“Ez, Behramê kawaşî, xwendekarê medreseya ilmê îlahî…
Ku te bivê tu rastiyê bizanî, bide ser vê rêyê...
Rêya zanîna rastiyê ev e.
Heta tu digêhîjî cîhê xwe, xwe jê nede alî.
(Gotinên Gunehkar, r. 109)”
Ev gotar di pêwendiya “Teoriya Gnostîk” û di çerçoveya “zanyariya qedexe” de ku li ber sîvîlezebûna civakê asteng e, li novela Hesenê Metê ya bi navê Gotinên Gunehkar[1] hûr dibe. Gotar li ser wê angaştayê ku Gotinên Gunehkar ji vegêraneke olî ya alternatîf wêdetir metneke gnostîk e di sînorê gotin û dijgotinê de. Bi gotineke din, gotar bi referansên teorîk ên wekî Hans Jonas, Mircea Eliade, René Girard, Carl Gustav Jung û Paul Ricoeur, figûrê şeytên ê di novelê de ne wek temsîlkarê xirabiya mutlaq lê wek dengê hatî qedexekirin û zanyariya hatî berovajîkirin dixwîne. Di vê pêwendiyê de Gotinên Gunehkar ji “xirakirina pîroziyê” wêdetir heqîqeta kulek ku di hemû qadên civakê de bi awayekî yekalî ava bûye aşkere dike.
Şeytan, wek “karakterekî têkçûyî” ku berî salan hatiye lanetîkirin û deng jê hatiye qutkirin di Gotinên Gunehkar de ne wek sembolekê lê wek kirdeyeke xwediyê gotina xwe derdikeve pêşberî xwîner. Ji ber sedemên ku wê li jêr werin qalkirin, nivîskar ne ji ber tercîheke estetîk lê ji ber îtirazeke epistemolojik şeytan ji semboliyê derxistiye, daye axaftin û kiriye xwedîgotin. Çi ku di novelê de dema şeytanê hatî bêdengkirin dest bi axaftinê dike xwîner bi derizîna heqîqeta ku bi awayekî yekalî û li ser dogmatîzmê ava bûye dihese. Herçiqas dogmatîzm ji ber xwezeya xwe ya konforbexş, tercîha piraniyan be û meyla însên tim li hêla piraniyê jî be, xwîner pê dihese ku piranî ne mafdarî bi xwe ye. Di vê derbarê de Behramê karakterê novelê jî ‘mîna bi hezaran însan xwe davêje deriyên dêr û mizgefan, di medreseyan de çog dide erdê ku zanebûna xwe zêde bike û Rastiya Rastîn bizane’ lê paşê fam dike ku heke mexseda wî pêzanîna Rastiya Rastîn be ‘dema piranî xwe li derekê bigire, li derekê bicive divê bizane rastî ne li wir e û divê ji wir dûr biçe.’ Her wiha pê dihese ku heqîqeta divê di diyalektîka “tez, antitez û sentez” de bikemile, li ba piraniyan -ji ber sedemên curbicur- ji ber ku antitez tune, tez dikeve şûna sentezê û (sen)tez dibe heqîqet. Heqîqeta ku li ser tezê ava bûyî jî dibe serhevdeya hişmendiya problematîk a civakê ku nikare teşhîsa problemên xwe rast deyne û çareseriyeke rast jê re bibîne. Mîna teorisyenên navborî piştrast bike ku heqîqeta bi awayekî yekalî (ango ne li ser diyalektîka tez-antîtez-sentez lê li ser tezê) ava bûyî ji heqîqetê wêdetir dereweke nivîsandî ye ev jêgirtina novelê girîng e; ‘Dereweke nivîsandî, ji rastiyeke nenivîsandî rasttir derdikeve. (r: 131)’
Di vê derbarê de, dema li mijara novelê tê nêhirtin, mijar pir sade ye; Behramê karakterê novelê, xortek e ku li zanîngehê beşa îlahiyatê dixwîne. Bajarê lê dixwîne, rojeke înê diçe mizgeftê û piştî nimêjê bi navê Lûlûxan kesekî nas dike. Piştî demekê Behram xaniyê Lûlûxan jê kirê dike û Behram li ser daweta Lûlûxan diçe gundê wan ji bo mêvandariyê. Li gund li mala Lûlûxan malhaziriyekê dixwin û paşê diçin nav rezan. Di rê de lingê Behram dişemite û dikeve erdê. Piştî Behram dikeve û ji ser hişê xwe diçe vegotina novelê vediguhere tiştekî din. Xwîner di nava atmosfereke xumamî û têrefsûnî de ji devê şeytên çîroka Adem û Hewa ku hem destpêka vejîna mirovahiyê ye hem jî suc û cezayê ewil e guhdar dike. Ew çîroka qedîm ku di derbarê şeytên de ye û herî zêde wî eleqadar dike lê me tu caran ji devê wî guhdar nekiriye vê carê şeytan bi xwe ji me re vedibêje. Şeytan her ku qala wê çîroka ‘herkes ji bo wê dijî û ji ber wê dimire’ dike ku heta niha me bi sedan caran guhdar kiriye, xwîner hê bêhtir li nezaniya xwe dihese. Lewre ya ku şeytan qal dike qet naşibe wê çîroka ku xwîner baş pê dizane.
Divê bê destnîşankirin ku nivîskar di ser şeytên re ji nû ve qala meseleyekê nake lê qala “heqê gotinê” ku jê hatî standin dike. Ji ber ku dema şeytên dide axaftin derdê nivîskar ne ew e heqîqeta bi awayekî yekalî ava bûyî xira bike û heqîqeteke din a yekalî têxê şûnê. Ji dêvla wê nivîskar hewl dide di çerçoveyeke gnostîk de bi xwîner bide zanîn ku “başî” jî û “xirabî” jî ne mutlaq û dogmatik in; tenê dengkirî û dengnekirî heye. Ango gotin û dijgotin heye; “gotina masumane” û “gotina gunehkar.” Yên gotin lê heq û yên lê qebehet. Lewma jî novel wekî li jor hatî qalkirin bi antîtezekê dernakeve pêşberî tezekê lê dijgotinekê dide ber gotinên heta niha hatine gotin. Dijgotina ku derzekê li zanyariyên xwîner ên heyî dixe ku bi “gotinên masumane” teşe girtiye. Çima ku derzekê li zanyariyê dixe, dijgotin dibin gotinên gunehkar û xwediyê gotinê dibe berxê kêrê.
Li gor René Girard[2], pergal û civakên ku heqîqeta xwe ne li ser diyalektîka gotin û dijgotinê lê tenê li ser gotinê ava kirine ji kaos û krîzan xelas nabin û axir mehkûmê têkçûnê ne. Ev pergala ku jixwe mehkûmê têkçûnê ye dema krîzek an jî têkçûn rû dide ji xwe re “berxekî kêrê” (tr: günah keçisi) dibijêrin û hez dikin wê krîzê û wê têkçûnê têxin stûyê “berxê kêrê” ku wî bi dijgotina xwe derz li zanyariya (yekîtiya) wan nexista wê têkçûnê rû nedida. Li gorî Girard berxê kêrê ew kes e ku wek sedemê têkçûnê tê dîtin, xirabî di wî de tê sembolîzekirin û bi vî awayî hewl tê dayîn ku bawerî û pergala têkçûyî ji nû ve were sazkirin. Di destpêka Gotinên Gunehkar de Behram jî şeytên gelek caran wek sembolê xirabiyê dibîne ku çawa însên ji rê derdixe;
“Dema Şeytan bi lawaziya bawerî û xizaniya ruhê meriv bi ser nekeve, radibe bi rêya mal û zêrên dunyayê merivan ji rê derdixe. Lê welê xuyaye ku Şeytanê gunehkar ji herdu hêlan ve jî ew dost û nasên rihmetiyê bavê te ji rê derxistine. Hem bi lawaziya ruh û bawermendiyê, hem jî bi mal û zêrên dunyayê... Xwedê wan bîne ser rêya rast, lê ew merivên gunehkar bûne. Ew li kerê Şeytên siwar bûne û wan rasterast dane ser rê û şêwra wî.(r.30)”
Lê ber bi dawiyê û nemaze piştî wê rêwitiya efsûnî, heman Behram vê carê (mealen) dibêje ‘yeqîn bi şikê zayî nabe’ û pê dihese ku ya xirab ne ‘şik’ lê ‘yeqîn’a wan ango pergal û dilê wan bi xwe ye.
Herçiqas Gotinên Gunehkar di ser metneke olî û hin mîtên qedîm re gotina xwe gotibe û ev jî bike ku hişê me tim here ser rexneya dogmatîzma olî jî, di eslê xwe de Gotinên Gunehkar ne tenê rexneya dogmatîzma olî di heman demê de rexneya sloganîzma çandî, siyasî, civakî ye jî. Lewma jî ew berxê kêrê ku ‘qencên pîrûpak’ ji rê derdixe her car ne di forma şeytên de ye; ew carinan xayîn e, carinan ketî; geh xêrnexwaz e geh xwefiroş…
Ji bo avadaniya gnostîk ya Gotinên Gunehkar çêtir bê famkirin nabe meriv bala xwe tenê bide çîroka ku tê vegotin lê di heman demê de divê meriv bala xwe bidê ka çîrok çawa hatiye tecrûbekirin jî. Çi ku yek ji taybetiyên herî balkêş ya novelê, çîroka şeytên ne bi mêjiyekî asayî û rojane lê bi mêjiyekî jihişçûyî ya piştî “ketinê” û di qadeke tecrûbeyê ya li şemûgê tê vegotin. Ev hûrgilî ne tesadûfek e. Lewre di demajoya dîrokê de zanînên nepen an jî vegotinên veguherînî yên heqîqetê ku bandor li dîroka mirovahiyê kirine hemû bi ketinê û bi tecrûbeya şemûg ve têkîldar in; xewn, vecd, mirin, çol, şikeft, tenêtî yan jî jihişçûn… Xala hevpar a van hêmayan ew e ku mirov ji bo demekê ji rastiya hinbûyî ya rojane bi dûr dikeve. Gotinên Gunehkar jî dide ser heman rê. Behramê xwendekarê îlahiyatê ku li ser latekê lingê wî dişemite û dikeve erdê, pişt re bi hişekî nîvmirî derbasî qadeke din a vegotinê dibe. Ev qada nû ya vegotinê ne tenê sêwirandineke dramatîk lê di heman demê de navenda mantiqa epîstemolojîk a novelê ye jî. Di vê derbarê de gotinên Mircea Eliade[3] girîng in. Li gor Eliade, “tecrûbeya vegûherînî di kêlikên rojane ên qutqutî de xuya dibin. Însan di van kêlîkên mustesna de ne tenê tiştekî nû hîn dibe di heman demê de têgiştina însên a dinyayê jî diguhere.” Bi gotineke din ev kêlîk qelîşkekê di rastiya rojane ya hînbûyî de vedike. Jihişçûna Behram a di novelê de jî ne jihişçûneke ji rêzê lê deriyê qatmaneke din a zanîn û maneyê ye. Yek ji sedemên ku vê novelê dike çerçoveya xwendineke gnostîk jî ew hêla wê ye. Lewre di çanda gnostîk de heqîqet ne bi ferman û ferzkirinê lê bi pêhisînê, bi rêwitiyên hundirîn tê kişfkirin. Jihişçûna Behram û piştî ji ser hiş diçe tiştên ku dibîne an jî dijî wek rêwitiyeke hundirîn a Behram dikare bê xwendin. Ji ber ku beriya lingê wî bişemite û bikeve erdê bi Lûlûxanê mazûvanê malê re li ser helalî û heramiyê, başî û xirabiyê, xêr û gunehan diaxivin. Ji hêlekê ve jî Behram bi çavê şehwetê li Nagînaya keça Lûlûxan mêze dike û dilê xwe li Nagîna xira dike. Ev dilxirakirin, ji ber ku guneheke mezin e Behramê oldar aciz bike jî nikare rê li ber bigire. Ji vî aliyê xwe jî novel silavekê dide Carl Gustav Jung[4] ku dibêje “derhişî ne tenê qada arezûyên hatî tepisandin lê ew qad e ku sembolên kûrahiya ruhê însên di xwe de dihewîne. Di vê çerçoveyê de têgihên wek mît, xewn û şemûg girîng in. Lewre bi saya van têgihan tiştên ku însan bi aqilê xwe yê rojane nikare fam bike bi saya van têgihan bimane dike.” Jihişçûna Behram a di novelê de jî di vê pêwendiyê de dikare bê nirxandin. Lewre em nizanin ka Şeytan qewîmîneke rastîn û derveyîn e an rêwitî û rasthatineke hundirîn a Behram e. Novel bi awayekî zelal bersiva vê pirsê nade ka tiştê Behram qal dike rast in an rêwitiyeke wî ya hundirîn e an jî şerekî derhişî û binhişî ye. Novel bersivê nade û jixwe divê nede jî. Lewre derdê metnê ne ew e bûyereke metafîzîk îspat bike lê dixwaze xwezaya heqîqetê ku têra xwe xumam û guherbar e bi xwîner bide famkirin. Behram piştî dikeve, êdî ne li ser hişê xwe ye ne jî xewn dibîne. Ev hawê arafî bo metnê pir girîng e, lewre ji qewlê Girard ve hemû rêwitiyên gnostîk di vê arafê de dest pê dikin.
“Dema ku min xwe li wî warê pîroz dît... lê hûn ji min nepirsin û nebêjin: kîjan war. Ji ber ku ez bi xwe jî pê nizanim.(…) ez nikanim ji we re bibêjim cîhekî li kuderê ye. Bi min jî welê tê ku cîhekî ne li ti cîhekî ye, cîh û warekî min î arizî ye ku ji derew, êş û xirabiyan dûr weke cîhekî bakîre û bêguneh e.(r:7-8) Herweha dil li min dibe du dil, dibe sê dil: dilekî min dibêje: ev, efsûnîyeke van erdan e... dilekî min dibêje: ev, lawazîyeke nav û nefsa min e... û dilekî min jî dibêje: ev, kar û hîkmeteke Xwedê an jî henekeke Şeytanî ye. (r.139)”
Ji loma jî yek ji rêbazên rastfamkirina metnê ew e ku metin di nava pêwendiya fikriyata gnostîk de were xwendin. Lê divê bê destnîşankirin ku di vê gotarê de têgiha ‘gnostîk’ rasterast amaje bi fikriyatê bi xwe dike ne ku balê dibe ser komik an jî bîr û baweriyên di dîrokên cûrbicûr de ev nav li xwe kirine.
Yek ji sedemên din ku berê me dide fikriyata gnostîk ew e ku gnosîs li dora têgihên wek “vegêrana aşkere û ya nepen”, “heqîqeta xuyayî û maneya veşartî” digere. Di Gotinên Gunehkar de, Behram jî piştî dikeve û ji ser hişê xwe diçe, bi mêjiyekî nîvmirî li dijî vegêrana aşkere vegêrana nepen û li dijî heqîqeta xuyayî maneya hatî veşartin nîşanî me dide. Hans Jonas[5] ku yek ji teorîsyenên sereke yên fikriyata gnostîk e, di derbarê fikriyata gnostîk de wiha dibêje; “yek ji taybetiyên metnên gnostîk ew e ku ji dêvla dinyayê wek tê nîşandan qebûl bikin tim li pey heqîqetê ye ku li pişt ‘rastiya xuyayî’ veşartî ye. Lewre di lêgerîna gnostîk de zanyarî ne rewşenbîrîyeke req û rijî lê tecrûbeyek e ku hebûnweriya însên vediguhere.” Ev nêzîkatî bi awayekî balkêş li tewna Gotinên Gunehkar jî dike. Lewre Behramê oldar ku hemû zanyariya xwe ya derbarê şeytên de û lênêhirtina xwe ya jiyanê li gor metnên olî teşe girtiye û bi vê boneyê şeytên wek bûnewerekî lanetî dibîne dema di wê atmosfera xeyalî de “li kerê şeytên siwar dibe û berê xwe dide Koşka Bêdengiyê” veguherîneke ku Janos qal dike lê diqewime. Ne tenê meseleya Adem û Hewa lê hema bêje hemû meseleyên wekî kevirê hacerûlesved, meseleya vejînê, ya tofana nuh pêxember û hwd ku bingeha fikriyata mirovahiyê ne ji devê şeytên dibihîze.
Piştî guhdarkirina şeytên, mesele ji bo Behram êdî ne têkoşîna di navbera başî û xirabiyê de ye ku herkes yê din neheq dike. Vegotina şeytên van pirsan bi Behram re çêdike; di lêgerîna heqîqetê de gelo emê qîma xwe bi dereweke nivîsandî (vegêrana fermî) bînin ku ji hêla muqtedir ve hatiye nivisîn an divê em li rastiya devkî jî (dengê hatî qedexekirin) guhdar bikin? Dema bersiva van pirsan digere wekî gelek metnên ku gnosîsê bi awayekî şaş di şûna “lêgerîna zanyariya mîstîk û nepen” de bi kar nayîne. Lewre ji qewlê Jonas ve “gnosîs ne malumateke ji rêzê an jî daneheva entelektûelî ye. Gnosîs ew zanyarî ye ku însên vediguherîne.” Bi gotineke din ev zanyarî ne tenê tê hînkirin lê bi hînkirinê re meriv dihejîne û têkiliya meriv a bi însanan re û ya bi meriv bi xwe re serobinî dike. Di Gotinên Gunehkar de Behram, piştî li şeytên guhdar dike guherîna pê re çê dibe heman guherîna Jonas qal dike ye;
“Ji wê rojê û pê ve ez rastî erdekî nehatim, ez rastî cîhekî nehatim, ez rastî wextekê nehatim ku bi qasî vê serpêhatiyê êş û kêfxweşîyek dabe min. Tevî vê êş û vê kêfxweşiyê, mîna ku tiştekî dabe pey min û ez jê direvim, mîna ku min dabe pey tiştekî û lê digerim... a ji wê rojê û pê ve, ez di rewşeke welê de me. Lê ez nizanim bê çi ye, hîn jî pê nizanim: ne ew tiştê ku daye pey min û ez jê direvim, ne jî ew tiştê ku min daye dû û ez lê digerim... ez nizanim bê ev herdu tişt jî çi ne. r.149”
“Û ew hemû cîhên ku ez çûmê, li wan deran min bahsa vê yekê kir, min bahsa vê serpêhatiyê kir. Min çi û çawa dîtiye: yek bi yek, gotin bi gotin, bi detayên xwe î tenik û zirav mîna wêneyekî pîroz min ji wan re hertişt bi lêv kir. Lê ti carekê jî ev gotinên min neketin serê kesekî û kesekî serê xwe î hişk di ber de neyêşand. r.150”
Cudahiya ku dibêje ‘gnosîs ne malûmateke ji rêzê lê zanyariyek e ku însên vediguherîne’ gelekî girîng e. Lewre ji destpêka miravahiyê heya niha zanyarî tim di ser otoriteyên mîna metnên olî, vegêrana fermî ya saziyên dewletan, manifesto û daxuyaniyên partî û rêxistinan re wek naverokeke hazir nifş bi nifş hatiye neqilkirin û hatiye qebûlkirin. Lê li gorî Jonas, hişmendiya gnostik ew feraset e ku wek rastiya nîhaî nêzikî dinyayê nabe, li pişt ya xuyayî li ya veşarî digere. Ya xuyayî gotin e û ya veşarî dijgotin û rexneya gotinê ye. Rexne jî ji ber xwezaya xwe ya sar di hemû dem û dewranan de xwedîgotin û civak aciz kiriye/dike. Her ku xwedîgotin û civak aciz dibe dinya li rexnegir dibe cihê ezeb û elemê. Lewma li gorî Jonas, gnosîs bi qasî ku zanyarî ye tecrûbeya nebanbûnê jî.
“A ji wê bûyer û ji wê rojê û pê ve ye ku... kêf û şahî bi ruyê min, bi rêya min nakeve: ne cîh û ne jî warek heye ku min lê bisitirîne, min lê bihewîne. r.150”
Di vê derbarê de Behram ku xwendakarê îlahiyatê ye, di destpêkê de ji hêla fikrî ve xwediyê jiyaneke asayî, hişekî aram û di nava dinyayeke têr bi mane de ye. Lê piştî “ketinê” ev rêkûpêkî, ew konfor diderize, diqelişe û nebaniya ku Janos qal dike dest pê dike. Dîsa wek Janos amaje pê dike tiştên ku Behram hîn dike ne malûmat lê ew zanyarî ne ku qetiyeta wî dişkînin. Ango Behram tenê zanyariyeke din li zanyariyên xwe zêde nake, di heman demê de qetîyet û mutlaqîyetên wî jî dihejin. Ji ber vê jî tecrûbeya gnosîsê paradoksal e; bi qasî mejiyê meriv ronî dike ewqas meriv nerihet, bicihûwar û bêdostûheval jî dike.
“Ez welê bawer dikim ku bi vê rêwîtiya pîrozwer, gunehkarî li min zêdetir û barê gunehan li min girantir bûye. Ez bi vê yekê dizanim. Lê ez ji we re sond dixwim ku anuha ez ji berê zanatir û baqiltir bûme. Lewra bi min welê tê ku di vê rê û vê gerê de ji bilî mirina xwe ez rastî hertiştî hatime. r.151”
Li ser hizûr û bêhizûriyê, ekola gnostîk li ser wê fikre ye ku “gnosîs ne tecrûbeyeke aram û ewle ye. Dijberî wê, têgihiştina mirov a rojane û pêzanîna mirov a ku daneheva salan e dihejîne.” Lewma ne tesadûfek e ku nivîskar lehengê novelê ji kesekî oldar û xwendakarê îlahiyetê bijartiye. Heke ne kesekî oldar lê kesekî sekûler bûya ew zanyariyên ku hîn dibe wê pêzanîna wî ya ku daneheva salan e û têgêhiştina wî ya jiyanê ewqas nehejanda, ew serobinî nekira. Dîsa ne tesadûfek e ku xwendekarê Îlahîyatê ye. Ji ber ku Îlahiyat, temsiliyeta fermî ya olî ye û gnosîs wekî li jor jî hat qalkirin ew dîsîplin e ku bi awayekî guman li vegêranên bi destê muqtedîran hatine nivisîn dinêre. Ev jî dikin ku em ne bi çavekî fantastîk lê bi bi çavekî epîstemolojîk atmosfera Gotinên Gunehkar binirxînin.
Ya ku dihêle em bi awayekî zelal bibêjin “atmosfera Gotinên Gunehkar ne tercîheke fantastîk lê nirxandineke epîstemolijîk e” çi ye? Bersiva vê pirsê bi bersiva pirseke din ve girêdayî ye; di Gotinên Gunehkar de xwarina fêkiya qedexe wek xwesteka zanînê, wek serîhildana li hemberî îtaatê hatiye nirxandin an wekî suc û gunehê ewil, wek destpêka rizîna exlaqê hatiye nirxandin? Ev pirs nemaze di ser meseleya Adem û Hewa re bi salan e tê nîqaşkirin. Ji ber ku hin otorite xwarina fêkiya qedexe wek “destpêka rizîna exlaqê” dinirxînin lê xwendinên gnostîk wek arûzeya zanînê û meyldariya zanyariyê dinirxînin. Di Gotinên Gunehkar de nivîskar jî wek xwendinên gnosîs, xwarina fêkiya qedexe wek arûzeya zanînê dinirxîne;
“Ji bo kar û kerametê xwe biceribîne, an jî pêşiyê li zanînê, bi gotina cenabê Xwedê, pêşiyê li gunehkariyê bigire, rabû di roja pêşîn de qedexeyek danî ser zanînê û got, ji Adem û Hewa xanima xwe re got: ‘ji evê darê nexwin!’ r. 127”
Wek li jor jî hat qalkirin, dijberî lênêhirtina zanista modern lênêhirtina gnostîk, xwarina fêkiya qedexe ne wek destpêka rizîna exlaqê lê wek destpêka hişyarbûn û xwebûna însên dinirxîne. Lewre wekî ku Hans Jonas jî destnîşan dike li gor lênêhirtina gnostîk zanyarî ne ew tişt e ku însên û pergalê li hev bîne; dijberî wê serboriyeke ku însên bêcihûwar dike. Di Gotinên Gunehkar de Behramê xwendakarê Îlahiyatê wek lênêhirtina zanista modern bi zanyariyên ku hîn dibe pêş ve naçe û nagêhije wê rewşenruhîyê lê wek lênêhirtina gnostîk nerihat û bêcihûwar dibe ku ev, yek ji nîşaneyên xwebûnê ye. Lewre li gor fikra gnostîk xwebûn bi cotmane û paradoksal e; ji hêlekê ve bergeha fikrî ya însên firehtir dibe lê ji hêlekê ve masûmiyetiya xwe ya berê wenda dike, dibe semboleke xirab hem di çavê muqtedîran de hem di çavê civakê de. Di vê derbarê de Paul Ricoeur[6] di mijara “sembol û xirabiyê” de tîne ziman ku mît bi rêya sembolan, hewl dide pirqatmanî û giriftiya ruhê însên deşifre bike. Û pê de diçe; “hêza mîtan ji rastiya wan a dîrokî nayê; ji ber ku girîftiya însên a hundirîn watedar dike bi hêz in, lê bêhizûr in.” Bêhizûriya ku Gotinên Gunehkar dide xwîner jî ji vir tê. Çi ku her zanînekê bedeleke xwe heye û di Gotinên Gunehkar de fêkiya qedexe bi qasî ku sembola heqîqetê ye sembola bedeldayînê ye jî.
“Lê weke cenabê Wî nebû, mîna min derket. Herdu ademiyan ji wê darê xwarin, dara hiş û bîreweriyê, dara zanînê, Çav li herduyan vebûn, hay ji xwe bûn û dîtin ku tazî ne. Ne tenê çav, herweha hiş û raman jî li wan vebûn û ew bûn xwediyê zanînekê, zanîna ku anuha ew tazî ne. Ji xwe zanînê jî ji wir dest pê kir. Vekirîtir bibêjim, ademiyên Xwedê heta wê rojê jî, roja ku ji gotina Xwedê derketin, wan bi nava ranên xwe jî nedizanîn. r.128)” Û wek bedeldayîna vê zanînê û vê heqîqetê ji bihûştê tên qewitandin.
Encam:
Gotinên Gunehkar çîroka heqîyê ye. Ya veguherîna heqî û heqîqeta Behram e ku demeke dirêj li ser gotinê ava kiribû lê piştî ketinê pê dihese ku heqîqet ji pevketina gotin û dijgotinê pêkan e. Ev veguherîn Behram dihejîne lê baweriya wî ji berê qewintîr dike. Lewre êdî ne ew Behram e û qîma xwe bi zanyariyên dogmatik nayîne ku nifş bi nifş bêyî çima û çawaya wê bê pirsin têne neqilkirin. Dizane çima û ji çi bawer dike.
Lewma jî wek dijgotinê rexne ne lawazî, teslîmîyet an jî jêdûrketina aidiyetê lê lêgerîneke jidil a heqîqetê ye. Çiku heqîqet dema di nava gotinê de hepis dibe bi demê re dibe dogma, dibe slogan. Lê gotin, îdeolojî, bîr û baweriya ku bi rexneyê tê ezimandin xwe qewintîr dike. Ya ku li Behram diqewime jî ev e, êdî ew bawermendekî dewlemend û baqil e;
“Dizanim û hîs dikim ku anuha ruhê min çiqasî dewlemend e: Ji êş û xweşiyê dewlemend e, ji hêvî û bihêvîtiyê, ji zanîn û nezaniyê, ji başî û xirabiyê dewlemend e. Ev dewlemendiya xwe jî min ji vê rê û vê gera xwe wergirt. (r.152)”
“Ez welê bawer dikim ku bi vê rêwîtiya pîrozwer, gunehkarî li min zêdetir û barê gunehan li min girantir bûye. Ez bi vê yekê dizanim. Lê ez ji we re sond dixwim ku anuha ez ji berê zanatir û baqiltir bûme.r.151”
[1] Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê, Weşanên Avesta, 2007
[2] René Girard, Günah Keçisi, Alfa Yayınları, 2024
[3] Mircea Eliade, Mitler, Rüyalar ve Gizemler, Doğu-Batı Yayınları, 2023
[4] Carl Gustav Jung, İnsan ve Sembolleri, Kabalcı Yayınları, 2020
[5] Hans Jonas, The Gnostic Religion, Peter Nagel “Gnosîs, Gnosîzm”, Neqil ji Ebra Pinar, Teza Çapkirî ya bi navê “Gnostîzm û Hêmanên Gnostîk di Ahîta Nû de”, 2020.
[6] Paul Ricoeur, Hermeneutik ve Fenomenoloji, Minör Yayınları, 2020
Türkiye’de ırkçılık eğer bir sektöre benzetilseydi, bu fırıncılık sektörü olurdu. Ekmek çıkaran fırınlar gece de dahil neredeyse günün her saati canlı ve faaldir. Türkiye’deki ırkçılığın doğası da böyledir, günün her saatinde faal ve akışkandır. Irkçılık her şeyden önce bu toplumda bir ekmek kapısıdır. Nitekim son bir hafta içinde ikinci kez fırından sıcağı sıcağına çıkan ırkçılık mamülleriyle karşılaştık. Daha geçen gün Türkiye-Makedonya milli maçı vesilesiyle Amedspor’a galiz küfürler edildi. Bu daha soğumadan, bu sefer ülkenin ekmeğini ırkçılıktan çıkaran milli burjuvazisinin en önde gelen figürlerinden biri, pespaye bir gülme efekti eşliğinde Kürt kadınlarını cinsiyetçi bir fıkra konusu yaptı.
Devamını oku →