
Werger: Ramazan Kaya
Ji sala 2012'an vir ve, komek fîlmçêkerên Kurd ên ji Bakûr û Rojava Kurdistanê, di bin navê Komîna Fîlm a Rojava de, saziyeke gelêrî ya ji bo çêkirin û nîşandana fîlmên şoreşgerî pêş ve dibin. Ji bilî çend kurtefîlmên ku behsa rastiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pirsgirêkên civakî dikin, wan di van demên dawî de du berhemên girîng afirandin: Fîlma “The End Will Be Spectacular” ku li ser serhildana sala 2015'an a bajarên Bakurê Kurdistanê ye, û belgefîlma “Love in the Face of Genocide” ku li ser kevneşopiya stranbêjiya gelêrî ya nav civaka Êzidiyên Kurd e. Me bi fîlmçêkerên hêja Sêvînaz Evdikê û Şêro Hindê re rûnişt û li ser kar û xebatên wan û têgihiştina wan a derbarê têkiliya di navbera huner, nasname, ziman û kevneşopî û şoreşê de sohbet kir.
Diviyabû min ev yek ji yekî/ê bipirsiya, dibe ku hûn kesa rast bin. La Casa del Papel li vir çima ewqas populer e? Min dît ku mirovên li vir peyvên spanî yên ku ji vê rêzefîlmê hîn bûne û navên karakteran di jiyana rojane de bi kar tînin: Tokyo, Profesor…
Sêvînaz: Belê, li vir jî, wek her derê, civak li pey tiştên ku li cihên din populer in diçe, di vî warî de ji Tirkiye an Iraqê ne cudatir e. Kesayetiyeke şoreşger a ku dixwaze tola xwe hilîne nîşan dide û helbet ev yek bandorê li civakê dike. Xelk dixwaze hinek tiştan biguherîne, hebûna wan bi xwe vê yekê dixwaze. Lê şoreşgerê di vê rêzefîlmê de ne şoreşgerekî rastîn e, tenê stereotîpek e.
Ez dixwazim bipirsim ka di zaroktiya we de kîjan fîlm herî zêde li ber dilê we şêrîn bû?
Şêro: Ez evîndarê fîlmên kovboyan, yên westernê bûm. Wê çaxê min nizanibû çima ev evîn ewqas kûr e, lê niha têdigihêm ku ev ji ber xwezaya wan a ku mîna ya me ye; deştên fireh, germahiya zêde, erdên rast û bêdawî. Heta awayê pêşketina van fîlman jî wek rîtma jiyana me ye, hêdî û giran. Her tişt bi sebir û dem dixwaze, dem di van fîlman de wek stûneke sereke ye. Lehengên wan her tim di nav tîbûnê de ne, çekên wan tim li pişta wan in... û berî ku gavekê biavêjin, demeke dirêj derbas dibe.
Gava mirov li fîlmên kovboyan dinêre, mirov dikare rûpelên dîroka Amerîkayê yek bi yek veke û bibîne ka çawa ev welat hatiye avakirin. Mirov dikare hemû hûrgilî û kitekitên vê civakê bibîne, ya ku îro gihîştiye vê qonaxê, û bibîne ka her tişt ji ku derê dest pê kiriye. Niha, xwezî rewşa me baş bûya û em di nav agirê şer de nejiyama û me xwe neçar nedîta ku em fîlman li ser êş û azarên îroyîn çêbikin, min ê gelek hez bikira ku ez fîlman li ser wan mirovên ku beriya sed salî li van deran jiyane çêbikim, û nîşan bidim ka ew çawa hatin van deran, çawa jiyan bi pêş ket û gihîşt vê qonaxê.
Sêvînaz: Fîlma ku min herî zêde jê hez dikir Forrest Gump bû. (dikene)"
Forrest Gump?
Sêvînaz: Erê, dema ez biçûk bûm têkiliyeke min a xurt bi vê fîlmê re hebû. Ez tu car neçûm sînemayê ji ber ku di 20 salên dawî de çanda sînemayê li Sûriyeyê hate tunekirin. Li Amûdê tenê sînemayek hebû û navûdengekî wê yê pir xirab hebû ji ber ku tenê tiştên bêqîmet an jî fîlmên ku ji bo rejîma Baasê propoganda dikirin, nîşan didan. Me li malê demeke dirêj li bendê ma ku DVD'yek bi rêya cîran û merivên xwe bigihîje destê me. Her wiha timî ji min re dihat gotin ku temaşekirina fîlman ji bo min qedexe ye, ez nikarim temaşe bikim û min jî parçe parçe temaşe kir, lê Forrest Gump fîlma pêşî bû ku min karî bi tevahî temaşe bikim û bandoreke ecêb li ser min hişt.
Di demekê de we wek hunermend diyar kir ku hûn xwe ji tu şervan an karkerên ku beşdarî şoreşê dibin cuda nabînin. We afiranderiya xwe xistiye bin xizmeta erkên şoreşgerî û armancên wê. Gelo rola çêkerê fîlman di şoreşê de çi ye?
Şêro: Rola me ya wek hunermend parastina şoreşê ye. Gelek hevalên me hene ku perwerdeyê didin, semîneran çêdikin, hevpeyvînên siyasî didin, di medyaya me de dixebitin... lê em gihîştine wê nuqteyê ku hejmareke mezin ji kesên ku ji bo me şer kirine birîndar bûne an jî canê xwe dane. Li vir, erkê hunermend ew e ku şoreşê ji vê wendahiyê biparêze. Ev jî bi du awayan pêk tê: Yekem, divê em bedewî û ruhê dilsoz ê pêvajoya şoreşgerî derxin holê; duyem jî, divê em her kêliyeke vê dîrokê tomar bikin, biparêzin û bi rêya hunerê bigihînin cîhanê da ku ev têkoşîn di bîra mirovahiyê de her tim zindî bimîne.
Sêvînaz: Belkî di rewşeke din de, em ê bibûna ji wan hunermendên ku bi tenêbûna xwe kêfxweş in û bi karên ku civak jê dûr e mijûl dibin. Lê em parçeyek ji vê şoreşê ne û ji ber vê yekê em li ser rêbazên wê dimeşin û li gorî tiştên ku çavên me dibînin û dilê me bawer dike, em hunerê diafirînin. Em aîdî civakekê ne ku deh sal in di nav dorpêça dijminan de ye, bê rawestan tê êrîşkirin, lê serî natewîne û dev ji berxwedanê bernade. Em ne ji vê civakê cuda ne û ne jî dûrî kul û derdên wê ne. Em nikarin stûyê xwe xwar bikin û bêjin 'em tenê hunermend in!' Na. Em di nav dil û cegerê bûyeran de ne, em perçeyek in ji her tiştê ku diqewime, çi xêr be çi şer be. Di heman demê de gava em dixwazin fîlman çêkin, em tevlî her gavê dibin, em şoreş û axa xwe ya pîroz diparêzin.
Di hiş û mejiyê Kurdan de wêneyekî zelal tune ye ka kesayetiya Kurdî çawa ye yan jî çawa dikare bibe. Ji ber vê yekê dema em berhemên xwe pêşkêş dikin, fîlmên xwe nîşan didin, ev di civakê de şopeke kûr û bandoreke mezin li dû xwe dihêle.
Hunera we bi rastiya civakê û birînên wê ve girêdayî ye, lê di heman demê de sînema hunereke xewnên nû diafirîne jî, ne wisa? Hûn çawa li vê dinêrin, ji bo we têkiliya di navbera xewn û rastiyê de çawa ye, xewn û rastiyek çawa digihîjin hev di hunera we de?
Şêro: Di vê serdemê de, em nikarin çavên xwe ji wêneyên rastîn ên li dora xwe bigirin, lê belkî rojekê, dema ku aştî li ser vê axê belav bibe, ez ê bixwazim rengên xeyalan zêdetir têxim nav fîlmên xwe, wek mirovekî serbixwe û azad bifikirim... Beriya şoreşê min helbest dinivîsandin. Pirên wan strana dilê min bûn, li ser kitekitên jiyana min, xewnên min ên veşartî, tiştên ku min dikarî di xeyala xwe de bibînim lê dayika min jê dûr bû. Di dema şoreşê de, eger em qala çêkirina fîlman dikin, divê ew fîlmek be ku bigihîje dilê dayika min. Nikare bibe sînemayeke 'taybet' ku tenê komeke biçûk, yên ku li festîvalên fîlman digerin û rexnegirên hunermend dikarin tê bigihîjin.
Sêvînaz: Ez sînemayê wek pira di navbera rastî û xewnan de dibînim, cihekî ku mirov dikare hem rûyê rastiya jiyanê nîşan bide, hem jî tovê hêviyê biçîne, ronahiya hêviyê bide dilê wan mirovên ku em ji bo wan fîlman diafirînin.
Derbarê festîvalên fîlman de. Dema min dît ku piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê di meha Cotmehê de, hûn hatine vexwendin ji bo Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rotterdamê, çîroka Yilmaz Guney hate bîra min, wî derhênerê şoreşger ê ku piraniya senaryoyên xwe di girtîgehê de nivîsîn û di van çalakiyên mezin de hinekî xwe xerîb hîs dikir. We di van festîvalan de çawa hîs kir?
Sêvînaz: Piştî ku min Serêkaniya dilşewitî li pey xwe hişt, nêzî du mehan piştî destpêka dagirkeriyê, ez beşdarî vê festîvalê bûm. Min di dilê xwe de got qey dê bibe dermana êşa min, dê hinekî rehetiyê bide dilê min, belkî bibûya sedemeke jibîrkirina van birînan. Lê di hefteya pêşîn de tiştê ku hate serê min ew bû ku çavên min li hemû neheqiyên dinyayê vebûn û dilê min bi hêrseke mezin keliya li hemberî vê cîhana bêwijdan, rondik bêrawestan ji çavên min dibariyan.
Gava min kolanan didît bi avahiyên bilind, gava min rûyên bexteweran didît, dema min li wan salonên bi rûmet dinêrî, û her ku min dengê wan ê bi zimanên nenas dibihîst, kûrahiya şaşbûna min a hatina vir hê bêtir vedibû. Ez ne ji vê dinyayê bûm û her tiştê li dora min wek xencerekê di dilê min re diçû.
Min fêm kir ku ez naxwazim fîlman çêkim tenê ji bo ku bikevim nav vê êşa kûr. Daxwaza min ew bû ku ez fîlman çêkim ji bo guherînekê, ji bo ku ez karibin dengê dilê xwe bigihînim dilê mirovan. Min nexwest xwe wek keseke ku ji nav agirê şer derketiye û hewl dide we qanih bike, bidim nasîn. Lê dîsa jî carinan dibêjim ku divê em herin wan deran û dengê xwe bilind bikin, da ku ew bizanibin em hene û em çi dijîn. Çûyina wir kêfxweşî neda dilê min wek fîlmçêkerekê, lê çavên min li ser rastiya vê dinyayê hê bêtir vekirin.
Xelkê vê derê çawa li fîlmên we dinêre, çawa wan dibîne? Gelo bandora wan li ser civakê çawa ye, çi guherîn di dilê wan de çêdikin?
Şêro: Ya herî girîng û balkêş belkî ev e ku em wek Kurd, di mejiyê xwe de wêneyekî zelal nabînin ka bi rastî jî Kurdbûn tê çi wateyê. Wek ku min ji we re got, me bi salan li fîlmên Rojavayê temaşe kir û di hiş û mejiyê me de ji wan wêne man: em dizanin beriya bi sed salan civak çawa bûn, em dizanin îro Tirk û Ereb çawa dijîn û çawa difikirin, em dizanin meriv çawa dibe Rojavayî, heta em têgihiştine ka Çermsor çawa dijiyan û kî bûn... lê mixabin di bîranîn û hişê Kurdan de wêneyekî rast û durist ê nasnameya xwe tune ye. Em nizanin ka şexsiyeteke Kurdî dikare çawa be.
Ji ber vê yekê ye ku gava em fîlmên xwe pêşkêşî gel dikin, ev yek di nav civaka me de şopeke kûrtir, livîneke berfirehtir û bandoreke xurttir çê dike. Ez bawer dikim ev bandor ji ya civakên din gelek zêdetir e, ji ber ku em li wêneyê xwe yê resen digerin.
Di fîlmên we de muzîk pir girîng e. Her wiha we çend fîlm û belgefîlmên dirêj li ser muzîka gelêrî û bi taybetî li ser kevneşopiya dengbêjiyê çêkirine. Abdullah Ocalan wiha dibêje: ”Çîroka jiyana me, ne di nav rûpelên pirtûkan de, lê di nav dilê stranan de veşartî ye.” Gelo ev gotin çi wateyê, çi hestê di dilê we de çêdike?
Şêro: Li seranserê Rojhilata Navîn, mîrateya çandî û kevneşopî wek stûna jiyanê ye. Ji cilûbergan bigire heta awayê stranbêjî û dîlanê, her tişt watedar e. Gava mirov bixwaze çandekê nas bike, divê berê xwe bide kevneşopiyên wê. Lê ji bo me Kurdan rewş cudatir e, ji ber ku ne saziyên me hebûn, ne dewleta me hebû ku dîroka me tomar bike û ne jî kevneşopiyeke me ya nivîskî hebû. Dîroka gelê me ji aliyê wan dewletan ve hate nivîsîn yên ku em bindest kirine. Ji ber vê yekê, tenê stranên me man ku bûne çekê me yê berxwedanê li hemberî zordarî, qirkirin û her êş û azarên ku hatine serê me. Stran bûne rêya parastina dîroka me, zindîhiştina wê û veguhestina wê ji nifşên nû re. Di van stranan de hem dîroka gelê me heye, hem serpêhatiyên wan hene û hem jî jiyana wan a rojane veşartî ye.
Stranbêjê Kurd ne tenê xwediyê dengekî xweş û hunera pêşkêşkirinê ye. Ew divê dîrokzan be, divê têbigihêje mirovan, eşîran û erdnîgariya wan, divê bizanibe çi hatiye serê wan di nav dîrokê de. Her wiha divê zanibe kîjan awaz û rîtm ji bo kîjan bûyerê guncaw e, û çawa van hemûyan bi hev re bihûne. Stranbêjê Kurd wek zanayekî ye ku divê hemû van zanistan di xwe de bicivîne û ji ber vê ye ku em vê kevneşopiyê dikin bingeha hunera xwe ya nû."
Sêvînaz: Gava hûn li civînekê, li meşekê an jî li şahiyekê bin, eger hûn bixwazin dilê mirovan bigirin, hûn ê bi stranan vê yekê bikin. Çimkî hema ku stran dest pê dike, dilê her kesî ber bi wê ve diçe, ev di xwîna civaka me de heye. Sînema belkî tiştekî nû ye, lê kevneşopiya me ya muzîkê ewqas dewlemend û kûr e ku em bawer dikin em ê bikaribin li ser vê bingehê hunereke nû û sînemayeke xweser ava bikin.
Tevî hemû astengî û zordariyan, parastina zimanê me û bikaranîna wî, nîşana berxwedana me ya li hemberî demê ye, nîşana serkeftina me ye.
Hunera we hewl dide ku kevneşopî û nasnameya we ji înkarkirin û zordariyê biparêze, lê di heman demê de şoreş bi xwe jî pêvajoya qutkirina girêdanên bi kevneşopiyê re ye. Ew pêvajoya hilweşandina avahiyên kevn û li şûna wan avakirina yên nû ye. Gelo ji bo we têkiliya di navbera kevneşopî û şoreşê de çawa ye, ev di hunera we de çawa xwe nîşan didin?
Şêro: Bi salan e gelek tevgerên Kurdî û gelek partiyan hewl dan ku şoreşê biafirînin, lê ya cuda li Rojavayê ew bû ku jinan ev guhertin bi rê ve bir. Van jinan, ne bi hişmendiya paşverû ya mêrên ku hemû jiyana me bindest kiribûn, lê bi awayekî 'rengîn û vekirî' saziyên nû ava kirin.
Ev şoreş, bi pêşengiya jinan civak ji binî ve guherand. Jinan, bi wê hêza ku ji serdema Şoreşa Neolîtîk wergirtibûn, xwestin ku civakê ji bin bandora xirab a saziyên kevn, wek mînak ol, rizgar bikin. Jin îro jî van guhertinan diparêzin û armanca me yek e: parastina destkeftiyên şoreşê û nehiştina vegera hişmendiya paşverû.
Beriya Şoreşa Rojavayê, çend tevgerên Kurdî hewl dan ku guherînên civakî pêk bînin, lê rêberên wan ên siyasî ji çîna dewlemend bûn û li kevneşopiya eşîrtiyê wek tiştekî paşvemayî dinêrîn. Ji ber vê yekê jî civakê ew qebûl nekirin û rêz li wan negirt. Lê Abdullah Ocalan tiştekî cuda kir: wî ev kevneşopî û çanda eşîrtiyê bi kûrahî lêkolîn kir, hewl da ku wê fêm bike û aliyên wê yên baş diyar bike. Dema em behsa jiyana hevpar dikin, ev rewşeke cîhanî ye, lê ya ku em dixwazin bikin ew e ku em ji jiyana hevpar a gund û eşîrên di nav civaka xwe de hêz bigirin û li ser bingeha taybetmendiyên wan ên baş guherînan pêk bînin.
Di fîlmên we de girîngiya ziman çi ye? Gelo di pêşxistina çanda kurdî de tişta herî girîng ziman e?
Şêro: Em nikarin bi tenê bi ziman doza kurdî çareser bikin, lê dîsa jî ziman stûna sereke ye di vê têkoşînê de. Parastina zimanê xwe û bikaranîna wî ya bêrawestan, berxwedana me ya li hember demê û dîrokê ye. Em dixwazin, wek sînemaya Îranê, sînemayeke Kurdî ya bi rûmet û bi nasnameya xwe ava bikin. Eger Hollywood jî bixwaze îro fîlmeke Kurdî çêke, dê neçar bimîne ku xwe bispêre derhêner û lîstikvanên kurd, ji ber ku ew wek Kurd dizanin em çawa difikirin, çawa dijîn û çawa hest dikin.
Sêvînaz: Ev pirs gelek caran bi awayên cuda tê holê. Hinek dibêjin 'gelo ne çêtir e ku em der barê pirsgirêka kurdî de bi zimanekî din fîlman çêkin, da ku mirovên bêtir karibin fêm bikin?' Rast e, kesek dikare were vir, dikare demeke dirêj li vê derê bijî û karê xwe bi hosteyî pêşkêş bike, heta dikare fîlmeke baş jî biafirîne û em ê rêzeke mezin jê re bigirin. Lê eger ev kar ne ji aliyê kesekî/a ku ji vê axê ye, ne ji aliyê kesekî/a ku bi zimanê me dipeyive û ne ji aliyê kesekî/a ku di nav 'fîlma' jiyana me de bi salan jiyaye were çêkirin, bi rastî jî nikare bibe tiştekî resen û durist. Ev ne tenê mijareke ziman e, ev mijara jiyanekê ye, mijara hebûnekê ye.
Di fîlma we ya 'Darên Tenê' de behsa tiştekî balkêş tê kirin: dema mirov li dengbêjî û stranbêjiya Kurd, Ereb û Asûriyan dinêre, mirov dibîne ku gelek tiştên wan ên hevpar hene, ji ber ku ev muzîk ji heman ax û xwezayê derketiye. Ev yek bala min dikişîne, gelo muzîk çawa him dikare xweseriya xwe biparêze û him jî bibe pira di navbera gelan de?
Şêro: Erê, min berê jî gotibû ku gelê Kurd ji aliyê muzîk û kevneşopiyê ve pir dewlemend e, lê rastî ew e ku hemû çandên li ser vê axê bi sedan salan ev dewlemendî bi hev re afirandine. Li ser heman axê jiyan, di bin heman asîmanî de bêhnê kişandin û ji ber zordestiyê heman êş û azar dîtin, loma jî dengê dilê wan dişibe hev. Dibe ku ji rû ve cuda xuya bikin, bi zimanên cuda biaxivin, lê hemû ewqas bi vê axê ve girêdayî ne ku ferq nake ka kî çi reng li serê xwe dipêçe; hin kes sor, kesk û zer, hin kes reş an sor tenê. Dinya yek e û nabe ku were perçekirin. Yên ku hewl dan mirovan ji hev biqetînin, sîstemên zordar û stemkar bûn.
Di heman fîlmê de stranek heye ku behsa hespekî spî, bûkeke bi destmala spî û rengê paqijiyê yê spî dike... Ez dixwazim ji we bipirsim: Gelo rengê şoreşê çi ye?
Şêro: Şoreş ne yekrenghî ye, şoreş rengîn e. Çawa ku nexşeya Kurdistanê bi çandan xemilî ye û tijî reng e, em tu car qebûl nakin ku rengek li ser yên din serdest bibe. Rejîma Baasê hewl da, dewleta Tirk hewl da, di dîrokê de gelek sîsteman hewl da, lê me ev yek qebûl nekir û em nakin jî. Em ne yekrenghiyê, ne jî yekramaniyê qebûl dikin. Çanda me û jiyana me ya rojane rengîn e, ji ber vê yekê em bi rengîniyê bawer dikin. Mîna ku em diçin xwepêşandan û çalakiyan, cilên me jî rengîn in. Ji ber vê yekê şoreş rengîn e... li ser zemîneke sor (bi ken).
Li ser zemînê sor?
Belê! Sor, rengê evîn û şoreşê ye, rengê guhertinê ye. Koçerên me dibêjin: 'Bila sor be, bila çend kuriş zêde bibe!' (bi ken)
Nîşe: Ev hevpeyvîn di sala 2020'an de li ser malpera Autonomy News bi îngilîzî hatibû weşandin. Autonomy News malpereke nûçeyan a anarşîst e ku navenda wê li Îngilistan û Welsê ye.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →