Hevpeyvîn Bi Şanoyên Bakûrê Kurdistanê ra
Kenan Demir

Ji bo ku xwînerên kurdî bêhtir komên şanoya kurdî ya bakur binasin, tahbetîyên wan, rewş û reng û cihêrengîyên wan, hêz û şêwazên wan bizanin, me li ser navê Kovara Lêkolînên Kurdî lêpirsînek amade kir. Heta ji destê me hat me pirsên xwe şandin hemû komên şanoyê, 10 kom bersivên xwe şandin, ên mayî jî ji ber sedemên cihê cihê derfet nedîtin bişînin. Spasî ji bo hemû koman. Pirsên me û bersivên koman li jêrê ne. Em hêvî dikin lêpirsîna me bibe çavkanîyek ji bo şanoya kurdî ya bakurê Kurdistanê. Xwendineke xweş ji bo we xwîner û bînerên şanoya kurdî.

Kenan Demir

1- Hûn estetîka xwe çawa pênase dikin, şanoya ku hûn dikin şanoyeke çawa ye?

2- Di serdemên netewbûnê ya gelan de şano tim wek alaveke girîng ya perwerdehîyê hatîye dîtin. Li gor vê dîtinê, divê gel bê perwerdekirin. Hûn çawa dibînin, li gor we, bîner girseyeke çawa ye? Li gor dramaturcî û stratecîya xwe hûn dikarin çi bibêjin?

3- Gava hûn lîstikekê çê dikin, li ser dramaturcîyê çawa dişuxulin? Têgehên mîna wekhevîya zayendî û dij-mêtingerî cihekê çawa digirin di xebatên we de? An jî kîjan têgehên din ji bo we pêştir in, çima?

4- Di warê piştgirîya madî de kêm derfet hene ku komên şanoya kurdî ya bakur ji wan îstifade bikin. Hûn produksyonên xwe çawa çêdikin? Heqê hunermend û kedkaran û lêçûnên sabît çawa didin?

5- Xêncî pirsgirêkên madî, çi tengasî û kêmasîyên we hene? Ji bo produksîyonekê hê baştir pêdivî çi ne?

6- Hûn çiqas dem li ser produksîyonekê dişuxulin û bi çi awayî dişuxulin? Metodek, şêwazek an jî plansazîyek çawa dimeşînin heta promîyerê?

7- Têkilîya we bi komên din ên kurdî re çawa ye? Hevkarî an jî danûstendinên çawa dikin?

8- Dîrokçeya koma we (bi kurtasî)?

Komên ku Bersiv dan: ŞanoNan, ŞanoWan, Şanoya Bajêr A Amedê, Şermola Performans, Kemal Orgun, Nazım Hikmet Çalışkan, Ömer Şahin, Zelal Angay, Eser Çeti

  1. Ban Theatre

1- Pirsa hûn estetîka xwe çawa pênase dikin, pirseke zehmet e ji bo min. Ji bo vê pirsê divê pêşîyê hûn di şanoyê da estetîkê biafirînin. Pêwistîya vê yekê bi van tiştan heye: Divê di şanoya we da uslûbek û lêhûrbûnek li ser materyalên karê we hebe, peywendîya we ya bi temaşevanên we ra hebe, destpêkirina pênasekirinê ya çêkirina rêya we ji alîyê rexnegirên pispor ve hebe û divê karê hûn dikin wekî şêwe dîroka hunera şanoyê da rastî cihekî were. Heta carinan ev jî têrê nakin. Ji ber vê yekê pênaseyeke ne di çarçoveya estetîkê da, pênaseyeke di çarçoveya rê û qadên têkildar ên BAN Theatreyê da ji bo min dê rasttir be.

Ban Theatre di sala 2019an da ji aliyê Alan Ciwan (lîstikvan), Hêja Turk (muzîkjen) û Huseyîn Umaysiz (derhêner) ve li Almanyayê hat avakirin. Armanca wê ew bû ku em danehev û tecrubeya xwe ya bi salan ku me di şanoya kurdî de bi dest xistîye, ji bo şanoyeke wisa bi kar bînin ku bi kurdî performansan pêk tîne û herwiha xwecihî, profesyonel û lêkolîner e.

Em ji bo temaşevanên xwe lîstikan pêşkêş dikin. Tenê ne li Ewropayê, li Tirkiye û Kurdistanê jî em lîstikan pêşkêş dikin. Em bikaranîna zimanê kurdî di şanoyê de pir girîng dibînin. Lê em hîn zêde bi aliyê lêkolîn û laboratiwar ê şanoyê ra eleqeder dibin.

Em li ser teknîkên vebêjiya performatif yên çîrokên kurdî dixebitin. Em ji bo avakirina zimanekî li ser laş û kodên çandî yên li ser laşên xwe lêkolîn û ceribandinan dikin. Di performansên xwe yên li ser sehneyê da em diyalogên xwe tenê ne bi zimên, bi tevgerên laşî û bîra laşî jî pêk tînin. Bi ya me di vê serdema ku em tê da dijîn, peyvên ku me û hestên me pênase dikin (metnên çêkirî) têra xwe nikarin me bidin fêmkirin û rastîya wendabûna wateyê tên. Loma jî laş û performansa laşî ji bo me hîn jî şêweyekî diyalog û îfadekirinê yê herî resen e ku me bi me dide nasîn. Em li ser sehneyê laşên lîstikvanan dixin pêvajoyeke zehmet, zextê lê dikin, daku karibin bipeyivin û diyalogê deynin,

Sedemeke ku em giringîyê didin laşî ew e ku em şanoyeke li dîasporayê ava bûne. Her sal bi sedan hezar mirov wekî me ji ber şer û sedemên din cihên xwe diguherînin. Tişta ku ev penaber di rêwîtiyên xwe yên dirêj da dikarin bi xwe ra bibin, tenê laşên wan e. Û em difikirin ku li van cihê ku ew hatine, divê laşên wan bipeyivin.

2- Ez şanogerek im lê ez di heman demê da jî temaşevanekî şanoyê me. Lîstikan temaşe dikim û lîstikên nû mereq dikim. Min nedixwest di lîstikeke şanoyê da yek rabe min perwerde bike.

Min dixwest lîstikek mereqê li min peyda bike, rêhevaltîya min bike, min di qadên ku ez li ser dixebitim de kûrtir bike, wekî esetetîk tiştekî nû j imin ra bibêje. Tişta ku ez dixwazim bibêjim ev e, her kesê ku tên lîstikên me yên şanoyê û li ser qoltixan rûdine, bi dinyayekê tên cem me. Tecrube, zanîn û daneheva wan heye. Ger hûn ji jor ve li wan binêrin û ji bo perwerdekirina wan şanoyê bikin, wê gavê hûn bêrêzîyê li hemberî wan dikin. Divê hûn tişta li ser lêkolînê dikin û bi pêş ve dibin bi wan ra bi awayekî demokratîk parve bikin. Ger li holê zanînek hebe, ew jî ew rê û dema ku hûn bi temaşevanên xwe ra derbas dikin, dikarin eşkere bikin û bidin parvekirin. Armanca şanoyê ne perwerdekirin e, lê ev jî nayê wê wateyê ku şano zanînê hilnaberîne.

Herwiha temaşevanên şanoyê ne civateke homojen e û dişibin hev. Ji mirovên pir ji hev cuda pêk tê. Wekî hebûna şanoyên ji hev cuda. Her şano li gor uslûb û şêweyê xwe, xwe digihijîne temaşevanan. Û bi temaşevanên xwe derdikeve rêwitîyê. Ji ber vê yekê ji alîyê şanoyê ve katogerîyeke homojen ya bi navê temaşevan tune ye. Her şano xwedîyê temaşevanên xwe ye ku bi wê ra dimeşe û qadên wan ên mereqdarî û eleqederîyê dişibin hev. BAN Theatere jî dixwaze temaşevan û rêhevalên xwe peyda bike. Perwerde yan jî zanîn di qada vala ya di navbera me û temaşevanên me de ye. Carinan em, carinan jî ew ji wir tiştekî digire û dixwe.

3- Bi awayekî klasik mijarên wekî serdema dîrokî ya metnekê, wateyên wê yên mecazî, uslûba vegotinê di dramaturjiya me da wekî dîdaktîk cih nagirin. Zanyarî û bibîrxistinên ji xwendinên me yên ku em pê ra eleqeder dibin, derfetê dide ku em pêşnîyazekê pêk bînin. Paşê jî ew ceribînên me yên lîstikê yên li ser sehneyê û ceribandinên me yên şexsî û pirsên me dramaturjiya lîstikê pêk tînin.

Gava em dramaturjiya lîstika ku em li ser dixebitin pêk tînin, em ji bo temaşevanan cihên vala dihêlin. Em difikirin ku di derbarê lîstikê da li gel me berpirsyarîya temaşevanên me jî heye. Em dixwazin van cihên vala, bi tecrube û zanyarîyên xwe yên jiyanê ew dagirin. Tenê wê gavê dramaturjiya me eşkere dibe. Ev jî me nêzî xala pêşniyarkirinê dike, ne ya gotinê, me nêzî xala berzanînê dike, ne ya zanînê.

Wekhevîya zayendî û nijadperestî ji bo koma me ya şanoyê û di heman deme da ji bo dîroka me ya şexsî pir giring e. Wekî gelê me, em jî her tim ‘yêdin’ û penaber in û ev jî bivê nevê me bi van têgihan ra rûbirû dike. Di cihana hunerê û jiyana xwe ya şexsî da derketina li dijî vê nêrînê, bûna wekî xwe hem şanoya me hem jî me didirûvîne. Em lîstikên xwe ji bo temaşevanên Ewropayî jî bi kurdî dilîzin. Ji bo ku em li hemberî esetîka serdest ya em dorpêç kiriye, pêşnîyazên xwe biafirînin hîn zêde pêşxebatan dikin. Di cihana hunerê da em neçar dimînin ku li hemberî wan têgihîştinên ku tenê ji ber ji alîyê nasname û şêweyên me yên xweîfadekirinê ve em naşibin wan û ew me bi awayekî otantîk û folklorik kategorize dikin, têbikoşin. Di warê wekhevîya zayendî da jî qet nebe em di peywendîyê xwe yên navkomî da baldar dibin. Em hewl didin hîn bibin. Lîstikên ku em bi awayekî xwezayî hildiberînin û mijarên wan bi van têgihan dimeşin. Lê wekî pêşniyazeyeke berovajî, em nabin hêsîrên wê zexta di warî da li me tê kirin. Ji ber ku ya me diyar dike ne nijadperestî û newekhevîya zayendî ye, daxwaza me ye ku em dixwazin bibin kî.

4- Yek ji pirsgirêkên herî giring ên şanoya kurdî jî, bawer dikim produksîyon û budceya aborî ye. Li tevahîya dinyayê ji bo huner karibe bi civakê ra peywendîyê deyne, ji budceya dewletê fon tê amadekirin. Lê wekî hunermendên kurd di vî warî da zêde derfeta me tune ye. Ger hûn bixwazin di warê şanoyê de tiştên nû biafirînin, divê hûn karibin berdewam bikin. Yanê li ser mijarên ku hûn mereq dikin, lêkolînê û pratîze bikin. Pêşmercê pêkanîna vê berdewamîyê jî hebûna budceyekê ye. Yan bi awayekî demdirêj hûn nikarin bi lîstikvan û temaşevanên xwe ra bixebitin. Hûn nikarin tecrubeyan bidin ser hev. Wekî dîroka me, hûn ê dîrokeke ji qutbûnan pêkhatî û têra xwe ne bikêrhatî ava bikin. Ji ber vê jî gava me koma xwe ava kir, me xwest em bi profesyonelî bixebitin, ji bo keda xebatkaran heqekî hêja bidin û şertên baş ên xebatê ava bikin.

Em ji bo projeyên xwe ji fonên şanoyan ji xwe ra çavkanîyan peyda dikin. Ji bo şertên provayeke baş em bi şanoyên Almanî ra peywendîyê datînin. Em ji wan cihên xebatê dixwazin. Em bi hev ra produksîyonê çêdikin. Gava em lîstikên xwe dilizîn, ji bo lîstikvan û xebatkarên teknîkê heqdestekî baş bistînin, em baldar tevdigerin. Gava ku ev jî têrê nekin, wekî gelek şanoyan em xebatên xwe bi xwebexşandina şexsî dimeşînin.

5- Ji bo hunerê zemîna ku afirînerî dest pê dike, berdewamî û israr e. Ji bo hilberîneke hîn baş divê çavkaniyên ku em jê dixwin, zêde bibin. Bêyî ku rastî astengîyên erdnîgarî were divê lîstikên şanoyê û herwiha arşîv, tezên akademîk, belgeyên dîrokî, metnên edebî belav bibin û xebatên şano yên li perçeyên cuda yên Kurdistanê werin cem hev. Ji bilî vê şano beşeke hunerê ye ku ji her qada jiyanê bandorê digire û xwedî dibe. Pêşketina dans, nîgarxêzî, wêje, moda, avahîsazî û hwd. û pêkhatina dokumenteran me jî bi pêş dixe. Li gel vê yekê ji berk u her koma şanoyê bi hebûn, pêvajo û pirsgirêkên xwe ra eleqeder dibe, bi gelemperî din av sînorên xwe dizivirin. Helbet ev rewş tê fêmkirin. Em hîn jî bi hebûnê ra mijûl dibin. Lê ev rewş dibe sedem ku li derdora şano yan jî komên şanoyê zêde kes nemîne. Divê akademîsyen, nivîskar an jî pisporên ku fikrên me rexne bikin û me xwedî bikin hebin û herî zêde jî pêwîstîya me bi van heye. Lê dûrbûna erdnîgarî, ew refleksa xebata ji derve ra girtî ku me behsa sedemên wê kir, yan jî derfetên aborî vê yekê pêkan nake yan jî zehmet dike.

6- Ji bo produksîyonekê em bi gelemperî salek yan jî du salan terxan dikin. Beşa ku herî zêde dema me digire, ew pêvajoya pêşxebat û amadehîyê ye. Gava fikrek çêdibe, ji bo afirandina şertên wê yên fîzîkî em plansazîyekê amade dikin. Encamên ku ji provayan derdikevin, em wekî ceribandinekê amade dikin. Em yan van nîşanê hevalên xwe didin yan jî beşdarî festîvalên ji bo xebatên kurt dibin û dixwazin li bertekên temaşevanan binêrin. Ev ji bo ceribandin û pêşxistina fikra me derfetekê dide me. Paşê jî em li gel komên din ên şanoyê yên ku bixwazin di nav projeyê da cih bigirin hevdîtinê dikin, em bi hev ra dosyeyekê amade dikin û ji bo fonê serlêdana xwe dikin. Gava em piştgirîya aborî werbigirin, em plansazîya xwe çêdikin û dest bi pêvajoya provayê dikin. Ji bilî pêşxebatên me pêvajoya provayê bi qasî 2 mehan dewam dike.

7- Xebata li ser şanoya kurdî, çêkirina produksiyona lîstikekê, peydakirina salonan ji bo lîstikan (helbet ger salon hebe) û ji bo agahdarbûn û hatina temaşevanan ragihandina wê, ger nehatibe qedexekirin firotina bilêtên wê ji ber ku pir karekî bi zehmet e, em bi komên din ra dikevin nav piştgirîyê. Qet nebe em dibinin ku di vî warî da pêşketinek çêbûye. Komên şanoyê niha li gor berê hîn zêde di nav peywendî û piştgiriyê da ne. Lê wekî kum in berê jî got, her koma şanoyê ji ber ku bi pirsgirêkên xwe ra eleqeder dibe, di warê produksîyoneke hevpar da hîn zêde pêşketin çênebûye. Bi ya min ev yek ji bo şanoya kurdî pir giring e. Çêkirina produksîyoneke hevpar derfetê dide ku hûn pêşketin û kalîteya hilberînê ya hunerî, parvekirina tecrubeyan, taybetmendîyên we yên sereke yên hunerî baştir bibînin. Di vê çarçoveyê de wekî BAN Theatreyê em pir dixwazin bi komên cuda ra produksîyonên hevkar çêbikin û tecrubeyên xwe parve bikin.

  1. Şanoya Mars

1- MARS weke komeke şanoyê nû ye. Mirov nikare ji anuha pênaseyeke derbarê kar û xebatên MARSê bike lê weke armancên sereke daxwaz ew e ku li Mêrdînê bi şanogerên berê û yên nû re lîstikên xwe amade bike û bigihêje temaşevanên giştî.

2- Pêkhatina hunerê di nav civakê de danûstendineke piralî bi xwe re ava dike. Şanoya Kurdî bêyî armancên perwerdehîyê bi gelek alîyên xwe bandorê li guhertin û geşedana nasnameya neteweyî dike. Ji ber nebûna statuyeke Kurdî, pêkhatina hemû kar û xebatên hunerî dibe mekanê berxwedana nasnameya Kurdî. Li Bakur mirov nikare qala bînerekî giştî bike lê ev jî heye ku bînerên hene jî bi refleksên zimanî, şanoya kurdî dişopîne.

Di pêkhatina berhemeke şanoyê de a ku biryara lîstikê diyar dike bi lîstikvanan re destpê dike. Ger lîstikvan hebin mirov dikare hemû lîstikan amade bike. Bi kêmbûna lîstikvanan, nebûna sehneyê, tunebûna produksiyonê û astengîyên fermî ku hemû ji bo pêkhatina şanoya kurdî derfetan bisînor dike; loma ji destpêkê de mirov xwe di nav teserûfeke mecbûrî dibîne û li rêyên din dinêre. Helbet ev yek jî têkilîya bîner û şanoyê ji bînî de diguherîne. Ewil ziman zemîna şanoya kurdî diyar dike pişt re hebûna lîstikvanan bi xwecîhiya mekanekî şanoyî li gora derfetên xwe, mijar û şêweya lîstikê diyar dike.

3- Armanca sereke pêkhatina lîstikê bi xwe ye. Berî amadekirinê lîstikê bi lîstikvanan re li ser naverok û şeweya lîstikê xebatên dramatûrjiyê pêk tên û metna sehneyê tê derxistin. Hemû xebat û estetîka lîstikê bi lîstikvan, sehneya xebatê û derfetê produksiyonê re berbiçav dibin. Di warê şanoyê de daxwaza şêweyeke resen û ceribandinên hunerî di encamê de li gora zemîna pêkhatina lîstikê berbiçav dibe.

4- Piranîya lêçûnên şanoyê bi tevlêbûna dildarî pêk tên. Bi piştgiriya fonê lêçûnên şanoyê yên sereke tên dayîn, ên mayî jî bi hevkarî û danûstendinên civakî û bi berpirsyarîya şanogeran tê “çareserkirin”.

5- Di şanoya kurdî de perwerdehîya lîstikvanîyê pirsgirêka herî mezin e. Ji ber nebûn an jî kêmbûna lîstikvanan gelek lîstik nayê amadekirin an jî têne betalkirin an jî nakeve rojeva şanoya Kurdî. Di hunara şanoyê de “hertiştzanî” dimîne ji yekî re. Ev yek çiqas hewl bide jî bi tenê ye loma piranîya şanoyên Kurdî di hewldanên “yek kesî” de dimîne. Ev ne tercîhek e lê weke mecbûrîyetekê pêk tê. Bi komxebatên rejî û dramatûrjîyê re, lîstikvan û beşdarên di paşxeneyê şanoyê de ne hay ji serborîya berhemekê şanoyî dibin û di pêkhatina şanoyê de rola xwe pêktînin. Şanonûs, wergêr, derhêner, dramatûrg, lîstikvan, sêwirînerên şanoyê ji derveyî sehneyê ber bi sehneyê ve bixebitin; wê demê mirov dikare qala dabeşkirina kar û şêweya xebatên şanoyî bike. Bi yek kesî no ye, bi du kesan zor e, bi çend kesan dor e, bi komî birêkûpêk û derdor e. Dawîya dawî em bi xwe bi xwe ne.

6- Em weke koma MARS hewl didin bi hemû şanogerên Kurd re danûstenên me hebin, bi hevkarî bixebitin û bikaribin ligel hevdu bixebitin. Piranîya lîstikvanên me xebatkar in û li Mêrdînê dijîn. Gelekên me xwedî kar in, piştî mesaîya karê nevrojî bi proveyên êvarî û yên dawîya hefteyê em dixebitin. Bi beşdarîya şanogerên pispor re, komxebetan lîstikvanî û şanoyî pêk tînin. Di encama kargehan de em biryara lîstikê didin. Ji bo derxistina lîstikekê bi kêmanî sê meh amadekarî û prove didomin. Hîn gelek tişt ji me re divên, hîn gelek kar û wext li ber me hemûyan e.

  1. Nisk Huner

1- Bi girseyî nirxandin na lê di derbarê lîstika me ya yekem a bi navê Seyrana Li Çeper em dikarin bibêjin lîstikeke bi şêwaza grotesk e. Û em xwe nêzîkê vê tarzê jî dibînin. Grotesk, hunera pênasekirina mijarê bi taybetmendiyên xwe yên absurd û hunera tiştên ne aîdî dinyayê ye. Ango em dikarin bêjin hişê zêdetirî dinyayê bi awayekî mîzahî nîşan dide.

2- Esas karê me ji şanoyê bêhtir xebatên dijîtal in lê di bingeha hemî karên me de şano û lîstikvanî heye. Em komeka di medbexa karê xwe de dipijin, hemî hewldanên me ber bi profesyonelîyê ve ne û di vê pêvajoyê de bînerên me jî ligel me dipijin. Ev girîngtirîn xalek e ku bînerên me GEL bixwe ye. Ji ber ku zelaltir bê ravekirin dixwazim bi mînakekê xelas bikim: ji hunermendan zahftir ên karên me dişopînin karker û xwendevan in. Me di demeka nêz de dît ku wekî şopînerên me yên karên dijîtal, bînerên me yên şanoyê jî heman gel e. (Nîvî bêhtir cara ewil e tên lîstîkeka şanoyê)

3- Di dramaturjîya lîstikê ango hemî karên xwe de em zêdetir girîngîyê didin li ser kûrahîya tekstê û hewldanên nivîskar ên di derbarê berhemê de. Li gel hemî hesasîyetên nivîskar û teknîkên van karan em derdê xwe jî bi awayekî li van berheman dikin û pêşkeşî gel dikin.

4- Koma me ne girêdayî sazîyan e û di hêla fonê de jî piştgirîyê dîsa ji bînerên xwe digre, lewre lêçûnên bi vî rengî jî wisa çareser dike.

5- Xencî pirsgirêkên madî yên hemî lîstikvan û komên şanoyên Kurdî em zêdetir li pey wê prestîjê ne ku em roj bi roj xwe pêştir bixin. Me niha pêdivî zêdetir bi perwerdahîya teorîk û analîza sosyolojîyê heye. Wekî din dixwazim xaleka taybet bo vê vekim ku em mixabin li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê sehne nayên peydakirin bo lîstikên şanoyê.

6- Wekî Nîsk Huner ku berê bi navê Nîsk Performansê dihat zanîn, him li Batmanê û him jî gelek bajarên em gelek caran derketin sehneyê lê axlebe skêc bûn. Lewma jî “Seyrana Li Çeper” lîstika me ya yekem a şanoyê ye. Di derçûna vê lîstikê de ji serî heya binî me xwe sipart tecrûbeyên Nazmî Karaman (Derhêner) û me xwest di pêşerojê de em feyz ji teknîkên cenabê wî bigrin.

7- Em hewl didin têkîlîyên me bi hemû kom, şanoger û hunermendên Kurd re gelek baş bin lê mixabin di vî warî de caran em heman hesasîyetê ji hin kesan nabînin. Bi taybet şano bi giştî hunera Kurdî bi hevkarîyê û piştgirîyê dê xurttir bibe em hay ji vê yekê hene û li ser vî esasî tevdigerin lê tevî van tevgerên me yên mahzûvanî em rê nadin ku neheqî jî li me bê kirin.

8- Nivî bêhtir endamên komê berî avakirina Nîsk Hunerê jî li kom û sazîyên cûda yên şano û hunerî de hin xebat kirine lê wekî Nîsk Performans ango Nîsk Huner di meha mijdarê ya sala 2019an de hate damezrandin.

Şaneşîn Perfomans

1- Estetîka me li ser kevneşopiyên kurdî û formên gelerî disekine. Ji şanogeran bêhtir em weke folklorist tevdiger in. Kesên ku di koma me de cîh digirin bêhtir hevalên me yî kurdolog in ji ber vê yekê jî em pir bi şens in ku, rê û rêbazên folklorê, teorîya folklorê û qîmeta folklorê baş dizanin. Em li dû vê pirsê tevdigerin: Em çawa dikarin kevneşopiyên kurdî bi şiroveyeke nûjen ve di hundirê lîstikên modern de bikarbînin û raxin ser sehneyê?

Helbet ev şêwaz, estetîk bi lîstikekê ve çênabe, divê ku berdewamîyê vê tiştî hebe; heke em vê yekê bi israr di listikên xwe de bi cîh bikin wê demê em bi dilrehetî dikarin bibêjin ku; belê, estetîka me li ser folklora kurdî û rîtuelên kurdî rûdine. Ji ber ku rîtuel di bin tesîra çandê da şîn dibe û di nava civakê da yekparebûyînê temsil dike. Kesên ku beşdarî rîtuelê dibin, xwe parçeyeka wê civakê wê seromonîyê dibînin û li gor rê û rêzikên wê civakê tevdigerin. Rîtuel, komê bi hev digîhine û hişê kolektîf ê civakê derdixîne holê û di heman demê da bi xwe ra nasnameyeka civakî jî tîne. Bi me ruhê şanoyê jî ev tişt e û em jî weke Şaneşînê li dû wê tiştî tevdigerin. Lê weke ku me li jor jî got ji bo ku em şêwaza xwe bi nav bikin hê pir zû ye lê qe nebe hişmendiyeke wisa heye û em ji ber vê kêfxweş in.

2- Fikra şanoyê ya ku ji rîtuelan pêşketiye û derketiye holê, bi dîroka mirovahiyê re meşîya ye. Di dîrokê de li gorî pêdiviyên serdemê ji şert û mercên siyasî û civakî ve bi gelek awayan hatiye şîrovekirin. Şano her çiqas bi perspektîf û rêbazên cuda ve meşîyabe jî heta serdema modern jî di esasê xwe de bi awayekî didaktik mîsyona wezîfeya perwerdekirina civakê lê hatiye barkirin. Gava em li Yewnana kevnar dinêherin em dibînin ku di tragedyeyan de mijarên sereke li ser ehlaq û fezîletê dimeşin û ji aliyekî jî xemên estetîk jî bi têra xwe berbiçav in. Li Romaya Kevnar armanc diguhere û bêtir li ser jiyana malbatê û civakê disekine. Gava em li berê xwe dizivîrinin serdema olên yekxwedayîyê, em dibînin ku şano di rewşeke pasif de, di bin yekdestdariya desthilatdarên olî de dimeşe û mîna malzemeya propagandayê tê bikaranîn. Bi ronesansê re şano bi şêwazên nû ve derdikeve holê û vê carê berê xwe dide mirovan. Heya şerên cîhanê jî, ew fonksiyona perwerdehiyê bi tevahî nehat şikandin. Lê gava em niha lê dinêherin, em dibînin ku şano ber bi kevnarîyê ve diçe û li ser koka xwe dixwaze xwe şîn bike. Ev kok çiye? Bi me ew kok, kêf e, rîtuel e, seromonî ye, karneval e, şahî ye û şîn e…

3- Xebatên me yî dramaturjîyê ji du alî ve tê dabeş kirin. Alîyek li ser tekste ye, yê din jî li ser sehneyê ye. Xebatên tekstê bêtir li ser peyam û şêwaza me disekine û yên din jî bêtir li ser xebatên pratik e. Xebatên me yî pêşîn ji xwe bi wan têgehan dest pê dike. Em bi hurgilî li ser wan têgehan disekinin; ne tenê li ser tekste, di hundirê tevgerên lîstikvanan de jî ew xebat heya derketina lîstikê, xwe didomîne. Ew tişt li ser şêwaza me jî bandorek mezin dike. Kevneşopiyên ango formên kurdî ku gava em li ser sehneyên xwe diceribînin em dibinînin ku carina ji ber kêmasiyên wan têgehan bikêrî me nayê, em wan forman li gorî xwe şîrove dikin, li ser dixebitin û em tînin li ser sehneya xwe. Û yên din jî îro kesên ku karên kurdî re eleqedar dibin û xwedî zimanê xwe derdikevin bi me her çi bikin jî em di vê baweriyê de ne ku sekna wan temsîlîyeta dij-kolonyal e. Em dibêjin ku berî her tiştî ziman…

4- Mixabin ku kêdkarên me hê jî bi awayekî romantik karê xwe dinihêrin û li koma xwe xwedî derdikevin. Lê ev tişt bi tena serê xwe jî pirsgirêkek mezin e. Heke îro li Mêrdînê me pêşiya xwe armanca profesyonelî danîbe divê ku em li gorî rê û rêbazên profesyonelîyê ve tevbigerin, Îro karên ku em li Mêrdînê dikin karekî bi amatorî ye, em ji vê rastiyê narevin lê em zor didin ku vê yekê bi temaşevanên xwe re, bi lîstikvanên xwe re û bi komên xwe re biguherînin.

5- Îro li Mêrdînê em dikarin bibêjin ku şeş ango heft sehne hene lê mixabin em weke Şaneşîn nikarin yek ji wan jî bikarbînin. Me dev ji bikaranîna sehneyan berda niha cihê xebatên me jî nîne. Lê gava em îro bifikirin ku sehneyeke me çêbibe û derfetên pir mezin bê pêşiya me ji bo koma me çi biguhere? Em ne bawerin ku pir zêde tişt biguhere, ji ber ku em bi hişmendiya profesyonelî ve zor didin produksiyonên xwe. Dîsa em dizanin ku bi heman şeweyî lîstik bihata lîstin û bi heman hişmendiyê derketiba li ber temaşevanan. Tenê ji aliyê teknikê ve gelek tişt bihata guhertin û ew jî bi me gelek tişt e. Em kêmasiyan ji xwe re nakin têngasî…

6- Herî kêm sê ango çar meh em li ser listikeke dixebitin. Weke kom em di vê baweriyê de ne ku şano cihê kêfê ye. Pêşî em dixwazin ku weke şanoger em jê kêfê bistînin û pişt re wê kefê bi temaşevanên xwe re belav bikin. Em dixwazin bizivirin ritûela şanoyê, rîtuela wekhevîyê, rîtuela hevparî yê û hêza wê rîtuelê, hêza vê lîstikê bi temaşevanên xwe re derxînin holê.

Koma me li ser şanogeriya derhenerîyê ve nameşe. Ji bo lîstikeke fikrekî derdikeve holê û em weke şanoger li hev dicivin û biryaran didin. Rejî jî, di hundirê mantiqa lîstikê de diyar dibe û derdikeve holê. Heta roja lîstikê jî em ji bo rejiyê, ji bo lîstikvaniyê di lêgerinê de ne. Her tişt li gorî matematîka lîstikê dimeşe. Di hundirê vê matematîkê de lîstikvan xwe bi xwe rêya xwe dibîne û xwe çawa rehet hîs bike wisa tevdigere û biryaran dide.

7- Ji ber ku em hê komekî nû ne, pir zêde weke kom têkiliya me bi wan koman re hê çênebûye lê em dizanin ku kî li ku çi dike. Îro li Bakûr em dibînin ku bi xêra komên weke Şanoya Bajêr ya Amedê, Şermola Performans, Teatra Jiyana Nû, Mordem Sanat, Yenî Sahne, ŞanoWanê, Tiyatro Rîtuelê re, şanoya kurdî xwe ji proseya romatizmê rizgar kiriye û ber bi profesyonelîyê ve dimeşin. Bi me ev kêfxweşiyek e û şenseke pir mezin e. Em weke Şaneşînê pir qimet didin tecrubeye wan koman û lê xwedî derdikevin. Tecrûbeya wan koman ji me re dibêje ku, rêyekî din û alternatifeke din hene. Em jî li ser reyekî din û li ser alternatîfan dimeşin.

8- Koma me yî Şaneşîn Performansê di sala 2021an de li Mêrdînê ava bû û heta niha bi lîstika “Bêcir” derket li hemberî temaşevanan. Niha me niyet heye ku bi lîstika duyem ya bi navê “Penceşêr” jî di demekê nêz de xwe bigihînin temaşevanên xwe. Em dizanin ku pir zêde beriya me kirine, em jî pir zêde beriya wan kirine.

Şano Nan Performance / Kemal ORGUN

1- Em estetîka xwe wek di vebêjeyê de rêya sêyemîn estetîkaya biyokomunal pênase dikin. Bi navkî be jî, berî bilêvkirina vê, divê em hînekî qala estetîkaya klastîk a dramatik û estetîkaya epîzotîk bikin. Di bingeha estetîkayê de ne tenê hest, divê aqil jî hebe. Delalî, qencî û estetîkaya bêyî aqil, ne estetîka ye. Elbet aqilê bê estetîka jî ne tu aqil e. Loma her estetîka li ser felsefeyêkê û li ser zanistekê konê xwe vedide. Heta niha di robara dîrokê de diyalektîk wisa herikiye û îro jî wisa diherike. Him li ser felsefeyekê xwe dihonîne û bilind dike, him jî reng û dengê xwe didê wê felsefeyê û watedartir dike. Him hêzê didiyê û him jî jê hêzê hildigire. Ev yek duh jî wisa bû, îro jî wisa ye, dê sibehê jî wisa bibe. Bêyî felsefeyê, li ser navê afirandinê ne pêkaneye ku pêngaveke nû were avêtin. Lewere ji bo pêngaveke nû jî, pêdivî bi felsefeyeke nû heye.

Ev hemû rê û rêbaz, hemû kategoriyên estetîkayê yên ku heyanî îro hatine afirandin, li ser vê diyalektîkê xwe afirandin. Ji wan estetîkayan heta niha du vebêjeyên bingehîn, ji hemû kategoriyên estetîkayê yên din re pêşengtî kir. Ev her du vegotin wek du îdeolojiyên sereke -mîna kapitalizm û sosyalizma reel- bûn du serî û bêeman li hev sor kirin. Çi vegotina epîzotîk, çi jî ya dramatîk a klasîk xwe bi van du çavkaniyan xwedî kirin. Di bingeha van her çavkaniyan de jî şaristaniya navendî hebû. Ya ku aqil li wan belav dikir, pergala şaristaniya navendî bû. Aqil û hişmendiya şaristaniya navendî esas dihat girtin. Lewre taybetmendiya şaristaniya navendî ya herî sereke jî îktidareke bi du cûreyî bû. Ev du cûre îktidar, îtidara kapîtalîst û ya rel sosyalîst bû. Vegotina epîzotîk ji materyalîzma diyalektîkê, vegotina dramatîk a klasîk jî ji diyalektîka metafîzîkê sûd werdigirt. Ya ku reng, deng û şêwaz dida wan, ev her du felsefe bûn. Ev her du felsefeyên ku di kokê de hevdu înkar dikirin. Hevdu înkar dikirin lê pênase nedikirin ku zarokên heman şaristaniyê bûn û ji heman memikan şîr mêtî bûn.

Di nav her du estetîkayan de cûdatiyê jî wek heviyê jî hespê xwe dibezand. Cûdatî di derbarê şêwazê de bû, wek hevî jî derbarê çankaniyê -şaristaniya navendî- de bû.

Pêşengê estetîkaya klasîk a dramatîk Arîstoteles bû û mêfteya wî jî katharsizm bû. Wî dixwast bi vê mêfteyê bingeha îktîdarê xurt bike û gel têxe bin xizmeta wê. Pêşengê vegotina epîzotîk jî B.Brecht bû û mifteya esetîkaya wî jî efekta biyanîkirina bûyeran bû. Brecht jî bi estetîkaya xwe ya epîzotîk a materyalîst li hember Arîstoteles derket û dixwast vê katharsîzmê bişkîne û deriyekî nû li bîneran vebike. Ji bo vê jî dîwarê çaremîn şikand, di nav dikê û salonê de têkiliyek çê kir. Wî dixwast salonê şiyar bike. Dixwast salon di heman demê de bipirse û li dijî şaşiyan têbikoşe. Lê mixabin bi hilweşandina vî dîwarê çaremîn di aliyê naverokê de ev yek bi temamê pêk nehat û em dikarin bibêjin bi cûreyeke din katharsîzmeke din xwe nîşanî me da. Bi parçekirana katharsîzma klasîk, elbet şiyarbûnek û coşek hat afirandin di nav salonê de. Vê coşê di nav salonê de polîtîzebûyînek jî afirand û em dikarin bibêjin ji bo civakê asta polîtîzebûniyê jî girîng e lê ev tena bi serê xwe ji bo guhertin û şoreşeke esasî têrê nekir. Lewre cewhera guhertin û şoreşê ji polîtîzebûnê bêtir, asta civakê ya sosyalî û çandî ye. Heta ku ev ast nehataba afirandin temsîlkarî çiqas bilind, çiqas polîtîk dibe bila bibe ji bo guhertineke esasî têrê nake.

Ev her du rê -her du estetîka- di aliyê şêwazê de elbet ji hev cuda bûn lê di esasiya xwe de ji heman çavkaniyan xwe xwedî dikirin. Ev çavkanî jî şaristaniya navendî û zanistiya pozitîf bû. Zanistiya pozîtîf, di heman demê de bingeha modernîteya kapîtalîstê bû û wê jî xwe bi şîrê şaristaniya navendî xwedî dikir. Her wiha, vê zanistiyê bi hişmendiyeke determînîst dest avêt her çar aliyên jiyanê û jiyan ji hevdu qut kir. Mirov wek parçeyekî xweristê nedît, wek çavdêrekî li derveyê xweristê hesibandin. Wext û cih ji hev veqetand. Wateya “niha” ji yê ku vedibêje hate qut kirin. Lê em dizanin ku di esasiya xwe de mirov parçeyekî xweristê, xwerist jî parçeyeke mirov e. Her wiha ji bo ku mirov bikaribe xweristê binase û jê fam bike, divê berî her tiştî xwe binase û ji xwe fam bike.

Ji bo çareseriya van pirsgirêkan, Augusto Boal hewl da xwe. Bi analîzkirina şanoya epîk û poetîkaya Arîsto, xwest ji xwe re rêyeke nû veke. Bi estetîkaya Paulo Freire’re têkildar bû. Ji xebata wî ya “Pedegojiya Bindestan” sûd vergirt. Li ser şêwaza Stanîslavskî jî serê xwe êşand. Ji xwe re li qiblenameya şoreşgeriyê geriya. Axir encama ku dest xist şêwazeke sentezî ya Stanîslavskî û Brecht bû. Û ji vê şêwazê re got “Şanoya Bindestan” Her çiqas ji bo nêrineke nû û ji bo hişmendiyeke nû çend gav avêtibû jî, lê wî jî ji heman çavkaniyan sûd verdigirt û bi şîrê şaristaniya navendî xwe xwedî dikir. Her wiha ne pêkane bû ku ji çarçoveya şaristaniya navendî û modernîteya kapîtalîst xwe biparêze. Lê ev yek ne sûcê Paulo Preire, ne yê Brecht, ne yê V. Meyerhold û ne jî yê Agûsto Boal bû. Di dema wan de çerxa dem û dewranê, bi vê şêwazê digeriya û wan jî ji wê çerxê sûd werdigirt. Lê ji bo dewr û dewrana îro em nikarin heman nêteke germ nîşan bidin û heman tiştî dubare bikin. Di hêla zanistiya fizîkê de quantumê, di hêla felsefeyê de jî şaristaniya demokratîk û modernîteya demokratîk deriyeke nû vekir li ser jiyanê.

Ev her du rêyên pêşeng -vebêja klasîk a dramatîk û ya epîzotîk- heta îro hatin bikaranîn û di her dîspîlînên hunerê de hatin ceribandin. Her wiha him di aliyê huner û zanistê de him jî di aliyê aborî, polîtîka û jiyanê ya sosyalî de formên determinizmê esas hate girtin. Guhertin û pêşketin li derveyî îradeya mirov hate dest girtin û qedera mirov ji destê mirov hate girtin.

Elbet B.Brecht bi afirandina estetîkaya epîzotîk ji bo azadiya afirîner xwest deriyekî nû veke û ji bo vê gelek gav jî avêt. Li gorî wê demê bû xwediyê hin serkeftinên mezin jî lê ev hemû li gorî ruhê wê demê bûn. Loma dîwarê Arîstoteles ruh û bedena lîstikvan û temaşevan çilmisand û gerdunyaya wan xizan kir. Bê dîwariya B.Brecht jî ji vê çilmisandin û xizaniyê re bi temamî nebû derman.

Loma niha li gorî ruhê demê pêdivî bi rêyeke nû heye. Di Vebêjeyê de Rêya Sêyemîn Estetîkaya Biyokominal ji bo vê rêyê gaveke bi qîmet e. Lewre Estetîkya Biyokomunal di heman demê de mifteya deriyê Şanoya Biyokomunal û Lîstikvaniya Biyokomun e. Ev cara yekan e ku ez li vê derê van têgehan bi lêv dikim û ji bilî çend kesên ku min ji wan re qal kiriye hemû kes van têgehan nû dibihîsin. Ji bo ku pergala modernîteyê ya demokratîk di nav jiyanê de pêk were û şariştaniya navendî biguhere şaristaniyeke demokratik, ev yek girîng e.

Nebe, nabe.

Di aliyê di de, ger felsefeya şaristaniya demokratîk di bêjinga estetîkayeke civakî ya nû de derbaz nebe, ne pêkane ye ku di nav civakê de cih bigire û deriyekî nû li jiyanê veke. Estetîkaya Biyokomunal xwedî distûrên bingehîn e. Ji wan distûrên esasî yek jî ev e ku; lîstikvan ne biyomekanik lê biyokomunal e, ne tenê kes civak e. Estetîkaya biyokomunal çi ye çi nîne, mijarke kûr û dirêj e û cihê vegotina wê jî elbet ne ev hevpeyvîn e. Lewre yazdeh sal e ku li ser vê estetîkayê di nav meşekê de me. Ev meş dê di her alî de xwe bi rêk û pêk bike û wek rêya sêyemîn li hunerê deriyekî nû veke.

Em wek gruba ŞANO NAN Performance xebatên xwe li ser vê estetîkayê -Di Vebêjeyê de Rêya Sêyemîn Estetîkaya Biyokomunal- dimeşînin.

2- Çarçoveya vê nêrinê bêtir di civaka Romayê ya Antîk de xwe nîşanî me dide. Piştî Yewnana Antîk li Romaya Antîk şanoyê seranser wek dibistaneke perwerdehiyê hate dîtin. Her çiqas ya ku dihat bi lêvkirin “perwerde” bû jî mebest ne ev bû. Mebest ew bû ku şanoyê têxin bin kontrola îktidarê û ji bo mayîndeya iktidarê wek alavekî bikar binin. Ev hişmendî niha jî bi cûreyeke din didome. Deweletên newtewî û rêxistinên li dijî pergalê jî şanoyê wek alavekî propagandayê dibînin. Li ser vê xetê pê re têkildar dibin û dixwazin bigirin bin kontola xwe. Dêrê jî wisa kiriye, dewletê jî,

Şano elbet di pêvajoyên şoreşê de bi ajîtpropî jî tevdigere. Mînak; di salên 90î de wek Teatra Jiyana Nû em bi lîstikên Ajît-Prop jî bi gel re bûn, lê ev ne armanca me ya esasî bû. Armanca me ya esasî sazkirin û avakirina şanoyeke hemdem û netewî bû. Loma ez yê dîtina ku şanoyê wek alavekî perwerdeyê dibîne rast nabînim. Lewre li ber dilê min ne şano dibisitana perwerdehiyê ye, ne jî şanoger mamosteyê vê dibistanê ye û her wiha ne jî bîner şagirtên şanoyê ne. Çi di têkiliya navebra şano û bineran de, çi jî di têkiliya navbera mirovan de ger azadî û xweserî tunebe teqez dê yek yê din wek alavekî bibîne bixe bin kontola xwe. Di têkiliyeke weha de mirov nikare qala nirxên mirovahiyê bike.

3- Ji bo her cûre xebatên me komunalîte ji bo me distûra herî bingehîn e. Lewre estetîkaya biyomunalê li ser vî esasî xwe dihonîne. Loma di xebatên me de lîstikvan ne tenê kesek an jî partnerek e. Lîstikvan di heman demê de civak e û hemû nirxên civakê dinav xwe dihonîne. Lewre ne tenê nirxên civakê di nav xwe de dihonîne, laşê lîstikvan di heman demê de di nav xwe de ji koman pêk tê. Mînak, destên lîstikvan komek, piyên wî komek, çavên wî, guhên wî. Lîstikvan jî civaka ku ji van hemû koman pêk tê ye. Wexta ku li ser dikê ew û partnerê/a xwe tên ba hev wek dibin civakeke mezintir.

Xewza û zindiyên wê û gerdûn jî wisa ye, ew jî di nav xwe de ji cûr be cûr koman pêk tên. Çem û çiya, daristan û goristan, mêrg û zevî cûr be cûr komên.

Loma em hemû xebatên xwe çi nivîskari çi lîstikvanî û çi jî çêkirina lîstikan û dramtûrjiya wê li ser vê esasiyê didomînin. Elbet me ev şêwaz û raman wek nav an wek têgeh bi nav kiriye lê ji ber ku mijareke kûr berfireh e û wisa kurte bilêvdikin, dibe ku bi têrê rast nede famkirin, di xebateke din de emê bi berfirehî li ser rawestin.

4- Ev jî ji tengasiyan tengasiyek e ku li Bakurê Kurdîstanê barê şano û şanogeran girantir dike. Em produksiyonên xwe bi piranî ji kîsên xwe çê dikin lê car caran bi tevlêbûna sponsoran produksiyonên xwe çê dikin. Heqê hunermend û kedkaran jî bi qezenca lîstikan dikin. Lewre di vê pêvajoyê de hemû hunermend û kedkarên Şanoya Nan Performance yên ne daîmî ne. Çi yên daîmî çi jî yên ku bi projeyan tev li xebatan dibin, li gorî graniya tevlêbûnê qezenc tê parvekirin.

5- Bilî pirsgirêkên madî -ne tenê ji bo me- li Bakurê Kurdîstanê ji bo hemû komên şanoyê tengasî û kêmasiya herî mezin, ne afirandina çandeke şanoyê ya bingehîn e. Lewre ji baskên şanoyê yek kêm be şano û şanoger nikarin hebûna xwe bidomînin. Çi di aliyê teori û felsefeya şanoyê de, çi di aliyê nivîskarî, perwerdehî û çi jî di aliyê avahiyên şanoyê yên fizîkî de ziwahbûyînek heye. Ne azadbûna gel û jiyanê, rê li afirandina çandeke şanoyê ya bicihî digire. Mînak; ji sala 1991î heyanî niha ji ber van tengasiyan gelek komên şanoyê derî perdeyên xwe girtin û herwiha bi sedan şanogeran jî dev ji şanoyê berdan. Ev jî dide xwiyakirin ku li Bakurê Kurdîstanê afirandina çanda şanoyê ne hêsan e. Elbet kêm be jî ji salê 90î vir de bingehek hate çêkirin. Ew keda ku me da ne hemû vala çû lê li gorî bedêlên ku hate dayîn kêm e.

Loma niha -her çiqas hejmara wan ne zêde bin jî- ev kesên ku di wan salan de destbi şanoyê kirin û li gorî ewqas tengasiyan hê jî bi sebr karên xwe didomînin ez wan pîroz dikim û ji wan her yek li ber dilê min cewherên civakê ne.

6- Em wek Şano Nan Performanceê hemû şanonameyên xwe bi xwe dinivîsin. Piştî nivîsandinê dest bi xebata dramaturjiyê dikin. Hemû endamên komê -çi yên li ser dikê çi jî yên li paş dikê- tev li vê xebatê dibin. Analîzkirina lîstikê û karakteran li ser şêwaza dramaturjiya biyokomunalê tê kirin. Lîstikvan wek civakê, lîstikê jî wek jiyana civakê tê pênase kirin. Dem jî ne tenê wek demê, wek dîrokê tê analiz kirin. Her wiha di xebatên me de ya/yê ku tê analîzkirin ne tenê karakterên lîstikê civak, ne tenê lîstik, jiyan û ne tenê dem dîrok e. Piştî dramatujiyê programa rejiyê tê amadekirin. Piştî provayên jêberê û jixeberiyê hemû endamên komê tevlê rejiya lîstikê dibin. Hemû xebat li ser esasiya vê komalîteyê bi xweserî tê kirin.

Dem, li gorî produksiyonan diguhere lê dîsa jî di navbera du an jî sê mehan de lîstik ji bo promyerê hazir dibe.

7- Em bi her komê re cûr be cûr têkildar in. Bi hin koman re di her alî de di nav danûsandinên xurt de ne lê bi hin koman re jî danûsandinên me ne xurt in. Elbet ev tengasiyek e û sedemên van tengasiyan jî li ber çavê min zêde polîtîzebûyî û nexweserîbûyî ya wan koman e.

8- Şano Nan Performance di sala 2014an de bi pêşengtiya Kemal Orgun hat avakirin. Ji wir pê ve wek komeke xweser û serbixwe xebatên xwe yên şanoyê didomîne. Heyanî niha bi sê lîstikan derketiye pêşberî bînerên xwe: Nobedarê Deriyê Cenetê, Dizê Bi Tizbî, Kûçikê Sergo. Niha bi lîstika xwe ya Kûçikê Sergo digerin. Ji bo repertuara 2023-24 jî amadekariya lîstika Du Xençer’ê dikin.

Şano Wan

1- Helbet mirov nikare bi du sê hevokan mijarê binirxîne. Çawabuna me temaşevanên me diyar dike. Helbet helwestên me hene. Em wekî şanoya gel alîyê xwe yê hunerê pêş dixin. Zêdetir xebatên xwe li ser şanoya gel ava dikin. Wekî din nîşandayîna reng û çanda herêma xwe, xemek me ya din e. Yên ku li ser sehneya şanoya kurdî nehatîye pêşxistin, armancek me jî pêşxistina wan e.

2- Bi ya me ew meseleyekê du alî ye. Gel çi be wê hûner jî ew be. Di nava gel de çi pêş bikeve (erênî yan jî neyînî) ew bandora xwe li ser hûnerê jî dike. Helbet huner hêza wê heye ku rêyek nişanî gel dibe, lê ew jî dîsa li gor pêdîvîya gel diyar dibe. Em dikarin bêjin ku têkîlîyek dialektik jî heye.

3- Mixabin ji ber ku gelek textên me yên bi orjinala wan bi kurdî ye tune ne, pirî caran em li ser textên biyanî dixebitin. Û helbet ji ber ku dem, civak û nêrîna me ya dinyayê bi temamî ne wek hev in, helbet dramaturjiyek hesas dixwaze. Nêrîna wan a jinê, demokrasîyê û çandê ji bo me girîng e, ji ber ku em hemû motivasyona xwe ya xebatan ji wan têgeh û wateyên wan digirin.

4- Her çigas em karek profesyonel bikin jî mixabin demek dirêj di alîyê madî de em bi dildarî xebitîn. Ji ber ku tu derfet û îmkan tunebûn. Her tişt li ser heqên bîlêtan dihat kirin. Jixwe ew jî encax têra mesrefên saziyê dikir. Di demên dawî de bi serlêdanên projeyan em destek digrin û dikarin wisa karê xwe bimeşînin.

5- Kesên ku dixebitin pêtir li ser listîkvanî dixebitin. Derhêner, ronahî, deng, sêwîrînerî pir kêm e. Bi giştî pêdivî di wan alîyan de hene. Alîyê tekstan, tekstên kurdî pir kêm im. Alîyê wergerê jî li gor mantiqa şanoyê şaş an jî kêm tê wergerandin.

6- Dirêjahîya xebatan li gor xebata derhêner tê diyar kirin. Derhenêr û projeya ku em li ser dixebin, li gor wê diguhere.

7- Hindê ku ji destê me tê em hewl didin ku bi hemû koman re têkîlîyek xurt daynin. Ji ber ku em bawer dikin em bi hevre bi hêz in. Helbet ji ber rastîya welat, zêdetir em bi komên bakurî re tekildar in.

8- ŞanoWan, bi navê xwe ya berê Teatra Mencel, 2017an li Wanê bi kesên ku li alîyê qayyim ji kar hatine avêtin, hat ava kirin. Sahneya xwe bi lîstika xwe ya jinan bi navê Mala Bernarda Albayê vekir. Ji wê rojê heya niha her sal festîvalek û lîstîkekê jinan derdixe. Heya niha 3 lîstikên jinan, lîstikeke zarokan û 3 lîstikên giştî hat derxistin. Bi atolyeyên taybet perwerdehîyên şanoyê dide. Di heman demê de, ji bo xebatên çand û hûnerê cihê xwe bi saziyên cuda re parve dike. Piştî pandemîyê bi mekan û navek nû xebatên xwe berdewam kir.

Şanoya Bajêr A Amedê / Yavuz Akkuzu

1- Em nikarin bêjin şanoya me li ser vê estetîkê dimeşe ango nikarin bêjin me estetîkeke wiha, formeke wiha ava kiriye. Lê şanoya me bi giranî li ser estetîka şanoya gel bi rê ve diçe. em formên şanoya gundan û dîsa ya Îtalîyanan; komedî delarte û şêwaza vekirî ya Brecht di lîstikên xwe de bikar tînin. Tekstên ku em hildibijêrin jî bi piranî tekstên van in. Mînak, wek Darîo Fo ku şanoya gel dike û Molîere, yên komedîa dell'arte; Goldonî û di gel van em lîstikên Shakespeare jî dilîzin. Di heman demê de em carinan metnên kurdî jî dilîzin. Wek Mala Dînan, Mala Extîyaran, Tu kî yî?, Don Kîxot. Em van lîstikan de jî formên an jî tîpên şanoya kurdî ya gundan bi kar tînin. Yanî lîstikên me li ser estetîka şanoya gel bi rê ve diçe. Lê di demên berê de jî hin ceribandinên me hene, ku piştî xebatên workshopan em hîn dibûn. Me li ser lîstikvaniyê workshopên Grotowsky, Stanîslavskî dikirin. Workshopên şanoya forumê yên Augusto Boal me kir û me pratîka wê jî kir. Wek ceribandin me lîstika Antîgonî bi awayekî nûjen anîbû ser sehnê. Ev caribandin jî di nav şanoya me de hene, lê ya ku bi giranî em dikin şanoya gel e. Ji bilî van ez dikarim bêjim ku em şanoyeke real nakin, ango ji şanoya me dûr e, em tercîh nakin. Bi me ew îlîzyon têkiliya lîstikvan û temaşevanan qut dike. Ji ber vê yekê em li qet vê formê nalîzin, li hember disekinin.

2- Bi raya min ev fikir kevin bûye, kes nikare kesî perwede bike di vê demê de, ev fikara demên berê bû, li gor min li cîhanê ji holê rabû êdî, ez bawer im di nav kurdan de jî ji holê rabûye. Têkiliya temaşevanan û şanoyan bêhtir wiha ye; em bi temaşevanan re tên cem hev û dixwazin têkiliyeke wek rîtuelîk ava bikin. Em tiştekî parve dikin ev kelecanî be, hest be, hêz be êdî çi be em wê parve dikin û bi hev dû re çîrokên xwe parve dikin. Bila wek perwedekirinê neyê dîtin lê ji bo zimanê kurdî berpirsîyariya şanoyê jî heye. Ji bilî vê di warê gelwarî de divê kurdî bê bikaranîn. Ev ji bo me girîng e. Ji xeynî şanoyê ji hêla polîtîk ve divê em xwe li kurdî biqewmînin di hemû warên gelwerî de. Yanî ji hêla polîtik ve, neku em dibêjin em temaşevanên xwe perwerde dikin, tiştek wiha ji bo şanoya me tuneye, lê qet nebe em tiştekî dihêlin. Yanî mebest ji vê; ez wisa hêvî dikim wê di pêşerojê de dibistanên kurdî ava bibin, qet nebe gava wê demê li ser şanoya kurdî lêkolîn kirin divê di destê wan de çavkanî hebin. Yanî aniha em wek karkeran dixebitin li gor min. Helbet giraniya me li ser hêla hunerî ye lê ji hêla polîtîk ve em tiştên kurdî diparêzin. Mînak gava em dêna xwe didinê di gelek qadan de (wek tib, endezyarî, hiqûq, fizîk, matematîk û hwd) werger tên kirin û termonolojiyek tê avakirin ji bo ku sibe du sibe ev bibin çavkanî. Ji ber ku halê hazir zemîneke van beşan tuneye, ne dadgeheke kurdî heye, ne dibistaneke tibê lê ji bo pêşerojê çavkanî dimînin. Gava em lê dinêrin em dikarin bêjin va şanoya kurdî heye û vayê çavkanî û vayê arşîva wê. Rast e, ev yek nabe wek perwedekirina gel lê wek melzeme ji bo gel dimîne. Axirî têkiliya me ya bi temaşevanan re êdî ev hest be çi be, a girîng ew e. Wexta em bêjin em we perwede dikin ew çax wê têkiliya gel û şanoyê qut bibe li gor min.

Şanoya tirkî li ser vê fikrê ava bû. Û şanoya tirkan ne pir zindî ye, li gor dewlet û derfetên aborî ku ew qas hene, lê şanoya tirkî li cîhanê cîyê xwe ewqas jî negirtîye. Ji ber ku bi pozbilindî li gel nêrîne û gotine em ê we perwerde bikin. Mînak hatine Amedê û şanoya dewletê vekirine û gotine em ê ji aliyê tirkî ve wan perwerde bikin. Helbet di vir de fikra asîmîlasyonê jî heye û her wekî din perwerdekirina gel jî heye. Ev yek li gel qewimî û li gor min ji ber vê yekê û gelek tiştên din şanoya tirkan qels ma. Bi ya min kurd divê ji vê hêlê ve lê nenihêrin û tiştek wiha li cem me nîne û ez dibînim ku li cem şanoya kurdî jî tuneye.

3- Em di hemû lîstikên xwe de hewl didin ku ji hêla zayendî ve van problemên tekstên ku em dilîzin biguherînin. Em di lîstikên xwemalî de jî hay ji vê dimînin. Û dîsa di destanên ku em dilîzin de jî em dibînin ku mesela jinê pirsgirêk e, ev di destanên kurdan de jî wisa ye, ku hûn li gor vê demê dramaturcîya xwe ava nekin, wê li gel biqewme, yanî ne fikra me wiha ye ne jî ya gel. Di vê sedsalê de hûn nikarin mesela jinê, mesela lgbtî, mesela veceteryan an jî veganan pêşîya wê bigirin û ser guhê xwe re bavêjin. Neku em ser guhê xwe re davêjin lê êdî kî li ber vê bisekine jî gel wê qebûl neke. Ji ber vê yekê di vê demê de divê hûn dramatûrciya xwe, lîstika xwe, hunera xwe an jî em bêjin sekna xwe li gor wê saz bikin, ango di vê mesela zayendîyê de an jî di mesela desthilatdarîyê de hûn nikarin alîyê desthilatdariyê biparêzin, an jî yê mêrtiyê. Êdî ev tişt qediyan, êdî li dijî van tiştan fikir rûniştiye li cem kurda, li gor min. Helbet ji bo tevahiya kurdan nabêjim, û di nav kurdan de fikrên kevneperest jî hene lê êdî yên ku dixwînin û cîhanê dişopînin van tiştan rexne dikin û li hember disekinin. Ev hêdî hêdî li gel jî belav dibe û zêdetir dibe ji ber wê kes nikare pêşîya vê bigire. Û em jî li dijî vê ne û heta ji destê me tê em lîstikên xwe jî li gor vê yekê saz dikin.

4- Em bi giranî bi bilêtên temaşevanên xwe li ser piya disekinin. Her hefte herî kêm em du caran dilîzin. Lîstikên mêvan (ji der ve) tên ew dilîzin li vir, bilêtên xwe difroşin. Em an ji sedî sî, an jî kirêyeke diyarkirî ji wan digirin. Ji bilî vê em turneyan li dar dixin û li wan deran dîsa em bilêtên xwe difroşin. Ji xeynî van em serî li projeyan didin û bi dest dixin ku ev proje ji hêla yekîtîya Ewropayê ve têne fînansekirin. Yanî giranî li ser van tiştan em debara xwe dikin. Em ji dewletê tu alîkarî hilnagrin. Carinan jî saziyên sivîl yên Amedê lîstikan distînin, ew dibin alîkar di wî awayî de. Bi gelemperî sîstema me ev e. Û hemû lîstikvanên me, kedkarên me heqên xwe digrin. Belkî li gor ciyên mezin ango li gor cîhanê yê me kêm be lê çi ji me re were wek kompanyayekê, wek komînekê, wek kooperatîfekê em bi hemû kedkarên xwe re parve dikin. Yanî ew kes çi lîstikvan be, çi jî derhêner be çi jî teknîker be, ferq nake. Ji aliyê maddî bi vî awayî em li ser piya disekinin.

5- Bêhtir kêmasiyên me teknîkî ne; formên sehneyan, mîmarîya sehneyan, mezinîya sehneyan, yan jî ji aliyê ronahiyê ve, ji alîyê sêwirenêriya ronahîyê, ji aliyê sêwirîneriya dekorê ve û ji aliyê sêwirîneriya kostûman ve kêmasiyên şanoya kurdî hene li gor min. Ji ber ku pisporên van qadan tunene, mirov nikare produksiyonek baş ava bike carinan. Ji xeynî vê, ji bo lîstikvaniyeke baş, derhênerîyeke baş,û sêwirînerî jî dikeve nav dîsa, ji bo vana jî dibistan divê ava bibin. Heta dibistan ava nebin, li gor min, lîstikvanî jî wê qels bimîne, sêwirînerî jî wê qels bimîne, dramaturcî jî, nivîskariya şanoyê jî her wisa, ango wê hemû qels bimînin. Ji bo produksîyoneke baş derkeve; ji aliyê teknîkî ve jî û ji aliyê perwerdehiya hemû şaxên şanoyê ve divê şert û merc bên sazkirin.

6- Ku proje ji derve were, ji ber ku hin lîstik derhêner bi me re dikevin têkiliyê û dibêjin ez dixwazim derhêneriya vê lîstikê bikim, li ser vê daxwaza derhêner proje pêk tê carinan. Carinan jî em di nav xwe de, ango yek ji me dibêje ez dixwazim derhêneriya vê lîstikê bikim û bi vî awayî proje dertê. Her du jî ji bo me ferq nake, yanî em hem ji xwestekên ji derve re jî vekirîne hem jî ji xwestekên jinav me re. Yanî ev pêşniyar ji ku hatibe jî em wek kom rûdinên lîstikê dixwînin û di nav xwe de nîqaş dikin û em biryara wê didin bê ka em ji bo çi bilîzin an jî ji bo çi nelîzin. Bi vî awayî em lîstikên xwe diyar dikin. Gava me biryar da ku em ê lîstikê bilîzin ew çax em dest bi lîstikê dikin û hefteyek an jî deh rojan em xebata li ser maseyê pêk tînin. Li ser fikra lîstikê, li ser dramatûrcîya wê dixebitin û di vê hefteya ewil de em hewl didin ku em ê vê lîstika xwe çawa bikin wek şanoyeke kurdî. Ji ber ku hin lîstikên xwe bi vî awayî kewna xwe girtin; wek Hamlet, Daweta Xwînî, Don Kîxot. Ev lîstikane gava temaşevanek temaşe dike wek ku li teksteke kurdî temaşe bike xuya dibû. Li ser vê yekê hefteyek an jî deh rojên ewil em disekinin. Û gava me got êdî em dikarin derkevin ser sehnê ew çax em derdikevin ser sehnê û herî kêm çil û pênc roj em li ser dikê jî dixebitin, rojê herî kêm pênc saet, carinan heta heft-heşt saetan jî didome. Hefteyê pênc-şeş rojan em dixebitin. Yanî wek profesyonelî em karê şanoyê dikin; lîstikvan lîstikvaniya xwe dike, derhêner derhêneriya xwe dike, sêwirîner diçin û tên, provayan temaşe dikin û fikrên xwe dibêjin. Wek kompanyayekê her kes di hêla xwe de fikrê xwe dibêje. Yanî her tişt ne di destê derhêner an jî sêwirîner de ye. Her kes di beşa xwe de xwedî raye ye û fikreke hevpar heye.

Em hê di destpêkê de dîrokekê danaynin û nabêjin em ê di vê dîrokê de lîstikê derxin, piştî xebata meha ewil em berê xwe didin lîstikê bê ka rêveçûna lîstikê çawa ye û piştî wê em hêdî hêdî rojê diyar dikin. Ku carinan lîstikên din hebin dibe ku biguhere, lê bi giranî em di çil û pênc-şêst rojan de lîstikê derdixin.

7- Helbet têkiliyeke me bi komên din ên şanoyê re bi awayekî xwezayî jî heye. Lê ev têkilî veneguherîye xebateke hevpar, perwedehiyeke hevpar, an jî veneguheriye wê yekê ku em mektebeke hevpar ava bikin. Ev sê xalên girîng in, û têkiliya me veneguheriye asteke wiha. Ji bo van xebatan jî helbet fikrên me hene lê mixabin derfet nînin em ava bikin. Lê têkiliyên me di babetên wiha de pêş ketiye; çûn û hatina me ji bo komên din, an jî hatin û çûna wan ya li gel me û organîzekirina lîstikên wan, heta Başûr û Rojhilat jî di nav de, çûn û hatinek heye. Lê bi raya min ew têkiliya ku ava nebûye ev e, me hê jî bi hev re karek li dar nexistiye û divê êdî têkiliyeke wiha jî ava bibe. Di vê hêlê de jî helbet mamosteyên şanoya kurdî tên festîvalên me, ji Rojhilat jî tên, ji Ewropayê jî tên û whorkshopan li dar dixin di festîvalên me de. Yanî xebatên wiha hene, dîsa ji Stenbolê tên û whorkshopan li dar dixin lê ev karên biçûk in bêhtir. Helbet ev jî bi qîmet in, lê ji bo hevkariyên hê mezintir divê mirov ji bo şanoya kurdî bê cem hev û tiştinan ava bike.

8- Şanoya Bajêr a Amedê di sala 1990'î de ji aliyê Şaredariya Diyarbekirê ve hat vekirin, di navbera salên 1995-1999'an de di serdema Partiya Refahê de hat girtin û di sala 1999'an de dema ku rêveberiya herêmî guherî dîsa vebû. Şanoya Bajêr di sala 2003’an de ji ber astengiyên siyasî şanoya Tirkî dikir. Di sala 2003'an de yekemîn lîstika xwe ya bi kurdî lîstiye, di sala 2009'an de nîvê repertuwara xwe kir kurdî. Piştî sala 2009’an bi zaravayên Kurmancî û Zazakî şanoya Kurdî pêşkêş kir. Qeymeqamê ku di Mijdara 2016'an de ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li şaredariyê hat wezîfedarkirin, heta ku di Çileya 2017'an de hemû hevpeymanên lîstikvanên şanoyê bi dawî kirin, salê du heb jê lîstikên zarokan, herî kêm 5 lîstikên şanoyê derdixist. Di sala 2012an de bi projeya navneteweyî (Amsterdam- Theater Right) şanoya Hamlet li Ewropa, Iraq û Tirkiyeyê bi giştî 60 caran derket pêşberî temaşevanan. Her wiha destana Mem û Zîn a Kurdî bi 60 lîstikvan û mûzîkjenan re li Sûra Amedê li Qonaxa Cemîl Paşa û bi xebateke xurt derpêş kir. Serdema şanoya Kurdî ya ku ji aliyê şaredariyên herêmî ve li Tirkiyeyê dihat lîstin, bi pêkanînên neqanûnî bi dawî bû, lê rûpeleke nû jî vebû.

Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ku ji lîstikvanên profesyonel pêk tên, bêyî ku dem winda bikin hatin cem hev û biryar dan ku kevneşopiya xwe ya şanoyê wekî Şanoya Bajêr a Amedê (ŞBA) bidomînin. Di Sibata 2017an de bi nav û cihê nû dest bi şanoya taybet kir. ŞBAê bêyî desteka aborî ya saziyên dewletê berhemên xwe bi temaşevanan re li hev kom kir û çîroka xwe ya hunerî afirand.

Di warê şanoya serbixwe û alternatîf a bi zimanê dayikê de li Şanoya Bajêr a Amedê ne tenê li Amedê, li tevahiya herêmê valahiyeke mezin tijî kir. Ji sala 2017’an û vir ve, tevî şert û mercên gelek dijwar ên aborî û siyasî, kariye bijî. Bo çand û hunerê bû alîkar ku hemwelatî, nemaze ciwan, werin cem hev û bi azadî nîqaş bikin, naverok û çalakiyan hilberînin, xwe îfade bikin û di encamê de jî zimanê kurdî di warê hunerî de bikar bînin.

Di encama bandora ku ji hêla berhemên me yên hunerî ve hatî afirandin de, di sala 2020-an de bi tevkariya temaşevan, odeyên pîşeyî, komên şanoyê, saziyên piştgiriyê yên hunerê yên wekî EED û Enstîtuya Goethe, navendek şanoyê ya bi kapasîteya 150 kesî hate avakirin. Digel zextên sîyasî yên Tirkiyeyê, berevajî qadên giştî, ŞBA bi berhemên xwe di nava salekê de gihaşt 8000 temaşevanan.

Koma me ji 14 kesan pêk tê, ku di nav wan de dramaturg, lîstikvan, derhêner û teknîsyenên deng-ronahiyê jî hene.

Piştî 4 salên xwe yên wek şanoyeke taybet, çar festîvafên şanoyê, festîvaleke zarokan, û digel çar heb lîstikên zarokan bi tevahî 13 lîstik lîst. ŞBA serpêhatiya xwe ya şanoyê bênavber didomîne.

Şanoya Rîtuel / İhsan ARAT

1- Tîyatro Rîtuel, di 2017an de li Batmanê bêhtir li ser mebesta derxistina lîstikên kurdî hat avakirin ku şanoyeke taybet e û li mekanê xwe xebatan dimeşîne. Her çiqas di navenda Tiyatro Rîtuelê de şano hebe jî li gor derfet û îmkanên xwe cih dide çalakiyên hunerî yên cuda jî (sînema, fotograf, hevpeyvîn û hwd.). Tîyatro Rîtuel wek heta îro û ji niha şûnde jî dixwaze di şanoya Kurdî de piçek keda me jî hebe; û wê li gor ruha şanoya Kurdî hewl bide berheman biafirîne.

2- Ji bo bersiva vê pirsê ku mirov di serî de pênaseya estetîkê bike û wisa bidomîne wê çêtir be bi raya min. Estetîk formek e. Formeke ku afirandinên hunerî, bi hemdê xwe, xwe tê de guncan dibînin. Li vir mebesta ji “bi hemdê xwe”: ya ku hatiye sêwirandin, (ku metneke şanoyê be) ango çîrok, mafê hilbijartina cureyek derbirînê an jî formekê ye ku ya herî guncan e ji bo temaşevan. Mafê hilbijartinê jî li ser berhema ku yên afirandine an jî afirandiye (hunermend) tê pêkanîn.

Feraseta estetîkê ya Tiyatro Rîtuelê, li gor vê pênaseyê ez dikarim bêjim ku, metneke şanoyê, li jêr pênaseya hunera dramê, (yên ku ji bo lîstinê hatine nivîsîn an jî hatiye nivîsîn) li ser bingeha pîvanên şêwaza dramatîk a klasîk diafrîne û li ser vê bingehê radixe ser dikê jî. Yek ji wan sedemên ku em halê hazir di tê de eynad dikin jî ev e: Ji bo ku şanoya kurdî di ferasetên estetîkî ên cur be cur de pêş bikeve; berî her tiştî divê bibe xwedî bîreke şêwazên dramatîk a klasîk.

3- Bi raya min ev pirs li gor rewşa neteweyan bê bersivandin wê hê baştir be. Heke gel bi piştgiriya dewleta xwe an jî bi piştgiriya saziyên xwe, xwe heta astekê anîbe; şano dikare di vê rewşê de, heta her tişt bikeve kewna xwe, bibe berpirs. Piştre jî vedigere rojeva xwe (afirandina hunerî-fikara estetîkî). Di şanoya cîhanê an jî di şanoya tirkîyeyê de jî minakên vê hene. Di şanoya tirkî de heyna ku jê re dibêjin wêjeya millî mînakeke herî ber biçav e. Gelek, ku ji dewlet an jî ji hebûna saziyên xwe bêpar be, di vê rewşê de şano ji bilî ku bibe navgîneke perwerdehîyê wêdetir, dikeve pey armanca nemirina xwe. An jî mecbûr dimîne ku armancek wiha deyne ber xwe. Li vir rîska herî mezin jî ev e ku di şert û mercên pêk neyên da ku şano vegere rojeva xwe (fikara estetîkê).

Bi raya min rewşa temaşevanan jî tam di cihekî wiha de teşe digire. Heke huner, şopîneran wek girseyekê bihesibîne ku divê bê perwedekirin, berhema ku wê bi vê nêrînê derkeve holê jixweber wê ji estetîkê tawîzan bide û wisa derkeve mexderê. Hunermend jî wê ji pêvajoya afirandinê dûr bikeve û wê bi rîskeke wisa re rûbirû bimîne ku veguhere perwedekarekî. Ji ber ku, bi raya min, divê hunermend ne ravekerek be; divê vebêjek be. Di vê rewşê de ji hev cudakirina huner û zanistê jî zelal dibe: Zanist rave dike; zimanê xwe li gor vê saz dike. Huner jî vedibêje. Formasyona hunerê li ser vegotin, li ser zimanê vegotinê ye. Formasyoneke ravekirinê ya hunerê tuneye. Armanceke wê ya wiha jî tuneye. Bi kurt û kurmancî dikarim bêjim ku, berhemdayîneke hunerî, girseya xwe ji hêla dramatûrcîyê ve çiqas ji armanca perwedekirinê dûr xistibe, dahûrandina dramatûrcîyê jî ewqas dewlemend dibe û dikeve dilqekî estetîk.

4- Dramatûrcîya ku ji bo dahûrandina metneke şanoyê dikeve dewrê, rewşeke razber an jî rewşeke ruhî ye ku li gor hunera dramê tê vehûrandin, çi ji hêla metnê ve heçkû meteryal be jî, ziman-teşe-cure-qereqter-hejmara perdeyan û hwd. û çi jî ew metin be ku xwe bi riya qereqretan diselmîne. Xebatên dramatûrcîyê yên berî haziriya lîstikekê an jî di pêvajoya provayan de sûdeke mezin dide derhêner û lîstikvanan, ji bo ku lîstik bê fêmkirin (ji hêla derhêner û lîstikvanan ve) û bigihîje armanca xwe. Xebatên dramatûrcîyê yên ku divê di prosesa lîstikê de bikemile, mixabin bêhtir ji hêla komên şanoyê yên profesyonel ve an jî ji hêla komên bingeha xurt kirine ve tê dayîn. Di komên şanoyê yên kurdî de yek ji kêşeyên sereke jî mixabin qelsîya vê qadê ye. Ji bo ji holê rakirina vê kêmasiyê jî pêdivî pê dîtina dramatûrcîyê wê bê çareserkirin. Ji ber ku li Tiyatro Rîtuelê dramaturcî û derhênerî li ser pişta min e, heta ku ji destê min tê em dixazin di lîstikên xwe de van kêmasiyan ji holê rakim. Lê belê heta radeyekê. Ji ber ku serketina xebatên dramatûrcîyê hinek jî profesyoneliya komê ye. Wek Tîyatro Rîtuelê gava em dest bi lîstikekê dikin em girîngî didin vehûrandin û qalkirinên li ser metnê. Ji ber ku min perwedehîya dramatûrcîyê jî dîtîye bi zanistî ez girîngî didim qalkirina metna ku wê were lîstin. Ez dikarim bi mînakekê xebatên me yên dramatûrcîyê yên berî xebata lîstikê wiha şênber bikim: Em bêjin di lîstikeke me de çûkek heye û ev çûk ji cureyekî îspînozan be, heta ku ji destê min tê ez qal dikim ku ev cûreyê çivîkê ne etehîyato çawalêhato ye. Em vê rê û rêbaza xebatê heta ji desê me tê derbasî ziman, cûre, teşe û ruhê lîstika berdest dikin. Wek Tîyatro Rîtuelê ez dikarim bêjim ku, xebata destpêkê ya ku li gor şert û mercên xwe em girîngî didinê ‘pêvajoya provayeke serwext e’, ji ber ku di lîstikeke ku xwedî xebata dramatûrcîyê de tiştên tesadûfî nînin, wisa difikirim ku divê nebe jî.

5- Bi raya min problema sereke ya komên şanoya kurdî rewşa aborî ye ku zehmetiyan bi xwe re tîne. Wek Tîyatro Rîtûelê ev problemeke me ye jî. Digel vê kêşeya sereke ku mirov kêşeyên din jî bixe rêzê:

  1. a) Nebûna sehneyan an jî sehneyên ku hene tenê li du sê bajaran in.
  2. b) Ev jî dibe sedem ku turneyên ku mirov dixwaze bike kêm dibin.
  3. c) Nebûna lîstikvanên jin an jî kêmbûna lîstikvanên jin yên ku kurdîzan in.
  4. d) Kesên ku dixwazin lîstikvaniyê bikin piraniya wan karmend, karker an jî di sektorên taybet de dişixulin in. Di vê rewşê de tenê wexteke bi sînor ji bo şanoyê vediqetînin û ev dike ku wek hobîyekê li şanoyê binêrin.

Di bingeha xwe de nebûna aboriyê û şert û mercên ji ber vê yekê dizên, astengiyên herî mezin ên li pêşiya me ne ku nahêlin em bibin profesyonel û qada produksiyanan vekin.

6- Em wek Tiyatro Rîtuelê hewl didin ku di sezonê de her hefte bilîzin û gelek lîstikan pêşkêş bikin. Ji ber ku piraniya lîstikvanên me karmend in em provayên xwe danê êvarê digirin. Pêvajoya provayên me kêm zêde çil û pênc roj in lê ji ber vê sedemê carina heta du mehan diajo.

7- Mixabin komên şanoya kurdî bi gelek gelş û gelemşeyan re rû bi rû dimînin. Û digel van kêşeyan jî hewl dikin ku li ser pîyan bisekinin. Bi min ev hewldaneke bi qîmet e. Ez van tengasiyan wek du beşan cûda dikim, yek hêla aborî ye (ku ne di destê me de ye) yek jî hêla manewî ye (ku di destê me de ye). Ez ne di wê baweriyê de me ku komên şanoya kurdî têra xwe li ser van kêşeyên manewî disekinin. Helbet, ji bo çareseriya van kêşeyan carbaran hin hewldan çêbin jî berdewamiya wan nayê. Sedema bingehîn a têkçûyîna vê pêwendiyê jî bi min ev e; her kom ji ava kaniya xwe vedixwe. Ev jî dike ku her kom, an jî komek du kom di navbera xwe de bêhtir li xwe bifikirin. Bi domandina vê nêzîkatiyê, her çiqas di heman demê de nebe jî, wê bi domana demê re wan lawaz bixîne. Ji bo aqûbet û pêşeroja şanoya kurdî, divê pêwendiya ku halê hazir di navbera komên şanoya kurdî de heye bêhtir bê qewîkirin.

Şano Yekta Hêvî

1- Koma Yekta Hêvî yek jî komen şanoya Kurdî a Bakur e. Ji ber tundî u bişaftinên li ser ziman ê çand a Kurdî, xebatên komê bi avayek bingehîn mijarên polîtîk in. Estetîka xwe li gorî vê polîtikbuyîne hildibjêre. Mirov dikare bêje bi avayek bingehîn helwesta “Rasteqînîya Civakî” nêzî tekst û mijarên xwe dibe.

2- Huner bixwe bi her avayî di nav jiyanê de diherike. Di nav çanda xwe de, bi zimanê xwe dibe nimûneyek ji bo hebûn û serfirazîya netewa xwe. Şano jî wek qadên din yê hunerê, dikare ji bo pêşeroja gelê xwe xwedî nerîn û peşnîyaran be. Huner dikare bi nerîneke şoreşger ji bo serxwebûn û dewlemendîya netewa xwe biafrîne. Hunera şanoyê ji bo avakirina netewek azad bi rêya berhem û kargehên xwe dikare bibe yek ji “alavên” perverdehîyê. Bîner ji bo me qadeke parvekirinê ye. Di serborîyên xwe yên bi hezaran salî de her tim ew qada “danûstandin” a bîner û şanoye zindî maye. Ew hêzeke mezin û dînamîk e. Em wek Şanoya Yekta Hêvî vê zindîbûnê dixwazin biparêzin û di pêşketina civakê de rola hunera şanoya Kurd xurttir bikin. Ji bo vê bi reya kargehan û lîstikan divê şanoya Kurd hê zêdetir qada perwerdeyê firehtir bike û bînerên xwe zêdetir bike. Nezîkatîya komê a dramaturjîk û stratejîk pir hindik em dikarin wiha penase bikin.

3- Dema em lîstikekê hildibijêrin ji bo me têgehên mîna wekhevîya zayendî û dij-metîngerî, bindestî, berxwedan her tim girîng in. Armanca xebatên me em dikarin bêjin bal kişandina ser jîyanek hevpar û azad e. Ji bo vê yekê jî li hember hişmendîya êrîşkar û tunne kirinê, em hewl didin mil bidin hişmendîya xweparêst û wek hevîyê.

4- Rast e, di çend salên dawî de şanogerên bakur di alîyê aborî de zêdetir tengasîyan dijîn. Lê li alîyê din, hevkarîya komên şanoyê ên bakur dînamîzmeke derdixe holê. Temaşevan jî tev li vê dînamîzmê dibe û hin tengasî siviktir dibin. Koma Yekta Hêvî komeke amator e. Lîstikvanên xwe xebatkar in di heman demê de. Berhemên xwe bi alîkarîya sazî û komen din yên şanoyê û bi frotina bîletan çêdike. Ji ber ku alî madî ve lîstikvan ne hevcêyê aborîyekê ne, xebat bi vî alî ve hêsantir dibe ji bo komê.

5- Di serî de tengasîya nezîkatîya desthiladarîyê a li hemberî hebûna gelê Kurd ê çanda vî gelî her tim tengasîya me ya bingehîn e. Pevajoyên sîyasî yên neyînî pir caran xebatan asteng dike. Her çiqas rewş ev be jî bi dehan salan in şanoya Kurdî ji xwe re rêyek dîtiye û meşîyaye. Ew bûye edî çandek ji bo şanoya Kurdî. Em jî wek kom ji vê çandê sûd digrin û dimeşin.

6- Di demê derketina produksîyonan de, li gor demê endamên komê diguherin. Ji ber ku yekem karê endamên komê ne şano ye, dema provayan zêde dirêj dibe carinan. Lê em dikarin bêjin di navbera 4-6 mehan de ye. Em metodên şanoya klasik ê jixweberîyê zêdetir bi kar tînîn di xebatên xwe de û heya ku dikarin, bi tevî bernameyeke dixebitin.

7- Tekîlaya komên bakur a bi hev re her ku diçe xurttir dibe. Gihîştîye asta produksîyonen hevpar. Dikên xwe ji hev re vedikin û xwedî li berhemên hev derdikevin. Her ku diçe bi hişmendîyek netewî nêzî hev dibin, ew jî derfetê dide ku kom bi hevre bikaribin tevbigerin. Em jî wek kom di vê hevparîyê de, heya ku dikarin cîh digirin.

8- Koma Yekta Hevî sala 2012an de, ji alîyê xwendekarên ku ji beşa şanoyê a Akademîya Cegerxwîn derçûne ve hat ava kirin.

Berhemên Komê; Mars (2013), Yên Xwedê Ji Wan Stendî (2014 ), Rastî (2015), Heft û Heştan Du Kesan (2017), Kiirêciyê Nû (2018), Tu Ne Garayî (2022)

Şermola Performans

1- Çend pirs û fikirên cuda yên bingehîn hene ku estetîka berhemên me dîyar dike. A yekem, fiêla lîstinê ye. Mirov çima dilîze? Ev pirs ji bo ku em xwe bigihînin lîstikvanê afirîner, ji bo me gelekî girîng e. Em bi ronahîya vê pirsê him di teorîyê de him jî di pratîkê de li bersivan digerin û ev lêgerîn jî rê vedike ku em bêhtir giringî bidin prosesê, ne ku bidin encamê, ango ne ku bidin produksîyonê/lîstikê. Her wiha ev pirs rê vedike ku em bêhtir berê xwe bidin mît, rîtuel û kevneşopîyên kurdî û rê vedike ku em lêkolîna şanoyeke xwemalî bikin. A din, veguhestina şîdetê ye. Şîdeta ku tu carî ji ser serê me kurdan kêm nabe, bêyî ku bibe ajîtasyon û bibe çîroka qurbanbûnê, çawa dikare veguheze berhemeke hunerî/şanoyî û çawa dikare fiêlên şîdetê û mirovên bêdeng yên li hember şîdetê aciz bike? Lewma jî, demekê li Stenbolê dirûşmeya me wiha bû, “Şermola Performans bo we temaşekirineke nerihet hêvî dike”. Tiştekî din jî, meselaya dij-mêtingerîyê ye ku gelek caran bi naverokên berheman re tê girêdan û wisa tê nirxandin û bi vî şiklî jî tê sînordarkirin: Şanoyeke dij-mêtinger çawa pêkan e? Gelo ev yek tenê bi mijarên dij-mêtinger pêkan e? Rê û rêbaz û teknîkên şanoyê çi derfet dihundurînin ji bo şonoyeke dij-mêtinger? Xebat û lêkolînên me yên “Dramaturcîya Êgir (Lêkolîna dramaturcîyeke xwemalî)” û “Dîwan (Lêkolîna lîstikvanîyeke xwemalî)” li bersiva van pirsan digere ku hê encameke kamilbûyî nehatîye bidest xistin. Lê divê em destnîşan bikin ku carna em bi saetan li pey dengekî an jî hereketekî digerin ku tenê ev ji bo lîstikvanan xebatên dij-mêtinger in bona ku bikaribin ji nav mevcudîyeteke resen û xwemalî bilîzin. Bi kurtasî meriv dikare bibêje xebatên me carna wek laboratuvarekê, carna jî ji ber pêdivîyên madî û rojane, bi awayê konvansîyonel bi rê ve diçe, lê dibe ku di wan laboratuvaran de encameke şênber dernekeve. Her wiha, hêmayên wek rîtuel, mîtolocî, sî, dengên arkaîk, rengên efsûnî jî dîtbarîya dîwanên me dîyar dike.

2- Du stûnên bingehîn yên şanoyê hene: lîstikvan û bîner. Em di têkilîya van du stûnan de li wekhewîyekê digerin. Bi me şano ne alaveke perwerdehîyê ye ji bo bîneran, danûstendinek e, tecrûbeyek e. Di vir de estetîka te di stratecîya te ya bîneran de jî eşkere dibe. Em şanoyê wek tecrûbeyekê dibînin ku di nava demekê de pêk tê, bîner jî yek ji şirîk û şahid û hevkarê vê tecrûbeyê ye. Em “rastîyeke çêkirî” diafirînin û ji bo saetekê bi hev re (bi bîneran re) tecrûbe dikin. Tecrûbekirin, di xwe de hînbûnê jî, hînkirinê jî, dîtinê jî, nîşankirinê jî bi kurtasî danûstendineke têr dihewîne. Lîstikvan, derhêner, nivîskar û hwd. ne mamosteyên bîneran in.

3- Ji sedî heştê em li ser şanonameyên ku bi kurdî hatine nivîsandin dişixulin. Sedî bîst jî, an bi tekstên kurdî ku ne şano ne, an jî bi mijarên gerdûnî ku derfeta şanoya bê dîalog û performatîf dide, dixebitin. Em pêşî bi qasî çend mehan li ser hinek term û têgih û formên şanoyê xwendinan pêk tînin; fîlm, dokumanter, şano û hwd. temaşe dikin û nîqaşan dimeşînin, dû re jî em dest bi provayên pratîk dikin. Di rê de li ser dramaturcîya ku derhêner dîyar dike civîn û axaftin çê dibin da ku hemû kom, bi taybetî jî lîstikvan fam bikin bê em çi dikin. Di hemû xebatên me de lîstikvanî roleke navendî digire. Ji berê de di dramaturcîya me de wekhevîya zayendî cihekê girîng digire û her çiqas carna em di vî mijarî de bi ser nekevin jî, hewl didin wekhevîyê biparêzin, di dramaturcîya xwe de jî xebatên xwe de jî. Em dikarin bêjin dij-mêtingerî ev heft sal in di rojeva me de ye û em hê jî li ser dixebitin. Her wiha mît, rîtuel, lîstik, performans, performatîf, govend, semah, dengê şivanan, dengê dengbêjan, agir, dîwan/dîwanxane, vebêjî, çîrokbêjî, dubarekirina performansê, hunera lîstikvanîyê û hwd. hinek têgihên din in ku di xebatên me de cih digirin.

4- Em li sê bajaran karê xwe dimeşînin. Hemû xebatên me yên ku li Kölnê/Almanyayê pêk tên, bi fonan çê dibin û hemû kedkar û hunermend heqê xwe li gor qayde û quralên standart yên Almanyayê distînin. Li Batmanê jî hibrît e. Em carna fonan dibînin, carna jî ji bêrika xwe xerç dikin. Lê li Batmanê piştgira me ya herî mezin Yenisahne ye ku her tim mekanên xwe bi dildarî bo me vedikin. Li Batmanê heqê kedkar û hunermendan jî li gor fonê an jî li gor gîşeyê bi heqenîyet tê belavkirin. Mixabin li Stenbolê tu derfeta me nemaye ku em xebatên xwe bidomînin. Lê dîsa jî ji bo pêşerojê hazirîyên me hene, em ê car din hinek xebatan li Stenbolê çêkin.

5- Ji bo me di vê kêlikê de pêdivîya herî mezin perwerdehîya lîstikvanîyê ye. Lewre di xebatên me de lîstikvanî navend e, em tim li ser lîstikvanîyeke xurt dişixulin. Ji ber ku armanca me ew e ku lîstikvanên me bigihîjin asteke gerdûnî û dengê xwe bidin cîhanê. Lîstikvanî çiqas xurt be dewlemendîya dîwana şanoyê ewqas mezin dibe û pêdivîyên madî zêde bandorê nake. Ev nêrîna me ye helbet. Ji bo wê jî em hazirîya akademîyekê dikin. Navê akademîya me “Dîwan - International Theatre Academy” ye û em ê gelek şanoger û mamosteyên girîng yên cîhanê bînin Batmanê û ji bo perwerdehîya şanoyê bingehekê amade bikin. Me bi kargeha “Diramaturcî û Derhêrî”yê dest pêkir ku bi mamostetîya Berfîn Zenderlioğlu û bi hêvkarîya Yenisahne, Şanoya Bajêr A Amedê û ŞanoWanê, li sê bajaran pêk hat.

6- Demên xebatan hinekî guherbar in. Carna tevî hazirîyên pêşîn, dramaturcî, xwendin û provayan em salekê dişuxulin, carna jî em 2-3 mehan li ser produksîyonekê dişuxulin. Lê provayên pratîk bi giştî mehekê didome, mehekê her roj û rojê bi kêmanî şeş saetan. Provayên me pir têrûtijî derbas dibin. Lê dîsa jî têrî me nake, divê em dirêjtir bixebitin. Lê derfetên madî û teşqeleyên rojane her tim rê nade em demên xebatan zêde dirêj bikin.

7- Vê dawîyê têkilî û danûstendinên me bere bere xurt dibin. Yenisahne jixwe bû mala me jî, Şanoya Rîtuel, Şanoya Bajêr A Amedê, ŞanoWan, Kanî Theatre (Rojhilat), Teatra Sarya Baran (Rojava) û Ban Theatre (Berlin) çend ji wan koman in ku halêhazir danûstendin û dîalogên me bi wan re berdewam e. Û vê dawîyê bi Lalish Theaterlabor (Vîyana) re têkilîya me çêbû û em wisa hêvî dikin ku di pêşerojê de hinek hevkarîyan jî çêbikin. Danûstendinên me yên navneteweyî jî didomin bi hinek şano û enstîtû û organîzasyonên Almanya û Ewropayê re.

8- Şermola Performans Di 17ê Cotmeha 2008an de bi hevkarîya Mîrza Metîn û Berfin Zenderlîoğlu li Stenbolê ava bû. Di navbera 2008-2010an de wek komeke gerok xebitî û berheman afirand. Di 2010an de li Beyogluya Stenbolê mekanek ku berê bar bû kirê kir û veguherand sahneyeke şanoyê; li wir şeş sal berheman afirand, pêşkeş kir û li ser şanoyê perwerdehî pêk anîn. Di 2016an da ji ber sedemên aborî û polîtîk mecbûr ma dest ji sehnê berda û dîsa wek komeke gerok rêya xwe berdewam kir. Berhemên Şermola Performansê ji alîyê gelek sazî û festîvalan ve di beşên cur bi cur de hêjayî xelatan hat dîtin û di derheqê lîstikan da bi dehan rexneyên erênî hatin nivîsandin. Di nava 15 salan de tevî lîstikeke zarokan bi giştî 25 heb lîstik afirandin. Li welêt û li derveyî welêt bi dehan caran turne çêkirin û beşdarî festîvalên navnetewî bû û gîhişt bi hezaran temaşevanan. Bi dehan caran li ser lîstikvanîyê, derhênerîyê û nivîskarîyê kargehan pêk anîn. Di 2018an da ofîsa Şermola ya Almanyayê li Kölnê ji alîyê Mîrza Metîn û Hîcran Demîr ve hat damezirandin. 2021ê de jî xebatên Batmanê bi pêşengtîya Mîrza Metîn û bi rêveberîya Haznî Demîr, Kenan Demîr û Pelda Bal destpê kir.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ