Nameya Roja Cîhanî ya Şanoyê, Ya sala 2023an
Semîhe Eyûb

whatsapp_image_2023-03-27_at_11.03.10

Werger ji zimanê Erebî: Newafê Bişar

Hevalên min ên şanoger li seranserî cîhanê..

Di bîranîna Roja Cîhanê ya Şanoyê de, ez vê gotinê bi we re parve dikim, diweşînim. Ji hêlekê ve, ji ber ku bi we hevalan re diaxivim, ez bi keyfeke mezin hest dibim. Ji hêleke din ve, ji ber sedemên rikberî, şer û pevçûnên giran ku li cîhanê belav bûne, xişm û bobelatên xwezayê ku li cîhana me ya îro rûdane, bendora xwe li rewan û jiyana me -weke şanoger û ne şanoger- ya aborî û derûnî jî kirine, aramî, aştî û xweşiya jiyanê ji me dûr ketine, ji ber vê hindê, ez gelekî dilsar û xemgîn im!.

Îro ez bi we re diaxivim, hesteke wiha li min peyda bûye her wekî cîhana me bi tevayî bûye mîna giravên cihê -cihê û dorpêçkirî, yan jî mîna gemiyên bazdayî ku ew di asoyên mij û moranê de winda dibin, ku her yek ji wan bêarmanc û pilan li ber pêlên deryayê diçe. Di asoyê de , ew tu nîşanan nabîne ku li gora wan riya xwe ya rast bibîne, lê digel wê jî, bi hêviya ku bigihe cihekî aram, ew di nava pêlên deryayê yên tengijî, di nava windabûneke dirêj de, her birêve diçe!.

Tucarî, cîhana me ji hev nêzîk û bi hev re têkildar mîna îro nebûye, di heman deme de jî, tucarî ew mîna îro ji hev dûr nebûye!. Di vî warîde, gelek tişt ji me ve aşkere û zelal dibin. Digel ku em tev hûrguliyên nûçeyên cîhanê dibînin û dibihîzin çimku alavên ragihandinê yên nûjen, sînorên cografî di navbera dewletan de şikandine, derbas kirine, lê di heman de jî, rikberî û pevçûn bi piranî li cihanê geş bûne, ji ber wan jî, cîhana me ji bingehên mirovatiyê dûr ketiye!.

Şano, di naveroka xwe de, karekî mirovî ye, li ser bingeha rastîya mirovan rûdine, ango, naveroka wê jiyan e!. Li gora gotina pêşengê mezin Qustentîn Stanslaviskî dibêje : "Dema ku lingên te bi herrî be, derbasî şanoyê mebe!. Toz û gemarê li derve bihêle. Tekez bike ku tu metirsiyên xwe yê piçûk, berberî û zehmetiyên xwe yên sivik bi cil û kincên xwe yên derveyî re bihêlî. Her tişta ku jiyana te kavil bike, hiş û bala te dûrî hünere bike, wî li cem derî bihêle û derbas bibe !"

Dema em derdikevin ser sehneya şanoyê, di hundirê me de jiyanek bi tenê, ya mirovekî bi tene heye, lê ew jiyan dikare bize û pir bibe, gelek jiyanên din jê bipişkivin, gul vedin, da ku em hemû bi hev re, bi bîna wan a xweş mest bibin. Karê ku em weke nivîskar, derhêner, akter, sînograf, helbestvan, mûzîkjen û dîzayner dikin, tene ew ji bo afrandina jiyaneke nû ye ku berî em derkevin ser sehneya şanoyê, ew jiyan tune bû. Ev jiyan hêja ye ku destekî dilovan wê biparêze, sîngeke germ wê hembêz bike û dilekî mezin î mihrevan guhdanê lê bike, mercên man û jiyanê jê re peyda bike.

Bawer im ku ez ji rastiyê dûr nakevim dema bêjim ew karê ku em li ser sehneya şanoyê dikin, ew kare jiyanê bixwe ye û afrandina wê ji tunebûnê ye. Ew kar dibe mîna pizoteke agir ya ku di tariya şevan de, ronahiyê belav dike, tîn û germahiya wê, sir û seqema şevan dişkîne.!

Em li kêleka wî kesî ne yê ku jiyanê xweş dike û em bixwe jî wî karî dikin û da ku jiyan bi wate be, em xebatê dikin û sedemên têgihiştina wê jî pêşkêş dikin.

Em in yên ji bo rakirina tariya nezanî û tund û tûjiyê, ronahiya hünere bi kar tînin. Em in yên rêbaza jiyanê di dilên xwe de hiltînin û hawîra wê belav dikin û ji bo pêkanîna armancên pîroz em dema xwe, xwîn, xwêdan û rondikên çavên xwe dikine qurban. Her weha, ji ber em bawer in ku ev jiyan hêja ye bê jiyankirin, em berevaniyê di ber nirxên wekhevî, dadmendî, xêr û spehîtiyê de dikin.

Îro, ne tenê ji bo pîrozkirina ahenga şanoya ku bi navê Bavê Huneran tê binavkirin û pîrozkirina roja wê ya cîhanî ez bi we re diaxivim, lê bele ez ji we dixwazim ku hûn hemû bibin yekdest, mil li mil, li ser sehneyên şanoyan, da ku wijdana cîhanê hişyar bibe, dengên xwe bilind bikin. Bila ew li naveroka mirovan ya windayî bigerin!, Ew mirovê azad, dilevîn û nermîn , ewê ku nerîna dîtir dipejirîne û hûn nema wan wêneyên hovîtî, nijadperest, rikberiyên xwîndar, tund û tûj û sîstema yekraman bibînin.

Hê ji ber rihe zarên salan ve, li ser pişta vê gerdûnê û di bin vî asmanî de mirov bi rê ve çûye û her dê biçe, ji we tê xwestin ku hûn lingên wî ji çamora şer û rikberiyên xwîndar derxînin, bila ew wan li ber dergehên şanoyê bihêle, bi hêviya ku mirovatiya me ya goman li ser heye, careke din li me vegere, û bi serfirazî em karibin bêjin: Em hemû mirov in, em birayên hev ên mirovatiyê ne!. Ew name û erkên me şanogeran e, hilgirên xetîra ronahiyê ji wê dema ku akterê pêşîn derkete ser sehneya şanoya pêşîn ve ye. ji me tê xwestin ku berî her kesî li hemberî karên nemirovane, her kiryarên gemar û kirêt serî hildin, bi her tiştê xweşik, zelal û mirovane rû bi rû bibin, berî her kesî, em bi tene dikarin jiyanê biafirînin û nûjen bikin, em hemû bi hev re, ji bo yek cîhanê , yek mirovatiyê xebata xwe bişopînin.

* Çavkaniya nivîs jê hat wergirtin: https://www.world-theatre-day.org/messageauthor.html

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ