Şamil: Li Kurdistana Qefqasyayê, miletê Kurd 2000 salan zêdetir e dijî
Fırat Sözeri

kizil_kurdistanlilar_ermeni_isgali_sonucunda_kendi_topraklarini_terk_ediyor._1993.___hejare_samilin_sahsi_arsivinden
Nivîskar, rewşenbîr û rojnameger Hejarê Şamil, di vê hevpeyvînê de qala Kurdistana Sor, têkîlîya Kurdan û Rusan, rewşa sîyasî û cîvakî ya Kurdên Qafqasyayê kir. Rewşenbîrî Kurd balkişan vê yekê ku di arşîva Kurdolojiya Sovyetê de di derheqê çar parçe Kurdistanê de berhemên girîng hene. Em ji bo vê dosyayê bi Hejarê Şamil re axivîn.

Fırat Sözeri: Hûn bi taybetî bi lêkolînên xwe yên li ser dîroka Kurdistana Sor tên naskirin, hûn dikarin -ji me re- behsa xebatên xwe yên niha bikin?

Hejarê Şamil: Kurdolojiya Sovyeta Berê û Rûsyayê, nemaze di demên Sovyetê de, rewşa siyasî û civakî ya Kurdên Sovyetê zêde negirtiye dest. Di arşîva Kurdolojiya Sovyetê de, derheqê her çar parçeyên Kurdistanê de pirtûkên girîng hene. Lêbelê, piştî 1937an û pê ve, heya salên 90î, li Sovetistanê, derbarê Kurdistana Sor de gotarek jî nehatiye nivîsandin, bêtir navê Qezayê Kurdistanê, ango Kurdistana Sor, nehatiye bilêvkirin. Min bi pirtûka 'Kurdên Diyaspora'yê xwest balê bikişînim ser vê bûyera dîrokî û her wiha rewşa siyasî û civakî ya Kurdên Qefqasyayê. Çiqas biser ket nizanim lê gaveke zerûrî bû. Bêşik dive xebatên di vê warî de bên domandin.

Bêguman plan zehf in. Çendîn sal in li ser Ansîklopediya Kurdên Qefqasyayê dixebitim; hezar rûpel derbas bûye. Dil dixwaze pirtûka ‘Kurdên Diasporayê’ berfireh bikim. Ferhenga Rusî-Kurdî ya akademîk amade ye. Li ser malpera ‘Pirtûkxaneya Kurdî’ xebat tê kirin. Hewl dikim ku, hemû pirtûkên ku li Sovyetistanê hatine weşandin di vê pirtûkxaneyê de bên komkirin. Ji xwe ‘Yekbûn TV’ ji bo parastin û pêşxistina çand û hunera Kurdên Qefqasyayê hatiye vekirin. Karên cuda jî hene…

Bi giştî di nav kurdan de di derbarê Kurdistana Sor de agahîyên rûxalî hene. Hûn dikarin li ser sînor, pêkhateya nifûsê û rewşa Kurdistana Sor çi bêjin?

Ger em bibêjin ku rûxalîtî ji termînolojiyên bi mijarê re têkildar destpê dike, dibe ku, ne xelet be.

Navê herêmên înzîbatî, di salên 1923-1929an de ‘Navçeya Kurdistanê’ ye (Rusî: ‘Kurdistanskiy uyezd’, bi tirkî: ‘Kürdistan Azası’). ‘Kurdistana Sor’ ne navekî fermî ye. Babeteka girîng jî ev e: Navçeya Kurdistanê ji hemû erdên Kurdistana Qefqasyayê îhtiwa nekiriye. Kurdistana Qefqasyayê (erdên dîrokî yên Kurdên li Qefqasyayê) ji Navçeya Kurdistanê, an jî ji Kurdistana Sor gelekî mezintir e. Li Kurdistana Qefqasyayê ku, miletê Kurd tê de 2000 salan zêdetir e dijî, di pêvajoyên dîrokî de, bi sedemên asîmîlasyonê, hejmara Kurdan bi hatina Azerî û Ermenîyan re sedsal bi sedsal kêm bûye. Lê, bîra netewî nayê windakirin. Îro erdên Kurdistana Qefqasyaya dîrokî, di nav sînorên komara Azerbaycan û Ermenistanê de mane û li ser vê erdê Azerî û Ermenî ji Kurdan gelek zêdetir in; bişaftin û koçê rola xwe lîstiye.

Li gor hejmartina gelhê di sala 1926an de nifûsa Navçeya Kurdistanê (Kurdistana Sor) 51 hezar 426 bûye, ji wana 37 hezar 182 Kurd in, 13 hezar 745 jî azerî (tirk) ne. Ji 37 hezar 182 kesan tenê 3123 kesan Kurdî zanîbû ye. Mijara qalê ye ku, vê demê di Laçîn û Kalbajara îroyîn de tenê nêzîkî 200 tirk hebûne. Wê salê bi giştî li komara Azerbaycanê 41 hezar 193 Kurd hatine qeydkirin. Dema dagirkirina Kurdistana Sor, di destpêka salên 90î de, hejmara gelheyên herêmê û yên ku ji vê herêmê derketîbûn û li derve dijiyan bi giştî, kêm û zêde, 250 hezar bû. Niha dibe ku, 300 hezar bin. Îstatîstîka jorîn (sala 1926) jî nîşan dide ku, hemî gelheyên Navçeya Kurdistanê Kurd nînin. Her wiha piraniya nevî û nevîçirkên wan kesên ku di sala 1926an de xwe Kurd dihesibandin, îro xwe Kurd nahesibînin.

Gelo rola Tirkiyê di hilweşandina Kurdistana Sor de heye?

Ji bo ku, li Qefqasyayê Herêma Kurdistanê nemîne Tirkiyeyê ji destê wî çi hatiye, kiriye. Tirkiyeyê, Kurdistana Sor ji bo berjevendiya xwe ya millî wekî xetere didît.

Kronolojîyê binêrin:

Salên 1922-1938an him di dîroka SSCByê de, him jî di dîroka TCyê de dema vejîn û xwe avakirinê ye. Yekîtiya Sovyetê (20.12.1922) û Komara Tirkiyeyê (20.10.1923) hema hema di heman demê de hatin damezrandin.

Her du jî lawaz in. Di navbera her du dewletan de kêşeyên erd û sînoran hene, her wiha her du jî hewceyî hevkariyê ne. Vê deme li Sovyetistanê şerê navxweyî (1918-1922) berdewam dike, li ser erdê Tirkiyeyê yê îroyîn jî tevliheviya siyasi û civakî di asta bilind de ye (1919-1922), di navbera Tirkan û çend dewletên Ewropî de şer dimeşe. 16ê Adara 1921an de di navbera Rûs û Tirkan de Peymana Moskova'yê tê îmzekirin. Moskova bi pere û çekan alîkariya tirkan dike da ku wan bê zirar bike û bikişîne aliye xwe. Rûs û Tirk di navbera xwe de nakokiya erdê jî çareser dikin; Batûm di destê Rûsan de dimîne, Qers û Erdexanê didin Tirkan.

Herêma Kurdistanê li Qefqasyayê vê demê (1923) tê avakirin. Di destpêka salên 20an de Kurd û pirsgirêka Kurdistanê di navbera Tirk û Rûsan de zêde ne qalê gotinê ye; têkîliyên Kurdan û kemalîstan ne xirab in, Atatirkî soza otonomiyê daye Kurdan. Di navbera Kurdan û Tirkan de peywendiyên îslamî jî hene.

Lêbelê, Atatirk çawa ku, lingê wî ji erdê digire, piştî serketina ‘şerê felat’ê lêbokî û fêlbaziya xwe ya siyasî, bi şêwazeke din didomîne; soza otonomiyê jibîr dike, bingehê stratejiya înkarkirina hebûna Kurdan diavêje. Di ser de, Xelîfetî jî ji holê tê rakirin, qanûna Tehvîd-î Tedrîsat tê derxistin. Di encama van kiryaran de 1925an serhildana Şêx Seîd destpê dike, pêla serhildanan heya 1938an didome.

Ji xwe piştî 1925an Tirkiye û Atatirk, Kurdistana Sor ji bo berjewendiyên xwe wekî xetere dibînin û di têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re statûya Kurdan ya li Qefkasyayê dikin mijara bazarê.

Di sala 1926an de, bi hezaran Kurd ji zordariya Tirkiyeyê, ji Bakûrê Kurdistanê direvin diçin Qefqasyayê (piraniya wan 1937an li Asyaya Navîn û Qazaxistanê tên mişextkirin / nefî kirin).

Di sala 1929an de Herêma Kurdistanê li Qefqasyayê, di encamên lîstik û bazarên navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de tê betal kirin. Bêguman bi vê biryara xwe re hikumeta Sovyetê li dijî prensibên xwe yên îlankirî, siyaseta xwe ya milli û kêmneteweyan derdikeve. Bi gotina kurt û kurmancî Sovyetistana Stalîn, li rûxarê peywendiyên bi dewletan re Kurdan dike qurbanî.

Têkiliyen Rûs û Tirk û Farisan di dema Serhildana Agiriyê (1929-30) de digihêje asta bilind. Sovyet ji aliyekî ve, Îran ji aliyekî ve derdorê Çîyayê Agirî dorpeç dikin, bi alikariya aktîf ya her du dewletan Serhildan tê fetisandin…

Kurdistana Sor di sala 1930an de bi himlî ji holê tê rakirin lê Moskova qarta Kurdên Qefqasyayê di destên xwe de digire û heya sala 1937an bi awayekî aktîf bikartîne.

Heya sala 1937an li Azerbaycanê zimanê Kurdî qedexe nîne; rojname derdikeve, pirtûk tên çapkirin hwd. Ji vê rewşê ne tenê Tirkiye bêhizur e, her wiha rêveberên Azerbaycanê yên neteweperest jî hebûna Kurdan û pêşxistina ziman û çanda Kurdî xeternak dibînin. Em îro dizanin ku, Serokê Partiya Komunist ya Azerbaycanê Mîrcefer Bagirov ne tenê li hebûna Kurdan, her wiha heyîna Taliş, Tat û kêmneteweyên din jî bi çavên dijminatiyê nihêriye. Bagirov, berê Kongreya XIII ya Partiya Komunist a Azerbaycanê (6-ê Hezîrana 1937an) di civîna berfireh de wiha dibêje: ‘Dem hatiye ku, em ê ji zimanên Tatî, Kurdî, Talişî derbazî zimanê Azerîyê bibin. Divê Komîseriya Gel a Perwerdeyê înîsîyatîf nîşan bide ku, ew hemû Azerî (tirk – H.Ş.) ne’. Û di sala 1939an de li Azerbaycanê pasaport û nasnameyên hemî hemwelatiyan tê guhertin, di demekê kin de ji kêmneteweyan miletê azerbaycanî tê avakirin. Ji vê salê şûnda zimanê Kurdî û hebûna gelê Kurd li Azerbaycanê tê qedexekirin. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku, serokkomarê Azerbaycanê yê wê çaxê Bagirov, xizmetî ‘berjewendiyên’ Tirkiyeyê kiriye.

Bi şerê dawî yê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, her çiqas lawaz jî be, pirsgirêka Kurdistana Sor dîsa hat rojevê, gelo îro pekanê ku Kurdistana Sor bê vejandin?

Di derheqê Kurdistana Sor de herî zêde ez dinivîsim, dipeyivim lê hema vê rastiyê jî bînim ziman: Îro ji nû ve avakirina Qezayê Kurdistanê li Qefqasyayê pêkan nîne. Hûn jî dikarin vê pirsê ji min bikin: ‘Ger wisa ye, heger îro vejandina Kurdistana Sor mimkun nîne, ji ber çi xwe ewqas diwestînî?’

Bersiv du pirsên jêrîn de veşartiye:

  1. Çima îro li Qefqasyayê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor û bidestxistina statûya siyasî û înzîbatî pêkan nîne? Ji ber ku, piraniya (99 selef) nîştecîhên Kurdistana Sor ji Kurdiyatiyê dûr ketine, ziman û çanda xwe winda kirine, ew xwe wekî beşekî miletê azerbaycanî dibînin. Fikra ji nû ve avakirina Kurdistana Sor wekî planeke dijminan hesab dikin.
  2. Çima em çend kes tim û tim rastiyên dîrokî bi bîr tînin, parçeya Kurdistanê ya pêncemîn diparêzin, li ser Kurdistana Qefqasyayê lêkolînan dikin? Li vir bersiv di nav pirsan da heye û eşkere ye; Ji ber ku, Kurdistana Qefqasyayê (Kurdistana Qefqasyayê ji Kurdistana Sor çendekî mezintir e) erdê Kurdan e. Dema Kurdan li Qefkasyayê dewlet ava kirin, li van axan yek Azeri û Ermenî jî tunebû. Kurd li erdên Kurdistana Qefqasyayê de herî kêm 3 hezar sal in dijîn. Tirk herî zêde 600 sal berê hatine Qerebaxê (60-70î selef erdên Kurdistana Qefqasya di Qerebaxa îroyîn de ye), hatina Ermeniyan 400 sal jî nîne.

Baş e, li Kurdistana Sora a berê Kurd heliyane, ji kesayetiya xwe ya gelerî û netewî dûr ketine. Divê em çi bikin? Du rê hene; yan rastiya dîrokî esas bigirin, têkoşînên xwe di qadên zanistî û civakî de berdewam bikin, yan jî rastiya îroyîn qebûl bikin û navê Kurdistana Sor ji bîr bikin. Rêya yekem zehmet e, zor e, ‘ne pêkan’e, lê, bi rûmet e. Rêya duyem hêsan e, bê rûmet e.

Rêya rûmetê me dike mirov.

Ma piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê Kurd mecbûr mabûn ku welatê xwe biterikînin? Hûn dikarin hinekî behsa vê pêvajoyê bikin?

Dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di navbera Azerî (tirk) û Ermenîyan de şerê Qerebaxê destpê kir. Li gorî îstatîstîkên fermî yên vê çaxî, li ser erdên Kurdistana Sor a berê 180 915 kes dijiya. Ji wan çiqas Kurd, çiqas Azerî bûn, peyitandin pêkan nîne, ji ber ku, vê çaxî 99 selefên Kurdan êdî asîmîle bibûn.

Di salên 1993-94an de hemî erdên Kurdistana Sor a berê, yanê navçeyên Laçîn, Kalbajar, Qubadlî û Zengîlana îroyîn ji aliyê artêşa Ermenistanê ve hate dagirkirin. Hemî gelheyên vê herêmê mecbur man ku, mal û halên xwe bihêlin û ji mirinê birevin. Dema dagirkirina Ermeniyan de bi dehan mirovên sivîl hatin qetilkirin. Hemû gelheyên herêmê heya niha li bi dehan navçe û bi sedan gundên Azerbaycanê wekî penaber dijîn.

Ji sala 1994an heya 2020an erdên Kurdistana Sor a berê di destê artêşên Ermenistanê de ma; tê de mirovekî sivîl jî nedijiya. Di payîza 2020an, di şerê ’44 rojî’ de, artêşa Azerbaycanê dîsa erdên Qerebaxê û Kurdistana Sor a berê ji destê Ermenistanê paşda stand. Gelheyên vê herêmê hêj jî nezivirîne li ser erdên xwe. Ji ber ku, di 30 salên dawiyê de artêşa Ermeniyan li vir kevir li ser keviran ne hiştine. Niha de karên avakirina binesaziyê berdewam dike.

Di fikra Kurdên parçeyên din de dîroka Kurdên Kafkasyayê bi Kurdistana Sor dest pê dike, lê em dizanin ku Kurd yek ji gelên qedîm ên Kafkasyayê ne, hûn dikarin ji me re hinekî behsa dîroka kurdên Kafkasyayê bikin?

Ne tenê Kurdên parçeyên din, Kurdên Qefqasyayê bi xwe jî dîroka xwe baş nizanin. Dema Sovyetê ji bo eşkerekirina dîroka Kurdên me tu lêkolîn nehatine kirin. Ev nêzîkbûnekî zanedar bûye; Moskovayê nexwestiye Kurd dîroka xwe ya rast bizanibin. Dixwazim dubare bikim ku, erdên Kurdistana Qefqasyayê ji Kurdistana Sor, a ku di sala 1923an de wekî herêma otonom hatibû avakirin, çend qat mezintir û berfirehtir e.

Helbet em nikarin li vir hemû daneyên dîrokî bi hûrgilî bînin zimên. Dîroka Kurdên Qefqasyayê herî kêm ji dema Qutiyan (Gutî, Kutî) destpê dike. Qutiyan, B.Z. dawiya hezarsalên 3yan de piştî Împaratoriya Akad, Xanedaniyên Sumeran Qutî avakiribûn. Şopa Qutiyan li Kurdistana Qefqasyayê kêm be jî, hatiye lêkolînkirin. Dema Împaratoriya Medyayê (B.Z. 727 – 549) û dagiriya Aleksandr Makadonskî (B.Z. 356 – 323) şopa Kurdan li vir dibînin. Dema Sasaniyan (224-651) Kurd li herêmê aktîf in.

Di destpêka sedsala 7an de (sala 603), xanedana Kurdan Mîhranî li Albaniyaya Qefqasyayê bûn hêzeke girîng û di demeke kurt de karîbûn eşîrên din ên îranîaxêv û Kurd li dora xwe bikin yek. Di salên 630î de Mîhranî bi hêz bûn û azadiya leşkerî-siyasî bi dest xistin.

Salnameger Teeberî dinivîse ku, di sedsala 7an a mîladî de yekemîn serbazên artêşa îslamî gihişt bakurê Azerbaycanê, li wê derê rastî berxwedana Kurdên Balasîcanê / Balasakanê hat. Navê wê herêmê îro Beylegan e. Di dema kampanyaya êrîşkar a fermandarê Ereb Selman ibn Rebîyeyî de, Kurdên Blasîcanê bi serhişkî li hember biyaniyan li ber xwe didin da ku serxwebûna xwe ya nisbî biparêzin.

Çavkaniyên erebî jî şahidiya dewleta Kurdî ya Deysemiyê dikin, ku li Azerbaycana îroyîn, li erdê Kurdistana Qefqasyayê, di sedsala 9emîn de ji aliyê mîrê Kurd Deysem Îbrahîm El Kurdî ve hatiye damezrandin. Paytexta Deysemiyê bajarê Berdê bû. Berde li bakurê rojhilatê Kurdistana Sor, li qeraxa çemê Kurê ye.

Pereyên metal ên dewleta Deysemî li muzexaneyên Ewropa û Transkafkasyayê tên parastin.

Dewleta Kurd a Şedadîyan (951–1164), ku li Bakurê Azerbaycanê hatiye damezrandin, di dîrokê de şopeke girîng hişt. Nûnerên eşîra kurdên Revvadî, ku li herêma Dvînê (Dibin, Debil, Dibil) ya Qefqasyaya Başûr dijiyan, bi qelsbûna Salariyan re di sala 951an de li Divînê hikumeta xwe bi serokatiya Mihemed Ben Şeddad ava kirin. Di sala 971an de kurê Mihemedê Yekem Elî Leşkerî piştê ku bajarê Genca bi dest xistibû, ew bajar wek paytexta dewleta xwe îlan kiribû.

Ev jî rastiyeke din a dîrokî ye ku, di sedsala 13emîn, serdema şahê dewleta Xaçin-Arsax, Hesen Celal de gelê Kurd li Kurdistana Sor û tevahiya Qerabaxê desthilatdar bû. Kurd li herêmê xwedî gotin bûn. Peywendiya Hesen Celal ya xizmayetiyê bi Kurdan re hebû. Diya Hesen Celal, Xêrî şah (Hurîşah), xwîşka şahbanûya Gurcistanê Tamara (serdestî: 1184-1212/13), birayên Kurd Îvanê (Îvo) û Zaxarê (Zaxo) Mxargrdzelî bû.

Di sala 1587an de di serdema Şah Abasê şahê Îranê de, bi koçkirina 24 eşîrên mezin ên Kurdan ya ji Rojhilatê Kurdistanê ber bi Qefqasyayê ve, nifûsa kurdan li Kurdistana Sor û sînorê wê zêdetir kir.

Têkilî û nêzîkatiya Kurdên Kafkasyayê bi Kurdên parçeyên din re çawa ye?

Piştî hilweşîna Sovyetê peywendî xurt bû, çûyîn û hatinê dest pê kir. Karên hevbeş hatin kirin. Bi taybetî têkilîyên siyasî derketin pêş.

Bi ya min, têkîliyên çandî û hunerî hêj pir lawaz in. Di vê aliyê de projêyên hevbeş û behredar kêm in.

Dema ku penaberên Kurd li ser sînorê Polonya û Belarusyayê asê man, reaksîyona ewil Kurdên Kafkasyayê nîşan dan û bi piştgirîya xwe alîkariya rizgarkirina gelek kesan kirin. Em dizanin ku hûn di vê pêvajoyê de -him ji aliyê însanî him jî aliyê dîplomatîk de- mirovekî çalak in. Li gorî Kurdên Kafkasyayê, Kurdên Başûr û Bakur ji vê pêvajoyê kêmtir hestiyar bûn. Divê em vê cudahiyê çawa rave bikin?

Par payîzê bi hezaran Kurdên Başûr, Rojava û hinek jê ji Rojhilat li sînorê Belarus û Polonyayê asê mabûn, erê. Kêm û zêde hewldana me jî hebû.

Kurd hemû yek in; him bi qedera xwe ve, him derûnîya xwe ve, kêm û zêde bi rêwişt, reftar û exlaqên xwe ve, him jî bi girêdayibûna kevneşopiyên xwe ve. Lê, perwerde û bîrûboçunên me hinekî cuda cuda nin. Em di nav dewletên curbicur de mezin bûne, bandora sîstem û perwerderdehiyên wan dewletan li ser me bandora xwe hiştine. Polîtizebûna me jî – ku, di nav Kurdan de polîtîzebûn her tim rolên erenî nalîze – wekhev nîne.

Li Kurdistanê ‘partîcîtî’ nexweşiyekî giran e. Bi taybetî di demên dawî de ev diyarde ji feydeyê zêdetir zerar û ziyanê dide me. Her çiqas Kurdên Qefqasyayê jî bi hewldana partiyên me ji ‘partîcitiî’yê nesîbê xwe standiye jî, piraniyên me li pişt berçavkên îdeolojîyan li Kurdayetiyê û li bûyerên qewîmî nanêrin.

Çare Kurdayetî ye, Kurdîzm e!

Îdeolojîyên curbicur me wekî millet, wekî mirovên Kurd ji hevûdu dûr dixe. Bila endam û kadroyên partiyan bi îdeolojîyên xwe ve mijûl bibin, li piş pencereyê bîrdoziyên xwe li dinyayê binêrin, heqê wan e. Lê, divê ew gelê me qurbanî îdeolojiyên xwe nekin. Her wiha pêwîst e mirovên me jî ji bîrdoziyên wan re nebin alet.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ