Mem Med: Ez texmîn dikim ku gelekî ji te hatîye pirsîn û te jî bersivandiye. Hem ji bo xwendekarên me hem jî carek din ji bo mayindebûnê em jî di serî de wê yekê bipirsin. Yamalı Peyzaj Kürtçe Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (1935-2017) çima ne kurdî ye û cara ewil bi kurdî neweşiya?
Ferzan Şêr: Bersiva herî kurt û kurmancî ev e ku ev tez li zaningeheke tirkî û bi tirkî hatîye nivîsandin. Lê ez bawerim ji ber nivîsandina min a "serhişkî" ya kurdî û her weha rexneyên min ên li gel nenivîsandina bi kurdî û her weha xemxurîya û dilzîzîya raya giştî ya kurdan a li ser daxwaza nivîsandina kurdî dike ku meraqa her kesî biçe ser pirseke wereng. Ez wisa bêjim, têkîlîya min û nivîsandina bimebest a hunerî (weke nivîsandina afrîner jî tê bi navkirin) bi kurdî dest pê kir. Lewma nivîsandina bi tirkî weke karê hunera nivîsandinê bi min xerîb tê. Min ev yek di nivîsandina tezan (master û diktora) de jî hîs kir. Axir li gel sedemên dîtir ên zêde ne girîng ji ber malzemeya halê hazir a bi tirkî, digel şêwra editor û jurîyê min ê tezê mamoste Serdar Şengul û weşangerê me kekê Suleyman Çevik me go bila bi tirkî be. Teza masterê jî bir tirkî bû lê wê demê me yek car bi kurdî weşand. Tirkî qet çap nebû. Ez dibêm belkî karên afrîner ne tê da lê wekî din ku piranîya xwîneran kurd in, arezûya ku zêdetir bi tirkî belav bibe li gel min çênebû. Bi bawerîya min kêm zêde bazar û xwînerên me dîyar in û ew bi kurdî dikarin bixwînin. Hewcehîyeke mezin, girîng û lezgîn bi tirkî nîne. Lê hewcehîyeke term û têgehî ya mezin, girîng û lezgîn bo kurdî heye. Heke ne ji ber malzemeya heyî ya tirkî bûna, min ê hemin bi kurdî xebata xwe bikira ku awayê fikirandina min e, min ê kurdî binivîsanda û wisa belav bikira. Wê demê ji bo baskê hunera nivîsandinê dê arezûyeke min a estetîk jî hebûna.
Te dîsa li ser edebîyatê teza xwe ya masterê nivîsîbû. Li ser edebîyata Helîm Yûsiv. Xêncî wê jî gotar û ceribandinên te yên rexneya edebî jî pirr in. Edîtorî û endamê lijneya kovaran, jûrîyan jî em bînin bîra xwe. Di hêla naveroka romanan de jî her ku çûye guherînên çawa derketine pêş? Mijar, estetîk, biyografîk, otobîyografîk hwd.
Ez serê pêşî anektodek li ser xwebawerîya xwe ya şaş bibêjim. Wextê min xwest ez li ser hemû romanên kurdî karekî îstatîskî çêbikim, min digo qey hemû romanên kurmancî li ber destê min hene û min piranîya wan xwendine. Lê belê wextê min romanên kurdî kir lîsteyekê û her ku lîste mezin bû, di encamê de min dît ku çaryek romanên kurdî li ber destê min bûne ku min ji sedî sed tevan nexwendine. Lewma gotinên min ên derbarê naveroka romanên kurdî de tim ji rêjeyeke biçûk pêk tê û zêdetir çavdêrî ne, ango ji sedî sed ne "bi zanistîya îstatîstîkî" û qetî ye. Bo nimûne ez dikarim bêjim ji sedî filan roman li filan bajarî derketine ev tespîtkirî ne, bi rêjeyek biçûk para şaşîyê tê de dê rast be. Lê naverok ne wisa ne. Nepêkanîya xwendina hemû romanên kurdî wekî ku Morettî bo romanên îngîlîzî dibêje berê mirov dide xwendina dûr. Tevî ku min xwendine, yên ku di bergên wan de nivîsîne, yên ku nivîskarên wan li ser romanên xwe di hevpeyvinên xwe de gotine, yên ku hinek kes li ser wan nivîsîne û tespît kirine ango bi amûr û rêbazên zanistî yên civakî mirov dikare bibêje pareke zêdetir romanên kurdî janrên dîrokî/bîyografîk in; çi bîyografîkî çi dîrokî û çi jî otobîyagrafîk hwd. Mirov bala xwe bidê gelek nivîskarên kurd dibêje "tiştê di romanên min de tev rast in". Dixwaze bibêje tev xwe dispêrîn rastîyê, hatine jiyîn hwd. Lê belê roman bi xwe honak e, tevn e, çêkirî ye û ji rastîyê zêdetir quliband, quraftin û tewandina rastîyê re şêwedayîn û avakarina rastîya xwe ye, ne wisa.
Gelo ev kêmasîyek e?
Helbet na. Li dinyayê her ku diçe carekî din li agahîyên subjektîf, li ser bîranîn û jîyana kesan, nexasim jî wextê mirov bi xwe nivîskarê nivîsandina afirîner be eleqeyek mezin ji bo jîyana wan heye. Li cem nivîskarên kurd ên ku xwe dispêrin peyva "hemû tiştên ku di romanê de rast in" îcazet û meşrûbûnê di rastîyê de, di rasteqînîyê de digerin. Ev jî tiştekî hêja ye, helbet. Lê belê di nivîsandina afirîner de, çi roman û çîrok be, an novela be; mesele hebekî jî ew e ku çawa dibêje, bi çi rengî vedigêre, çilo pêşkêş dike. Ji wir jî rasteqîneyeke dîtir dertê him ya çêkirî, him jî ya şêwaz û teknîkan ku mirov dibêje rasteqînîya estetîk. Tiştê ku ji bo nivîskarên Rojavayî meşrû bin, çima ji bo kurdan ne meşrû be. Ez dibêm pisgirêk ne di janrên bîyografîkî de ye, hebekî di wir de ye ku milê honakî xwe baş lê naqelibîne.
Ez vegerim pirsa te. Kêm zêde edebîyatên gelên din jî di hin janran de bi israr in, ji hinekan hez dikin, ji hinekan hez nakin. Lê belê tiştê ku di wê edebîyatê de qedr û qîmeta bilind dike, yek ew nimûneyên baş ên wê israrê ne, a diduyan ên ku ji wê israrê direvin û tiştên nû diafirînin. Di kurdî de revek ji wê israra bîyografîk jî heye ku şêwazên romanên modernîst û postmodernîst di xwe de dihewîne; teknîkên mîna şepola hişî, kolaj, monologa navxweyî; janrên mîna realîzma efsûnî li xwe zêde kiriye ku nimûneyên xwe yên baş hene.
Ehmedê Xanî ji bo xwe peyva xudreste bi kar tîne. Gava mirov li berhema te dinêre carek din tîne bîr ku ew ne tenê xebateke îstatîstîkî ya roman û romannûsane, di heman demê de ew serencamek e jî ji bo nivîskarekî bê çawa fêrî zimanê nivîskî bûye, çawa xwe gihandiye. Di derheqê konfora nivîskarîya kurdî de çi dibêjî?
Wextê mirov ji nivîskarên kurdan dipirse bê nivîsandina kurdî ji ku hîn bûye dibîne ku piranîya wan xudreste ne, ne perwerî ne ango otodîdakt in. Bloom ji bo anksîyeteya bandorgirtinê dibêje "ji wan kirî her yek xwe bi xwe welidandine". Nivîskarên kurdî jî kêm zêde di nivîsandina kurdî ne bi awakî mecazî û îronîk a Bloomwarî lê bi mahneyeke rasteqînî xwe bi xwe welidandine. Çimkî pedagojî çi yên serdest û çi jî yên bindestan bi vê nevê ji çavkanîyên mirovan heya çavkanîyên kelûmelên şênber kar dike. Belkî li vir ji bo ku mirov xwe dubare neke û tiştekî nû jî bibêje, mirov kare behsa pedagojîya berwarî û tîkaneyî bike. Nivîskarên kurdî bi giştî ji hemû sazûmanan bêpar e ku mirov başî û xirabîya wan bike. Juliet Mitchel tîkanebûna odîpûsê ku rêgeza bav e dişikêne, li hemberî wê berwarîbûna odîpûsî datîne meydanê ku ew jî rêgeza dayîkê ye; yek hîyerarşîk e, a din demokratîk e. Her weha Paulo Freire jî hewl dide hîyerarşîya ku dişibîne perwerdeya banqevanîyê, berovajî bike, bike perwerdehîya azadkirinê. Lê belê bo nimûne Gabor Mate û Dr. Gordon Neufeld berovajîya berwarîbûnê tîkanebûnê derdixin pêş. Her du nivîskar jî ji bo girîngîya dêûbavîtîyê, û her weha rola wan a di perwerdehîyê de tiştên balkêş dibêjin. Li gor wî wan zarok divê ji hemsal û hevalên xwe tiştan fêr nebin, zêdetir ji dêûbavên xwe (ji mezinan) hîn bibîn çimkî zarokê ku bîra tiştan nabe nikare zarokekî din hîn bike. Kêm zêde tiştên wisa. Dema mirov bi çarçoveyeke li derdora van binêre nivîskarên kurdî ji ber rewşa polîtîk a kurdî bêpergal in. Weka ku ji hundirê mirov rûhê mirov derkeve ji pişt ve pehînek li bedena wî bixe û bavêje avê da ku hînî soberîyê bibe. Di vê bêpergalîyê de cihê afirînerîyê jî heye, lê belê zehmetîyên dijwar ên kedê û tiştên dîtir ên ramanî û estetîk jî hene.
Heya vir tu konforek xuya nake. Lê belkî nivîseke Rênas Jîyan em bînin bîra li ser erotîzmê, kêm zêde wisa digo ku serbestbûna nivîsandina zêde li ser erotîzmê bi nebûna sazûmanên sansurê ve girêdayî ye. Heke kêm zêde konforek hebe ew jî ji ber nebûna sazîyê zêdetir ji ber kêmxwendina kurdî ye. Dike ku nivîskar xwe ji otosansurê rizgar bikin. Bêguman ev jî ji beşek ji mijaran pê ve ne pirr e.
Pirsgirêkeke nivîskarîya kurdî jî telîf e. Ev berhem herçiqas ji ber peyva romanê nirxandineke edebî bîne bîr jî di esasê xwe de ev xebateke sosyokultûrî ye. Te di derheqê telîfê de jî gelek tişt gotine. Tiştê ez dizanim heya niha ev jî qet nebûye mijara nivîseke akademik an jî ceribandineke cidî. Gava qal li ser kurdî be qezenca madî dibe ku tenêdi mûzikê de hebe. Em dibînin aliyên qezenca madî tê de heye (mûzîk) jî pirsgirêkê telîfê dîsa jî hene. Heta hîn jî mezintir in. Di nivîsê de ev derfet dijwar e. Ji bo wê tu qala tiştên cuda dikî. Peyva Paradoksa Rûmetê (Rumet Paradoksu) jî ji wir tê. Tu di derheqê vê de gelek mînakên balkêş didî. Tu yê li ser vê çi bêjî?
Bi giştî mafê telîfê yek ji girîngtirîn mijara ked û kedxwarinê ye di bazar û îndustrîya çandê de. Helbet yên mûzîkê û kitêban nabin yek. Çimkî di qada dîjtal de her carê guhdar lê zêde dibe; meseleya algorîtmayan, îstatîstîk, reklam û hwd. ew tiştekî zêdetir madî tê da ye. Meseleya di nivîskarîya kurdî de bi ya min ne madî ye. Mijara telîfê berovajîya hebûna xwe ne mijareke aborî ye mijareke sembolîk e. Ew jî ji alîyê weşanxaneyan ve hatiye xespkirin û her weha weka şidetek li ser nivîskaran hatîye/tê sepandin. Îcar bi awakî aşkere an veşartî, nîvveşartî dilxwazîya nivîskar jî weke rizamendî dema tev lê dibe paradoksa Rûmetê dertê meydanê. Ji bo qada edebî çalak bibe, bibe biwareke hunerî nivîskar vê şidetê qebûl dike, wek ku tune be tevdigere. Her weha ev rûmeta ku nivîskar dest ji para xwe dikşîne, li heqê xwe dibore. Lê belê xwedîyê şîdetê vê weke minetekê dixe stûyê nivîskêr. Bi giştî teorîzekirina paradoksa Rûmetê bi vî rengîye.
Di qada kurdî de ez bawer nakim kes di halê heyî de hêvî bike ku ji nivîsê debara xwe bike. Li dunyayê jî ne wisa ye. Pere qezençkirin tiştek e, debar tiştekî din e. Mirov bi weşangerîyê dikare debara xwe bike. Lê bi nivîskarîya kurdî na. Parikî problema nivîskarîya kurdî jî çînî ye. Ji çîna jorîn a civakê nivîskarên kurdî dernayên. Ev jî dike ku paradoksa Rûmetê zexta li ser nivîskêr xerabtir bike û her weha refleks û ramangerîya wî jî lawaz bike. Telîf û meseleya debarê di vir de bandor li poetîkaya nivîskaran û her weha îlûzyoya (Bourdieuwarî) di nav biwara edebî de dike.
Telîfdayîn nedayîn tiştekî sembolîk e lê nivîskarê kurdî dê debara xwe çawa bike? Hemin ne bi telîfê ye halê hazir. Ji bo ku bibe telîf, qet nebe ji bo nivîskarên baş, lazim e bazara kurdî xurt bibe, ev baskê sîyasî ye, statûya kurdî û nebûna perwerdehîya zimanê zikmakî ye. Gelek caran behsa patronajê tê kirin û daxwaz û arezûya zal ew e ku şaredarîyên kurdan alîkarîya nivîskaran bike. Ji vê cureya arezûya pêgirî zêtedir belkî divê mirov li ser şêweyên nû yên patronajê bifikire, ku serbestî û azadîya nivîskaran zêde bike û arezûya pêgirî ya derhişîn (xwepûçkirin) jî serkut bike: Dayîna xelatan (bilindkirina rûmeta van xelatan), çêkirin û belavkirina torên sermîyana çandî û sembolîk... Li dunyayê ev têne nîqaşkirin. Serdemeke teknofeodalî heye lê di feodalîyê de berxwedan û dijderketin li alîyekî sûda sade ya nivîskar çawa dikare bê zêdekirin. Lazim e zêdetir sazîyên nivîskaran, cimeata nivîskaran li ser van bifikirin.
Pirseke hebekî derî sînorên berhama te...Berfirehîya vê berhemê bi kurdîya kurmancî va sînordar e. Ji wê ezê jî ji bo kurmancî bipirsim. Bêhtir ji bo dînamîkbûna rewşê meraq dikim, ji dêvla sala 2017an heta 2025an ba di vê xebatê de yê çi guherîn çêbiba?
Heke heya 2025an bibûna ku sala çapê ya kitêbê ye ez dibêm wê kar nîvco bimana. Çimkî bi qewlê jurî û mamosteyên zaningehê encax ekîbeke akademîk dikaribû karekî wisa bibe serî. Heke heya 2025 min sînor danîya qedandina wê dê biçûna salên sîhî belkî jî. Henek li alîkî karê ku dest pê dike bi awakî diqede. Heke qesta te guherîna di navbera 2017an heya aneha be, ez dibêm rengê pirsê zêdetir wisa tê fahmkirin,helbet divê mirov biqasî rêbaza di kitêbê de ceribandiye li wê serdemê jî binêre. Çimkî çavdêrî, raya giştî ya mirovan û karên ilmî sê tiştên cuda ne; hewcehî û derbirîna wan jî, jêderk û encamên wan jî ji hev cuda ne.
Weke çavdêrî dikarim bibêjim ku wek ku îtîbara helbestê lê tê vegerandin. Hûrgulî û nuansên di xebatê de cih girtine rengên wan zêdetir bûye. Helbet di vê pêvajoyê de belkî êdî behsa nivîskarîya dîjîtal jî bê kirin. Mafê telîfê wek xwe ye. Wekî fîgurekî qamûyî nivîskarî ji girîngîya xwe ya berî deh salan xwarîye parikî. Her wisa di kitêbê de biqasî ku bîra min lê tê behsa kalîteya çapê dibû. Ez dibêm piştî têkçûna aborî ya li Tirkîyeyê di kalîteya çap û çapxaneyan de nizmbûneke berbiçav heye. Tiştekî gelekî subjektîf e lê laş û çermê me xwînerên serhişk ku ji mizdana rûpelan hez dike êdî heman tahmê ji wan kaxizên erzan nagre. Wekî din divê mirov yek bi yek li wan xalê jêderkî ya di kitêbê de ji nêz ve binêre û çavê xwe zîq û zûr bide wêderê û wisa bipeyve çêtir e ji bo vê guherîna ji 2017an heya aniha.
Dema te dest bi xebatê kir piştî têkilî danîna nivîskaran re xuyaye te gelek zehmetî kişandiye. Tu rewşa Kurdan ya nesitirîn bîlxasa ya Kurdên nivîskar bifikirî gelekî bi kêşe ye. Te çima qadeke ewqas bi kêşe ji xwe re kire mijar. Ji bo hemiyan berhemeke sûdbexş e lê ez dibêjim ewqas jî zehmetîyeke mezin e ji bo nivîskar. Dema mirov dixwîne ew hîs derbasî mirov dibe. Zehmetiyên herî dijwar çibûn?
Şener Ozmen dîsa li vê derê li Kurdarastirmalari digo "îmana min ji edebîyata gazinî diçe". Weke gazin na lê weke veguhastina ezmûnekê dibêjim. Akademî û azadîya derbirînî û ramanî, her weha kurdbûn û xebatên li ser kurdan ev tevde zehmetî ne ku ne ji bo min lê ji bo hemû akademîkên xwedî xîret. Ez wan gav bikim, ên min ên şexsî derveyî van hebekî pirsgirêka ahengî bû. Lîsansa min zanistên tendurîstîyê ye, mastera min wêjeya berawirdî û diktora jî zanistên civakî, bi ser de ez karên nivîsandina afirîner dikim. Zehmetîya herî dijwar ji bo min di navbera rexneya akademîk (qalib û qaydeyên zanistî) û afirînerî de bû. Nivîsa afirîner tevî qaydeyên xwe yên hunerî û teorîkî hêvîya tiştên sînorşikên, qalibnenas dide mirov. Lewma ez hebekî rexneya xwe bi rengê nivîsa afirîner dinivîsim weka ku romanek, çîrokek binivîsim. Dixwazim ew hest bi min re hebe. Min hewl da rexneya ku ji akademîyê av vexwarîye û her weha jêderkên ku ramansazîya min li ber min datîne ku hêza xwe xeyalsazîyê werdigre li hev bînim. Carina teorîze dikim dibêjim rexnenûsîya afirîner. Akademî zêde vê yekê qebûl nake. Meseleya tu dibêjî "filan tişt wiha ye", daraz, hukm û fikran pêşkêş dikî. Lê akademî dibêje "wisa nebêje, bibêje: filan tişt wisa tê fikirîn", zêdetir ji egeran re, ji bûn û nebûna egerên wê re derfetek bihêle. Ez dibêm ferqeke kurdî û tirkî jî heye ku vê ahengê weke asteke pratîkî dijwartir dike. Di kurdî de jêderkên me ew çend ne nerm in, em ji gotina rasterast hez dikin. Lêkersazîya kurdî jî li gorî wan egeran natewe. Çawa ku em dibêjin "tu çawanî", hinek ji bo ku kubarî be bi form kesê duyem ê pirjimar dibêjin "hûn çawan in" ji bo kesekî ku hurmeta wî/ê bigre ango mesafeyekê dîyar bike. Çawa ku Jameson ji bo edebîyata cîhana sêyemîn dibêje "tiştê ku ji destê me çûye", akademîya Rojavayî jî wek edebîyatê rengên xwe ji zimanekî nerm, standart û fikrên kedîkirî werdigre. Xebatên kurdolojîya bi kurdî ji vî milî ve girîng e ku hîna nehatîye kedîkirin ji hêla hêmanên xwe yên zimanî ve.
Di nav gelek zehmetîyan de ez vê meseleya ahengî ku ne aîdê zimanê min ê zikmakî bû, zimanê min nerm dikir û her weha peyzajeke biyanî li xeyalsazî û fantazîyên min ferz dikir, datînim serîya pêşî.
Ji bo Yamalı Peyzaj mamoste Serdar Şengül pêşgotineke berfireh nivîsiye. Di wir de balê dikşîne ser nihêrandina te ya berfireh û piralî, dibêje ev “gelo edebiyateke kurdî heye an tune ye” xelas dike û bi wê jî namîne edebiyata kurdî dikişîne di nava edebiyata dinê de bi cî dike û ji bo vê zemîneke rexneyî ava dike. Li ser vê bipirsim di her hêlê de bîlxasa di hêla sosyolojîya edebîyatê de rewşa edebîyat û romana kurdî ya dinê?
"Edebîyata kurdî heye tune ye", "romana kurdî heye tune ye" ez dibêm piştî serdema sêyemîn a romana kurdî ya kurmancî ku ez ji 2004an didim destpêkirin, ev nîqaş ne zêde belkî di nav çend salan de bersiva xwe girtîye jixwe. Hebûna dîyardeyên wê, reng û rismê wê tiştekî din e. Ez dibêm Yamalı Peyzaj her ku nîqaşa van jî wekî daneyeke dîrokî û sosyolojîkî ya edebî bi kar bîne jî ji wê zêdetir li ser biwarê (field) dixebite, gelo biwareke romanê ya kurdîya kurmancî heye an na? Ji hebûnê jî zêdetir çawa kar dike? Daraz û rêgezên ecibandinê tê de çilo kar dikin; wêneya giştî û hûrgulî ya aktorên wê biwarê çi reng in hwd.
Em werin ser pirsa romana kurdî, bê ka li ku dera edebîyata cîhanî ye? Ez pirsa te ya dawî wisa fahm dikim. Li dinyayê bi Goethe re meseleyeke edebîyata cîhanî heye. Lê bi demê re mirov dibîne ku meseleya edebîyata cîhanî û yên bazarî ji hev cuda ne. Qet nebe ez ferqeke wisa datînim. Komara Edebîyatê heye, Edebîyata Global heye pirî caran ez jî di navlêkirina wan de xwe şaş dikim. Edebîyata dinê ango edebîyata cîhanî tiştek e; edebîyata global, kureyî tiştekî dine. Yek bazar e, yek jî nirxekî di xwe de ye. Di edebîyata global de navê kurdî nîne, wekî ku Achebe dibêje gap in the bookshop, valahîyek di kitêbxaneyê (kitêbfiroş) de, cihên wan vala ye, ew ne li cihê xwe ne. Li edebîyata cîhanî tiştekî wisa nîne, bi îngîlîzî wextê dibêjin cîyê her kesî heye dibêjin there's always room for everyone. Gapa (valahî) di edebîyata global de wextê mijar dibe edebîyata cîhanî dibe room (odeyek), wekî ku Woolf dibêje odeyek ji xwe re. Wêjeya kurdî edebîyata cîhanî de odeyeke xwe heye, lê wernegirtina wê ji alîyê zimanên din ên cîhanî ve ne kêmasîya kurdî neheqîya wan zimanan e li xelkên xwe.
Gelek xebatan de gava ez rastî navên muracaatî wan hatiye kirin têm dibêjim gelo ev xebat di bin sîya filan nivîskarî de, teorîyê de hatiye tengkirin û sînordar bûye! Lê gava min metna te xwend ne tenê nivîskarek, teorîyek, nihêrandinek te miracaatî gelek gelek nivîskarên qerase û nihêrandinên wan kiriye, wan gotina te piştrast kiriye û metn firehtir kiriye û ya baş jî metn di navendê de maye û derveyî van miracaatan jî gelek tiştan dibêje. Gelo gava te dest bi xebatê kir ew tatêl di te de jî çêbû ku ji bo tu rîskan bertaraf bikî? An jî di derheqê vê meselê de dixwazî çi bêjî?
Li biwara zanistê di meseleya kevneşopî û nerîtê de, ji anksîyeteya bandorgirtinê zêdetir girîngîya înovasyonê, tiştên nû û lêzêdekirinî heye. Her wisa zimanekî hevpar, term û têgihên hevpar bivê nevê yên wê dîsîplîna çalak e. Em bêjin di fîzîkî de ohm çi ye, sembola wê çi ye, di kîjan formulan de çawa kar dike. Ev rê li ber gelek kesan vedike ku xebatên nû bikin, tiştên nû kişf bikin an jî qebûlên heyî pûç bikin. Di zanistên civakî de ev çend ne labaratuwarî, delîlane bibe jî li wir jî dixwazin tiştên zanistî di çarçoveya tezan de ji angaşt, hîpotez, tezan ava bibe. Tiştê ku ez dibînim, di zaninstên tibê de, di yên fenê de teorî pêşî tê dayîn, delîl û naveroka tezê ku piranî kantîtaîf in, axirî digihin encamê. Di zanistên civakî de jî pirî caran dixwazin teorî di destêpêkê de bê dayîn, jêderkên wê di nav de. Dema wisa dibe tu taybetmendîya teorîyê dikujî, ez beşa te ya teorîk hildim li teza xwe bikim; ango ya xwe li teza te bikim heke mijara me ya giştî yek be tu tişt naguhere. Bo nimûne em li ser îqtîdar, bîyopolîtîkya Foucaultyî bixebitin, ez di metnên Helîm Yûsiv de tu di metnên Hesenê Metê de divê beşa me ya teorîk ne wek hev bin, heke wek hev bin yek ji me karekî şablonwarî dike, ne afirîner. Ez ji vê terzê hez nakim, carinan hewcehî pê heye ez wê paşguh nakim. Lê bi fahma min a zanistî divê metn û angaştên te bangî teorîyê bike, wê demê teorîya ku tu di xebata xwe de saz dikî û jêderk û angaştên te tev, baş li hev dikin. Wê demê ew rîska ku tu baş balê dikşînî ser ji holê radibe. Angaştên te, tez û jêderkên te dike ku teorî jî firehtir bibe. Bi pratîkek lihevhatî tu karekî teorîk jî dikî, teorîyê diwezîninî, divezilînî.
Û her weha dema mirov muracatî navan dike gelo ji bo çi dike? Çima navên qerase lê ne navên ji rêzê? Gelo ew nav rewabûneke raser didin metna te? Tu dixwazî çi bikî bi wan nav û teorî û têgihan? Bi wan re şer dikî, wan dikî pişt ji xwe re an jî dixwazî dîyalogek deyne bi metna te re, xwe bi awakî xweser bi wê nerîta fikrî û ramanî ve girê bide? Ev tevde pisgirêkên pratîk û felsefî yên rexnegir, vekoler û biwarê ye ku tê de dixebite. Lewma wekî ku Bourdieu bi têgiha selfrefleksîfê rave dike, lazim e her carê mirov li ser "xwe" bifikire. Spas dikim ku te carekî di bi bîra me xist ku em carekî din bi hev re li ser bifikirin.
Ji bo wext û bersivan spasdar im.
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →