
“Dostekî bavê min ê kevn hebû”, Ahmedê Mîrazî. Her duyan ji hev gelek hiz dikir. Divê ez ser kesatiya Ahmedê Mirazî bi kurtayî bisekinim. Belkî ji xwendevana ra navê wî camêrî îdî nas e. Ew xudanê pirtûka “Bîranînên Min” e, ya ku bi tîpên latînî jî çap bûye[1]. Ahmedê Mîrazî (Jê ra Ahmedê Şewêş jî digotin), merivekî xwedewar bû. Hê beriya ku Bolşêvîk bêne ser text, ew Mîrze û dengbêjê Cangîr Axa yê bi navûdeng, serokê êla êzdiyan a mezin “Zuquriya” bû[2]. Piştî koçberîya êlê ber bi Ermenîstanê koçber bû. Ahmedê Mîrazî salên pêşîn li bajarê Tibîlîsê rûdinişt û xizmeta wî bona belavkirina xwendewariyê li nav êzdiyên Tiblîsê berbiçav bû. Di salên sihî, wî jî tevî çend rewşenbîrên kurdan, wek dijminê hukumeta Sovyetê gunehbar kirin, demekê li hebisxanê hiştin. Gunehbariya wî ew bû ku, dengbêj û mîrzayê serokeşîrê Zuquriyan Cangîr Axa bûye. Di dadgehê da axaftina bavê min wek şade ser bêbingeh gunehbarkirina rewşanbîrên kurd ên zîndankirî, bandora xwe ser dadgeran hiştibû. Paşwextîyê, sala 1982an, di civîna rêzdarîya 75 salîya bavê min da, ser bêtirsî û mêraniya bavê min li dadgehê bi denge bilind Heciyê Cindî di peyva xwe da anî ser ziman[3]. Dadgehê da ser Ahmedê Mîrazî, hinek kes ku wek şade anîbûn, gelo ewana çi dikarin ser wî da bibêjin, ji tirsa xwe, xwe dabûn aliyek, tevî ku pir baş wî nas dikirin, gotibûn, em wî baş nas nakin. Bavê min di hindava wî da baş xeber dabû û aminbûna wî ji bona dewleta Sovyetê dabû xuyakirin. Ahmedê Mîrazî bi xwe paşê, dema min îdî zanîngehê xilas bikira, çend caran ez bi mêvanî birim mala xwe li gund û li ser wan bûyeran ji min ra gilî dikir. Gava ji dadgehê wî û kurdên girtî berdabûn, Ahmedê Mîrazî ser bavê min pirsî bû, “Ew kurê kê ye, ji kîjan gundî ye?” Paşê nêzikî bavê min bibû û eniya wî paç kiribû û gotibû; “Şîrê te li te helal be!” Ji wê deme dostaniya bavê min û Ahmedê Mîrazî dest pê bibû. Tê bîra min, şiklê bavê min rex cî-nivînê xwe, ser dîwêr xistibû. Dostaniya wana heta mirina Ahmedê Mîrazî ya bêwext jî dom kir.
Bavê min bihîstibû ku di muzêya edebiyat û hunera Ermeniyan da laboratiwarek heye, ku denge hunermandên Ermeniyan bona arşîvê tomar dikin û denge kevn jî bi têknîka nû cardin ruhbar dikin, ew çûbû li wê û nasiya xwe bi wan ra dabû. Bala wî kişandibû ku cîhazek heye, ku denge meriyan ji mîkrofonê digirte ser selikan, bi taybetî li ser sêlikên ji plastîkê nerm. Rojekê bavê min çû gundê Ahmedê Mîrazî û wî bi xwe ra anî mala me[4].
Ahmedê Mîrazî du sê rojan mêvanê mala me bû. Çend rojan ser hev du sê saet ew her du diçûn wê laboratiwarê û dengê Ahmetê Mîrazî ser sêlikê plastîk tomar dikirin. Wexta ez îro jî denge wî xweşmêrî dibihîsim û hunera stranvaniya wî ku hemû nexşên awazên berê tê da cî digirtin, dikeve ber guhê min, ez zendegirtî dimînim. Nika kêm dengbêj mane ku stranên kurdî wa bi heyecan bistrên. Ew sêlikana hê di mala me da, arşîva bavê min da tene parastin. Kurdolog Celîlê Celîl derheqa dostê bavê xwe da wiha fikre xwe nivîsîye[5].
Dema min Prof.Dr.Celîlê Celîl re bi telefonê jî xeber dida derheqe Ahmedê Mîrazî da gelek tiştên balkeş dianî ziman. Her cara ku em dipeyivîn, wî berhem û nivîsên Ahmedê Mîrazî bi awayekî pir baş vedigot. Heyfa Ahmedê Mîrazî, lê tiştên baş ewe ku mirovên wek Celîlê Celîl, Eskerê Boyik û yên mayîn bi nivîsên xwe ve wî bîr tînin û cimeata me jî jiyan û berhemên wî agahdar dibin. Mixabin a niha dema em tê da dijîn, mirovên wek wî zêde nemane. Em dikarin bibêjin ku xerabîyê wî zemanê êm têda dijîn ev rastîye ku zêde mirovên wek wî mixabin di cimeeta Sovyeta Berê de gelek kêm mane an jî qet nemane. Ez jî di wê nivîsa xwe de dixwazim jîyan û berhemên Ahmedê Mirazî binivîsim ku em her tim em bîr bînin. Divê dengbêj û nivîskarên wiha neyên jibîrkirin.
Gundê Tûtek, Navça Gîhadîn û Sancaqa Bazîdê
Ahmedê Şewêş Mirazî (Mirazov) Kurdên Serhedê ye. Sala 1899a li gundê Tûtekê, navça Gihadînê, herema Bazîdê hatiyê dinyayê. Kitêba xwe de derbarê Bazîdê de wek Sincaq qal dike[6]: “Tûtek gundek bû li welatê Romê, nehiya wê Diyadin bû, sincaq ji Bazid bû. Ew gundê me bû.” Derbarê xweza gundê xwe jî wiha behs dike[7] ;“Baharê li gunde, havinê li zozana, qûtinêd şivan û berxvana bû, usa ji dihat dengê bilûrêd bilûrvana. Li bindarûka dihat dengê stranêd qiz, bûk û xorta, ew dengêd zize zelale delal. Di riya da qûçmikêd siyara dihatin, derbaz dibûn, ji nav wan siyara dihat qirinêd dengê dengbêja mina sewta qulingên, ku baharê refêd wan ji beriyêd germ dihatin, yan ji mina sewta refêd qulingane ku payizdê ber bi beriya vedgeriyan.” Di wî gundî di nava eşîreke kurda yê qedîm da mezin dibe. Ew çax wî gundî de şêst, heftê mal hebûye. Di gundê Tutekê hem kurden misliman û hem jî kurdên êzdî hebûn. Ola xwe de cûda bûn lê di nav tekilîyên baş dijîyan. Kurdên êzdî jî, kurdên misliman jî rind dizanibûn erf, edet, eyd-erefat, rabûn-rûniştandina hevdû. Bîranînên xwe da derhaqa her du ola da a wiha dinivîse[8] ; “Ji berê da şêxa, mela, hakima em ji hev qetandibûn, ayîna din da em başqe kiribûn, ser wê yekê jî firqî û cudatiya me tenê di ayîna dînda hebû…..usa jî şîn û şaya da em tevbûn, xulese, forma me yek bû, zaravê me yek bû, edetê me yek bû, dixwezim bêjim, ku ayîna dîn nîbûya, em tiştekî mayîn ji hev nedihatin kivşê, çimkî em kurap û kurêd bavê hev bûn.”
Dema behsa gundê xwe dike, taybetî behsa Kanîya Uris dike. Çawa tê zanînê şerê Ûris û Romê tarîxa 1877-78an da çêbû. Eskerên uris hatibûn ser wê kanîyê çadirên xwe vekirîbûn. Qederekî li vir mabûn û kanî wîsa bi nav dikirin. Bîranînên xwe de behsa ava wê kaniyê zehf rind û xas dike. Sehîd Axayê gund dema dixwest çay vexwe mirov dişandin ava wê kanîyê dianî. Wekî rojekê kanîyekê din çay dem bikirina, Axa hema fehm dikir û wiha digot[9] ;”Çaya îro ne renge wê hebû, ne jî tema wê.” Piştî çûyina Ûris sala 1914’an carekê din tên Tutekê. Gund ew çax jî xweş û bedew bûye. Di Sancaqa Bazîdê de gelek gundên êzdîya hebûn. Gelek gundan jî hem êzdî hebûn, hem jî misilman hebûn.
Xwendîna Ahmedê Mîrazî,
“Çi Merivê Nexwendî, Çi Mirîşka Kor”.
Wan salan, di welatê Romê de hikumetê guhdarîya xwendina kurdan nedikir. Mêla Axa û Begên gund û navçan jî ser xwendinê tunebû. Di pirtûka Ahmedê Mirazî de derbaz dibe ku wê heremê di nav[10]; “50-60 heb axa û began de tene Memed Begê Emer Axa xwendin û nivîsarê dizanibûye”. Gundên biçûk da jî dibistan tunebû. Tenê di bajara de dibistan hebûn. Di gundê Tûtekê da, xencî melayê gund, kesê ku bikaribe namê bixûne gund da tunebû. Bavê Ahmedê Mirazî rojekê namekî hildide tîne ku bide xwendinê, ew roj mela jî gund nebûye. Ser wê sebebê qedera jiyana Ahmedê Mîrazî bi binî de tê guhirandinê. Bav Şewêş Efendî difikire ku xwendin nebe kare wan ya jîyanê gelek zehmet dibe. Kurê xweyî mezin Têmûr re dibêje[11]; “Lawo, lê heta kengê em wa nexwendî, nezan, wa di tarîyê de bimînin. Çi merivê nexwendî çi mirîşka kor, her du jî yek in. Were em Ahmed bidine ber xwendinê”. Piştî fikra hev hildidin, malbat bîryarê dide ku Ahmedê Mîrazî bişînin xwendinê, cem melayê gund. Armanca wan ew e ku bila Ahmet bixwûne mirazê wî nivîşkan nemîne.
Ew çax di nav cimaeta êzdîyan de xwendin-nivîsar gune dihate dîtin. Yek jî mele jî ola xwe da êzdî nebû, misilman bû. Lê Şewêş Efendî dixwaze kurê xwe bide xwandinê. Ji bo wan astengîyan ew bîryar bi rastî jî gaveke pêşketî bû. Zarokatîya xwe de bi hewldana bav û birayê xwe Ahmedê Mirazî dest bi xwendinê dike. Ahmedê Mîrazî ji bo xwendinê diçe li cem mele yê gund. Du sal paşê tê dereca herî baş ya xwendinê. Xwendin û nivîsandina wî du sala da pêş dikeve. Mela şagirtê xweyî aqil, zîrek hez dike û temiyê dide Şewêşê bavê wî, ku kurê wî bide dibistana Dîadînê. Di dibistana Dîadînê de cem alimên mezin fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Dema xwendina xwe de pê dihese ku Serhad warê dengbêj, helbestvan- şaîr û zanayên wek Ehmedê Xanî, Mele Mehmûd Bazîdî û Evdalê Zeynikê gelekên din bûye. Pêvajoya xwandina xwe de zimanê tirkî jî hîn dibe. Êdî derbazî dibistana Ruşdiye dibe. Dibistana Ruşdiyê de gundan pênc heval ji bona xwendinê digihêjin hevdû. Tev 13 -14 salî bûne. Rojekê Ahmedê Mirazî dema diçe li mala xwe, Sehîd Axa gazî wî dike. Jê re dibêje ku divê tu nameyekê binivîsî. Ew jî baş dinivîse. Paşê Sehîd Axa bavê wî Şewêş Efendî re razîbûna xwe tîne ziman. Bavê wî jî gelek gelek şad dibe.
Hin bûyer li ser Ahmet Mirazî zêdetir tesir dihêle. Dema xwendina xwe de rojekê di gundê Kizildizê ku girêdayî Bazîdê ye rastî destnivîsa Ehmedê Xanî tê. Destnivîsarên Ehmedê Xanî li ser wî gelek bandor dihêle. Saya xwendevanên dibistanê, dîbîne ku civata kurd li Bazîdê alîyê edebî-çandî de xebatên bi nivîskarê Mem û Zinê Ehmedê Xanî, gelek pêş ketîye. Tekilîya wî her dem Bazîdê re çê dibe. Pir caran ji bo serdanê diçe li ser mexbera Ehmedê Xanî. Gelek caran jî bi hevalê xwe bi navê Halit Celalzade re diçe serdana mexbera Ehmedê Xanî. Gava Ahmedê Mirazî diçe serdana mexbera Xanî rastê destnivîsa Mela Mahmudî Beyazidi tê. Wekî tê zanîn Mela Mahmudî Beyazidi gelek destnivîsên dewra xwe ji bo biparêze, daye Aleksandr Jaba. Jaba ew çax konsolosê Rusa ya Erzoromê ye. Ev pêvajo Ahmedê Mîrazî, ji agahîyan hayîdar dibe, xwe dinase, rewşa civatê pir baş fêm dike û dibine ku gel destê dewletê hatîye çi halî. Êdî mirov dizane ku xwenaskirina netewîyê gelek pêş dikeve.
Şevên Odêyên Gund û Ewdalê Zeynikê
Ew çax di gund de ne televizyon, ne rojname, ne kitêb hebû. Gundîya bi cimaeta xwe va
oda da rûdiniştin, behsa karên xwe yê rojane dikirin. Gelekan jî behsa karên xwe ya aborî dikirin. Piştî wan gilî gotinan guhdarîkirina hikîyat, çîrok û dengbêja dibû. Hemû gundan da dengbêj û çîrokbêj hebûn. Di gundê Mîrazî de jî hikyatbêj Hemzoyê Elebilkê, dengbêjên van jî Bekirê Nebî bû. Dema guhdarîkirina kilaman da her diçe zêdetir aşiqê kilama dibe, dengbêjîyê dibe. Dema guhdarîya Dengbêj Bekir dike kilama jî ezber dike. Kilama wî ewil guhdarî kirîye ev bû[12];
Derdê min evdalê xudê pir girane,
Ew girane qasî çiyane,
Xudê xirab bike welatê Romê
Ciyê talan, turan, xerc û xeracanê,
Îdarenga min û keleş kawa min tê da nabe,
Ezê dikim deste kawa xwe bigirim, berê xwe
Bidime welatê Ûris ciyê rehmêye,
Ew jî xudê avakirî deraze ji me wêdane,
Hay lê dinê, hay lê dinê,
Mûradî xopan wê jorda tê fûre-fûre,
Qeraxî tenike, orte kûre
Welatê Romê ciyê talan, tûrana, xerc û xeracanê,
Îdarenga min û keleş kawa min tê da nabe,
Ezê dikim deste kawa xwe bigirim, berê xwe
Bidime welatê Ûris ciyê rehmê xêr û berê,
Ew jî xudê avakirî gelek ji me dûre,
Hay lê dînê, hay lê dînê.
Em dikarin bibêjin ku em derheqa Evdalê Zeynikê agahîyên pêşîn ji Ahmedê Mirazî distînin. Ahmedê Mîrazî wek kitêba xwe de nivîsîye agahîyan Mete xwe Emê digire. Sultanê Romê neçar dimîne û Surmelî Memed Paşa alîkarîyê dixwaze. Ev jî jê re derdikeve sefera Xozanê. Ew çax Evdalê Zeynikê pêre derdikeve seferê. Ahmedê Mîrazî bi dor berfirehî çûna Surmelî Mehmet Paşa ya Xozanê, nexweşiya samê û Evdalê Zeynikê dike. Evdalê Zeynikê dengbêje Surmelî Memet Paşa bû. Dema rê de vedigerin Mehmet Paşa wefat dike. Di Topraxqalê ew tê bihîstin, Çerkez def û zurnê dixin. Li ser wê bûyerê gelek tiştên nexêr diqewime. Evdalê Zeynikê li ser Xozanê çend kilama dibêje, yek kilam jî ev e[13] ;
“…..van nexweşa nale-nale,
Li welatê xeriba ne ci ye, ne nivîn e, ne berpal e,
Derde van nexweşa tasek ava zozanêd Silîbanî sar e.
Çûme Xozanê, serê sûka
Rojê tebatiya me tüne ji dest germê,
Şeve xewa me nayê ji dest waqe-waqa van wawika,
Kulê tu bikevî mala xweyîyê vê Xozanê,
Çawa ji hev qetandiye deste gelek zava û bûka
Wey Xozanê, wey Xozanê,
De bira xudê xirab bike ava te zozanê,
Ezê çavê xwe li nava sîyara digerînim
Ez nizanim Qeymezê êzdî-siyarê qule,
Feqî Elî siyarê Gewro kanê.
Wey dunyayê, wey dunyayê,
Qeda bê hersê rojêd felekê
Dûma te dunyayê,
Feleka xayina, bi Surmeli Memed Paşa,
Feqî Elî sîyarê Gewro,
Qeymezê êzdî[14] sîyarê qule ra nayê.
Şerê Cihanê ya Yekem û Hatina Kafkasya Başûr
Di gundê wan Tûtekê nîvî kurdên misilman, nîvî jî kurdên Êzîdî bû wek me jor jî nivîsi bû. Li pey şerê cihana yekem wekî dehan Kurd, ji rûyê zilm û zordestî yê, axa bav û kalên xwe diterikîne û diçe Sovyetê. Ji ber hîn pirsgirikên şerê cîhanê, Kurdên Êzîdî alîyê Ermenîyan digirin û ber bi Yêrêvanê diçin. Wan salan êdî perwerde bûna wî tê asteng kirin. Elegez, wek herema êzdiyan tê nav kirin. Li wir dibistana gundê Qundaxsazê nedixebitî, ji ber wî sedemî mecbûr dimîne du sê salan karên cûda da xebat dike. Paşê diçe bajarê Tilbîsa Gurcistanê cem Dewrêşê Romî. Ji ber ku zimanê Ûris nizane nikarin hildine dibistanê. Cihekî dixebite, salekê zimanê Ûrusî hîn dibe paşe destpê dibistanê dibe.
Ahmedê Mîrazî demekê tevî şervanê Cangîr Axa dibe, dijî leşkêren Tirkan bo Êzdîya biparêze şer dike. Di nav wan de bi şervanîya xwe, bi xwendina xwe û bi aqîlîya xwe pir tê hez kirin. Azerbaycan, Ermenistan, Gurcistan gava tev li Sovyetê dibin, ji bo Ahmedê Mîrazî jî dibe destpêkek nû. Ji bo xebatên çandî Tilbîsê alîkarîya koçberên kurdên li wir dike, rê nîşanî wan dide. Tev bi Kurdên alîyê Qers, Bazîd, Surmelî, Wan û Tendurekê hatine xebat dike. Bi pisporên çandî re têkilîya xwe xurt dike. Navdarên wê demê, Lazo ( Hakob Xazariyan), jina wî Olga Xazariyan, Kamil Bedirxan, Esedê Cango, Eminê Evdal, Hovanes Sisyan û yê mayin re xebatên çandî dike. Damezrandina komîteya şano, reqs û dengbêjîyê dikin, ders amade dikin û ji bo dayîna dersan cîh peyde dikin. Xebatên çandî û civakîyê ya kurdên Tiflîsê bi xîret û bi biryarî didomînin.
Di sala 1922 ya bi înîyasîtîfa xwe teşebusek peyde dike. Li Tilbîsê ji bo zarokên kurd dibistan vedike. Ev dibistan, bi alîkarîya hevalên wî yên Ermenî ku di nav wan de dostê kurda Lazo jî heye ava dibe. Zarok li dibistanê him dixwînin, him fêrî xebatê dibin, him jî radizên. Qanadê Kurdo jî xwendevanê vê dibistanêye. Ji avabûna dibistanê de rola Ahmedê Mîrazî cîhekî gelek girîng digire. Li vir ji bo komê tîatroyê şanoya dinivîse, di tîatroyê da dilîze, komên kilam-reqasê da pêşda tê, helbesta dinivîse, kilamê nû çê dike. Wan salan xebatên wî gelek zêde dibin. Di sala 1925’an dibe dêpûtatê Soveta bajarê Tiblîsê. Ji xebata wî re xan-manê klûba wan êdî bo xebata wan têrê nake. Paşê cihekî din Mixaliskê (niha Plêhanov) klûbekê vedikin. Berê eybekê giran hebû, jin nediçûn cihê xebatan, kluba. Saya wan xebatan êdî jina dor nedidan hevdû. Dihatin li sînemayê, tîatroyê û xebatên mayîn guhdarî dikirin.
Sala 1928a sazîya tê da dixebite wî dişinin nav Kurdên nehiya Toloşê û Axalsixayê. Armanca çûyîna wî, ka zarokên kurdan bikaribin bixwînin, ji bona wek qadro dersên kitêba amade bikin. Dîsa di nav wan de dibistanên Kurdî vekin, wek Tiblîsê mektebên kurda vekirîbûn. Dema ev sê heval diçin gund, gava dimeşin berjer diçin gund, meydana gund de komek gundî hevdû re diaxifin û jî hatina wana temaşe dikin. Kalekê komê re dibêje; “di nav hersê merivan ewê hane, Ahmedê Mirazî qest dike, dibe kurd e”. Dema her sêk tên qada gund cem gundîyan Ahmedê Mîrazî kurdî silav dide. Çend xort li yekî kal dinêrin û bi hevdû dikenin. Ahmedê Mîrazî ji wana dikeve şike, gelo pişta min çi xeberdane difikire? Ahmet Mîrazî kale bi navê Misto re dipirse, “gelo çima hûn kenîyan?” Mistoyê kal dibêje;” raste em kenîyan. Dema hûn jor hatin min ji wan re got, Kurmancê ji Tiblîsê hatî ewê hanê ye”. Ahmedê Mîrazî dipirse; “ê pak, te çawa zanibû, ku kurmancê ji Tiblîsê hatî ez im?” Mistoyê kal dibêje ku[15]:” zehf hêsa bû. Wexta tu û hevalêd xwe va jor da dihatin, ser wan xişir û kevira ra ewana linge xwe bi tirse-tirs diavêtin, lê tu, tu bê tirs û bêperwe dihatî, ji wê dere min tê derxist ku tu kurê Kurdan î. Te kevir, kuçik, rêyêd wisa zehf dîtine. Min hevalên xwe ji serwext kirin. Em û cimaetê va kenîyan”.
Sala 1937, Stalin û Zêrandina Nîvîskaran
Sala 1937an de rojên reş re rûbirû dimîne, ew jî tê zêrandinê. Nivîskarên kurd Heciyê Cindî, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî li Yêrêwanê bi destê hikumeta Stalîn tên tewqîf kirin. Dîsa nivîskarê kurd Ereb Şemo jî Petersburgê digirin û dişînin Sibîrya yê sirgunê yê. Ereb Şemo, heta mirina Stalîn li Sibîrya yê girtî dimînê, lê nivîskarên din salek paşê tên serbest berdan. Sedema sucdarkirina rewşerbîrên kurd ya Ermenistanê dijîn ew bu ku rojnama bi zimanê kurdî û bi navê Rêya Teze tê weşandin û ji bilî hîn pirtûkên kurdî dişinin rewşenbîrên Kurd li Surîyê dijîn.
Ahmedê Mîrazî di salên 1920 şûndatir hêdî hêdî dest bi karê nivîsandinê dike. Zimanê wî paqij û dewlemend bû. Bi xwe nivîskar û rewşenbîrê gelê xwe bû. Bi xwe xwendin û nivîsandinê pir hez dike. Ji ber wê jî gelek pirtukên li Rusya, Gûrcistan, Ermenistan derketine dixwîne û bi wan zimanan dinivîse. Gelek gotar û nivîsa wî li rojname ya Rêya Teze tê weşandin. Li ser zilmê ku kurdên Tirkîyê kişandîye Ahmedê Mîrazî, ji salên bîstî helbest û kilamên wî li nav kurdên Gurcistan û Ermenistanê da bela dibin û ji aliyê gel da têne hizkirin. Edebiyeta rojhilatê ra bûbû nas, haj edebiyeta kurdaye kilasîk jî hebû. Lê mixabin, wê demê kitêbên here kêm hatine weşendin û gihîştine destê me yê Ahmedê Mîrazî ne. Em we nivîsa xwe da dixwazin hinek wê pirse jî ronî bikin. Ew pirsekê gelek mezine, di nav 40 salên aktîv da, weşandina şanok û pirtûkeke bîranînaye biçûk, ew jî ji pey mirinê ra û di rojnema Rîya Teze da çend helbest paş vî maye. Nizanim divê em li ser wê mesele bifikirin û lêkolîn bikin. Xêrxazek divê Antologiyayên nivîskarên kurmanca da navê wî heyê an tûne ne, divê vê pirsê zelal bike.
Zemanê Çûyî
Ahmedê Mirazî di sala 1935an de bi navê Zemanê Çûyî pîyesek dinivîse û tê weşandinê. Pirtûk tê weşandin, naverok û bûyerên şanoyê niviskar ji jiyana kurdan êzdî yên herema Bazîdê, welatê xwe hildide. Şanoyê da halê evdên kurdê rêncber, xebatçî, zordarî û neheqîya Axa, Beg û desthilatdaran li ser wan tê nîşandan. Bûyerên salên 1918-1920a halê wê civakê dijwertir dikin, xelk milk û malê xwe jî dihêlin, direvine Ermenistanê û cihên din. Hecîyê Cindî pêşgotinê berevoka wî “Bîranînên Min” da derheqa vê şanoyê da wa dinivîse[16];” Eva piyêsa bi serecem bedewsinetî, îdêya xwe va hê-hê nava edebyeta me da cîkî meşûr digre.” Eskerê Boyik jî wiha qal dike[17]; ”Dema vê şanoyê ra meriv dibe nas, şureta wî ya nivîskariyê, şanogeryê derdikeve li ber çeva”.
Bîranînêd Min Tê Weşandinê
Li pey sala 1935a pirtukê xwe ya bi navê Biraninên Min bi zimanê paqij û dewlemend dinivîse. Pirtûka xwe ya Bîranînên Min jî xuyaye ku heta li dawîya emrê xwe ji bo miletê Kurd xebatê xwe domandîye. Pênc sal piştî wefatbûna Ahmedê Mîrazî sala 1966an pirtûka wî ya Bîranînên Min bi rêdaktorya Hecîyê Cindî û Emerîkê Serdar tê weşandin. Di navaroka bûyarên salên 1900-1925 wisa zêndî, zelal, bi reng radixe li ber çavê xwendevana. Pirtûk ji aliyê xwendevana va te hizkirin û qîmetkirin. Pirtûka Bîranînên Min bi alfabe ya kîrîlî hatîye nivîsandin. Paşê ev pirtûk, bi destê nivîskar Vazgal Bazidî ku bi xwe jî xelqê Bazîdê ye, bi alfabe ya Latînî hatîye wergerandin. Pirtûk sala 1997a, li nav Weşanên Deng da li Stenbolê jî hate weşandin. Ev pirtûk wisa jî çavkanîke giranbiha ye derheqa Evdalê Zeynikê, erf-edetê kurdayê wê demê, dîroka civaka kurdên Gurcistanê û gelek pirsên din da.
Dengbêj Ahmedê Mîrazî
Derheqa dengbêjîya Mîrazî gelek kesan nivîsîye. Ji wan Prof. Hecîyê Cindî wiha dinivîse[18] : “Ahmedê Şewêş esil dengbêj bû, dengekî xweş lê, gula dewata û şaya bû. Ewî ne ku tenê kilamêd gotî hildida û digot, lê belê usa jî ji ber xwe derdixist wekî din, herge em bêjin ew dengbêj-efrandar bû û çawa zargotina cimetê usa jî ewî gelek û gelek beyt-serhatî, metelok û qise zanî bû. Bi vî teherî kaneke zargotina cimetê bû, bi roja, heftya dikarî bû pey hevdu bigota, bistira, lê ne westandina wî hebû, ne jî xilasbûna kilamêd wî. Bi saya xweşgotina xwe, herçê guhdarvanêd wî ji wî, ji dîndarê, gilî gotina, zarê şirîn têr nedibûn.” Hê sala 1936a kurdzanê eyan O. Vîlçyêvskî jî derheqa Ahmedî Mîrazî da fikren xwe wiha dinivîse[19]: “Dema Ahmedê Mîrazî sitiranên xwe dihûne, hemû cûre û hunurên zargotina gelêrî bi kar tîne, ji pêra jî heta dewîyê ji xizna folklora kurdîra amin dimîne.”
Cemîla Casim Celîl jî wiha behsa Ahmedê Mîrazî dike[20];”Yek jî dengbêjên hizkiri ku denge xwe daye radyoyê ew Ahmedê Mîrazî bû, hevkar û dostê bavê min bû. Ew dengbêjê eslî bû. Li welêt, alîyê Wanê ew dengbêjê Cangîr axayê serokê eşîra êzidîya bû. Ji ber ku xwandina wî bi nivîsa herfên erebî hebû, li dewra osmanyêda ew mîrzetîyê ji Cangîr axara kirye. Dewra bolşêvîka ew dengbêjî îdî nedikir, lê dersdartyê dikir. Berî ku kara radyoyê vebe, bavê min wî birîbû li mûzêxana ermenyaye edebyetê û hûnere, labaratorya wane dengnivîsêda çend stranê wî ser sêlikên pilastîk girtibû. Îjar gava xeberdanê kurdî radyoyêda pêlweşandin, Casimê Celîl wî anî stûdyayê dû stranê wî girtin, lê ew îdî giran nexweş bû. Awazên stranê wî gelekî taybetî û xisûsyeta dengaye kevnarava dewlemend bûn.” Cemîla Celîl wiha berdewam dike derheqe Mirazî da; “Ahmedê Mirazî dengbêjek pir girîng bû. Dengê wî pir xweş û bi bandor bu. Herkes li şahî û daweta gazî wî dikir. Ne bi tenê di daweta da dengbêjî yê dikir. Li ser folklora Kurdî de jî lêkolînerek bi navdar bu. Odên kurmanciyê, li nav çîrokbêj û dengbêja da mezin bûbû, zargotina miletiyê rind zanibû, ji çevkaniyê da kilamên Evdalê Zeynikê distira. Ji bo komê tîatroyê şanoya dinivîse, wanda dilîze, komên kilam- reqasê da pêşda tê, helbesta dinivîse, kilama nû çê dike”.
Gelek kilamên Mirazî kitêbên Cemîla Celîl de cih girtîye. Kilama Ahmedê Mirazî, Nîvê Şevê, pirtûka Cemila Celil- Naza Celîl da wiha cih digire[21];
Were wey lê, wey lê-lê wey lê, wey lê-lê wey lê, wey lê,
Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê,
Êlê dînê, ez nexaşbûm, pir bethal bûm,
Êvar bû, ser me hate heyama nîvê şevê, mi bala xo dayê,
Dîkê nîvê şevê li min ha, ha, dixulxuland,
Li minê, bala xwe dayê, du pîrê zemanî, bêaqûbete, bêîman,
Li ber serê min evdalê Xudê du zerî rûnitîbun,
Yekê bi helebyê kefenê min dipîva,
Yanga dinê bi meqesê sivik-sivik waha difesiland
De ji nîvê şevê şûnda xûdana xêrê li mi rabû, qîr’înekê li mi teselbû,
Min bala xwe daê, keweke gozele-gogerçîn,
Li kêleka min evdalê Xudê rûniştîbû,
Li fenanê ewrê biharê, meha nîsanê, baran jê bibare
Ser min evdalê Xudêda hêsir belekaçe va dibarand
Mi go, weyla agirê kulê mala bavêm ketê,
Welatê xerîba ez dimirim tu dimînî,
Nizanim qolî zêra ber enyê kever, dêmê gulî te ji kêra dişitiland,
Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê,
Wayê li minê, hê-hê, hê, xayîn felekê.
Were wey lê, wey lê-lê wey lê, wey lê-lê wey lê, wey lê,
Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê,
Oro lawko, ezê di bejnêda dara ji dara hurmême,
Ezê gulim gul sosinim li zozana, li çîya û bêlanêd bilind w ali devê bele
De ezê wexta dagêra êlê, sor qemerê dinyayê, dinyalikê
Debarê û dirlikê, ezê ta rihana bi bînim,
Heşîn bûme li serê çar duryanê,
Koç û keryê van eşîra, warê debême,
De keleşo lawko, mi bihistye tu derê welatek
Welate xerîba, vê qurbetê, ha, ha, ez dimînim,
Ez nizanim, li çev û biryê belek, dêmê gulî,
Li welatê xerîba ezê bimînim hîvya kême,
Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê,
Wayê li minê, wayê li minê, hê-hê, li minê, xayîn felekê.
Di dawîyê de divê em wê jî wek nîşe binîvisin Mirazî di nav Kurdên Sovyetê taybetî jî Gurcistanê da wek rexşenbîrekî Kurd tê naskirin. Gelek cara tê bijartin wek nûnerê şeredariya bajarê Tilbîsê. Ahmedê Mirazî, di sala1937 Moskovayê vedigere li cem xizmên xwe, nahiye ya Hoktemberyan ê ku girêdayî Ermenîstanê ye. Heta teqawîdî, li vir jî xebatê xwe didomîne. Paşê li gundê Sovetakanê cîh dike. Ahmedê Mirazî, di sala 1961 a gundê Exegnûtê ku li girêdayî nahiye ya Hoktemberiyan e çu li ser dilovanîya xwe. Ew nivîskarê pir girîng ya Kurdên Sovyet ê bu. Li pey xwe, edebiyata Kurdî da xebatên gelek hêja û navekî qedirbilind û dereceya baş dihêle.
Dawîya dawî de jî divê em guh bidin nivîsên du nivîskarên kedkar û rûmetbilind. Ji ber ku gelek tiştan zelal dikin ew nameyan. Eskerê Boyîk piştî salan şunda derheqa kitêba Ahmedê Mîrazî dixwaze hinek tiştan ronî bike. Ji ber ku gelek xeberdan çêdibin derheqa kitêba Ahmedê Mîrazî. Eskerê Boyîk sala 2009a Emerîkê Serdar re nameyekê dinivîse û jê hinek tiştan dipirse. Emerîkê Serdar du cara bi alîkarîya keça xwe Nûrê bersîv dide Eskerê Boyîk. Name ev in[22];
Bavê min Emerîkê Serdar dibêje; Eferim, Eskerê bira, bona gotara te ye derheqa Ahmedê Mîrazî da. Ez jî rind haj jiyan û efrandariya wî heme. Çawa te nivîsye, ez jî rêdaktorekî pirtûka wî ye “Bîranînê Min”im ku paşî mirina wî ronkayî dît. Sed heyf, wekî temamiya bîranînê wî nehatine neşirkirine! Lê temamiya bîranînê wî 700 rûpêlê maşînkê(daktîlo) bûn. Me (hîmlî min) ji wî 700 rûpêlî tene 150 rûpêl başqe kir bona çapkirinê, çimkî qirara Sêksiya Nivîskarê Kurda ew bû, wekî 150 rûpêlî neşir kin. Min 150 rûpêl ji navê derxist û da maşînkê (pere maşînkê H.Cindî da), ew 700 rûpêlê bîranînê wî min da kurê bire wî Welî (ku telebext ra paşê çû rehmetê). Ew 700 rûpêl paşwextiyê da çawa bû ez nizanim. Ez usa jî nizanim yaziya wê berhevoka kilam û destanê Kurdî ye gelerî ku nivîskarê rehmetî hazir kiribû û şandibû para Kurdizanya Lênîngradê ra, lê ewê parê nikaribû ewê destnivîsarê neşir ke, bi şehdetya Qanatê Kurdo yê nivîskar ew berhevok jî paş da şandibûn mala wî ra. Digotin, hinek “neçîrvanê” me dora mala wî diçûn- dihatin. Ew xebatana (bîranîn û berhevok) wana bir yanê na ez nizanim. Rastiyê ez niha nizanim ji rikneta (binemal) wî kî heye kî tûne. Her tenê sed yazix, wekî min ra li hev nehat tevî wî bixebitim, çimkî paşî qirara Sêksîya Nivîskara A. Mîrazî min ra got; Xarzîya (aliye pîrka min e dê da ew malxalanê min bû), otpûska(betlane) xwe hilde, were gundê me, baxê me, bostanê me heye, em ê hey bixûnin, rêdaktoriyê lê bikin, hey jî nava baxçe da hêsa bin. Sed yazix, gele wext derbas nebû ew çû rehmetê (astıma wî hebû) û xebata tevî wî min ra li hev nehat.
Nama duda keça Emerikê Serdar, Nûrê xanim ser navê bavê xwe va dinivîse;
Eskerê bira! Gotina xwe ye pêşin da min gelekî ser ra nivîsî. Lê rastî ha bûye; A.Mîrazî bîranînê xwe dabû neşiriyetê bona bene çapkirine. Lê Ereb Şamîlov û Êmma Bakoyêvayê rêsênziya (nirxandin) hundur nivîsîbûn, wekî ew ne layîqî neşirkirinê ne. Lema jî neşiriyet, îlahî serkarê parra edebiyata bedewetiyê Vahan Grîgoryan mecbur bûn destnivîsara A.Mîrazî bişînin bona Sêksiya Nivîskarê Kurda enene ke (nirxandin, nîqakirin). Rind tê bîra min, civata Sêksiyayê da dîsa Ereb Şamîlov û Êmma Bakoyêvayê xeberdan û qîmetekî xirab dane destnivîsara Ahmedê Mîrazî. Civatê da Heciyê Cindî, Şahoyê Lêşo, Şekroyê Xudo, V.Grîgoryan û min xeberdan û qîmetekî bilind dane bîranînê A. Mîrazî. Rehmetiyê A.Mîrazî jî dawîyê xeber da û got (ev gotina wî ji bîra min naçe); Gundê me da yek hebû jê ra digotin ”Reşo”. Rojekê jî ew xwe neynikê da dibine û dinihêre ewqasî jî reş nîn e. Hiltîne dibêje; Heyran, ez ewqas reş nîn im, çira min ra dibêjin ”Reşo”. Niha ya min e. Ereb û Emma dibêjin nivîsara min ne rind e. Lê ev maqûlê jorgotî ser fikreke mayîn in. Sêksîyayê qirar kir ji wan bîranîna 150 rûpêla derxin û bi pirtûkeke başqe neşir kin. Ew şuxul spartine Heciyê Cindî û min. Me ew şuxul anî sêrî (derheqa wê yeke da min îdî şîrovekirina pêşin da gotiye) Emerîk.
Jêrenot
Biraninêd Min – Ahmedê Mirazî Weşanên Deng
Canda Kurdên Sovêtê- Eskere Boyik
Stran û Awazên Kurdî – Cemîla Celîl / Naza Celîl
Di Radyoya Êrîvanê de Denge Kurdî- Zerî Înanç.
Axaftina telefonê ya min û Celîlê Celîl.
Axaftina telefonê ya min û Cemîla Celîl.
Çavkanî
[1]Çîroka wê nivîsarê jî heye. Bi daxwaza çend rewşenbîrên me di civîna nivîsarvanên kurdan de, ser vê kitêbê hinek rexneyên zêde û bêbingeh kiribûn, wî ew pirtûkê bona sererastkirinê ji bona amadekirina çapê spartibûn hinek hevalan, ewan jî bi meqesa devdirêj û tûj pêde ketibûn birrîbûn, jê parçeyekî biçûk hiştibûn.
[2] Êla Zuqurya, dema şerê cihanê yê pêşîn li jorî gola Wanê dihêwirî.
[3] Wî jî wê deme bêbingeh girtîbûn.
[4] Mala me ji müzeye ne dûr bû. Muze, nêzîkî Meydana Lênîn bû. Nika jê re dibêjin “Meydana Azadîyê”. Ew muze hê di ciyê xwe de ye.
[5] Zerî Înanç- Di Radyoya Êrîvanê De Dengê Kurdî rp 20,21
[6] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel 13, Weşanxana Deng
[7] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel 13, Weşanxana Deng
[8] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel 16, Weşanxana Deng
[9] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel 15, Weşanxana Deng
[10] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel 16, Weşanxana Deng
[11] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel 19, Weşanxana Deng
[12] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel 39, 40, Weşanxana Deng
[13] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel62, 63, Weşanxana Deng
[14] Qeymezê Êzdî û Feqî mêrxasê Memed Paşa bûne.
[15] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, rûpel 130, Weşanxana Deng
[16] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, Pêşgotina Hecîyê Cindî, rûpel 10, Weşanxana Deng
[17] Eskerê Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, rp 177 Weşanxana Peywend.
[18] Ahmedê Mirazî, Bîranînên Min, Ji pêşgotina Hecîyê Cindî, rûpel 7, Weşanxana Deng.
[19] Eskerê Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, rp 176 Weşanxana Peywend.
[20] Cemîlê Celîl-Naza Celîl, Stran û Awazên Kurdî 4, rp 13.
[21] Cemîlê Celîl-Naza Celîl, Stran û Awazên Kurdî 5, rp 86
[22] Eskerê Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, rp 181 Weşanxana Peywend
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →