Vîrgînîa Woolf Çi Yê Fatma Savci Ye
Ayşegul Kizilkaya

Tevî ku sedan sal derbas bûne, dem guheriye, jinan gelek maf bi dest xistine jî, di gelek qadan de hê jî rêya jinan gelekî dûr û dirêj e. Nivîskariya jinan jî ji van qadan yeke ku di rastiya vê qadê de derfetên jinan pirî caran qasî nivîskarên mêr nîn in. Naxwe di vir de ev pirs divê bê kirin; ji bo nivîskariyê çi hewce ye? Ji bo nivîskariyê şertên sereke ev in ku; serxwebûna aborî, cihêkî taybet, wext, tebatî, perwerde (xwe bi xwe perwerde kirin) azadiya ramanê, ezmûnên jiyanê... Helbet ya herî girîng jî divê ku afirînerî û hunera nivîsandinê hebe.

Gava em li van şertan dinêrin di hinek waran de derfetên nivîskarên jin pirr kêm in. Nivîskarên jin bi piranî di wextên ji ber karûber (hem karê mal hem jî yê derve) mayî de, di şert û mercên piştî xweyîkirina ji ber zarûzeç avabûyî de dinivîsinin. Helbet hinek jin jî di girtîgehan de dinivîsin. Ji bo nivîsînê, ji şûneke bitenêmayîn û taybet, bêpar in. Hinek jin xwedî cîhek tenha û bêdeng bin jî di vê sedsalê de hê jî gelek jin ji wanderfetan bêpar in û ji bo nivîsînê mitbax an jî salona hevpar bikartînin. Ji helekê ve beroşa şîvê tev didin hêla dî ve dibe ku du hevokan li metnên xwe zêde dikin.

Vîrgînîa Woolf di destpêka sedsala XX’an de ev pirsgirêka nivîsandina jinan, kiriye mijara pirtûka xwe ya "Odeyekê Ji Bo Xwe" û wisa gotiye “Heke jinek dixwaze pirtûkekê binivîse gerek pêşî odeyek ji bo xwe bistîne û pereyên wê hebin.” (1)

Di dîroka edebiyatê de jin rastî gelek astengiyan hatine: berhemên wan biçûk û bênirx hatine dîtin, pêşî li nivîsîna wan hatiye girtin û hewil hatine dayîn ku dengê wan ji qada wêjeyê were derxistin. Lê jinan dîsa jî nivîsiye. Weke tê zanîn helbesta yekemîn keça şahê Akadiyan yê Sargon, Enhedûanna nivîsandiye. Ew di dîroka edebiyatê de wek nivîskar û şaîra yekem tê pejirandin. Enhedûanna berî zayîna Îsa di sedsala XXIII’yan de ji bo xwedaya hîvê Nanna û ji bo xwedaya evînê Înanna lawîj nivîsandine. (2)

Di wêjeya dinyayê de romana ewil ("Çîroka Genjî") jî di sedsala XI’an de nivîskara Japonî ya jin Mûrasakî Shîkîbû nivîsandiye. (3)

Wek di van mînakan de jî em dibînin, jinan di her demî de hewl dane ku binivîsînin. Jînokrîtîzm (teoriya rexneya edebî ya li ser berhemên jinan û taybetmendiyên nivîskariya jinan e) vê yekê angaşte dike ku dîroka nivîsandina jinan heye, di dîroka wêjeyê de, wêjeya jinan xwedî cihêrengiyekê ye û nivîskarên jin wekî tradisyoneke (rêbar), wêjeya jinan afirandiye.

Li vir gerek em bala xwe bidinê ku Eleîna Showalter wêjeya jinan û wêjeya femînîst wekî heman tişt nabîne. Li gorî Showalter wêjeya jinan, ewil bi nivîsandina jinan ava dibe lê belê ji bo ku berhemek di bin sîwana wêjeya jinan de bê qebûl kirin, tenê nivîsandina jinan têrê nake, metnên ku hatine nivîsandin gerek estetîka jinan, ziman û şêwazeke mêyanî, bîra jinan di xwe de bihewîne. Her wiha divê ezmûn û serpêhatiyên jinan, çandû dinyaya jinan bike mijar. Showalter di makaleya xwe ya Towards a Femînîst Poetics (1979) de nîşan dide ku rexneya Femînîstî ya li ser wêjeyê,

• Di navendê de xwendekar heye. (Bi awayekî xwendekar berheman dinirxîne)

• Metnên bi hişê pederşahiyê hatine nivîsandin dide ber rexneyan.

• Balê dide ser bi cî kirina nav metnê a jinan.

Jînokrîtîzm di wêjeyê de:

• Di navenda jînokrîtîzmê de nivîskarên jin hene

• Li azmûnên jinan hûr dibe,

• Dîrok, ziman, estetîk û rêbara wêjeya jinan vedikole. (4)

Û Showalter wisa dibêje: "rexneya femînîst jinan tenê wekî xwendekar vedikole, lê jînokrîtîzm jinan wekî nivîskar vedikole." (5)

Di vê nivîsarê de jî di bin sîwana nivîskariya jinan û wêjeya jinan de pirtûka "Bîrgeha Mê" ya Fatma Savci û "Odeyek Ji bo Xwe" ya Vîrgînîa Woolf wê bê nirxandin.

Ji bo her du berheman, ewil ev peyitandin dikare bê kirin ku dengê jinan di navenda metnan de cî digre û ew taybetî bi awayekî aşkere rengê xwe dide pirtûkan. Lê belê şert û mercên jinên ku di pirtûkan de hatine behskirin ji alî şêwaza vegotinê û armanca nivîsînê ve di van herdû berheman de cihê rengin.

Woolf tevî ku romanûs û çîroknûs e jî ev pirtûk wekî cêribîn nivîsiye. Pirtûk ji şeş beşan pêk tê û Woolf li pêy pirsa “di warê wêjeyê de çima nivîskarên jin kêm in”, dikeve. Pirtûk bi awayek wek ku bi xwendekar re hevpeyvînê dike nivîsandiye.

Wîrgînîa Woolf nîşan dide ku dîroka wêjeyê bi awayekî di navendê de mêr hebin, hatiye ava kirin û dengê jinan ji wêjeyê hatiye dûr xistin. Ji ber wê jî ew nîşan dide, ji bo ku jin bi awayekî azad binivîsînin û biafirînin ewil divê serxwebûna wan ya aborî û cihekî wan taybet hebe.

Nivîsandin afirandineke zor û zehmet e, ji bo ku metnên cihêreng û xurt bên hilberandin gerek hişeke jîr, tebatî, şert û mercên nivîsandinê hebin. “Gava em li wêjeya modern dinêrin; di nivîsên mikurhatinî û bi dahûrandinên di der heqê xwe de hatine nivîsîn de em dibînin ku nivîskar rastî cur bi cur astengiyan tên. Mînak kuçik diewte, mirovên derdorê xebata nivîskar dibirin, qezençkirina pereyan hewce dibe, tendurîstî derfet nade û hwd. Ji van zor û zehmetiyan yek jî xemsariya mirovan e. Mirovatî an mirovên vê dinyayê ji tu kesan nivîsandina helbest, roman û çîrokan naxwazin. … Ew mirovan ji mêran re dibêjin “heke hûn hez dikin binivîsin wê gavê binivîsî , xema me nîn e” lê belê ji jinan re bi awayekî biçûkdîtin û tinaza xwe bi jinan kirin dibêjin “Nivîsandin? Nivîsandin kêrî çi tiştî tê?” (6)

Vîrgînîa Woolf di pirtûka xwe de mînak dide ku Jane Aûsten gava pirtûka “Şanazî û Pêşdarazî” nivîsand ji bo nivîsandinê ciheke wê yê taybet tune bû, wê di ewyanê de, di nava qerebalixê de nivîsandîbû. Tevî ku di wan şert û mercan de nivîsandîbû jî Jane Aûsten romaneke serkeftî nivîsand û ew roman di wêjeya dinyayê de wekî klasîk tê pejirandin. Woolf di pirtûka xwe de balê dibe ser, li Îngilîzstanê tevî ku di sedsala XIX’yên de êdî jinên nivîskar hebîn jî, di nav wan dê yên ku bûn mayînde Jane Aûsten û Charlotte Brontë ne. Çimku van jinan gorî nêrîna xwe, bi nêrîneke jinane nivîsandin. Wan guh neda nirxên pederşahiya ku li nivîskarên jin dihat ferzkirin. Her du nivîskarên jin jî di nava jiyana bi desthilatiya mêran ve dorpêçkirî de bi awayekî wêrek, her çi qas werin bê qîmet kirin û piçûk dîtin jî nirx û pîvanên mêran û pederşahiyê, ji xwe re nekirin bingeha nivîsandinê.

Vîrgînîa Woolf di dawiya sedsala XIX’an û destpêka sedsala XX’an de jiyaye, astengiyên nivîsandina jinan nîşan daye û ji wan jinan yek jî ev e ku bingeha teoriya jinan dayiniye. Tevî ku di sedsala XXI’an de derfetên nivîskarên jin gelek berfireh bûne jî hê jî zor û zehmetî hene. Her wiha ji wana hinekan di şert û mercên girtîgehê de jî nivîsandiye, dinivîsin. Di nav nivîskarên vê sedsalê de,yek jî ev e ku nivîskara jin ya Kurd Fatma Savci ye. Fatma Savcı berhemên xwe di şert û mercên gelekî zor û zehmetiyê de afirandine, wê jî tevî ku helbest nivîsandine jî bi navê "Bîrgeha Mê" pirtûkeke ceribînê jî nivîsandiye. Di derheqê bîra jinan, jinên Kurd de nivîsandiye û bi hêmayan, bi metaforan ve xwendekar jî digel xwe dixe wê bîrê. Nivîskar, Bîrgeha Mê bi vegotineke navxweyî afirandiye. Savci, di Bîrgeha Mê de bîr û azmûnên jinên Kurd dike mijar ku ji navê pirtûkê jî diyar e, bîr tenê bîranîna kesanê nîn e. Tenê bîra jineke nîn e, ew di heman demî de bîra jinan e, bîra civakê û bîra kolektîf e. Savci, bîra şexsî û bîra civakî bi hev re girê dide. Nivîskar zexta li ser jinê, zexta zayendê, zexta li ser ziman, zexta nasnameyê û zexta dîrokî vedibêje. Li vir, li gorî teoriya hevbirînitiyê (teoriyeke civakî ye ku diyar dike nasname û cudakariyên wekî zayend, nijad, çîn, netewe û ziman girêdayî hev in) em dibînin ku zayendî, dîrok û nasname çawa bi hev re têkildar dibin. Jixwe di wêjeya jinên Kurd de bêyî teoriya hevbirînitî, nirxandinên wêjeyî li hev nayên. Em bivên nevên serlêdana hevbirînitiyê dikin ji ber ku jînokrîtîzm jî têra azmûn û serpêhatiyên jinên Kurdan nake. Wekî Fatma Savci di berhema xwe de ji xeynî jinbûna xwe welêt jî dike mijar ku ew bi hêviya xilasiya welêt e, biçe kî derê bila here, wê hêviyê li gel xwe dibe, di pirtûka xwe de jî bi awayekî estetîk li dîrokê lêpirsîna vê yekê dike “Beriya rihê me ye qedim pûç bibe, dê kî berevaniya tovê me yê nimandî bike li vê zêviye?” (7) Lê hema pişt re wekî hêviya wê bişike dibêje“ Wek pirsên min ji wextekî xelet re bin, dengê min li min vedigere.” (8)

Savci çûye welêtê Swêdê jî bi hesreta welêt ve, wekî yên xwe, yên dişibin Kurdan digere. Di Bîrgeha Mê de behsa vê dike: “Ez niha bi hêdîka bêjim Sapmî (civakeke Swêdê ya herêmî ye)dê herkes bi Kurdbûna min bihese. Hizra min vega li pey wan diçe.” (9)

Xwendekar di nav Bîrgeha Mê de derdikeve rêwitiyeke. Nivîskar ji bo ku xwendekar ji rê neşihite bi destê xwendekar digre heya dawiyê bi awayekî efsûnî jê re hevaltiyê dike. Xwendekar bi xwendina vê berhemê re der tê rêwîtiya Bîrgeha Mê û guhdariya vegotina nivîskar ya mêyanî dike.

Çawa ku Woolf li pêy pirsa “di warê wêjeyê de çima nivîskarên jin kêm in” ketiye, Fatma Savci jî bi gotina “Çi ye ew tirsa ku bav û bira kitêbxanê ji ber min asê dikin? Ew zanîna bi dergehên kevirî yên zîlanî li ber min digrin çi ye?” (10) ve pirsa çima mêr di warê xwendin û nivîsandinê de ji bo jinan astengiyê derdixin, dike. Û nîşan dide ku pergala mêran, jinan tenê layiqî jinamalabûnê dibînin. Di pirtûka xwe de diyar dike ku teqez vê serdestiyê qebûl nake. ”Ez ê nebim jina ti mêrî li vê bihuşta wan a genî. Min hew dil heye vemalim rondikên te jî li berê sibehê.” (11)

Her du berhem jî lêpirsîna agahdarî û wejêya pederşahiyê dikin lê belê mijarên pirtûkan jî ji hev cudatir in. Woolf bi gelemperî rewşa jinên nivîskar di civaka Îngilîzstanê de vedikole. Her wiha Woolf balê dibe ser ku tiştên, mijarên nivîskarên jin nivîsandinê gelek caran, bi nêrîneke pederşahî ve tên bêqîmetkirin. Vîrgînîa Woolf di pirtûka xwe ya Odeyeke Ji Bo Xwe de wisa dibêje” Rexnegirek bi qîmettir dibîne, berhemeke ku şer kiriye mijar, ji berhemeke dîtirin ew behsa hestên jineke ku li salonê rûniştî dikî.” (12)

Di berhêman de ji aliyê ziman û şêwazê ve jî ferq û cudahî hene. Zimanê Woolf felsefî, ramyarî û gotarî ye. Ew wekî ji xwendekaran re vebêjiyê bike, di du rojên xwe de çavderî, lêkolîn û xwendinên xwe ji fikra xwe re dike argûman û nêrînên xwe vedibêje.

Lê belê, zimanê Fatma Savci wêjeyî, helbestî û metaforîk e. Ew bi sembol û hêmayan ve dibe dengê bîra jinên Kurd. Helbet ji bo ku xwendekar bihewese mêrama nivîskar çi ye, gerek ji pêşî de ferî peyv û hevokên nivîskar bibin. Dibe ku ji bo têgehîştina metnê ew yeka bibe astengiyek. Ji ber ku nivîskar bi peyvên hêmayî re ferhengeke jinanî ya taybet afirandiye. Ev zimanê poetîk tevî ku ji bo têgihîştina metn wekî astengî xuya dike jî; hêz, xurtbûn û kûrahiyê vê berhemê jî ev şêwaza cihêreng e.

Naxwe em pirsa serenava nivîsê bikin, Vîrgînîa Woolf çi yê Fatma Savci ye? Li gorî vê nivîsê ew xwîşka wê ya wêjeyê ye...

Wekî encam;

Her du berhem jî di warê dengê jinan de li hev tên, hevdu temam dikin. Woolf dibêje ku dîrok dengê jinan veşartiye û divê ew deng were vegerandin. Savcı jî, ji wan jinên nivîskar yeke ku, bi reng û awayê xwe deng dide. Her wiha bi zimanê Kurdî di forma ceribandinê de bi awayekî cihêreng nivîsandiye. Dengê jinan bi şêwazeke jinanî li warê wêjeyê bilind dike. Ji ber vê yekê, Woolf şertên dengdanê rave dike, Savcı jî wî dengî bi awayekî hunerî dide bihîstin.

Woolf di pirtûka xwe de gengeşeya mafên jinan ya nivîsandinê dike Savci jî mafên hilberîna bîr û agahdariya jinan dixe navenda metnên xwe.

Woolf jî ji wan jinan keseke ku di avakirina teoriya wêjeya jinan de hêla ramanê ve, wê jî bingeh daniye û her wiha bixwe jî nivîskar e. Fatma Savci jî ew kese ku wekî nivîskareke jin a Kurd kirasê vê teoriyê li nivîsên xwe kiriye.

Çavkanî

(1) Woolf Vîrgînîa, 2025, Odeyek Ji Bo Xwe, Çap 7, Weşanên Sîa, Rûpel 6

(2) Samuel Noah Kramer, Tarih Sümer'de Başlar, çev. Hamide Koyukan, Kabalcı Yayınları, İstanbul.

(3) Murasaki Shikibu: Genji’nin Hikâyesi, çev. Osman F. Seden, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul.

(4) Elaine Showalter, Towards a Feminist Poetics (1979).

(5) Elaine Showalter, Towards a Feminist Poetics (1979).

(6) Woolf Vîrgînîa, 2025, Odeyek Ji Bo Xwe, Çap 7, Weşanên Sîa, Rûpel 58, 59

(7) Savci Fatma, 2024, Bîrgeha Mê, Weşanên Avesta, Bîrmenda Genim, Rûpel 25

(8) Savci Fatma, 2024, Bîrgeha Mê, Weşanên Avesta, Bîrmenda Genim, Rûpel 25

(9) Savci Fatma, 2024, Bîrgeha Mê, Weşanên Avesta, Xana Rewiyan, Rûpel 60

(10) Savci Fatma, 2024, Bîrgeha Mê, Weşanên Avesta, Deftera Xas, Rûpel 48

(11) Savci Fatma, 2024, Bîrgeha Mê, Weşanên Avesta, Deftera Xas, Rûpel 48

(12) Woolf Vîrgînîa, 2025, Odeyek Ji Bo Xwe, Çap 7, Weşanên Sîa, Rûpel 81

EDİTÖRDEN

Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.

Devamını oku →
Bizi takip edin