
Roja pêşî ku wî li Yîbo’yê (Yatɪlɪ Ilköǧretim Bölge Okulu, Dibistana heremî ya hindekarîya seretayî ya leylî) dest pê bike, ez hê bi dîkê sibehê re rabûbûm û min bedlê xwe li xwe kiribû ku yekem car bû ku min bedlek li xwe dikir. Forsa min li ser min bû. Taştêya ku diya min bi evîn amade kiribû bo min ku bi evîn ji mîh û bizinên me standibû ku wan jî bi evîn ji xwezayê wergirtibû, di qirika min re nediçû xwarê ji heyecanê. Wê şeveqê evîn di ber min de mabû ku nediçû xwarê… Min dixwest zûzûka ji mal derbikevim, biçim li dolmîşê siwar bibim û bigihime mekteba xwe ya nû. Te digot qey ez çûkek im û ji hêlîna xwe bi firrê dikevim û dixwazim biçim tehma firînê tehm bikim li gora dilê xwe bi perrên xwe li asîmanan… Lê ma min sûtalkî, min zîxankî ji ku zanîbû ku em ê niha biçin û pîştî nîvrojê bêne çengo kirin bo çend salan, belkî bo hetaheta. Min û hevalên xwe, ji bo firînê me xwe ji hêlîna xwe avêtibû, lê hê wilo bi pirtikên heram, em li binguhê lateke wilo ketibûn ku em bi salan têwerbûn: erê em nemirin, lê em hê jî li perçeyên xwe yên wenda digerin. Em ketin, çîroka me bû rabûn
Hîç ji bîra min naçe. Em heval li meydana gund bêhedan li benda birêketina dolmîşê bûn. Xalê Seyfo ku zimanê wî tûj bû, – û rûyê wî dişibîya erdekî beyar –, hingî peyvên wî bi qehrê û hersê hatibûne mevred kirin ku navê wî bi sixêf û pevçûnan derketibû, gava di ber me re derbas bû, li hemberî min sekinî û wiha peyîvî: “Pek û pek, ji xwe re li qerewatên wan meyzênin loo! Wele heyra, dêhnê efendîya li wan dikeve kurroo!”
Vê bîranînê hişt ku heta weke îro jî ez qerewatê ji xwe re bikime derd weke tiştekî û heta bi hetayê jê hez nekim. Xalê Seyfo qerewat xistibû sembola min a çûyîna Yîbo’yê. Îro dipirsim ji xwe bê ka çima bîra min ji nav gotinên wî qerewat neqandiye û gava li bersivê difikirim, ji kûr dilerizim: ew ku li qirikê tê girêdan û dikare werê şidandin yan jî sist kirin, xeniqandina min û hevalên min a di demeke tî û dûz de bi zengil dike li gelîyên nihaya min. Tişt ne hindik û ne jî henek in, carinan wiha dipeyivin wiha dipeyin ku felaket in…
Bi vê bîranîna re, du lehengên du helbestkarên kurd jî têne bîra min di vê kêlîkê de ku ya rastî têne hewara min: “Bîrmendê newala kûr”[1] û “Bîşenga Deşta Dûr”[2]. Hebekî bêhna min tê ber min. Hûr hûr.
Dolmîş bi rê ket ji Girberaz, çû ser rêya Îpekê, berê xwe da Cizîrê. Li hêlekê çiya li helâ din sînor. Bi dorê, em di ber van gundan ra derbas bûn: Şêxhadir, Xanikê, Gundikê Seyîdan, Serkahnî, Gundikê Dorikan, Zêwik, Babet, Qerexerab, Tildîb, Qerabêsosinan, Eleqemş, Baneh, Narincî, Dubîç, ji wir, em ketine ser rêya bajarê xwe. Me çend gundên din jî li pey xwe hiştin, – Eyser, Rîzok û Babek –, û em gihane Hezexê, ciranê Dîjleyê. Lê na, tam ne wilo ye: Ew dolmîşk wilo weke mişkeke ûr-tijî-çêlî bi rastî di rêya dema, dema rêya kîjan xakê re dimeşî?
Wê rojê sê salên min û hevalan dest pê kirin li Yîbo’yê ku bi hesabê der-dema dema teqwîmê gelekî bêhtir dike. Weke hemû qonaxên demê, gava qedîyan li paş neman ku di rastîyê da dibine Pêşeroj gava dibûne Bîr.
Ez şerm dikim bêjîm, lê ez ê bêjim : gava min pirtûkên Primo Levi dixwendin, Yîbo dihate bîra min gelek caran. Ne belesebeb bû. Bîr bîrewer e. Di xebata xwe ya bi navê Yên Xeniqî û Yên Filitî de, Primo Levi di derdora serpêhatî û şahidîya xwe re, weke cihuyekî êsîr, hebûn û yan jî li ser pîyan mayîna li kampên nazîyan, – ku wî behsa ya Lager’ê dikir –, bi formula “Devera Gewr” (Zone grise, bi fransî) re pênase dikir. Ev yek li ser xwezaya devereke serdestîya totalîter e ku lê gramera zagona desthilatdarîyeke taybet tê fahm kirin. Li devera gewr, zordestîya li ser êsîr û girtîyan wiha dike û dixwaze ku hinek ji wan pê re û li gel hevkarîyê bikin ku vêya teşwîq dike. Ji lewma, hinek ji girtîyan di kar û barên rêveberî û berpirsîyarî de cih digirin ku ev yek bi kêrî berdewamîya desthilata serkutker tê ku hebûna wê li ser bingehê îmtîyaz, berjewendî û hevkarîyan (bi êsîr û girtîyan ra) rûdine. Herçiqasî desthilata ku di devereke wiha de tê xuya kirin hewcetîya wê bi “hevkaran” hebe jî, ku ev ji bo wê gelekî girîng e, cihê ku ji vê “hevkarîyê” re tê veqetandin pir sînordarkirî ye. Bi vî awayî, ev dever, ji hêla qurbanên destekkirî û xweyîkirî ve bi hemd tê dermale kirin bo parastina berjewendîyên xwe ku şertê mecbûrî ye bo li ser piyan mayînê ku dîsa jî ne garantîyeke tekûz e bo vêya.
Li gorî Primo Levi, bêwate û bi awayekî dîrokî şaş e ku em bifikirin ku kampa Lager qurbên pîroz dike: “ew wî ji mirovbûn dadixe û dişibêne xwe”. Lê dîsa jî, divê cihê qurbên û celadî tevlîhev nebin. Levi tiştekî bi taybetî dikirpêne ku bo wî, naskirina devera gewr pir girîng e: “ger em bixwazin cinsê mirovî nasbikin” û yan jî “ger em bixwazin bizanibin giyanên xwe biparêzin heke felaketeke wilo dîsa rûbide”. Lewra, li gorî Levi, berferehkirina konsepta devera gewr pêkan e di xakên li derveyî yên Lager’ê de jî, weke mînaka “ger em bixwazin birastî tiştên ku li kargeheke endûstrîyel derbas dibin, fahm bikin”[3]. Ji ber vê yekê, li derveyî çarçova Lager’ê jî, şert û mercinen din dikarin rûdana devereke gewr (mezin û yan jî piçûk) pêkan bikin, ango : Desthilateke serkutker û domdar ku xwe li ser gelek kirdeyan dide telîm kirin (yan jî ku ji helâ rajêran ve bi vî awayî bê têgihiştin) ; komeke biçûk ku desthilatê bi dest dixe li ser binyadeke kompleks û berfereh ; têgihiştina parvekirî ji hêla rajêran ve ku li gorî wê, bi hevkarkirina bi desthilatê re (bi awayê cur bi cur, muxbîrî jî di nav de), wan dikarîbû hem ji bo xwe û hem jî ji bo merivên xwe îmtîyazan bi dest bixin (ji şert û mercên materyal heya derfeta mayîna li jiyanê). Berferehkirineke wiha ya vê tegihê bi me dide fahm kirin ku di vê çarçoveyê de, koka hevkarîya bi desthilatê re di nav tevlîhevîyeke gelekî dijwar û domdar de ye. Ji ber vêya, em nikarin vê yekê weke daxwazeke hesan a karîyer yan jî pêşketina di warekî de bihesibênin ku awayekî tîpîk ê gelek sazîyên demokrasîya modern e[4].
Ez kin lê xim, ku Kurdistan mêtingeh be, li hemû der û derdorên kiryarîyên dewleta tirk ên di derbarê Kurd û Kurdistanê de kapasîte û xwezaya devera(ên) gewr heye. Di rastîyê de, bê devera(ên) gewr, dewleta tirk nikare hebe li Kurdistanê. Ji zû ve ye (lê van demên dawî gelekî bêhtir) ku lêkolîn û xebat nîşanî me didin (ji xwe Kurd vêya dizanin ku wê dijîn) ku siyaset û pratîkên îdarî, olî, aborî, leşkerî û hwd., ên dewletê li gorî helwesta wê ya dîrokî ya kolonîyal teşê digirin ku li Kurdistanê, bi awayekî serkutker û zordar, di ser berjewendî û îmtîyazan re bi “hevkarên” xwecih re cîhê xwe digirin. Bêguman, heta radeyekê, ev yek li hesabê sîyaseta(ên) kevneşopî ya(ên) navxweyî ya(ên) Kurdan jî tê ku pê dikarin hebin. Herwiha berberîyên bîrdozî, olî û nasnameyî yên di navbera Kurdan de jî zindî û xurt dike. Kurdistan erda deverên gewr e. Yîbo’ya Hezexê yek ji wan bû ku mesele, biqasî ku hevalên me yên li wir digotin, ji gelek hêlan ve nedişibîya ya li Nisêbînê.
Hezex bajarekî ji sînorê Rojava û Başûr ne gelekî dûr û nêzî heremên çiyayî ye ku PKK li wan bi hêz bû. Dîsa, li gel hebûna suryanîyan (ku hejmara wan gelek bû li bajêr berî qirkirinan û şerê PKK û dewletê. Berê, Hezex bajarokekî suryanî bû), çand û zimanê vî bajarî kurdî bû ku tirkî heme bêje lê nebû ji bilî daîreyên fermî ku li wan jî pirranîya karmend û personelan, ji ber ku kurd bûn, bi kurdî dipeyîvîn. Li gorî min, bi vê yekê ve girêdayî, li Hezexê dewlet eskerî bû. Ji ber ku xwezayek û yan jî binyadeke ku bikaribe hêz û yan jî hebûna dewletê li wir bi awayekî sembolîk û sazûmanî li dar bixe û temsîl bike nebû. Lewra, her tiştê dewletê di ser eskerîyê (li heremê digotin eskerî) re û bi wê re bi goşt û xwîn dibû ku desthilateke despotîk bû ku meriv dikare bêje, her kêlîkeke wê bûyereke girêdayî tirkîtîyê bû; tirkîtîyeke hilorî ku dizanîbû li welatekî din e û lewma hatiye kirina teşqeleyan. Ji xwe hatibû gotin ku “Kurdistan laboratuara artêşa tirk e”. Hebûna wê ya Biyanî û despotîk hem ji bo wê û hem jî ji bo xwecihan Provokasîyon bû. Tirkîtî li Kurdistanê provokasîyon e. Berî her tiştî, ji xwe şer bû ku lûtkeya vê provakasîyonê bû. Lê divê neyê ji bîr kirin ku ev “tirkîtî” ji însîyatîfên eskerîyê, eskeran ne bêrî bû. Weke hemû despot û dagirkeran, wan jî bi destê dewletê û li ser navê wê gelek tiştên “ji xwe” li ser “hesabê xwe” dikirin ku ji xwe dewlet tam jî ev bû li wira weke li gelek derên din ên kurdan. Bi vê yekê ve girêdayî, mesele gava li gundan (ez gundî me, min wisa gelek caran dibihîst) “pirsgirêkek” derdiket, kesî nedigot em ê biçin wê bi awayekî fermî û yan jî îdarî çareser bikin, digotin em ê biçin filan “qomitanî” bibînin. Ku diçûn cem “qomitanekî” jî destvala nediçûn (pere, dîyarî… li gorî girîngî û giranîya “pirsgirêkê” diguherî). Tora van “qomitanan” ku bê “hevkarên xwecih” nedikarî pêk were, bi îmtîyaz, berjewendî û bertîlan dihate ava kirin li ser axa desthilatê ku em dikarin bi rehetî navê vêya bikine “Devera Gewr”. Ev “hevkarên” xwecih ên devera gewr bi pirranî cerdewan, sofîk, muxtar, axa, serokeşîr, memûr bûn (û heta hin kesên “welatparêz” ku “ya xwe di dilê xwe de dihiştin” weke ku li heremê tê gotin). Îcar, di êkosîstemeke wiha de, weke hemû derên dewletê yên li Hezexê, Yîbo jî li derve nedima ku di bingihê xwe de porejeyeke asîmîlasîyonîst a kemalîst bû; di nav devera gewr de devereke gewr bû. Ji lewma, di çarçoveyeke wiha de, pir normal û lojîk e ku em bêjin “kesên ku di qedemeyên bilind ên îdareya Yîbo de cih digirtin, personelên ku lê dixebitîn, kesên ku îhaleyên wê bi dest dixistin û hwd., jî ji tora ‘hevkarîya’ bi devera dewr re bûne”. Ji xwe ne mimkun bû ku midûrê perwerdeya neteweyî yê navçeyê ne ji pişta devera gewr bûya.
Roja pêşî midûrê Yîbo’yê wiha gote me ku kurd bû ku van demên dawî qeymeqamekî dewletê (ne şaş bim ê Cizîrê) ew xelat jî kir ji bo “xizmetên wî yên hêja” (yê ku dûv re kete şûne wî de yekî ji Trabzonê bû ku simbêlên wî yên MHP’yî bûn. Bi îhtîmaleke mezin hatibû eskerîyê. Lê weke gellek “mamoste” û “midûrên” li Yîbo’yê, Hezex û gundên wê, eskerîya xwe li mekteban dikir. Gava dimeşî li ber xwe dinêrî. Tu carî ne li banî û ne jî li derdora xwe nedimeyîzand. Te digot qey ji rûbirûmayînê ditirse û yan jî jê direve ku li gorî min yek ji hêjayîyên herî pîroz û bi rûmet ên mirovî ye): “hûn îro hatine vir, bihijmêrin rojên xwe, eskerîya we dest pê dike!”. Bi rastî jî te digot qey em hatine eskerîyê. Yîbo bi gelek awayê xwe dişibîya eskerîyê. Avahîyên Yîbo’yê û yên eskerî pirr dişibîyan hev. Mesele “yetexxane” (razanxane) ji “qawîşan” pêk dihat ku wiha texmîn dikim ku renze û dolabên me û yên eskeran weke hev bûn ku bi îhtîmaleke mezin ji cihekî dihatin. Dîsa hewşa wê weke ya qerekol û garnîzonên eskerî bû. Langaja îdarî ku li ser me dihate ferz dikirin dişibîya ya eskerîyê : her sibeh bi dengekî bilind û qalin “qawîş rabe” (koǧuş kalk) ; berî her sê danê xwarinê dua “hemd ji xwedayê me re, miletê me her hebe, efîyet be” (Allahɪmɪza hamd olsun, milletimiz var olsun, afiyet olsun) (Bi îhtîmaleke gelekî mezin erzaqê me û yê eskerîyê jî weke hev û ji cihekî bûn); serê çendekê “paqijîya hawirdorê” (mɪntɪka temizliǧi) ; mehê carekê “nobeta aşxanê” (yemekhane nöbeti, me digot nobeta yemexxanê) ; yên di sinifê heştem de bi rutbe bûn ku serokên qawîşan (koǧuş başkanɪ) bûn û serokê mektebê (okul başkanɪ) ji wan bû, yên di sinifên bin wan re newêrîyabûn di ber sîya wan re jî herin ku îdareya mektebê hêz dida wan ku bi îmtîyaz bûn. Heta, ji ber ku derketina ji hewşa mektebê gelek caran qedexebû, pewîstîya “destûra sûkê” (çarşɪ izni) hebû. Ji xwe me dibihîst ku carinan, di betlaneya havînî de, bername û organîzasîyonê eskeran li Yîboyê çêdibûn, û hin eskerên ku wek teqwîye tevlî operasyonan dibûn, li “razanxane”’ya (ku me digot yetexxane) wê radiketin.
Herwiha, weke eskerîyê, şidet îşkeke wilo bû ku her roj li canê me dihate jidandin. Midûr li me dide, boş û belaş. Mamosteyan li me didan (ne yên jin ku hejmara wan hindik bû). Personelên “yemexxanê” û “yetexxanê” gelek caran neheqî li me dikirin. Ne “midûr”, ne “mamoste” (dîsa yên jin ne di nav de) û ne jî “personnel” bi me re bi xweşkarî nediştexilîn ; qebe û tund bûn. Ji ber ku berê wan jî gelekî lêdan xwaribûn, xwendekarên biqidem heyfa xwe ji yên di bin xwe re dihilanîn ku îdarê ev rê bi ber wan dixist. Yên mezin û bi qewet li yên biçûk û bêhez didan. Li gorî yên din, wan qawîşa herî baş, renzeyê herî qenc, dolaba herî xweşik û masa herî stratejîk û xwarina behtir dikirine yên xwe. Di hemamê de dor ji wan re nebû. Balgeh, betanî û doşegên herî qenc ên wan bûn. Gundîyên hev bi pirranî di ser hev re dihatin. Ji lewma komikên gundan jî li hev didan. Ya kê xurt bûya dengê wan bêhtir derdiket li her derê Yibo’yê. Me li “yemexxanê” li hevdu dida, me li sinifan li hevdu dida, me li “tenefûsan” li hevdu dida, me li hewşê li hevdu dida, me di “êtûdên êvarî” de li hevdu dida, me li “yetexxanê” li hevdu dida, carinan heta çaxê razanê ku heştê êvarî digirtin heta heştê sibehê. Mînak, carekê min û hevalekî li hev xist. Hîç mubalexê nakim, me ber bi esirkî ve dest pê kir heta çaxê razanê. Gava dersê dest pê dikir em li benda “tenefûsê” diman, gava çaxê xwarînê dihat, me navber didayê, ku em derdiketin me dîsa dest pê dikir, me “êtûd” bi lihevdûdanê derbas kirin, em hatin berî ku em razin dîsa wilo… Kesî nedigot ka çi dibe, çawa dibe… Herkesî ev yek qebûl kiribû, herkesî li herkesî dida. Hesap pirsîn û hesap dayîn nebû li vê devera gewr ku yên ku ew bi rê ve dibirin ji “hevkarîya” bi zorê, tirsê û şidetê re dihatin.
Gava lihevdudayîn nebû, vê carê lewnekî din ê şidetê hazir dibû. Gelek caran yên bi hêz û bi pişt henekên xwe ewqasî bi yên “qels” dikirin ku heta negirîyandibane û yan jî ji xwe re nekiribane qirdik bela xwe ji wan venedikirin. Lewra, derfetên baş nebûn ji bo kesên bêhêz ku nikarîbûn li gorî dilê xwe li ders û azmûnên xwe jî bişixulin. Yên ku torpîl û pişta wan hebû piçekî bêhtir distirîn. Lê ew der agirekî semawat bû, ji şewatê rev tune bû.
Şidet parçeya herî mezin a şev û rojên me bû ku wilo tazî û hov bi awayekî eşkere şipê bû. Lehengên romana Robert Musil, Tengasîyên Törlessê Xwendekar, Beineberg û Reiting ku li mezeleke kevin û ji bîr bûyî ya dibistana wan a leşkerî hingî îşkencê li lehengê bi navê Basini dikin ku ji mirovbûn dikeve. Lehengê sereke yê romanê, Törless ku bi awayekî pasîf tevlî van sêansên îşkencê dibe, qeyraneke gelekî mezin a hebûnî derbas dike ku li dereke romanê wilo dibêje : “…her tişt mimkun bû” ji ber ku “hebûna Beinebergekî, Reitingekî mimkun bû”[5]. Li Yîbo’yê herkes Beinebergek, Reitingek û yan jî Basiniyek bû, û wilo bi dîzîka di mezelan de xef û veşartî jî nedibû. Lê belê şensê kesî ewqasî tune bû ku bibe Törlessek… “Devera gewr”’a Primo Levi tam ji vê yekê didê veçirrandin û hewl dide wê bi wate bike.
Sê hevalbeşên vê Şîdetê hebûn: gemarî, birçîbûyîn û tirs. Û em dikarin feqîrîyê jî tevlî bikin… Hemû tuwaletên li “yetexxanê” û li her derên Yibo’yê ewqasî pîs bûn ku ez naxwazim bêjim û dilî bixelênim. Ji ber ku av nebû, ku sibeh û êvaran bi tenê seatekê diherikî, gava em diçûne tuwaletê ji bêhna pîs û gemarîyê me dev, rû û çavên xwe digirtin. Gava av diherikî kîjan demsala salê bûye sar diherikî. Ava germ bi tenê roja hemamê hebû ku li dawîya heftê bû. Îcar roja hemamê jî kîzên diqitimîn; avê dida noqê. Betanî û balgeh salê carekê û yan jî du caran dihatin şûştin ku me bi tenê mehê carekê rûnivîn li malê dişûştin. Xwarinên wê nedihatine xwarin ku me bi pirranîya caran di nivî de dev ji wan berdida. Zivistanan sar û havînan tijî mêş bûn. Ji lewma, herkesî qetê nanê xwe dixiste ber qarîşa xwe û derdixiste derve ku qedexe bû. Li “yetexxanê”, me penîr û yan jî zeytûnên xwe dixistina navê û wilo dixwar ku dibû xwarina me. Li gel ku hemû cure xwarin û tehmetînk qedexe bûn jî, bêhna penîrê bi sîrik ê Koçeran, mewîj, team û kizwanên Torîyan û dendikên zebeşên Ҫolîyan ji “yetexxanê” difûrîya. Gava carinan “areme” (arama) çedibû, “diçû ji herkesî de !”. Kesên ku têkilîyên wan ên baş bi personelên aşxanê re hebûne, dikarîbûn têr bixwin. Bi tenê gava mufetîş dihate mektebê me xweş û baş “bi eşq dixwar”. Bi tenê wê rojê têra me xwarinên xweş didane me. Wekî din, em birçî mabane, xwarin çiqasî ne xweş û gemarî jî bûne, kesî serê xwe pê nediêşand ji rêveberîya mektebê. Çend kesên ku ji malbatên hebekî “halxweş” bûn, bi awayekî tişt û mişt ji xwe re dikirîn li der ve. Lê pirranîya me ji malbatên destteng bûn ku me perekên xwe bi tedbîr xirç dikirin. Eva ku em serê mehekê carekê diçûn malê hebekî li hesabê malbatan jî dihat ku ji heqê rêya zarokên xwe xelas dibûn. Her heftî hatin û çûyîna zarokên wan wî barê wan girantir bikira ji hêla aborî ve. Wekî din, ji bilî tirsa ku ji şidetê diza, tirseke din hebû ku behn li me diçikand û zirav bi me ve nedihişt. Li Yibo’yê bûbû aded; digo xebero her sal meha rojîyê cin li “yetexxanê” peyda dibin. Nîvê şevê qîrênî bi herkesî diket, kesî newêrîbû bi tenê biçe tuwaletê jî. Herkesî ranzeyê xwe digîhandin hev û di berê hevdu de dirazan ku şev li wan dibû jehr hingî şiyar dibûn. Em bizdandî û qezebqetandî dibûn ku nayê gotin. Nezî hezar kesên ku li razanxaneyê diman meha rojîyê bi tirseke xedar derbas dikirin ku heme bêje hemû kur bûn. Ji neh-deh kesan pê ve keçik li Yîbo’yê nebûn ku ew jî pir kêm caran li razanxaneyê diman. Kêsî keçên xwe nedişîyandinê, “ma dibû qey, xelkê wî çi bigota dûv re”…
Gava serê çar hefteyan înekê em ê vegerîyane mala xwe bo dawîya heftê divîya me merasîma “îstîqlal marşîyê” jî derbas bikira. Berî vêya, dolmîşên hemû gundan dihatin li hewşa mektebê disekinîn. Em betilî, lewitî, bi tofanek bêrî dihatin diketine rêzê. Çaxê gotinên fermî, sar û ji bo me banalbûyî dihatin gotin çavê me li dolmişan bû. Ku bi dawî dibû, herkesî wiha ji kel bazidida ku me merasîm dikire qada şerekî revê. Valîz, torbe li hev dialiqîn, vedibûn, nava wan li erdê dirijîn. Yên ku diterpilîn û diketin. Yên ku li erdê digindirîn. Yên ku li binguhê hev diketin û pev diçûn. A rast em ji kêfa difirîn. Em weke wan berxikên ku berevarî ji kozê dihatine berdan bo dayikan… Em dan dibûn; me di dolmîşan de guhanên kêfxweşî û aramîyê dimêtin. Ku em digihane malê hingî ewqasî xweşbû ku tirsa vegerê dikete qirikê…Qiriktahlîyê em didane ber devê tirsê.
“Lawo , go tu neçîyê , divê tu dev ji mektebê berdê û tu nikare bixwêne… îdare bike berxê min, sê sal in, xwedê wê qedêne, heme tu jî weke hemû hevalên xwe… ma tu ji wan çêtir î ?!”.
Ev gotinên diya min ku niha ruhê çîroka me ya modern tênine bîra min, dixwestin di ber dilê min re herin, gava vedigerîyame malê û min bi kelogirî gazinên xwe jê re dikirin û digotîyê : “yaw nexweş e, cehneme ye, ne cihê xwendinê ye, ez nema diçimê… nema îdare dikim… bêje bavê min bere çareyekê bibîne…”. Lê axir, “çara neçar” ew bû ku ez jî “weke hemû hevalên xwe bûm” û “ji wan neçêtir bûm”. Ji xwe, herkesî digot bila mala feqîrîyê û bêxwedîtîyê (dîya min her tim digot “ev welat, welatekî bêxwedî ye lawo…”) xera bibûbaya.
Gava bavê min, bi nîv-tîrkîya xwe ku ne nîv jî bû, carinan xwe nema digirt û dihat bi îdareya mektebê re (ne)dipeyîvî bo neheqîya ku li me dibû, li bin guhê benda zimên diket. Niha fahm dikim bê bi tirkî peyîvîn meseleyeke çiqasî dijwar bû bo wî. Piçek tirkî li eskerîyê bi darê zorê, û piçek jî, gava weke karkerekî carinan diçû “şixulê dinyayê”, li “bajarên tirkan” bi “perîşanî” alimîbû. Lewra, bavê min ku dengbêj û çîrokbêj bû, û şêr bû di kurdî da, bi tirkîya xwe dibû pisîk li cem wan “midûr” û “mamosteyan” ku peyvên wan dibûn pihîn û lê diketin. Wê ne şaş be ku bêjim bi tirkî peyîvîn, “zor”, “tirs”, “perîşanî” û neçarî bû bo bavê min… Û diya min jî digot “weleh ku zimanê [tirkî] min hebûya min î ew mektebe di ser sere xwe ve biqûlibandiba”…
Li Yîboyê, em xwendekar di nav xwe de bi tenê bi kurdî dipeyîvîn. Li sinifan bi xwe jî em bi kurdî dipeyîvin bi hev re gava “mamoste” hazir jî bûn. Em bi tenê bi îdarê û mamosteyan re bi tirkî dipeyîvîn. Lewra, me bi tirkî gelekî nizanibû. Gava min Yîbo qedand û ez çûme Stenbolê bo xwendina lîseyê, min didît ku zarokên tirk henekê xwe bi tirkîya hevalên min ên kurd dikirin. Ji ber vêya, min cesaret nedikir ku ez bi tirkî bipeyîvim li gel wan. Ez bûm yekî ku “ne him û ne jî gum” jê dihat. Gelek caran gava mamosteyan pirs dipirsîn, li gel ku min bersiv dizanîbû jî min destê xwe nedirakir. Destên min nema dihilatin. Min berê xwe da wêjeyê bo ku bêzimanmayîna min aş û tirkîya min baş bibe. Ji hingî ve ji wêjeyê hez dikim! …
Yîbo’yê gelek hevalên me yên ku dersên wan baş bûn rê kirine lîseyên dewletê ên bêpere û li bajarên tirkan. Biqasî ku min jîya (min bi tenê du hefteyan li Ҫanakkale’yê îdare kir) û hevalên min ji min re digotin, gelekî “zor” bû di nav lêpên tîrkîtîya di nav tirkan de ji ber kurdbûn û “baş û xweşik” bi tirkî nizanîbûnê. Ji ber vê yekê, gelekan ji wan dev ji xwendinê berdan. Lê biqasî ku ez îro dibînim, gelek hevalên min ên ji Yîbo’yê, êdî, bi taybetî bi nivîskî, bi tirkî radibûn û dirûnin.
Yîbo’ya li bîra min bîreke kûr û tarî ye ku meriv nikare zû bi zû ne wê ronî bike û ne jî bigihe binê wê. Ya ku min di vê nivîsokê de hebekî hewl da bikim, li ber devê vê bîrê bîranîn bûn ku xwe berdana nava wê wêrekîyeke berz dixwaze. Li gel vê rastîyê, dikarim çend çîkên din, çend tiştên din jî qeto qeto bêjim.
Em dizanin ku gundên êzîdî û suryanîyan jî hene li Hezexê. Lê li mektebê tu carî nasnameya êzdîbûn û suryanîbûnê nedihat bi lêv kirin. Hevalên êzdî û yan jî suryanî hebûyane jî me nezanîbû. Lê belê çaxê ku em ji hewşa mektebê derdiketin û diçûn nava bajêr wê hingê me dizanîbû ku “fileh” hene ku me bi çavê “yên din” li wan dimeyîzand. Têkane dikana ku alkol diforet li Hezexê ya yekî fileh bû. Bo xwarina tûyan, havînan gava ders diqedîyan û yan jî dawîya heftîyan em diçûne taxa filehan ku kevintirîn tax bû li Hezexê ku wê hinge hemû xanîyê wê bûbûne kavil ji bilî çend xanîyên suryanîyan ku ji warê xwe bar nekiribûn. Bi zena min, ew jî kesên ji derdora dêrê bûn ku destên wan jê nedibû. Ku di nav wan kavilan de em diçûne ser serên darên tûyan û me dest bi xwarina tûyan dikir tirsekê xwe li nava me dida. Bi firêzkî. Lewra em gelekî nediman li nava wan kavilan. “Gulûcinûkavil”a Osman Mehmed hate bîra min niha…
Me, û gelek komên din, deh-pazdeh hevalan destên xwe dikrine stûyên hevdu de û em dimeşîn: ji acizî û bêhntengîyê me weke girtîyên zîndanan wilo hêrsok û lerzok tûr diavêtin li nava hewşê.
Em kurikên ku nû balix dibûn, me xwe diavête ser hevdu weke kehrik û berxik û golikan…
Tu carî ji bîra min naçe. Gava me çend hevalan hesp û mehînên serberdayî didîtin li derve, li qelaçên li hemberî hewşa Yîbo’yê, me ewqasî bala xwe dida wan ku nayê gotin. Me xeyaleke ewqasî xweş dikir ku hê jî tehma wê di hişê min de ye… Me digot îro nebe jî sibe, sibe nebe jî îlle em ê rojekê biçin wan hesp û mehînan bigirin, li wan siwar bibin û kinerê li çiyê bixin bo çûyîna malê. Ҫaxê me ev xeyal dikir û dûbare dikir em ewqasî ji xwe bawer bûn ku wê bawerîyê temenê me yê biçûk bi awayekî xeternak derbas dikir. Me xistibû serê xwe de û me digot teqez em ê bikin. Lê mixabin nebû: em li hesp û mehînên serberdayî siwar nebûn û me kinerê li Ҫiyê nexist bo Malê…
Romana Marcel Proust, Li Pey Dema Wenda (À la recherche du temps perdu, 1913-1927) ku yek ji girîngtirîn romanên modern e tiştekî pir hêja nîşanî me dike : Jîna rastîn jîna jîyayî ya ku bi rêya nivîsê ji nû ve li ser tê fikirîn û ji nû ve tê ava kirin e. Ji ber ku, weke ku lehengên romanên Stendhal (Fabrice del Dongo’yê Mergena Parma’yê)[6] û Tolstoy (Pierre’ê Şer û Aşitî’yê)[7] nîşanî me dikin, em di “niha”’yê de ji kiryarî û bûyeran xwe gelekî tiştekî ji xwe fahm nekin û tam nizanin bê çi diqewime. Kengî pişt re em li xwe vegerîyan, wê hingê di panoramayeke giştî de em ê bikaribin tiştekî ji xwe fahm bikin. Lê belê, dîrok ne bi “min” lê bi “me” çêdibe. Lewra bîranîn, lêgerînên li pey demên wenda ên “min” nikarin “selfî” bin. Walter Benjamin’ê gewre digot ku kirîn û yan jî bi dest xistina paşerojê dikare bi têne bi tevgereke polîtîk pêk were ku nihayê vediguherêne. Wî çaxî binketî jî ji jibîrbûnê têne rizgar kirin[8].
Jêrenot
[1] Savci, Fatma, Danê Baranê, Stenbol, Avesta, 2018.
[2] Nemir, Kawa, Bîşenga Deşta Dûr, Amed, Lîs, 2006.
[3] Primo Levi, Les Naufragés et les rescapés [1986], Paris, Gallimard, 1989.
[4] Frediano Sessi, « Zone grise », Témoigner. Entre histoire et mémoire [En ligne], 117 | 2014, mis en ligne le 01 juin 2015, consulté le 18 septembre 2021. URL : http://journals.openedition.org/temoigner/1217 ; DOI : https://doi.org/10.4000/temoigner.1217
[5] Musil, Robert, Öǧrenci Törless’in Bunalɪmlarɪ, Istanbul, Alakarga, 2012 [1906] r. 80.
[6] Stendhal, La chartreuse de Parme, Paris, Flammarion, 2000 [1839], r. 108.
[7] Tolstoï, Léon, Guerre et Paix, t. 2, Paris, Gallimard, 1972, r. 197.
[8] Benjamin, Walter, « Sur le concept d’histoire », Oeuvres, t. 3, Paris, Gallimard, 2000, rr. 427-443.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →