Xema Mehmet Uzun û Lehengên Romana Sêwirandî
Esra Sadıkoğlu

                                                                                                       Bextê me ji bo me ra bibit yar

Carek bibitin ji xab hişyar

Rabit ji me jî cihanpenahek

Peyda bibitin me padişahek

Şîri hinera me bête danîn

Qedri qelema me bête zanîn

(Ehmedê Xanî)

 

Di zivistaneke salên 2000î de li kolana Beyogluyê bejneke ronak bi hemû heybeta xwe ji ber çavê me re derbas bibû. Hevalê min bi kelecan got, “Bêlê belê ew bi xwe ye zû em herin bigîjinê.” Porê xwe yî  ji ber bayê xedar xira dibe di nava her du destê xwe de digire û bi gavên xwe yên dirêj me li dû xwe dihêle. Bi zorê be jî digîjin wî. Ji nava paltoyê xwe yê şînê tarî de bi çavên xwe yên şewqet ji wan difure bi me re dikene;

“Çi xweş e dîtina ciwanên kurd ku kurdî dipeyivin!” û lê zêde dike; “Werin em bi hevre qehweyekê vexwin.” Em bi hevre li Cihangirê diçin kafeyekê. Wê demê em komek xwendekar li zaningehê hê nû li zimanê xwe germ bûne, çi tê ber me dixwînin, çawa kela me radibe pênûsê hildigirin û rojnivîskên xwe bi kurdiyeke li ber pêşketinê dixemilînin. Xwendekarên ji warê xwe dûr nivîskarekî ku li sirgûnê berxwedana jibirnekirina bîrê dide re li cem hev rûniştine. Bi nefsbiçûkiyeke maqul qala wêje û nivîskariyê dike. Dengê wî yê zelal, hezkirina wî ya qelender li alîyekî, lê ew kena li ser rûyê wî hê jî mîna îro li ber çavên min e.

Bi tevî dilgermiya xwe xelatek bêhempa jî dabû me; “Ê bila be, sibê werin otela ez li wê dimînim, pirsê xwe bipirsin, em sohbeteke xweş bikin.” Nivîskarê min ew bi kelecan  berhemên wî di nava çend mehan de xitim kiribûn pozbilindî nekiribû. Ewê hevpeyvîna me dê di hejmara sisiyan a kovara Rewşen-Nameyê de çap bibûya. Hevalê Migoyê Ermenî, Mehmet Uzun gelo bi rêya gotinê xwest kîjan xeyalên xwe bîne cih û çi tasewasên wî hebûn?

Di wêjeya cîhanê de her nivîskar bi çend handanên sereke dinivîse. Ji berhemên wan û gotinên wan tê fêm kirin ku derdekî wan a divêt bi rêya nivîsê hinek be jî haş bibe heye. Weke tê zanîn Kafka bo têgîhaştina hebûna xwe, Dostoyevskî bo fêmkirina gîyanê mirovan û Virginia Woolf jî bi taybetî bo nasîna hebûna jinan a di civakê de pênûsa xwe hildane dest û pê de hatine. Xema pênûsa Mehmet Uzun çi bû gelo? Car hebû ji xewa xwe şiyar dibû paşê deftera li ber serê xwe de tiştin xêz dikir. Gava em li hemû serpêhatî û bilêvkirinên wî bi baldarî dişopînin dibînin derdê wî yê sereke ew e ku hafizaya kurdan bi vegotineke  nûjen binivîse. Elbet ew ê qet hêsan nebûya afirandina vegotineke nû û hetta ji wê wêdetir rêwitiya dirêj a ber bi kanonekê ve. Gava kesek derdikeve ser sehneya vegotinê û nêrîtek nû ava dike, bivê nebê rê li ber nîqaşên curbecur jî vedike. Ez bawer im heta dîroka me ya wêjeyî bi aweyekî zanistî bête tasnîfkirin û di serê hemû kurdan de jî tabloyeke ku cihê her nivîskarî tê de diyarkirî ye saz bibe ewê nîqaş her hebin.

Dema Dostoyevski gotibû, “Em hemû ji paltoyê Gogol derketin.” binê mîrata wêjeya Rusan xêz kiribû. Dîsa gava romannûsên Tirk dibêjin di me de DNAya Ahmet Hamdî Tanpınar heye di destê xwe de bi wê fenerê xwe li pexşanê rakişandibûn. Mehmet Uzun bêpalto û bêfener ket rêyeke dûr û dijwar. Pirî caran li hemberî mij û morana li ser Kurdistanê pênûs li ber biderize jî wî pênûsa xwe cebirand.

Sala 1977an de Uzun ji neçarî ji koka xwe diqete û ber bi welatê xerîbîyê ve diçe. Welatê xerîbîyê (Stokholm) dibe rastîya jîyana wî û êdî ew jî dibe parçeyekî kerwana sirgûnê ya bi salan didome. Bi qandî pênc salan jî xewna welatê xerîbiyê nedît. Xewnên zaroktiya xwe dît, her çar darên hinarên ku baxçeyê wan bi sorahiya xwe dixemilandin dît, kalê xwe yî her tim şekirên rengîn ji bêrîka xwe derdixist û didayê dît, Gawir Mahallesiya ku ew û hevalê xwe yî Ermenî Migo tê de bazdidan dît. Rûhê wî bû du parçe. Parçeyek tim ket şiklê çivîkekê û li seranserê welatê xwe firiya. Geh guhdariya dengbêjan kir, geh çîrokên kal û pîrên xwe. Ew çivîk carnan bû dengê kesên ku devê wan hatibû lixapkirin. Parçeyê din ket şiklê şagirtekî zîrek. Sereqet fêr bû, xwe nû kir û bala xwe da pêşketinên wan civakên ku dîroka me ye kambax em li dû wan hiştibûn. Her du parçe bûn yek, hev hembêz kirin, carinan baskên xwe yên şikestî derman kirin, di gûhê hev de çîrokên xwe gotin û herî dawî tiştek bêhempa ava kirin bi hevre: Vegotin.

Ehmedê Xanî beriya çar sed salî dest avêt qelema xwe hewl da kurdî bilindtir û bi rêk û pêktir bike da ku xelk nikaribin bêjin Kurd bêmarîfet in an bêesl in. Baş dizanibû xwedîtiya zimanekî edebî ji bo helbesta kurdî elzem bû. Xema wî tenê ne asta zimanekî edebî bû, her wiha ji bo netewetî û yekbûnê jî hewl dida. Ji dewra Ehmedê Xanî bigre heta Mehmet Uzun xema her nivîskarekî/e kurd bi tenê ziman û wêje nebûye.Wan berî xwe dane rewşa civakê, berpirsiyariya rewşenbîriyê jî hildane ser milê xwe.

Nivîskariya Uzun tevî ku pêrgî serdema modern hatibû dîsa tûnebûna netewedewletekê û derengiyeke mezin a modernîzma Rojavayê xwe dida der û wî jî xwe li hember vê dîmenê nikaribû ker bikira. Devê destê xwe qulipand, bi hemû hêza xwe bi zimanekî hê li ber têkûzkirinê bû nivîsand, bi şêwazên nûjen ceribandinên nû bi kar tanîn, berê xwe dida çanda devkî, hestên neteweperiyê derdixistin pêş û li ser pirsgirêkên rojeva welat disekinî. Dixwest sînorên vebêjiya xwe berfireh bike û bi vê yekê jî di tecrûbeya nivîskariya xwe de bibe avakarê xwe û romana kurdî ya modern.

Wêje xwedî peywireke wiha ye ku li hember hegomanya çandî ya desthilatdaran hişmendiya neteweyî û parastina çandê ava dike. Li gor nêrîna Fanon, wêje di tekoşîna dekolonîzasyonê de ji sê qonaxan derbas dibe; ya yekem bilindkirina hişmendiyê ye, ya duyem vegotineke neteweyî xurt dike û di ya sêyem de jî ber bi hunereke gerdûnî ve diçe.

Di vir de em li gorî her sê qonaxan li rewşa xwe binihêrin. Çîroka neteweyekê ku di nava çar dewletên dagirker de bûye çar parçe, qonaxa sêyem sipart wî xortê ku di welatekê qeresok de bi kelepûra neteweyên din re ketibû danûstandineke çandî. Em dikarin pirsa çima di nava gelek cûreyên wêjeyê de pişta wî xwe sipart romanê bikin. Li gorî Uzun, roman berî wê fireh e û ew dikare di nava xwe de helbestê, ceribandinê, dîrok û felsefeyê bihewîne. Di navbera salên 1980-1990î de gava dest bi nivîsandina romanê kir li bakurê Kurdistanê hema bêje roman hê nehatibû ser sifreya wêjeya me. Elbet hebûna romanên qonaxa Kafkasyayê û nivîskarên wek Erebê Şemo, İbrahîm Ehmed û Rehîmê Qazî bi taybetmendiyên xwe yên yekembûnê rola xwe lîstibûn, lê li hêla bakûrê Kurdistanê valahiyeke mezin hebû. Nivîskar bi xwe jî dibêje ez di ferqa vê kêmasiyê de bûm û divê tiştê ji destê min bihata min teqsîr nekira.

James Wood di pirtûka xwe ya “Sêwirandin  Çawa Dixebite?” de dibêje, gelo pêkane ku em hemû  karekterên sêwirandî yên ji alîyê jiyanê ve afirî û her wiha  ji alîyê xwe ve jî tên nivîsandin bin? Gava min ev hevok cara duyem xwend, pirseke xwemalî hate hişê min. Gelo dîroka kurdan jî li ser mîrata wêjeya cîhanê bi sêwirandinê karekterek(nivîskarek) afirand û fermo were meydanê xwe binivîse got. Nivîskarê romana sêwirandî yê destpêkê jî Biroyê Dirêj...Çima ew ne yekî/a din? Ji ber ku cara yekem car wî li qada vala tiliya xwe ji dîrokê re  bilind kir.

Piştî xatirxwestina wî ya bêwext bi dehan navên nû tevlî  romanê bûn. Tevî ku hê em di asta afirandina romana modern de bin jî, dîrok bi şêwaza metafictionê (ustkurmacayê) ya taybetmendiya romana post-modern e, car caran  ji nivîskarên ku li dû Uzun hatin ser qadê re dibêje, “Min Mehmet Uzun afirand ha, ew tenê karekterek e!” Temam qebûl, ew karakterekî wiha bû ku kirasê ji gîyanê wî re teng dihat ji xwe derxist, paşê bi ta û derzîyê bedleke nû dirût.

Em dikarin bibêjin di romana sêwirî de bi sedan karakter tên û diçin, carinan tevî ku niha ne bi ta û derzîyê bi derfetên makîneyên herî pêşketî ji giyanên xwe re kirasên nû didirûn divê hinekî berê neynikê bidin xwe jî. Elbet ji alîyê krîterên romana modern a cîhanê Mehmet Uzun hin kêlên xwe şaş avêtine, dibe ku hin bişkok li cihên çewt kelijî bin lê ev yek di hemû neteweyan de li dijî vê rewşê bûye qey? Tiştên yekem, kesên pêşeng di nava xwe de hin kêmasiyan dihewînin, tiştê pêwîst ew e yên li dû tên di ser wan re biqulipînin.  

Di vê romanê de şa’ir, çîroknûs, romannûs, rexnegir û hema her kesê ku pênûs di dest de ne em li bin gûhê hev dikevin. Romana me li seranserê cîhanê de derbas dibe. Xirecir û pevçûn jî  pir in, hemdê Xwedê. Wexta ez jî diçim ser makîneya dirûnê bi vê nevê bêhizûriyeke bêwext di giyanê min de digere. Dorhêl û temaşevanên me, bêxwedîtiya me, hal û ehwalê me, şer û kuştinên ku sereqet dubare dibin, bi giştî tiştên destê xwe didin ser devê pênûsên me sedem in bo vê bêhizûriyê. Di vê kêliyê de pirs wek baranên çil esrî di ser bîra min de jî dibarin mîna her kesên dinivîse. Yek ji wan alîgiriya xwîneran e ku di nava civakê de nexweşiyek e û dîvê di dest de ji me bê şuştin. Aligirî belkî li futbolê li bîrdoziyên olî an siyasî were lê qet li wêjeyê naye bi ya min. Ka em bi hev re bipirsin êdî xeberdanên klîşe yên bi heman hevokê li ser lêvên hezaran xwe dubare dikin mîada xwe tijî nekirine? An jî tevî ku Mehmet Uzun vê tiştê heq nekiribû, em xwînerên tûj çima me ew hed di xwe de dît û di hevpeyvînê de ji wî pirsî;

“Ji ber ku pirtûkên we bi dest xwe re tên wergerandin, ev yek ji bo xwendina bi kurdî bandoreke neyînî pêk nayne?” Tevî ku ev nêrîn yekser neketibû serê me bi xwe jî lê me rabibû  pirsîbû. Niha lêborîna xwe li ser navê xwe ji gîyanê wî bixwazim jî pirsa divêt nehata pirsîn hatibû pirsîn carekê. Ji ber ku di roja me ya îro de ew kesên di qada sîyasetê de ne û her wiha tekoşîna hebûn û nebûna kurdan dikin ew qas ji kurdî dur in û tevgera xwe bi zimanê serdestan dikin belbî li cem yêm wan wergerandina pirtûkên nivîskar bi qeysa serê derziyê jî neyîniyek çênekiriye. Tiştekî din jî girêdayî vê îro heger du ciwan di nava xwe li fuara Ameda paytext ji hev re dibêjin, “Oğlum Mehmet Uzun Kürtçe de mi yazmış?” sedemên wê yên piralî êdî çima nayin dîtin û li sitûyên kesên berpirsiyar nayên daliqandin?

Şairê Yewnanî Ovidius li perava  ku bi pêlên herî bêhnteng şil dibû miribû, ango ew li sirgûnê miribû. Ew li Tristiayê wiha dibêje; “Ez mihacirê ku sirgûnî ber bi qûncikê herî dûrî dinyayê birî me. Ezê bi peyvan heyfê hilînim. Peyvên min dê nemir bibin ji rojhilat heta rojavayê.”

Du rê li ber nivîskarê me jî hebûn. Ya ew ê di sirgûnê de wenda biba yan jî ew ê bi rêya nivîsê biba kesekî nemir. Welatê xerîbîyê bibû sitareya wî û wêjeya kurdan. Tevî ku sirgûnî ew xemgîn kiribû, rûyê xwe yî geş jî nîşanî wî dabû. Navendên sirgûniyê çiqas pir in digot M. Uzun; “Stenbol, Şam, Tehran, Paris, London û Stokholm…” Pêdiviya civaka kurdan ji gelek civakên din bêhtir hebû ku sirgûnê ji xwe re bike fersendekê.

Sirgûn di romanên Siya Evînê, Bîra Qederê û di Hawara Dicleyê de derxist pêşberî me. Di wan de em rêwitiyên serlehengan dibînin, dengê dilên wan ku bi lez lêdixin dibihîzin. Ji ber ku ekola Hawarê di dilê Uzun de jan dida dixwest jîyana ew ronakbîrên Hawarê binivîse da ku tu carî qedr û qîmetê wan neye jibîrkirin. Qedr û qîmet! Du tişên ku hê jî  nehatine li  dora lehengên vê romana sêwirandî negeriyane. Lewma lehengên ku tim û tim bi zimanê xwe dinivîsin ew kesên bi hişmendiya “gîhayê hewşê tal e” nivîskarên zimanê serdestan dinivîsin derdixin ser textê qedrê dibînin, qudûmê wan dişkê û bivê nebê destê wan jî ji dinyayê sar dibin.

Hin kes ji pênûsa we bitirsin û bixwazin we têxin pişt dîwara an we ber bi welatên ku hêdî hêdî bîra we bi we bidin jibîrkirin ve sirgûn bikin tiştek nehesibandibûn. Hêza hin mirovan heye ger ji dil bixwazin, dikarin di zimanê xwe de welatê xwe ji nû ve ava bikin. Mehmet Uzun jî yek ji ew kesan bû, di sirgûnê de welatê xwe di bin sîwana zimanê xwe de qûç bi qûç lêkiribû. Carnan bayên xedar sîwana wî xistin erdê, qûça wî xirabû, lê dîsa rabû ji nû ve ava kir. Dîrok bi hayjêhebûna vê keda Mehmet Uzun re dixwaze carinan tiştekî din bîne bîra me: Dev ji galegal û gazincan berdin, berhemên herî serkeftî binivîsin bes e, pişta we xûz nabe.

Don Quijote di ber cîhana ku bi seranser li ber wî vebibû de dest bi rêwitiyê kiribû. Heta xwe gihand erdnîgariya me ya Rojhilata Navîn, her welat li gor hêza xwe ya netewebûnê ket rêzê û bi destên maceraperestê ango serlehengê Cervantes girt. Yekî wek Milan Kundera di sala 1986an de ku hema bêje Mehmet Uzun jî dest bi romannûsiyê dikir acisiya xwe bi vê hevokê bilêv dikir ji xwînerên xwe re:“ Di vê dinyaya totaliter de ku hema bêje temamê emrê min tê de qediya min bi van çavan dît ku roman mir, bi tundî mir. Wisa be bi temamî eşkere bû roman fanî ye, bi qandî Rojavayê Serdema Modern fanî.”

Îcar em ê li ber derengmayîna bi destgirtinê bikevin an li ber nîqaşên fanîbûna romanê nizanim. Lê dizanim em hên di nava honandina romana xwe de tevziya didin xwe û pêdiviya me li gel  parastina nasname, bîr û ziman, her wiha li cebirandina derdên me yên hevpar û takekesî jî heye. Dixwazî bila roman wextê xwe temam bike û têkeve şiklê tiştekî din.  Lê heger em bi tiştên eletewş wextê xwe xerç nekin û bala xwe belav nekin. Gava di demsala  payîzê de bîranîna Mehmet Uzun li bajarekî weke paytextê Kurdistana bakur li dar bikeve û nîvê nivîskarên  li wî bajarî dijîn kerem nekin tevlî nebin û bi belavkirina wan şekirên behîvan ku nivîskarê me pir ji wan hez dikir nexwin bêgûman ew ê tama devê me tim tamesarkî be û bala me bela wela bibe.

Romana me ya sêwirandî her çiqas westiyayî be jî heta negihije lûtkeya herî estetîk û payebilind dê kuta nebe, gava berhemên  lehengên tê de ji aliyê xwînerên xweser û rexnegirên pispor li bêjinga krîterên wêjeya gerdûnê bikeve ew ê derkeve holê ku xemxûrên rastîn a wêje û zimanê kurdî û serkeftiyên nivîsandina xwe kî ne. Hinek sebir û deyax bo me hemû lehengan pêwîst e. Ma ne pêşiyên me bi gotina ‘bi sebrê tirî dibe helaw’ em şîret kirine.

Beriya ez nivîsa xwe kuta bikim dixwazim pirseke dawî bikim. Milan Kunderayê ku wî jî ji neçarî terka welatê xwe kiribû wiha ji xwe pirsîbû; “Ger pêşeroj li ber çavê min ne xwedî tu nirxekî ye jî ez xwe bi çi ve girê bidim? Bi Xwedê? Bi welêt? Bi gel? Bi mirov? Bersiva min hem jii dil hem jî îronîk e. Ez ji xeynî mîrata Cervantes a ku tê redkirin bi tu tiştî ve ne girêdayî me.”

Vaye ez jî vê pirsê ji we dikim ey lehengên li ser dirûnê, hûn ên ku li ser kelepûra hemû cureyên wêjeya kurdî û ya cîhanê bilind dibin li hember hemû reşbîniya pêşeroja ku ew qas jî ne bênirx e hûn xwe bi çi ve girê didin? 

Çavkanî

 (1)  Kovara Rewşen-name, 2003, Hejmar 3

(2)  Nerît û Helbest, Zülküf Ergün, Weşanxaneya Nûbihar

(3)  Kurmaca Nasıl İşler?, James Wood, Ayrıntı Yayınevi

(4)  Gecikmiş Modernlik Ve Estetik Kültür, Metis Yayınevi

(5)  Roman Sanatı, Milan Kundera, Can Yayınları

EDİTÖRDEN

Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.

Devamını oku →
Bizi takip edin