‘Herê dotmam were,
xwe berde himbêza pismamê xwe.
Ezê ji te re, ji zivistana xwe a sar
Buhareke germ çêkim.’
(C. A. Bedirxan, Hawar-26)
Gava mirov romanek xwend û berhem rakir kutubxaneyê, jê re çi dimîne gelo? Ya rastî ger mixatabê vê pirsê şiîr bûya, bersiv hêsan bû: carna arambûn, carna hêrs, pirî caran xewek şêrîn. Feqet gava mijar were ser romanê, bersiv zehmet dibe: carna afirandin, pirî caran xiyalşikestîbûn.
Wexta min romana Dîlan Şewqî ya Şekirê di berîka bavê min de[1] xwend afirandinek estetîk li ser rihê min rûnişt! Lê ya rastî gava min berhem kir destê xwe, ji ber navê nivîskar û sernava kitêbê pêşdarazek şablonîk kete ser zimanê min. Dilê xwe de min gote ku ger nivîskar jin be, sernav jî behsa bav kiribe, bivê nevê mijar pesindayîna bavan e. Feqet ez xelitîm, baş e ku ez xelitîm.
Dixwazim di serî de çend tespîtan bikim û paşê bikevim nav hûrgulîyên romanê. Gava roman xwend û min berhem danî kutupxaneyê, min di ber xwe de got jixwe ancax jineke kurd dikaribû feodalizma me kurdan bihejîne, ancax estetîka romanê dikaribû neynikeke afirîner bide rûyê feodalîzmê. Baş e ku edebiyat heye, baş e ku jinên me yên wêjekar hene.
Feodalîzma bindestan
Ya rastî ji têgeha feodalîzmê îmana min diçe. Gava yek behsa vê têgehê dike Kemalîzm tê ber çavê min. Şîdeta epistemîk ya derbarê me de dikeve bîra min. Weke tê zanîn di tarîxa cumhuriyetê de, yek ji navên me jî feodalizm bû, gava dagirkeran behsa me dikirin digotin, ‘ew ên feodal’. Tenê ne Kemalîzm, çepgirên Tirkan jî gava li welatê me dinêrîn, axa û beg û şivan didîtin. Bo wan Kurdistan, Feodalistan bû. Ya rastî liberalên wan jî wilo bûn. Mesela Mehmet Ali Kılıçbay kitêbek li ser feodalîteyê nivisîye û kitêb rastî jî ji hêla naverokê ve serkeftî ye, feqet gava behsa welatê Kurdan tê kirin, Kurd winda ne.[2] Feqet edebiyat?
Edebiyata serdestan piranî estetîka arezûya kolonyal temsil dike. Li gor edebiyata Tirkan feodalîzm bûye bela serê ‘doxuluyan’, nahêlin ‘doxulu’yê reben serê xwe rakin û modern bibin. Loma qerekterên edebiyata wan, ji bo Kurdan ji feodalizmê xelas bikin, dibin xelasker, dibin mamoste, dibin ronakger. Ji Yakup Kadrî heta Fakir Baykurt, ji Orhan Kemal heta Yaşar Kemal, honaksaziya edebiyata Tirkan ev e.
Herwiha edebiyata me Kurdan jî car caran bi isûlên ronakgeriyê feodalîzm ji xwe re kirîye derd û mijar. Mînak berhemên Erebê Şemo,[3] hin berhemên Hesenê Metê,[4] Cîhan Roj[5] û Eta Nehayî.[6] Bêguman feodalîzm hîn jî realiteyek civaka me ye. Loma her tim rastî rexneyên sert û mafdar hatiye. Heta siyaseta me Kurdan feodalîzmê jî weke dijminê gel penasekiribû. Ji salên 1960an vir ve, siyaseta me bi idiaya li hemberê feodalizmê şer bike, xwe ava kiriye.
Feodalizm û Edebiyat
Di vir de dixwazim li dû vê pirsê bikevim: gelo edebiyata bindestan dikare li hemberî feodalîzmê çi bike? Helbet, bersiv hêsan e, divê îfşaker û îtirazker be. Feqet mirov gava di çarçoveya şêwe, vegotin, qerekter û ideolojiya nivîskar û metnê de binêre mesele qet hêsan naxwuye.
Ya ez dizanim di romana me de cara yekem Erebê Şemo xwest bi edebiyata xwe îtiraza feodaliteya li nav me bike. Kir jî; feqet qerekterên wî ronakgerên sosyalist bûn, feqet vegotina wî ronakger û mielimane bû, feqet şêweya wî edebiyatek amûrane bû, feqet zimanê wî têra xwe mêrane bû. Kêm zêde ev qanona Şemo li hemberî feodalîzmê danîye, hîn jî bi bandor e û derbasdar e. Di nivîseke xwe de Remezan Alan, bo edebiyata Şemo dibêje “realizma şoreşger” navê giştî yê edebiyata politîk a dewra Ereb Şemo bû.[7]
Balkêşiya romana Şewqî ewe ku ji vê qanona edebiyata me, ji vê “realizma şoreşger” dûr sekinîye. Her çiqas li dijî feodalizma me îtirazker û êrişker be jî, bi estetîkeke cuda roman honandiye.
Di romana Şewqî de, di serî de estetîkeke hilbêrîner li ber çavên me dikeve. Ev estetîk îtirazeke edipane dihewîne. Ne bi nirxên ronakgeriyê, bi nirxên mirovahiyê heta bi nirxên kurdayetiyê itiraza xwe dihûne. Ne tenê nivîskarê romanê jin e, qerekterên sereke jî jin e, ziman jinane ye, atmosfer jinane ye.[8] Jinek bi serê xwe bi feodalîzma mêrane re, bi tekno feodalîzma civakekê re, bi sînorê du dewletan re, bi çend mêrên domînant re serî dikşîne. Pergala wan dihejîne, heta direve ji vê pergalê û ji xwe re dikare jiyaneke nû jî ava bike. Ya balkeş ewe ku Xanê ne xwenda ye, ne jî şoreşker e, ne jî dewa siyasetê dike. Bi min ya herî muhîm ev e. Jineke Kurd ne ji feminizmê xeberdar e, ne ji micadeleya li hemberê mêran xeberdar e, ne haya wê ji şoreşgeriyê heye; lê dîsa jî bi tena serê xwe radibe li hemberê pergala feodal û dagirker dikeve nava hewldanan. Dikare ji xwe re rêyeke azadiyê bibîne, dikare bireve û dikare xwe li alternatîfekê bigire. Yanê Xanê xwedîyê nirxeke modern nîn e, lê berxwedana wê, reva wê, îtiraza wê têra xwe azadker e.
Dîsa tişta gelek muhîm ewe ku roman feodalîzma navxweyî bi dagirkerîyê ve girêdide. Leşker hene, hesin hene, sînor hene yanê xuya ye xwediyê vê pergalê heye. Ji ber vê yekê estetika romanê bi realîzma bindestîyê hatiye honandin. Mesela di berhema Hesenê Metê de îtiraza feodalîzma me heye, feqet vê feodalîzmê nizanim çima bi sistema dagirkerîyê ve girê nade. Halbukî feodalîzma Kurdan bi taybetî jî ji sala 1880an vir ve ne tenê feodalîzma Kurdan e, feodalîzma dagirkeran e, bi destê wan hatiye avakirin. Dîsa mesela Cîhan Roj di romana xwe ya Dehlîz de bala me dikşîne ser nirxên feodalîzmê. Nivîskar, nirxên feodalizmê çawa dikeve kirasê self-şidetê baş rava me dide, feqet di micadeleya Zen û Sawir de, di kuştina Zen de rola dagirkerîyê çi ye ne dîyar e. Loma ger ev girêdan neyê rojevê, îtirazek sahih naye kirin.
Li hêla din Spivak[9] gava qala çîroka xaltika xwe ya şoreşger dike, dibêje ew herçiqas îtirazkerbûya jî, her çiqas berxwedêr be jî heta astekê dikaribû bibe kirde. Gava dît kirdebûna wê pere nake, xwe kuşt û bi cesedê xwe axivî. Li gor teorîya Spivakê em bifikirin qehremana romanê Xanê ne xwende ye, ne şoreşker e, feqet di nava civakê de xwediyê rolekêye. Baş e çawa bûye xwedîya vê rolê?
Xanê herçiqas keça axayekî navdar be jî, bi saya bav û eşîra xwe ne xwediya vê rolê ye. Gelo li nav civakek feodal jineke xwenda nebe, dewlemend nebe, li pişta wê hêza eşîrê tunebe çawa dikare bibe xwedîya vê statuyê?
Tam di vir de realîzma efsunî dikeve bîra nivîskar. Xanê bi saya pirheboka xwe, bi saya qabilîyeta xwe li nav civakê dibe xwedîya roleke serbixwe. Bi saya pirhebokan dibe xwediya statu û serî bi mêrê xwe re, ji feodalîzma nêr re dikşîne. Jixwe gava mêrê Xanê haya wî ji wê pirhebokê çêdibe dildara xwe ya Xanê berdide, malê terk dike diçe. Yanê naxwaze malê bi pirhebokê re, hêza xwe bi Xanê re parve bike.
Dixwazim rasterast bêjim min realîzma efsunî ya vê romanê eciband. Feqet dîsa jî ev pirs hate ser zimanê min: gelo îtiraza feodalizma naxweyî çima pêwîstiyê bi realîzma efsûnî dike? Gelo çima realîzma bindestîyê têra rexneya navxweyî nake?
Dîsa dixwazim li ser teknika romanê jî çend tiştan bînim ziman. Roman herçiqas ritmîk be jî, yekdeng e. Halbuki feodalîte sistemeke bê-navend e, loma bivê nevê pirdengiyê di xwe de dihewîne. Nizanim çima nivîskar xwe li pirdengîyê negirtîye! Dîsa feodalîzm pergaleke têra xwe nêr e, feqet roman herçiqas weke neynîk taybetmendîya pergalê ya mêrane rava me bide jî, qerekterên mêr ne kemilîye û sist in. Şemso, Meco, Rustem heta pirheboka nêr Xibşê dahî qerekterên zeyîf in. Mêrên romanê loma ne qerekter weke tîp dixuyin. Ji ber ku qerekterên mêr sist hatiye avakirin, zilma mêran jî şêlû dixwuyeê. Mesela gava mêrê Mendê lêdixe, em wî lêxistinê li bejna Mendê nabînin, nivîskar ji me re dibêje. Ji ber van sedeman hin sehne ne bawerdêr e, dîsa ji ber vê yekê atmosfer jî carna ne iknaker e.
Ji feodalizmê tiştekî baş derdikeve?
Baş e Xanê îtiraza çi dike? Nivîskar ji bo feodalîzma me ji me re çi dibêje?
Roman ne îtirazeke çînî ye. Yanê nivîskar li dû afîşekirina zilma çînayetîyê nîne. Feqet dîsa jî bi saya hinek sehneyan em dibînin ku ev feodalîzm, feodalîzma nirxên cotkarîyê ye. Herçiqas çîya jî carna xuya bike jî, roman li ser hîmên feodalîzma cotkarîyê hatiye avakirin. Ev çima muhîm e pekî?
Herwiha em ji xwendinên marksizmê derdixin ku hilbêrin cuda ye, pêwendiyên hilberînê cuda ye, bermahîyên aboriyê cuda ye, destavêtina ked û milkîyetê cuda ye. Ger feodalîzma koçerîyê be, wê demê divê em behsa trampeyan bikin, gava feodalîzma cotkarîyê be, divê em behsa danustandinan bikin. Helbet li gor wê formên civakî jî diguhere. Weke mînak di feodalizma koçerîyê de form trampe/berdel e, ya di feodalîzma cotkarîyê de ked/danûstandin e.
Roman di nava feodalîzma cotkarîyê de statuya jinan ji xwe re kirîye mijar. Weke em dizanin, di civakên wiha de zevî, ajotina zevîyan û mehsulat muhîm in. Yanê keda destan û nifûsên xebatkar lazim in. Loma qîmeta yek şexsek dahî pir muhim e. Di civakên bi vî rengî de zewacên eqrebeyan zêdetir in. Mijar jî ev e. Jixwe Bloch jî bala me dikşîne ser civaka feodaliteyê û dibêje, di vê civakê de zewac bo minfeeta malbatan (eqrebayan) û bo parastina jinan pêk dihat.[10]
Ya rastî, bi taybetî jî di edebiyata me ya devkî û formên dengbêjîyê de eşqa pismam û evîndaran gelek meşhûr in. Feqet bi taybetî jî ji salên 80yan vir ve edebiyata me ya nivîskî xwe ji edebiyata pismam û dotmaman dûr xistîye. Dibe ku sedem modernbûn be û ronakgerî be, heta belkî şoreşgerî be.
Feqet, Şewqî bi awayekî hostane berê me daye vê mijara kevn. Gava keça Xanê ezeb dibe, problem dest pê dike. Hemû civak dizane ku Xanê xwedî pirheboke, loma kes naxwaze keça wê Mendê ji zarokê xwe re bixwaze. Bavê Mendê dawiya dawîn pêşniyazekê li Xanê dike, dibêje “em keça xwe Mendê bidin, pismamê Mendê”.[11]
Mendê her çiqas bibe dildarê pismamê xwe, zarokan bîne jî, ji ber ku zarokên wê hemû keçin, loma her tim pismamê wê zilmê lê dike. Zarokên lawîn bo pergala feodalîzma cotkarîyê gelek muhîm bû. Ji ber ku him bo berdewamiya ûcaxê, him jî ji bo keda destan, him jî ji bo pevçûnan zarokên lawîn gelek biqîmet bû.
Gava Mendê bi wê hêrsê tevî zarokên xwe dizivire mala dîya xwe, îtiraza Xanê destpê dike. Xanê ne serî ji mêrê xwe yê berê re datîne, ne ji zavê xwe re, ne jî tîyê xwe re datîne. Herkes li bendê ye Mendê bizîvire jî, Xanê şevekê lê dixe feodalîzma navxweyî dihecîne, lê dixe sînorên nava Kurdan dipelixîne diçe binxetê.
Realîzma efsûnî di vir de jî xwe rava me dide. Bi saya vê şêweyê sînor radibe, jin rêyek revê ji xwe re dibîne. Belkî jî nivîskar di feodalîzmê de rêyek revê neditîye loma ji bo rêya revê ava bike, dest avêtîye vê vegotinê. Dîsa jî realîzma efsûnî ya romanê bi ya min afirîner e û azadker e. Ji ber vê yekê dişibe realîzma efsunî ya Marquez. Feqet dîsa jî di ziman û vegotina Şewqî de problemek heye. Di hin sehneyan de sînorê romanê hatiye îhlalkirin û çîrok ketiye şiklê meselan. Marquez di mijara sînorê beşên edebiyatê de baldar e. Weke mînak romanên xwe yê Tenêtîya Sedsalê[12] de û Eşq û Cinên din[13] de her çiqas realîzmek efsunî bikaranî be jî, ev şêwe bi rasyonaliteya civakî ve girêdayî ye, qehreman û honaksazîya wî di sînorê romanê de tevdigere. Feqet nizanim çima ji berhema Bextîyar Elî ya Apê min Cemşît xan[14] û vê romanê bêhna meselokan tê.[15]
Welhasil, di romana xwe ya Jîyanek Nîvco[16] de qehremanê Naipaul, ji Anayê re dibêje ‘bes e, ez êdî nikarim heyata te bijîm’ û lê dixe diçe. Xanê jî wiha dibêje ‘ez nikarim êdî heyata feodal ya nêr de bijîm’ û lê dixe diçe. Lê ya muhîm ev e ku Xanê weke xaltîka Spivak bi xwe kuştinê naaxive; bi revê diaxive, bi terkkirina civakê diaxive.
Edebiyata pismam û dotmaman
Di vir de bivê nevê mijar eşqa Celadet û Rewşen xanimê jî eleqedar dike. Herwiha di hejmara 26an ya kovara Hawarê de Celadet rasterast bi sernavê “Were Dotmam” nivîsek nivisîye.[17] Ev çend car e ez behsa zayendperestîya antîkolonyalizmê dikim, ev nivîs di vê warî de nimune ye ya rastî. Bi tevahî nivîs behsa jinên Kurdan dike, lê bi gramerek zayendperest[18] û bavane behsa jinan dike.
Misal: ‘hon hemi ji min, ji me re bûn’,… ‘hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn, baxvan û didevanên we em bûn’,… ‘’vegere’ ev ne gotinek rast e, em nikarin ji te re bêjin ‘vegere’, ji ber ko tu ne çuyî, me tu rêkirî’,…’ were dotmam ez stuna heyîna te stixwar im’.
Di nivîsarê de jin bê îrade û obje hatiye dekorize kirin; mêr weke koka darê, jin weke pelên darê; jin baxçe, mêr weke baxçevan hatiye teswirkirin. Di hêla edebiyat û teoriya antîkolonyalizmê de helbet ev problemek sereke ye. Feqet problem tenê ev nîn e.
Gelo çima Celadet xwedî li nirxên feodalîzmê derdikeve û zewaca pismam û dotmaman îdealize heta romantîze dike?
Di vir de divê em li ser naverokê baş bifikirin: gelo gava kolonizasyon bi her awayê belav dibe bandorek çawa li jinan dike, bandorek çawa li mêran dike? Her du jî wekhev li ber bayê zilmê dikevin?
Li gor tecrubeyên civak û dinyayê, zilm wekhev pêk nayê û jin dibin mixatabê çend zilmên giran. Yek ya pergala kolonizasyonê ye. Ya diduyan zilma çînayetîyê. Ya sisêyan zilma mêrên miletên serdest. Ya çaran zilma mêrên bindest. Ya pêncan zilma heyata rojane. Loma zilma jinan helbet ji ya mêran qat qat girantir e. Haya Celadet ji vê realiteyê heye û dibe ku loma bo piştgirîya jinên Kurdan ketiye nava hewldanan. Her çiqas ziman mêranê be, şêwe zayendperest be jî armanc li hember derketina zilma kolonizasyonê ye.
Wer xuyaye ku armanca Celadet ne mezinkirina nirxên feodaliteyê ye, bi ya min dixwaze nirxên feodalîteyê modernîze bike û van nirxan têxe ser rêya antîkolonyalîzmê. Feqet gava li dû vî tiştî dikeve jinan bê îrade dibîne, xebata antîkolonyal jî dike para mêran. Fanon jî gava behsa micadeleya jinên Cezayirê dikir kêm zêde heman tişt dikir, gava behsa çarşefa jinan dikir weke Celadet difikirî û jin dikir efekteke micadeleya mêran.[19]
Xulase, Celadet jî Fanon jî gava mijar were li ser amûrên antîkolonyalizmê dikarin ronakgeriya xwe bitewînin. Loma gava bi vî çavî li feodalîzmê dinêrîn, nirxên ji vê pergalê bihata modernîzekirin, modernîze dikirin û dikirin binê emrê antîkolonyalizmê.
Feqet dîsa jî xeynî zayendperestîyê di vir de du problemên din hene. Temam, helbet bila jinên Kurd zilma biyanîyan nebînin feqet zilma mêrên Kurd? Celadet yekcar qala zilma mêrên Kurdan nake; gelo gava dotmam bizîvirin malê, hembêza pismaman cinet e qey? Dîlan Şewqî bi estetikeke afirîner rava me dide û li hemberî Celadet derdikeve dibêje hembêza pismaman carna ji jinên Kurd re dibe cihenem. Ya diduyan jî di nivîsara Celadet de gewherhezîyeke (özcülük) vekirî xwe rava me dide. Ez bim gewherhezî jî jehrek dermanxaneya antî-kolonyalizmê ye.
Welhasil, Celadet bi vê nivîsa xwe nirxeke feodalîzmê modernîze dike, heta piçek jî dekolonîze dike. Feqet dîsa jî çiqas rastî vê nivîsê têm piçek aciz dibim ya rastî. Belkî ya di bêrîka Celadet de ne şekir e, benîşt e, loma.
Encam
Xulase, li gor nivîskarê Îngilîz Maitland,[20] kiteba tarîxê divê hesta birçîbûnê bide xwendayê xwe. Ez heman tiştî ji bo rexneya edebiyatê jî difikirim. Rexneyek baş divê xwendevanan birçî bike, heta birçî bihêle.
Vê rexneyê xwendeyan birçî kirîye, nekirîye nizanim lê gava min romana Dîlan Şewqî xwend û da alikî qurequra dilê min bû.
Çavkanî
[1] Dîlan Şewqî, Şekirê di bêrîka bavê min de. Avesta
[2] Mehmet Ali Kılıçbay, Feodalite ve Klasik Dönem Osmanlı Üretim Tarzı. Efil
[3] Erebê Şemo, Şivanê Kurmanca, weş Lis, Bnr Erebê Şemo, Jîyana Bextewar, weş Lis
[4] Hesenê Metê, Labirenta Cinan, weş Avesta
[5] Cîhan Roj, Perde, weş Peywend, Cîhan Roj, Dehliz, weş Peywend
[6] Eta Nehayi, Helale, weş Avesta
[7] Remezan Alan, Bendname, r. 136, Peywend
[8] Van rojan Aysegul Kızılkaya li ser berhemên jinan, edebiyata jinan û irtîbata jinolojîyê karên baş dike. Li gor muqayeseya xwendinên Kızılkaya û vê nivîsê binerin: kurdarastirmalari.com
[9] Bnr Gayatri Spivak, Bindest Dikarin Biaxivin? Weş Pall Weşan
[10] Marc Bloch, Feodal Toplum, r.229, İletişim
[11] Zewacek bi vê rengî di romana Yildiz Çakar de jî hatiye honandin. Herçiqas çîroka Zekeriya û Koçê zêdetir li ser şideta çîneyatîyê ve biherike jî, di vir de jî zilma mêran û civakê ya li ser jinan bi hostane hatiye afirandin. Bnr. Yildiz Çakar, Bazirganê Xeyalan, weş. Lîs
[12] Gabriel Garcia Marquez, Yüzyıllık Yalnızlık, Can
[13]G. Garcia Marquez, Aşk ve Öbür Cinler, weş Can
[14] Bextiyar Elî, Apê min Cemşît xan, weş. Avesta
[15] Ferzan Şêr, di berhema xwe ya bi navê “Sûreta Piştê” de li du berhemên Helîm Yûsiv û bi şixulandina realizma efsûnî dikeve. Bo hûrgulî û tespitên baş bnr, r. 17, weş. Peywend
[16] V.S.Naipaul, Yarım Hayat, weş Alfa
[17] Celadet Ali Bedirxan, Hawar, hejmar 26
[18] Helbet gava ev nivîs hatiye nivisîn, teorîyên feminîzmê li dinyayê belav nebibû. Kêm zêde gramerek zayendperest di devê herkesî de bû. Loma îthama zayendperestîya vê nivîsa Celadet bivênevê anakronîzmê dihewîne.
[19] Frantz Fanon, Cezayir Bağımsızlık Savaşının Anatomisi, weş Yeni zamanlar sahaf
[20] Bnr Marc Bloch, Feodal Toplum, r. 26
*Dixwazim vê nivîsê dîyarê şîna dayîkên me bikim. Helbet şîna wan şîna me hemûyan e.
* Bo xwendina dawî ji Fexriya Adsay re gelek spas dikim.
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →