelekî serkeftî jî dibin. Lê bes, ku hînbûn berdewam neke hunermend ango lîstikvan nikare ji xwedubarekirinê bireve. Helbet ev paradoksek e. Piranîya lîstikvanên ku êdî ji bîneran têr dibin naxwazin zanîn û teknîkên xwe yên hunerî/lîstikvanîyê pêş bixin. Ên ku dixwazin perwerdehîya xwe bidomînin jî derfet nabînin. Perwerdehîya şanoyê ne ku karê şanogeran nîne, karê me ye jî, lê karê her şanogerî nîne. Dema em li cîhanê jî dinêrin, xêncî konservatuvarên zanîngehan gelek derhêner, lîstikvan û nivîskarên serkeftî perwerdehîyan jî didin, mektebên xwe jî li gor sîstem û şêwazên xwe ava dikin. Ger sîstemeke perwerdehîyê hebe ev paradoks ji holê radibe.

3- Perwerdehî jî wek hunerê bê patronajî nabe. Ku bibe jî pir qels dimîne. Divê perwerdehîya hunerî bê piştgirîkirin. Gelên bindest çawa dikarin perwerdehîya hunerî bi pêş ve bibin, çawa dikarin sazîyên xwe ava bikin? Reçeteyeke me tune ye. Lê mînak hene li pêşîya me. Ma Music mînakekê pir serkeftî xuya dike. Perwerdehîya hunerî divê ji zaroktîyê destpê bike, ji xebatên dramaya afirîner bigirin heta bi xebatên nivîskarîyê… Lê derfetek wiha tuneye ku zarokên kurd berê xwe bidin şanoyê an jî hunerên din. Girêdayî madîyatê û patronajê ye. Ji alîyê din ve jî gava derfet çêbibe, yanê, madîyat çareser bibe jî kêm mirov hene ku bikaribin mamostetîya şanoyê/hunerî bikin bi zimanê kurdî.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ