"Ku temenekî min ê dirêj hebûya, belkî min ê rojekê semînerek li ser têkiliya xwe û porê xwe bida xwe û we. Lê temen kurt, dîrok dereng û mijar wusa pir bûn ku çîroka porê jinekê, wek fanteziya kezikek ya li ser mihrîcana Rîo de Jenaîroyê dixûya. An jî wek romaneke li ser lêgerîna kuliyê ya felsefî."(1)
Ev monolog ya jineke şervan e ku di pirtûka Mizgîn Ronak “Gorçiya Ne Em” de derbas dibe. Ew jin, ji zaroktiya xwe vir ve ji porê xwe hez nake lê belê her tim jê re gotinê "Porê te çiqas xweş e." (2) Wê jî, ji vê gotinê şerm kiriye; ji ber ku xweşikbûna tişta bê ked û belaş şerma wê tîne.
Lehengên Mizgîn Ronak yên di çîrokan de, jin û mêr bi tevahî, xwedî rûmet, kedkar, wêrek, jîr, têkoşer û azadîxwaz in. Ji ber vê yekê sedema acizbûna lehenga jin ya ji porê xwe, ne tenê xweşikbûna bê ked û belaşî ye. Her wiha por, di heman demê de nîşaneya jinaniyê ye. Jinanî di civakê de wekî lawazî tê qebul kirin. Ji ber nehezkirina porê xwe lehenga jin, ji biçûktiya xwe vir ve porê xwe her qusandiye û her carê ku dirêj bûye jî qet hewl nedaye porê xwe xweşkok bike. Li gorî wê jinek neşê di heman demî de hem bedew be hem jî jîr be. Lê piştî tev li şervanan dibe ew nêrîna wê diguhere. Dibîne ku jinek hem dikare bi awayekî jîr û wêrek şervantiye bike hem jî bi bedewiya xwe jî xweş bibe.
Por li vir metaforekî xurt û balkêş e. Te zanîn, di hemî olên yekxwedayî de xûyabûna porê jinan guneh e. Ji ber ku por nîşaneya bedewbûna jinê ya serekê ye ku gerek tu kes nebîne ji xeynî kesên ji bo wan helal tên dîtin. Gelek caran jî porê jinan bi aliyê mêran ve wekî desthilatdariyê, wekî serdestî û cizakirinê hatiye bi kar anîn. Di romana Ernest Hemîngway ya “Zengil Ji Bo Kê Lê Didin” de berî ku falanjîst tecawuzî jinan bikin, porê hemiyan kur dikin. "Wî, ewil ji eniya min destpê kir heya paşstûyê min çû, paşê ji ser serê min re çep û rast derbas bû, piştî wê yekê jî serê min heya paşguhên min kur kir."(3)
"Wan, ez ji şemûga avahiya şaredariyê re xistim hûndir ji ser derenceyê re ez birim odeya bavê min. Ji wê derê li min destdirêjî kirin û ew tiştên xirab li min kirin.” (4) Karekterê jin Marîa ku di pirtûkê de hatiye cî kirin, bi awayekî porkur tev li şervanan dibe. Mînakêk balkêş ya dî jî, piştî ku şerê Almanî û Fransiyan xilas bû û Fransa bi serket, erkdarên Frênsî ên mêr, bi armanca cizakirinê, dora bîst hezaran porên jinên Frênsî, bi sedema baketin û alîkarkirina leşkerên Naziyan, kur kirin. Di civaka Kurdan de jî gava kesek dimire an jî bobeleteke xirab diqewime, di wateya “kezîkur” de qusandina por ji bo giredana şînê wekî ritueleke û li hember neheqiyê wekî nîşaneya berxwedanê tê bi kar anîn. Mînak di salên 2000’an de, di nava “Tevgera Azadiyê"de, gelek jinan, ji bo ku balê bikêşin ser pûçkirina mafên jinan -ku ew bi têkoşînê hatinê dest xistin- wekî nîşandana bertekekê, bi qusandina porên xwe ve protesto kirin. Her wiha ji bo alozî û qeyrana nav rexistinê jî... Di rabirduyeke nezîk de wahş û hovê Îşîdê, termê jineke Kurd ji avahiyekêde dehfan dû wekî serkeftina xwe nîşan bide, porê jina Kurd qusand û bi keziyê porê jina Kurd re wêne girt û belavî dinyayê kir.
Ji ser mînakên kurkirina porên jinan re em dikarin diyar bikin; mebesta vê nivîsê ev e ku baldayîn û nirxandina pirtûka Mizgîn Ronak ya çîrokan “Gorçiya Ne Em” e. Û em ê bersiva ji vê pirsê bigerin: Di “Wêjeya Jinan de em dikarin vê berhemê û edebiyata Mizgîn Ronak çawa bi cî bikin?”
Lê berî em vê berhemê bi cî bikin divê em vê pirsê bikin “wêjeya jinan heye an ne?” Helbet gengeşeyên vê mijarê di wêjeya dinyayê de didome. Li gorî Elaîna Showalter bersiva pirsa “wêjeya jinan heye?” helbet erê ye lê ev wêje, dijberiya edebiyata mêran ji xwe re nake armanc. Xwe bi serpêhatî û azmûnên jinan ve xweyî dike, li gorî xwe xwediyê geşedaneke cihêreng e. Helbet ev naye vê wateyê ku berhemên ku jinan nivîsîne hemî daxîlî wêjeya jinan e. Li gorî Elaine Showalter, wêjeya jinan tenê bi berhemên ku jinan nivîsîne ve pêk naye. Wêjeya jinan tradisyonek edebî ye ku ji serpêhatî, azmûn, çand, ziman û hişmendiya jinan pêk tê. Ji ber vê yekê, hemû nivîsarên jinan daxilî wêjeya jinan nabin.
Li vir pêdivî heye ku gerek jin hem wekî xwîner hem jî wekî nivîskar, bi awayekî radîqal xwe ji edebiyata mêran ya kevneşop veqetînin. Ango "Divê êdî jin dev ji hewldana cîgirtina di nav edebiyata mêran ya kevneşop de berdin. Li şûna wê gerek jin bala xwe bidin serxwe ku dîtbariya çanda jinan zêdetir bibe.(5)
Berî ku “wêjeya jinan û jînokrîtîzm” - Ji bo lêkolîna wêjeya jinan çarçoveyeke teorîk e.- (6) pêş keve, helbet edebiyat û rexnegiriya femînîst li ser afirîneriya jinan ya wêjeyî rawestî ye. Lê bal pêdana rexnegiriya femînîst, bêtir li ser metnên ku ji hêla mêran ve hatine nivîsandin de, jin çawa hatiye taswîr kirinê bûye. Rexnegiriya femînîst, şert û mercên karekterên jin, serboriyên jinan, mêtnên ku di mêran nivîsandinê de jin çawa hatiye bi cî kirin, vedikole. Her wiha rexnegiriya femînîst di wêjeyê de li ser dijberbûna jinan û marjînalkirina jinan radiweste. Ku ew marjînal kirin û dijberî, hin caran aşkere hin caran jî bi awayekî nepenî tê kirin.
Ji hêla dî ve jinokrîtîzm pêş rexnegiriya femînîzmê dikeve.Li gorî teoriya jînokrîtîzm, jin, di edebiyatê de êdî ne tenê xwendekar in, her wiha dibin nivîsakar jî.
Li gorî Elaîna Showalter heke em tenê bala xwe bidin, di metnên mêran nivîsandinê de taswîra jinan çawa hatiye kirin, wê gavê em nikarin azmûnên jinan yên navxweyî fam bikin û em ê bi nêrîna mêran dîtna jinan bidomînin.
Bi awayekî kurt me behsa “wêjeya jinan” kir şûnde ji ser mînaka destpêkê re em dikarin bêjin ku hêmaya por di metn de bi kar anîn bixwe delîleke -helbet ne tenê- wêjeya jinan e. Her wiha di pirtûka “Gorçiya Ne Em” de, di çîroka duyemîn de jî têkiliya lehenga jin û porê xwe ku tê behs kirin, por li vir wekî metaforekê tê hunandin. Li gorî Hélèna Cixous, laşê jinê divê bikeve nav nivîsandinê. Her wiha Ronak jî wisa dike. Di çîrokê de leheng ji bo ku kirasê civakê jê re fesilandiye naxwazî xwe bike, ji bo ku wî kirasî biçirîne tevî ku porê wê gelek xweşikê jî ji porê xwe hez nake, por wekî barekî li ser pişta xwe dibîne. Lê belê di qada şoreşgeriyê de ew fikra wê diguhere. Helbet di vê guhêrînê de bandora nêrîna “tevgerê azadiyê” û porê wê ku bi inyat û israr di her şert û mercî de xweşik e jî, heye. Porê wê di wan şertên tunebûnê û kêmbûnê de jî estetîk e ku hevalên derdora wê jî jê re her tim dibêjin “Porê te çiqas xweşik e”. Jixwe wê jî, hay ji vê yekê ye. Por li vir wekî hêmayeke jinaniyê û bi awayekî kûr hatiye bi kar anîn. Lehenga jin di qada şoreşê de bi pêhisînû qebulkirina jinitiya xwe re, nêrîna xwe ya navxweyî û zayendî diguherine. Piştî vê qebulî û pêhisînê bi jinaniya xwe xweş dibe.
“Wêjeya Jinan, ji metnên bi mêran nivîsandin pêk naye, bi nivîsandinên jinan, serpehatî, azmûn, deng û rengên jinan ve ava dibe.(7) Mizgîn Ronak wekî berhemên xwe ên dî, di vê berhemê de jî zimaneke jinanê û şewazeke helbestî bi kar aniye. Tevî ku di çîrokan de lêhengên mêr jî afirandine di metnan de bi piranî lehengên jin hene. Karekterên jin ên ku nivîskar afirandinê bi sedema di dîrokê de peresîna laşe jinê, di qada şer û şervaniyê de, jin ji mêran bêtir zor û zehmetiyan dikêşin jî bi gelemperî wêrek, fêdakar, jîr, zana, berxwêder û serhilder in. Her wiha bi jinaniya xwe jî xweş in, rolên ku civaka kevneşop ji bo wan fesilandiye jî qebul nakin. Ji hevalên xwe ên mêr re dibêjin ”ev çi ye îcar! Ew mêraniya kufîkî di rewşeke wiha de jî rû dide. (...) Min got: “Parastina çi heval! Encax ez karibim xwe biparêzim.”(8 )
Di çîrokan de, ji şert û mercên şer de jin ji xeml û estetîka xwe jî namînin. Di çîroka dûyem de, şervanên jin neynikên xwe her tim li gel xwe digerînin. Nivîskar li vir, bi behsa karekterê jin ve nîşan dide ku ew jin li neynikê gelek hez dike û neynik yek ji amûrên sereke ya jinan e. Helbet neynika derizî... Nivîskar di şertên şer de jî hezkirina jinan ya li aksesûaran û xwe xemilandinê resm dike ku di wan derfetan de xeml û aksesûra şervanên jin, desmalên rengo rengo ne. Di çîrokê de desmal wekî hêmayeke rengînbûna xwezayê jinan bi kar aniye.
Taybetiyeke Wêjeya Jinan yek jî ev e ku li gorî Hélène Cîxoûs jin arezû û şehweta xwe gerek nedewisîne, edebiyata jinan vê yekê gerek dîtbar bike. Cîxoûs dibêje “Xwe binivîsîne, dengê laşê te gerek were bihîstîn.”(9) Ji ber vê yekê jî wêjeya jinan qada dîtbarkirina evîn û arezûya jinan e. Lê belê karekterên çîrokên Mizgîn Ronak bi tu awayî behsa laş û arezûyên xwe nakin. Hest û hîsên şervanan li hember evînê, wekî hezkirinê nake mijar. Şervanekê/î li ber mirinê hemî bîranînên xwe tîne bîra xwe; bi hevalên xwe re çi kiriye, çawa têkoşîn kirine, çawa şer kirine, dê, xwîşk û birayên xwe...Lê di metnan de em rastî eşqê nayen, em pergî bîranîna hezkirineke zayendî nayen. Helbet şert û mercên şer cihêreng û cuda ne lê bivênevê mirov vê pirse dike "Ma şervan aşiq nabin, qet aşiq nebûne?" Nivîskar li şûna eşqa zayendî, eşqa welêt, eşqa azadî û xwezayê, di metnan de dihune.
Ji xeynî van halan, Mizgîn Ronak bi awayekî jîr di çîrokên xwe de dekonstruksiyoneke pêk tîne. Tevî ku gelek nivîskarên jin di berhemên xwe de bi piranî jin wekî kirde nivîsandine an jî hin nivîskarên mêr, lehengên jin afirandinê jî Mizgîn Ronak tiştekî berevajî dike, ne tenê lehengên jin dinivîse, ne jî bes serpehetiyan jinan dike mijar; Ronak di pirtûka xwe de karekterên mêr jî diafirîne û bi awayekî jîr psikolojî û hebûna wan di metnên xwe de diwênîne.
Di wêjeya dinyayê de Ûrsûla K.Le Gûîn berhema xwe ya di “Yên Bê Milk” de ji çavê Shevek dinyayê dinêre û atmosferekî ava dike.. Dîsa pirtûka Harper Lee di “Kûştina Bilbilê” de bi vegotina Attîûs Fînchroman dihêrike. Di “Gorçiya Ne Em” de jî di çîroka yekemîn, ya çaremîn, ya şeşemîn û ya dehemîn de leheng mêr in. Mizgîn Ronak di serî de bi vegotineke helbestî û bi şewazeke hestiyar ve zimanê nêranê ku di civakê de tê bi kar anîn hildeweşîne. Bi vegotina lehengên ku afirandine ve wê şewaza nêranê serobin dike. Lehengên wê wekî ku di civakê de tên pejirandin, bi lehengiya mêran pêsna xwe nadin, deshilatdar û serdest nîn in berevajî bi awayekî wekhev li gel hevalên xwe yên jin bi hev reşerdikin. Ji ber ku nivîskar mêrên klasîk û kevneşop nake mijar, cihên ku behsa wan dike jî bi devên karekteran re wê pederşahiyê rexne dike û qebul nake. Mizgîn Ronak bi vê şewaz û karekterên afirandî ve di metnên xwe de dekonstruksiyone pêk tîne. Ev şarezeyeke cihêreng e ji ber ku di vî warî de, ji wêjeya dinyayê de wekî me got, mînak kêm in.
Bi teoriya Showalter em dikarin berhema “Gorçiya Ne Em” di nav Wêjeya Jinan de bicî bikin. "Li gel wê jî em dikarin bêjin ku edebiyata Mizgîn Ronak di bin sîwana teoriya hevbirînitiyê de tevdigere. Hevbirînitî, ne tenê jine wek heviyên civakî li ser xetexî dihêrike. Hevbirînitî ev e ku di çarçoveya dahurandinekê de ji hevbirîniya zayendî, nijadî, çînî, netewî û hwd ve pêk tê. Jixwe encax em dikarin bi teoriya Crenshaw taybetmendiya Wêjeya Jinan û berhemên nivîskarên jinên Kurd rave bikin. “Dahûrandinên tenê li ser eksenekî bên kirin wê kêm bimînin. Heke wîsa bi yekalî bên nirxandin, azmûnên jinan-ku ew azmûn di bin gelek awayên hevbirîniya deshilatdarbûnê de tên jiyîn- wê ne dîtbar bimînin”. (10) Ji ber ku jinên Kurdan ne tenê li hember pederşahiyê têdikoşin. Jinên Kurdan ji bo netewa xwe jî şer dikin. Her wiha kevnoşopiya civak û çîna ku jê hatinê jî qebul nakin. Li gorî Audre Lorde "Têkoşîn nikare tenê li ser yek mijarê were avakirin, ji ber ku jiyana mirovan di xwe de gelek qatên nasnameyan dihewîne.” (11) Ji ber vê yekê, "Gorçiya Ne Em" tenê berhemeke ku ji hêla jinekê ve hatiye nivîsandin nîn e. Ew bi ziman, metafor, afirandina lehengan, nêrîna li laşê jinê, bi rexneya pederşahiyê û bi temsîla azmûnên jinan ve şertên bingehîn ên “Wêjeya Jinan” pêk tîne. Di heman demê de, ji ber ku serpêhatîya jinên Kurd di nav têkoşîna neteweyî, zayendî û çînî de dihune, ev berhem di çarçoveya "Teoriya Hevbirînitiyê” de jî xwendinekê hewce dike.
Wê demê wekî pênesayekê “Wêjeya Jinên Kurdan” em dikarin bikin?
Lê belê ji bo bersivên kûr û berfireh, kirina gengeşeyan hewce ye û bi cihêrengiya xwe ve nîqaşa “Wêjeya Jinên Kurdan” ji bo tarîxa Wêjeya Jinan jî hêja ye.
Çavkanî
(1) Gorçiya Ne Em, Mizgîn Ronak, Weşanên Sîtav, Rûpel 13
(2) Gorçiya Ne Em, Mizgîn Ronak, Weşanên Sîtav, Rûpel 13
(3) Ernest Hemîngway, Zengil Ji Bo Kê Lê Didin, Weşanxaneyê Bîlgî,
Rûpel 373
(4) Ernest Hemîngway, Zengil Ji Bo Kê Lê Didin, Weşanxaneyê Bîlgî,
Rûpel 373
(5) Showalter, Elaine. Toward a Feminist Poetics. 1979.
(6) Showalter, Elaine. Toward a Feminist Poetics. 1979.
(7) Cixous, Hélène. “Medusa’nın Kahkahası”. Çev. Senem Timuroğlu. Yeniyazı, Sayı 11 (Güz 2011), s. 151–153.
(8) Mizgîn Ronak, Gorçiya Ne Em, Weşanên Sîtav, Rûpel 52
(9)Cixous, Hélène. "Medusa'nın Kahkahası". Çev. Senem Timuroğlu. Yeniyazı, Sayı 11 (Güz 2011), s. 151–153.
(10)Crenshaw, K. (1989). Demarginalizing the Intersection of Race and Sex: A Black Feminist Critique of Antidiscrimination Doctrine, Feminist Theory and Antiracist Politics. University of Chicago Legal Forum, 1989(1), 139–167.
Ceren Avcil. (2020). Kesişimsellik: Feminizmde Kapsam Genişlemesine Doğru. E-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 12(4), 1290-1312.
(11) Lorde, A. (1984). Sister Outsider:
Learning from the 60s (1979)
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →