
Werger: Serhed Serhedî
Hîma herî taybet ya di nava pêwendîyeke civakî da mêriv pênase dike û ya dike ku meriv di civakekê da pê bixuye û pê ra ‘wateyeke’ meriv çêbibe, nasname û avakirina nasnameyê ye. Yek ji wan hîmên herî taybet ya nasnameyê dîyar dike, ziman e. Em dikarin bibêjin, şiklê afirandin, bîrbirîn û avakirina hunerê, siyasetê û jîyanê li ser zimên hatîye danîn. Pêşkêşkirina hunerê û şanoya ‘kêmîneyê’ (minority) ya li Tirkîyê, meriv bi avakirina nasnameyê, etîket û têgehên yêdinbûnê ra, li çembera îdeolojîya serdest diale. Nîqaşa têgehên wekî huner û sîyasetê, huner û jiyanê, huner û îdeolojîyê, huner û nasnameyê ya di vê dinyaya hipîhazir da him gelekî zor him jî gelekî watedar e. Selen Korad Birkiye, di derheqê nasnemeyê û ‘yê din’ da, tespîteke wiha dike:
Du pêkhateyên nasnameyê yên meriv nikare wan ji hev bike hene, ya yekê pênase û naskirin e, ya duduyan jî aîdîyet e. Herwiha nasname him bi tevayî civakî, him jî şexsî ye. Û piranîya pirsgirêkên nasnameyî, him ji nelihevkirina nasnameya meriv ya ku bixwe li bejna xwe dike him jî bi ya civak li bejna meriv dike peyda dibe. Piranîya civakan, dema nasnameya xwe pênase dike -hema civak tev jî- kategorîya nasnameyê, bi helwesteke ezokeyî (egocentrisim) li ser berawirdkirinan ava dikin. Çimkî nasname ne ji wan dîyardeyan e ku bi tena serê xwe were pênasekirin. Dema behsa nasnameyê û xwebûnê hate kirin teqez referansa me ‘yê din’ e. Lewra piranîya nirxandinên (taybetmendîyên) erênî, ji bo civaka em bixwe ferdê wê ne têne kirin, yên neyînî jî, ji bo yê din, yê cûda, yê xerîb, yê kêmîneyeyê ra hatîye gotin. Di vir da tişta girîng ‘cûdabûn’ bixwe ye. Loma dema pênaseyên nasnameyê têne kirin, ji dêvla nirxandineke rast û wekhev bê kirin, rêbazeke subjektîv û hîyerarşîk tê emilandin. (Korad, 2007: 25).
Heta ji bo pejirandina ‘cûdabûnê’ ya di nava hunera di civakên muhafazakar da jî têkoşîneke hebûnê divê. Ewilî pejirandina nasnameyê, dû re jî pejirandina hunerê ya bi ser serdestan ra. Li Tirkîyê, nasnamemeyên wekî nîjad, ziman, ol, zayend û hwd. yên di nava vê pirrçandîyê da, bi tenê di çarçoveya ‘pêşkeşkirin’eke demokratîk da têne bikaranîn û ew ji wê çarçoveyê pêş da jî naçin. Ji ber wê, em bi saya nirxandina subjektîv û hîyerarşîya Birkiye, wê pergalê objektîvtir dibînin. Dema em berê meseleyê bibine ser xaleke giştî û rêya nîqaşê li ber wê vekin, em ê nêzîkbûneke ji wê derê cûdatir pêk bînin. Di vê heyama em tê da, personayên ji nava beşên cuda yên medyaya civakî têne afirandin tev, wekî berhemên hunerî têne sêwirandin û pêşkêş kirin. Li alîyekê din, ji bo huner –taybet hunerên li ser dikê û şano- ji honakê dûr bisekine, ew hinek din bi tişta di jîyanê da heye ra hatîyê gêrandin û ew zêdetir ketîye dilqê jîyanê û şibîyaye wê. Di rewşeke wiha da jîyan hunerî dibe. Meriv dikare bibêje jîyan ji alîyekî ve jî reklamîze dibe. Hingî meriv ji wê cihana efsûnî ya hunerê dûr dikeve û çav bi lîstikên li ber bayê estetîka reklamê hatine çêkirin dikeve, meriv dibîne ku ew pergal û çanda populer a em dorpêç kirine, me û wê hunera di nava xwe de helandîye tîne rûyê hev. Pirseke girîng e, hunera niha wekî amûreke îdeolojîk li ber me sekinîye wê çawa bikaribe xwe ji xizmeta serdestan xelas bike ? Lev Kreft di pirtûka xwe ya bi navê Huner/Sîyasetê, di beşa pêşkêşkirina di bin serenava "Hunera Sîyasetê û Sîyaseta Hunerê" da:
...diyar dike ku ‘tu tişteke ku meriv bikaribe bibêje teqez ev ‘huner’ e tune’, û li alîyê din gava sîyasetê pênase dike jî, derdibire ku “ew bi qasî lîstikeke honakî hatîye estetîzekirin, bi lêpirsînên raya giştî, sektora şahîyê ya sîyasî û şovên reality (Kreft, 2016: 10).
Ev pênaseyên îro li ser hunerê û rastîyê têne kirin, tev rê li ber hinek nîqaşên din jî vedikin. Êdî bersiva pirsa huner çi ye, bûye mijara nîqaşê û em şahid in bê ka rastîya heyaman çawa naveroka têgeha hunerê jî diguherîne. Feraseta hunerê ya hişê postmodern çêkirîye, di wateya temsîlê da gotareke nû jî pêş xistîye. Temsîla hunerê, qada temsîlîyetê ya hunerê û têkilîya wê ya bi hunerê ra û têkilîya hunerê ya bi rastîyê ra êdî diguhere û ew rêya perspektîfên cûda yên lênihêrînê li ber me dixe. Dema têkilîya bi rastîyê ra hatîye danîn guherî, ev guherîn bandorê li hunerê dike û ev yek cudabûna di navbera hunerê û rastîyê da şêlî dike. Donald Kuspît, ku vê yekê wekî demajoyeke piştî hunerê dinirxîne, wiha dibêje: “Sedema ku hunera hevçax xwe wekî dawîya hunerê pêşkêş dike ew e ku ew hunera jirêzê wisa tevdigere ku rastîya jîyana rojane dixemilîne û wê wekî çareserîyekê pêşkeş dike" (Kuspit, 2006: 36).
Êdî tu ferqeke hunerê ji tişteke hunerî tê hesibandin nemaye. Lê ev rewş nikare rê li ber mezinbûna wê bigire, ew her li xwe zêde dike. Qet ‘dawîya hunerê’ ya ku her roj bi heyteholan banga wê têkirin nehat. Ji dêvla vê, zêde-hilberîn ya çandî, mîna ku ew ji kulekê da barî be li hev zêde bû. Huner îro ji her carê zêdetir serketfi ye- lê gelo hêj ji huner e? (Baudrillard, 2010: 52).
Him ev têkilîya bi rastîye ra hatîye danîn him jî hunera ku ji alîyê îdeolojîya serdest ve fişar lê tê kirin, ji kakilê xwe yê hunerî dûr dikeve û dibe mîna tişteke ku hebûna xwe wenda kiribe.
*************
Cîyê Şanoya Kurdî ya di nava van tecrubeyên cîhanê da li kê dere ye û ew xwe bi kê derê ve digire?
Nîqaşa nasname û aîdîyetê ya ku bi zimên pêk hatîye, bila di ser kurdan û qadên wan ên hilberîne ra bidome, lê meriv dikare tecrubeya 32 salan ya Şanoya Kurdî ya li Tirkîyê bi vê rêwitîyê û veguhezîna van tecrubeyan ve binirxîne. Helbet ev pêkhate li gel rêkxistina polîtîk pêş da diçe. Wekû nûnerên herî girîng yên pergala pirrçandîya Tirkîyeyê Kurd û hilberînên wan ên di qada hunerê de, ji nirxandineke objektîf wêdetir, tê hewldayîn di nav sînorên hinek têgehên ku li jor behsa wan hatîye kirin da, were asêkirin. Demajoya şanoyê ya ji Bodrum’an ber bi cîhanê ve vebûye, meriv dikare bibêje ji pêkutî û ji berdewamîya hunerê tê. Dema îdeolojîya fermî hewl daye ku hunera kurdî û hunermendên kurdan bikin qurbana mekanîzmayên desthilatê, şanoya kurdî ya xema danîna bingeheke şanoyî/teatral dixwe, kirîye rik û tam jî di dema nîqaşên di derbarê hunerê da, li alîyekî din ji ‘çawanîya’ hunerê zêdetir, bi ‘çi’bûna hunerê ra têkildar bûye û wê hewl daye qadeke hilberînê ava bike. Pêkhatina hunerê bixwe ku meriv dikaribû ji wê qadeke berxwadanê ava bikira, piştî ew bêdeng bû û veneguherî qadeke çalakîyê, xwe sînordar kir û atmosfereke hunerî afirand ku tê da bi tenê behsa çendanîyê (quantity) tê kirin.
Hunerê bi vî halê xwe him destê xwe ji xwe şûşt him jî ji wê qada çalakîyê vekişîya ku di wê qadê de derfeta wê ya afirandinê hebû. Ev qada têkoşînê gava bi pênaseya qada têkoşînê ya Arendtî ra were fikirîn, dibe xwedîye wateyekê. Li cem Arendtî pênaseya têkoşînê, ‘xumamîya wê, ji xebernedana bi zimanê desthilatê, bêdengnekirina wê û tam jî ji wê xwezaya wê ya li dijî desthilatê tê, ew tevgera herî xurt ya li dijî desthilatan e û ew bi vê tê pênasekirin (Arendt, 2006: 262-263)’ Anegorî Arendtî çalakî, hêza xwe ji milet û ji berdewamîya çalakîyên din digire û ew wisa hêzdar dibe. Heke huner vê pêk bîne, hunerê xwe ji destê îdeolojîyên van desthilatan xelas bike, wê nehêle ew bibe perçeyeke wan û dê zimanê hunerê yê heq bi hunerê bide qezençkirin. Şanoya Kurdî ji salên 90î heta roja îro di nava vê mengeneyê da, bi qedexeyan û zextan ra têdikoşe û ew hewl dide xwe heyî bike û hilberîne. Desthilata bi zimanê xwe ji xwe ra qadeke çalakîyê afirandîye, wê qadê red dike û ji bo heyîna xwe bi rêya hunerê bipeyitîne zor daye rêyên wê. Hîmê Şanoya Kurdî ya Modern bi Teatra Jîyana Nû’yê ra hatîye danîn û piştî wê gelek komên din hatine avakirin û qadek hatîye lêkirin û ev qad bi hinek sazî û koman ve li hev zêde bûne. Seyr-î Mesel ya ku wekî koma ewil ya serbixwe tê zanîn, Şanoya Bajêr ya Amedê ya lîstikên kurdî dileyîze (navê wê yê berê yê Tirkî, Diyarbakir Şehir Tiyatrosu bû) û Şermola Performans ya hilberînên performatîf û resen bi şanoyê da qezenckirin, bo şanoya îro bûne wekî konservatuarekê. Coşa ku Yenî Sahneyê, Tîyatro Rîtuelê ya vêgavê li Batmanê peyda kirine, Mordem Sanat ya em van demên dawîyê bi saya serê festîvalan pê hesîyane û komên amator yên din, dikin henaseyeke nû li şanoya kurdî peyda bikin. Rola van şanoyên han, di warê avakirina hişmendîya zimên, nasnameyê û çandê da girîng e. Dema em di çarçoveya van têgehên me li jor behsa wan kirîye da li lîstikên di navbera 20 û 30ê meha cotmeha 2023an da beşdarî Festîvala 8’an ya Şanoya Bajêr a Amedê bûbûn biqulqulînin, tabloya şanoyê ya jê peyda bûye panoramaya rewşa şanoyê dide der. Peywendîya bi lîstikên kurdî ya di wan deh rojan da, ji alîyekî ve ji bo tîbûna temaşevan bê şikandin çêbû ji alîyekî ve jî ji bo xwedîderketina nasnameyê, bersiveke girîng bû. Rêgirî û qedexeyên desthilatê yên li hemberî hunerê, cezakirina hunermendan, him li cem hunermendan him jî li cem temaşevanan erkê şanoyê tîne bîra meriv. Ev çalakîyên -festîvalên- hêzê didine mecrayên hunerî yên li ber xwe didin, careke din têkilîya hunerê û cazîbeyê vedijîne û ew bi şiklekî erênî rêyê li ber avakirina koman vedikin yan jî wan motîve dikin. Helbet dema em bi ser van rastîyan ra lê dinihêrin, em feraseta mekanîzmaya baviksalarî ya di dinyaya îro da heye, di nava Şanoya Kurdî da jî dibînin. Di festîvalê de tişta zêde bala meriv dibire ser xwe ev bû, di navenda lîstikên hemû koman da lîstikvanên mêr hebûn û rola lîstikvanên jin yan rola lîstikvana temamkar yan jî ya alîkar bû. Dema em li ser esasê wekhevbûna zayendê lê binihêrin, taybet jî lîstikvanên miletekî ku di qonaxên polîtîk ra derbas bûne, wî tiştî careke din hildiberînin, loma berdewamkirina vê hilberînê ciyê rexneyê ye. Dema hûn ji alîyê femînîzmê ve jî lê binihêrin heman gengeşe dewam dikin. Lîstikeke ku di navenda wê da jin hebe û ew di pozîsyona bikerekê de bûya û nîgareke/fîgureke jin a nebûbûya alaveke arezûyan û ew wekî alavekê nehatibûya bikaranîn hema tu bibêje tunebû. Motîfa jinê ya pasîf a di lîstika ‘Qesra Balindeyên Xemgîn’ a li ser vê mijarê bi ruhê lîstikên din tev ra yek bû. Helbet meriv dikare behsa çend lîstikên ev qalib şikênandibûn bike lê mixabin ew jî pirr kêm bûn. Dîsa di şêwazên lîstikvanîya gelek komên amator da tercîhên qilafetên grotesk û metnên hatibûne wergêrandin ji ber ku teqabûlê rêya Şanoya Bajêr a Amedê ya ev çend sal in dişopînin dike, dide xuyakirin ku Şanoya Kurdî di çeqoberîyekê da ye û ew nikare zimanê xwe yê resen biafirîne. Komên nûavabûyî yên bi rastî jî li gotina “performans”ê nekolane û ew gotin danîne dawîya navê koma xwe lê haj jê nebûne ku berovajî wê kar kirine, ji hişmendîya şanoyî (theatrical) dûr in ango ev nîşaneya wê dûrbûnê ye. Helbet di vir da bandora tiştên me li jor behsa wan kiribû, yên wekî reklamê, xwezîpêanîna li serdestan, hişê postmodern, nîşanî wan kesên wê dihebînin dike bê ka huner çiqasî ji erka xwe dûr ketîye.
Pêngava sîyasî ya hunerê ew e ku divê xweserbûna hunerê, lewra jî wekî bingeha hêza azadîyê tişta heterojen ya têpêhisîn biparêze. Di vir da li hemberî vê pêhisînê du gef hene: yan gefa veguherîna çalakîya jor-sîyasî heye yan jî gefa qaşokirinê ya bi formên jîyana rojane yên estetîzekirî heye (Kreft, 2016:215).
Taybetmendîyên hevpar a lîstikên ji wan sûd tê wergirtin û yên hatine pêşkêşkirin hene, mekanîzmayên rexne li wan têne girtin, ên têne pînekirin û yên rejîyên wan dişibine hevdu, wekî nîşaneyên zemînekî pak yên zimanê şanoyî/teatral yên xweser di wan da tune bin, dixuye. Li ser vî esasî meriv dibîne ku pirsgirêkên hevpar yên lîstikan yên wekî kêmasîya rejîyê, dramatûrjîyê û hewla bicihanîna hêvîyên temaşegêran li dar bûn ango ev klîşe hebûn. Helbet pirsgirêkeke din a girîngtir, kêmasîya nîvîskarên lîstikan bû. Loma em wan rejîyên hevpar yên têne zanîn ku di lîstikên wergerê yên li Tirkîyê de hene, di lîstikên Şanoya Kurdî de jî dibînin. Di vê mijarê de ger em giranîyê bidine xebatên teorîk, pratîk, akademîk û atolye werin sazkirin, zanyarî bêne parvekirin, belkî wê ji bo peydabûna wê potansîyelê bibe gaveke girîng. Ji bo van, dîsîplîn, xebat û rêyeke dirêj divê; lê ev xebatên han wê ji van kom û sazîyên halîhazir hildiberînin re bibine hêzek. Dema hunera miletekî hate pêşkêşkirin, meriv nikare li wê derê tenê behsa hunerê bike, di wê qada peydabûyî de çandek çêdibe û ew çand bi pêş dikeve. Ev, ji hêlekê ve bi me dide xuyakirin ku mîsyona hunerê ya di vê serdema postmodern da kêm nîn e û huner hêj bi hêz e. Divê careke din refleksa ku dê temaşevan bilivîne û dê wan haydar bike bê kolandin, ne li lîteraturên klîşe û kevn yên karîgerîya ‘fêrkerîya’ hunerê. Divê çavdêrîya veberanînê bê ka ew ji alîyê şiklî û pêşkêşkirinê ve çi dide temaşevanê xwe û çavdêrîya lîstikên em dibêjinê derdê wê ‘çi’ ye û ew lîstik ‘çawa’ tê li ber temaşevan were kirin. Evana çavdêrîyên ji festîvalê ne, ji bo binê avahîya Şanoya Kurdî ya Modern a çelepîka neçûye û bi pîya ketîye, zexm were danîn hatîye pê.
ÇAVKANÎ
Arendt, H. (2006), İnsanlık Durumu, Bahadır Sina Şener (Çev.). İstanbul: İletişim Yayınları
Baudrillard, J. (2010). Sanat Komplosu, Elçin Gen, Işık Ergüden Çev.). İstanbul: İletişim Yayınları
Birkiye, K, S. (2007). Çağdaş Tiyatroda Kültürlerarası Eğilim: Peter Brook - Eugenio Barba - Robert Wilson, Ankara: De Ki Basım Yayım.
Kreft, L. (2016). “Sanat ve Siyaset: Sanatın Siyaseti ve Siyasetin Sanatı”, Sanat/Siyaset; Kültür Çağında Sanat ve Kültürel Politika. (Yayına Haz. Ali Artun). İstanbul: İletişim Yayınları
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →