Romannûs Hikmet Gulmez bi romana xwe ya pêşî silav da xwînerên kurdî. Gulmez, bi romaneke siyasî-polîsiye derket pêşberî xwendevanan. Romana ku qala bûyerên salên 1990an û heya roja me dike wekî mekan li gelek bajar û welatan derbas dibe. Roman bi karakterên ku bi hurgilî hatine vehunan, honakeke xwurt hatiye sazkirin. Gulmez xwendevanan li gelek bajarên wekî Stenbol, Moskow, Strasbourg digerîne û wan dike şirîkê legerîneke xwurt. Gulmez geh silavê dide Dominique Laporte, geh dide silavê dide Ferîdudînê Atar. Min jî ji Gulmez pirsên xwe yên li ser lêgerîna wî, yan lehengên romana wî û felsefeya wî pirsîn. Wî jî bi dilgermî bersivên me dan.
Rêbîn Ozmen: Ez dixwazim ji destpêka romanê dest pê bikim. Roman bi prologê dest pê dike û ev prolog metnekî pir giran, felsefî û kûr e. Di edebiyata kurdî de metnên wiha pir kêm in. Di wê beşê de tu li ser xerabiya mirov disekine. Ev fikra xerabiyê ji ku tê? Çima te xwest tiştekî wiha binivîsî?
Hikmet Gulmez: Pêşî ez vê bibêjim: prolog, monolog û epilog di romanê de wekî destpêk, naverok û dawiya sehneya şanoyekê kar dikin. Min ji serî de ev wisa ava nekiribû. Yanî ez rûneniştim ku ji serî de metnekî felsefî binivîsim û roman û felsefeyê bixim nav hev. Jixwe naveroka romanê zemîneke wiha dixwest; roman li ser vê bingehê ava bû. Heke em werin ser meseleya xerabiya mirovahiyê, ev bi rastî zemareke ku ji bo mirovahiyê hatiye gotin. Giriyê min ê li ser mirovahiyê ye. Ez dibêjim "Felsefeyeke ku li ser nefreta ji mirovahiyê ava nebûye, ne felsefeyeke hevgirtî ye". Heke ji vir tiştekî nû derkeve, paradigmeyeke nû ji biwelide, belkî wê li ser vê zemînê çêbibe. Lê ew metn zêmareke; giriyeke li ser nirxên windabûyî yên mirovahiyê.
Ev mijareke hinekî magazînî ye lê dîsa jî ez dixwazim biprsim: hemû ramanên ku tu tînî zimên ramanên te ne, em kêm zêde vê dizanin. Lê li vir, li şûna ku tu van ramanan bi devê karakterekî bidî gotin, te wekî nivîskar rasterast gotine. Çima te tercîheke wisa kir ku ne karakterek, lê rasterast tu bixwe wekî nivîskar biaxivî?
Erê, pirseke xweş e. Helbet ew fikir dibûn ku bi rêya karakteran jî bihatina vegotin, dibûn ku di nav romanê de jî bi awayekî bihatina belav kirin. Lê belê ez bawer dikim min xwest ez cih û helwesta xwe diyar bikim. Bi rastî ev ne tercîheke wisa bû ku ez pir li ser fikirîbûm; wisa li hev hat. Belkî min xwest ez cîh û aliyê xwe bi eşkereyî nîşan bidim.
Roman bi rastî ji bo xwendinên pirtebeqeyî vekirî ye. Di vê çarçoveyê de tiştekî balkêş heye: Taylan ku yek ji karakterên sereke yên romanê ye, bi sê navên cuda derdikeve pêşberî me. Ji bo yek kesî, sê navên cuda, û dema em li wan sê navan dinêrin, em sê karakterên ji hev cuda dibînin. Ev parçebûna di kesayetiya Taylan de, ev parçebûna nasnameyê ji ku tê? Çima te tercîheke wiha kir?
Du aliyên vê pirsê hene. Ya yekem, roman jixwe li gorî pênaseya xwe metnekî pirtebeqeyî ye. Di edebiyata kurdî de şêwaza romanê nû, nû pêş dikeve û ez tiştên gelekî hêvîveş dixwînim; bi rastî ez bi vê yekê şa dibim. Hevalekî min ê nivîskar ku yek ji wan kesên pêşî bû yê ku ev metn xwendibû, ji min re gotibû "ev metnekî pirtebeqeyî ye û ev roman e"; vê yekê ez pir kêfxweş kirim. Hesta bingehîn a romanê bi vê pirtebeqebûnê ve girêdayî ye: hûnandina bûyeran, cîhana hundirin a karakteran, têkiliyên wan ên derve, helwestên wan ên li hemberî rewşên ku ew pê re rû bi rû dimînin û bandora wan a li ser hev… Ya duyem, ez bi xwe ji wan kesan im ku ew serdem jiyaye. Ez ji qerax û goşeyekê ve ji nav wan çîrokan têm. Jixwe ruhê wê serdemê bixwe wisa bû. Şansê min çêbû ku ez mirovên hîn ecêptir, hîn balkêştir, yên ku li her cihê diçûnê diketin kincên kesayetiyeke din, binasim. Ev ne tiştekî wisaye ku min li hev aniye, ev bi rastiya wê serdemê ve girêdayî ne. Heke ev rastî di metn de xuya bûbe, ev yek min pir kêfxweş dike.
Di romanê de metaforên balkêş hene. Taylan bi karê komkirina kaxizan re mijûl dibe û ev, yek ji temayên girîng ên vê romanê ye. Li wir ji nav çopê xezîne tên komkirin. Te sehaftî jî kiriye, bi karê antîkayê re mijûl bûye; tu van karan baş dizanî. Lê ew xezineyên di romanê de, ji xerabî û hilweşînê xwedî dibin, ji nav hilweşînê şîn dibin. Te çima xwest mijarê bi ve metaforê bibêjî, sedem çi bû?
Gotineke xweş a Hannah Arendt heye, dibêje: girtîgeh wekî rûvîyên civakan in. Rûvî di nihêrîna pêşî de hestekî xerab dide mirov, lê ji aliyê din ve ew endameke laş e ku laş hemû vîtamînên xwe jê digire û wekî "mejiyê duyem" tê naskirin. Bi rastî jî wisa ye: tiştê ku ji bo hinekan çop e, mohleta wê qediya ye yan jî winda bûye, ji bo kesekî din dibe ku wateyeke pir cuda hilgire. Li têkiliyekê bifikire; du mirovên ku her tiştê hevdu diqedînin hene, lê yek ji wan kesan di têkiliyeke din de dikare bibe lîstikvanê sereke yê dahatuyeke nû. Ev titşekî wisa ye. Çopa yekî, xezîneya yekî din e. Ez jî hem wekî kesekî ku di nav van karan de cih girtiye hem jî wekî kesekî ji derve ve dibêjim: tiştê ku tê avêtin, ji bo kesekî din dikare bibe tiştekî nû û watedar. Ev yek, di nav tiştên wekî metnên pêşîn tarî û reşbîn xuya dikin de jî, dergehekî hêviyê vedikin. Ev reşbîniyeke wekî wê ye ku Cioran dibêje: ne reşbîniyeke arabesk û qediyayî ye, reşbîniyeke ku di nav xwe de xwedî enerjiyekê ye û dixwaze mirov bixe tevgerê ye.
Di pirtûkê de tu ji gelek kitêban referansan jî didî. Yek ji van kitêban ya Ferîdûddîn Attar a bi navê Mantîku't-Tayr e. Roman di heman demê de çîroka lêgerînekê ye: lêgerîna li xwe heye, lêgerîna li kujeran heye, lêgerîna li sedeman heye. Lêgerîneke pirtebeqeyî ye ev. Di Mantîku't-Tayr de jî ev lêgerîn heye. Nexwe lêgerîna esil a romanê kîjan e? Dema min dixwend ev pirs her di hişê min de ma. Em li çi digerin? Karakter li çi digerin?
Bi rastî lêgerîna van hemû tiştan e. Li aliyekî lêgerîna van hemû tiştan li aliyekî kî jî ya ne tu tiştekî. Ji ber vê yekê Mantîku't-Tayr tam li gorî wê ye ku bi hişmendiya wehdet-î wicûdê ku di dawiyê de dibêje "tiştê tu lê digerî tu bixwe yî." Di asta teknîkî de belê, lêgerîna çareserkirina zincîre bûyeran heye. Ji aliyê din ve tiştên hatine jiyîn, sedemên wan tiştan, belavbûn û her tiştê ku bi van re tên hene. Ev hemû li ser lêgerînekê tên hûnandin. Lê heke hûn ji min bipirsin, min ê xwestiba ez di wê romanê de li vê bigerim: em ê çawa ji vê xerabiyê xilas bibin? Em ê çawa ji wî aliyê xwe yê şeytanî ku em jê re şînê digirin û pesnê wî didin, xilas bibin? Gelo em dikarin bi jiyîn, dîtin û fêmkirina vê re, derkevin derveyî vê? Metafora Ferîdûddîn Attar pir temamker e; di encamê de her kes di her tevgereke hebûnî de li xwe digere, dixwaze xwe temam bike.
Dîsa pirseke li ser metaforan. Roman li Stenbolê dest pê dike û li Strasbourgê bi dawî dibe. Beşa herî dirêj li Stenbolê derbas dibe. Ev du bajar ji aliyê sembolîk ve gelek tiştan dihewînin. Sedema vê yekê û wateya van bajaran çi ye?
Bi rastî gewdeya sereke ya romanê li ser Stenbol ava dibe. Lê Îzmîr jî heye; cihê ku Deryayê lê dijî. Moskova heye, ew jî pir dirêj e. Li Ewropayê Strasbourg heye, li Almanyayê bajarên wekî Heidelberg û Munih hene. Ez dikarim van wisa rave bikim: ji aliyekî ve cihên ku ez bixwe li wan jiyame û çûme wan, ji aliyê din ve jî cihên ku di nav herikîna giştî ya çîrokê de bi awayekî xwezayî cîh digirin. Ez li Rûsyayê jî pir mam, bandora wê jî heye. Lê tiştê herî girîng ev e: van bajaran û ruhê pirtûkê gelekî li hev dikirin. Rêwîtiya Taylan, pêvajoya wî ya li Rûsyayê, piştre derbasbûna wî ya Ewropayê; hemû bi atmosfera pirtûkê re li hev hatin. Bi saya vê, metnekî ku lingên wî li erdê ne û ne razber e derket holê.
Ez dixwazim hinekî jî li ser daulîzma di nava romanê de pirsekê bikim. Beşeke romanê zimanê tirkî û hemû tevna jiyana bajarê Stenbolê di nav xwe de dihewîne. Jiyana rojane ya di navbera du kûltûr û du zimanan de, li seranserê romanê serdest e. Meseleya ziman, kûltûra Stenbolê, kûltûrên li Ewropayê; xwarin, ziman, qerf û henek, henekpêkirina bi tirkiya karakterekî an an ingilîziya Rûsan, fêrnebûna wî ya ziman... Gelo ev serpêhatiyên te yên kesane ne, yan helwesteke edebî ya bi zanebûn e?
Ev tişt hilbijartina min bixwe ye. Helbet serpêhatiyên min ên kesane hene, ez nikarim van înkar bikim; lê tenê ne têkiliyên min ên kesane ne. Mînak rûmên li Stenbolê, ermenî, şêwazên jiyana wan, karakterên wan... mîna Madame Katina yan yên din. Ev tiştekî ku min bi zanebûn xwest ez bikim; ji ber ku jiyan bixwe tam ev e. Dema mirov bi baldarî binêre, ew reng jixwe her tim li wir e, her çi qasî îro li qeraxêma be jî. Çîroka sereke çîrokeke kurdan e, têkoşîna hebûnê ya kurdan e; bi awayekî rast neaxaftina bi zimanê xwe ye, bêparhiştina ji derfetên kûltûrî ye, bêstatûbûn e... ev hevîrê sereke yê vê çîrokê ne. Lê tu li Kurtuluşê rastî rûmekî yan ermeniyekî jî têyî; trajediya wan a kesane jî heye. Wekî din jî li derveyî me jî mînak hene. Mesela li Strasbourgê herêma Alsasê heye; di dîrokê dejî cihekî pir bi pevçûn e û bi sedsalan zimanê wan qedexe ye. Dema kesek li wir bi zimanê xwe diaxive mirov dibe ku aciz bibin, lê ev pir li xweşa min diçe; ji ber ku bi zimanê xwe diaxive. Êşên ku em dikişînin, me di vêx mijarê de hîn hesastir dikin lewma jî ev hilbijartineke min e.
Li ser karakteran û dualîzmê pirseke din bikim. Di romanê de karakterê Ixtiyar û jina wî Aslîhan Xanim hene ku cîhekî pir girîng digirin û li gora min yek ji beşên herî dirêj ên romanê ne. Nasnameyên cuda û rewşên giran û bi êş yên dîrokê di yek mirovî de kom bûne. Bi taybetî dema em li karakterê Ixtiyar dinêrin, ev nûneriya çi dike? Çima hewcedarî bi karakterekî wiha çêbû?
Pirseke pir xweş e. Fikra sereke ya romanê, her çend bi awayekî metaforîk be jî, pesnê xerabiyê û pesnê şeytan e. Ji bo min ev pirtûk ji daxwaza fêmkirina veguhastina mirov a ber bi dijberê xwe ve derket holê. Ev pêvajoyeke pir bi êş bû; ez nikarim vê înkar bikim. Lê belê heke em tenê di wî tewerî de bimana, pirtûk dê pir kêm bima. Ha karakterê Ixtiyar tam di vê xalê de pêwîst bû. Ixtiyar, wekî sentezekê ye ku aliyên erênî yên têkoşîna kurd û kultura hevpar a kurdan di nav xwe de dihewîne. Jixwe Taylan ne karakterekî kurd e; lê Ixtiyar tam karakterekî wisa ye. Zemîna ku jê tê Mêrdîn e, gundê wî hatiye şewitandin, tiştên pir giran jiyane, malbateke wî ya dewlemend heye. Hişmendiya ku wî bi van hemû êşên xwe re ava kiriye, tiştê ku di wî de nûneriya xwe dibîne ye. Bi hemû kêmasî û qelsiyên xwe ve, ev karakterekî hîn sergiha, hîn gihîştî ye. Heke Ixtiyar neba, pirtûk bi rastî dê kêm bima. Ji bo hevsengiya xerabiyê û fêmkirina wê, hewcedariyeke mezin bi vî karakterî hebû. Ev yek min nehesibandibû û min ne pîva bû bi rastî; ji wê hestê derket holê û cîhê xwe pir xweş dît.
Dema em li karakterên Ixtiyar û jina wî Asli dinêrin, em du karakterên ku hemû aliyên erênî yên esaleta kurdiyê tînin pêş çavan dibînin. Lê karakterekî din jî heye ku belkî sedema nivîsandina vê romanê ye: Firat. Ew jî kurd e. Mîna sembola xerabiyê ye, lê ew jî ji cîhekî ku mirov dikare fêm bike hatiye nivîsandin. Ev karakter çawa derket holê? Du karakterên ku evqas dijberî hev in, çawa di yek romanê de hatin gel hev?
Erê, fikra sereke ya kitêbê jixwe karakterê Firat e. Ev roman çîroka veguherîna Firat a ber bi dijberê xwe ve ye. Lê ez dixwazim balê bikişînim ser vê: di nêzîkatiya me ya giştî de, dema em xerabiyekê dibînin, em zûka navekî lê dikin û derbas dibin. Çêrkirin yan jî mehkûmkirin tiştekî sererast nake; derfêta nade me ku em wê xerabiyê fêm jî bikin. Ev li gel min jî wisa ye, bila xelet neyê fêmkirin. Lê ya hêsan, tiştê ku em zû di ser re derbas dibin ev e. Min bi rastî xwest ez fêm bikim ka ev veguherîn çawa çêbûye. Li gora min ev pirsa bingehîn a sosyolojî û psîkolojiyê ye jî; tiştê ku divê em herî zêde li ser bisekinin ev e. Ez dizanim ku çîrokên wiha hene: mirovên ku di nav têkoşînê de lehengiyên mezin nîşan dane, xwe gelek caran avêtine nav agir, piştre şikestinek jiyane û veguherîne dijberê xwe. Û tiştên ku dema veguherîne û bûna ji aliyê din kirine jî di heman astê de mezin in, lê ber bi aliyê berevajî ve. Mirov nikare vê bi hevkêşeyeke hêsan derbas bike. Min xwest ez di ser karakterê Firat re vê fêm bikim, û di asta ku min fêm kiriye de rave bikim. Vê jî lê zêde bikim: di romanê de xerabî xwe diparêze; li pişt tiştên ku kiriye disekine. Ev tiştekî hinekî cuda ye. Min xwest ez hinekî vê provoke bikim, bikolim. Tiştên ku em rast qebûl dikin, dikarin xwedî parastinên gelekî cuda bin jî; xwendevan çi qasî ji van fêm dike çi qasî jê bandorê digre nizanim, lê min xwest ez wî alî jî bi awayekî derpêş bikim.
Ya rast ev tişt di vê romanê de bi awayekî eşkere tê hîskirin. Di vê derbarê de ez dixwazim vê biprsim: Wekî kesekî ji eniya çepê yan jî eniya kurdî, wekî kesekî ku van metnan pir dixwîne dibêjim, ev cara yekem e ku rû bi rûyî romaneke wiha têm. Bi metnekî ku eniya beramber evqas pirtebeqeyî tîne zimên, dijmin bi vê zelaliyê tehlîl dike. Karakterên mîna Atmaca û Profesor, nakokiyên di nav dewletê de geleke eşkere hatine nivîsandin. Çima vebêjiyeke ku aliyê din evqas baş tîne zimên? Û gelo vê di dilê te de nakikiyek çênekir?
Ev bi wê pirsa ku em di destpêkê de li ser axivîn re jî girêdayî ye; bi hevsengiya qencî-xerabiyê ve girêdayî ye. Di serî de ez vê bibêjim: vebêjiyeke yekalî, dê vebêjiyeke kêm bûya. Jixwe cewherê edebiyatê ev e; tu berê ronahiyê bidî kub derê, tu tenê wir dibînî, lê heke tu li rastiyê bigerî, tu mecbûr î ku li hemû derdorê binihêrî. Heke îdîaya vê metnê hebe ku polîtîk be, nivîsandina wê ya yekalî dê pir kêm bûya. Ez bi giştî wê kêmasiyê di nav me de dibînim. Ne ku ez baş dikim; lê ew hesta ku kêm dimîne her tim min aciz dike. Ji ber vê yekê min xwest ez aliyê din jî fêm bikim. Ji ber ku heke dijberiyek hebe, hewcedariya wê dijberiyê jî heye ku xwe bîne zimên. Û ya herî girîng: tu nikarî li pêşberî tiştekî ku tu fêm nakî û rast pênase nakî, bi awayekî rast bisekinî. Ji bo tu tiştekî red bikî jî, tu mecbûr î ku wî pênase bikî. Ev hem ji bo avakirina yekbûna metnê bixwe, hem jî ji ber ku şertê herî bingehîn yê lêgerîna li rastiyê ye. Ev di heman demê de encama pirtûkên ku ez demeke pir dirêj e dixwînim e; min xwest ez mekanîzmayeke dewletê mîna organîzmayeke zindî, bi refleks û dînamîkên wê yên yekbûyî derpêş bikim.
Dema em li romanê dinêrin ev bal dikişîne: bûyerên ku têne jiyîn, karakter, hemû zêde realîst in. Kesayetiyên ku her gav, ji her derê dikarin derkevin pêşberî mirov. Meseleyên ku nifşê min pir baş dizane. Mîna ku bûyereke rast qewimiye û hatiye nivîsandin. Gelo rastiyeke wiha heye, yan ev bi tevahî lihevanîn e?
Pirseke pir xweş e. Berhemeke bi tevahî fiktîf e, bi tevahî lihevanîn e. Lê dema vê hevokê dibihîzim gelekî zêde pê şa dibim. Pirsa yekem a ku min ji hevalên xwe yên edebiyatkar re ku min pirtûk ji bo xwendinê ji wan re şandibû prsî jî ew bû: "We ev çîrok xwend, gelo hestekî wisa da we ku bûyereke wiha bi rastî qewimiye?" Erê, heke ev hest dabe jiyîn, ev ji bo min pir girîng e. Ji ber ku hêza edebiyatê tam ev e; em Marquez dixwînin, realîzma efsûnî heye, lê tu carî nayê hişê kesî ku "bi rastî mirov çawa dikare bi cilan re bifire." Zilam dibêje, tu bawer dikî. Ez jî tiştekî wiha îdîa nakim; ez nabêjim min romaneke realîst nivîsandiye. Derdekî min hebû, çîrokeke min hebû; rêya vegotina vê çîrokê jî ev bû, zimanê wê jî wisa hat. Hûn dikarin bipirsin çima şêwaza polîsiyeyê hat hilbijartin; ez ji polîsiyeyê hez dikim lê ez rûneniştim ku "ez polîsiyeyekê binivîsim." Çîrok wisa herikî, zimanê wê jî wisa têşe girt.
Dîsa pirseke li ser dualîzmê. Di romanê de her tim dualîzmek heye: rojhilat-rojava, qencî-xerabî, tarî-ronahî. Ev yek ji meseleyên bingehîn ên edebiyatê ne. Lê ji aliyê din ve di metnên ku tu referans didî wan de jî ev dualîte heye: li aliyekî Dîroka Gû, li aliyê din Mantîku't-Tayr. Te çima û çawa ev referans hilbijartin? Çawa pêkan bû ku mirov van xwendinan di yek çarçoveyê de bîne cem hev?
Ez nêzîkî bîst salan e ku bi tevahî di nav sektora kitêban de me; ji edîtoriyê bigire heya belavkarî, firotina pirtûkan, sehaftî, lijneyên nivîsê yên kovaran. Ez nizanim ka ez nivîskarekî baş im yan na, lê ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku ez xwendevanekî baş im. Min referans bi taybetî nehilbijartin; ev tiştên ku di nav herikîna giştî ya metnê de karakteran bixweber bi kar anîne. Lê ji cîhê ku ez lê sekinî me, ez difikirim ku "her tişt bi dijberê xwe re heye"; ez kesekî wisa me ku pir ji vê bawer dikim. Qencî jî xerabî jî di hemû karakteran de heye; gava yek derdikeve pêş, ewê din tê tepisandin. Tiştê ku vê hevsengiyê çêdike, li gora ku min ji xwendinên xwe fêm kiriye, hişmendî ye; dema tu bi zanebûn, bi baldarî rê bidî wê, belkî tu dikarî aliyê qenciyê derxînî pêş. Lê tenê vegotina aliyekî, mîna ku min berê jî got, dê vebêjiyeke kêm derxista holê.
Te ev roman di deh salan de nivîsî. Deh sal, ji bo kesên wekî me li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Tirkiyeyê dijîn, demeke pir dirêj û aloz e; rojev di nav saetan de diguherin, em jî di nav wê guhertinê de diguherin. Di nav van deh salan de di metna de û di te bixwe de çi guhertin çêbûn?
Di erdnîgariya ku em lê dijîn de, bi taybetî wekî kurd, dilê me li pêştirî mejiyê me ye; em gelekî hestiyar in. Em ne bîhnfireh in jî. Ez vê bibêjim: dema min dest ni kitêbê kir, çîroka sereke diyar bû. Tiştê herî giring ku ez xistim nav tevgerê karakterê Firat bû; heya nîvê pirtûkê navê wî jî derbas nabe, siya wî jî xuya nabe. Piştre çîrok bi wî re ber bi cîhekî gelekî cuda ve diçe. Gelo metn bi xwe guherî? Ez wisa difikirim: tu tiştekî disêwirînî, dest bi nivîsandinê dikî, ji xaleke şûn de ew te li pey kaş dike. Herikîna giştî ya metnê bixwe heye û tu nikarî pir destwerdanê lê bikî; wekî fîlmekî ye yanî. Car bi caran cîhên ku ez tê asê mam çêbûn, xelasbûna ji wan astengiyan bi demê re pêk hat. Dema tu mehekê nenenivîsî, hevokên te yên meha din jî cuda dibin; her tişt diguhere, em diguherin. Di vê pêvajoyê de parastina wê çarçoveya sereke, parastina wê pêdeçûna berê, bi serê xwe hewldanekê dixwaze. Lê bi giştî ez difikirim ku ez di nav wê çarçove û pêdeçûna metnê de mam; metn ber bi cihê ku çûbû ve jî hat guhertin, lê çarçoveya bingehîn hat parastin.
Di dawiya romanê de Cewher heye, yan jî Firat. Lê bîranînên wî nînin. Ew dijî; lê belê tu bîranîneke wî nemaye. Gelo ev ji bo vî karakterî azadiyek e, yan cezayek e? Li gora te ev divê çawa were nirxandin?
Firat karakterekî pir trajik e. Ew ji destkirina bîrê destkeftiyek e, yan windahiyek e? Heke hûn ji min biprsin: Firat têkçûyiyekî pir mezin e. Ez nikarim înkar bikim ku wî xwe pir baş parastiye; heta ji bo roja me ya îro argûmanên pir saxlem derpêş dike. Lê ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku ew têkçûyiyekî mezin e. Taylan û ew hevalên heman komê ne; ew karakterekî wekî Taylan e, belkî ji wî jî pêştir e. Jêhatîtir e, pêketîr e. Lê di encamê de çi bi dest dixe, çi ji wî diçe; dema mirov li wê dinêre, tê dîtin ku ew têkçûyiyekî pir mezin e.
Di romanê de karakterekî din ê ku cîhekî girîng digire heye: Cotkar. Hem berpirsê rêxistinê ye hem jî dostekî ji dil e. Tu hinekî nêzîkî vê cîhanê yî li gora ku ez dizanim. Di nav rêxistinê de hevaltî, fermandarî, siyaset û mirovahî çawa bi hev re disekinin? Te çima ev nakokiya hundirin di romanê de xêz kir?
Min ev bi taybetî nekir, lê li ku mirov hebe, her tiştê aîdê mirov jî li wir heye. Em bi kîjan nasnameya îdeolojîk, siyasî yan jî kûltûrî pênase bikin bila em bikin, ez di hemû komên mirovan de vê dibînim. Taylan, mîna zarokekî ku di nav destê wî de mezin bûye ye. Saziya wê çi qas fermî bibe bila bibe, şêwazê têkildariya wî ya bi kesekî ku di destê wî de mezin bûye re dê cuda be. Min ev bi taybetî ava nekir; li ku mirov hebe şopên hestên aîdê mirov hene, wê jî li wir cîhê xwe ditiye.
Pirseke ku referansê dide navê romanê: "Methiyeyek Bo Şeytan." Di prologê de şeytan wekî kesekî ku ji mirovahiyê bêzar bûye û êdî rêzê lê nagire tê pênasekirin. Lê di nihêrîna me ya kevneşopî de şeytan fîgûrek e ku hemû xerabî li ser tên barkirin, mirov ji bo xwe rehet bike her tiştî dixe stuyê wî; di dirêjahiya dîrokê de belkî antîdepresanê yekem û herî girîng e. Di romanê de em dibînin ku şeytan ji mirovahiyê bêzar bûye. Ez di vê de mafdariyeke mezin dibînim. Nexwe gelo Taylan jî gihîşt wê methiyeyê? Taylan methiyeya kê dike?
Ew çîroka şeytan hem di Tewratê de hem jî di Quranê de derbas dibe. Di sêwirana ewil a kitêbê de min bi jêgirtinên ji Quranê dest pê kiribû; piştre min ew derxist in, nepêwîst bû, ji ber ku ku her kes bi wan tiştan dizane.. Di sûreya Beqereyê de jî derbas dibe; şeytan ji ber ku ji mirov re naçe sucdeyê, tê qewirandin. Dibêje: "Ez ji agir hatime çêkirin, ew ji heriyê; ez ê çawa ji wî re biçim sucdê." Şeytan di bingehê de yek ji milyaketên mezin ên Xwedê ye; di Zerduştî û Êzidîtiyê de jî wateyên pir cuda û pîroz hildigre. Ew paradoksa li wir paradokseke rast e û derbasî metnên olî jî bûye. Kirina hemû xerabiyan û gotina "min bi ya şeytên kir" û xwe xelaskirina ji xerabiyê, û bi ser vê de bi xwendina du duayan hêvîkirina bexşendinê, mantalîteyeke wisa ye ku xerabiyê rewa dike. Heke mafê parastinê yê şeytan hebûya, îhtîmal e ku dê tiştên mîna yên di pirtûkê de bigotina. Heke em werin ser Taylan: ew di encamê de li aliyê qenciyê sekinî. Bi hemû pevçûn û lêgerînên xwe ve xwe ji nû ve ava kir; heke wî nifirek li şeytan kiribe, ew nifir ji nav vê avabûna nû derketiye.
Pirseke din a li ser Taylan. Di romanê de evînek heye ku ji kûr ve tê hîskirin lê zêde li ber çavan nîne; pêknehatî ye, li cîhekî asê maye. Taylan jî li ser vê xwe bi awayekî zindî bin ax kiriye. Xêzkirina evîneke wiha, nexasim ji bo kesekî wekî t ji nav van karan hatî bi ya min pir zehmet e. Te çawa cesaretî vê yekê kir?
Di salên 1990an de, di wan demên ku têkoşîna kurd pir bi hêz bibû de, ez bixwe bûm şahidê çîrokên gelekî trajik ku ji ya Taylan hîn girantir bûn. Ez bawer im bi hezaran çîrokên mîna ya Taylan hatine jiyîn. Li aliyekî agirekî mezin, bagerek; li aliyê din herikîna jiyanê bixwe. Di nav vê herikînê de trajediyên pir mezin hatin jiyîn. Di çîroka Taylan de îxaneta herî mezin di bingeh de ji îxaneta li evînê dest pê dike; û piştî wê îxanetê îxaneteke hîn mezintir tê. Xala derketina îxanetê ev e. Li piştî binaxkirina zindî ya Taylan ev heye: bi salan tirsiyaye ku pirsa "gelo ez ji aliyê wê ve jî hatim xapandin” bipirse. Bi vê tirsê re di nav betonekê de hatiye binaxkirin. Her mirovê ku ev hest kêm be jî jiyabe, dikare wî halê Taylan fêm bike. Di encamê de, ev vegotina çîrokekeyê ku di salên 1990an de hatiye serê komek hevalên xwendekar. Di wê serdemê de ev hemû hebûn; tiştên rast bûn ku bersivên wan ên pir cidî hebûn. Ne tiştekî ku wisa bû ku bi taybetî lê fikirîbim ku ez binivîsim; heke xuya bûbe, xuya bûye.
Em bi pirseke rojane biqedînin. Roman berî bi heft-heşt mehan derket. Di mehên dawî de "ruhekî salên '90î" heye ku di rojevê de digere. Dema em li romanê dinêrin, di demekê ku ev nîqaş û pratîk hîn li holê tunebûn, metnekî ku ruhê salên 1990an bi awayê herî rast û herî mirovî tîne zimên hatiye nivîsandin. Ev çawa çêbû?
Bû tesadûfeke pir xweş. Ev tê wê wateyê ku em di serdemeke wisa de dijîn ku hewcedariya me gelekî bi ruhê wan rojan heye. Bêguman di dîroka me ya nêz de cîhekî pir taybet ê ruhê salên nodî (90î) heye. Serdemeke awarte bû ku tê de ruhê Kurd ê ku ji tarîtiyê derbûye, bi dayîna berdêlên pir mezin ji nûve zindî bibû û di nav girseyên mezin de bi goşt û hestî bibû û deng veda bû. Gava mirov dibêje ruhê salên 90î: ew erdheja ku me jiya, ew şewat, berdêlên ku hatine dayîn, yên ku tevlî hewayê, avê û axê bûn û çûn… çîroka tu ji wan kesan hîna wekî ku divê nehatiye vegotin, nehatiye nivîsandin. Nû nû derdikeve ronahiyê û gelekî hewcedariya wê bi vegotinê heye.
Wekî kesekî ku ew roj jiyane, ez difikirim ku ev bar wekî her kesî, hinekî jî dikeve ser milê min. Min hewl da ku serdema xwe, tiştên ku ez tê de derbas bûm û min li gorî wan têşe girt, bi rengekî herî sade veguhêzim; atmosfera wê serdemê, ruhê wê, reftarên mirovên ku li wir şêwaz girtine, kêmasî û zêdehiyên wan, lawaziyên wan, tevan vebêjim. Ev çîrokeke aîdî me ye, bi başî û xerabiya xwe ve. Hinek pir jê hez dikin, hinek dikarin jê hez nekin; ev li ser wan maye. Lê min ji cîhê ku ez lê sekinî me, heta ku min fêm kir û min karibû veguhêzim, hewl da bibêjim. Heke min pêkanîbe ku bi pênûsa xwe hinekî be jî wê serdemê bidim hîs kirin, ez ê ji vê pir kêfxweş bibim.
Ji bo bersivan û ji bo ku te wext ji min re terxan kir gelek spas.
Spas xweş, bo te û pirsên te jî spas, her hebî.
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →