Xwendinek Li Ser Rojnivîska Fatma Savci
Kenan Söylemez

Li Sûriyeyê, di sala 2011an de di nava pêla "Bihara Ereb"an de li hemberî rejîma Baasê şerekî navxweyî yê dijwar dest pê kir. Dema em îro lê dinêrin di nava vê panzdeh saliya tijî alozî de veguhastinên mezin rû dan; dawiya dawî rejîma zalim hilweşiya û Beşar Esedê destbixwîn, bi hewla canê xwe xilas bike berê xwe da dewleta Rûsyayê. Di vê heyama şer de, bêguman guherîna herî mezin li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Di serî de kurdan dest danîn ser bajarên xwe û rêveberiyeke xweser (otonom) damezirandin. Piştî şerê DAÎŞê ku ji bo kurdan bûbû cenga man û nemanê, hêzên kurdî ji bilî axa xwe, gelek deverên din jî xistin bin ewlehiya xwe. Tevî ku êrîşên rejîma Baasê, gefên rêxistinên çekdar ên îslamî û êrîşên dewleta Tirk bênavber berdewam bûn jî, kurd gav bi gav ber bi azadiyeke şênber ve diçûn. Lê gava ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî û hinek dewletên herêmê li Şamê desthilatî hat guhertin, derket holê ku li pişt deriyên girtî –di Hevpeymana Parîsê de ku bi alîkariya Amerîka û Fransayê di navbera rejîma nû ya Sûriyeyê û Dewleta Îsraîlê de bû– biryara têkbirina otonomiya Rojava hatibû dayîn. Her çend kurdan li Helebê û li çendîn herêmên din berxwedaneke dîrokî nîşan dabûn jî, dawiya dawî neçar man bi desthilata nû ya Şamê re peymanekê îmze bikin û ji gelek destketiyên xwe gavên paşve biavêjin. Gelo heke kurdan li hemberî vê rejîma nû şer bikirana dê bi ku ve biçûana, an jî ew ê encama vê peymana "entegrasyonê" bibe çi? Ev pirs hîn di valahiyê de û li benda demê dimînin, em di vê nivîsê de nîqaşa wan nakin. Çend roj in rojnivîskek di destê min de ye ku ez bi xwendina wê re dîsa vedigerim wan rojên destpêka ku "Şoreşa Rojava" nû geş dibû. Ez dixwazim bi hin mînakên ji pirtûkê, bal û berê we jî bikşînim ser wan rojan.

"Ber Bi Bin Xetê Ve (Rojnivîska Rojava)" pirtûka Fatma Savciyê ye ku di sala 2012an de ji Weşanxaneya Avestayê derketiye. Rojnivîska ku ji duwazdeh rojan pêk tê, di 23yê cotmehê de li Swêdê dest pê dike û di 3yê mijdarê de dîsa li Swêdê bi dawî dibe. Swêd li ku, Rojavayê Kurdistanê –ku navê xwe daye pirtûkê– li ku? Ji bo kesên ku haya wan ji rastiya kurdan heye ev rewş ne pir ecêb e, lewre gelek kurdên ku jiber zilm û zora dewletên dagirker reviyane li Swêdê koloniyek mezin ava kirine, lê belê dîsa jî têra xwe balkêş e. Rojnivîsk di 23yê cotmehê de bi kelecana mezin a Fatma Savciyê û bi hevoka “Û vaye ew roj hat” dest pê dike; di 3yê mijdarê de jî bi hevoka “Û niha ez, di nava her du cihanan de, du perçe me” diqede. Nivîskar piştî vegerê, ji aliyê hest û ramanan ve di navbera axa welatê xwe û Swêdê de dibe du par.

Her çend di herikîna rûpelan de em pê dihesin ku nivîskar berê jî serdana Başûr û Rojava kiriye, dîsa jî ji roja yekem ve kelecana wê ya ji bo vê rêwîtiyê pir eşkere ye. Gava ku li balafirgeha Arlandayê ya Stokholmê balafira wê bi azman ve bilind dibe, ew dizane ku dê li Hewlêra paytext peya bibe; birastî ev dibe yekem balafirgeh ku li wir ne mîna keseke biyanî, lê mîna keça wê axê tê pêşwazîkirin. "Hesteke nedîtî dijîm ku li vê balafirgehê dadikevim, hesteke nenas. Welatê yekem ku dikarim "fermî" bi kurdî biaxivim. Ku mirov xwediyê welatekî be, xwediyê azadiya welatekî be çi tiştekî xweş e. Em kurd ji vê hestê biyan in. Niha em hêdî hêdî pê dihesin" (r.26). Lewre, piştî têkoşîneke giran ku bi dehsalan berdewam kir, îro Herêma Başûrê Kurdistanê di nava sînorên dewleta Îraqê de xwedî statuyeke federal e. Zimanê kurdî berovajî beşên din li vir zimanekî fermî ye, kurd li vê beşê bi azadî mafên xwe yên neteweyî dijîn.

Gava ku li balafirgeha Hewlêrê digihîje xala kontrolê, ew tirsa adetî ya ku li welatên biyanî çêdibe di dilê wê de tune ye û bi dilxweşî tê pêşwazîkirin. Piştî ku kesê li benda wê ye ew ji balafirgehê digire û li mala xwe dike mêvan, ew pê dihese ku "Desteya Bilind" a ji partiyên Rojava pêk tê li Başûr e û Fatma Savci dixwaze herê dîtina wan. Ev rewş ji bo wê dibe derfeteke hêja ku hem bikaribe bi wan re hin hevpeyvîn û sihbetan bike, hem jî bi hêsanî di nav wan de derbasî aliyê Rojava bibe. Tevî ku ev sînor di navbera herdu beşên Kurdistanê de ye jî, hîn ew tixûbên ku dagirkeran kişandine li ser piyan in û deriyekî bi rêk û pêk ê fermî tune ye. Di encamê de, Fatma Savci tê otêlê û bi naskirina Îlham Ehmed re, peywendiya wê bi desteyê re çêdibe. "Ji aliyê xwaringehê ve ew jina ku berî bi qasekî di tv de axivî bû bi rûyekî geş ber bi me ve tê. Silav dide û bi germî min hembêz dike" (r.34). Fatma Sawcıya ku li ser maseya xwarinê dibe şahidê axaftinên di navbera wan de, dibîne ku partiyên kurdan her çi qas bi kelecaneke mezin li hêviya azadiya kurdan bin jî dîsa bi mijarên piçûk re eleqedar in û hîn jî ji hişmendiya yekîtiya neteweyî dûr in. Jixwe beriya wê bi Mesûd Berzanî re civînek li dar xistine û em dibin şahidê axaftina di navbera nivîskar û Îlham Ehmedê ku behsa wê civînê dike, Fatma Savci civînê jê dipirse,

Baş derbas bû, li gorî dilê we bû?

— Erê, em bixwe wekî nûnerê PYD neaxivin, çawa civînê dest pê kir, kek Mesûd berê xwe da me ku em biaxivin, me got fermo, bila hevalê din biaxivin, lewra rexneyên wan hene. Ehmed Silêman nûnerê Partiya Pêşverû mafê axaftinê wergirt û ew axivî. Got: Rast e kêmasiyên me hene ku em wek Desteya Bilind hîna bi hev re naxebitin û yekitîyeke baş ava nakin, dengê me ne yek e. Kek Mesûd pirsî, çima hûn naxebitin, ma PYD dibe asteng, dema hûn diçin xwe didin kêleka wan û dixwazin xizmeta civakê bikin astengiyan derdixin û dibêjin na? Ehmed Silêman got, na welehî, tiştekî wilo nakin, em bi xwe ne xweyê xizmet û karekî ne heya niha. Îcar hingî kek Mesûd got: lê nexwe hûn çima rexneyan li PYD dikin, eger ew îttîfaqê red bike, eger hebûna we qebûl neke mafê we heye hûn vê rexne bikin, bes eger hûn ji xizmetê re nebin, nexwe mafê we tune ye hûn rexneyekê jî bikin.

— Wa? Nexwe kek Mesûd wilo got?

— Erê. Pir vekirî wilo got. ( r.44/45)

Em li vir dibin şahidê tiştekî pir girîng. Şer gihîştiye ber deriyê kurdan, lê ew hîn jî refleks û helwesteke yekgirtî ya neteweyî nîşan nadin. Tiştekî din jî, heta niha di televizyon û medyaya civakî de PYD her dem dihat sûcdarkirin ku partiyên din diçewisîne; lê belê em dibînin ku yên bê kadro ne û nikarin bikevin nava xizmeta gel an jî ya parastina leşkerî ew bi xwe ne. Helbet em vê yekê ji sohbeta di navbera nivîskar û Îlham Ehmed de derdixin. Lê piştî salên dirêj ên têkoşîna Rojava, tê dîtin ku ew partiyên din, her çend PYDê rexne kiribin jî, ji bo berxwedaneke serkeftî nebûne alternatîf.

Piştî ku wê şevê bi hev re derbas dikin, sibetirê bi hev re derbasî Rojava dibin; helbet di van rojên ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê berdewam dike de, di hatûçûna ser sînoran de her du alî jî bi baldariyeke bilind tevdigerin. Fatma Savciyê jî wekî keseke ji Qamişloyê qeyd dikin û bi vî awayî sînor derbas dikin. Wan sînorên ku bêyî vîna kurdan hatine xêzkirin, her parçeyekî Kurdistanê xistiye aliyekî; gund ji gund û malbat ji malbatê hatine veqetandin. Ji ber wê ye ku îro, kurdek gava ji bajarekî xwe derbasî bajarê xwe yê din dibe, di çavên desthilatan de dibe biyanî. Dema ku gava wan digihêje Rojava, berê xwe didin Dêrika Hemko û ew şev dibin mêvanên nûnerê Partiya Pêşverû Ehmed Silêman. Nivîskar li wir bi çavên xwe dibîne ku tedbîra ewlehiyê di nava gel de çiqas serdest e; ber ku hîn jî di gelek rêyan de kontrola leşkerên dewletê mane û li derdorê sîxur û ajanên gelek hêzan cirîtê diavêjin. "Min jibîr kir ku di vê erda ku hêzên Sûrî, sîxurên veşartî yên Tirkî, grûbên girêdayî muxalefeta Sûrî yên îslamî ku her yek seriyek e çindirkan didin û niha dikarin bibin sedema tunekirina me hemî kesên di erebê de" (r. 71).

Him di gera xwe ya Dêrika Hemko de him jî di ya Qamişloyê de, Fatma Savci tim bi wan mamosteyan re ku li dibistanên di bin kontrola kurdan de dersê didin û bi kesên di nava saziyên parastinê de cih girtine re sihbetan dike. Em di nava van sihbetan de dibînin ku her çend hîn gelek herêm û sazî di destê dewleta Sûriyeyê de bin jî, kurd hewl didin tevahiya Rojava bixin bin desthilata xwe. Kelecaneke mezin di nava mamoste û şervanan de heye û hewl didin xwe bigihînin her derê. Kurd ji aliyekî ve perwerdeya bi zimana kurdî didin, ji aliyê din ve jî bi rêya qursan mamosteyên nû perwerde dikin, ji ber ku pêdiviya wan bi gelek mamosteyan heye. Ji aliyê din ve, xort û keçên ku di nava parastinê de cih digirin ji aliyê siyasî ve jî diyar e ku xwedî perwerdeyeke kûr in; em di bersiva şervanekî de vê rastiyê bi zelalî dibînin: "Lê ne ew qasî hêsan e. Niha rejîm bi birîna xwe ve lebikî ye. Ew û muxalefet ruhê hev distînin. Em jî naxwazin niha bi wan re bikevin şer. Niha şer rêbazek e şaş e ji bo me. Em dibêjin, tenê bi rê û rêbazên demokrasiyê her tişt dikare çareser bibe. Lê eger wekî hemû ceribandinên xwe yên dîrokê li pey tunekirin û bindestiya me bin, em ê rê nedin wan û heya dawiyê xwe biparêzin" (r.114). Piştre gelek bersivên din jî em dibihîzin ku hin caran mirov dudil dimîne ka gelo ev bersivên têr û tijî yên wan şervan û mamosteyên ciwan in yan yên nivîskar in ku hin tiştan lê zêde kiriye. Lê paşê ez difikirim yên ku PKKê û rêxistinên bi wê ve girêdayî ji nêz ve nas dikin, dizanin ku ew çi qas giringiyê didin perwerdeya teorîk. Ev tevger ne tenê teoriyeke dij-kolonyal, lê di heman demê de teoriyeke sosyalîst/marksîst jî pêşkêşî endamên xwe dike. Ji ber vê yekê, çi leşkerî çi siyasî, her endamê wê xwedî perwerdeyeke zexm e û di gelek mijaran de xwedî zanyariyên berfireh e. Daxwaza em di axaftina wî şervanî de dibînin a ku berê pirsgirêkan dide çareseriya bi rê û rêbazên demokrasiyê çi qas însanî be jî bersiveke vê helwestê li Rojhilata Navîn tune ye. Rewşa îro Rojava tê de ye vê yekê îspat dike.

Li ser rêya vegerê, nivîskar hin nirxandinên giştî dike. Helbet ji destpêkê heta dawiyê ne tenê bûyerên rojane dinivîse, di heman demê de em ji gelek aliyan ve rasterast fikir û hestên Fatma Savciyê jî dixwînin. Ji rabûn û rûniştina kurdan bigire heta mêvanperwerî û xwarinên wan; ji têkiliya jin û mêran heta edetên qedîm ên malbatî û hewldanên jinan ên ji bo pêşketina di nava civakê de, hemû jî dibin mijarên ku nivîskar behsa wan dike. Dibe ku di vê pirtûkê de tişta herî zêde kêfa min jê re hat ew e ku Savci, berevajî gelek nivîskaran, van taybetmendiyên kurdan piştguh nake û tim kêfa xwe bi wan tîne ku li Ewropayê hesreta wan de maye. "Xwediyê malê careke din silavê li me dikin dema ku em rûdinên. Ev jî toreyeke me kurdan e, lê wek ku li Bakûr ev yek kêm bûye. Mînak li Rojava û Başûr ne tenê ku mirov dikeve hundir, piştî ku rûnişt û serê çendekê gotine "hûn bi xêr hatin, li ser seran, ser çavan hatin" dubare dikin." Di gelek beşên din de em dibînin ku ew tore û kevneşopiyên ji bav û kalên kurdan mane –wekî rêzgirtina ji bo kal û pîran û pêşwazîkirina mêvanan bi xwarin û vexwarinên kurdî– hîn jî li Rojava zindî ne.

Rojên nivîskar piştî gerên dirêj û gelek hevdîtin û sihbetan li Rojava bi dawî dibin. Ew li dû xwe ne tenê bîranînên ku nayên jibîrkirin, her wiha dilê xwe jî dihêle.

Fatma Savci bo vegêrê dema li başûrê welat e ku bi Hikûmeteke Heremî ji aliyê kurdan ve birêve diçe, atmosfera beşên Kurdistanê radixe li ber çavên me. "Bajarê Dihokê wilo xweşik dibiriqe. Hemî lempeyên wê pêketine, çiqasî li şevê tê. Ez wisa hestiyar im û ji xeman ji ser ve diçim. Niha, li bakûrê welatê min, di vê sedsala 21.mîn de, bi hezaran girtî ji bo zimanê xwe, di rojiya birçîbûnê de, li ber mirinê ne. Li rojhilatê welêt, bi sedan keç û xort ji bo daxwaza xwe ya azadiyê, li ber siya sêdaran, li bendî dardekirinê ne. Û dilê min rojavayî welat e nih, hewl dide wekî çivîkekê, li ezmanê azadiyê baskan li ber bê berde..." (r.199).Tê dîtin her çi qas Başûrê Kurdistanê di nav azadiyeke sînordar de be jî rewşa wê ji beşên din baştir e, beşên din hîn jî di bin dagirkeriyê de dinalin.

Îro tam çardeh sal di ser nivîsandina wan rûpelên rojnivîskê re derbas bûne. Baş e ku hatiye nivîsîn û beşek ji dîroka me ya giring ji nav taritiya dîrokê rizgar kiriye. Di wan salên borî de, kurd gelekî nêzîkî dîtina roja xwe ya azad bûbûn; lê çi heyfe ku îro Rojava –tevî ku ji her hêlê ve gavên mezin avêtiye jî– dîsa di bin sîbera heman dewletê de maye. Li ser wê axa berxwedêr hîn jî rewş rûneniştiye; dilê mirov her kêlî bi tirsa bahozeke nû û bi hêviya siberojê lê dide. Daxwaza dilê min ew e ku her bayekî lê bixe, mizgîniya biharê bi xwe re bîne û em di demeke nêz de bibin şahidê tîrêjên azadiyê li ser wî parçeya welêt. Bila êdî penûs ji bo êş û azarên din rûpelan reş neke; bila miletê kurd jî mîna hemû gelên serbilind bibe xwedî maf û rûmeta xwe ya neteweyî da ku êdî di cîhana tarî ya şer de, xwîna ciwanên me nerije.

EDİTÖRDEN

Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.

Devamını oku →
Bizi takip edin