"Şoreşa Rojava wek zarokekî nû ji dayik bûyî ye, em nizanin dê çawa mezin bibe." (Heval Amer)
Şoreşa Rojava di şeva 19'ê Tîrmeha 2012'an de, di saet 01:00'ê de dest pê kir. YPG'ê riyên ketin û derketina bajarê Kobanê xiste bin kontrola xwe. Li navenda bajêr, piraniya gel jixwe piştgiriya hêzên muxalif dikir û ew şev saziyên dewletê dagir kirin. Pelda Kobanî, yek ji beşdarên wê şevê bû, bi çavên tije hêsir, wê şevê wiha bi bîr tîne: "Me nîşan kiribû ka kîjan avahî û sazî divê bên bidestxistin", kîjan ji bo gel bikêr bûn, heta firinan jî." Paşê gel li qerargaha artêşa rejîmê ya li Kobanê kom bû û heyetek ji leşkerên rejîmê re got: "Eger hûn çekên xwe deynin, em ê ewlehiya we misoger bikin" Leşkeran li girseya mirovan nêrîn û dîtin ku alternatîfek din tune ye, qebûl kirin; hinek vegeriyan cem malbatên xwe yên li bajarên Ereban, yên din jî ji ber ku çil sal bû li vê derê dijîyan, tercîh kirin ku li Kobanê bimînin. Hanîfe Hisên dibêje: "Hêza leşkerî ya dewletê ne ewqas zedê bû". "Me ew dorpêç kirin... û teslîm bûn. Rejîmê nikaribû piştgirî ji wan re bişîne. Me tu leşkerê xwe radestî rejîmê nekir; me tenê bi wan re axivî û me bang malbatên wan kir ku werin wan bibin. Dema ku gel sibehê şiyar bû û dît ku li ser banan li şûna alên rejîmê alên me dimilmilî, şaş û matmayî man. Lê tirsa salên dirêj zû bi zû ji dilê gel dernediket. Hîn jî gelek kes bi tirseke veşartî li paş xwe dinêrîn, ka gelo rejîm dê careke din vegere an na" (Revolution in Rojava, Democratic Autonomy and Women’s Liberation in Syrian Kurdistan, 2016, r.54). Tirsa rejîmê ewqas kûr di dilê gelê Kurd de kok berdabû ku bûyerên wê şeva dîrokî ji wan re wek xewneke ecêb û ji baweriyê der xuya dikir. Lê şev, di dîroka Rojava de bû destana destpêka azadiyê. Şeveke ku tirs û hêvî tev li hev bûbûn û sibeheke nû ji bo gelê Kurd dest pê kiribû.
Ji bo gelên di bin nîrê bindestiyê de, bi taybetî jî Kurdan, ev şoreş bû stêrka geş a hêvî û berxwedanê. Ji bo nifşê nû yê Kurdan, ev bû destana pêşîn a serkeftina şoreşgerî ku bi çavên xwe dîtin û bi dilê xwe hîs kirin. Vê şoreşê careke din nîşan da ku hêviya guhertina civakî û siyasî hîn jî wek kaniyeke zelal diherike û şoreş û veguherîna civakî di vê serdema teknolojîk de jî ne xewn e, rastiyeke zindî ye. Şoreş, bi dengê bilind a xweseriya sê herêmên Kurdî yên dîrokî (Efrîn, Kobanê, Cizîr) li Kurdistana Rojava gulên xwe vedan. Ji wê demê ve, rêveberiyeke xweser û demokratîk, bi ked û xwêdana eniya xwe, hewl dide ku civakeke wekhev, ekolojîk û li ser bingeha wekheviya zayendî ava bike. Dengê gel, bi riya nûnerên siyasî û leşkerî yên ji komîn û meclîsên gel derketî, bûye kilîda jiyana vê herêmê û stûna sereke ya birêvebirina civakê. Bi vî awayî, ev modela siyasî ya nûjen di nav agir û dûmanê de, li hember rejîma kevin a Baasê xwe îspat kiriye û bûye mînakeke zindî ya demokrasiyê. Ruhê beşdariyê di nav xwîna civakê de diherike; ji komîn û meclîsan bigire heta karkerên dilsoz ên sektora tenduristiyê, ji tevgera jinan a şoreşger bigire heta kolektîfên sînemayê, her kes di avakirina vê civaka nû de xwedî rol û peyamek e.
Li ser du stûnên bilind ava bûye qesra azadiyê li Rojava. Yek jê demokrasiya rasterast, ya din redkirina dewleta neteweyî ye. Ji taxa xwe heta hukûmetê, dengê gel bilind dibe, di vê pergala komunalîst de her kes xwedî gotin e. Li vî welatî ku şoreşê tov reşandiye, nasname û ol hemû wekhev in, tu ferq nemaye. Ev mînaka bêhempa ya wekheviyê, Ronahiya xwe belav dike li seranserê Rojhilata Navîn. Fîlozofên navdar Slovaj Žižek di axaftina xwe ya mezûniyetê ya li Zanîngeha Kobanê di Avrêla 2021'ê de wiha gotibû: “Hûn gelê Kurd, we ûtopyayeke zindî afirand bi hişmendî. Hûn ne tenê sembolên berxwedanê ne, di heman demê de nîşana pergaleke nû ne jî." Her wiha antropolog û anarşîstên wêrek Davîd Graeber jî, berî koça xwe ya dawî, pesnê vê şoreşê da bi gotinên xwe yên zêrîn: “Konfederalîzma demokratîk a li Rojava “divê wek yek ji bûyerên herî girîng ên dîroka cîhanê ya nêzîk bê hesibandin.”
Tovê ku li Rojava hatiye çandin, digel bahozên dijwar (şerê li hember reşahiya DAIŞê, destdirêjiya Tirkiyê, kampên koçberan ên mîna deryayeke mirov, tîbûna erdê ji ava jiyanê, kêmasiya dexl û danê nanê rojane, û xizaniya ku wek nexweşiyekê belav bûye) dîsa jî dazde salan e şîn hatiye û li hemberî heft ejdehayan serê xwe bilind kiriye. Ev proje, bi hemû kul û kêmasîyên xwe ve, hîn jî li ser lingên xwe ye û li ber bayê dijwar xwe nagire. Herêmên di bin siya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji sala 2012'an ve, wek dara azadiyê, pel û çiqilên xwe berfireh kirine. Niha sêyeka axa Sûriyê û nêzî pênca yeka canên wê di nav xwe de dihewîne. Ji destpêka vê rêwîtiya dijwar a 2011'an û vir ve, Şoreşa Rojava li ser kokên xwe yên kûr şîn hatiye û berên xwe xweştir kiriye. Ev berdewamî, di demekê de ku em dibînin çawa hemû gulên din ên ku di "Bihara Erebî" de vebûn, ji aliyê bagerên hikûmetên neteweyî ve hatin pelixandin an jî di nav lepên wan de fetisîn, wateyeke taybet werdigire. Şoreşa Rojava, bi hemû kêmasî û şaşiyên xwe ve, ji bo cîhanê pirtûkeke vekirî ye ku tê de derseke girîng hatiye nivîsandin: Ew nîşan dide ku rêyeke din a rêvebirinê dikare di nav agir û dûmanê de jî bimeşe û xwe biparêze.
Çavkaniyên Îdeolojîk ên Şoreşa Rojava
Tevgera siyasî ya Kurd ji nîvê salên 2000'an ve guherîneke radîkal a paradîgmayê pêk anî. Di vê çarçoveyê de, bandora ramanên Murray Bookchin ê anarşîst û ekolojîstê civakî yê Amerîkayî li ser lêgerînên siyasî yên Tevgera Azadiya Kurd, ji her aliyî ve hêjayî lêkolînê ye û balkêş e. Ji ber ku, di dîroka têkoşînên neteweyî de, cara yekem e ku ramana feylesofek siyasî yê komûnalîst ê dij-otorîter bandorê li ser tevgereke rizgariya neteweyî, rêxistinek mezin dike û şekil dide wê. Bêguman Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, beriya rewşa girtîbûna siyasî ya li Îmraliyê jî li ser têkçûn û kevneşopiya otorîter a sosyalîzma reel difikirî. Wî gelek berhemên rexneyî li ser vê mijarê nivîsîbû. Lê belê, serdema Îmraliyê derfet da ku ew ramanên xwe bi awayekî berfireh formule bike û binivîse. Öcalan di name û nivîsên xwe yên girtîgehê de dest bi şopandina ramyarên azadîxwaz û dij-otorîter ên cûda wek Bookchin, Wallerstein, Foucault, Braudel û Bakunin kiribû, lê Bookchin di vê guherînê de çavkaniya sereke ya îlhamê bû. Piştre, bi rêya parêzerên xwe, ji hemû şaredarên Bakurê Kurdistanê re pirtûka 'Bajarvaniya Bêbajar' û ji hemû milîtanan re 'Ekolojiya Azadiyê' pêşniyar kir. Wek nîşaneya rêzgirtina a ji bo xebatên Bookchin, Öcalan xwe wek 'şagirtê' fîlozof bi nav kir. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku di salên dawî de tu ramangêr li ser tevgera rizgariya Kurd bi qasî Bookchin bandordar nebûye.
Öcalan, ji ramanên Murray Bookchin ên li ser ekolojiya civakî sûdwergirt û bi awayekî afirîner vê teorîyê li gorî pêdiviyên Kurdan û konteksta Rojhilata Navîn adapte kir. Öcalan ji fikra avakirina dewleteke neteweyî û ji xeta otorîter a Marksîst-Lenînîst qetîya û ber bi modela konfederalîzma demokratîk ve çû. Lewre, gorî Öcalan armanca dewleta netewe ew e ku cûrbecûriya etnîkî û olî ya herêmê asîmîle bike û ji holê rake. Di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê (2020) de, Öcalan lêkolîneke berfireh li ser derketina holê ya hîyerarşî û serdestiyê û pêşketina wan di çarçoveyeke 5000 salî de analîz dike. Wekî Bookchin, Öcalan jî îdîa dike ku "gava mirov dest bi koletîkirina birayê xwe kir, wî dest bi koletîkirina xwezayê jî kir" (2020, r.32). Bi heman awayî, mîna Bookchin, Öcalan jî îdîa dike ku hîyerarşî û serdestî beriya dewletê û çînên civakî pêk hatiye. Lê belê, Bookchin gerontokrasiyê wekî forma yekem a hîyerarşîk a derketî holê dibîne, ji bo Öcalan forma hîyerarşîk a yekem patrîyarka ye. Li gorî wî, dewleta navendî, kapîtalîzm û neteweperestî encamên patrîyarkayê ne.
Öcalan, ji bo ku rê li ber îmkana sepandina "konfederalîzma demokratîk" li herêmê veke, hewl daye ku bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê kevneşopiyên azadîxwaz û komunal derbixe holê û vejîne. Ev hewldan di du cildên dawî yên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a pênc cildî de bi navê Krîza Şaristaniyê li Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk (2016) û Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê (2017) hatine şênberkirin. Öcalan di van cildan de dîroka şaristaniyê li Rojhilata Navîn wekî dîrokeke dijî-şoreşê li hemberî hemû kesên ku ji sîstema şaristaniyê hatine dûrxistin pênase dike. Ev dij-şoreşek e li hemberî jinan, ciwanan, civaka çandinî û gundî, eşîran, koçeran, tesewufê, Batinîtiyê û kêmneteweyên olî yên din ên herêmê (Öcalan, 2016b, r.75). Li hemberî vê dij-şoreşê, Öcalan dixwaze ku mîrateya berxwedan û serhildana "hêmanên şaristaniya demokratîk" di modeleke konfederalîzma demokratîk de li dijî modela netewe-dewlet vejîne û demokratîze bike.
Öcalan modela aborî ya projeyaxwe ya konfederalîzma demokratîk bi têgehên "xweseriya aborî" û "aboriya komunal" pênase kiriye. Ango ew îdîa dike ku xweseriya aborî "ne li ser kapîtalîzma taybet û ne jî li ser kapîtalîzma dewletê ava dibe". Li şûna vê, ew tekez dike ku her tişt derbarê demokratîzekirina aboriyê û hevahengkirina wê bi "civaka ekolojîk" re ye. Herwiha, ew lê zêde dike ku di vî modelî de "qezenc û berhevkirina sermayeyê hatiye kêmkirin", di heman demê de xweseriya aborî, "bazar, bazirganî, curbecuriya hilberînan, pêşbazî û berhemdariyê" bi temamî red nake (2016a, r.47–48; herwiha binêre Aslan, 2021, r.207–208). Bi dîtina wî, divê hemû hêzên bazarê li bin îradeya demokratîk a hemwelatiyan bên xistin ku ev îrade di komûnan an jî meclîsên gel de hatiye avakirin û derbirîn. Civakîkirina aboriyê tê wateya ku çavkaniyên aborî ji aliyê konsey û civakan ve bên birêvebirin û kooperatîfên girêdayî vê pergalê bên avakirin; ango ev model komunal e, ne dewletî ye û ne jî taybet e.
Di sala 2005'an de Öcalan bi weşandina “Danezana Konfederalîzma Demokratîk” li Kurdistanê, gazî guherîneke bingehîn a siyasî kir. Di danezanê de, li ser bingeha avahiya demokratîk a komî ya civaka xwezayî ya Kurdistanê, "demokrasiya ji jêr ve" pêşniyar dikir. “Dê meclîsên gund, bajarok û bajaran bên avakirin û dê rayeya biryardanê ya rastîn ji delegeyên wan re bê dayîn, ev jî tê wateya ku gel û civak bi rastî biryar didin." Konfederalîzma demokratîk a Öcalan hewldanek siyasî bû ku rizgariya Kurdan bi rizgariya mirovahiyê ve girê dida. Danezanê mafên takekesî û azadiya derbirînê ya her kesî, bêyî cudahiyên olî, etnîkî û çînî, pejirand. Di heman demê de "modeleke civaka ekolojîk teşwîq dikir" û azadiya jinan wek yek ji mijarên bingehîn didît. Bi rêya vê bernameyê wî wiha bang li gelê xwe dikir: "Ez bang li hemû beşên civakê dikim, bi taybetî jin û ciwan, ku rêxistinên xwe yên demokratîk saz bikin û xwe bi xwe birêve bibin." Konfederalîzma demokratîk li ser sê prensîbên bingehîn ava dibû: Demokrasiya ji jêr ve, azadiya zayendî û domdariya ekolojîk. Yekîtiya Civakên Kurdistan (KCK) di sala 2007'an de hat avakirin û pêşengiya projeya civakî ya ku Öcalan afirandibû kir. Vê projeya nû siyaseteke dij-hîyerarşî, pirçandî û li ser lihevhatinê teşwîq dikir û bi nêrîneke dij-dewletî hatibû şênberkirin. Li gorî vê îdeolojiyê, KCK'ê ji bo yekîtiya Kurdan, girêdana xwe bi sîstema konfederal a demokratîk a bêdewlet re ragihand.
Öcalan girîngiya rêxistinbûnê ji bo xweparastinê tekez kiriye. Bi rastî, wî bi awayekî qetî gotiye, "avakirina xweparastinê, her dem ji bo parastina civaka demokratîk pêwîst e" (2020, r.191). Rojava di sala 2012'an de bû laboratuwara siyasî ya vê modelê û di kantonên xwe de bi berfirehî bicîh anî. Vê pêvajoyê di heman demê de avakirina komîn, kooperatîf, meclis û saziyên civaka sivîl jî dihewand. "Di salên 2010'an de, ev veguherînên di tevgera Kurdî de, bi rêzek fikir û projeyên ku bi têgehên "xweseriya demokratîk", "konfederalîzma demokratîk" an "modernîteya demokratîk" dihatin çarçovekirin û îfadekirin. Bi kurtasî, armanca vê projeyê ew bû ku pirsgirêka Kurdî bi awayekî wisa çareser bike ku hebûna dewleteke netewî ne pêwîst be. Projeya xwe-birêvebirinê ya ku Bookchin û Öcalan pêş xistine, armanc dike ku mirovahiyê ji fikir û sazîyên hîyerarşîk rizgar bike.
Dîroka Şoreşa Rojava
Di 15'ê Adara 2011'an de, xwepêşandanên aştiyane li dijî rejîma otorîter a Beşar Esad û berteka hovane ya hikûmetê bû sedema Şerê Navxweyî yê Sûriyê. Di dema şer de welat parçe bû û ket bin kontrola çend hêzên cuda: Hikûmeta Esad, komên cuda yên muxalefetê -bi piranî Artêşa Azad a Sûriyê (ÖSO) û komên cihadîst." Di navbera tevliheviya şerê navxweyî de, di şeva 18'ê Tîrmeha 2012'an de, Kurdên Sûriyeyî yên çekdar kontrola riyên bajarê Kobanê yê li bakurê Sûriyê bi dest xistin. Huseyn Koçer, ku wê demê rayedarekî PYD'ê bû, gotibû: 'Hêzên Kurd daxwaza Artêşa Azad a Sûriyê red kirin û ji wan re gotin ku Kurd dikarin xwe bi xwe herêmên xwe kontrol bikin.” Di heman demê de, sivîlên kurd yûn li bajêr dijîyan hemû saziyên dewletê yên di bajêr de dorpêç kirin û bi dest xistin. Serhildana li Kobanê, di nav çend rojan de di nav bajarên din ên bi piranî Kurd lê dijîn li bakurê Sûriyê belav bû. Rojek piştî derxistina hikûmeta Baas ji Kobanê, gel di 21'ê Tîrmehê de kontrola saziyên hikûmetê yên li Efrîn û Amûdê, û herwiha li Dêrikê û tevahiya Herêma Cizîrê jî bi dest xist. Hêzên hikûmeta Sûriyê, bêyî ku tenê guleyekê jî biteqînin, ji van herêman vekişiyan (ji bilî Qamişlo û Hesekê).
Avahiyên polîsan bi lez ji sembolên dewleta kevn hatin paqijkirin û dest danîn ser dosyeyên girîng. Komîteyên Parastina Sivîl hatin avakirin û ew bi peywira ewlekariya herêmên bi piranî Kurd lê dijîn hatin erkedar kirin. Piştî demeke kurt, di 20'ê Tîrmehê de, wan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kirin. Di heman rojê de, endamên PYD'ê li hemû avahiyên hikûmetê yên li bajarên nû rizgarkirî, li kêleka ala PKK'ê, ala Kurdistanê (Ala Rengîn) jî daliqandin. Bajarê Qamişlo, her çiqas piraniya wê Kurd be jî, ji nifûsên Suryanî, Ermenî û Ereb yên bi rêjeyeke girîng pêk tê. Ji ber vê yekê, tenê taxên ku Kurd lê dijîn ji aliyê PYD'ê ve hatin bidestxistin. Navenda bajêr, deriyê sînor ê ber bi Tirkiyeyê ve, baregeheke mezin a li bakur û balafirgeha bajêr di destê hikûmetê de man.
Beriya Şoreşê û Pêşengên Siyasî
Hevserokê Qamişloyê Perwîn Yûsif, demên beriya şoreşê wiha bi bîr tîne: “Wê demê ji bo me wek gelê Kurd gelek zehmet bû. Beriya şoreşê em wek kole dijiyan. Em ji aliyê rejîmê ve dihatin perçiqandin. Me nikaribû xaniyên xwe ava bikin û me nikaribû zarokên xwe bişînin dibistanan da ku zimanê xwe hîn bibin. Ji ber vê yekê, me xwe di nav têkoşînekê de rêxistin kir ji bo azadî, nasnameya xwe û ji bo ku em bikaribin bi zimanê xwe biaxivin. Me dixwest li ser axa xwe, li gor zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Şoreşên li Tûnis û Misirê ji bo me bûn çavkaniyeke mezin a îlhamê. Me dît ku gelê me roj bi roj bêtir hewcedarî guherînekê û şoreşekê ye. Tenê bi pêkanîna vê şoreşê gengaz bû ku her kes mafên xwe yên bingehîn bi dest bixe û bibe endamên çalak di civakê de" (Hevpeyvîn bi Perwîn Yûsif re (27'ê Hezîrana 2022).
Lê belê Perwîn Yûsif diyar dike ku beriya şoreşê, di nav nifûsa Kurd a li Sûriyê de rêxistinên veşartî yên xweser û saziyên siyasî hebûn. Ji ber zextên dewletê, tevgerên rizgariya Kurd xwedî bandoreke xurt bûn li ser civakê. Bi vî awayî, şoreşa 2012'an xwe li ser bingeha van saziyên heyî avakir. Di sala 2003'yan de PYD, wek şaxa PKK'ê ya li Sûriyê hat damezrandin, ku PKK heta sala 1998'an li Sûriye û Lubnanê çalak bû. Di sala 2004'an de, di pêşbaziyeke futbolê de li Qamişlo, serhildaneke li seranserê bajêr dest pê kir. Di dema pêşbaziyê de pevçûnên tund di navbera alîgirên Kurd û Ereb de çêbûn û bêguman hêzên hikûmeta Sûriyê alîkariya Ereban kirin. Piştî tepisandina tund a serhildana Qamişloyê, Kurdan ji vê bûyerê derseke girîng a siyasî derxistin ku divê ew yekîneyên xwe yên parastinê yên çekdar ava bikin. Lê belê, heya ku qelsiyeke mezin di hêza dewleta Sûriyê de çênebûya, Kurdan nikaribû guherînên girîng pêk bianiya.
Di sala 2010'an de, bi awayekî nepêşbînkirî, erdnîgariya Erebî bi xwepêşandanên li dijî hikûmetan hejiya û serhildan di sala 2011'an de li ser axa Sûriyê jî geş bû. Di dema vê serhildanê de, ciwanên Kurd bi lez û bez xwe rêxistin kirin û komîteyên herêmî ava kirin ku hewldanên xwe bi çalakvanên li dijî hikûmetê yên li deverên din ên Sûriyê re hevaheng bikin. Wek mînak, Yekîtiya Komîteyên Hevahengiyê yên Ciwanên Kurd, ku pêşengiya tevgera protestoyê li bajarên Kurdan dikir, xwe gihand komên ciwanan li bajarên Şam û Humsê bi armanca yekkirina daxwazên xwe yên siyasî. Kontrola dewleta Sûriyê li ser herêma Kurdistanê di Tîrmeha 2012'an de qedîya. Heta îro jî tê nîqaşkirin ku gelo paşvekişîna Artêşa Sûriyê radestkirineke plansazkirî bû di navbera PYD û hikûmeta Esad de, an jî paşvekişîneke neçarî bû. Lê belê, di wê demê de qelsiya hikûmeta navendî jî helbet nayê înkarkirin. Terkkirana qadên dewlemend ên petrolê yên herêmê dide fikirandin ku ev paşvekişîneke bêdil bû.
Wek encama vê şoreşê, projeya xweseriya demokratîk hat îlankirin. Di zivistana 2014'an de, kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê, ku piraniya wan Kurd in, xweseriya xwe li hemberî hikûmeta Sûriyê îlan kirin. Piştî hilweşîna kontrola dewletê, koalîsyoneke ji partiyên Kurd û komên ne Kurd û rêxistinan pêkhatî, rêveberiyeke alternatîf ji bo herêma bajarên bakurê Sûriyê hatî avakirin. Erkên wan belavkirina xwarin û sotemeniyê, perwerde, xweparastin û rêxistinkirina dadê bûn. Perwîn Yûsif, di daxuyaniya xwe de got ku şert û mercê pêşîn ê pêkanîna vê fikra xweseriya demokratîk, bi saya çalakîyên gelê herêmî bû: “Tişta herî girîng ji bo me, pêkanîna yekitiyê di nav gel de bû. Ev tişta herî girîng bû. Ji ber ku rejîma Sûriyê hewl dida ku mirovên cuda ji hev biqetîne, di navbera nasname yên etnîkî û olî yên cuda de rewşeke şer û pêvçûnê bi afrîne. Ji ber vê yekê, beriya ku em meclis û komûnan ava bikin, wek bingehekê, pêwîst bû ku mirovên cuda bên cem hev, baweriya xwe bi hev bînin û ji hev hez bikin. [...] Ji bo ku em dest bi xebatên xwe bikin, ev yekitiya gel pêwîst bû. Me hemû saziyên din ava kirin ku mirov bikaribin lê bicivin û xwedî qadeke hevbeş bin û me hemû xebatên din li ser vê esasê pêk anîn.' (Hevpeyvîn bi Perwîn Yûsif re).
Rêxistinên gel, li ber çalakiyên tol û wêrankirinê pêşîgirtina û bingeha bajarên ku hîn saxlem bûn hatin parastin. Avahiyên dewletê yên kevn ku destûr nedidan mirovan bikevinê, hatin veguherandin, ev avahî bûne navendên çandî û saziyên perwerdeyê.
Parastina Leşkerî û Hevgirtina Civakî
Rêveberiya Rojava, di avakirina saziyên xwe de, di berdewamkirina warê gelwarî û di afirandina baweriyê di nav gel de bi awayekî nisbî zû bi ser ket. Rêveberiya PYD'ê her wiha meaşên hemû şervanên YPG'ê dan û bi vî awayî di demên tengasiya aborî de ji bo beşeke mezin a gel çavkaniyeke hêja ya dahatê peyda kir. PYD, gelek stratejiyên PKK'ê pejirand, ji bo parastina jinan ji istismarê û misogerkirina beşdarî û wekheviya zayendî, gelek tedbîr girtin. Bo nimûne, di hemû saziyên rêveberiya herêmê de hevsengiya zayendî hat danîn: Hat ferzkirin ku herî kêm 40% endamên hemû saziyên herêmê jin bin. Ev pratîk herwiha 4'ê Nîsana 2013'an de bû sedema damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ). Wek tê zanîn ev rêxistin tenê ji jina pêk tê. Di Adara 2013'an de YPG/YPJ kontrola qadên petrolê yên li nêzî Rimelanê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi dest xist û bi vî awayî çavkaniyeke girîng a dahatê bi dest xist. Herwiha piştî serkeftinên Kobaniyê, YPG/YPJ di Hezîrana 2015'an de bajaroka Tel Ebyed derdest kirin û ev bajarok di destê DAIŞ'ê de bû. Bi vî awayî kantonên Cizîrê û Kobaniyê cara yekem bi hev ve hatin girêdan. Girtina Tel Ebyedê gaveke gelek girîng bû ji bo YPG/YPJ. Ev bajarok di navbera herêmên Kurdan de bû û girtina wê rê li ber yekîtiya erdnîgarî ya herêmên Kurdan vekir. Ji bo xurtkirina hevpeymana li dijî DAIŞ'ê, di Cotmeha 2015'an de, li ser daxwaza hevalbenda Amerîkayê, YPG/YPJ û hevalbendên wan, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) damezrandin. Ev hevpeymani bû hêza sereke ya bejahî di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de.
Paşê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hat damezrandin û di 10'ê Berfanbara 2015'an de hat hilbijartin. Hem HSD û hem jî MSD, girêdayî armanca Sûriyeyeke sekuler, demokratîk û federal in. MSD mecliseke siyasî ye û partiyên siyasî, rêxistin û komên cuda (eşîr, Êzidî û hwd.) yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike. Operasyonên leşkerî yên ku HSD'ê piştre pêk anîn, hemû herêmên di bin destê DAIŞ'ê de (Minbic, Reqa) li rojhilatê Sûriyeyê bi serkeftî hatin rizgarkirin. Xaleke din a girîng a werçerxanê, di sala 2015'an de rizgarkirina bi deh hezaran Êzidiyan bû ku li Çiyayê Şengalê asê mabûn dema ku hewl didan ji dagirkirina DAIŞ'ê birevin. Ji sala 2014'an ve şervanên DAIŞ'ê di dema dagirkirina li Başûrê Kurdistanê de bi hezaran jin û keçên Êzidî tecawiz kiribûn û kiribûn kole. Van hemû çalakiyan, pozîsyona Rêveberiya Xweser a bi serokatiya PYD'ê û ya ku ji aliyê HSD'ê ve tê parastin, wek hêza siyasî-leşkerî ya hegemonîk li bakur-rojhilatê Sûriyeyê xurt kir.
Êrîş û Dagirkeriyên Tirkiyeyê
Tirkiye, ku xwedî artêşa duyemîn a mezin a NATOyê ye, eşkere kir ku ew ê qebûl neke ku li bakur-rojhilatê Sûriyeyê herêmeke xweser a Kurdî (wek herêma Kurdistanê li Iraqê) derkeve holê. Tirkiyeyê cara yekem di dema operasyona 'Mertalê Firatê' ya 2016'an de Sûriyeyê dagir kir. Enqereyê bi fermî operasyon wek li dijî hêzên “terorîst” ên li ser sînorên xwe pênase kir, lê Tirkiye bi çendik û çend salan bi DAIŞê re li ser vê sînorê dijiya. Di rastiyê de, vê dagirkeriyê xizmet kir ku bi awayekî fizîkî pêwendiya erdnîgarî ya di navbera kantonên Kobanê û Efrînê de asteng bike.
Metirsiya herî mezin a Kurdan operasyona leşkerî ya dê bi navê 'Şaxa Zeytûnê' (2018) dest pê bikira, ji ber ku beşa şêrvanên mezin bi şerê li dijî DAIŞê li Dêra Zorê re mijûl bû. Hêzên Tirk û hevalbendên wan ên Sûrî, piştî ku hêzên Rûsî li gorî lihevkirinekê bi Tirkiyeyê re ji herêmê vekişiyan, kantona Kurdî ya Efrînê dagir kirin û eşkere kirin ku Kurd ji aliyê siyasî ve wek aktoreke nedewletî ya nenaskirî bê qebûl kirin. Tirkiyeyê di 24'ê Adara 2018'an de bi piranî bi saya serdestiya kontrola hewayî tevahî ya Efrînê bi dest xist. Di operasyonê de çend sed welatiyên sivîl ên Kurd hatin kuştin. Bi hezaran sivîl neçar man ku ber bi Kurdistana Iraqê an Tirkiyeyê ve birevin. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 260,000 Sûrî (piraniya wan Kurd) li herêma Kurdistana Iraqê dijîn.
Tirkiyeyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi alîkariya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) û komên Îslamî yên din, di bin navê 'Kaniya Aştiyê' de herêmên rêveberiya xweser cardin dagir kir. Dagirkerî piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji herêmên Kurdî pêk hat. Tirkiyeyê di çend nameyên ku ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsîn de vê dagirkerîyê meşrû kir û li gorî Madeya 51'ê ya Peymana NY'ê mafê xweparastinê li hemberî "gefeke rasterast û nêzîk" pêş xist û îdîa kir ku "ew ê vê operasyonê bi armanca piştgiriya hewldanên vegera ewle û dilxwazî ya Sûriyeyên koçber bo malên xwe pêk bîne". Lê di demên dawî de ev eşkere bû ku armanca rastîn ya operasyonê paqijiya etnîkî ya Kurdên li wir dijîn bû.
"Aboriya Civakî”
Erkê yekem ê Rêveberiya Xweser piştî şoreşê ew bû ku bi rêya rêveberiyên şaredariyan pêdiviyên bingehîn pêk bînin. Bi awayekî lezgîn li ser astên şaredarî û herêmî, civat û komîsyonên aborî hatin damezrandin. Bi beşdarkirina saziyên heyî di pergala konseyan de bi awayekî qonax bi qonax ev yek bi ser ket. Konseyan herwiha kontrola buhayan jî pêk anîn. Di roja duyem a şoreşê de, komîsyonên aboriyê sînorên buhayan li bazaran û kargehan danîn, bi vî awayî rê li ber spekulatoran girtin. Di derbarê petrolê de, rafinakirina petrolê ya xav bo dîzelê di havîna 2013an de dest pê kir, ev jî alîkarî kir ku Cizîrê ji aliyê aborî ve bibe xwedî îstîqrar. Dîzel ji bo otomobîlan, jeneratoran, germkirinê, karûbarên biçûk û hilberîna çandiniyê tê bikaranîn. Konseyan, ji bo sivikkirina zehmetiyan, rafinakirina bi qasî têr organize kir û kontrola buhayan ev yek kir tiştekî berdest. Îro, lîtreyek dîzel bi nîvê buhaya beriya şoreşê dikeve destê mirovan, ev jî rehetiyeke girîng anî jiyana mirovan. Lê belê, pêvajoya rafinakirina heyî dîzeleke bi kalîteya kêmtir hildiberîne, ev jî dê di demeke dirêj de zirarê bide jenerator, erebe û makîneyan, ji ber vê yekê konsey li rêbazên çêtir ên rafinakirinê digerin.
Gava ku ramanên aboriya civakî hatin pejirandin, pergala konseyan bû hêza pêşvebirê vê pêvajoyê. Li Rojava, nêzî ji sedî 80'ê erdê di bin desthilata rejîma Sûriyê de hatibû netewîkirin. Piştî şoreşê, ev erdê ku berê yê dewletê bû, hat civakîkirin, ango, ew erd li gel hatin belavkirin. Di sala 2015'an de, tenê li Serêkaniyê zêdetirî 2.500 hektar erd ji yên ku berê yên dewletê bûn, ji nû ve li konseyan hatin belavkirin û hêj bêhtir jî dê werin belavkirin. Kooperatîfên pêşîn di sala 2013'an de dest bi xebatê kirin. Li Cizîrê, kooperatîfan di sala 2015'an de 50.000 darên fêkiyan çandin û hewldan hatin dayîn ku çandinî li gorî pîvanên ekolojîk bê curbicurkirin û yekçandiya genim bê guhertin. Li Serêkaniyê heta niha 25.000 donim erd li kooperatîfan hatiye belavkirin. Dema ku erd ji mayînan bên paqijkirin, dê erdên bêhtir bên peyda kirin.
Li bajaran jî kooperatîf tên sazkirin. Ji bo çêkirina nan, hilberîna tekstîlê, dirûn û tamîrat, çêkirina penêr û hilberîna berhemên şîr ên din, çandina fistuqê erdê û nîskan û firotina malzemeyên paqijiyê kooperatîf hatin avakirin. Di dawiya sala 2015'an de li Cizîrê toreke ji kooperatîfên biçûk pêk hat. Ji ber ku Xweseriya Demokratîk tevgereke dijî-navendîparêziyê ye, aboriya wê jî li ser hilberîna xwecihî ya otonombûyî ava dibe. Çavkaniyên sereke yên aboriyê, çandinî û xwedîkirina ajalan, kargehên biçûk û bazirganiya biçûk e. Mirov nikare behsa hebûna pîşesaziyê bike. Çend fabrîke bi piranî ji kargehên biçûk ên ku tekstîl, şampo an jî konserve ji bo bikaranîna malê çêdikin, pêk tên. Ji ber ambargoyan, îthalata madeyên xav (daring) ne gengaz e. Di salên dawî de ji ber koçberîya li herêmê, karên înşeatê bi lez mezin bûye. Dema rejîma Baasê de qedexeyek li ser avahiyên bilind hebû. Tenê destûr dihat dayîn ku Kurd xaniyên yek qatî ava bikin. Niha rê tê dayîn ku avahiyên heta çar qatî bên çêkirin. Li gorî hejmarên fermî, Rêveberiya Xweser nêzîkî 250.000 kesan îstihdam dike û di nav vê hejmarê de nêzîkî 100.000 kes ji hêzên çekdar pêk tê. Li gel budceya giştî, budceyeke zêde û cuda jî ji bo artêşê heye. Budceya sivîl a 2022'an 981 mîlyon dolarên Amerîkî bû, û çavkaniyên sereke yên dahatê firotina petrolê, baca dahatê û bacên îthalatê ne. Qadên petrolê yên li Hesekê û Dêra Zorê çavkaniyên bingehîn ên dahatê ne.
Armanca vê pergalê ew e ku beşdariya gel di biryarên aborî de jî zêde bike û li civakê belav bike. Taybetmendiyên bingehîn ên aboriyê bi giştî ev in; berjewendiyên civakê li pêş in, gel xwedî desthilatdarî ye di biryardayînê de, kooperatîf sazîyên herî girîng ên karsaziyê ne û di çareserkirina hemû pirsgirêkên têkildarî aboriyê de, şaredarî navnîşana herî berfireh a rêveberiyê ye. Di heman demê de, Rojava xwe wek alternatîfek ji bo aboriyên kapîtalîst û sosyalîst ên dewletî dibîne. Pergal ne li ser fikra bazarê û ne jî li ser fikra dewletê ava bûye, li ser yekeyên “xwe-birêveber” ava bûye. Rêveberiya kooperatîfan ji aliyê şaredariyan ve tê hilbijartin û ji aliyê komîteyên wan ên aborî ve tê kontrolkirin, ev qeyd wan ji kargehên taybet vediqetîne. Her wiha, divê hemû kooperatîf piştgiriya prensîbên ekolojîk bikin. Heke kooperatîfek li van qeydeyan negerîne, komîte dikare wê fesih bike. Kooperatîf di sektorên din ên aborî de jî pêş ketine, bi taybetî di pîşesaziyên tekstîl û şîr de, lê herî zêde di nanpêjiyê de. Ji bo azadiya jinan, kolektîfên taybet ên jinan jî tên teşwîqkirin da ku derfetên kar ji bo jinan bên afirandin û di çarçoveya aboriya kolektîf de serxwebûna wan a aborî bê piştgirîkirin.
Hikûmeta xweser xwedî hêzeke mutleq nîne li ser beşên berfireh ên aboriyê. Bo nimûne, rejîma li Şamê berdewam e li dayîna meaşên bi deh hezaran karmendên (sektorên petrol û perwerdeyê) dewletê. Rêveberiya xweser her wiha di çarçoveya bazara pare (dirav) de bi awayekî mezin girêdayî bankeyên Sûriyê ye. Her çend rêveberiya xweser di demên dawî de bankeya xwe ya serbixwe ava kiribe jî, bandora wê pir kêm e. Wekî din, ew hîn jî diravê Sûriyê bi kar tînin.
Konfederalîzma Demokratîk armanc dike ku aboriyeke komûnalîst ava bike. Ev aboriya nû xwe wek aboriya civakî bi nav dike û xwe hem ji neolîberalîzma modernîteya kapîtalîst hem jî ji kapîtalîzma dewletê ya Sosyalîzma Reel cuda dike. Armanca bingehîn ew e ku aboriyeke alternatîf ava bike ku ne li ser lêgerîna karê ava bibe, lê li ser belavkirina dadmend a serweriyê be. Kooperatîf stûnên herî girîng ên vê pergala aborî ne. Rojava, hewl dide ku bi awayekî sîstematîk pêdiviyên bingehîn ên mirovan pêk bîne, bo nimûne bi avakirina aşên ardê û firin ên kooperatîfî. Li gorî Peymana Civakî, xwarinên bingehîn û çavkaniyên xwezayî yên gel in, ji ber vê yekê buhayên wan ta ku mimkun be kêm tên girtin. Di encamê de, armanc ew e ku her beş bi awayê kooperatîfî bê organîzekirin. Di avakirina riyan de, di xizmetên gelemperî de, di çandiniyê de, di bazirganiyê de, di kargehan de, bi kurtî di hemû beşan de kooperatîf tên avakirin.
Kooperatîfên ku ji bo zêdekirina hêza aborî û serxwebûna jinan hatine avakirin, yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên vê şoreşê ne. Di 10'ê Hezîrana 2012'an de li Qamişlo komîsyona aborî ya Yekîtiya Star civiya û biryar da ku li her bajarî komîsyoneke aborî ya jinan bê avakirin da ku piştgiriya avakirina kooperatîfên jinan bike. Avakirina kar ji aliyê jinan ve û beşdarbûna wan di jiyana kar de, li Rojava tiştekî bi temamî nû ye; beriya rizgariyê tiştekî wiha nedihat fikirîn û tenê çend jin dikaribûn wek mamoste, bijîşk an parêzer bi awayekî profesyonel bixebitin. Piraniya wan hîna jî ji aliyê aborî ve girêdayî mêrên xwe an malbatên xwe ne. Silvan Afrîn, nûnera aborî ya Yekîtiya Star li Dêrikê, ji me re got: "Jinên me ne xwedî erdên xwe ne û ne jî derfetên wan ên qezenckirina pereyan hene. Ji bo her du pirsgirêkan jî çareseriya me kooperatîfên jinan in. Em, bo nimûne, deh jinan tînin ba hev û bi wan re diaxivin û fêr dibin ka ew dikarin çi karî bikin. Em alîkariya wan dikin ku projeyên xwe pêş bixin heta ku dikevin rewşa xebatê. Me erd da jinên bê erd û alîkariya wan kir ku dest bi çandiniya erdê bikin."
Kooperatîfa Dirûnê li Qamişlo yek ji mezintirîn projeyên Yekîtiya Star kooperatîfeke dirûnê ye li Qamişlo. Bîst û sê jinên kurd û ereb û du mêr, piraniya wan penaber in ji Heleb, Şam, Reqa û Idlibê, di vê kooperatîfê de ku navê wê Warşîn e, debara xwe dikin. Karxane di Cotmeha 2013'an de bi du makîneyên dirûnê û çar karkeran dest bi xebatê kiriye. Niha 40 makîne û 25 karker cilûberg ji bo kantona Cizîrê çêdikin. Ew rojê heşt saetan dixebitin û her hefte nêzî du hezar cilûbergan hilberînin. Yek ji makîneyan ji bo dirûtina nîşanan li ser elbiseyên Asayîşê tê bikaranîn.
Nîqaşên li ser naskirina kar û xebata nediyar û bêpere ya ku jin di nav malê de dikin û civakîkirina vê xebatê jî berdewam dikin. Aborînas Azize Aslan wiha gotiye: "Em dixwazin ku hemû karên 'nediyar', bi destpêkirina ji karên malê, bên civakîkirin. Çima jin di malê de makîneya cilşuştinê bi kar bînin? Çima ji bo gund an taxekê cilşoyxaneyek nebe? Çima zarokxaneyek an aşxaneyên hevpar nebin? ... Rêbazên çareseriyê yên wek van dikarin dabeşkirina kar a li ser bingeha zayendî ji holê rakin."
Avakirin û Xurtkirina Saziyên Demokratîk
Ji daxuyaniya xweseriyê li Rojava û vir ve, di bin rola serdest a PYD'ê de, gel ji bo afirandina sazî û mekanîzmayên rêveberiyê bi vîzyona civakeke nû ve têdikoşe. Bingeha Şoreşa Rojava ji fikra "netewa demokratîk" û "konfederalîzma demokratîk" a ku ji aliyê rêberê PKK'ê yê girtî Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, pêk tê. Ocalan, bi awayekî rexneyî li ser dîroka otorîter û Marksîst-Lenînîst a PKK'ê hûr bûye û bi taybetî ji nivîsên teorîsyenê anarşîst ê Amerîkî Murray Bookchin bi awayekî afirîner sûd wergirtiye û konfederalîzma demokratîk wek "demokrasiya bêdewlet" pênase kirîye. (Abdullah Ocalan, 2011). Li gorî Ocalan ev, "federasyona civakên cuda yên etnîkî, çandî, olî, rewşenbîrî û aborî ye ku dikarin xwe bi awayekî xweser wek yekîneyeke siyasî îfade û vesaz bikin." (Abdullah Ocalan, Konfederalîzma Demokratîk, r. 21). Ev proje; qayîşok, pir-çandî, dijî-navendîparêz û li ser lihevkirinê ye. Ekolojî û femînîzm stûnên bingehîn in. Di çarçoveya vê cureya xwerêveberiyê de, helbet aboriyeke alternatîf jî dê bibe pêwîst. Wek ku Hevseroka Komîteya Rêveber Berîvan Xalid jî diyar kir: "Rêveberî li ser esasa neteweya demokratîk hatiye avakirin, ev tê wê wateyê ku divê mafên her kesî bên parastin: Kurd, Ereb, Ermen, Suryanî, Turkmen û Çerkez jî di nav de" (Hevpeyvîn bi Berîvan Xalid re, 23'ê Nîsana 2022). Ji ber vê yekê konfederalîzma demokratîk hem xetek siyasî ye, hem jî alternatîfek radîkal û pragmatîk e ji çareseriyên neteweparêz re. Ew di heman demê de pêvajoyeke helandina dewletê ye bi rêya xwe-rêxistinkirina civakên etnokulturel ên curbecur di nav konsey û kominên gel de, û bi awayekî sîstematîk têkiliyên hîyerarşîk û patriyarkal ên dewletên heyî bi têkiliyên xwebirêvebirina beşdar a li ser bingeha wekheviya zayendî re diguherîne. Bi kurtasî, “konfederalîzma demokratîk” hewldanek e ji bo avakirina civakeke demokratîk li derveyî dewletê.
Rola Jinan
"Ev jin ne tenê xwe, hemû jinên Sûriyeyê diparêzin" (Asya Abdullah)
Di dîrokê de belkî jî cara yekem e ku jin di rêxistinkirina şoreşekê de ewqas roleke çalak dilîzin. Hem li eniyan şer dikin, hem li astên fermandariyê cih digirin û hem jî beşdarî hilberîna çandiniyê dibin. Bi kurtasî, li Rojava tu cih tune ku jin lê nayên dîtin. Li her derê ne û beşek ji her tiştî ne. Li gorî Öcalan, azadiya jinan ji bo azadiya civakê bi giştî û bi taybetî ji bo Kurdan pir girîng e. Öcalan dibêje ku "heta jin azad nebin, welatek nikare azad bibe" û "asta azadiya jinê, asta giştî azadiyê di civakê de nîşan dide". Ew, ji analîza civakî-dîrokî ya Bookchin ya derbarê serdestiya patriarchal û hiyerarşiyê gelek sûd wergirtiye, pêşniyar dike ku jin ne tenê beşdarî pêvajoya demokratîk dibin, lê dikarin wê biguherînin û saziyên xwe yên taybet ava bikin. Ocalan, bo ku jin di jiyana civakî de xwe nas bikin, xwe pêş bixin û ji perspektîfa jinê nêrîneke alternatîf a rastiya civakî pêşkêş bikin, têgeha “Jineoloji”yê pêşniyar kir, ev têgeh tê wateya "zanista jinê". Armanca wê ew e ku perspektîfeke nû ji bo lêkolîna civakê û dîrokê ji çavê jinan pêşkêş bike (Öcalan 2013).
Bi taybetî jinan, bi saya sîstema komun û konseyan a rêveberiya xweser, gelek kesp bi dest xistine. Wan di rêxistinkirina komunê de rolek girîng lîstin û didomînin. Bi taybetî di komîteyên lihevhatinê de fonksiyonek wanên pir girîng heye. Statû û rolên wan ên civakî, bi beşdariya çalak a jinan li hemû qadên jiyanê guherîn. Her wiha, tundiya li dijî jinan êdî nayê qebûlkirin û komun û komîte di rewşên tundiyê de (di nav malbatê an jî derveyî malbatê) bi çalakî piştgiriyê didin jinan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan. Komîteya aştî û lihevkirinê, pirsgirêkên malbatî çareser dikin. Eger zilamek li jinekê bixe, herî kêm mehekê cezayê girtîgehê distîne. Navenda Jinên Sara li Qamişlo bûyerên tundiya nav malê lêkolîn û belge dike. Asayîşa Jin ji bo bi cih anîna bangên alîkariyê yên jinan, hertim li ser kar amade disekine. Her wiha, bingehên nû yên qanûnî jî hene. Wek mînak, jin êdî dikarin tenê doza mîratê vekin û mafên xwe yên mîratê yên ku berê ji wan re dihatin redkirin (bi taybetî di sîstemên civaka muhafazakar, eşîrî û olî de) li hember mêran daxwaz bikin.
Tevgera jinan di heman demê de rojnameyek bi navê Dengê Jiyan jî derdixe; di vê rojnameyê de gelek gotar li ser dîroka jinan û şîroveyên li ser mijarên wek "malbata demokratîk" cih digirin; her wiha nûçeyên derbarê qanûna malbatê ya ku di demên dawî de ji meclisê derbas bûye jî tên weşandin. Ev qanûn ji aliyê jinan ve ji Komîteya Bilind a Destûrî hatibû pêşniyarkirin; piştî ku qanûn hat pejirandin, ji bo hemû kesên li Rojava bendîkar bû. Di encamê de, zewaca zarokan û zewaca bi zorê jî, wek berdêl û pirjinî, êdî qedexe ne. Ji Tevgera Jinên Ciwan, Doz Kobanî wiha dibêje: "Beşa herî girîng a xebatên me xebatên jinan in. Rêberê me Abdullah Öcalan dibêje, heta ku jin azad nebe civak nikare azad bibe. Ji ber vê yekê, em bi taybetî li jinên ciwan digerin û xebatên perwerdehiyê dikin. Em pêşî dîroka şaristaniyê û dîroka 5.000 salî ya patriyarkaliyê lêkolîn dikin. Em cihê jinê di civakê de beriya patriyarkaliyê û tiştên ku mêr ji wê demê heta niha di hemû serdeman de li jinê kirine vedibêjin. Ev nîqaş ji bo me pir girîng in." (Revolution in Rojava, 2016, r.66).
Paralel bi sîstema komîn û konseyan, sazî û rêxistinên jinan ên taybet hene. Di nav van de meclis, akademî, kooperatîf, weqif, komele, partî û hwd. rêxistinên ku ji aliyê her kesî ve tên zanîn in. Di hemû saziyan de rêjeya kotaya jinan heye. Li Efrînê, 65% saziyên civaka sivîl, siyasî û leşkerî êdî ji jinan pêk tên ku xwe bi xwe rêxistin dikin. Ev yek rêveberiya komînal, meclis û komîsyonan jî dihewîne. Di 44 saziyên şaredariyê de 55% karmend jin in. Di sektora çandiniyê de ev rêje 56% ye, di enstîtuyên ku perwerdehiya Kurdî didin û di sendîkaya mamosteyan de rêjeya jinan 70% ye. Di sektora perwerdehiyê de rêjeya jinan di nav mamosteyan de hîn bilindtir e: Li Kobaniyê ev rêje nêzîkî 80% ye, li Tirbespiyê jî nêzîkî 90% ye.
Ji ber pirsgirêkên taybetî û zêde ên jinan, di sala 2005'an de rêxistineke xweser a jinan a bi navê Yekîtiya Star hate avakirin û niha ev rêxistin wek Kongreya Star tê zanîn û wek rêxistineke serban ji bo hemû saziyên xurtkirina jinan di civakê de xizmet dike. Yekîtiya Star, bi armanca pêşxistina berjewendiyên jinan û teşwîqkirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaza zayendî, li her navçeyeke kantonan û herwiha li bajarên Sûriyeyê yên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, meclîsên jinan ava kir. Ev meclis ji bo hemû jinan organên biryarstandinê yên bi hev ve girêdayî ne. Li gel Kongreya Star, “Malên Jinan” hatin vekirin. Li gorî prensîbên siyasî, divê di her gundî de herî kêm “Malek Jinê” hebe. Ev sazî di parastina jinan, xurtkirina wan û azadkirina wan de rolek çalak dilîzin, bi hewldana rizgarkirina ji bingehên patriyarkal ên dewlet û civaka muhafazakar.
Yekîtiya Star bi avakirina akademiyên jinan, gaveke stratejîk avêt. Ev akademî, di destpêkê de tenê ji bo avakirina xwebawermendiya jinan bûn, paşê ji bo mêran jî dest bi perwerdehiyê kirin da ku mêr têkiliyên desthilatdarî û patrîarkal ên serdest di civakê de analîz bikin. Armanca vê perwerdehiyê helbet ji bo guherîna tevahiya civakê bû. Avakirina akademiyên ku jin û mêr bi hev re perwerde dibin, nîşaneya hewldana avakirina civakeke wekhev û demokratîk e. Akademiyên jinan bi dayîna perwerdehiya zimanê dayikê jî roleke girîng lîstin, çand û nasnameya Kurdî li hember asîmîlasyonê parastin. “Li Zanîngehên Rojava beşên jineolojiyê hatin vekirin û jineolojî ji bo hemû qadên perwerdehiyê bû derseke mecbûrî. Akademiya Jineolojiyê ya Andrea Wolf heta niha bi sed hezaran dewreyên perwerdehiyê pêk anîn ku tê de hem beşdarên herêmî hem jî yên navneteweyî cih girtin. Ji aliyê din ve, Akademiya Jineolojiyê ya Andrea Wolf, bi komîteya perwerdehiyê ya Kongreya Star û komîteya perwerdehiyê ya rêveberiya xweser hemû naveroka dersan ji pola pêşdibistanê heta lîseyê ji nû ve nirxandin û naveroka perwerdehiyê ji perspektîfa jinê ve ji nû ve saz kirin. Her cureyên nêzîkatiyên ku dê dijminatiya jinan, cinsiyetparêzî, nijadperestî û cudakariya olî biafirînin ji bernameya perwerdehiyê hatin derxistin” (Dîroka Jinên ku li Rojava Dîrokê Dinivîsin, Azize Aslan, Kovara Lêkolînên Kurdî, Hejmara 10em).
Şoreşa Rojava, bi çalakvanên xwe yên pêşeng ên jin, dikare bibe katalîzora îmajeke nû ya jinê li seranserê Rojhilata Navîn. Jinên Êzidî li Şengalê û jinên Ereb li bajarên xwe dest bi rêxistinkirina xwe li gorî vî modelî kirine. Li Ewropayê jî van pêşveçûnan coşeke mezin afirand. Feministên li Almanyayê ku sîstema akademiyê ya li Rojavayê teqlîd dikin, dest bi keşfkirina vê xebata perwerdehiyê kirine.
Peymana Civakî
Guherînên rêxistinî û herêmî ne tenê di navên cûrbecûr ên Rêveberiya Xweser de, her wiha di belgeyên bingehîn ên qanûnî de jî tên nîşandan. “Peymana civakî' ku versiyona yekem a 'destûra' Rêveberiya Xweser e, di sala 2014'an de ji aliyê kantonan ve hat pejirandin û tê sepandin; her kantonê di sê rojên cuda de daxuyaniya xwe ya xweseriya demokratîk weşand. Peymana civakî ya 2014'an cihê navendîkirina ku ji aliyê partiya Baas a desthilatdariya berê ve hatibû sepandin digire û erkên dewletê li ser serweriya kantonan û Rêveberiya Xweser belav dike. Lê dîsa jî meşrûiyeta dewleta Sûriyê red nake. Ev peymana civakî sîstemeke siyasî ya li ser bingeha demokrasiya beşdar, wekheviya zayendî û ekolojiyê pêşbînî dike. Her wiha, armanc dike ku pêkvejiyana aştiyane ya koman û etnîsîteyên cuda pêk bîne. Ev peymana civakî sîstemeke siyasî ya li ser bingeha demokrasiya beşdar, wekheviya zayendî û ekolojiyê pêşbînî dike. Her wiha, armanc dike ku pêkvejiyana aştiyane ya koman û etnîsîteyên cuda pêk bîne.
Li gorî Amîna Omer, Hevseroka SDC'ê, di destpêkê de komîteyek amadekar a ji 158 kesan pêk hatî hat hilbijartin - nûnerên rêveberiyên herêmî, civaka sivîl, partiyên siyasî û komên cuda yên nifûsê. Ji nav wan 15 mêr û 15 jin hatin hilbijartin ku di nav du mehan de reşnivîsekê pêşkêş bikin. Reşnivîsa peymana civakî ya nû niha 99 hêman dihewîne ku maf û azadiyên bingehîn, prensîb û rêzikên civakî yên wekî pêkvejiyana di navbera komên nifûsê de, parastina jîngehê û mafên jinan diyar dike. Mafê çarenûsî û qedexekirina cezayê mirinê û îşkenceyê jî bi awayekî xurt di qanûnê de cih digirin. Di duwanzdeh salên dawî de ramana demokratîk gelek pêşket, lê ev têkoşînek dûr û dirêj e. Dibe ku duwanzdeh sal têrê neke ji bo ji holê rakirina otorîteriya Sûriyê ya nêzîkî sedsalekê. Peymana civakî, nîşana hêza desentralîze kirina ya rêveberiya xweser e bi rêya rêveberiya demokratîk. Lê, ev pêvajo ne armanca guherandina hêzekê bi hêzeke din e. Berevajî, armanc ew e ku hişmendiya siyasî, helwesta mirovan û bi vî awayî tevahiya civakê demokratîze bike.
Têbîniyên David Graeber li ser Rojava
David Graeber, antropologê anarşîst ê ku bêwext çû ser dilovaniya xwe, deh rojên xwe li Rojava derbas kir. Wî hemû çavdêrî û xemên xwe yên derbarê şoreşa Rojava de, bi civaka navneteweyî re parve kir. Wî gazî hêzên şoreşger ên cîhanê kir ku mil bidin milê Rojava û piştgiriya wê bikin. Wî wiha diyar dikir: "Ez alîgiriya şoreşa Rojava dikim ji ber ku ez dixwazim çavên xwe li serkeftina şoreşgeran vekim." Li gorî wî, şoreşa Rojava di nav rewşa herêma Rojhilata Navîn de pêngaveke pêşverû ya bêhempa bû. Di dîtina wî de, şoreş xwediyê xisleteke tevlihev û dijber bûn ku di navbera du aliyan de dihat kişandin: “Şoreş wek bahozan tevlihev û gêjker in; bûyerên ku ji xeyalê derbas nabin pêk tên û di heman demê de rêveberên şoreşger û mirovên herî dilpak jî dikarin tiştên bêhiş û neheq bikin; lê belê şoreş rê didin ku dilşahiya zelal azad bibe, ya ku dikare di dîrokê de bibe hêzeke berçav. Her civatek, gava ku pergalên ku mirovan ditirsînin û wan bêhiş dihêlin têne rakirin, di gavê de şahidiya geşbûna hişmendiyeke giştî kiriye.” David Graeber pêkhateya siyasî ya li Rojava wek rewşeke desthilatdariya duserî dinirxand: "Ji çavkaniya ramanên şoreşgerî, ez dikarim bibêjim ku nimûneya Rojava ji hin hêlan ve bêhempa ye. Ya ku tê dîtin di bingehê xwe de rewşeke desthilatdariya duserî ye. Li aliyekî xwerêveberiya demokratîk heye ku bi wezaret, parlamento û dadgehên xwe yên bilind gelekî dişibe hikûmeteke sosyalist. Li aliyê din jî TEV-DEM heye, Tevgera Civaka Demokratîk ku ji jêr ber bi jor ve hatiye hûnandin, piraniya endamên wê PYD'yî ne an jî berê di nav PYD'ê de bûne.”
Siberoja vê şoreşê dê di nav pêlên şer û kişmekişa di navbera van her du hêzan de şikil bigire. Şoreşa Rojava, an dê wek di Şoreşa Cotmehê (1917) de, olîgarşiya partiyê ya ku hesab nedida tu kesî dê bi ser bikeve û hemû konsey, meclis û komîteyan di nav lepên xwe de biperçiqîne, an jî dê wek birêveberiyeke xweser a demokratîk ku kaniya hêza xwe ji civînên gel û konseyan werdigire, di rêya xwe de bimeşe. Helbet şoreş, wê roja ku hêzên pêşeng rêveberiya herêmekê dixin bin destê xwe bi dawî nayên. Di rastiyê de, ew roj destpêka rêwîtiya wan e. Şoreş kengî têk diçin? Dema ku partiyeke şoreşger desthilatiyê di destê xwe de gemerdanî dike û komên mezin ên gel ji qada biryardanê dûr dixe û bi vî awayî kendalekî di navbera xwe û gel de vedike. Li Rojava êdî gel neçar e ku xwe careke din ji nû ve biafirîne. Dibistan, sazî, dadwerî, çerxa aborî û hemû tişt tevlihev bûne û digel ku civak xwe di warê leşkerî de diparêze jî, pêwîst e ku her tişt bi awayekî bingehîn ji nû ve were sazkirin. Doza şoreşgerî û azadîxwaz a Rojava, hewcedarê piştgiriya me ya bêqeyd û şert e. Mayîna şoreşa wê li ser piyan, di heman demê de mayîna hêviyê ye ji bo jiyaneke azad û hevpar, civakeke ekolojîk ku gihîştiye azdîya zayendî. Em ên ku di nav civakeke ji xwe dûrketî de dijîn, dikarin berê xwe bidin Rojava da ku em jiyana di nav civakên xwe de ji nû ve şirove bikin û wêrekiyê bi dest bixin.
Ev diyaloga watedar a di navbera David Graeber û şervaneke jin de derbas dibe, veguherîna bêhempa ya ku Şoreşa Rojava di şexsiyet û giyanê mirovan de pêk aniye bi awayekî zelal radixe ber çavan: “Di dema xatirxwestinê de, me ji xwediyên malê lêborîn xwest ji ber ku me nikarîbû tiştekî din pêşkêşî wan bikira. Ew di bin ambargoyê de bûn, hema hema her tişt li wê derê kêm bû. Jinekê bersiv da, got: “Li ser vê yekê zêde xwe aciz nekin. Tiştekî min heye ku tu kes nikare bide min. Êdî azadiya min heye. Hûn neçar in ku di nav yek an du rojan de vegerin cihekî ku hûn ji vê yekê bêpar in. Xwezî rêyek hebûya ku ez bikaribim vê xezîneya xwe bi we re parve bikim.”
Li gorî baweriya berbelav, şoreş ji êş û janên civakî û aborî yên wek xizanî û birçîbûnê hildipekin. Lê Arendt vê baweriyê ji kokê ve dihejîne. Ew dibêje ku kaniya rasteqîn a şoreşan ne tenê xwesteka zikê têr û bedena germ e. Hêza ku şoreşan bi pêş ve diajo, azadî bi xwe ye. Şoreş deriyê derfeteke zêrîn li ber mirovan vedike da ku ew bibin hostayek di avakirina civakeke nû de û bi vî awayî xwe di nav rûpelên dîrokê de binivîsin û jiyaneke tijî wate û rûmet bijîn.
Çavkanî
1-) Revolution in Rojava - Democratic Autonomy and Women’s Liberation in Syrian Kurdistan, Michael Knapp, Anja Flach, and Ercan Ayboğa, Foreword by David Graeber Afterword by Asya Abdullah Translated by Janet Biehl, Pluto Press
2-) Lessons From Rojava for the Paradigm of Social Ecology, Cihad Hammy, Thomas Jeffrey Miley, Frontiers website
3-) Revolution in Rojava and the International, Yasin Sunca
4-) The 'Rojava Revolution' in Syrian Kurdistan: A Model of Development for the Middle East?, Can Cemgil and Clemens Hoffmann
5-) Rojava Revolution - Report of a Decade, Ric website
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →