Pêşgotin û Werger: Bilal Ata Aktaş
Goterek ji kovara Dengê Kurdistan
Nûredîn Zaza yek ji kesayetên balkêş ê serdema xwe ye. Çîroka wî di sala 1919an de li Madena bi ser Elezîzê dest pê dike û sala 1988 li Swîsreyê bi dawî dibe. Zaza, di temenê xwe yê biçûk de, bi saya birayê xwe yê mezin dixtor Nazif, li binxetê Kurdên netewperwer nas dike û bi awayekî çalak di kar û xebatên kurdewar de cih digire. Serencama wî ya ku girêdayî vê nivîsê ye, di sala 1949an de dest pê dike ku ev sal di heman demê de ji bo liv û tevgerên dijkolonyal jî saleke girîng e.
Zaza, gava ku ji bo xwendinê diçe Lozanê, dibe yek ji danerên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa û wek weşana fermi ya komeleyê tevî hevalên xwe kovareke bi navê Dengê Kurdistan (La Voix du Kurdistan) derdixe.[1] Ev kovara ku piranî bi frensî û hindek jî bi îngilîzî û kurdî weşanê dike, yekem kovara kurdî ye ku bi tîpên latînî li Ewropayê derketiye. Hejmara ewil di tebaxa 1949an de çap dibe û li gor Zaza 12 hejmar dom dike lêbelê tenê 5 ji wan li ber dest in. Ev werger jî yek ji nivîsên herî sext û bibandor a kovarê ye ku xeta stûr a çepgiriya komeleyê dide der. Herweha bêhn û tîna dijkolonyal a vê nivîsê jî ji bo Kurdên Bakur kurt û kurmanciya serdemekê ye.
Herçiqas nivîs bi navê Memo hatibe îmzekirin û belavkirin jî, bi îhtîmaleke mezin Zaza bixwe ew nivîsandiye ku di bîranînên xwe de jî li ser vêya disekine: “Bi şev û bi ro’ min bixwe nivîs sererast dikirin, bi daktîloyê cardin dinivîsandin û ew kopî dikirin.”[2] Di nivîsê de peyv û hevokên mezin wek xwe hatin wergerandin û bi awayekî giştî min hewl da ku ruhê serhildêr ê nivîsê wek xwe bimîne.
Dibe ku em wek xwîner Memo û Hesoyê qalkirî nas nekin, lê Memo û Hesoyan baş nas dikin.
“Bersivek bo rojnameya Tirk Cumhuriyetê”
Memo(Nûredîn Zaza)
(Kûçik biewte jî kerwan dimeşe)[3]
Pêşgotineke tirkan “İt ürür kervan geçer”
Bersiva me ya ji bo nivîskarê nijadperest, teşwîqkarê nefreta neteweyî, qajqajokê şerî, berdevkê hikûmeta xwe ya obskurantîst, nokerê hêjayî berteka herî hişk a hemî deman ev e:
26ê meha adara vê salê [1949], Dicle Kaynağı, weşana xwendekarên kurd ên li zaningehên Stenbolê, bi navê “Rûs Kurdan provoke dikin” nivîseke Cumhuriyetê parve kirin, ku weşana fermî ya Partiya Komarê ye ku ev 25 sal in bi diktatoriyeke leşkerî Tirkiyê birêve dibin.
Meriv dikare mebesta klasîk a provokatîf a vê gotarê bi kurtasî wiha rave bike: Di tevahiya dîroka xwe de, ji bo firehkirina sînorên xwe ber bi başûrê ve, Rûsyaya çarîst her tim Ermen wek amûrekê bikar anîne da ku bikevin axa Osmaniyan. Ji ber dijminahiya sext a Kurd û Ermenan, kengê Rûsan axa kurdan a cîran dagir dikir, ji bo heyfa Ermenan bistînin Kurd qetil dikirin. Û di dema şerê yekem ê cîhanê de, êş û wehşeta ku artêşa rûs û çeteyên Ermenan bi Kurdan didan nîşandan digihîşt radeyeke pir hişk û wehş. Lê Kurdan jî çawa ku firsend didît, heyfa xwe ji dijminên xwe yên bavûkalan hildida. Li aliyekî Kurd, li aliyê din jî Ermen û Rûs, gava meriv qirkirina daîmî ya di navbera wan de bide ber çavan, kîn û nefreta wan a li hember hev ewqasî bêderman bû ku piştî avakirina rejîma Sovyetê jî heman rik û dijberî dewam kir û ew ê berdewam bike jî.
Ji ber vê yekê, Rûsyaya Sovyetê û Ermenistan belasebeb hewl didin û bi Kurdan re eleqedar dibin da ku sempatiya wan bi dest bixin, Kurd dê tu carî vê tarîxê ji bîr nekin. Dibe ku Yekîtiya Sovyetê xweseriya herêmî ya 45,000 Kurdên komara Ermenistanê nas bike, ji bo pêşketina aborî û çandî destûrê bide wan, xwendekaran bişîne zanîngehên Moskov û Lenîngradê, çawa ku daye Mistefa Barzanî stargeheke "maceraperest" bide wan jî, destûr bide helbestvan û zanyarên Kurd ku doza gelê xwe bi rêya çapemenî û radyoyê biparêzin, lê dîsa jî hestên kurdan dê li hember wan neguhere. Ew jî mîna me ji niyeta xirab a Rûsyayê piştrast in ku armanca wê tenê têkbirina yekîtiya Tirkiye, Îran û Iraqê ye û ji bo hêsankirina dagirkeriya xwe, xwe biheraret ji bo şerekî amade dike.
Bersiva me ya ji bo nivîskarê nijadperest, teşwîqkarê nefreta neteweyî, qajqajokê şerî, berdevkê hikûmeta xwe ya obskurantîst, nokerê hêjayî berteka herî hişk a hemî deman ev e:
Sifteh, ev şelipîna makyavelîst a siyaseta we ya Kurdan tê çi wateyê? Hûn çawa diwêrin peyva "kurd" di ferhenga xwe de bi kar bînin û bi eşkere hebûna neteweya kurd qebûl bikin? Ma bilêvkirina vê peyvê di demokrasiya we ya Kemalîst de êdî wekî sûcê mirinê nayê hesibandin? Têkçûna siyaseta we ya tunekirina van mirovan we mecbûr dike ku hûn paşde bizivirin û rêbazên klasîk ên korbûn û cambaziyê bi kar bînin.
Di çaryeka dawî ya sedsalê de, gelo partiya we ya desthilatdar ji bo ku ji 5 mîlyon kurdên ku piştî Peymana Sevrê di bin hikmê we de mane tu şopek nehêle, ji rê û rêbazên kesnedî paşde gav avêtiye? Ma serokê we yê niha 19 sal berê nedigot “Li Tirkiyê tenê miletek heye, miletê tirk. Ji xeynî tirkan, mafê tu kesî tune ji bilî xulamtiyê!” Ma ciwanên hişteng û şovenîst ên Ataturk û Îsmet Inonu, li Ewrûpayê jî bi fanatîkî daxuyaniyên xwe nadomînin: "Li Tirkiyê tu kurd tune ne. Wekî din, jixwe dîrok xelkekî bi vî navî nas nake. Yên ku wek Kurd tên hesibandin, bes Tirkên çiyayî û paşverû ne!" Yên din, yên ku li ber çavê mixatabên xwe meselê baş nas dikin, bi quretî erê dikin: “Belê, berê Kurd hebûn li Tirkiyê, lê bi xêra Ataturkê me yê nemir, hemû hatin qetilkirin. Em heta hetayê ji wan xilas bûn!"
Ma hûn ê îdîa bikin ku hima îro jî vê siyaseta nijadperest hişkiya xwe wenda kiriye? Û li welatê we, pênasekirina Kurdan a bi "Tirkên çiyayî" û welatê wan bi "Herêmên Rojhilata Tirkiyê" berdewam nake? Ma destûr ji Kurdan re heye ku bi serbestî bi zimanê xwe biaxivin, bi serbestî hestên xwe yên neteweyî bînin ziman, dibistan û weşanên xwe bi zimanê xwe pêk bînin? Ma em dikarin bijmêrin ka çend heb zarokên Kurd ên ku bi xwendina nivîseke bi Kurdî hatine tawanbarkirin, li ber sêdareya we di bin gîzme, singû û guleyên leşker û cendirmeyên we de hatine kuştin?
Birêz Edîtor! Ka bi misadeya we em ji we re bêjin: bi siyaseta derçax û terkexem hûn ne kêmî siltanên xwe yên sor in; mîna wan hûn jî rastiyê, dîrokê û guherînên civakî piştguh dikin. Hûn ne qayîl in ku pirsgirêka kurdan bi şûr û tehcîrê nayê helkirin. Ev fikr we hêrs dike ku gelê Kurd ne li Tirkiyê, ne jî li Îran û Iraqê nehatiye tunekirin, lêbelê li Rojhilata Navîn, her ku diçe şerê xwe yê li dijî faşîzma dewletên xwe yên ku piştevanên xurt ên emperyalîzmê ne, baştir û çêtir birêve dibe. Ji ber ku hûn nema dikarin van rastiyan red bikin û haya we jê tune ku erdê bin lingên we dikişe, heyl û hawara we ye ku hûn destên xwe ji sûcên xwe yên kirêt bişon û wan bavêjin ser kesên din. Hûn Rûs û Ermenan hem beriya hem jî di dema şerê cîhanî yê yekem de bi qirkirina Kurdan tawanbar dikin û ji Kurdan dixwazin ku heta hetayê vê yekê ji bîr nekin û xwe ji tolhildanê re amade bikin.
Hema em bêjin tişta ku hûn îdîa dikin rast e. Lê hûn difikirin ku gelê kurd bi qasî ku Rûsyaya çarîst û Yekîtiya Sovyetan tevlihev bike bêaqil e? Têra xwe rast e ku bi domahiya 25 salan hikumeta we hewl da ku sînorên Tirkiyê li ber hemû ramanên "xeternak" hişkehişk bigire û bo biyaniyên "niyet-xirab" herêmên kurdan qedexe bike, lê hesab nekir ku "rastî tu sînor û çeperan nas nake."
Ev rastiya ku di nav Kurdan de jî belav bûye, zêde neajot ku cudahiya di navbera Rûsyaya çarîst û rejîma Sovyetê ya ku li ser kavilên wê hatiye damezrandin eşkere bike. Vê rastiyê jî hînî wan kir ku, berevajî îdîayên we yên pûç, Bolşevîzmê bi bidawîanîna mêtîngeriya mirovan ji hêla mirovan ve, hikma miletekî li ser miletekî din jî ji holê rakiriye.
Vê rastiyê nîşanî wan jî da ku Ermenistana Sovyetê, dûrî zilma hikûmeta Taşnakê ya 1920an, alîkariya 45,000 Kurdên li ser axa xwe kir ku gundên modern ava bikin, karxane û fabrîqeyan çêkin, dibistanan ava bikin ku tê de zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û çanda xwe ya neteweyî bi pêş bixin. Armanca vêya jî ew bû ku Kurd bikarin bi hêza xwe di pêşkeftin û hevgirtina vê yekîtiya zexm û saxlem û dilxwaz a gelan de beşdar bibin.
Klîka hikumeta we ya sûcdar û axayên wê yên Anglo-Amerîkî xwe diperitînin ku ev rastî li cem Kurdan belav nebe. Lêbelê têk diçin ji ber ku Kurdên Tirkiye, Îran û Iraqê mîna heywanên nêçîrê dijîn, lê dizanin ku welatê Lenîn û Stalîn rê li ber zarokên Kurdan vedikin ku bibin pisporên pîşesaziyê, mirovên zanyar, akademîsyen, fîlolog, parlamenterên Meclîsa Bilind a Sovyetê û qehremanên artêşa Sovyetê, helbestvanên navdar û ronakbîrên şareza.
Tu, birêz rojnameger, zora te diçe ku helbestvanê mezin ê kurd Emînê Evdal û tekane diktora kurd a felsefeyê Amîna Pelateva, di radyoya Erîvanê de bernameyên kurdî çêdikin. Ev rastî we gelek aciz dike; hûn çawa dikarin rewşa kurdên ku zimanê wan ji hêla dewletên ku xwe teslîmî emperyalîzmê kirine ve hatiye qedexekirin û ya birayên xwe yên li Ermenistana Sovyetê bi rewşa kurdên li Tirkiye, Îran û Iraqê bidin ber hev?
Ma tenê ji ser re çend meh derbas nebûye ku mebûsê we Încedayi, serokê Meclîsa we ya Neteweyî, li Aydinê di axaftineke hilbijartinê de bi quretî got: “Ger em azadiya dengdanê bidin hilbijêrên Rojhilata Tirkiyê (Kurd), ew ê ji me re Heso û Memoyan bişînin meclîsê!”
Bê guman ji we re derd û kul e ku Heso û Memo dizanin ku derfeta karker û gundiyên kurd heye ku tevî Stalîn li Moskovê, di Meclîsa Bilind a Sovyetê de rûnin. Lê hûn çiqasî çavên xwe li van rastiyan bigirin jî, ev rastî hene û her ku diçe haya Kurdan bêtir ji wan çêdibe.
Ma ji we tirî Kurd bi rondikên we dixapin gava ku hûn bi gur re dixwin, bi xwediyê miyê re şînê digrin li ser çarenûsa Kurdên ku di şerê cîhanî yê yekem de ji aliyê Rûs û Ermenan ve hatine qetilkirin? Ma hûn dibên qey Kurd ewqas bîrsivik in ku êşa xelkê Mûş, Erzirom, Bilîs û herêmên din ên li ser sînorê ji bîr bikin, ku jixwe hikûmeta we ya wê demê bi zorî beriya hatina artêşa Rûsan ew der vala kiribûn? Ma çend kes di vê koça mezin de ku bi niyeta tunekirinê hatibû amadekirin, ji serma, birçîbûn, nexweşî û destdirêjiya leşkerên we sax man? Ji bo ku Ermenan tehrîk bikin, ma çend caran leşkerên we cil û bergên kurdan li xwe kirin û avêtin ser gundên wan û bi hovîtî jin û zarokan wan qetil kirin? Li derveyî Tirkiyê hîn jî kesên ku ji wan demên xedar sax mane hene ku ji me re qala durûtiya pantûranîzma we ya wê demê bikin ku armanca wê tunekirina gelên li ser rêya Turanê bû.
Hûn ê bes ji me re bêjin ku ev bûyer hîn di serdema siltantiyê de bi xewn û xeyalên Talat, Enver, Niyazi û maceraperestên din qewimîne. Ma qey bav û xwedayê we Ataturkê xwînrij û peyrewên wî, ji xwe re rêyeke din hilbijartin û li serê disekinin? Ji bo ku Tirkiyê ji bin dagirkeriya Yewnan, Îngilîz, Fransî û Îtaliyan xilas bikin wan Heso û Memo bikar anîn, lê hê paşê çawa li hember wan tevgeriyan?
Ma Kurd, ji ber hewldanên xwe yên herî piçûk ji bo ku wek neteweyekê bijîn û ji ber dijberiya xwe ya li hember "Tirkkirina bi darê zorê" di xwîna xwe de nehatin xeniqandin? Ma dîroka herêmên herî qelebalix ên Kurdistanê; Sason, Garzan, Zîlan, Agirî, Tûncelî û yên din ku êdî bûne herêmên qedexe çi ye? Çima cih û warên wan hatine valakirin û çi hatiye serê nifûsa wan? Hestiyên însanan ku li ser vê axê belav bûne gelek tiştan dibêjin! Em hesabê 2 milyon Kurdên ku hatine qetilkirin û koçberkirin ji we dipirsin. 80,000 sêwiyên Dêrsimê, ku we di sala 1937an de parsekiyê li wan ferz kir, li seranserê Anatoliyê belav bûn û ketin pey daw û doza xwîna dêûbavên xwe ku we ew bi hovane tune kirin, çîmento berdan ber derê şikeftan ku ji destê bombebarana balafirên we, singûyên leşkerên we xwe lê spartibûn.
Em we bi rewşa paşverû, belengaz û wêraniya yek ji herêmên herî dewlemend ên cîhanê sûcdar dikin. Ka ji me re bêjin çima li herêmên kurdan ku hûn lê serdest in rê, karxane, dibistan û nexweşxane tune ne? Gava ku hûn nikarin vêya bêjin, li hember Yekîtiya Sovyetê qêrîna we ya hêrsê bilind dibe. Çimkî ew jî mîna me, we bi faşîzmê, bi sûcên hovane yên jenosîdê, bi nefreta bêdawî ya li hember pêşketin û biratiya gelan, bi teslîmiyeta kor a li hember sermiyana navneteweyî û provakatorên şerî tawanbar dike.
Demek berê, birêz Allen, balyozê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Tehranê, bikustexî cûret kir ku bibêje baweriya gelê Kurd ji Yekîtiya Sovyetê re nîne. Gelo balyoz bawer dike ku bi kirîna xulamtiya kesekî bêrûmet ê mîna Omerxan Şakak dê bikare rê li ber gelê Kurd bigire ku nebin hevalbendê doza Şehîdê Mezin ê Azadiyê QAZÎ MIHEMEDÊ NEMIR, yê ku hate dardakirin piştî ku bi alikariya balyozî dewleta Îranê komara kurdî ya Mahabadê rûxand. Herwiha balyoz bawer dike ku Kurd nebin hevalbendên MISTEFA BARZANIYÊ QEHREMANÊ NEBEZ ê ruhê berxwedana kurdan? Emperyalîst û xulamên dilsoz ên Enqere, Bexda, Tehran û Şamê, bi hêviya ku li dijî Yekîtiya Sovyetê piştgiriya gelê kurd bigirin, xortên xwe yên herî çê û qeşeng li ber qurbangeha dolarê kirin qurban û xwe anîn asta koletiyeke barbar.
Ji bo xizmeta berjewendiyên emperyalîstan, di hewldanên xwe yên pûç de berdewam bikin da ku hûn tarîtiya gelê xwe kûrtir bikin. Rêbazên we yên nijadperest, provakasyonên we yên şerî, torpîlkirina yekîtiya gelan a ku ji bo AŞITÎ, AZADÎ Û DEMOKRASIYA RAST têdikoşin û ewtaewta we dê nikaribe meşa karwanê dereng bixe! Haya gelê kurd ji sedemên tengasiya xwe heye, bi gelê tirk, ereb û faris aliyê xwe jixwe hilbijartiye, ew ê bişê Rojhilata Navîn ji nav lepên kolonyalîst û kûçikên nobedar ên mîna cisnê we xilas bike! Çawa ku di dema şerê cîhanî yê duyem de gelê kurd nehişt ku hikûmeta we xwe têxe bin xizmeta Hitler, ew ê destûr nede ku axa we ji bo êrîşê li dijî Yekîtiya Sovyetê bibe baregehek.
Hesta wî ya ji bo azadî û biratiyê dê her tim li kêleka şervanên azadiyê û demokrasiya gelan bibe!
Jêrenot
[1] Ji bo agahiyên berfireh derbarê vê komele û kovarê de hûn dikarin li gotara Adnan Çelik a di vê hejmarê de binêrin. r.33-52 ??
[2] Zaza, Noureddine. Ma vie de Kurde, (Lausanne: Éditions P.M. Favre, 1982). r. 131.
[3] Ker bizire jî kerwan diçe.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →