Nezaketa Rojhilatî
Rohat Alakom

rohat

Destpêka nivîsa “Nezaketa Rojhilatî”
(Orientalisk artighet, Jämtlandsposten, 13-6-1925)

Di sala 1925an de dema ku Serhildana Şêx Seîd Efendî pêk hatiye bi sernavê “Nezaketa Rojhilatî” (Orientalisk artighet) nivîseke bêîmza di rojnameya swêdî ya bi navê Jämtlandsposten de hatiye weşandin.[1] Nivîskarê wê nedîyar e, wek nûçekê hatiye weşandin. Ev nivîsa jêrîn bi çend aliyên xwe gelek bala me dikşîne. Divê em li vir dîyar bikin ku heman nivîs di sê rojnameyên swêdî yên din jî bi heman sernavî hatiye weşandin.[2]

Mirov dikare nivîsê wek nivîseke di derbarê bûyerên rojane de belavbûyî (kronîka), wek teksteke edebî yan jî wek ceribanekê (essay, deneme) jî bixwîne.[3] Ji ber ku agahiyên dîrokî û çend tiştên ku di vê tekstê de derbas dibin bi hev nagrin. Wek tê zanîn Şêx Seîd Efendî di roja 15-4-1925an de hatiye girtin, doza li hemberî Şêx Seîd û hevalên wî 25-5-1925an de hatiye vekirin. Dadigehê qasî mehekê zêdetir ajotiye. Şêx Seîd Efendî û hevkarên wî di roja 29-6 -1925an de hatine dardakirin.[4] Ev nivîsa jêrîn jî di roja 13-6-1925an de ango qasî du hefte berî dardakirina Şêx Seîd Efendî hatiye weşandin. Belkî jî nivîsê dema girtina wî yan jî dema piştî biryarê dadigehê daye ber çavan. Ne tenê dîroka kuştina Şex Seîd, cîh û tehrê kuştinê jî li vir ji hev cihê dibin. Wek tê zanîn Şêx Seîd Efendî û hevalên wî di meydaneke Dîyarbekirê ya bi navê Meydana Daxkapiyê tên dardakirin.[5] Lê belê di vê nivîsê de tê gotin ku Şêx Seîd Efendî dibin cîhekî xalî û li wir wî gulebaran dikin.

Di nivîsê de hevpeyvîneke ku di navbera Şêx Seîd Efendî û fermandarekî tirk de derbasbûyî cîh girtiye. Ev serekê kurd li ber kuştin û mirinê ye. Lê belê Şêx Seîd Efendî dîsa jî bersîvên fermandarê tirk bi kubarî dide. Ji aliyê din Şêx Seîd Efendî di vê rewşa nexweş de camêriya xwe winda nake, diparêze û serê xwe natewîne. Ji ber van rastiyan mirov dikare bêje ku Şêx Seîd Efendî di nivîsê de statuya gernas û qehremanan werdigre. Herwiha wek mezinekî kurd tev digere. Nivîs cîddîyet û sergiraniya Şêx Seîd Efendî derdixe pêş. Fermandarê tirk jî li hemberî Şêx Seîd Efendî bêferasetiyê nake, hurmeta wî digre. Mimkûn e fermandarê tirk ji ber mezinahiya wî, Şêx Seîd Efendî re rêzdarîyekê nîşan dide. Du mijarên ku di derbarê vî mezinê kurd de heyraniyekê li bal vî fermandarê tirk peyda dike, bêgûman nezaketa Şêx Seîd Efendî ye.

Dema mirov nivîsê bi temamî dixwîne derdikeve holê ku kesê ev nivîs amade kiriye - nivîskarê me yê nenas- xwestiye bêje ku di rewşên gelek çetin û dijwar de, mirov li ber mirinê be jî dikare toriniya (esilzadetî) xwe nîşan bide. Şex Seîd di nivîsê de heta roja kuştin û mirinê jî dev ji vê toriniya xwe bernade. Bi kurtî mirov dikare bi rehetî bêje ku “Nezaketa Rojhilatî” di vê nivîsa balkêş de zêdetir para Şêx Seîd Efendî dikeve. Nivîs fermandarê Tirk jî wek kesekî bi nezaket dibîne. Nivîskar ji bo teza xwe ya giştî di derbarê Nezaketa Rohilatî de xurttir bike mecbûr e kesên wek fermandarê tirk jî tevî rohilatiyan bike: “...asîyayî bêgûman gelekî li pêşiya me ne” û navê nivîsê jixwe ez bawer dikim ku her tiştî eşkere dike: “Nezaketa Rojhilatî”.

Xwendevan bersîvên Şêx Seîd Efendî ên ku bi “Naxêr” dest pê dikin, dikare bi tehrekî din jî bixwîne û binirxîne. Şêx Seîd Efendî pirsên fermandarê tirk bi wan bersîvên xwe yên nazikane red dike. Di tekstê de Şêx Seîd Efendî bi sekna xwe ya dîk û bi bersîvên xwe yên aqilane hêjayî besindayînê ye. Tirs, qelsî û teslîmî di bersîvên wî de tune ne. Di dîrokê de qehreman bi kirinên xwe hertim cudahiyekê pêk tînin û ji ber vê dibin milkê dîrokê. Bona vê jî dîrok kesên wiha wek Şêx Seîd Efendî tucar ji bîr nake. Belê, dema kuştina Şêx Seîd Efendî nêzîk dibe, wek li jêr jî cîh girtiye, ev rûsipiyê kurd mezinayî û kesayetiya xwe her diparêze.

Nezaketa Rojhilatî

Mirov hertim dibihîse ku li gorî kesên rojhilatî, em barbar in. Mirov wisa gelek caran dibihîse, bi van gotinan diweste û jê bawer nake. Lê belê eger nezaket û kubarî nîşana çandê be, wê demê kesên asîyayî bêguman gelekî li pêşiya me ne. Bi kêmanî dema mirov vê serhatiya rastîn ya jêr, dinirxîne.
Şêx Seîd, pêşengê serhildana li dijî tirkan tê girtin û wî dibin Dîyarbekirê bona wî bi gulebaran bikujin.[6] Bi vî awayî “xayînekî mezin” di rêya mirinê de ye.

Li Dîyarbekirê ew ji aliyê fermandarekî tirk ve tê pêşwazîkirin ku ew Şêx Seîd bi rêzdarî silav dike û bi xweşî ji tinaziyê (îronî) dûr, dibêje:

- Bi xêrhatin! Tendûristiya we çawa ye? Sefer[7] zehmet bû?

Şêx bi nazikî bersîva wî dide:

- Her sefer mirovan diwestîne.

- Tu nexwaşî peyda nebûn?

- Naxêr, spas, ez gelekî baş im.

- Û îştah. Tu xirabî tunin? Belkî destûra we hebe bibêjim tiştekî xwarinê, tiştekî sivik dixwazî?

- Na spas. Ez rîayetî hin baldarî (îtîna), hin talîmatê parêzê (dîet) dikim û baştir dibînim ku niha tiştekî nexwim.

- Em ê hertiştî bikin bona mayîna we ya li wir xweş derbas bibe. Belkî çi dibe çi nabe ez ê gazî doxtorekî bikim?

- Naxêr spas. Xwedê tendûristiya me hemûyan diparêze!

Fermandar li kesên nobedar dinêre, şêx û girtiyên din nîşan dide:

- Wan bibin. Ew hewcedarî bêhnvedanê ne.

Bi peyva bêhnvedanê fermandar xwestiye “bêhnvedana ebedî” bîne zimîn.[8] Ew Şêx û kesên din dibin cîhekî xalî û bi gulebaran wan dikujin.

Bi dirêjahiya hemû gotûbêjê herdu aliyan jî zanibû welat di çi rewşê de ye û di nav bîskekê (kêlî) de cezayê kuştinê wê bi cîh bê. Lê belê nezaket wiha di xwîna rojhilatiyan de heye ku, gava dawîn be jî ew nikare ji bûyîna kesekî baldar û delal derkeve bibe tiştekî din”.[9]

Mijareke balkêş jî nedîyarbûna nivîskarê vê tekstê ye, tu agahî û zanyarî jî di derbarê vê yekê de di rojnameyê de cîh negirtiye. Ez bawer dikim ku ew kesê ku ev teksta nivîsîye haya wî ji kurdan, doz û dîroka wan hebûye. Berî vê nivîsê di hejmareke din a heman rojnameyê de tê gotin ku Tirkiyê qasî 75 hezar leşker li hemberî Serhildana Şêx Seîd Efendî seferber kiriye. Rojnameyê sernavê nûçeya xwe wiha amade kiriye: “75 hezar tirk li hemberî kurdan”.[10] Di heman rojnameyê de vê carê nivîseke dirêj di derbarê Kurdistanê de tê weşandin. Rojnameya swêdî Jämtlandspostenê ev nivîs ji rojnameya norweçî Aftenposten wergerandiye swêdî. Ev nivîsa bi navê “Kurdîstan: Derdê Tirkiya Nû-Gelê Arî yê Çîyayî ku Naxwaze Kedî Bibe” qala kurdan û dîroka wan ya kevn dike. Di cîhekî de tê gotin ku kurd ev 3000 sal in li Kurdistanê li ser erdê welatê xwe dijîn. Dema qala eşîrên kurd tê kirin nivîskar bala xwendevanan dikşîne ser rastiyeke kurdan ya gelek balkêş ku bona rojên îroyîn jî derbas dibe: “Her yek li hemberî hev xurt in lê belê li hemberî hêzeke biyanî wek gelekî (netew) hevgirtî qels in”.[11]

Çavkanî

[1] Orientalisk artighet, Jämtlandsposten, 13-6-1925. Ev rojname di navbera salên 1885-1925an de li Swêdê derketiye. Jämtland navê herêmeke Swêdê ye.

[2] Arbetet 13-6-1925, Jämtlandsposten, 13-6-1925. Västerbottenskuriren, 13-6-1925. Sydsvenska Dagbladet, 15-6-1925.

[3] Ez spasî nivîskar Rizgar Elegez dikim bo xwendina vê nivîsa min û pêşkêşkirina çend dîtinên wî.

[4] Kurdiska upprorets epilog. 47 upprorsmän hängda i Diarbekir, Jämtlandsposten, 30-6-1925. Di vê nûçeya swêdî de jî tê gotin ku 47 kesên serhildêr li Dîyarbekirê hatin dardakirin.

[5] Navê vê meydanê di sala 2014an de tê guhartin û dibe: “Meydana Şêx Seîd”.

[6]Li gorî swêdiya vê tekstê hêzên fermi anîne Şêx Seîd Efendî û hevkarên wî gulebaran kirine (arkebusera). Lê belê wek tê zanîn ew hatine dardakirin (29-6-1925).

[7] Gotina sefer li vir girtin û anîna Şêx Seîd Efendî ya li Dîyarbekirê îfade dike.

[8] Koçberiya berbi dinya din, mirin.

[9] Orientalisk artighet, Jämtlandsposten, 13-6-1925.

[10] 75 000 turkar mot kurderna, Jämtlandsposten, 21-3-1925.

[11] Kurdistan-Det nya Turkiets bekymmer. Det ariska fjällfolket som icke vill tämjas, Jämtlandsposten, 15-4-1925. Ev hejmara vê rojnameyê berî hejmara ku qala Şêx Seîd dike, derketiye.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ