Ji Kinyazê Îbrahîm re... (1947-2021)
-Pêşengekî Şêwra Xwendekarên Kurd-
Rola xwendekar û ciwanan
Di salên 1960î da, ne bi tenê li Sovyetê li hemû cîhanê rola ciwanan, bi taybetî jî rola ciwanên xwendekar mezin bûye. Ciwanên xwendekar hem bi hêz û enerjîya xwe, hem jî bi zanîna xwe di civatê de roleke mezin lîstine. Wan wê demê bi vî awayî hebûna xwe jî dida pejirandin û îspat kirin. Di sala 1956an da, li Wiesbadena bajarê Almanyayê, Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa saz dibe. Li her welatekî Ewrûpayê beşeke wê hebû. Piştî ku Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa saz dibe, bi sedan xwendekar dibin endamê wê. Di sala 2006an de ji ber 50-saliya sazbûna Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa semînerek li Stockholmê ji aliyê Nûnerayetiya Hikûmeta Kurdistanê li Swêdê de hate amadekirin. Min di vê civînê bi kurtî qala vê tevger û saziya xwendekarên kurd kir. Berî[1] û piştî[2] vê çalakiyê ez bi nivîsekê li ser dîroka vê komeleya xwendekarên kurd sekinîm. Bi kurtî wateyê sala 1956an ji bo dîroka tevgera xwendekarên kurd gelek mezin e. Ji kurdên Sovyetê nivîskar û lêkoler Karlanê Çaçan dema xort bûye, di heman salê de (1956) helbestekî dinivîse ku giranî û hêza xwendekarên cîhanê nîşan dide. Wî ev helbestê xwe pêşkêşî Festîvala Ciwan û Xwendekaran kiriye ku di rojên 31/7-14/8-1955an de li Varşovayê (paytextê Polonyayê) pêk hatiye. Çarîneke vê helbestê wiha ye:
Festîval bû li Varşavaê
Dikişiyan cahil (ciwan R.A.) û dihatin
Ji rohilatê û roavaê
Ji şimalê û ji cenûbê...[3]
Yekîtîya Komunîstên Ciwan ku bi kurtî wek Komsomolê derbasî dîrokê bûye, yek ji wan rêxistinên herî xurt bû ku li Sovyetê ava bûye (1918-1991). Hemû ciwan bi gîyan û dîtinên marksîst û lenînîst perwerde dibûn û gelek sadiqî îdeolojîya dewletê bûn. Hejmara endamên vê rêxistinê bi mîlyonan bû. Bi sedan xort û keçên kurd jî bi her awayî di nava refên karker û komên civatê yên din de dixebitîn. Dema ku em rûpelên rojnameya Rêya Teze raçav dikin, em rastî hin nûçeyên xebat û çalakiyên van ciwanên kurd tên.[4]
Komek xwendekarên kurd li Rewanê.
Ji çepê: Cemalê Cindî, Lûsika Huseyn, Hesenê Qeşeng, Naza Cewarî û Aslika Qadir (Rêya Teze, 29/11 1964)
Hesreta xwendina bilind
Di ziman û edebîyata kurdên ku Sovyetê de li şûna peyva “ciwan” zêdetir peyva “cahil”ê hatiye bikaranîn.[5] Ev peyva ku koka wê erebî ye, di esilê xwe de tê wateya kesê/kesa nûgihiştî, zarok. Peyva cahil ne bi tenê di nava kurdên Sovyetê da, li hin deverên Serhedê jî bi wateya peyva “ciwan”ê tê bi kar anîn. Ev peyv di zimanê osmanî û tirkî de gelek caran bi wateya kesên nezan bi cih bûye. Hin peyv dema ku dikevin ziwatekî din carina wateya xwe ya bingehîn winda dikin. Bi kurtî, peyva “cahil”ê di nava kurdên Sovyetê de li şuna keç û xortan hatiye bikaranîn. Her du çarînên jêrîn yên ji dengê Sûsika Simoyê jî nîşan didin ku gelek cahilên (ciwan) kurd ji bo xwendina bilind berê xwe dane Rewanê. Di vê kilamê de peyvên ciwan, kitêb, xwendina bilind û bajarê mezin gazî hev dikin:
Hey canê, canê, canê, hey canê
Lawikê min çû Rewanê, hey canê
Lawikê min çû bixwîne
Kitêb dostê wî bûne, hey canê.
Hey canê, canê, canê, hey canê
Ji şeherê Rewanê, hey canê
Hezar cahil dixwînin, hey canê
Nav wan de lawikê min, hey canê...[6]
Di kilamên kurdî da, çawa em dibînin civatê qedrekî mezin daye xwendinê û bi taybetî jî xwendina bilind. Di kilama bi navê “Almast”ê de ev yek bi awayekî vekirî xuya dibe: “Almasta min ji dersê tê/dersdara min dersê tê...”, di heman kilamê de ev rêz jî heye: “Xwendina bilind xelas kir”.[7] Di hin kilamên din de, statuya xwendekaran her çûye bilind bûye. Keç dixwazin bi xortên xwendekar re hevalitiyê bikin: “Lawikê minî xwendekaro/Ilmê dinê bixwîne”[8] û xort jî çav berdidin keçên xwendekar: “Derdê min keçika xwendekar e”.[9] Çawa di vê kilamê de jî derbas dibe kilambêj/dengbêj li vê derê pesnê “cahilên xwendekar” dide, wan derdixe pêş.
Xwendekarên ji Kurdistanê û ji Sovyetê rastî hev tên
Tekoşîn, tevger û rabûnên li hemû parçeyên Kurdistanê li ser ciwanên kurd bandoreke mezin dihêle. Zilm û zordestîya li hemberî gelê kurd jî nasekine, hêzên van dewletan bi her awayî êrişî Kurdistanê dikin. Xwendekarên kurd di van salan de ji bo piştgirî û alîkarîya gelê xwe li her derê seferber dibin. Di van salan da, tekoşîna gelê kurd bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ber bi pêş ve diçe. Têkiliyên kurdan û Sovyetê jî berbi başbûnê ve diçin. Di rewşeke weha de, xwendekarên ku li Sovyetê di zanîngehên cihê de dixwand, nedişîyan ku bê deng bimana. Di van salan de, komek xwendekarên kurdên Iraqê û Îranê jî li komarên Sovyetê dixwand. Di wêneyekî van salan de, em ji Kurdistana Îranê, Hejar Mukrîyanî û ji Kurdistana Iraqê jî Kemal Mezher Ehmed dibînin, di orta wan de jî Cemîla Celîl. Têkiliyên wan û yên xwendekarên kurdên Sovyetê yên pirhêl bi hev de hebûn. Kurdên Surîyeyê helbestavan Reşîdê Kurd jî demekê li Rewanê maye, hin helbestên wî di rojnameya “Rêya Teze”yê de hatine weşandin. Kurdên Sovyetê ku bi salan hevwelatiyên xwe yên parçeyên Kurdistanê qet nedîtibûn, cara pêşîn wan ew di van salan de hev dîtin, destên xwe dirêjî hev kirin. Ev hevdîtineke dîrokî bû ku kelecana wan ya neteweyî û welatevînîyê xurttir dikir, çi bû di van salan de bû (1960-1970). Xwendekarekî ji Başûrê Kurdistanê ku di nav tevgera xwendekaran de hatibû nasîn Kawûs Qaftan bû, li Moskovayê dima.
Du xwendekarên ji Başûrê Kurdistanê Merûf Xeznedar (li çepê) û Kawûs Qaftan (li rastê) ligel mamosteyê xwe Qanadê Kurdo (1967)
Di van salan de yek ji wan xwendekarên ji Başûrê Kurdistanê ku li Sovyetê dimîne jî nivîskarê kurd Kawûs Qaftan (1934-2009) bûye. Ew di sala 1960î de ji Sovyetê diçe Berlîna Rojhilat bona tevî kongreya pêncemîn ya Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa bibe. Ev têkilî, dan û standinên ku di navbera xwendekarên kurd yên ku ji welatên cihê dihatin , ew zêtir nêzîkî hev dikirin. Tiştekî balkêş jî piştî ku Kawûs Qaftan ji vê kongreyê vedigere kurteçîrokeke bi navê “Lê belê ez kurd im” dinivîse ku bi gelek aliyan ve balkêş e. Di vê berhemê de kesekî ku ji 25 salan zêtir li xeribiyê ye, derbeder e li ser gola “Vanzê” li bajarê Berlînê rastî vebêjerê vê kurtçeîêrokê tê, li wir xwe dide nasîn. Derdikeve holê ku ew kesekî nîv tirk, nîv kurd e (ji aliyê dayîkê de). Dema li welat bûye lê herêma Agiriyê bûye şahidê komkujiya kurdan, ew bûyer qet ji bîr nekirine. Ew di cîhekî kurteçîrokê de jî wiha dibêje: “Dema ku min seh kir xwendekarên kurd li Berlînê civîna xwe ya salane çêdikin, ez bi lez hatim ku dengê xwe têkim nav dengê wan”. Çawa em li vir jî dibînin berhemeke edebî herweha bal kişandiye ser tevgera xwendekarên kurd. Kawûs Qaftan dema havîna 1960yî ji Berlînê vedigere Moskovayê, ew meha îlonê vê berhema xwe dinivîse.[10]
Damezrînerên Şêwra Xwendekarên Kurd, ji çepê: Zurbeyȇ Emir Îboyan, Gêorgiyê Xudo, Tîtalê Efo
Sazkirina Şêwra Xwendekarên Kurd li Rewanê (1963)
Çawa em dibînin di sala 1963yan de li Rewanê, ango li paytextê Ermenistanê bi navê “Şêwra Xwendekarên Kurd” komeleyeke xwendekarên kurd saz dibe. Pisporê folklora kurdî Prof. Hecîyê Cindî di rojnivîskên xwe de dibêje ku di sala 1963yan de xwendekarê doxtoriyê Zurbeyȇ Emir Îboyan û 2-3 hevalên xwe hatine bal wî û xwestine ku ji bo sazkirina vê komeleyê ew alîkarîya wan bike. Heciyê Cindî bi berpirsê partiyê Amîryan re dikeve têkilîyan û ew soz dide ku ew alîkariya wan bike. Heciyê Cindî di rojnivîska xwe ya roja 20/5 1963yan de dinivîse ku ew bi şabûn fêr bûye ku ev komele hatiye sazkirin.[11] Piştî 5 salan Heciyê Cindî di rojnivîskeke xwe ya din de jî dinivîse ku “Şêwra Xwendekarên Kurd” ji bo pîrozkirina 60 salîya wî di sala 1968an de êvarek amade kiriye. Heciyê Cindî li vir bi taybetî spasî Kinyazê Îbrahîm dike bona amadekirina vê êvara hewaskar. Heciyê Cindî di rojnivîska xwe de navê komeleyê yê fermî jî dide: “Şêwra Xwendekarên Kurd”.[12] Weşîna van bîranînên Heciyê Cindî bi forma rojnivîskan piştî 40 salan cara yekem bala me dikşîne ser vê komeleya xwendekarên kurd li Rewanê. Ez bawer dikim ku dema xwendekarên kurd peyva şêwr (şêwir) hilbijartine peyva rûsî: sovet (sovyet) dane ber çavan ku tê wateya şûra û konsey jî. Di van salan de peyva sovet (sovyet) gelek populer bû. Di destpêkê de wek mînak em di rojnameya Rêya Teze de rastî îfadeyên wek “Welatê Şêwrê” (Welatê Sovyetê) û “Dewleta Şêwrê” (Dewleta Sovyetê) tên.[13] Heman demê peyva Şêwristan (Yekitiya Sovyetan) jî hatiye bi kar anîn. Bi kurtî navê vê komeleyê bi awayekî serbest wiha jî dikare bê pêşkêş kirin: “Sov(y)eta Xwendekarên Kurd”. Tosinê Reşîd di nivîseke xwe de dîyar dike ku di destpêkê de navê komeleyê yê fermî Şêwra Xwendekarên Kurd bûye.[14] Lê ew di hevpeyvînekê de jî dibêje ku paşê navê wê dibe: Şêwra Cahilêd Kurd (Şêwra Ciwanên Kurd),
“Payîza sala 1963yan min, Zurbê Emer[15], Gêorgiyê Xudo[16] û Tîtalê Efo[17] li Yêrêvanê Şêwra Xwendekarên Kurd damezirand. Ew li serenserê Sovyetê yekem rêxistin bû ku li ser bingehê neteweyî hatibû avakirin. Şêwra me berê nehênî bû, lê piştî çend mehan me pêwendî bi Komsomolên Ermenîstanê re girê de û bi hevkariya wan karê xwe domand. Piştî şêwr eşkere bû, navê wê bû Şêwra Xortên Kurd. Armanca Şêwrê belavkirina bîr û baweriyên kurdayetî û xurtkirina hîsên netewî bû”. [18]
Divê ez li vê derê balê bikşînim ser mijarekê. Peyva “xort” peyvek e ku zêdetir ji bo lawikan û kesên ciwan tê bi kar anîn, mirov nikare bibêje ku “xort” û “ciwan” peyvên hevwate (sînonîm) ne, dema ku mirov dibêje; “ciwan”, ev gotin hem xortan û hem jî keçan dihewîne. Lê belê di zimanê rojane û serbest de, ev komele bi hin navên din jî hatiye nasîn. Nûra Cewarî wekî mînak di nameyeke xwe de dîyar dike ku wan jê re gotiye: ”Kluba Xwendekarên kurd”.[19] Carinan di dawiya navê wê da, em rastî peyvên Rewan/Ermenîstanê jî tên. Wekî mînak Têmûrê Xelîl di nivîseke xwe de vê saziyê wek “Komeleya Xwendkarên Kurd li Ermenistanê” bi nav dike.[20] li vê derê jî xuya dibe, li gorî demê, çavkanîyan û nivîskaran navê komeleyê hatiye guhartin. Di hejmareke Rêya Teze de jî em dibînin ku forma dawîn “Koma Cahilêd Kurd” hatiye bikaranîn.[21] Em ê di vê tekstê de zêdetir forma pêşîn Şêwra Xwendekarên Kurd bi kar bînin.
Kinyazê Îbrahîm (li çepê), yek ji aktîvîstên Komeleya Xwendekarên Kurd
Serek û xebatkarên komeleyê
Kesên ku pêşengîya sazkirina vê komeleyê kiriye, wisa xuya dibe ku Zurbeyȇ Emir Îboyan, Gêorgiyê Xudo, Tîtalê Efo û Tosinê Reşîd bûne. Di derbarê serekên komeleyê de Têmûrê Xelîl weha dibêje: ”Komela xwendekaran sala 1963an vebû, serokê pêşin Hesenê Qeşeng, dû re Zurbê Emer, Kinyazê Îbrahîm, Svêtlana Bayloz (qîzapa min e). Ez dema serokatîya Kinyaz û qîzapa xwe de cîgir bûm”.[22] Tosinê Reşîd ji wiha dibêje: “Şêwra me jîyana wê heyşt sala domand. Di nav wan heyşt salan de Zurbê Emir, Hesenê Qeşeng, Ezîzê Xeto, Kinyazê Îbrahîm, Svêtlana Bayloz û xudanê van rêza seroketîya wê kirin”.[23] Nûçeyeke sala 1967an navê Eskerê Boyîk jî dide. Kinyazê Îbrahîm dema ku xwendekar bûye, dinivîse ku keç û xortên kurd rojekê di salona Unîversîteya Rewanê de hatine bal hev û 8ê Adarê-Roja Jinan ya Navnetewî pîroz kiriye. Li gor Kinyazê Îbrahîm ev êvar ji aliyê “Koma Cahilêd Kurd” (Koma Ciwanên Kurd) ve hatiye amadekirin. Serekê komeleyê Eskerê Boyîk êvar vekiriye û di derbarê giringiya vê rojê de peyivîye. Ev nûçe ji du aliyan ve giring e. Him nûçe li vê derê nîşan dide ku serekê komeleyê vê demê (1967) Eskerê Boyîk bûye, him jî em ji vê nûçeyê fêr dibin ku komeleyê êdî navê xwe wekî me li jorê jî got; kiriye “Koma Cahilêd Kurd” (Koma Ciwanên Kurd).[24]
Nivîskarê kurd Ahmedê Hepo, di nivîseke xwe de ku tê de Kinyazê Îbrahîm dide nasîn, di derbarê Şêwra Xwendekarên Kurd de jî qala çend mijarên balkêş dike. Em ji nivîsê fêr dibin ku Kinyazê Îbrahîm demekê bûye serekê vê komeleyê:
”Di salên xwendekarîyê de Kinyaz wek xwendekarekî pêş û zane ji alîyê Komeleya Xwendekarên Kurd yên Ermenîstanê de hate hilbijartin wek serokê wê. Rind tê bîra min, rojekê kurdzanên Azirbêcanê ji Bakûyê hatine Ermenîstanê, yên wek zanyarên navdar Elî Gelawêj, Rehîmê Qazî, helbestvan û zanyar Huseyn Kurdoxli, Şamil Eskerov. Min xwest ku xwendekarên kurd bi wan re bibine nas, lema min ji Kinyaz re got ku eger hûn rasthatinekê, êvarîkê bi wan re çêkin, wê baş be. Kinyaz û endamên komîteya komeleya ku wî serokatî lê dikir, destxweda razî bûn û bona wê rasthatinê amadekarîyên here baş kirin. Herwiha di wê êvarîyê de zanyarên kurd yên binavûdeng Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Nadoyê Xudo Maxmûdov, Elîyê Ebdilrehman, Xelîlê Çaçan, Şekroyê Mihoyî, Xalit Çetoyev, Karlênê Çaçan, Casimê Celîl û gelekên mayîn, herwiha nivîskar û helbestvanên navdar Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Wezîrê Eşo, Eskerê Boyîk hazir bûn. Êvarî gelek baş derbaz bû û mêvanên ji Azirbêcanê dema vegerê gotin ku rastî jî Ermenîstana îro bûye navenda çand û hunera kurdan”.[25]
Wek ku li jorê û di cîhên din de jî derbas dibe, Kinyazê Îbrahîm di van salan de bi dil û can tevî karê vê komeleyê bûye. Kesekî bi navê Martin Şahbazyan hê di van salan de (1966) bi navê "Paşwextîya wî geş e" nivîseke balkêş di derbarê “Kinyazê Îbrahîmê 20 salî” de nivîsîye.[26] Ev dîtina Martin Şahbazyan piştî salan rast derdikeve. Kinyazê Îbrahîm berî çend rojan (8/8 2021) li Qazaxîstanê çûye rehmetê. Ew bi her alîyî ve xweyê kesayetîke geş bû.[27]
Yek ji aktîvîstên komeleyê dr. Gêorgîyê Xudo bûye. Têmûrê Xelîl di nivîseke xwe de weha qala Gêorgîyê Xudo û komeleya xwendekarên kurd dike:
”Lê ji bo Gêorgîyê Xudo jîyana here bextewar ne nav û deng û zanyarîyên wî bûn, lê daxwaza ko jîyaneke kurdewarîyê derbaz bike, kêrî miletê xwe bê. Ji bo wî meslekê wî her tenê jê re rêyek bû, ko malbata xwe xwedî bike, lê jîyana here xweş û bextewar ya bi gelê xwe re bû. Ji ber wê jî wî ji destpêka salên 60-î de bi Tosinê Reşîd, Hesenê Qeşeng, Porsora Sebrî û hevalên mayîn re tevayî bingehê Komeleya Xwendkarên Kurd li Ermenistanê danî, hewil da wisa bike, ko gelê wî xwe di Kurdistaneke xeyalî ya biçûk de texmîn bike. Dû van kesan re gelek welatparêzên kurd ev kar berdewam kirin, wek Kinyazê Îbrahîm, Svêtlana Bayloz, Moskovê Cemal, Ezîzê Gerdenzerî, Çerkezê Reş, Vanîkê Elîxan, Hesenê Ûso û yên din. Ez xwe bextewar dibînim, ko ez jî di nav wan de bûm, gelek salan endamê komîtêya karger ya vê komeleyê bûm”.[28]
Yek ji wan çalakvanên komeleyê jî Têmûrê Xelîl bûye, li gor Hesenê Uso, rojnamevan Têmûrê Xelîl 6 salan wekî endamê komeleyê kar kiriye.[29]
Yek ji wan dildarên komeleyê jî Hesenê Qeşeng e ku di sala 1963yan da, di fakûlteya rohilatzaniyê de dest bi xwendina beşa zimanê farisî kiriye. Hê di sala 1964an de bi nivîseke kurt xwestiye ku balê bikşîne ser rewşa ciwanan, bi taybetî jî ciwanên xwendekar: “Çawa xwendevanekî gazêta Rêya Teze min dixwast rûpelêd gazêta meda derheqa emrê cahilêd meda, îlahî, derheqa cahilêd xwendekarda, diha gelek miqale bihatana neşirkirinê”.[30] Di hevpeyvînekê de jî Hesenê Qeşeng wiha qala Şêwra Xwendekarên Kurd dike:
“Salên xwendekarîyê bona min salên here xweş bûn, -Hesen dibêje. -Bi rastî li ber min cîhaneke nû vebû. Piştî dersan dema mine aza qet tunebû: yanê ezê li pirtûkxanê bûma, yanê ezê li civînên xwendekarên me bûma, yanê jî diçûme Radyoya Kurdî û rojnama Rêya Teze. Wan salan têkoşîna kurdaye netewî-azadarîyê bi serokvanîya Mustefa Barzanî li başûrê Kurdistanê xurt û zor bûbû. Em bi bûyerên Kurdistanê va dijîyan. Wê demê Komeleya Xwendekarên Kurd ya Rewanê hebû. Komeleyê karekî netewhizîyêyî baş dikir. Hertim nivîskar, zanyar û rewşenbîrên meye cihê-cihê vexwendî dikir, yên ku li ser wêje, çand û dîroka gelê me gotûbêj û qise pêk dianîn. Hema wan salan jî hesîna min ya hizkirina berbi netew û welatê me bêtir kûr bû û di ruh û dilê minda şax veda. Hema di wê demê de ez bi rojnama meye hizkirî va hatime girêdanê, car-caran min gotar ji bo wê û radyoyê dinivîsî”.[31]
Hesenê Qeşeng havîna sala 1968an zanîngehê diqedîne. Piştî qedandina xwendina bilind di rojnameya “Rêya Teze”yê dest bi xebatê dike. Hesenê Qeşeng di sala 1970yî da, nivîseke dirêj dinivîse ku li ser wan kurdên navdar e ku di Unîversîteya Rewanê de xwendina bilind qedandine. Em ji vê nivîsê fêr dibin ku kesê yekem ku di sala 1930yî de di vê unîversîteyê de dest bi xwendinê kiriye Heciyê Cindî ye.[32] Hesenê Qeşeng paşê çend salan diçe Afganîstanê, wekî wergêr û dîplomat li wê derê kar dike.
Hin aktîvîst û serekên Şêwra Xwendekarên Kurd: Ji çepê: Hesenê Qeşeng, Kinyazê Îbrahîm, Tosinê Reşîd
Hin çalakiyên komeleyê
Em ji van bîranînên Tosinê Reşîd, Ahmedê Hepo, Hesenê Qeşeng, Kinyazê Îbrahîm û Têmûrê Xelîl ku li jorê cih girtine, fêr dibin ku Şêwra Xwendekarên Kurd gelek hewl daye û çalakiyên cihê pêk anîne, ji bo xwendekar û ciwanên kurd bi gîyanê neteweperweriyê û kurdayetîyê mezin bibin. Tosinê Reşîd dîyar dike ku yek ji wan çalakiyên pêşîn ku komeleyê pêk anîye, civînek e ku di derbarê helbestvanê kurd Cegerxwînê de bûye. Tosinê Reşîd bi xwe ev gotar pêşkêş kiriye. Şêwra Xwendekarên Kurd bi taybetî di rojên giring de, di rojên pîrozkirina rojbûyîna kesên navdar, nivîskar û mezinên kurd de êvar û şahî organîze kirine. Ev civîn û çalakî ne bi tenê bi axaftin, herweha bi bername û pêşkêşiyên hunermend û dengbêjên kurd derbas bûne. Nûçeyeke sala 1967an nîşan dide ku Koma Cahilêd Kurd (Koma Ciwanên kurd) ji bo pîrozkirina 8ê Adarê-Roja Jinan ya Navnetewî êvarek li Rewanê amade kiriye. Di şevê de gelek kes axivîne, di nava wan de nivîskara kurd Sîma Semend jî hebûye.[33] Çawa em li jorê jî dibînin xwendekar û ciwanên kurd di salên 1960-1970yî de li Rewanê gelek aktîv bûne.[34]
Keçên kurd
Bi taybetî di nîvê duyem yê sedsala bîstî de, hejmara ciwanên kurd ku dest bi xwendina bilind kirine li komarên wek Ermenîstan, Gurcîstan, Azerbeycan û li cîhên din her diçin zêde bûye. Di nava komeleyê da, keçên kurd yên xwendekar jî aktîf bûne. Nûra Cewarî dîyar dike ku wê bi xwe sê caran li ser mijarên cihê gotar pêşkêş kirine, wek mijarên dostanîya kurd û ermenan, mûzîka kurdî û Komîtas. Mijara semînerekê ku ji aliyê komeleyê ve hatiye dayîn jî tevgera Barzanî bûye.[35] Çawa me li jorê jî qala wê kir, dema ku ev komele ava dibe, piştî demekê Svêtlana Bayloz jî dibe serekê wê. Hesenê Uso, di nivîseke xwe de dibeje ku Svêtlana Bayloz sê sala bûye sereka komeleyê. Navê wê carinan di çavkanîyan de wekî Svêtîka, Svêta, Sêvê jî derbas dibe.[36] Svêtlana Bayloz keça Baylozê Çaçan e, wê beşa unîversîteyê ya ziman û edebîyata rûsî qedandiye û bi salan di nava Partiya Komunîst ya Ermenistanê de kar kiriye. Ew, bi zimanzanê kurd Maksîmê Xemo re zewici ye.[37]
Koma Xebatkarên Beşa Rojnameya Rêya Teze ya Jinên Neştat. Ji çepê: Porsora Sebrî (Haco)[38], Nûra Cewarî, Svêtlana Bayloz, Cemîla Celîl û Aslika Qadir (Rêya Teze, 7/4 1964)
Keçên xwendekar komekê pêk tînin
Tiştekî balkêş jî berî ku Şêwra Xwendekarên Kurd li Rewanê saz bibe, hê di sala 1961an de bi serektîya keça kurd Svêtlana Baylozê bi navê “Xebatkarên Beşa Rojnameya Rêya Teza ya Jinên Neştat” komek saz dibe.[39] Peyva neştat bi zimanê rûsî ye û bi wateya karmendên nefermî û serbest kar dikin, hatiye bikaranîn. Armanca avakirina vê komê ew e ku bi hevkariya “Rêya Teze” li hemberî kevneşopî û dîtinên paşverû dayîna tekoşînê bûye. Endamên vê komê ji keçên xwendekar pêk hatiye ku li Rewanê dixwendin. Ew çûne gundan li gel keçan, dê û bavên wan peyivîne, paşê encamên van geran bi alîkarîya rojnameya Rêya Teze bi nivîskî gîhandine xwendevanan. Di nav vê komê de van keçên kurd cih girtine ku di van salan de wan li Rewanê di zanîngehên cihê de dixwandin: Porsora Sebrî, Nûra Cewarî, Svêtlana Bayloz, Cemîla Celîl û Aslika Qadir. Sereka komê Svêtlana Bayloz bûye. Li gorî Nûra Cewarî, vê koma jinan xebatên xwe heta sala 1964an berdewam kiriye. Di wêneyekî ku di sala 1964an de di rojnameya Rêya Teze de jî hatiye weşandin em van her pênc keçên kurd tevayî dibînin. Di binê vî wêneyî de du nivîsên kurt jî hene ku ji aliyê Hesenê Qeşeng û Nûra Cewarî ve hatine nivîsîn. Herdu jî ji aliyê xwe de li ser mijara têkiliyên ciwan û xwendekaran ligel çapemeniyê disekinin, ew dixwazin xort û keç zêtir di çapemeniyê de xuya bikin. Nûra Cewarî di derbarê komê de wiha dinivîse: “Rex gazêta Rîya Teze eva êdî sala sisyane ku para jinaye neştat hatîe teşkîlkirinê. Xebatçîêd wê parê hîmlî qîzêd kurde xwendekarin êd ku îdarêd Êrêvanêye xwendina blinde başqe-başqeda hîn dibin”.[40] Mirov dikare bêje ku kar û çalakiyên vê koma keçên xwendekar û Şêwra Xwendekarên Kurd di van salan de hev temam kirine. Belkî ev tevgera keçên kurd yên xwendekar bûye nimûneyeke rênîşandêr ji bo wan ciwanên kurd ku paşê (1963) Şêwra Xwendekarên Kurd saz kirine.
Mîna “Çiqlekî Kurdistanê”
Salekê piştî sazkirina Şêwra Xwendekarên Kurd hunermenda kurd Aslika Qadir cara peşîn kilama “Welatê Me Kurdistan e/Cî meskenê me kurdan e” di sala 1964an de dibêje. Êdî ciwanên xwendekar yên kurd dibin xweyê marşekê, marşeke ku agirê Kurdistanê vê carê berdida nava dilên wan jî. Ev kilama di van salan de wisa zêde tê hezkirin ku êdî sînoran nas nake, wekî parçeyekî dersînor diçe digihêje milyonan mirovên her çar parçeyên Kurdistanê. Ciwanên kurd wek me li jorê jî dît, di van salan de bi hesreta rizgarbûn û dîtina Kurdistanê jîyane. Wan peyvên kurd û Kurdîstanê mîna nan û av hesibandine. Ev komeleya xwendekaran ji bo wan bûye sebrekê. Ji ber vê jî Svêtlana Bayloz ku niha li Rewanê dijî dibêje ku xwendekaran ev komeleya mîna “Çiqlekî Kurdistanê” dihesibandin.[41] Enerjî, kelecan û xewn-xeyalên van xwendekar û ciwanan bêgûman dînamîzmeke mezin daye pêşketina cimaeta kurd li Ermenîstanê û tevaya kurdên li Sovyetê.
Girtina komeleyê
Şêwra Xwendekarên Kurd ku navê wê paşê dibe Şêwra Cahilêd Kurd heta 1972yan, bi qasî 8 salan karê xwe meşandiye. Ew rêxistineke fermî bû û bi Komîteya Navendî ya Komsomola bajarê Rewanê ve girêdayî bû. Ermenan gelek caran alîkarîya komeleyê kiriye, weşanên ermen di heqê komeleyê û çalakiyên komeleyê de gelek nûçe belav kirine. Hin hêz/kes hebûn ku karê vê komeleyê wekî xebatên li dijî prensîpê enternasyonalîzmê dihesibandin û raporên neçê ji berpirsên komsomolê re dişandin. Ji ber van gilî û gazinan û sedemên îdeolojîk komele di sala 1972yan de tê girtin.

Tabloyeke ku pirrengînîya jîyana xwendekarên zanîngehên Rewanê nîşan dide: E. Spiridonova (hurim, rum), S. Abasova (azerbeycanî), Fatma Mecîd (kurd), U. Davtyan (ermenî), A. Tamrazova (mexîn, asûrî), Ferzoyê Hemîdî (kurd). Wêne: Rêya Teze, 28/10 1981.
Jêrenot
[1] Rohat Alakom, Kurd ketin defteran-Pêncîsaliya sazbûna KSSEyê (1956), Malpera Nefelê (21/11 2006).
[2] Rohat Alakom, Ronahîya Dîrokê, Aran, 2008, rûp.246-260.
[3] Karlanê Çaçan, Festîvala Cahiltiyê, Rêya Teze, 12/1 1956.
[4] Emerîkê Serdar, Komsomolekî kurdî pêşîn, Rêya Teze, 12/12 1968.
[5] Wek mînak di logoya komeleyekê de jî em rastî peyva cahil (cahal) tên: ”Yektiya Cahalên Kurd yê Gurcistanê"
[6] Xelîl Muradov, Fonda meye kilama û dengbêjan, Rêya Teze, 20/1 1971.
[7] Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê, 2020, berhevkar: Cewad Merwanî, cild II, rûp.548.
[8] Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê, cild II, rûp.692.
[9] Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê, cild II, rûp.158.
[10] Rohat Alakom, Berhemeke edebî derbarê Serhildana Agiriyê de, Nûbihar, nr 149/2019.
[11] Frîda Hecî Cewarî, Hecîyê Cindî û Malbata Wî, Yêrêvan, 2012, rûp.83.
[12] Frîda Hecî Cewarî, Hecîyê Cindî û Malbata Wî, rûp.86.
[13] Sernivîsa nûçeyekê wiha bûye: “Devleta Şêvrêda meryê nexoendî gerekê ge nemîne”, Rêya Teze, nr 1/1930.
[14] Tosinê Reşîd, Rûpelek Ji Dîroka Kurdên Yekîtîya Sovyêtê: Şêwra Xwendkarên Kurd https://buyerpress.com/kurdi/?p=12997 (Malpera Nefelê, 3/3 2018)
[15] Navê wî carina wek Zurbeyȇ Emir Îboyan jî tê nivîsîn: Torinê Torinî, Qenckirê Bedenan û Geyanan (Bo 80 salîya doxtir Zurbeyȇ Emir Îboyan) https://krd.riataza.com/2018/02/06/qenckir-bedenan-u-giyanan/ (Malpera Rêya Teze, 6/2 2018).
[16] Doktor Gêorgiyê Xudo ji malbata Xudoyê Miho ye.
[17] Tîtalê Efo piştî Mîroyê Esed bûye berpirsê rojnameya Rêya Teze.
[18] "Ez Tosinê Reşîd, kurê Reşîdê Ozman!.." Mehfel, nr 5/2011 (Amadekar: Salihê Kevirbirî).
[19] Nameya elektronîk ya Nûra Cewarî bi terîxa 24/5 2021.
[20] Têmûrê Xelîl, Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=30&RubricNr=24&ArticleNr=7607 (Malpera Nefelê, 27/5 2013).
[21] Kinyazê Îbrahîm, Êvariya Hewaskar, Rêya Teze, 8/3 1967.
[22] Nameya elektronîk ya Têmûrê Xelîl bi terîxa 18/4 2021.
[23] Tosinê Reşîd, Rûpelek Ji Dîroka Kurdên Yekîtîya Sovyêtê: Şêwra Xwendkarên Kurd https://buyerpress.com/kurdi/?p=12997 (Malpera Bûyerpressê, 3/3 2018)
[24] Kinyazê Îbrahîm, Êvariya Hewaskar, Rêya Teze, 8/3 1967.
[25] Ahmedê Hepo: Nivîskarekî Kurdê Azerbeycanê li ser Prof. dr. Kinyazê Îbrahîm dinivisîne http://avestakurd.net/blog/2020/07/05/niviskareki-kurde-azerbeycane-li-ser-prof-dr-kinyaze-ibrahim-dinivisine/ (Malpera Avestayê, 5/7 2020)
[26] Martin Şahbazyan, Paşwextiya wî geşe, Rêya Teze, 7/7 1966.
[27] Dema berî sê mehan min dest bi amadekirina vê lêkolînê kir min bi nameyekê çend pirs di derbarê Şêwra Xwendekarên Kurd ji Kinyazê Îbrahîmê re şandin ji bo ew bersîva min bide. Wî di bersîva xwe de got ku ew niha li Almanyayê ye dema ew vegerîya mal dê bersîvê min bide. Çend hefte derbas bûn, min tu bersîv jê wernegirt. Min mesajek dîsa jê re şand. Rojek berî mirina wî, ango di 7ê Tebaxa 2021an de, min nivîsek kurt a bi îngîlîzî ji e-maila wî wergirt ku wiha digot: “Mixabin, Dr. Kinyaz niha ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bersîva nameya we bide. Ew ê zûtirîn di demek kurt de bi we re têkiliyê dayine”. Rojek şunda (8ê Tebaxê), dema ku min li nûçeyên rojane yên li ser înternetê nihêrî, min dît ku nûçe radigihînin ku Kinyazê Îbrahîm wefat kiriye. Min bi çavên xwe bawer nekir. Binêre: Rohat Alakom: Kinyazê İbrahim Mirzoyev için Kürtlerin birliği her şeyin üstündeydi. http://mezopotamyaajansi35.com/tum-haberler/content/view/143730 (13/8 2021).
[28] Têmûrê Xelîl, Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=30&RubricNr=24&ArticleNr=7607 (Malpera Nefelê, 27/5 2013).
[29] Hesenê Uso, Malek dikare çi bike bona gel, Dengê Komkar, nr 35/1981.
[30] Hesenê Qeşeng, Xwestina min, Rêya Teze, 7/4 1964.
[31] Prîskê Mihoyî, Rojnamevan û niştimanperwer: Hesenê Qeşeng, https://krd.riataza.com/2019/02/16/hesene-qeseng-rojnamevan-u-nistimanperwar/ (Malpera Rêya Teze, 16/2 2019).
[32] Hesenê Qeşeng, Kutakirîêd Unîversîtetêye Kurd, Rêya Teze, 23/12 1970.
[33] Kinyazê Îbrahîm, Êvariya Hewaskar, Rêya Teze, 8/3 1967.
[34] Ne bi tenê li Ermenîstanê, li Gurcistanê jî ji bo ciwan û xwendekarên kurd hin xebat hatine kirin. Elena Xudoyanî sereka komeleya Yekitiya Ciwanên Kurdên Gurcistanê berî çend salan di fîlmekî dokumentî de dîyar dike ku ronakbîrê kurd Keremê Anqosî (1937-2019) hê di sala 1957an da, ango salekê piştî sazbûna Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa hewl daye, bo ciwanên kurd li Gurcistanê bighîne hev. Ew dibêje ku xebatên ciwanên kurd li Gurcistanê bi Keremê Anqosî ve dest pê dike. Di sala 1996an de, bi pêşengiya Egîd Mîrzoevî Yekîtîya Cahilên Êzîdî saz dibe, paşê navê xwe diguhirîne dibe: Yekîtîya Cahilên Kurd ya Gurcistanê.
[35] Nameya elektronîk ya Nûra Cewarî bi terîxa 22/5 2021.
[36] Svêtlena Bayloz, Rûpelêd ji emrê jina kurd, Rêya Teze, 8/8 1970.
[37] Hesenê Uso, Malek dikare çi bike bona gel, Dengê Komkar, nr 35/1981.
[38] Di wêneyê vê beşa Rêya Teze de wek tê dîtin navê Porsora Sebrî wek “Porsora Haco” hatiye nivîsîn. Peyva Haco navê pêşiyê wê ye, wek edet carina mirovên Sovyetê ev nava jî li navên xwe zêde kirine. Porsora Sebrî paşê bi salan di rojnameya Rêya Teze de wek edîtor kar kiriye.
[39] Peyva neştat ku rûsî ye bi wateya karmendê ne-fermî, serbest kar dike tê bi kar anîn.
[40] Koma Xebatkarên Para Gazêta Rêya Teze ya Jinaye Neştat, Rêya Teze, 7/4 1964.
[41] Ji notên hevpeyvîna telefonê ya bi Svêtlana Bayloz re (3/6 2021).
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →