Di Berxwedana Agiriyê de qehremanekî gel: Emerê Besê
Nihat Gültekin

nihat_2

Di dîroka Berxwedana Agiriye de destanên mêrxasiyê gelek in. Mêrxasên Kurdan ketine nava gelek qewimandinan û di hemû qewimandinan de ji bo milete kurd zilmê nebîne tevgeriyane. Heya roja me jî navê wan li ser zar-zimanê xelkê ye, xelk behsa wan dike û dengbêjan li ser wan kilam sewirandine û gotine. Gelek nimûne hene ku navên herî naskirî û serdemekê tê zanîn piştî demekê têne jibîrkirin. Bi dîtina min ev bi taybetî di nav kurdan de derbas dibe. Ez wisa difikirim ku ev mêrxas jî hatiye jibîrkirin û bi baweriya min divê were bibîranîn.

Di nava wan mêrxasan de yekî navdar jî Emere Besê ye. Derbarê jiyana Emere Besê de mixabin agahiyên berfireh di destê me de nînin. Jiyana Emere Besê jiyaneke balkêş e û hêja ye ku li serê lêkolînên berfirehtir bên kirin, nivîsên jinêgariya wî bê dirustkirin. Dema meriv bi agahiyên nîvçe behsa jînenîgariya lehengekî dike, aciziyek xwe berdide ser dilê mirov û pênûs di destê mirov da sar dibe. Lehengekî ku Berxwedana Agirî da rêvebiriya herî bilind da cîh girtiye, bûyê nişana mêrxasî û welatperweriyê divê bê nivîsandinê û dilê gel de cih bigire.

Piştî serhildana Şêx Seîd, dema ku biryara sirgûnkirina serok êşîrên kurdan ji Kurdistanê gihîşte Bazîdê, Biroyê Heskê Telî matmayî dimîne. Biroyê Heskî Tellî jî di nav wan kurdan de bû ku biryara sirgûna wî hatibû dayîn. Dema wê rewşê agahdar dibe ew gotinan deve wî derdikeve: “Xwedayê min, tu dizanî ku min ji dewletê re tu ziyan nekiriye…. Niha jî dixwazin min sirgûn bikin…. Xwedayê min, heta ku ez xwe bigîhînim tivinga xwe. Paşê çi dibe bila bibe..." Ev gotinên Broyê Heskê Telî bû destpêkirina Berxwedana Agiriye. Ji Adara 2024an ve 98 sal di ser Berxwedana Agiriyê re derbas dibe. Li ser Berxwedana Agirî gelek tişt hatine gotin, gelek tişt jî hatine nivîsandinê. Berxwedana Agirî di têkoşîna rizgariya neteweyî ya kurd de xwedî cihekî girîng digire. Civaka Kurd mixabin xwedî hafizeya dîrokiya gelekî qels e. Têra xwe lêkolînên berfireh nehatine çêkirin. Her çend têra xwe nebin jî, pirtûk hatine nivîsandin, lêkolînên dîroka devkî jî pir kêm hatine kirine. Lê divê bê gotin ku tê zanîn kurd zêde lêkolînên dîroka devkî nakin û gelek şahid jî agahiyan bi xwe re dibin bin axa sar. Ez dixwazim hewl bidim ku di berxwedana Agiriyê de lehengekî gel Emerê Besê binivîsim.

Di gelek çavkaniyên ku heta îro hatine weşandin de agahiyên balkêş li ser Emerê Besê hene. Di çavkaniyan de navê Emere Besê cuda-cuda hatiye nivîsandin. Wek Ömere Bese, Ömere Besi, Ömer Beko, Emir Bese (Ömer Beko). Di vê nivîsê de min hewcedarî dît ku li kêleka van navan di nav kevanekê de Emerê Besê binivîsim.

Dema televizyon, radyo her malê me kurdan tunebû ew çax di şevên dirêj ya welat de gelek odeyan kurdan de behsa serhildanên kurda û mêrxasên wek Emere Besê dikirin. Lêkolîner û nivîskar Faik Bulut nivîsa xwe ya “Halis Bey, yek ji serokên Serhildana Agiriyê û endamê Partiya Demokrat e” de qala tiştekî gelek girîng dike. Faîk Bulutî tekez dike ku axaftinên li ser serhildanên serdema komarê û Emere Besê veşartî qal kirine. Di wan meclîsên dengbêjan de nivîskar bi bavê xwe re beşdar bûye. Nivîsa xwe de wiha dinivîse; “Hîn ez zarok bûm, ez bi bavê xwe re diçûm civînên dîwana dengbêjan (klam, stran û destanên ku ji aliyê dengbêjên kurd ve hatine gotin, dîroka eşîrê, efsane, çîrokên gelêrî yan jî serpêhatiyên qehremanî yên wek Mem û Zîn, Siyabend û Xecê) ku navdarên gundê me (Kağızman- Oluklu) li odeyên xwe yên mêvanan danîbûn. Dîwana mêran ji du beşan pêk dihat. Ya yekem ji her kesî re vekirî bû û mijarên jorîn bi şêwaza stran-hêkat (bûyerên qehremanî û trajîk yên bi destan, bez, şîn) dihatin vegotin û qalkirin. Ya duyemîn bêtir veşartî bû; ji ber ku vegotina serhildanên kurdan ên serdema Komarê hebû….Mînak di vê beşê de hat gotin ku Emerê Besê yê ku di dema Serhildana Agiriyê de li herêma Tuzluca (Qulp)- Zozanên Sîneg serî hildaye, bi ser qereqola Taşburun a li deşta Îdirê de girtiye. Li wir ala qerekolê berjêr kiriye û sembolên xwe di cihê xwe de daliqandiye dihat qal kirin.”

Malbata Emerê Besê

Emerê Besê ji eşîra Gelturan e, ji bajare İdîrê ye. Li gorî agahiyên ku me ji nas û xizmên wî yên nêzîk girtine, navê bavê wî Sofî Hese ne. Ji ber ku bavê wî feqîr û di kesekî di rêzê de bûye, bêtir bi navê diya xwe Besê tê naskirine. Diya wî jinekî pir jîr û jêhatî bûye. Navê jina Emerê Besê Xanim e. Di jiyana rojane de jê re gotine Xenê. Sê kurên Emerê Besê bi navên Maksut, Ahmet û Mehmet hebûne. Zarokên wan paşnavê Feyza bikar tînin. Navê birayên wî jî Esedê Besê, Hemîd û Evdila bûye.

Em bi dengbêj Mehmet Emînê kurê Şêx Abdurrahman re derheqa şerê Agiriyê û Emerê Besê diaxifin. Şêx Abdurrahman bi hevjîna xwe Hedê va tevahî di berxwedana Agiriyê de cih girtibû. Tê zanînê apê wî Şêx Zahir jî di nava berxwedanê de rolekî mezin cîh lîstibû. Ji me re got ku; “Em û Emerê Besê xizmên hev in”. Wî got ku hinek beşên kilaman li ser wî hene û wî di hevdîtina me de hinek ji wan ji me re xwendin.

Me dema di gund û navênda Îdîrê de lêkolîna dîroka devkî dikir em gelek ferî tiştan bûn. Heman demê de, me serdana gundê Emere Besê jî kir. Kerem Sespir li gundê Tareşê dijî. Me ji Keremê Sespirê kurê Evdila birayê Emerê Besê gelek agahiyên girîng girtin. Dema xeber dida; “Apê min Emerê Besê” xîtab dikir. Kesê ku li gund di nav malbata ku ji sirgûnê vegeriyan de tek tenêye. Derheqa Emerê Besê û tekoşîna wî firehî xeberdide. Li gund bi sewalkariyê re mijûl dibe. Di hevdîtina me ya li gel wî de diyar kir ku wî ji mezinên xwe agahiyên apê xwe û şerê wî bihîstiye wiha anî ziman;"….. Dewa kurmanciyê kiriye, dewletê jî heq nedaye. Bûye şer, şer kirine, hev xistine. Nîvro sê heb helikopter rakine ser. Digotin pêşiyê kaxiz belakirine. Digot, gotine heta sê roja we ev der terk kir, de rêya Horgofê hebûye, hûn derbaz bûn hûne efû bibin. Hûn derbaz nebûn jî... Wan jî qebûl nekirine, gotine em e li vira bibin Beglig(Mîrektî). Digot çûne heta derketine Ûris, cem Ûris. Digot Beglig qebûl nekirine, a wir şûnda dewletê lêxistiye, qir kiriye”.

Emere Besê Di Şer De, Fermandare Desteya

Ûsive Bekirê Mîrze kur xwûşke Emerê Besê ye. Ev bav kalên xwe ci bihîstiye ji me re dibêje. Bal dikşîne li ser kîryarên dewletê û wiha vedibêje; “Li vira kurmanca behsa heqê xwe kirine. Dewa heqê xwe kirine, tabî dewlet jî karşî (dijber) derketiye, heq nedanê. Dewletê heq nedane kurmanca. Mesela tişt jê re tanimîş (qebûl) nekiriye. Yanî wana dewa heqê xwe kirine, dewletê gotiye ewana orgutin (rêxistinin), ewana kî ne dewa heqe xwe dikin. Dewletê wê waxtê li wira Xidiriyê Eliyê Mîrze hebûye, merivekî yaşli (kal) bûye, merivekî mezin bûye, merivekî naskirî bûye. Dewlet, hikumat gazî Eliyê Mîrze dike. Dibê milete xwe re bibêje, emirê dewlet Enqerê hatiye, bolga (herema) Gilîdaxê yasax (qedexe) bike. Hatta dibêje em sê rojan sure (wext) didine we. Di wê sê rojê de kê derbas bû, asfaltê derbas bû, ewa demek kî karşî (nexwe hemberî) dewletê nîne. Yek derbas nebe demek kî karşî (nexwe hemberî) dewletê ewaye. Eliyê Mîrzê tê, gotina bavê min, biraziya xwe, kurê birê xwe siyar dike, dişîne li gundê me. Dibêje here bêje eşîra Geltura, dibêje eşîrekê heyfe, dibê dewletê min re gotiye wallehî sê roja sure (wext) daye. Kê Gilîdaxê terk neke yê bê qirê”.

Di dema şerê Gilîdaxê de Emere Besê gelek salan wek serokê destaya şer dike. Kure bire Emerê Besê, Kerem Kespir wiha behsa dema şere apê xwe dike; ”Şere Gilîdaxê wekî Hecî Meqsût min re got, got sê heb helikopter rakirin ser me…… A got helikoptere a nîvro bû rabû ser me. Got helikopterê ça kon xist, kon xiste du perça. Got me lêxist helikopterek ket, perwana wê ket, got binê wê çelîk bû. Got wexta me gulla diavêt helikoptere binê wê agir dida lênediket. Binê wê çelik(pola) bû nediket. Got gule perwanê ket, helikopter ket. Du heb jî lêxist çû. Got me yek xist, du heb jî çû.

Digot di şer da Şeyh Zahir pê ra bûye. Xalisê Evdilmecit Beg pêra bûye. Di kilaman de heye. Şeyh Zahir, Şeyh Evdirrehman bûye. Esedê birê wî jî yek başqanê (serokê) wan bûye. Xalisê Evdilmecit Beg min got, gelek meriv pê re hebûne. Navê gelekan heye nayê bîra min, lê lîderên (pêşawa) kurmanca gişt cem wî bûne. Cerd başî (serê cerdê) Emer bûye, komutanê mezin Emerê Besê bûye. Bitûnê kirê Gilîdaxê şer çêbûye. Bolga (herema) kirê Gilîdaxê şer bûye. Derbasî cihên dinê nebûne.”

Îhsan Nûrî Paşa di bîranînên xwe de tevlêbûna Emere Besê bi rêxistina Agiriyê re wiha tîne ziman; "Serfermandarê Tirk difikirî ku derdora Agiriyê bigire û nehêle em ji çiyê derkevin û êrişî wan bikin. Lê nikaribûn rê li ber dildarên Araratê bigirin… Rast e hêzên me di wan rojan de tim zêde dibûn. Li bakurê Agiriyê, serokê eşîra Gelturî li herêma Îdirê Emerê Besê, li heman herêmê, Eloyê Bekir û serokê eşîra Kizılbaşogli (Qızılbaşoxi) Abdullah Halef (Abdollah Xelef) û yek ji serokên Zîlaniyan Enverê Mizrag tev hatin û bi rêxistina Agiriyê re bûn yek. Bi vî awayî hemû şêniyên bakurê Agiriyê bi hêzên Agiriyê re bûn yek."

Di Berxwedana Agiriyê de Emerê Besê di heman demê de fermandariya desteyan kiriye. Te zanîn ku bi komên biçûk, bi awayekî disîplîn û perwerdekirî êrîşên dianîn li ser mevzîyên dijmin. Bi navê Desteyên Fedaî hatiye qal kirin. Desteyên Fedaî dema diçûn qada şer, şere bêhempa dikirin. Em dikarin erkên wan ên sereke wekî girtina rêyan, astengkirina çûn û hatinê bikin. Lê em dikarin, qutkirina xetên telefon û telegrafê, serdegirtina qereqolên eskeran, û pêkanîna operasyonên pêwîst ji bo peydakirina xwarinê jî bi rêz bikin. Desteyên Fedaî dema şer de her tişt didan ber çavên xwe, her tiştî xwe ji fedakariyê nedidan. Yên ku di tîman de xizmetê dikin, wêrek û êrîşkar in. Hin destê heta Erziromê diçûn, bi şev embarên leşkerî diqelaştinin û çek û cebilxaneyan dihanin Çiyayê Agiriyê. Di heman demê de bûne mijarên stran û kilamên gelêrî ên kurdî.

Li gor Rohat Alakomî gelek deste beşdarî Serhildana Agiriyê bûne. Di nav wan de desteya Emere Besê jî heye; “Ji xeynî Desteyên Fedaiyên Ferzende û Xalis Ozturk, Desteyên Fedaiyên Seyîthan û Alîcan, Desteyên Fedaiyên kurên Kor Huseyîn Paşa Memo û Nadir Beg, Desteyên Fedaiyên Reşoyê Silo, Desteyên Fedaiyên Dawutê kurê Broyê Heskê Tellî, Desteyên Fedaiyên Şêx Zahir û Seyît Resûl yek jî Desteyên Fedaî ya Emerê Besê ji van çend Desteyên Fedaiyên herî girîng bûn." Yilmaz Çamlıbel di berhema xwe de qala Emere Besê dike û wiha dibêje: "Ew yek ji fermandarên yekîneya li aliyê Îdirê bi Emere Besê re bû.”

Di hevpeyvînên min bi Zeynep Ozkan re yên dîroka devkî de gelek agahî derbare Emerê Besê ez fêr bûm. Zeyneba keça Eyûb Axa, Biroye Heskê Tellî ya ku di berxwedana Agiriyê de heta dawiya mirina xwe pêşengtî kirîbû dîtîbû. Wê di derbarê Emerê Besê de ev tişt anîbû ziman: "Bavê min pir bi wî bawer bû. Ji ber vê yekê dema vekişandina Îranê û karê birina jin û zarokan li ser sînor da bavê min ev peywir dabû Emerê Besê. Bi taybetî malbata xwe radestî Emerê Besê kir. Emerê Besê mirovekî pir mêrxas bû, camêr bû, pir bi nav û deng bû. Mirovekî bi xwedî gotina xwe bû, her kesî pir bawerî pê dianî." Zeyneba keça Eyûb Axa berdewama axaftina xwe de digot ku; “Tê bîra min ku Emerê Besê pir mêrxas û pir nêzîkî Biroyê Heskî Tellî bû”. Emerê Besê gor gotina wê di şer de pir serkeftî bûye. Dema behsa qala wî şêxsî dikir diket di nava kelecanekê, paşê dibe ku tesîra wî be demekê kûr fikirî û bêdeng ma.

Ji xelkê gundê Taşburunê Îdirê Alî Gergîn piştî xwendina pirtûka ya bi navê Serîhildan li Qûntara Agiriyê, nivîskarê kitêbê Emîn Karaca re nameyekê dinivîse. Di vê nameyê de li ser Emerê Besê agahiyên balkêş hene. Alî Gergîn di nameya xwe de wiha dibêje: "Serokatiya Tevgera Kurd a sala 1926an Şêx Zahir bû, birayê wî Şêx Abdurrahman jî pê re bû. Serokên din jî Fetoyî Şemkî, Çerxe, Osê, Ömere Besê (Emerê Besê) bûn. Ew navana hevalên Şêx Zahir bûn. Serokê wê Şêx Zahir bû”.

Di Herema Geliyê Zîlanê De Emere Besê

Em agahdar dibin ku Emere Besê di herema Geliyê Zîlan de jî propaganda û şer kiriye. Yilmaz Çamlıbel di berhema xwe de qala Emere Besê dike û wiha dibêje: "Tîma Emerê Besê bi taybetî li herêmên Îdir, Erdîş û Geliyê Zîlan de xizmet dikir. Eloyê Bekir ji eşîra Gelturan bû û di tîma Emerê Besê de jî xizmet dikir”.

Îhsan Nûrî Paşa diyar dike ku Emerê Besê beşdarî şer û pevçûnên li herêma Geliyê Zîlan bûye. Ev herem yek ji beşên trajîk ên serhildana Agiriyê bû. Her wiha diyar dike ku kurê Biroyê Heskî Tellî Davo û desteya Emerê Besê ji bo êrîşa Kabaktepeyê bi hev re tevgeriyane û wiha dibêje; "Rojekê desteya kurê Bro Daso (Davo) ji bo ku bi şev têkiliya Kabaktepe bibire peywir hildabû. Serokê êşîra Keltaniyan (Gelturiyan) Ömere Besê (Emerê Besê) jî yê biçûya û pişt va êrîşî hedefan bikira. Li Kabaktepeyê ji paş ve (bi şev) di dema ku panzdeh leşker ji sitargehên xwe derketin û daketin ciyê, Daso (Davo) rê li wan girt. Piştî pevçûnek saetek dirêj hemû leşker hatin kuştin û çekên wan hatin desteserkirin. Leşkerên li gir jî jor ve dest danîn ser çekên hevalên xwe, leşkerên li gir jî jor ve li mirina hevalên xwe temaşe dikirin. Ömerê Besê (Emerê Besê) bi sûdwergirtina ji tariya şevê xwe nêzî leşkeran kir. Çend leşker kuştin û çekên wan desteser kirin. Lê ji ber ku qada leşkeran pir asê bû, nekarîn bi pêş ve biçin û paş ve zivirîn. Desteyekê din a biçûk jî ji dûr ve bi guleyan Kabaktepe barandibû. Pevçûn heta nîvro dom kir."

Îhsan Nurî Paşa Qala Emere Besê Dike

Me di dema lêkolîna dîroka devkî dikir, me şerê Agirî de lehengiya Emerê Besê ji kesên ku ew nas dikirin û xizmên wî bihîstîbû. Di pêşbîniya wî ya di şer de pir xurt bû, analîzkirina hêza dijber jî xala wî ya xurt bû. Di pêwendiya wan û zabitê Sovyetê de em dibînin ku ew bi hîleyên wan naxape û cuda tevdigere. Îhsan Nûrî Paşa di bîranînên xwe de van aliyên Emerê Besê bi berfirehî vedibêje; "Havîna sala 1929an, sala pêncemîn a serhildanê bû. Em li zozanan bûn, nûnerê Ermenîstanê Ardeşîr Muradyan li cem min dima. Kurdek hat ba wî û nameyek da wî. Û jê re got; “Kurê mamê min şandiye. Ew jî ji Tiblîsê hatiye Yêrêvanê, ev name jî wî şandiye”. Di nameyê de wiha nivîsî bû; "Min bihîst ku tu li Çiyayê Araratê yî. Ez dixwazim te bibînim. Min îro îzin girt û hatim Yêrêvanê. Were teêla çemê Erezê. Ezê jî werim li wir. Em li wir hev bibînin."

Dema ku Ardeşîr bi israra çûyînê dike İhsan Nurî re wiha dibêje; "Bi salane min ew nedîtiye. Ez dixwazim biçim wî bibînim". Îhsan Nûrî Paşa gotina wî qebûl dike, wî cem xwe nagire. Bi şertê ku çemê Erezê derbaz nebin, çûyina wan qebûl dike ku bila biçin. Ji bo ku rûs nebêjin, Kurd qîmetê nadin Ermeniyan. İhsan Nûrî 15 siwarên kurd di bin fermandariya Emerê Besê de dişîne. Îhsan Nûrî Paşa wiha berdewam dike; “Min jî emir da Emerê Besê ku ji çemê Erezê derbaz nebin”.

Gava digihin sînor, Ardeşîr bi fermandarê sînorê Sovyetê re bi ermenkî diaxive. Fermandar; dema dibêje; ez ermenî nizanim, Ardeşîr jî jê re dibêje: ez te nas dikim, tu ermeniyî. Lê fermandar dîsa dibêje ez bi ermenî nizanim. Li ser wê gotinê paşê bi rûsî diaxivin. Serbaz; dibêje ku: "Kurê mamê te li Êrîvanê ye, min telefon kir, got ezê werim." Ew dest bi benda wî dikin. Demek şûnda zabit ji Ardeşîr re dibêje; "Çima hûn di wê germê de radiwestin? Werin vî alî! Heta kurê mamê we bê, hûn dikarin di bin siyê de bêhna xwe bidin!" dibêje. Bi rastî jî li vî aliyê çem pir germ bûye. Gava ku Ardeşîr ji Emerê Besê re dibêje: "Rast dibêje, em herin aliyê din", Emerê Besê razî nabe, bersiva wî wiha dide: "Fermandar, ferman da ku em derbasî aliyê çemê Erezê nebin." Lê Erdeşîr dibêje; "Ez diçim ji ber ku hewa pir germ e." Li hespê xwe siyar dibe û diçe. Li ser vê yekê Emerê Besê ji bo ku wî bi tenê nehêle bi çar siwaran ve li pey wî tê û bi hev re çem derbas dibin û digihîjin qereqola rûsan. Siwarên din li cihên xwe dimînin. Gava hatin cem zabitê rûs, zabit ji wan re dibêje ku: “Mala min pir nêzîkî vir e, werin em herin, lawê mamê we jî were wir, bi vî awayî ez çêtir dikarim we mêvandar bikim”. Bi hev re diçin mala zabit. Dema ku dikevin hundir, rûs çekên wan ji wan distînin û derî li ser wan digirin.

Piştî demekê Emerê Besê ji Ardeşîr re dibêje; ”Min gumana wan kir, niyeta wan ne baş e”. Erdeşîr wê bersivê dide; "Min jî guman kir. Lê em bi xwe hatin,". Ew nîv saetek din disekinin. Lê dengê kurê mamê wî dernakave. Emerê Besê mirovekî xwedî ezmûn e ku di jiyana xwe de rastî gelek bûyerên wiha hatiye. Ji Erdeşîr re dibêje: “Çi dibe bila bibe, ez ê xwe xilas bikim”. Erdeşîr jê re dibêje; "Ez nikarim bikim, heke hûn dikarin bikin, biçe". Emerê Besê radibe diçe cem zabit; jê re dibêje: "Siwarên min li aliyê dinêne, li bin tavê man. Ez dixwazim herim wan jî bînim." Dema wiha dibêje zabit kêfxweş dibe. Hespekî jê re tînin. Lê Emerê Besê dibîne ku hespê anîne ne yê wî ye. Emerê Besê wiha dibêje; ”Hesp û tivinga min ji min re lazim e, ger ne wisa be, siwarên min wê bifikire ku hesp û tivinga min ji destê min hatiye standin û ji vî alî de derbaz nabin”. Li ser vê yekê rûsan hesp û tivinga wî tînîn û didine wî. Dema bi hespê xwe tê keleka qereqolê, zabit jê re dibêje ku: “Gazî merivên xwe bike, bila siwar bibin û werin.” Emerê Besê jê re bersîv dide: “Ew kurd in, wek we dîsîplîna leşkerî nizanin, heta ku ez neçim û ji xwe nebêjim, ewana nayên. Ji ber vê yekê divê ez biçim cem wan." Subay-zabit di dawiyê de razî dibe. Emerê Besê çem derbas dibe û tê cem siwaran xwe. Dibêje bila demildest li hespên xwe siwar bibin û hemû jî hespên xwe ber bi Agiriyê ve dihejînin.

Emerê Besê û siwarên din bi vî awayî xwe xilas dikin. Rûs Ardeşîr û çar siwarên kurd yên din digirin û dibin Yêrêvanê. Li wir cil û bergên wan diguherînin, paşê wan dibin Tiblîsê û diavêjine girtîgehê. Paşê, Îhsan Nurî Paşa nameyek ji qereqola sînorê Rûsyayê re dinivîse û ji van pênc kesan paşde dixwaze. Çend roj şûnda, rûsan çar siwarên kurd anîne Yêrêvanê û piştî ku hesp, cil û sîlehên wan vegerandine wan, wusa şandine çiyayê Agiriyê. Li ser wê nameyek din dinivîse û ev car Ardeşîr jî dixwaze. Îhsan Nurî Paşa nameya xwe dide Seyîd Resûl û bi çend siwaran re dişîne. Lê dema ku ev nêzî çemê Erezê dibe, ji qereqola sînor a Rûsyayê gule li wan direşînîn. Seyît Resûl birîndar dibe. Bêyî ku gotarê bide rûsan, neçar dimîne ku vegere. Çend roj şûnda, Îhsan Nûrî Paşa dixwaze heyfa xwe bistîne. Li hember kiryara rûsan, komek ji Agiriyê dişîne û li bakurê rojavayê Îdirê û li çemê Erezê, gundê Rûs-Ermeniya dide ber guleyên mîtralyozan. Paşê dibihîse ku Erdeşîr şandine Sîbîryayê. (Ardeşes Muradyan wê demê bi navê Zîlan Bey li herêmê kar meşand. Piştî ku hat girtin û kete girtigehê, navê wî yê rastî demeke dirêj veşartî ma. Navê wî yê rastî cara yekem di sala 1969an de ji aliyê Garo Sasûnî ve hat eşkerekirin. Mixabin aqûbeta wî heta îro jî nehat eşkerekirin.

Şikefta Emere Besê

Kerem Sespir dema axaftina xwe de behsa şikefta Emere Besê wiha dike;” Emerê Besê a bi wî gundî bixwe da bû. … Digot hemasa gund bûne. Gotina hecî Meqsût, digot em hemasa gund nedisekînin. Şikefta Emerê Besê heye fêza gund, mixareye, mezin e. Got bitûnê milet tev li vira bû, got şev jî em pê meşka eyara pêz digot me şev av dibire wê derê, digot li vira milet, zarokan av vedixwar. Digot aqîdinê jî eskerî diket gund em nikaribûn teketina gund. Digot me hemasa li hev dixist. De şer bû êdî, wusa şer dikirin”.

Zühtü Güven jî di bîranînên xwe de derheqa şikefta Emerê Besê jî dinivîse. Piştî ku tê zanîn malbatên berxwedêrên di dema şer de xwe li şikefta Emerê Besê girtine, li ser wê wiha dinivîse; "…Malbatên eşqiya jî bi wan re bûn. Xwe sipartibûn li şikeftên Ömer Besi (Emerê Besê). Ev îxbar wiha bû. Fermandarê alayê kesekî pir hestiyar bû. Ji bona kêmkirina eşqiya tabûrek di bin fermandariya giregirekî bînbaşî de şandibû. Vî fermanên pêwîst jî da bû. Tabûra Agiriyê heta gundê Taraşê ku li bakurê bajêr û di nav zinarên kevirî de wêraniyeke bê mirov diçe. Fermandarê tabûrê li vir çi difikire, çi nafikire, gazî çawîşê asayî Hayrî dike cem xwe û ev ferman dide wî;

- Kurê min Hayrî, ev kurdên qasid ji bo ku ji fermandarê alayê pereyan bistînin nûçeyên derew belav dikin. Niha jî nûçe tê gotin ku çil kes jin û zarok xwe li şikeftên Ömer Besî (Emerê Besê) girtine. Ez bi vê bawer im."

Tê tekez kirin ku di nav 15 şikeftên Çiyayê Araratê de du şikeftên bi navê Emerê Besê hene. Tê fêhmkirin ku wî bi taybetî di mehên zivistanê de xwe di van şikeftan de girtiye û wan weke stargeh û kelehê bi kar aniye. Ew van şikeftên pir kevn ên li çiyê wiha dide nasîn: “Heşt şikeft têne jimartin, ya şeşan de wiha dinivîse: “Omer Besî (Emerê Besê) li bakur, ev dudu ne. Dema ku bi tevahî, hûn dikarin bibînin ku şikeftên ku min navnîş kirin 15 in. Bi taybetî di zivistanê de, ev şikeft wek stargehên qalind û qesrên bandaran in. Lê ev şikeft tenê li bakurê Agiriyê ne. Û min berê jî nivîsîbû ku hin şikeft 1500 pez hildide nava xwe. Taybetmendiya herî girîng a şikeftan ew e ku di nav wan de dirêj dibin û bi top, tiving û bombeyan nayên tinekirin. Yek ji taybetmendiyên wan ên herî girîng jî ew e ku deriyên wan bi qasî ku mirov têre derbas bibe mezin in û deriyên din tune ne."

Yuzbaşî Zühtü Güven di bîranînên xwe de derbarê Emerê Besê de agahiyan wiha berdewam dike; "......Niha li Agiriyê ji birayên Omer Besê (Emerê Besê) komeke ji şeş çete pêk tê. Paşê jî xwe di şikeftan de girtîbûn. Leşker dem bi dem li Agiriyê lêreşandin dikin. Piştî Operasyona Agiriyê ya Mezin, ez bi tena serê xwe lêreşandina kirî ya yekem ez bûm."

Dûre wiha berdewam kir: “...Di rê de em rastî du kesan hatin, me ji wan re got;

- Ev çi deng in? Min pirsî. Wan ev ravekirin dan;

- Birayên Ömer Besî (Emerê Besê) ji şikeftê derketin û hatin nêzîkî Îdirê. Li wir hinek ji heywanên gel birin û ajotin. Hin gundî li pey eşqiyan reviyan. Eşqiya ji zikê gundiyek birîndar kir!"

Erîşa Taşburunê û Kuştina Emere Besê

Derheqa erîşa Taşburunê û kuştina Emere Besê gelek agahî hene. Kerem Kespir wiha qal dike; “Kuştina wî li ser qereqola Taşburunê, ew û filla dewletê re lihevdixin. 36 merivên êşîra Gelturan, yê eqreba Emer tên kuştinê. Hê pêşiya şerê kuştina wî li wê derê Gilîdaxê dişinin pey Valiyê Qerekilîsê. Digotin berê Qerekilîs Valîlîk bûye, dikevin pey wî, dişinin pey wî rutbê bidin wî. 400 siyar hebûye, qomutanê wan 400 siyarî Emerê Besê bûye. Wî ew yönetmiş dikir(rê dibir), dibir û dihanî. Rutbê didine wî qebûl nake. Şex Zahir hebûye, Xalisê Evdilmecit Beg wana gişt hatine wan deran. Hildabûn gotibûn lawê Besê em ji bona te hatibûn vira ewî jî qebûl nekiriye.

Gulek tê Emerê Besê dikeve, Emer tê kuştinê. Şeyh Zahir wana, Evdilrehman Beg, Xalisê Evdilmecît Beg cinazê wî direvînîn. Dane li ser hespekê. Rojek, du roja, hefteyekê vedişêrin. Naxin merzel, paşê dixin merzel”.

Ûsive Bekirê Mîrze jî wiha behsa wê bûyerê dike; “Ser gundê Taşburunê şer çêdibe, ew merivên çûne wê şêrê ewana gişt bin mehiyata Emer de bûne. Got Emer çi digotin, wusa dikirin. Tev bin mehiyeta wî de bû. Ewana bavê min got, sê roja, çar roja şerê Taşburunê berdewam dike. 36 merivên wî gundî şerê Taşburunê tên kuştinê, tevî Emer. Emer roja şer kes ves dibe, şer kesilmiş(xilas) dibe, şer tunebûye ewana li wê derê dizivirin bênê gund. Bêne eynî wê derê tabî bol(zehf) meriv bûne. Artix(Êdî) kesî nizanibû gule ku derê hat, denge gulê hat, bu teqîniya gulê feqet kesî nizanibû gule ku derê hat. Gule li vira Emer dikeve, ewana sadece farkinde(tenê ferq) dibin Emer di nava wan de ketiye. Dikeve, direvin li ser lê dinêrin jî afat(wefat) kiriye. Kuştina Emer li wê derê, çawa wek suikast jê re dibêjin, wî şeklî bûye kuştina wî. Yanî şer de nehatiye kuştinê. A ca cinazê wî sê roja li vira ma, kesî newerîbû lê bûya xweyî. Got kes newerîbû lê bûya xwayî. Çimkî kê lê bûya xweyî digotin merivê wî ne, eqreba wî ne, digirtin dibirin dikujtin. A ca piştî sê rojan cinaza wî tînin. Cinaza wî tînin li vira şev tefin dikin”.

Agahiyên herî berfireh ên li ser Emerê Besê yê di êrîşa Taşburunê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê Zühtü Guven ku wê demê li wir peywirdar bû hatiye nivîsandin. Yuzbaşî Zühtü Güven, ku di sala 1951an de bîranînên xwe di rojnameyê de nivîsandibû. Rohat Alakom wan nivîsa wek kitêb çap dike. Di pirtûka Rohat Alakomî de, derheqa Emerê Besê de gelek agahiyên dorfireh cih girtiye. Êrîşa Taşburûnê ya ku di Berxwedana Serdemê ya Agiriyê de cihekî girîng girtibû û şehadeta Emerê Besê wiha vedibêje; "Di 7ê Tebaxa 1930an de çeteyan li taxa Aralikê êrîşa duyemîn pêk anîn. Li ser vê yekê bataryek dan tabûra me ya piyade û em li Taşburun a di navbera navçeya Îdir-Aralikê de bi fermandariya hêzên me bi cih bûn. Fermandarê alayê (hîn jî Kemal Acar teqawît bûye). Piştre süvari bölüğü(ligên suwarî) jî xistin bin fermandariya alayê. Di 9ê Tebaxê de midûrê navçeyê xeber da;

- Çete li ber êrîşê ne. Agahdar bin!...

Li ser vê yekê tabûra sînor û komek ji alaya me di bin fermandariya fermandarê tabûra sînor Fuat Beg de li Taşburûnê hatin hiştin. Em li gel hêzên din derbasî taxa Aralıkê bûn. Em di 10ê Tebaxê de li wir man û me keşif kir. Şeva 11-12ê Tebaxê saet di 20an de me xwest bi telefonê bi Taşburun re biaxivin. Xet hatin birîn. Me bersivek negirt. Li ser çemê Erezê, ji qereqolên sînor heta Îdirê xeteke cuda diçû. Me bi vê xetê Îdir dît. Lê piştî du saetan ev xet jî rawestiya.

Li ser vê yekê fermandarê alayê emir da ligên suwaran(süvari bölüğüne); - Divê îşev xeta telefonê ya yekem teqez bê çêkirin. Şeveke tarî... Ligên siwaran bi rê ket, bi qasî du saetan xebitî û paşê vegeriya, xet tamîr kiribû. Em ji Taşburun re axivîn; - Me got ax na, hişyar be!

Lê... Xet piştî demekê dîsa hat birîn. Li ser vê yekê, bala me hê zêdetir bû, belkî serdegirtin li me bibe. Li ser vê yekê me alavên xwe yên ewlehiyê li derdora navçeyê zêdetir kirin. Ji ber ku hêza li vir dikaribû xwe biparêze, me dilê xwe rehet kir û em razan û serê sibê ji xew rabûn. Serê sibê piştî demekê me zanî ku çete bi ser Taşburûnê de girtine û heta sibehê şer çêbûye. Em hîn bûn ku di nav subay û leşkeran de kuştî û birîndar hene. Paşê me yekser dest bi meşê kir. Dema em gihîştin Taşburunê, her tişt bêdeng bû. Lê subayekî leheng ê bi navê Huseyîn û çend leşkerên me hatibûn kuştin û çend leşker jî birîndar bûn. Di dema pevçûnê de me li mevziyên ku çete lê bi cih bûne geriyan, di nav keviran de qatên qalind ên xwînê û perçeyên mejî gelek caran xuya dibûn. Hate fêmkirin ku wan jî gelek windahî dabûn.

Weke ku min çend caran jî diyar kiriye, çete kuştî û birîndarên xwe li qada şer nahêlin, wan dikişinin û dibin. Ji lêkolînên min ên paşerojê ez hîn bûm ku Îhsan Nûrî êrîşa Taşburunê pêk aniye, piştî ku bi rojan xwe amade kiriye, ji bo çek û cebilxaneyên me li wir bi dest bixe kiriye. Çekên ku ji vir dest bixista yê ew çekena di tevgereka mezin a pêşerojê de bi kar baîniya. Lê li Taşburûnê dema dît ku hêzên me yên pir in, li hev kirin ku vê hêzê bikin du qat. Û li dijî taxa Aralikê bi komeke çete ya ji 400 siwar û çete pêk dihat xwepêşandanek li dar xist. Li ser vê yekê midûrê navçeyê qîr kir. Em tavilê bi hêzeke girîng ji Taşburunê derketin û me xwe gihande taxa Aralikê. Wê demê Îhsan Nûrî ji Serdar Bulak jin û çiqas jin û mêr hebe, hemûyan kom dike gundê Bulakbaşi yê başûrê Taşburunê. Ji bo li ser serdegirtina Taşburunê axaftinek dike! Vaye gotinên Îhsan Nûrî; Axaftina Îhsan Nûrî ya beriya êrîşê

- Em ê îşev li Taşburunê bixin. Di vê talanê de ji bilî çek û cebilxaneyan hemû tiştên ku hatine desteserkirin wê bibe milkê her kesî. Min Omer Besê wek fermandarê vê qefîle tayîn kir. Hûnê di bin emrê wî de êrîş bikin. Hûnê qet cixarê nekişînin. Hûnê bi dengekî bilind nepeyivin.

Leşker piştî nimêja êvarê radizên, serê sibê jî nobedar bêhal û mest dibin. Hûnê tam di vê saetê de êrîş bikin, ez ê li vir sê fîşekan dest biteqînim. Wê demê hûnê serdegirtinê bi hev re derbas bikin. Ger hûn nikaribin van fermanan bişopînin, hûnê bi ser nekevin....

Çete berê jî di serdegirtina Karaburûna Beyazîtê de bi ser ketibû. Hewl da ku vê êrîşa dawî jî bi heman awayî pêk bîne. Li ser vê fermana ku ji Îhsan Nûrî wergirtiye, Omer Besî (Emerê Besê), ji tariya şevê sûd werdigire û hêdî hêdî xwe digihîne çeperên Taşburunê. Lê... Ev eşqiya ye...

Nemaze eger bibe serok, dixwaze tena serê xwe bibe ferman. Li hember vê fermana ku ji Îhsan Nûrî wergirtiye, Omer Besî (Emerê Besê) bêserûberî wiha fikiriye:

- Ji ber ku em hatin cihê mevziyen leşkeran. Ji axaftinên wan jî tê bihîstin. Ne hewce ye ku heta sibê bisekinin. Werin em êrîş bikin!...

Bi rastî jî ew tişta ku difikire dike û wiha fermanê dide derdora xwe;

- Êrîş dest pê dike, ateş-agir! Serdarê bandûr Omer Besê (Emerê Besê) ku fermana amadekariya Îhsan Nûrî ji bîr kir û xwest hêza fermandariya xwe bibîne, ji ber vê fermana hovane cezayê xwe girt

Dema ku çeteyan dest bi êrîşê kirin, çekên me gulebaran kirin û guleyên pêşî li eniya Omer Besî ket, şerê li dijî Taşburune tam 8 saetan dewam kir. Di nava kevirên reş ên Çiyayê Araratê de şerekî dijwar qewimî.

Jinên Kurd li pişt xeta agir, bênavber û bê rawestan li hev kom bûn;

- Wek Lu lu lu lu qêriyan.

Ji ber ku di şerên şevê de çekên herî baş mîtralyoz, bombe û singû bûn, leşkeran hemû bombeyên ku li ber xwe hiştibûn anîn rêza yekem û heta sibehê bombe bi kar anîn û herî dawî danê sibehê jî çete reviyan û kuştiyên xwe hilgirtin milên xwe.

Axaftina duyemîn li ser cesedê serokê eşqiya.

Paşê me zanî ku Îhsan Nûrî li ser cenazeyê Ömer Besî (Emerê Besê) axaftinek kiriye.”

Nivîskarê pirtûka Kulîlkên Xwînê ji Serleşkerê Esîr li Araratê Mustafa Balbal, birayê Şêx Zahir Şêx Abdurahman û hevjîna wî Hedê (Emîne) re hevdû dinasin. Piştre, ew çend caran bi wan re hevdîtin dike. Agiriyê bîranînên xwe yên berxwedanê û agahiyên ku der barê rojên sirgûnê de girtiye di pirtûkekê de berhev kiriye. Ew ji bo lêkolîna xwe vegotinên devkî yên du şahidên vê tarîxê wekî çavkaniya sereke hildibijêre. Bê guman ev lêkolîn ji bo dîroknasan girîng e. Li gorî agahiyên hevalên şer ên Emerê Besê dane, Emerê Besê di êrîşa li dijî Yekîneya Siwarên Taşburûnê de şehîd bûye. Wiha dinivîse; “Di encama biryarên hatin girtin de, 50 kes ku di nav wan de şervanên navdar ên wek Şeyh Zahir, Elî Beşko, Emerê Besê, Feto jî hebûn, cara sêyemîn ji bo êrîşa Yekîneya Siwaran a Taşburun (Yekîneya Serjêkirinê) derketin rê.

Di vê navberê de her çiqas Çerxe bi israr bû jî ji ber tenduristiya wî destûr neda, daxwaza wî ji aliyê hevalên wî ve hat redkirin. Ji ber vê sedemê Çerxe beşdarî vê çalakiyê nebû. Kom piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj gihişt herêma Yekîneya Siwaran a Taşburûnê û bi şev di bin fermandariya Şêx Zahir de dest bi cihgirtinê kir. Di wê kêliyê de Şêx Abdurrahman û Şêx Tahir jî di nava komê de bûn. Her kes ji bo tinekirina Yuzbaşi Kemalê ku di kuştin û îşkenceya hovane ya ewqas mirovên bêguneh de û her wiha di kuştina Şêx Alî ya hovane de rola xwe lîstibû, hat wezîfedarkirin. Nefes hatin girtin û fermana agir bi baldarî hat guhdarîkirin. Hewl hat dayîn ku di dema pevçûnê de heta ku dibe bila bibe leşkerên li qereqolê neyên kuştin, mijarên wekî firsendê dayîna leşkerên ku dixwazin teslîm bibin û piştre serbestberdana leşkerên dîl hatine girtin, hatin nirxandin û biryar pêşwext hat dayîn.

Serdegirtina Qereqola Pîrlî ya li Tûzlûcayê û pevçûna Gewgewe ku leşkerên girtî piştre hatin berdan, di beşên jêrîn de cih digirin. Hêvî ew bû ku sed leşkerên di yekîneya siwaran de bêyî ku bimirin, bi saxî teslîm bibin, yanî windahiyên canî çênebin, tenê Yuzbaşi Kemal bihata kuştin”.

Dîroka nîvê Tebaxa 1929an de, demjimêr bi qasî heştê êvarê nîşan dide Emerê Besê nêzî mewziya du leşkerên dibe. Ev leşkeran li ser erka xwe bûn, heftê metre dûrî qereqola eskeran bûn. Emerê Besê, bang li leşkerên li ser erkê xwe dike;”Li gel hişyariya ku hûn dorpêçkirî ne, bêyî gulebaranê teslîm bibin, nexwe hûn ê bimirin jî, leşkerên li ser erka xwe bûn bi guleyan bersiv dan. Di encama gulebarana leşkeran de eşqîyekî li kêleka Emerê Besê bi guleya li serê wî ket jiyana xwe ji dest da. Di vê navberê de li qereqolê qerebalixî dest pê kir. Piştî demeke kin ji qereqolê dengê çekan hat bihîstin û komên serhildêr yekser êrîş kirin, du leşkerên li ser wezîfeyê bûn kuştin û piştre jî xwe nêzî qereqolê kirin”.

Dema Şêx Zahir kuştina Emere Besê dibîhîse demekê cihê xwe de dicemidê. Paşê naxwaza haya kesî mirina Emere Besê bibe; ”…. Serhildêrên ku gelek caran bi guleyan bersivê didin banga teslîmbûnê, weke ku bêjin guneh ji me çûye, dest bi dijwariya pevçûnê kirin. Şêx Zahir her tim diqîriyan û arasteyî komê dikir. Li aliyê din çeka giran a ku timî li midûriyeta polîsan bi kar dianî nîşan dide û gulebaran dike. Yek ji serhildêran bi tirs û xof gihişte Şêx Zahir û jê re da gotin ku Emerê Besê hatiye kuştin. Hema ku Şêx Zahir ev xebera nebaş bihîst, demekê cemidî ma. Paşê wî biryar da ku pêwîst e tavilê li hev bicivin û heta ku çalakî neqede dê tevlihevî neyê agahdar kirin. Ji ber ku nedixwest haya kesî ji mirina Emerê Besê hebe û got ku bila guleyan bidomînin."

Di rojnama de mirina Emere Besê

Mirina Emerê Bese di rojnameyên wê serdemê de jî cih digire. Agahiyên di rojnameyên Son Posta û Cumhuriyetê yên wê serdemê de (15 Tebax 1930) li ser şerê Taşburun û kuştina Emerê Besê wiha ne; "Dorpêça derdora Çiyayê Araratê demeke dirêj e berdewam dike. Di vê dema dirêj a dorpêçê de, eşîrên li Îranê ji bo alîkariya çeteyên li Çiyayê Araratê yên di bin dorpêçê de ne, êrişî hêzên Tirk kirin. Di 11ê Tebaxê de Abdullah Omerê Îranî tevî çeteyan Yûsif Mîrza û Omer Beko(Emere Besê) êrîşî Taşburûnê kiriye. Li herêmê êrîşî yekîneyên leşkerî kirin. Di şerê ku 3 saetan dewam kir de mîlîsên gund jî alîkarî dane wan. Di pevçûnan de 60 çete hatin kuştin. Di nav miriyan de, Omer Beko(Emere Besê) û biraziyê wî Yusuf Mîrza, Fethî Maho jî hatin tespîtkirin. Armanca eşqiya ew e ku rê li ber alîgirên xwe yên di bin dorpêçê de veke."

Merzele Emerê Besê

Dema me bi Kerem Kespir re xeber dida ji me re got ku merzele Emere Besê li gundê Terêşêye û wiha got; Merzelê Emerê Besê wê derê ye... Wekî gotina me çawa bihîstiye ez dibêjim… Dema hildidin tînin wê derê milet dibêje sê roj, lê wusa nîne 10-15 rojan vedişêrin. Temam yêra(cihê) merzelê wî ji me re gotine merzelê wî filan noktayê ye, hema merzel kayîpe (windaye). Newêrîbûn, saba dewletê dernedixistin. Dewletê merzel dibir, dewletê cinaze dibir nedida wana. Wana jî hemasa veşartiye, merzelê wî niha Terêş de ye. Nav merzelên Terêş da weşartine niha wusa sekiniye”.

Ûsive Bekirê Mîrze; “Tabî zemanê min dît, li vira ew birayê wî tev sirgûn dibin. Dema diçin êdî li vira dibe yasax bolge.(herema qedexe) 21 salan dibe yasax bölge, malên me jî li vir lêdixin diçin. Sade vira ba merzelê wî ya mezinên me dîtin merzelê wî bavê min nas dikir. Başqe kesî nasnedikir, birayê wî jî nas nedikir. Zemane 1973ê, 74ê da bû mala wan hate vê derê. Rind tê bîra min. Wê waxtê hat gazî bavê min kir, bavê min merzel pê nîşan kir. Ez wê çaxî rind hatirlamiş(bîr tînim) dikim. Ez 14-15 salî bûm, gotina wî ya ser merzelê wî ya kevirekî spî hebû. Waxte apê Evdila re salix da ew kevirê spî kelîma wî ya hê bîra min de ye, hê bîra min neçûye.

Îca merzelê wê wira wusa bû yasax bolge(herema qedexe) bavê min go, de ew temam yasax bölge(herema qedexe) bû. Go Besê jinekê meşhur bû. Besê jinekê wusa meşhur bû dinyayê da tirs cem wê tunebû. Kesinlikle(Xetmen) tirs cem wê tunebû. Besê dihat vira pişta mala me, qaşekê mezin e kefa wê ya mezine, got Besê şev dihat dikete wê derê, tiving û sîlahê va dihat dikete wê derê merzelê Emer beklemiş dikir(ber merzelê Emer disekinî), saba bila kes neyê dexmişî(tev) merzelê wê nebe. A piştî wê wusa wira çekilmiş bûn (çûn). Mala me jî dikişin diçin dikevin gundê Halfeliyê, eva gunda gişt dikişe diçe Helfeliyê. Eva gunda 21 salê wê temam dibe, dewlet piştî 21 salan dewlet emir dide, dibê Gilîdax serbest e. Her kes dikare here ser yêra(cihê) xwe, avahiyên xwe, yê ku erdê xwe bibe xweyî. A piştî wê ya mala me carek din tê vira. Zemane mala me hate vira tê bîra min. Ez pênc, şeş, heft salî a wê arê da bûm. Mala me ilk(yekem) hate vira tê bîra min. A wallehî olaya(bûyera) wana me wî terî dît. Mezina me re wî şeklî gotiye. Me wî terî bilgî(agahî) hildaye”.

Di Edebiyata Devkî De Emere Besê

Klam ji aliyê dengbejan, hosteyên edebiyata kurdî ya devkî ve dihatin gotin. Ji xeynî vê jî li herêmê bêhejmar çîrokên li ser Emerê Besê têne vegotin. Di berhema Mehmet Gültekin a bi navê Zargotina Kurdên Serhedê de, kilama ya li ser Emerê Besê ji Dengbej Kerem hatiye girtin, wiha ye;

Biro Hesikê Têllî

Emerê Besê digo, Çerxe, Feto çûme kirê Girîdaxê li dîhara

Emana bavê Daho kekê Hesen tunîne ji destê eskerê

qerenîzamê, gure-gurê van teyara

Serê Biroyê Hesike li Qocedaxê fêza Gurcîbilaxê

li Katkatan jêkirin birine Makoyê nav neyara

Waxta dora Birahîm Axa girtin, bira lê derketa

Şêx Zahir Efendî, Evlê Xelef tevî gutilê siyara

Lo lo birîndaro.

Herema Qedexe û Sirgûniya Malbatê

Wek gelek malbatan malbata Emere Besê û gundiyên wî jî sirgûn dibe. Kerem Kespir di wê mijarê de wiha dibêje; “Navê bavê min Evla bûye, Evla Besê. Ewana çar bira bûne. Emer tê kuştinê, dewlet paşê Hemît digire, dewlet Hemît îdam(darda) dike. Ceza didine, digirin hebisxanê de îdam dikin. Bavê min Evla Besê jî sê gula birîndar dibe. A Esed birê wan jî tê kuştinê. Sê bira tên kuştinê, yek jî birîndar dibe. Zate (bixwe) bavê min jî mir, ev jî çû. Çar bira sê heb tên kuştinê, yek birîndar dimîne. Wexta her sê apê min tê kuştinê dewlet bavê min sirgûn dike.

Bavê min jî li vira sirgûn dibe, diçe aliyê Trakya ye. Diçe aliyê Tekirdaxê, li vir jî tê Milazgirê. A ew jî hemasa li vir dimîne, paşê tê wê derê….Ew jî paşê tê aliyê Milazgirê tê girtinê, çend sala Kela Qersê tê girtinê, 15-16 salan tê girtinê. Efû derdikeve, çawa dibe, beraat dikin. Lê dixe tê gundê xwe. Yanî ailekê(Di malbatekê) de birayek tenê dimîne. Sê heb tên kuştinê, yek tenê dimîne di şerê Gilîdaxê de. Di wê aile de mala me tenê li wê derê ma ye. Malek tenê viraye, ev aila tev sirgûn bû çû, kesek nema. Ew jî em teze hatine, 30 sal bûye. Bavê min di wê gundê de diçe rehmetê, gundê Terêş. Bavê min Terêş wefat kiriye, çûye ber emrê Xwedê, miriye. Cinaza gişka jî li wê derê ye. Cinaze Hemît dewletê bir îdam kir neda me. Yê din jî cinaze wan anibûn.

Sonê (Dawiyê) de dewletê sirgûn kirine. Sirgûn kirine çûne wê derê, êdî li wir çend sala sekinîne ez wî nizanim, ez gotinên wan dibêjim, min nedîtiye. Aliyê Milazgirt e, a niha doğum tarihiya me(hatina dîroka me dinê) Malazgirt e, ya wê derê ye. Çûn êdî nehatin. Hinek ketin hebisxana, hinek hatibûn girtinê. Sonê(Dawiyê) de serbest (azad) kirin em hatin wê derê. A ew 30 sale, ew yasa(zagon) rabû, paşê em hatin memlekete xwe, gundê xwe”.

Ûsiv e Bekirê Mîrze jî wiha behs dike; “Navê min Ûsiv e. Ez kurê Bekirê Mîrze me.

Digot wexte Gilîdaxê, derheqê Gilîdaxê de îsyan çêbûye vira gundê me 21 salan bûye yasax bölge(herema qedexe). Dewletê 21 sala li sinorê Aralixê da hemasa asfalt boyî() heta here sinorê Bazîdê, valî asfaltê temam kiriye yasax bölge(herema qedexe). Wî waxtê mala me di wî gundî da bûye. Piştî yasaxê li vira derketine. Ew çax yasax(qedexe) tunebûye”.

Kurê Emerê Besê zemane wusa aile tê sirgûn kirin çûn, nehatin ewana hatin Edeneyê sekinîn. Sê kurên Emerê, her sêk jî Edeneye ne. Her sêk kurê Emer Edeneyê ne, du heb mirine yê mezin jî navê wî Meqsût e. Çûye hec jê re dibêjin Hecî Meqsût. Ew tenê maye. Aile(malbat) tev li wir maye. Di wê aile de em tenê malek hatine wê derê. Ew aile (Di wê malbatê da) kes nehat vira, çûn lê nehatin. Kurê Hecî Meqsût yê mezin re dibêjin Kürd Mehmet. Tirkên wê derê jê re dibêjin. A niha tu herî wê mehelle(taxê) tu bibêjî mala Kürd Mehmet ku derê ye, hemû yê mala wî te nîşan bidin. Dîsa bêjî Bekir kes nasnake, lê bêjî Kürd Bekir her kes nas dike. Heta roja îroyîn ew rêya kalkê xwe dewam dikin. Ya kalkê xwe dewam dikin, kurê wî jî hê hê dewam dike”.

Di dawiya serhildanê de gelek malbatên ku li herêma serhildanê dijiyan û dihatin fêmkirin ku beşdarî serhildanê bûne, li gorî Qanûna Îskanê sirgûnî Manîsa, Mûgla, Denîzlî û navçeyên bi nêzikî wan deran hatin kirin. Tevahiya malbata Emerê Besê jî sirgûn dibe. Bi piranî sirgûnê herêma Trakyayê dibin. Hinek ji malbatê li wir dimînin, lê hinek malbat jî vedigerin. Hin kes vedigerin li Edene, Patnosê û Mûşê. Kurê Emerê Besê Maksut Fayza heta mirina xwe ya sala 2015an her tim li Edeneyê ma. Dema wefat kir temenê wî ji 100 salî zêdetir bû. Maksut Fayza yê ku diçû hecê, tevî temenê xwe yê mezin her havîn dihat Îdirê û diçû serdana xizmên xwe û bi taybet li ser gora bavê xwe. Penc kur û du keç bi giştî heft zarokên wan hebûn. Hemû zarokên wan li Edeneyê dijîn. Tenê keçek li Îdirê dima. Kurê Emerê Besê Mehmet di sala 1974an de li Tutaxê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dide. Zarokên wan di sala 1979an de li Edeneyê bi cih bûne. Kurê wî yê din Ahmet li Patnosê bi cih bû û di sala 1995an de jiyana xwe ji dest da. Pênc kur û du keçên Ahmet Fayza jî hene. Zarokên Ahmet jî li Patnos, Mêrsîn û Stenbolê dijîn. Di vê xebatê de ez hîn bûm ku xizmê me Reşît Gultekîn demekê li cem kurê Emerê Besê Ahmet wek ajotvan (şöfor) xebitiye. Lê mixabin piştî mirina Ahmet û kekê Reşît hevaltiya germ a di navbera malbatan de berdewam nebûye. Ne zarokên Emerê Besê ne jî neviyên wî li Îdirê dijîn. Piştî sirgûnê tenê kurên birayê wî Evdila vedigerin gundê xwe. Hewl dane ku li axa bav û kalên xwe bijîn. Yek ji kurên Evdila Kerem Sespir hê jî li gund dijî. Birayê wî yê mezin Silhettîn hê jî li navçeya Îdirê Halfeliyê dijî. Piştî ku Emerê Besê mir, jina wî Xenê bi birayê wî Esedê Besê re dizewice. Zarokek wan kur çêdibe. Dema Xenê dimire, Esedê Besê dîsa dizewice û du kur û keçeke din jî çêdibin. Esedê Besê ji ber pirsgirêkeke ku li gund derketiye jiyana xwe ji dest dide. Zarokên wan jî diçin Patnosê û careke din venagerin gund. Bi vî awayî têkiliyên wan qut dibin. Jiyana bi salan a dûrî Îdirê bûye sedem ku Emerê Besê bi wateyekê hatiye jibîrkirin.

Di 95 saliya wefata wî de, ez bi rêzdarî li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînim, bi hêviya ku neyê jibîrkirin û li geliyên kurdan û kurdewariyê de bê bibîranîn.

Kaynakça

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ