Çi serenavek dirêj, bi saw û mirov serobin dike, ne? Tenê bi xwendina peyva “tacîzê” mirov hildiciniqe, dilerize û di ser de jî “tacîza ensest”... Her mûyeke mirov, di laşê mirov de wekî mixan cit dibe.
Em serenav û bandora wêya bi dehşet bidin alîkî û hinekî bifikirin û xeyal bikin; hûn li mitbexê rûniştine, çi heye li mitbexê; firax, dolab, mase, kûrsîk, belkî li diwêr hinek wêne, li ser ocaxê beroşek, di nava bêroşê de pîvaz dikelin...
Dengê pilq pilqa ava dikelî, dengê ji kolanê tên, bêhna pîvazên kelandî...Di navbera salon û mitbex, tiwalete û mitbexêde mekuke bigerînin û li şaneyên hiş, binhiş, çûyîna rabirdûyê, hatina zemanî têdeyî û hwdherin û werin...
Di atmosfereke wisa de nivîskara me yê jin nivîsandiye û hey nivîsandiye. Wê bi awayekî sergirtî, bi hêmayan û hevokên bi raz ve nivîsandiye û virvirandiye ber me û wekî bibêje "hanê ji we re, êdî wê çi, bi çi awayîjê fam kir, hûn bi qewlê xwe ne..."
Bi rastî metnê romanê jî metneke wisa ye. Ji ber ku nivîskar bi teknîka “şîpehiş”ê (1) nivîsandiyê, ev yek jî rê dide ku têgihiştinên subjektîf derkevin holê. Lê hinek cî hene ku bi dibetiyek mezin, bi awayekî objektîf gelek xwîner têdigihîjin heman encamê.
Berî ku em bên ser naveroka pirtûkê, bi nêrinê çarçoveya wêjeya jinan em dikarin vê peytandinê bikin; ew roman di serî de bi atmosferê afirandî ve di wêjeya jinan de cî digre. Nêrîneke nêrane heye kudi wêjeyê de wekî navgînek, mekanek, mijarek bikaranîna mitbexê biçûk dibîne. Gava nivîskarên jinmalê, mitbexê di berhemên xwe de dikin mijar an jî şûngeh ew nêrîn wekî xwe teyît bike, vî fikrî diparêze; qebareya wêjeya jinan ew qas teng e ku bi mal û mitbexê ve sînordar e. Ji ber vê rewşê, berhemên jinên nivîskar hê jî di qada wêjeyê de li gorî vê nêrînê kêm nirx tên dîtin, ne ehîl tên qebul kirin. Ev roman, ji wan romanên mînakek e ku vê nêrînê serobin dike, pûç dike vê nêrînê nêrane dirizîne. Çimku di mekana mal û mitbexê de, bi atmosferê avakirî ve, bi hêmayên bikaranîn ve, ji her objeyekî rebarkirina wateyê re, nîşan me dide ku axaftin ne tenê gotine, wate ne tenê bi xuyabûna tiştan ve sînordar e. Her wiha li vir mijar ev e ku,“Tu mijar bi serê xwe acizker nîn e; ya girîng ev e ku nivîskar bi wê mijarê çi dike?” (2) Di vê romanê de jî nivîskar, bi naveroka vegotinê ve, bi ziman ve, bi hunera şaîrbûna xwe ve jî şewazeke têra xwe poetîk şixulandiye.
Erê em behsa romana Eyşana Beravî Nowayê dikin. Di romanê de lehenga jin, çend rojên xwe, li ser hinek objeyan, bi vegerîna rabirdûye ve vedibêje. Di vê vegotinê de bera jî bi No, Nowa û bavê xwe wekî lehengên din dikevin nava resmê. Nowa kesayeta nav lehenga jin e, dengê kesa din e. Nowalisa jî pitika pêlîstok e.
Vebêj bi zimanê kesa yekem vedibêje. Jina vebêj carinan bi Nowa re diaxife, carinan bi No re, carinan bi bave xwe re, carinan bi xwe re diaxife, di ciyekî de jî bi diya xwe re diaxife. Carinan jî No û Nowa bi hev re diaxifin. Gelek caran binhişê vebêj ji Nowa re diaxife. No jî, em jê fam dikin ku hezkiriyê Nowa ye. Tespîtkirina vê yekê girîng e ji ber ku vegotina nivîskar rasterast ji ser xetekê, naherike. Bi xêzên zîq-zaq tê û diçe.
Nivîskar di romanê de sê karekterên eslî afirandine; yek bixwe, yek Nowa, yek jî bav e. Jixwe lehenga jin piştî tacîza bavê xwe Nowa welindandiye. Em herçiqas bi şik û gûman bin jî, têgehiştina tecawizkirina bavê xwe ya keçê jî, ji vê hevokê em fam dikin; "Çi eceb e ne baba, ji dilopek ava spî laşek bi xwîn dixuliqe." (3) Ew hevok îhtîmalê vê yekê dixe bîra me.
Em têdigehin ku fikra destdirêjkirina bavê li keça xwe; wexta pergî tê ku keça wî bi pênûsê kaxizê xêz dike û guhdarî wî dengî dike, çê dibe.
"Te dî ev dengê pênûsê yê bi temasa kaxizê re dertê, dengê orgazmê ye haa! Bavê min pir baş bi dengê hanê zanibû. ... Min jî tiliyên xwe eynî wek wî li ser kaxizê direqisandin, lê tu carî tîpên min û wî nedişibiyan hev...jixwe gava ez li odeya xwe didîtim eynî wek ku min tiştên ne tişt kiribe, qûna min dida ber şeqeman." (4)
Di destpêkê û heta dawiya pirtûkê vebêj, bavê xwe sucdar dike ku ji heşt saliya xwe vir ve marûzî tacîza bavê xwe maye. Rewşa eceb, helbet nakokiya mezin jî ev e; tevî ku leheng bavê xwe sucdar dike jî, ji bavê xwe nefret nake. Giliyê wî jî dîsa ji wî re dike, gazincdar e lê ji bavê nefret nake. Ew rewş, jê re bû ye trawmayek e û di romanê de hişê nivîskar bi vî awayî dimeşe, dimeşe û dîsa vedigere ser hinek hêmayan. Di tevahiya romanê de li dor wan hêmayan dizivire.
Trawma rewşek wisa ye ku kesên trawmatîk neşên bi bûyerên yê bi saw û tirs ku leqayî wan hatine re serederî bikin. Ji ber wê yekê jî di heyatên xwe de, beyî hemd, her û her li dor hinek tiştan, hinek objeyên ku wê trawmayê bi bîra wan dixin, dizivirin.” Hinek trawma ew qas kûr û xedar in ku dibe ku tenê nivîskar dikarin wan biqulibînin û tenê ew dikarin eşê veguherînin wateye.” (5) Ew halên wan kesên birîndar, lihevhatina laş û ruhê wan gef dike û şopên kûr û mayînde di kesayeta wan de dihêle.
Lehenga nivîskar jî bi heman awayî, bi objeyên malê re her di nava wê trawmayê de dijî.
Diya wê her û her aspîrîna di avê de dikêlîne da ku mal ji nexweşiyan xilas bibe. Lê lehenga jin dizane ku aspîrîn dermanê nexweşiyan nîn e. Ji ber vê yekê jî ew di mitbêxê de her û her di avê de pîvazan dikeline. Nowa ava pîvazan vedixwe ku ji bandora destdirêjiya bavê xwe xilas bibe. Ew wisa dihîse ku nava wê, qirêj e û îltihap girtiye. Ji ber ku bavê wê, ji zarokatiya wê vir ve ew tacîz kiriye. “Hinek dikin tiştên guneh bikin, hinekên din jî dilêzînin bo şîrikiyê ji gunehên wan re bikin. Wê ewê jî bi wan re bikevin wê lotika lihevsiwarbûne. Lîstika bavê min herî pir jê hez dikir û tim dixwest bi min re bileyîze. Tiliyên min jî li wê lîstikê hez dikirin lê ez na, qet na.”(6) Bi awayekî sergirtî behsa vê yekê dike.
“ Na na, neyê, tê, va ye dîsa tê, tim tê. Tê dide devê min. Devê min bi ava pîravokî tijî dibe, dibe, dibe...Nebe, devê xwe bigire, venebe. Tî me û devê min newêre xwe veke. Taseke ji ava pîvazên kelandî bi ser xwe dadikim, tehma pîravokî û behna avike hîn û hîn û hîn..." (7) Li vir jî bi rêya hêmaya pîravokê ve behsa wê tacîzê dike. Nowa ew keçik e û pîravok bavê wêye. Pîravok bi darê zorê ava xwe dixe devê Nowayê. Nowa çiqas berxwe dide jî nikare xwe ji ber lepên bavê xwe xilas bike. Ava ku behsê dike avika bavê wêyê nêrane ye.
Tê zanîn ku pîvaz wekî antîbiyotîkê, li dijî îltihabê tê bikaranîn. Nowa piştî vexwarina ava pîvazê her dibeze tiwaletê, dimize da ku ew îltihap ji laşê wê derkeve.
Em Nowa gelek caran li ser sedyeyê diranker dibînin. Ew dixwaze, bavê wê ku avika xwe yê nêrane bi darê zorê valayî devê wê kiriye jê xilas bibe. Ji bo vê yekê jî diçe diranker ku diranên xwe bide kêşandan da ku ji wê tahma genî ji devê wê bimiçiqe. Her wiha dixwaze diranên hişê jî bide kêşandin ku ji wê êşê bifilite.
Di gelek ciyan de pirtûka vekirî dişibîne jineke şeqvekirî. Çavên diwêr hene û ew çavên bavê wê ne û gava ew li mal be, ew çavan her li wê dinêrin. Gelek caran dixwaze ji xwe biçe, ji vî halî xwe xilas be, ji bo vê jî hêmaya trenê dertê ser sehneyê.
***
Di metnên bi teknîka şîpehişê hatinê nivîsandin de veguhestina hişê nivîskar gelek caran bê pergal û beyî sansur, bi mêjiyekî çeliqî ji xwîner re tê kirin . Ji ber vê yekê, ji romanên bi teknîka şîpehişê hatine nivîsandin bendewariyê rekûpekiyê, xwazeke badilhewa ye.
Lê herçiqas teknîka şîpehişê ji nivîsandinê re qadeke berfirêh û rêyeke azad vedike jî hinek tişt hene, mirov nikarî çavên xwe jêbigre ku ew tiştan xwendina berheman dixin zorê û mirov diwestînin.
Teknîka şîpehiş, tenê vegotineke bi bîrxistina serbest an jî di wê kêliyê de ku tiştên hatin aqilê nivîskar hema bi awayekî lez û bez veguhestina ser kaxizê nîn e.
Nivîskar ew teknîk di vê pirtûkê de bi awayekî bêserûber bi rê ve biriye, li gelek ciyan çi dixwazî bibêje naye fam kirin, metn perçe perçe ye, navenda metn nîn e, mirov tam têdigihije ku çi tê gotin ji nişke ve derbasî tiştek din dibe û dîsa jimijarê vediqete.
Ji bo ku metn ji vê veqetînê, qetqetokbûnê xilas bibe nivîskar bi awayekî kaotîk dîsa vedigere wan hêmayên dûbarekirî û dixwazî metn, vegotinê bi hev re girê bide. Helbet di metnên modern de ne şert e ku navendek hebe, nivîs li dora wê navendê bê nivîsandin. Nivîskar dikare li dor perçeyan bigere. Lê di vê romanê de handîqap ev e ku mirov şopandina hişê vebêj an nivîskar zehmetiyê dikêşe.
Di teknîka şîpehiş de, hişê leheng dişîpe xwendekar dişopîne, heya ciyekî tê lê di qonaxekê de nivîskar dixe bîra xwendevan ku ew rewş, bûyer û kareketerên ku vedibêje bi awayekî bi hev re tên girêdan û bi hev re diherikin. Lê di vê romanê de metneke zêde belawela heye.
Di romanê de, dimetnê ku li ser navê teknîka şîpehiş hatiye nivîsandin de li gelek ciyan, hiş bi awayekî bîrxistina serbest, bi rêya objêyan, kêliyan naşîpe. Li vir hiş bi awayekî din dişîpe; tîpên ku dengên wan nêzî hev in, pêyvên ku bi alî bilêvkirinê vedişibin hevdu, bi hewldaneke hevokên afirandina estetîk ve li pêy hev rêz dibin. “Wê rojê min surahiyek kirîbû, ev heye hefteyek e, mala ava safî dike, belkî malê ji avê safî dike.” (8) ”Xwe dinixumînim nava xwe, nava xwe bi xwe dinixumînim.”(9)
Ew jî derdixe holê ku hiş bi awayekî xwezayî naşîpe, di mêjî de bi hevokên çêkirî ve tê ajotin. Yane hiş bi awayekî xwezayî naherike. Her wiha bi vî awayî hevokên ku peyvên dengên nezî hev di xwe de dihewînin û hevokên ku dengên wan dişibin hevdu li dû hev rêz dibin; di hinek ciyan de metneke estetîk lê estetîkeke bê wate jî derdixe holê. ”Dengê yekî dibêje; werin ew derpîk derpîkên Leydî popo ne. Popo nakevin derpikan, êdî derpik dikevin popoyan.” (10) Nivîskar xwestiye ku zimanlîstinê wekî şîpehişê bişuxilîne lê mixabin di gelek ciyên metn de lihevnehatina vê kirinê bi awayekî beloq xwe eşkere dike.
Encam
Gotina, vegotina, nivîsandinê ensestê tiştekî zêde zêde zor û zehmet e ku nivîskareke jina Kurd rabûye xwe daye ber mijareke wisa giran, ew wêrekiyeke gelek mezin e. Ev ne karê herkesî ye ku vî barî bide ser pişta xwe.
Helbet nivîskar rewşa tacîza ensest raste rast venegotiye lê xwînereke baldar gava dixwîne ne mimkune ku tênegihije vê yekê. Eyşana Beravî hêmayên bi kar anî ve, dûbarekirina hin rewşan ve di nav romanê de vê tacîzê bi awayekî belavkirî vedibêje. Jixwe bandora trawmayê jî ev e ku kesayet û hişê mirov jî perçe wesle dike. Dibe ku nivîskar teknîka şîpehişê, ji ber şibandina trawmayê û şîpehişê bi zanabûn hilbijartibe. Çimku jixwe têsîra trawmayê herî mezin yek jî ev e ku hişê kesên trawmatîk perçe dike, pergalê lê belav dike. Helbet bikaranîna teknîka şîpehişê di şopandina hişê nivîskar de zehmetiyê çê di ser de vegotineke belav ji bo têgehiştinê, hewcedariyê dike ku roman bi baldarî bê xwendin.
Di dawiya dawî de Nowa ne tenê bi mijara tacîza ensestê girîng e; roman bi veguhertina travmayê bo hêmayên mekanî, objeyan û parçebûna hişê re, formeke vegotinê ava dike ku şîpehiş, travma û mekanê malê bi hev ve girê dide.
Çavkanî
(1) Ev têgih ji alî Dilawer Zeraq ve hatiye afirandin
(2) Roberts Michèle (2005) The Gûardian “You can write about a kitchen sink in a way that challenges …” başlıklı yazısı
(3) Eyşana Beravî, (2025) Nowa Weşanên Avesta, Rûpel 83
(4) Eyşana Beravî, (2025) Nowa Weşanên Avesta,Rûpel 14, 15
(5) Tonny Morrînson’s Beloved: A Woman Writer on Slavery and the Haûtîng, Nasty Women Wrîters
(6) Eyşana Beravî (2025) Nowa Weşanên Avesta, Rûpel32
(7) Eyşana Beravî, (2025) , Nowa Weşanên Avesta, Rûpel31
(8) Eyşana Beravî, (2025) Nowa Weşanên Avesta, Rûpel 17
(9) Eyşana Beravî, (2025) Nowa Weşanên Avesta, Rûpel 32
(10) Eyşana Beravî, (2025) Nowa Weşanên Avesta, Rûpel 25
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →