Keştiya Tijî Xem û Wêjeya Jinan
Ayşegul Kizilkaya

Di wêjeya dinyayê de wekî têgihek, wekî teoriyek “Wêjeya Jinan” cî girtiye û li ser vê wêjeyê gengeşe tên kirin. Nivîskara Îngîlîzî Elaîne Showalter wêjeya jinan, bi têgiha Gynocriticism (Jînokrîtîzm) teorîze kiriye û cara yekem ew têgih di gotara bi navê “Towards a Feminist Poetics (1979)” de bi kar aniye. (1) Li gorî nêrîna Elaîna Showalter; di teoriya gynocriticism (jinokrîtîzm) de jin, ne tenê xwendekarên metnên edebî ne. Di metnan de bes temsiliyetek jî nîn in. Jin, hilberîner û afirînerên wateyên wêjeyî ne û her wiha ew kirdeyên edebiyatê ne.

Nivîskar û rexnegira Fransî Hélène Cixoûs jî wêje û vegotina mêran a heyî – ku ew deshilatdar e - daye ber rexneyan û nîşan daye ku “di wêjeyê de hewcetî pê heye ku zimanekî jinane bê şixulandin.” Li gorî wê, zimanê jinan, ji ya mêran cudatir e. Hélène Cixoûs balê dide ser ku taybetiyên zimanê mêrane wisan in; “Li ser erkek û wekî xêzeke rasterast dihêrike, hiyerarşîk e, navendeke esas digre, hewl dide ku wateyên teqez hilberîne, deng û azmûnên jinan her wext li pişt mêran in.”(2)

Zimanê jinane jî van taybetiyan nîşan dide; “Azmûn û serpêhatiyên jinan vedibêje, laş, arezû û şehweta jinan şerm nabîne û derveyî metnê nahêle, metn di xwe de pirwateyiyê dihewîne, bes navendeke esas nagire dibe ku bi perçeyî be, bingeha vegotina nêrane hildiweşîne.(3) Li gorî van teorî û nirxandinan berhemên Vîrgînîa Woolf, Simone De Beauvoir, Tonî Morrison, Sylvîa Plath, Leyla Erbîl û hwd. wekî mînak dikarin bên dayîn.

***

Lê belê van taybetiyên ku me nîşan dan, di hemû berheman de wekî hev cî digrin an cudahiyek heye? Di vê qonaxê de gerek em hin pirsan bikin;

-Karekterên jin di metnên edebî de derbas dibin aîdî kîjan çînê ne?

-Ew jin xwediyê kîjan nasnameya çandî ne, ji kîjan netewê ne?

-Bi kîjan zimanî diaxifin?

-Debara xwe çawa dikin, şert û mercên wan ên aborî çawan in?

-Ji xeynî jinbûnê di kîjan qadan de hatine bindest kirin?

Gava em bersivên van pirsan digerin em dibînin, berhemên nivîskarên jinan ku di sedsala 19.’yê de hatine nivîsîn de karekterên jin,  endamên çîna navendî ên rojavayî ne. Vîrgînîa Woolf di pirtûka Odeyek Aîdî Xwe de lêpirsîna şert û mercên jinên çîna navendî dike. “Bandora hêzekê eceb li ser wan çêbûbû ku wan roman dinivîsîn. Paşe min, ji xwe pirsî; dibe ku mesele, welidîna ji çîna navendî bûn e. Wekî Miss Emily Davîes diyar kir, rastiya çîna navendî eve ku ji bo rûniştinê, ji bilî odeyek têne, tu ode nîn in.” (4)

Di sedsala 20’an de jî afirandina karekterên jinan û tercîhkirina mijaran bi heman awayî  di berhemên jinan de cî girtîbû. Sylvîa Plath di romana Fanosa Darebî de çîroka jina ciwan ya Estherê, li gorî nêrîna çîna xwe vedibêje ku Esther jî daxîlê çîna navendî ye. Esther hewl dide ku li New Yorkê bi cî bibe. Esther bi hest û ramanên xwe ve wekî endameke çîna navendî tevdigere. Mîna Ûrgan jî di romana “Bîranînên Dînozorekî" de serpêhatiyên xwe vedibêje ku ew jî jixwe jineke ji çîna serdest e. Di van mînakan de jî wekî me nîşan da, nivîskarên jin ku bingeha Wêjeya Jinan danîn, ewil bi nêrîneke çînên navendî û serdest mijar diyar kirin û karekter ava kirin. Lê ew nêrîn, di sedsala 21'an de bi tevahî naye qebul kirin. Bi taybetî ji piştî salên 1970’yan de gelek teoriyên femînîst bi vê gotinê ve; "Jinên çîna navendî ên rojavayî, didin nîşandan ku serpêhatiyên wan heçku azmûnên jinên hemû cîhanê ne”  nêrîna çîna navendî dane ber rexneyan. Nivîskara USA’yî Aûdre Lorde balê dibe ser ku "em ew  jin in ku ji derveyî pênase kirina "jinên maqul" in; em jinên lezbiyên, jinên xizan, jinên reşik, jinên pîrejin in. Em dizanin ku zindî mayîn hunereke akademîk nîn e."(5)

Helbet em jî dikarin vê yekê bêjin ku  xwendina "Wêjeya Jinan" tenê li ser zayendiyê bê kirin, wê kêm bimîne; gerek em di vê xwendinê de bala xwe bidin ser netewe, çand, çîn û zimên jî. Di vir de teoriya "Hevbirînîtî" (Intersectionality) dertê pêşiya me; Hevbirinîtî mercekeke ku ew dide fam kirin, formên neyeksanî -nijadî, çînî, zayendî û hwd.- beyî ji hev cudabûnê, bi hev re, ji nav hev de teşe digrin.  Pîsporê zayend û nijadê Kimberlé Crenshaw  -ku teoriya hevbirînîtî (Intersectionality) yê wê afirandiye- bi kurtasî vê teoriyê bi vî awayî pênase dike:” Hevbirinîtî ev e ku wekî mercekeke nîşandayîna laqeyhevhatin û lihevxistina hêzan e. “ (6)

Teoriya hevbirinîtî bi tevahî Wêjeya Jinan red nake lê ew pêşniyar dike ku gerek li ser Wêjeya Jinan bi awayekî piralî were fikirandin.

Li gorî vê nêrînê jî;

-Azmûn û serpêhatiyên jinan piralî ne, ne yekreng in,

-Jin bi yek zimanî neaxifin,

-Kevneşopiya wêjeya jinan cur bi cur in, ne mimkunê li ser xêzeke tenê be nirxandin.

***

Di ser vê girîzgehê re em dikarin mebesta vê nivîsarê aşkere bikin û vê pirsê bikin; di Wêjeya Kurdî de wekî beşek ê, bi serê xwe “Wêjeya Jinan” cî girtiye an negirtiye?

Bersiva vê pirsê hêsan nîn e, lê di vê mijarê de em dikarin vê peytandinê bikin ku di Wêjeya Kurdî de wekî beşek, Wêjeya Jinan bi alî zimên, çîn, tekoşîn, netew û çandî ve jixwe qadeke cuda ye. Her wiha ji bo Wêjeya Jinan em dikarin tespîta Aûdre Lorde bi bîr bixin  “Têkoşînên ku têne aîdî meseleyeke ne, nîn in; ji ber ku jiyanên em dijîn ne têne aîdî meseleyeke ne.”(7) ji bo nivîskarên jinên Kurd jî derbasder e. Her çiqas navlêkirina “Wêjeya Jinan” li ser nebe jî; bi behskirina jinan, vegotina serboriyên jinan, azmûn, hest, ramanên jinan nivîsandinê ve, hêla ziman û şewazekî jinane bi kar anîn ve gelek berhem di qada Wêjeya Jinan de hêwirîne.

Di 15 salên dawî de, di berhemên hatine afirandin de berhemên nivîskarên jinên Kurd hiş, ziman û şewazeke jinane dayîne şixulandin. Di berheman de qasî ku mijarên takekesî hunandine ew qas bi giştî wekî mînak; jin, jinbûn, evîn, çîn, qedexebûna ziman, çand, şer û hwd. jî kirinê mijar. Lehengên sereke, karekterên ku hatine ava kirin bi gelemperî jin in û vegotin rengê jinê dide.

Di vê nivîsarê de em ê li ser pirtûka Krîstîn Ozbey ya çîrokan ku bi navê “Keştiya Tijî Xêm” demeke nû ye çap bûye, rawestin.

Pirtûk, ji çardeh çîrokan pêk tê. Çîrok bi awayekî kurt hatine nivîsandin û di hemû çîrokan de leheng jin in. Ji bo nirxandinek giştî ya berhemê em dikarin bêjin ku; di çîrokan de, bûyer, diyalog, honak nîn in. Wekî kesekî sêyemîn nivîskar serpêhatiyên lehêngan vedibêje. Wekî me got nivîskar, bêyî honak û bûyer, bi hest û nêrînên lehêngan vegotinê ve çîrokên portreyî xêz kirin e. Nivîskar, tevî ku çîrok bi awayekî kurt hatine nivîsandin jî di pişt perdeyê de bi şert û mercên civakî nîşandan, psîkolojiya lehengan diyarkirinê ve atmosferên xurt ava kirine. Obje di nav vegotinê de serkeftî bi cî kirine. Mînak "Dengê bûm, Dara tû,...

Lê wekî kêmasiyek ew jî gerek bê gotin; dawikirina çîrokan hinekî qels e, bi yek car ve xwîner dibîne ku bi hevokek ve çîrok hatiye qedandin. Mirov dihizire, “Çawa bû ku ji nişke ve xilas bû?”

Şewaza nivîskar şewazeke jinane ye û bi awayekî jîr çavdêriya dinyaya navxweyî kiriye. Lê hemû çîrok yekreng in û vebêj di hemû çîrokan de yeka ji derveyî çîrokan e. Yek ji hêla serkeftî yên van çîrokan ev e ku nivîsandina mijarên rojane û pirsgirekên di navbera jin û mêran de bi nêrîneke jinane hatine vegotin. Dibe ku nivîskar dikaribû metnên hîna kûrtir avabikira û di nava hevokan de wêrektir tevbigeriya.

Di hemû çîrokan de kirde jî vebêj jî jin in, ew taybetî jî nîşan dide ku di vê berhemê de  taybetiyên di teoriya wêjeya jinan de tên behskirin  di xwe de dihewîne. Krîstînê jî karekterên jin nivîsandine. Lêhengên jin cûr bi cûr in; dayik, jinên xebatkar, jinêbî û hwd. Qasî ku jinên jîr hene, jinên lawaz jî hene.

Wekî taybetiyek nêrîna jinane di çîroka Bîranînê de, karektera jin piştî mirina hevserê xwe daratûyeke diçîne. Mirov dikare vê peytandinê bike ku jin li hemberî mirinê bi nezikatiya xwe ve jiyanê esas digre.

Di çîroka Dil li Dû Dil Koç Dike de, hestên dayikanê nîşan dide. Piştî mirina kurê xwe, dê jî bi êşa kurê xwe dimire.

Nivîskar ji rewşa welêt jî dûr nîn e. Di çîroka Gewr de, keçika ku ji xenî de der tê şaneşînê ku ji bo pîvazan hûr bike, nişka ve teqînek mezin pêk tê ku şert û mercên rojanê a şer nîşan dide.

Ozbey, li gorî nêrîna civakê lêpirsîna pîvanên bedewbûnê jî dike. “Hê biçûk bû beriya eydê ji dê û metên xwe re gotibû “erê temam, me çîmik, rû û biriya fehm kir, hûn çima pirçên nav ranên xwe dikşînin, qey wê mevan werin beriya pîrozkirina îdê li nav ranên wê binihêrin?” (8)

Wekî rastiyeke jiyanê bi awayekî realîst portreyên jinên lawaz jî xêz dike lê acizî û nexweşiyên jinan jî tîne ziman. Di heman demî de ku mêr tenê ji bo zewqa xwe jinê wekî amûrek dibîne... “Ji bo ku mêrik jê re tim digot “ku nenalî ez dibêjim qey di ser dilê mankeneke lekî de me, bila ferqa te û mankena lekî hebe jinkokê, de, min bi mêrantiya min bihesîne.” Ji mecburî dinaliya.”(9)

Wekî encam; di wêjeya Kurdî de bi taybetî van 15 salên dawî de, hejmara nivîskarên jin her zêde dibine û berhemên ku jin diafirînin ji hilberînê nivîskarên mêr cihêrengtir in. Ew rewş jî hewcedariyê çê dike ku “Wêjeya Jinan” di edebiyata Kurdî de jî were pênase kirin û bê lekolîn kirin.

Ji bo vê jî, wekî Aûdre Lorde gotiye “Parastina xweşbîniya ji hev cudahiyên jinan, tenê reformîzmeke qebe ye. Ji hev cudahî ne ev yeke ku tenê wekî xweşbînî be tolere kirin ev gerek wekî jêderka xweyîkirina afirîneriyê bê dîtin.”(10) Her wiha gerek berhemên jinan, ji  guncandina wêjeya  heyî bê dûr xistin. Jin ji kevnaşopiya mêran bi veqetineke radîkal ve gerek wekî xwe, bi xwebûna xwe ve ware Wêjeya Jinan xurttir bikin.

 

Çavkanî 

(1)Toward a Feminist Poetics by Elaîne Showalter: Explaîned

(2) Ecriture Feminene-Hélène Cixous Post Yapısalcı Metinler

(3) Ecriture Feminene-Hélène Cixous Post Yapısalcı Metinler

(4) Lorde, Audre. Sister Outsider: Essays and Speeches. Berkeley: Crossing Press, 1984.

(5) Odeyekê Aîdî Xwe, Vîrjîna Woolf  Weşanên Sîa

(6)The intersection of Spirituality and Social Justice,  Kimberlé Crenshaw

(7)Lorde, Aûdre. Sister Outsider: Essays and Speeches. Berkeley: Crossing Press, 1984.

(8) Keştiya Tijî Xêm Krîstîn Özbey Weşanên Sar

(9)Keştiya Tijî Xêm Krîstîn Özbey Weşanên Sar

(10) Lorde, Audre. Sister Outsider: Essays and Speeches. Berkeley: Crossing Press, 1984.

 

EDİTÖRDEN

Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.

Devamını oku →
Bizi takip edin