Wergêr: Serhed Serhedî
Pirs : Çima tişta em jê ra dibêjin werger dibe ‘‘Zimanê Zimanan’’?
Bersiv : Dema du yan jî sê zimanan pergaleke zanyariyê (information system) par ve kirin, ew vê yekê bi rêya wergerê ve pêk tînin. Yan na zimanekî hevpar ê zimanan hebûya, wê bigotanayê ‘werger’. Navê pirtûka min a nû ji wir tê: Zimanê Zimanan.
Hema qet bi virde-wêde nebim û neynim ya rast bibêjim, ez wê hîyerarşîya hinek zimanên xwe ji zimanên din mestir dibîne qabûl nakim. Ev rewşên han, taybet jî li welatên bermayîyên kolonyalîzmê ne û welatên zor li wan hatine kirin de dixuyên. Bi qinyata min ziman hemû jî pirr ji hev cihê ne. Mesela zimanek çi qas piçûk dibe bila piçûk be, mûzîkalîteyeke wê ye kesek nikare destkarîyê pê bike heye. Dema ez wan û enstrumanekê didime ber hev kêfa min jê re tê. Deng û mûzîkalîteyeke pîyanoyê xusûsî xwe heye, em nikarin wê bi deng û mûzîkalîteya gîtarê re tevlihev bikin. Hûn nikarin tenê dengê pîyanoyê li meydanê bihêlin û nirxê gîtarê û kemanê erzan bikin. Dema amûrên celebcelebî bi hev re bixebitin wê her wekî zimanan, aheng û orkestrayê peyda bibin.
Balkêş e tu ji serê pirtûkê heta dawîya pirtûkê xwe ji bikaranîn a têgeha ‘zimanê kêmîneyê’ vedidizî, çima ?
Çimkî pirî caran bikaranîna wê tewş e loma. Mesela bifikire bi mîlyonan axêverên zimanê Hîndûyî hene lê hêj jî muameleya ‘zimanê kêmîneyê’ bi zimanê wan tê kirin. Ev têgehên han ên ez wan qebûl nakim perçeyên wê sîstema hîyerarşîk in.
Baş e zimanê desthilatî heye? Zimanê desthilatî zimanê neteweya serdest an jî zimanê serdest ê beşeke di nava neteweyekê de ye. Mesela ez Kenyayî me, zimanê min Kîkuyî ye; lê Ingilizî, her çend ji sedî nod ê Kenyayê bi Ingilizî xeber nade jî, qedrê wî zimanî heye, zimanê desthilat û perwerdeyê ye, zimanê desthilatî ye. Ji lew re dema hûn bixwazin baş perwerde bibin û di vê desthilatê de werine dereke pak divê hûn zimanê desthilatî bihesibînin.
Têkilîya hinek zimanên desthilatî yên bi zimanên din re, bi awayekî cirm e. Divê em qebûl bikin ku dagirkerên kolonyalîst, zimanê xelqê yê wan ew dagir kirine bi zanetî kokqelîyayî dikin (dikujin). Jixwe xusûsî jî zimanên wan, amûrên dagirkirinê ne. Mesela em bînine bîra xwe, mîsyonerên Spanyolî li Parzemîna Amerîkayê, rastî şaristanîyên pêşketî yên pergalên wan ên nivîsê û dîroka wan ji hev cihê hatibûn. Qet dilê Spanyolîyan jî pê neşewitî, wan pergala niviskî û materyalên Şaristanîya Mayayê tev bi şiklekî sîstematîk şewitandin û wan bi vî şiklî ewana tev ji nav birin.
Heke te got erê, helbet encamên pirsa “kîjan” dê bi kîjan zimanî were wergerandin, kîjan wê were naskirin û kîjan wê xelatê bigire hene. Mesela me dît ku di sala 2021an de Abdulrazak Gurnah, Xelata Nobelê hilgirt. Lê wekî tu jî dizanî Gurnahî ne bi zimanê xwe yê Swahîlî, lê bi Ingilizî dinivîse. Anegorî te, pêşdarazeke Akademîya Swêdê û bazara xelatê bi giştî li dijî zimanên Afrîkayê û zimanên din ên hukumranîyê nakin ra heye, tu çi difikirî ?
Heke destûra te hebe ez dixwazim beriya her tiştî Gurnahî û her kesekî ji Afrîkayê yan jî her kesekî ji dereke dine dinyayê bi nivîsên xwe ve wiha qedrê wan hatîye girtin, pîroz bikim. Hêvî dikim em wî zemanê ku merivekî bi zimanekî Afrîkî yan jî bi zimanê Çermsoran dinivîse û Xelata Nobelê digire bibînin. Nivîskarên li Afrîkayê bi zimanê me nivisîne û qet ev xelata hilnegirtine hene, helbet ev yek tişteke seyr e. Naverok û giranbihabûn berî her tiştî ye, lê di van karên wiha de feraseteke wiha heye: Divê ‘nivîskarekî qaşo Afrîkayî, bi zimanekî Afrîkayê nenivîsîbe’. Ew li vî şertî digerin. Dîsa jî xelatên taybet ên ji bo edebiyata Afrikayê têne dayîn hene. Hûn nikarin romanekê yan jî kurteçîrokeke bi zimanekî Afrîkayê hatibe nivisîn ji van pêşbirkan re bişînin. Jixwe ev xelatên han bûne perçeyeke tepisandina zimanan.
Tu bazara weşangerîyê çawa dibînî ?
Min bixwe, dema mijar bûye edebiyata Afrîkî herî kêm sê tişt parastine. Divê nivîskarên bi zimanê Afrîkî dinivîsin û weşangerên van pirtûkan diweşînin hebin. Çimkî ne ji weşangeran be derfeta nivîskarek were nasîn tuneye, jixwe tu nivîskar jî pirtûkên xwe ji bo wan rake dayne pirtûkxaneya xwe nanivîsîne. Yên vî tiştî dikin gelek kêm in, barwerkin ev tiştên min gotine têrê dikin.
Lê dîsa jî pirsgirêka Afrîkayê, her wisa bi desthilatan ra ye jî. Her wekî tê zanîn piraniya desthilatên li Afrîkayê, ji teref alavên pergala perwerdehîyê ya kolonyalist ve têne rêvebirin. Digel ew zimanên Afrîkayê biçûk dixin û qebûl dikin ku zimanê perwerdehîya maqûl ji Ingilizî, Fransî yan jî Portekîzî pêk tê, wan polîtîkayên kolonyalîzmê di xwe da hewandin. Bi rastî jî em li Kenyayê hêj pêşdatir çûn. Êdî li civateke yekser ji alîyê Afrîkayîyan ve tê rêvebirin de, êdî meytevên me yên mifredata Ingilîzan pêşkêşî zarokên Afrîkayî dike jî hene.
Di romana te ya “Sêrbazê Qirikan” de, Nyawiraya dilketiya Kamitiyê lehengê te, dibêje Kamitiyî, divê ji “rizgarîya meriv ya şexsî û rizgarîya kolektîf” yek were bijartin û ew bi wesîleya vê gotina Nyawirayê bêtir pê dihise ku ne pêkan e meriv hema yekcar xwe ji siyasetê bişo. Ji bo te nivîsandin a bi zimanê Kîkuyî mînakeke “rizgarîya şexsî” ye yan mînaka tevgereke berev “rizgarîya kolektif ’’ e ?
Anegorî min, dema hûn Ingilizî binivîsin hûn seba rizgarîya şexsê xwe dinivîsin. Hûn dizanin, Joseph Conrad Polonî bû lê ew di 19 saliya xwe de hînî Ingilizî bû û wî hejmareke ecêb zêde berhem hilberand. Ev ji alîyekî ve ji bo nivîskarî dilê xwe li nivîskarîya xwe rihet bike yan jî hebûna tişteke mîna vê, tercîheke şexsî ye. Lê vê tercîhê ti tiştek li edebîyata Polonî zêde nekir. Heman tişt seva Chiniua Achebe û nivîskarên mîna min jî derbasdar e. Romana Achebeyî ya navê wê Parçebûn e (1958) romaneke qerrase ye, hûn dizanin. Lê çima ku Ingilizî hatîye nivisîn bi qasî serê derzîyê jî fêdeya wê negihîşte edebîyata Igboyê, ji mûmê û misqalê fêdeyeke wê çênebû. Heman tişt bi serê James Joyceî û gellek nivîskarên din ên İrlandî de jî hatîye. Jixwe hûn jî pê dizanin koka İrlandîyan bi şiklekî sîstematîk ji alîyê Kolonyalîstên Ingilîz ve hate qelandin. Esildanî dema James Joyceî li ser beşên pirsgirêkên zimên de dinivîse, gellek zana ye lê digel vê yekê dîsa jî bi Ingilizî nivîsiye. Bêguman heman tişt ji bo pirtûkên min ên destpêkê jî derbasdar in: Nelorîne Sebîyo (1964), Çemê di Navberê Da (1965) Liba Gênim (1967) û Kulîlkên Xwîn (1967). Ji ber ku min evana nivîsîn ez kêfxweş im lê heke bi dilê we be jî, ez bi romanên xwe yên min ew bi zimanê Kîkuyî nivisîne kêfxweştir im.
Baş e, nexwe ez wiha bipirsim, tu ji bilî meseleya ziman, ji bo rizgariya kollektîf çi difikirî ?”
Ne xêr, hema hema her nivîskarek ji ber janeke (tişteke) hundurê xwe dinivîse. Heke na tu bibêjî ‘‘ez ê rûnêm û ji bo gelê xwe romanekê binivîsim’’ ew ê bê kêr be. Ev tişta han ji bo dêna we here li ser nivîsandinê tişteke pirr baş e lê ev têrê nake û divê hûn wekî nivîskar bi hêza xeyala xwe re xayîn nekevin. Dema ez ji bo şexsê xwe dinivîsim hez dikim bi hinek tiştan re diyalogeke min çêbibe, ez qîmetê didime vî tiştî.
Ji alîyekê din ve di derheq meseleya newekhevîyê de pirr bi guman im. Ya rastî ez naxwazim di ber malên bêmalan de qesrên zêrîn werine lêkirin, ez naxwazim çev bi civakeke wisa bikevim. Ez cîhaneke ezamet a kêmîneyê li ser biçûkxistina pirranîyê tê avakirin qebûl nakim loma dikarim bibêjim ku ez pirtûkên xwe bi nêrîneke ez pê bikaribim mil bidime milê (hêz) gel dinivîsim.
Di pirtûka te ya navê wê ‘Nelorîne Sebîyo’ de, Njoroge û bavê wî Ngothoî li ser armanca perwerdehîyê nîqaşekê dikin. Li gor zarokê navê wî Njoroge ye ev yek tenê jî têra armancê dike lê li gorî Ngothoyê bavê wî jî divê perwerde axê ji xwe re bike armanc. Li gorî te divê armanca perwerdehîyê çi be ?
Beriya her tiştî divê giringiyê bi vê yekê dim, pêdîviya me bi dinyayeke bikaribe merivan tev hêzdar bike heye ne bi dinyayeke tene çend kesan hêzdar bike. Ji me wetrê zanîn tenê ji bo nivîskar û profesoran e lê divê em li xwe mikur werin, herkes bi şikl û şemalekê dizane. Ez profesorekî payebilind î Ingilizîyê û edebiyata berawirdî me lê dema behs tê li ser behsê û ez mifteha xwe winda dikim yan jî dema nikarim dêrî vekim, nabêjim ‘‘Ax divê ez têlefonî hevalê xwe yê profesor bikim seva ew alîkarîya min bike’’. Ez gazî çîlîngîrekî dikim. Her wiha ji bo karkerên li fabrîqeyan jî.
Lê belê ev heye, hîyerarşîya di reh û rîşê xwezaya vê civaka tevlihev a em lê dijîn de heye, gellek caran ji pergela zanyariyê û perwerdehîyê peyda dibe, ev jî rastîyek e. Gellek caran em dibêjin qey hinek meriv jixwe xweyî 'ilm in û yên mayî jî çok danîne erdê û li hêvîyê ne ku ev 'ilm bikişe here li ber destê wan. Lê ji dêvla vê divê em ji bo wan pergalên zanînê yên ew bixwe dê bikaribin pê hilberînin, peyda bikin. Ne rast e meriv ji zanînê hîyerarşîyê bixuliqîne; zanîn ragihandin e, danûstandin e. Heke em wiha bikin a wê çaxê em ê bikaribin bi pêş da herin.
Te di destpêka romana xwe ya ‘Sêrbazê Qirikan’ de kevir li bin çengê Welatên Afrîkayê yên ji bo xatirê îmaja civakî, bindest (ên ji qesr û qonaxên wan der) mêtine daye. Di dîmenên tu kûçeyên Aburirayê dişeyîsînî de, di sahneyên îmajê yên ji bo geştîyaran de, behsê dikî bê ka ev tiştana ji teref parsekan ve çawa têne vajî kirin…?
Nexwe em wêneyên Afrîkayê binihêrin. Piranîya wêneyan de yan belengazî yan jî faûnaya dewlemend û floraya derdorekê tenê hatine cixêz kirin. Lê ew xwe lê nakine xweyî (nabînin), ew merivên xweyî mal-milk û merivên ji rêzê nabînin. Lê Afrîka ne tenê welatê belengazan e, ew ne tenê welatê wan kesên xîtika wan ji bêfila wan kişîyayî ye, ew ne tenê welatê wan kesên mixmixk li derdora guhên wan û çevên wan diçin tên e jî. Yên bi mersedesan û bi firokeyan karên xwe pêk tînin jî hene. Ya girîng ew e ku dêna meriv li herduyan bi hev re be. Naxwazim şaş werime fam kirin, ez seva belengazîyê nebînim û wê normalîze bikim xwe li nezaniyê danaynim, ji bo wan herdukan bidime ber hev û firq cûdahîya wan derînime mexderê van tiştan dibêjim. Lê heke ez bi kameraya xwe ve werime Belçîkayê ez ê dêna xwe tenê nedime li ser qesran û avahiyên bilind, ez ê dêna xwe bidime li ser sikakan û heyata merivên li wir jî bê ka ew çawa dijîn, ne wisa ?
Balkêş e meriv dibêje qey dêna berhemên te yên vê axirîyê anegorî yên te yên berê bêtir li ser îronîyê ne. Tu di berhema xwe ya Matigari ma Njiruungiyî de (1986) wiha pê de diçî, bavên xelqê zemanê xwe bi trajediyê re zemanê xwe bixwe jî bi komediyê re divestirînin. Tu di pêvajoya nivîsînê de yan jî ji hêla kar ve jî bi guherînekê dihisî ?
Di Kanûna sala 1977an de çima ku li Gikuyê berhemeke min ji teref gundiyên mehelî û karkeran ve hate leyîstin, ez hatime girtin û wan ez kirime girtîgeheke zêde baş dihate parastin. Ez di girtîgehê da bûm û seva ez ji xwe re bifikirim pir wextê min hebû. Serkirdeyê berê min dabû girtîgehê jî Kîkuyîkî diaxivî, ew Jomo Kenyatta bixwe bû. Ev girtîgeh yekser ji bo kesekî birizîne/bihelîne hatibû lêkirin, armanc ev bû. Loma min hîs kir ku min xwe û tiştên derdora xwe, cihê lê dimam bidaya ber hev, ez ê bikaribûma lê bijiyama. Bi vî şiklî min ken/îronî kifş kir. Min bi tiranê xwe/bi kenê xwe mi'amele ji wan kesên ez kirime girtîgehê kir û vî tiştî parîkî ez baştir kirim.
Berê min di rewşeke wiha da kete li ser romana hîcwî/îronîk, bi romana min a ewil a min li Gikuyê li ser kaxizê tiwaletê nivîsî şûn de dest pê kir. Îronî ev bû: Serokê beşê di heman wextî da profesorê edebîyatê yê li Nairobiyê, di hucreyeke girtîgehê de rûniştibû, ne pênûseke wî hebû ne jî kaxizê wî. Çima ku min bi zimanê Kîkuyî nivisî wan ez girtim lê ez î kêfxweş bûm çimkî hinekên gardiyanan Kîkuyîkî xeber didan. Wan bawer nedikir ku ez seva wî zimanê ew pê xeber didin hatime girtin. Tew wan qet xwe paş ve nekişkişand û ew bi min ra Kîkuyîkî diketine nîqaşê. Di vê dewrana han de birrek îronî hebûn lê ken girîngtir bû ji bo min. Ji wê rojê vir ve ye romanên min îronîk in, ez wisa difikirim.
Em ji gotina Mugoyê lehengê te dewam bikin: “ez merivekî girîng im. Divê ez nemirim. Divê xwe li vê heyatê bigirim, tendurist bim, xurt bim, li hêvîya peywira xwe bimînim, ev berpirsîyarek e him ji bo min bixwe him jî ji bo jin û mêrên siberojê. Anegorî Mugo mayîn (heyat) tişta herî girîng e, ew vê hizrê derpêşî me dike. Te jî sirgûnî da ber xwe (bijart) tu jî gihîştî heman encamê ?
Heke destûra te hebe dixwazim tiştekê serast bikim: min sirgûnî neda ber xwe. Lê erê bi qinyata min divê nivîskarek berî her tiştî li heyatê be (bijî). Heke min pêş da bizanibûya ez ê werime girtin, min ê negota ‘‘ka bihêlin ez ji xwe re bikevime girtîgehê, bila bibe ceribandinek ji bo nivîsên min ên îronîk’’. Lew re sirgûn ne tercîhek bû. Wan ez neçarî wê kirim. Piştî ez hatime berdan ez ji bo danasîna Devil on the Crossê li Londrayê bûm (1980). Çaxa li Kenyayê tişt li nav hev ketin-dîktatoriya Daniel Moiî. Desthilatê ev firsenda han ji bo bêtir merivan bikuje bikar anî û nivîskarên din jî her wekî wisa revîne Zimbabweyê.
Dawîyê, dema ez vegeriyame Kenyayê tişteke wiha qewimî: ez û jina xwe di otêleke Nairobîyê de bûn û hinek kesên bi çek û rext avêtine ser me, wan tiştekî me jî nedizîn lê wan ji bo me biçûk bixin em wisa kirin. (Wan dest dirêjî jina Ngugî kirin, wan bi çek û rextên xwe li Ngugiî xistin û wan cigareyên xwe di laşê wî de temirandin)
Heke di navbera girtîgehê û mirinê de bimama helbet minê sirgûnî bibjarta. Ez demeke dirêj li Brîtanya û Amerîkayê hinekê wê li Yaleyê û Zanîngeha Newyorkê xebitîm û niha jî li Zanîngeha Kalîforniyayê, di sazîyên girîng ên mîna Irvînê de dixebitim û debara xwe dikim û vê rastîyê dipesînim. Lê bawer bikin, her çi dibe bila bibe dilê min hergav li Kenyayê bû.
Dixwazim hema pirr eşkere bibêjim: heke yek ji bo neyê kuştinê revîbe, ez tu pirsgirêkekê di vê revê da nabînim. Yên sirgûnî bûne tiştên gellek baş kirine em vê ji dîrokê dizanin. Mînaka herî zêde tê zanîn Mûsa ye, ew li Misrê mezin bû û wî xelkê xwe xelas kir. Hûn dizanin, Îsa bixwe jî neçar ma û revî Misrê. Dîsa hûn dizanin yên şopa Muhammed diajotin jî revîne Etîyopyayê. Gellek nivîskar dîsa wisa ji Almanyaya Hîtlerî revîne Amerîkayê. Lê dîsa jî li gorî min sirgûn girtîgeheke derve ye. Hûn di her du şertan de jî tûşî neyîniyan tên.
Tu rexnegirekî hetta tu bibêjî hişk yê gerdûnîbûnê yî. Digel vê dîsa jî tu behsa gerdûnîbûneke dijber (contrast) dikî. Çi ye cûdahîya vê ?
Ez gerdûnîbûnê ji bo ew bikaribe rê li ber giftûgoyên maqûl veke û xelk bikaribin pê li hev rûnên xeyal dikim, loma jî ez jê hez dikim, rast e. Mesela dema ez derdikevim gereke, tiştên ez ji wan bawer dikim têne pesendkirin û erê merivên pak dikarin bi hev re bijîn. Ez ji teşeya gerdûnîbûnê ya serkanîyan dimiçîqînin (dest didine ser, didizin) hez nakim. Parzemîna duyemîn mezin a dinyayê Afrîkayê bifikirin mesela. Ji sedî nodê serkanîyên vê parzemînê -zêr, zîv, paxir, uranyum (uranium), çingoyê- welatên Rojavayê/yî pê emel kirin. Ji ber ku Rojavayê dest danî ser piraniya wan, Afrîqa pirr belengaz e. Di çarçoveya gerdûnîbûneke wiha de Afrîqa mîna bexşînerê (donor) Rojavayê; Ewropa jî mîna bêxşînerê Afrîqayê tê nîşandan.
Divê em ji vir şûn de kîjan nivîskarên Afrîkayî bixwînin ?
Dixwazim hûn nivîskarê siberojê yê bi zimanê Afrîkî dinivîsin bixwînin.
* Ev hevpeyvîn cara 'ewil bi sernavê ‘‘Girtîgehê Ez Dame Kenandin: Axaftinek bi Ngugi wa Thiongî’’ re hatiye weşandin. 1ê Îlonê (2023).
https://lareviewofbooks.org/article/prison-left-me-laughing-a-conversation-with-ngugi-wa-thiongo/
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →