Ji bo keçikên ku di civakên kevneşop de dijîn sindoqa cihêz objeyeke wisa ye ku keçik di wê sindoqê de tenê tiştik miştikên ku pê malekê rek û pek bikin naparêzin, ew xeyaleke jiyana siberojê di sindoqê de vedişerin. Da ku gava ew roj hat wê jiyana xeyalkirî bijîn. Hê jî di civaka me de li gelek deveran dayik ji bo keçên xwe sindoqên cihêzan ava dikin. Di pirtûka Lorîn S. Doğan ya çîrokan ya navê Sindoqa Girtî de jî çîrokeke bi vî awayî heye û pirtûk çîrokên gelek jinên din jî di xwe de dihewîne.
Beriya ku em derbasî nirxandina pirtûkê bibin, em bi kurtasî çarçoveya wêjeya jinan bi bîr bixin. Ji ber ku em ê pirtûkê di bin banê wêjeya jinan de binirxînin. Wekî ku Eleîna Showalter çarçoveya Gynocriticism (jînoeleştiri) di berê de daniye û armanca vê ev e ku ji bo analîza wêjeya jinan çarçoveyeke ku di navendê de jin heye ava bike, em ê jî di vê nivîsarê de bi vî awayî di çarçoveya van pirsan de;
Nivîskarê berhemê jin e?
Karekterên berhemê jin in, tecrubeyên jinan di navenda metnê de heye?
Têkiliya berhemê bi şertên civakî û dîrokê re heye?
Di berhemê de deng, ziman, şewaz û perspektîfa jinan dide der?
Mijar û pirsgirêkên ku ji cîhana jinan der tên, wekî malbat, evîn, windakirina endamên malbatê, êş, zarok, pêşeroj, azadî û hewildana ji girêdayîbûnan rizgarbûnê di metnê de hene? (1)
Em ê binirxînin.
***
Ji bo pirtûka Sindoqa Girtî em dikarin vê peytandinê bikin ku berhemeke jinane ye û berhem di bin sîwana wêjeya jinan de dikare be cî kirin. Lehengên pirtûkê hemû jin in û nivîskar li ser jiyan û serpêhatiyên jinan nivîsandiye.
Di çîroka "Dawa Kirasê Dayê" de behsa jineke berxwedêr dike ku hêmbez û dawa dayê di nav şer de, di bin şinge şingê guleyan de jî ji bo her zarokî ciyê herî ewle ye.
Di çîroka "Maça Hinarkê" de berxwedana jineke ku mêrê wê di girtîgehê de ye û bi kurê xwe ve tenê maye, vedibêje.
Di çîroka "Mifte" de jinek bi sê keçên xwe ve, ji bin xêtê, ji ber şer reviyane û li ser xêtê dimînin, dike mijar. Ku vedigerin mala xwe li şûna malê pergî kavilekê tên.
Di çîroka "Fanos" de jinebiyek ji bo ku namûsa xwe biparêze, ji bo ku mêrên gund nêyên bêr derê wê her şev di dest de bi fanoseke li malên gund digere. “Xanim! Beriya ku mêrên gund bidin devên deriyê min, divê ez xwe li civatan bigrim. Beriya ku tu felekan li serê min bigerînin û min bikin qehpika gund, ez mecbûr im êvaran ji maleke bikevim maleke din” (2)
Çîroka Sindoqa Girtî, çîroka jineke têkçûyî ye. Bi kurtî: Çîrok jina ku dixwaze bi zewacê re bedena wê bi destê mêrekî ve bê pelandin û pitikek bi çiçikên wê bimije bêpar maye, vedibêje. “Dîsa bibîr tîne ku laşê wê, ji destê wê pê ve têhna tu destên din nas nekiribû, awira tu çavan li ser rêçikên laşê wê nemabû” (3) Di dawiya dawî de heyat û xeyalên xwe yên ku di wê sindoqê de girtî mane cara dawî lê dinêre û ji sindoqê û jiyanê xatir dixwaze. “Vê carê bîst hebên di paketê de mayî bi hevdu re davêje devê xwe. Bi ser de qedeha avê bi qurtekê vedixwe.” (4)
Gava em pirtûka "Sindoqa Girtî" dixwînin em hay jê dibin ku wek çîroknûsek, diyar e ku derdeke Lorîn Doğan heye.
Wekî ku romanûs û çîroknûsa wêjeya Tirkî Latîfe Tekîn dibêje “Mirov belasedem nanivîse, ji bo ku binivîse gerek derdeke wê/wî hebe. Ji bo ku jiyana asayî nikare bidomîne mirov nivîsan dinivîse, piştî têkçûnekê re mirov dest bi nivîsîne dike” (6)
Peytandineke gelek di cî de ye ji ber ku nivîsandin rewşeke hebûnî ye. Nivîskar carinan ji bo ku ji rastiyê bireve xwe dispêre nivîsan, carinan ji bo ku ji wê rastiyê re serederiyê bike dinivîse, carinan jî hewceye ku hin rastiyan bi rêya wêjeyê bîne ziman dinivîse. Mirov gelek caran jî, ji bo ku ji bin têkçûnên heyatê de bikaribe rabe ser xwe dinivîse.
Lorîn S. Doğan jî ew nivîskare ku mijarên civakî, yên jinan, yên bi jinan ve girêdayî di berhema xwe de nivîsandiye. Wê xwestiye ku jiyana jinên bindest resim bike. Lê wekî ku peywireke bi cî bîne, gerek ew jiyana wan jinan bihatana nivîsandin; ji ber vê pêdiviyê rûniştiye û ew çîrok afirandine. Lê, naxwe derdeke nivîskar heye, gerek wî derdî bi me jî bidaya hîsandin. Her çiqas mijarên van çîrokan hejiner bin jî, ew hîs derbasî mirov nabin. Di hinek çîrokan de karekter vebêj in, hinekan de jî nivîskar. Tevî ku çîrokên bûyerîne jî destpêka çîrokan bi vegotineke rasterast û bi rîtmeke giran dest pê dike. “Di rojên spî de, tenê şopa wî û yên wekî wî li vê navçeyê qelibî...” (5) Halbûkî destpêk, li şûna vegotinê, bi kêliyên ku pirsan di hişê xwîner de çêdikin, dest pê bikira vegotin jî dibe ku bêhtir bi bandor bûya.
Di çîrokan de afirandina atmosferê tenê bi wênendina şûngehê ve nabe, ji bo ku hestên karekteran derbasî xwendekar bibe, gerek rîtm û muzîkeke metnê jî hebe. Bi taybetî di çîrokên jinan de ew hal girîngtir dibe. Her wiha bi awayekî ku li ser dîkê çê dibe, afirandina atmosferê, tenê bi qewimîna bûyeran dizayn kirin ve nabe. Lorîn S. Doğan jî, atmosferên şer, têkçûnê, xizaniyê, hilweşîna malan, bajaran, hesreta jiyîna jinbûnê, penaberî û hwd. ava kiriye. Lê belê ji bo ku di wan atmosferan de hestên xem, tirs, kerb, êş, hezkirin, evîndarî, dayikbûn, dilsozî, birehmbûn û hwd. xweş li hev neanîne ew hest derbasî mirov nabin. An jî ji bo ku xwendekar bi wan hîsan bihîse cîkirina objeyan şênekiriye li hev bîne. Mînak di çîroka Sindoqa Girtî de ji bo têkçûna lehengê jin bide nîşandan objeya sindoqe bi kar aniye. Lê di destpêka çîrokê de nivîskar haya me bi sîndoqê naxe. Sîndoq tenê di dawiya çîrokê de bi cî kiriye, sîndoq bi yek car ve der tê pêş me, ew yeka jî ji bo hîskirinê têrê nake. Her wiha objeyên mifte, dawa dayikê, paltoyê şîn û hwd. jî ku ew objeyan di despêka çîrokan de em nabînin di dawiya çîrokan re tên ber me lê ew jî nahêle ku mirov bi hesta karekter bihîse.
Gava mirov çîrokên di pirtûkê de diqedîne beyî hemd difikire “gelo min çi xwend? Ew çîroka ku min xwend, bi hêla mijar ve tevî ku ew qas bi saw e, çima bandor li min nekir?” û van pirsan li xwe dike. Çimku, vegotin û şewazeke yeknesak, rasterast û bêrîtm nahêle ku ew hîs veguhesin mirov.
Bûyerên ku nivîskar kirine mijarên çîrokan balkêş in, hemû jî civakên wekî me yên bindestan in û nivîskar li ser serpêhatiyên jinan hûr bûye. Bi vê hêlê ve Lorîn S. Doğan bi awayekî jîr çavderiya civakê kiriye lê belê şênekiriye kirasê vegotineke bi huner li çîrokên xwe bike. Nivîskar hewl daye ku bi destnîşandana tevger û reftarên karekterên ve xwendekar têbigihe psîkolojiya lehengan... Lê vegotin û şewaza çîrokan hindî bêhest û mekanik e ku ev yeka rê nade mirov li çîrokê germ bibe. Gelek caran berdewamiya çîrokek bi awayekî zorakî tê. Lê vê başiya çîrokan jî em texsîr nekin; tevî ku çîrok bi vegotineke giran dest pê dikin jî ger mirov bi sebir be ji navê şûn de bi bûyereke ve, bi diyalogan ve hinek rih tê çîrokan, jîndar dibin. Dibe ku serkeftina van çîrokan fînala wan be, ji ber ku dawiya çîrokan bi bandor diqede.
***
Wekî encam; Di mijarên wekî qedexekirina zimanê Kurdî, mirin, koçberî, penaberî, îşkence, şer, mêtîngerî, kuştina zarokan, tacîz û tecawûza jinan û hwd. nivîsandin hêsan nîn e. Gelek nivîskar hem şahîd hem jî mexdûrê van serpêhatiyan in. Ev yeka jî dike ku nivîskariya civakên wekî me gelek caran bi êş heta bi awayekî patolojîk be. Çimku nivîskar gava wan serboriyan (gelek caran travmatîk in) dinivîse bivê nevê dikeve wê bîra kolektîf û her carê leqayî wan hîs û hestên di wan deman de çêbûne tê ku bandora wan bi dibetiyeke mezin hê jî didome. Ji ber vê yekê jî ji nivîsandina bûyeran bêhtir marîfet ev e ku hest û hîsên metn di xwe de dihewîne veguhese xwîner. Jixwe ji armancên wêjeyê serekê yek jî ev e ku Berna Moran bi vî awayî tîne ziman “Ji ber vê yekê, ji nivîsandina tenê bûyer û serboriyan wêdetir, hêza metnê di wê yekê de ye ku hest û hîsên ku metn di xwe de dihewîne, dikare bigihîne xwîner. Ev yek jî dikare wekî yek ji mebestên sereke yên wêjeyê were nirxandin.” (7)
Pirtûka Lorîn S. Doğan ji hêla navendkirina tecrubeyên jinan, karakterên jin û mijarên jiyana jinan ve berhemeke girîng e. Di wêjeya jinan de; lê hêza mijarî ya çîrokan her tim bi hêza formî û vegotinî re wekî hev nabe. Nivîskar ne ji hîs û hestan, bi objeyên ve xwestiyê hestên karekteran nîşan bide lê vegotina ji dora objeyan estetîk nîn e. Çîrok jî ew cureyê ku di edebîyatê de bi taybetî jî di wêjeya jinan de pêdiviya pêşkeşkirineke estetîk dixwaze. Helbet çîrok cureyeke pexşanê ye lê ziman û vegotina ku çîrokan de tê bi kar anîn gerek derveyî sînorên pexşanê be. Bi vî awayî şewaz û vegotina rasterast û hinek caran mekanîk, di hin çîrokan de dibe asteng ku veguhestina hest û hîsan ji karakteran ber bi mirov re çê bibe.
Di dawiya dawî de nivîskar serê weris xweş girtiye lê berdewamiya wê bi heman awayî neaniye. Tevî ku mijarên ewqas balkêş nivîsandinê jî mixabin mirov, hestên têkçûyîn, hizn, kerb, hesretmayîn û hwd. bêyî hîsk kirin, bi awayekî temaşevan, çîrokan dixwîne û dibore.
Çavkanî
(1) (Showalter, Elaine, “Toward a Feminist Poetics” (1979/1988)
(2) (Doğan S. Lorîn, 2020, Sindoqa Girtî, Weşanên Avesta, Fanos, Rûpel, 59)
(3) (Doğan S. Lorîn, 2020, Sindoqa Girtî, Weşanên Avesta, Fanos, Rûpel, 62)
(4) (Doğan S. Lorîn, 2020, Sindoqa Girtî, Weşanên Avesta, Fanos, Rûpel 63)
(5) (Doğan S. Lorîn, 2020, Sîndoqa Girtî, Weşanên Avesta, Paltoyê Şîn Rûpel 31)
(6) Oggito, Semih Gümüş söyleşisi, 18 Haziran 2018.
(7) Moran, Berna. Edebiyat Kuramları ve Eleştiri. İstanbul: İletişim Yayınları, 2024.
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →