(Mirovên Dera Ha)
Destpêk
Têkiliya sîyaseta kurd û huner-edebîyata Kurdî dişibe têkiliya bav û ewlad; bi kurtî, têkiliyeke nazik e û tijî paradoks e. Bav ne bi temamî bi ewladê xwe bawer e, ne jî hêviya rastîn di nava xwe de dibîne; li navenda hişê wî “bavtî” heye. Ew li kêlek ewladê xwe nameşe, dixwaze ewladê xwe bi destê xwe, bo bavtiyê perwerde bike; gelek caran hêvîşikestî ye û hewesa xwe bi “ewlad”ên xelkê tîne! Mijar bû ewlad, hemî çîrok, mînak û hîkayatên xwe ji fîgûrên din distîne û dixwaze “ewlad”ê xwe bi serkeftinên wan terbiye bike.
Di huner û edebîyata Kurdî de, êdî ewlad mezin dibe; di halê xortaniya xwe de dijî, di nav hewl, ceribîn, serkeftin û têkçûnan de ye. Carna gilî û gazinan ji “bav” dike, carna dixeyîde, carna hêrs dibe, carna jî bi hemû hêza xwe, hewl dide ku rewşa têkiliya bi problem ji her kesî re bêje û mafdarbûna xwe îspat bike.
Ev pêvajo zor, bi êş û tijî çîrok e. “Zarok” mezin dibe û çav li kuştina “bavtiyê” ye. Carna ditirse ji encamê, carna hestiyar dibe û poşman dibe, carna jî dikeve halê zarokatiyê û vedigere rewşa parastî ya kevn. Pirs li vir kûr dibe: Gelo ewê karibe bavtiya klasîk a di vê têkiliyê de bikuje? Ger nikaribe bikuje jî, wê çiqas karibe xwebûna xwe û azadiya xwe bijî an jî biparêze? Bersivên van pirsan hêjayî gengêşiyên cidî ne.
Ger “bav” her û her li ser guhê “bavtî” û “mêrani”yê bimîne, dibe ku bavtiya xwe heta cîhekî biparêze. Lê ger ewlad nikaribe “bavtiyê bikuje”, wê demê ew jî dê bibe yek ji dubareyên bavtiya rabirdûyê. Wê demê hem ewladbûn û hem jî bavtî dibe dubarebûneke qels û bêhêz. Her kes di vê çerxê de winda dibe.
Gava ewil naskirin û beledbûn e; hurmet e. Qebûlkirina azadiya warê hev e. Mînakeke piçûk: Sîyaset îdîa dike ku bi têkoşîna siyasî re kurd hatine nasîn, “naskirin” temam e. Lê gelo sîyaseta kurd hunermend û wêjevanên xwe, bi wê mehneya kûr û fireh dinase? Çimkî naskirina rast divê qebûlkirina kirdebûna serbixwe be.
Ji bindestiyê ber bi serxwebûnê
Huner û edebîyat di dîroka mirovahiyê de her tim li ser sînorê nazik ê azadî û desthilatîyê rawestiyane. Ew carinan bûne dengê berxwedanê, carinan jî bûne qurbanê wê berxwedanê. Di qada Kurdî de ev têkilî bi ne tenê nazik e, trajîk e jî. Edebîyata Kurdî heya demek dirêj, di bin siya giran a sîyasetê de meşiyaye; wekî daristaneke ku li ber bayê siyasî diheje lê koka wê hê di axa bindestiyê de ye:
1.Sedsala bîstemîn de, huner bû yek ji çekên herî bi bandor ên parastina nasnameya Kurd. Piraniya fîgûrên huner û edebîyatê di heman demê de aktîvîst an sîyasetmedar bûn. Ev ne tesadif bû. Di bin zexta asîmîlasyon û qedexekirinê de, helbest, çîrok û roman bûbûn warê veşartina bîr û baweriya neteweyî. Lê encama vê rolê trajîk bû; serxwebûna estetîk gelek caran bû qurbanî. Huner ne wekî qada azad a afirandinê, lê wekî alavek propaganda û seferberiyê hate dîtin. Ev rewş di gelên din ên bindest jî heye, lê di kurdan de, ji ber nebûna dewleteke serbixwe, mayînde ma û bû qalibekî hişk.
2. Yek ji kûrtirîn pirsgirêkan zêhnîyeta bindestiyê ye ku di nava hin sîyasetmedar û alîgiran de heye. Ev zêhnîyet bi awayekî veşartî heyraniya çanda serdest dike û bi pîvanên û seknên bêbawer li hemberî hunera kurd tevdigere. Mînakên herî zelal gotinên wekî “sanat sepet tayfası”, “yazar çizer takimı” an “davulcu zurnacı takımı” ne. Lê bi tenê bi psîkolojiya bindestiyê rewş nayê ravekirin. Sedemên madî û sazûmanî jî muhîm in; bazara pirtûkan ya lawaz, nebûna perwerdeya edebî ya sîstematîk, nebûna fonên serbixwe, astengiyên aborî û kêmaniya saziyên profesyonel ên weşangeriyê. Ev faktorbûne sebeb hunermend û nivîskariya kurd hem alî psîkolojîk hem jî aborî ve bikevin rewşeke bindestiyeke din ya navxweyî.
3. Di civakên demokratîk de huner ne xizmetkarê desthilatîyê ye, çavdêr, rexnegir û afirînerê azadiyê ye. Theodor Adorno û Jean-Paul Sartre destnîşan kirine ku hunera rastîn divê li hember her desthilatiyê serbixwe be. Di qada Kurdî de, huner dikare roleke dîrokî bilîze; şikandina zêhnîyeta bindestiyê û avakirina pîvanên estetîk ên bilind. Çareserî di hevsengiya nazik a “doz” û “estetîk” de ye.
4. Îro têkiliya sîyaset û hunerê di qeyraneke kûr de ye. Sîyaset hunermendan dabeş dike (“kesê me” an “ne kesê me”), piştgirî tenê li gorî xetên partiyê tê dayîn û di qada sanal de rexneyên ne-profesyonel serdest in. Hunermend jî carinan bi gazin û seknên hestiyarî bersiv didin û eslê meseleyê tê paşguhkirin. Di vê navberê de, bandora medya civakî û “cancel culture”(kultura betal an jî a dera ha) ya hundirîn pir mezin bûye. Gelek hunermend û nivîskar ji ber rexneyeke estetîkî an helwesteke cuda bi lez tên betalkirin, tên îstîsmarkirin û tên tecridkirin, li dera ha têne hiştin. Ev rewş atmosfereke tirs, xwesansorkirin û bêhêvîbûnê çêdike. Her çend hin sîyasetmedar alîkarî bidin jî, ev piştgirî pir caran demkî, şexsî û li gorî hewcedariyên siyasî dimîne; kêm caran dibe bingehek ji bo saziyên serbixwe.
5. Çareseriya rastîn di avakirina saziyên sivîl ên serbixwe de ye. Esasgirtina afirîneriyê ye. Israr û înada bibawer a bi huner û edebîyatê ye.
Rexne divê ne tenê li ser helwestên siyasî be, li ser kalîteya ziman, estetîk, nûbûn û orîjînalbûnê be jî. Hunermend divê hêza xwe ji hunera xwe bistîne. Mafê hunermend e ku li hember her cure îstismar, zevt û zorê xwe biparêze û rexne bike. Lê di heman demê de pirs divê were kirin; gelo hunermend, nivîskar çiqas bi hunera xwe bawer in?
Encam
Huner û edebîyata Kurdî îro li ber derfeteke dîrokî ye. Ew dikare ji bin siya sîyasetê derkeve û bibe qada azadiyê ya rastîn. Ev derketin ne dûrketina ji doza mafê gelê kurd e, parastina nirxên herî bilind ên mirovahiyê yên wekî azadî, rastî û bedewî ye. Pirsgirêk ne şexsî ye, dîrokî ye, rêwitiyeke modernîzebûnê ye, hemdemî ye...
Divê bi awayekî pergalî, bi aqil û dûr ji gazinên hestiyarî, li ser mantiq û estetîkê were gotûbêjkirin. Hunermendên wekî “mirovên dera ha” têne ‘pênasekirin’ dikarin bi afirandin û berxwedana estetîk bi meş bin; ne bi gazin, ne bi seknên sanal ên sayakî, lê bi berhemên mayînde.
Ka em çawa dikarin ji tecrubeyên hev fêde bigirin? Hunera bindest çawa dikare bibe hunereke azad û gerdûnî? Ez bi baweriyeke kûr ji objektîfbûn, zanist û hêviya hunerê bi hêvî me. Cîhan ji bêhêvîtiyê û seknên dubare teng dibe. Rêya rast qebûlkirina û hurmeta li waran e, a muhî rexneya rast û afirandina azad e.
Têbinî:
*Min pêşî nivîs nivîsî lê min nexwest ez lez bikim. Pey re wexta min qada sanal de xwendina derheq arîşeyên rojane de berdewam kir, min ev posta li jêr amade kir da ku di X’ê de parve bikim. Bo xwe ji wê halî bikim, min qerar da hem nivîsê, hem jî posta ama debi hev re biweşînim. Ev e posta amadekirî lê neparvekirî:
1.Têkiliya sîyaset û hunerê her tim problematik e; sîyaseta kurd bi gelemperî, ji qada huner û wêjeyê zêde ne bawer e, wê hurmetê lê nagire ("sepet sanat tayfası", "davulcu zurnacı takımı",” Yazar çizer takimi” û hwd.).
2.Azadiya huner û hunermend esas e.
3.Îtîrazên li ser mafan (telîf, heq, edalet) bêguman heq in.
4.Têkoşîna ji bo azadiya hunerê bi afirîneriyê mimkûn e, ne bi polêmîkên sayakî.
5.Manîpûlekirina hestan, hestiyariya zêde, gilî û gazinên li derveyî seknên profesyonel, ziyanê dide qada hunerê.
6.Bi klîşeyên hêsan ên wekî "baş e" an "xirab e" tiştek nayê çareserkirin; esasgirtinasekn, rê û rêbazên hunera afirîner muhîm e. Di vê dewra dîjîtal de, bi lêkolînên kurt re meriv dikare derheq gelek arîşe û çîrokên derheq huner û sîyasetê de agahiyan bi dest bixe, ji wan ceriban bigihije encaman!
7.Helwest, tercîh û aliyên ideolojîk ên hunerî mijar in, lê divê ev yek bi gengêşî û seknên ne safî û bêpergal xisarê nede hunerê.
8. Gengêşî wê her dem berdewam bin. Lê huner û wêje bi afirîneriya xwe dikare têbikoşe. Kîjan sîyaset an hêz dikare straneke pir xweş an şîyîreke afirîner red bike û biçûk bixe?
9.Berî her tiştî, nivîskar û hunermend divê bi huner û wêjeya xwe bawer bin; tenê bi rêya afirîneriyê dikarin li hember hêzan azad bimînin. Ne ku li aliyekî rexne û îtîraz bikin, li aliyê din jî ji hêzan hêvî bikin û xwe bidin gazinan. Ev li derveyî realîteyê ye.
10. Qada wêjeyê de jî tê dîtin ku têkiliyên bi sîyasetan re li ser esasên profesyoneliyê nameşe; ji bo sûd ji hêza sîyasetan were girtin li hêlekê jî ji azadiya wêje û hunerê her tavîz tê dayîn û ziman û rabêjên bala girseya sîyasetan bikşîne carinan têne dîtin. Çavên li deriyan, xwelî li seriyan.
11. Welew ku meriv wekî nivîskar an jî hunermend kesek sîyasî be jî, an jî edebîyata polîtîk bimeşîne jî şert e meriv ji azadiya wêjeyê tawîz nede. Bi hêvî, ji xwe bawer, beyî berjewendîyên demkî yên rojane, bi îrade her û her li pey afirîneriyê be. Ne wisa be wê bi rihetî, merivan bikin halê wekî ‘mirovê dera ha” Ev ne tenê ew çîrok e di Kurdî de tê jiyîn vegerin li cerib û qewimîn derheq têkoşîna di navbera sîyaset û hunerê de binihêrin, hûn ê gelek çîrok û hîkyatan bixwînin.
Nîşe:
Di qada Kurdî de qada rexneya profesyonel û estetîkî ya serbixwe hê jî bi temamî ava nebûye. Her navdayîn, her mînakdayîna konkrêt, bi lez dikeve nav "alîgirî / dijminatî", "şexsîkirin", "xizmeta filan partiyê" an jî "îstîsmarkirina bo berjewendiyên cuda".
Ev jî rewşeke trajîk e ku wexta meriv gotarekê lêdike, ne ji nebûna wêrekiya medenî, ji ber sedemên hatin gotin, gotaran de hevz tê kirin û pirî caran rasterast nav nayên dayîn. Min nivîseke nirxandinî, rexneyî şand kovarekê ku tê de rasterast navê “wêjevanên meşhûr” hebûn, pey re ji bermetirsiya ku wê gotarê bikin qurbana “şexsîkirinê” min ew beşa li gorî min pir muhîm, ji nivîsê derxsit ku belkî rojekê binivîsînim. Gelo li taxa hune rû edbeîyatê jî wekî taxa sîyasetê zevt û zotgirî hene an na?
Ev bûyer tenê bes e em pirsên xwe li hundur ji huner û edebîyatê bikin; ka gelo heqîqeten azadiya di nav huner û wêjeyê de çiqas e? Desthilatî, an jî awayê desthilatiyan, bi şiklên cuda, di nav huner û edebîyata me de çiqas tênejiyîn?Ger lo hundur arîşeyên wisa tune bin an jî pir kêm bin wê wextê wê ew qad bêhtir azad bin.
Qasî ku tehekuma sîyasî a li ser hunerê bi xisar e, gava ku meselên hunerî edebî bo sîyaset û sîyasetan bibin alav û melzeme, ew jî ew qas bi xisar e ku dawiya dawî nahêle huner û edebîyat bi azadiya xwe rebes mijûl be! Ev pirsgirêka strukturel a qada çandî ya Kurdî ye. Gelek nivîskar û hunermendên baş ji ber vê yekê an dikevin bêdengiyê, an jî tenê di nav hevalbendan de diaxivin. Ev jî dibe sedema lawazbûna estetîk û kêm profesyonelbûnê.
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →