Dahûrîna Romana “Kurdê Rêwî” Ya Sehîdê Îbo
Mehmet Yıldırımçakar

serko-site
‘Emrê min kilam e dengbêj Kurdistan e.

Sehîdê Îbo

1.Destpêk

1.1. Danasîna Romanê

Kurdê Rêwî, romana Sehîdê Îbo ye. Li gor Xanna Omerxalî ku roman ji alfabeya kirîlî veguhêziye alfabeya latînî û pêşgotinek ji bo romanê nivîsiye; çavkaniya romanê dayîka Sehîdê Îbo, Hica ‘Evdo ye. Sehîd romana xwe li ber gilî, gotin û bîranînên dayîka xwe nivîsiye. Di sala 1959an de dest bi nivîsîna kitêba ‘ewilîn ya vê romanê kiriye, bîst sal piştre, di sala 1979an de li Yêrêvanê, di weşanxaneya Sovêtakan Groxê de, bi zimanê kurdî û herfên kirîlî weşandiye. Armanca Sehîd ev bû ku destnivîsara kitêba duyemîn ya vê romanê jî biqedîne û biweşîne lê ji ber kuştina wî ya bê(wext/bext) neçû serî (Îbo, 2009, r. 9). Di dawiya romanê de wuha nivîsiye: “Kitêba ‘ewlin kuta bû. S. 1959 (r. 203).” Em bi vê hevokê tê digihêjin ku plansaziya rêzeromanekê hatiye kirin, ev romana Kurdê Rêwî kitêba yekem e û dê berdewamiya wê hebe lê mixabin li gorî agahiyên Xanna Omerxalî di pêşgotina romanê de dide; derfet çênebûye ku destnivîsara romanê ya duyem biqede û bê çapkirin (r. 9). Dîsa em li gorî vê dîrokê dizanin ku roman di sala 1959’an de qediyaye. Çapa duyem a romanê bi alfabeya latînî, di sala 2009an de bi latînîkirin û amadekariya Xanna Omerxalî ji weşanxaneya Avestayê derketiye. Roman 207 rûpel e û di dawiya romanê de ferhengokeke ji sê rûpelan pêk tê jî heye. Romana Sehîdê Îbo -Kurdê Rêwî- li gundekî Qersê, gundê Qereqoyînê, di destpêka sedsala bîstem de derbas dibe. Naveroka romanê li ser jiyana rojane ya êleke kurdên êzdî, êla Ortiliya ye. Roman bi awayekî berfireh behsa ‘urf, edet û baweriyên êlê dike, rewşa sosyo-polîtîk a serdemê radixe ber çavan. Bi awayekî kronolojîk behsa şerê cihanê yê yekem, Şoreşa Cotmehê, vekişîna leşkerên rûs a ji bajarê Qersê, koça kurdên Êzdî -li ber zilma Romê - ya ber bi Kavkazê ve dike. Roman li ser îdeolojiya realîzma sosyalîst ava bûye. Ji aliyekê ve qala xirabiyên feodalîzmê dike ji aliyê din ve jî mizgîniya Şoreşa Cotmehê dide. Jiyana rastîn a gundiyên kurd û ermenan, zulm û zordariya axa, pîr û giregiran a li ser wan gundî, pale, xulam û kesên ‘kesîv’ bi awayekî rasterast radixe ber çavan. Roman teşkîlatkirina fikrê Marksîzmê, belavbûna wê ya bi zor û zehmet û bi awayekî veşarî [dizîka] ya li nav gel dide nîşan.

2. Kurteya Romanê

Sehîdê Îbo[1]** behsa êleke kurdên Êzîdî, êla Hesinya Ortilya dike. Êl li Qersê, li binetara çiyayê Sînekê, li gundê Qereqoyînê dijiya. Hemîd Beg xwediyê hezar û heysed malê êlê bû. Nivîskar Hemîd Begê wekî karakterekî neyînî nîşan dide, Hemîd Beg wekî hemû axa û begên din temsîliyeta feodalîzmê dike. Hemîd Beg gelekî dewlemend bû, gundiyên belengaz subê heya êvarê bi nanoziko jê ra dixebitin. “Dewr usa bû. Malê te hebûya tu him beg bûyî, him jî tacê serê xelkê. (r.20).” Keleşê rîspî rîspiyê gund bû, kesekî gelekî dewlemend bû. “Digotin: Rîspiyê gund begê gund e. Rîspî nikaribû kapê bi Hemîd begê ra bavîtana. Lê ew jî qasî xwe hebû (r.21).” Rîspî kesekî gelekî tima û ruşetxwir bû. Pîr Mîrzo pîrê ovê bû, temsîlkariya ola Êzdiyan dikir. Sibê heya êvarê tizbiyek hildida destê xwe li mala mirîdan digeriya dixwar, vedixwar. “Çi li ber derê mala Mîrzo hebû temam jî xwîdana xelqê bû... Pezê mirîda hebûya, tunebûya, qir biketa nav yanê gura bixara Mîrzo ra yek bû. (r.22-23).” Hemîd Beg, Keleşê rîspî û pîr Mîrzo mezintiya ovê dikirin. Wekî hemû beg û axayan Hemîd beg jî begtî ji bavê xwe girtibû, piştî mirina bavê xwe Silêman axa bibû beg. Serşivanê Silêman begê ‘Elî ji ber ku di dema şivantiya wî de guran pêncî pezê Silêman begê kuştibûn; “ew peza li ser wî bûbû cirme. Silêman begê û rîspiyên gund qirar dabûn ku ‘Elî bîst sala jî nanoziko mala beg da şivantiyê bike, wekî berga pezê ku gura kuştibû bigre (r.24).” ‘Elî piştî vê bûyerê çend sala jî şivantî kir û bi ecelê xwe mir. Piştî mirina ‘Elî, Hemîd begê, Keleşê rîspî û Pîr mîrzo; “ “qencî” ji Perîşana jina ‘Elî û kurê wî Kerem kiribûn ku Kerem here ber berxa, belkî borcê bavê xwe bîne serî (r.24).” Kerem ji zaroktiya xwe heya xortaniya xwe berxvanî-şivanî kir, gelek kutan xwar, zorî zehmetî kêşa. Ji bilî qîza Hemîd begê -Zeytûn- ku temenê wî û Kerem nêzî hev bûn, gunehê tu kesî li Kerem nedihat, kesî rihm lê nedikir. “Îsal we’dê Kerem temam bibû, ewî borcê bavê xwe qedandibû, li benda hemîd begê bû ku gazî wî bike, heqiyeta wî bike, da zanibe bo çi dixebite, lê deng û hisê beg tunebû (r. 27).” Rojekê qirar da, çû mala beg, destûr hilda çû hundur, hal û hewalê xwe ji wan re got, ev gotin xweşa wan nehat; rîspî got : “Ê tu qurbana beg û mala wî, tu wê duxî, didî, heq çi te ra ye. Beg got: Tu çi dixwazî pêzeveng, de were nanê xwe bide van meriza, mezin ke, firê xe, wekî îro jî bên te ra heq û hesava bikin (r.29). Kerem dilşikestî vegeriya malê. Êla Ortila havîna diçûne zozanên çiyayê Sînekê. Her sal cerdê diavête ser êlê. Çi di destê wan de hebû talan dikirin, dibirin. Hemzê birê Şiblî rojekê çû cem oranîk şikyat bike. Ev kirina hemze ji begê re xweş nedihat, digot: “Çi kula Hemze tiştê usa ketibû, ew ku şikiyat ku? (r. 29).” Ji bilî feqîrbûn û cerdê, tunebûna xwendinê jî êla Ortîla dirizand. “Wextê merivekî xwendî lazimî hinek bûya gotî biçûna bajarê Îdirê, vi ra êpêce ermeniyê xwendî hebûn (30).” Sûrên’ê ermenî her sal dihat çend zarokên gund bibe ku li mekteba gundê Zorêyê fêrî zimanê ûrisî bibin da ku kêrî gundiyan bên. Lê her sal Hemîd beg û pîr Mîrzo rêyek didîtin, nedihiştin Sûrên kesekî bibe, bide ber xwendinê. Mîrzo wuha bangî Sûrênê ermenî dikir: “Tu çima dixwazî cima’eta me ye belengaz li riya wê derxî, kal û bavê me xwendine wekî em bixûnin (r.30).” Nedixwestin kes bixwîne, şiyar be, li hember zulm û zordariya wan serî hilde. Zurbe kesekî dewlemend bû lê bi eslê xwe rêncber bû, bi ticaretê zengîn bibû, deriyê wî li her kesî re vekirî bû. “Tasê ava sar jî bêyî cînara venedixar (r. 31).” Ew tevgera Zurbe bi Hemîd beg û giregirên gund re xweş nedihat. Hemîd begê û giregirên êlê ji bo Zurbe ji gundiyan biqetînin, bînine terefê xwe Meyana qîza Zurbe ji Serdarê kurdê Keleşê rîspî re xwestibûn. Lê Zurbe terka xeysetê xwe nekiribû; “ew çûka ra çûk bû, mezinara jî mezin. kesîva ra kesîv, dewletiya ra jî dewletî (r. 32).” Hemîd beg, rîspî û Mîrzo dîna xwe danê Zurbe nayê rê, kirina xwe bi ya cerdbaşiyan re kirine yek. “Rojekê jî cerdê dada ser mala Zurbe, pez û dewarê wî temam birin (r. 32).” Piştî cerdê Zurbe gelekî bû kesîb, Serdar jî jina xwe Meyan biçûk didît, her car heqaret lê dikir. “Rojekê Serdar Sebriyê kurê xwe li Meyanê stend û jinka belengaz ber bi mala bavê wê ve rêkir (r. 32).” Piştî van hur du bûyeran Zurbe têgihişt ku ev kirin hemû fêlê Hemîd beg, rîspî û Mîrzo ne. Konê xwe bar kir û çû. Piştî çûna Zurbe, heft-heşt sal bihurîn. Serdar dixwast Zeytûna qîza Hemîd begê ji xwe re bixwaze. Zeytûn di temenê kurê wî Sebrî de bû. Keleş ji bo dewlemendiya Hemîd begê ev fikra Serdar pejirand û Mîrzo kire aracî. Rojekê Zeytûn bi cariyeya re çû hirîşonê, ew û Kerem rastî hev hatin, qasekê xeber dan. Zîna qîza Mîrzo ew dîtin û hat ji Kerem ra tiştên nebaş gotin; “êtîmê heram, Zeytûn qîza devê te ye, wekî tu pê ra xeber didî (r. 35).” Zîna qîza pîr Mîrzo li nav ovê ket; “wekî bi çavê xwe dîtiye ku Kerem û Zeytûn hev du ramûsaye (40).” Xeber çû guhê Beg jî. Rîspî û Mîrzo ketine bin beg, gotin sûcê qîza te tune, hemû qebehet ya Kerem e, divê em wî ceza bikin, qîza te jî bidine yekî munasib û vê lekeyê li ser te rakin. Rîspî û Mîrzo bi vî awayî dixwestin beg qanî bikin da ku qîza xwe bide Serdar. Kurê Serdar Sebrî jî piştî çûna dayîka xwe û koçkirina kalkê xwe yî Zurbe li bavê xwe nedikir. Hemzeyê birayê Şiblî li ber destê Sûrênê ermenî û çend hevalên din fêrî fikra marsîzmê bibû, propogandaya şoreşê dikir: “Pale û gundî bûne yek, textê padşê dewremiş kirine, zûrî, milkedar dane hildanê, dewleta xwe dane sazkirinê (48).” Ev kar û xebatên Hemze çûbûn gihiştibûne guhê Hemîd beg, wî jî xeber gihandibû merivê dîwanê. Rojekê qefleyek siyarî hatin Hemze kelebçe kirin, hildan birin, kirin hepisxaneyê. Piştî ku Hemze kete hepisxaneyê bi arîkariya Serdar û Ehmedê kurê Hemîd begê cerdê dada ser mala Şiblî, mal û milkê wî birin, zarokeke wî kuştin.

Sûrên ji Îdirê dijiya. Sûrên li bajarê Bakuyê hem xebitîbû hem jî pê re xwendibû. “Sala 1904 ew ketibû nava cergê Partiya bolşevîka (r. 36).” Piştî xwendinê ew şandibûne bajarê Îdirê da ku; “di nava cima’etê fikrê marksîzmê belav bike (r. 36).” Wî li gundê Zorê ku lê kurd dijîn, bibû dersdarê zimanê rûsî. Sûrên cara dihat serî li dostê xwe Zurbe dida. Zurbe koçî gundekî cînar -gundekî ermeniyan- kiribû. Gundî jê xwedî derketibûn, kêmasiyên wî tekûz kiribûn, ber dilê wî de hatibûn. Sûrên ji Hemze ra qala înternasyonalê, xebata pale û gundiyan ya li dijî milkedar û muftexura dikir û digot: “Pişt û baza merivê xevatçî heye, ew partiya bolşevîka ne (37).” Meyanê gelekî bêriya kurê xwe Sebrî dikir. Keleş berdabû Sebrî li malê derxistibû. Zîna qîza Mîrzo bi nivişta, nifira xelk dixapand-ditirsand, zarokên nexweş li binê kerê re derbas dikir Xwedê giravî qenc dikir. Ji bo Zeytûnê bidine Serdar diçû Belgîzar qanî dikir. Sûren gelek li ser Zurbe da disekinî ev yek li xweşa Kerapet axayê ermenî nedihat. Nedixwest ermeniyek arîkariya kurdekî bike. Teşkîlat dizîka va li mala Sûren tov dibûn, Umrovê Ûris jî tevlî komê dibû, li ser pirsgirêkên gel dixebitîn, dixwestin fikra xwe di nav kurdan de jî belav bikin, teşkîlatekê li wir jî ava bikin. Zurbe cara pêşî navê Lenîn li wir bihîst: “Hevalê Lenînê kêrî we jî bê (63).” Kerem û Sebrî hevalê hev bûn, gelekî ji hev hez dikirin. Hemîd beg Kerem sirgûn kiribû, nedihîşt were gund, çavê wî li çavê zeytûnê bikeve. Sebrî jî ji malê hatibû avêtin, çibû gihîştibû Kerem. Kerem, Sebrî, hemze ji hêla Sûren ve hatibûne teşkîlatkirin. Hemze di hepsê de bû. Yekî bi navê Elyaz kirine qawûşa wî da ku wî bixapîne, navê hevalên Hemze yên teşkîlatê hîn be lê Hemze tu tişt jê re negot. Rojekê Kerem pez anî ovê, wî û Zeytûne hev du dîtin, desmala xwe dane hev, Kerem ramûsanek da sûretê Zeytûnê. Paşê piştî demekê bi qelenekî baş Zeytûn bo Serdar nîşan kirin, dilê Zeytûnê di Kerem de hebû lê kesî lê nepirsîbû ka dixwaze Serdar bike yan na. Rojekî Kerapet axa gazî Zurbe kir û xwest ku li gundê wî derê. Ev kirinên Hemîd begê bûn. “Se goştê sa naxwin. Kerapet û Hemîd beg jî wusa bûn Hemîd beg zûriyê gundê xwe, Kerapet axa jî zûriyê gundê xwe bû (110).” Rojekê Sebrî li zozanê gihîşte Şiblî û jê re got ku beg û rîspî Hemze dane girtinê. Bi vî awayî Şiblî bi heqîqetê hesiya. Ûmnov û Sûrên li nav êlê kurdan digeriyan, xortên kurdan şîyar dikirin. Kerem, Sebrî, Zurbe bi wan re kom dibûn, xeberên derheqê teşkîlatê de li wan fêr dibûn û li nav gel de bi awayekî veşarî belav dikirin. Ûsivê kurê birê Şiblî li gundê Zorê mekteb dixwend. Piştî xwendinê şiyar bibû, rexne li beg, axa dikirin. Ev qet xweşa Hemîd beg û giregiran nediçû. Piştî birêxistinbûnê gundiyên gundê Kerapet axa dest ji karê axê berdan, nexebitîn. Sûren û Ûmnov ew teşkîlat kiribûn. Kerapet xwest ku gundiyan bixapîne, lê Sûrên gote gundiyan: “Gelî heval û hogiran li Kerapet axa bawer nekin, ew tu car heqiyeta we zêde nake, zûriyên mîna wî xwîna we ye helal dimijin, nava xwîdana we de sovekariya dikin (123).” Tirseke mezin ketibû dilê Kerapet axa, xewa şevê li wî heram bibû. Sûren texmîn dikir ku kerapet axayê wî bide destê dîwanê, zurbe hilda û çû gundê Qereqoyînê, bi Hemîd beg ra xeber da, ew qanî kir ku Zurbe vegere gundê xwe. Merûjan xortekî ermenî bû ku li hepisxaneyê dixebitî. Gelek caran bi dizîka arîkarîya Hemze dikir. Merûjan nave wî yî ‘eslî Meyrî bû lê piştî dê û bavê wî miribûn, li cem tirka xulamtî kiribû, ji tirsa navê xwe guherandibû, xwe wekî kesekî misilman nîşan dida. Ûmnov û Sûren plan çêkirin, Sebrî û Ûsîv şandine mala Merûjan û xwestin ku Hemze ji zîndanê birevînin. Bûyera li gundê Kerapet axa, bûyerên li Ûrisetê diqewimîn ziravê pîr Mîrzo û rîspî jî qetandibûn. Dixwestin qal û qîlê, Sûrên, Hemze, Kerem, Sebrî, Zurbe, Ûsiv ji beg re bikin, li ber guhê wî bixin ka çareyekê ji wan re bibîne. Ji aliyekî ve Serdar, “rêya mala beg kiribû rêya kadizê (136)”. Diçû dergistiya xwe didît. Lê Zeytûnê rû nedida wî. Zeytûnê rojekê jê re bi awayekî eşkere got: “Tu mêrekî rû simbêl î, tu hevalê bavê min î, ez û Sebrî berxê salekê ne. Wextê ez bivme xweyê heft zik zar jî ez li cem te nasekinim, tu bavê min î, Ehmedê birayê min î (137).” Û piştî vê berteka Zeytûnê Serdar êdî neçû serdana Zeytûnê. Serdar gilî û gazin li Ehmed kirin, şikyatê Kerem birin ber wî, wan qirarê xwe kirin yek da ku tiştekî bînine serê Kerem. Merûjan û Şiblî ya xwe kirine yek. Merûjan dizîkava bizmarekî mezin î hesinî da Hemze da ku dîwêr bikole, û bireve. Hemze dîwar kola û gihîşte Şiblî, reviya. Siharê her kes li vê revê hisiya. Sûrên Hemze bire gundekî ermeniya, li mala kesekî beled da bi cî kir. Ew roj cendirma dora mala Şiblî girtin lê tiştek bi dest nexistin. Ehmed û Serdar li hespê xwe siyar bûn, çûne çiyê cem Kerem, Kerem kirine fesalekî, êrîşî wî kirin, Serdar bi qameyê lê da Kerem kuşt. Di wê hingavê de Sebrî li wan derket, da dû wan, li gelî de gihîşte wan, qama xwe avête Serdar lê qame li Ehmed ket, Ehmed kete ‘erdê mir, Serdar reviya. Cihav gihîşte gund ku Serdar lêdaye Kerem kuştiye, gundî hatin laşê Kerem birin, spartine axê. Sebrî ji bilî kalê xweyî Zurbe û Şiblî tu kesî ra behsa bûyerê nekir. Du roj li ser bûyerê re borî lê deng û hîsê Ehmed û Serdar tunebûn. Zeytûnê jî hew şîna Kerem dikir li ser desmala wî da digot, digiriya. Wê şevê, “cerdbaşiya dîsa dakuta ser gund (195).” Di navbera gundî û cerdbaşiyan de şerekî giran qewimî. gelek kes hatine kuştin. Xeber hat gotin: “Zozana jina Şiblî, du zarê wê, Sebriyê Serdar, Ûsivê ‘Emo, Ehmedê kurê Hemîd begê hatine kuştin(197).” Lê agahî şaş bû, Sebrî û Ûsiv nehatibûne kuştin. Piştî cerdê rêncberên Hemîd begê laşê ehmed di nevalê de dîtin. Wê rojê 33 mêr, jin û zarok hatine defin kirin. Gundiyan hew dizanî ku cerdbaşiya Ehmed kuştine. Zeytunê nava du rojan de hem Kerem hem jî Ehmedê birayê xwe xiste bin axê, derd û kulên wê bê terîf bûn. Zeytûn dîn bû, aqilê xwe avêt. Serdar derbasî aliyê romê bû û hew vegeriya. Belgîzar û Hemîd begê jî gelekî şîn kirin. Xeber hat ku Kerapet axa gundê xwe hiştiye û reviye. Vê xeberê zêdetir tirsek xiste dilê Hemîd begê. Van rojan Ûmrov ji Sûren re nameyeke hişyariyê şandibû: “Çawa dixuyêne ordiya romê zûtirî we ber bi çemê Erez dileqe (199).” Piştî çend rojan barê xwe hildan berê xwe dane çemê Erezê. Hemze û Merûjan li ser pirê hev dîtin, hevdu hemêz kirin û tev derbasî aliyê din bûn.

3. Vegêr û Bergeh

Vegêr yek ji hêmana herî girîng a romanê ye. Nivîskarê romanê, pêşî ji xwe re tema û bûyerekê hildibijêre, piştre jî şexsiyetên romanê diafirîne û di dawiyê de ji bo ku ji xwendevanan re vê honaka bûyerê vebêje, vegêrekî diyar dike (Tekin, 2018, r. 19). Ew ê ku bûyerên di romanê de ji me re vedibêje ne nivîskarê romanê ye, ew vegêrê ku nivîskar hilbijartî ye. Ango nivîskar her tiştên der barê romanê de amade dike, vana dinivîse lê belê vegêr, ew kes e ku nivîskarê romanê di huşê xwe de afirandiye. Bûyerên romanê li gorî bergehên vegêrên cuda dikare bê vegotin. Romana Kurdê Rêwî bi Bergeha Xwedayî (Îlahî) hayiye pêşkêşkirin. Vegêr di nava bûyeran de cî nagire, midaxaleyê bûyeran nake. Bi bergeheke fireh li bûyeran dinêre. Vegêr her tiştî dizane; tiştên di huşê lehengan re derbas dibe, hestên wan, derûniya wan, serboriya wan, dahatûya wan, agahiyên herî nepen yên der barê wan de bi hemû hûrgiliyên xwe ve dizane. Li serê romanê heya binê romanê vegotin bi devê kesê sêyem e û hevok piranî bi dema boriya diyar in.

4. Honak

Yek ji hêmanên sereke yê romanê jî honaka bûyeran e. Ev bûyer cara bûyerên rastîn in ku nivîskar di jiyana xwe de rastî wan hatiye, kiriye tecrûbe, çavdêriya wan kiriye. Cara jî bûyerên xeyalî ne ku nivîskar di huşê xwe de afirandiye. Bûyer di romanê de bela vela nînin; di navbera wan de têkiliyeke ji sedem û encaman pêk tê heye, bûyer pişgiriyê didine hevdu, di nav rêkûpêkiyekê de ne (Forster, 2019, r. 128). Bûyer her dem di nava kronolojiyeke demê re naherike carînan şûndavegerînan dikin û rêza siruştî ya bûyeran diguherînin. Romana Kurdê Rêwî bi teknîka romana Klasîk hatiye nivîsîn. Honak sade ye. Bûyer bi rêzê têne pêşkêş kirin lê carînan bi teknîka flashbackê diçe demên berî niha jî. Roman ji 60 binbeşan pêk tê. Her binbeşekê de qala bûyerekî dike, piştî ew beş diqede, bûyerê li wir dihêle û derbasî cihekî din dibe, li wir bûyer dewam dike.

5. Tema û Mijarên Sereke

Hest û ramana ku ji serê romanê heya binê wê serdest e wekî temaya romanê tê binavkirin. Temaya romanê li gorî mijara romanê diha gelemperî û rêzber e; têgehên wekî hezkirin, evîn, hevaltî, dostanî, tenêtî, bêrîkirin û hwd. jî dihewîne. Ango tema hest û fikra bingehîn a di romanê de cî digire ye. Temaya romanê ji serî heya dawiyê li hev digire. Roman li ser îdeolojiya realîzma sosyalîst ava bûye. Ji aliyekî ve qala feodalîzmê dike ji aliyê din ve jî mizginiya şoreşa oktobirê dide. Jiyana rastîn a gunduyên kurd û ermenan bi awayekî rasterast radixe ber çavan. Zulm û zordariya axa, pîr û giregiran ya li ser gundî, pale, xulam û kesên kesîv. Û teşkîlatkirina fikrê marksîzmê, belavbûna wê ya bi zehmetî ya li nav gel de dide nîşan.

6. Ziman û Şêwaza Vegotinê

Berhemên edebî li ser zimên ava dibin. Roman jî cureyek ji berhemên edebî ye loma em dikarin bibêjin hunereke zimanî ye. Roman bi îmkanên ku zimên dayê ji xwe re dinêyekî ava dike û hewl dide ku ev dinêya ji xwe re saz kiriye nêzî rastiyê be. Ji ber vê yekê mecbûr e ziman û şêwazeke li gorî vê rastiyê bi kar bîne. Wekî hemû cure berhemên edebî di romanê de jî ziman û şêwaz gelekî girîn in. Zimanê romana Kurdê Rêwî zimanekî sade û herikbar e. Devoka kurdên sovyetê hatiye bikaranîn. Zimanê romanê zimanekî çandî ye. Ji hêla biwêj û gotinên pêşiyan ve jî gelekî dewlemend e, ziman zimanê gundiyan e. Tê de kêm jî be peyvên biyanî hene. Wekî mînak: Oranîk, apincî, qepece, revoliyûsiya fêvralê, aşqorkî, arxanî bûn, duşurmîş bûn, kivav, tewekel...

6.1 Gotinên Pêşiyan; Çend Nimûne

Mala mêra xirav nabe mala zêra xirav dibe, çiyayê bilind ji cînarê xirav paktir in, wexta ga têr dixwe stûyê xwe li kendala radide, gerek e meriv baxê xwe av de paşê yê xelkê, xwedê berxê nêr daye bona kêr, golkê malê li gayê malê natirse, siva xêr sivê da xêr e, zimanê şîrîn mar ji qula derdixe, qenciyê bikin mala xwe da nemirin, se goştê sa naxwin, malê dinê qirêca destan e, lingê pêxasa timê ber derê soldirûya ne...

6.2. Biwêj; Çend Nimûne

Mitanebûn, kap bi yekî re avêtin, dîtina xewneke neşûştî, mil xistina kulêv, serê xwe xwarin, cûcka xwe firêxistin, porê xwe kurkirin, çivt sekinîn, hûkî kirin mûkî, bûyîna qîr û sîr, rotin û pîvan, zor dana zimanê sor, di guhê gayê da bûn, ser guhekî razan, ji nêrî gulmast çêkirin, hîlê yekî li yekî çûn, ketina orta du kevira, xew ji çavan kuvî bûn, lêva xwe gestin, şer û şiltaq avîtin, tûyî cinyazê yekî kirin, bûna hîva bin‘ewr, pê xwe guhê xwe xistin, kirina riya kadizê, bûna kelemê çavê yekî, pehîna xwe kodka xwe ye tijî xistin, xew lê herimîn, dilberk dana xwe...

7. Kes û Tîp

Yek ji hêmanên sereke yê romanê jî kesên romanê ne û roman li ser kesan tê avakirin. Taybetiya kesên romanê ya herî girîng ew e ku divê ew kes ew kes bin ku di civakê de em bikaribin rastî wana bên ango ne dûrî rastiya kesên di jiyana civakî de em rastî wan tên bin. Kesên romanê caran ji însanan caran jî heyberên temsîlî yên ku zanavên însanî li wan hatine barkirin yên wekî; ajal, giha, heyberên bêgiyan, têgeh û hwd. pêk tên. Ji van kesên di nava bûyerên romanê de cî digirin yên bigiyan û bêgiyan gişk wekî kadroya kesên romanê têne binavkirin. Hemû kesên romanê bi awayekî rêkûpêk, bi hev re tev digerin û li gorî rola xwe cî digirin. Ev kes yan li gorî tevgerên xwe yên derveyî û xwiyayiyên fîzîkî yan jî jiyana xwe ye hundurîn û derûniya xwe têne ravekirin û eşkerekirin (Çetin, 2019, r. 144-146). Di romanê de kes wekî tîp û karakter dibine du birr. Tîp ew kesên romanê ne ku taybetiyeke wî bi awayekî zêderoyî derdikeve pêş, berdevk û temsîlkarê fikr an tevgereke civakî ya diyar in.Tîp şexsî yan jî bêhempa nîn in, gelemperî ne. Taybetiyên hevpar yên dewrekî yan komekî di xwe de dihewîne. Heçî karakter e, ew kes e ku ji tevgerên xwe yên derveyîn zêdetir bi jiyana xwe ye hundurîn û derûnî berbiçav dibe. Ji ber vê yekê ne rûyê kesan lê kûrahiya û derûniya wan nîşan dide. Di romana Kurdê Rêwî de gelek kes hene, wekî hemû romanên ku li ser hîmê realîzma sosyalîst ava bûne, kesên wekî reş û sipî ji hev vediqetin, kesên feodal û arîkarê feodalîzmê wekî karakterên nebaş, xirab, kirêt hatine afirandin û kesên feqîr, belengaz, xwende, şoreşger jî wekî kesên bi her awayî ve baş hatine îdealîze kirin.

7.1. Kesên Erênî:

Sûrên: Sûrên bi eslê xwe ermenî ye. Piştî xwendina mektebê tevlî refên partiya bolşevîk bibû. Li gundekî kurdan ders dida zarokan. Ji hêla partiyê ve jib o fikra marksîzmê li nav gundiyan belav bike, gundiyan li hember feodalan teşkîl bike hatibû şandin. Şev û roj jib o şiyarbûna gel dixebitî, dostê kesên kesîv bû. Ji bo zarokan bide xwendin gund bi gun digeriya, zarok dibirine dibistanê fêrî zimanê rûsî dikirin.

Zurbe: Zurbe bi eslê xwe rêncber bû, biştî mijûlahiya ticaretê dewlemend bibû lê wekî dewlemendan tev nedigeriya. Mal û sifra wî ji her kesî re vekirîbû. Dostê kesîv û belengazan bû. Însanekî dilrihm bû, li hember zilm û zordariya feodalan li cem pale û gundiyan disekinî.

Kerem: Şivanê hemîd begê bû, ev pîşe ji bawê wî jê re mabû. Bi saya Sûrên û Hemze bibû xwedî fikrekî sosyalîst. Xortekî jêhatî bû, aşiqê Zeytûna qîza Hemîd begê bû. Axirî jib o eşqa xwe hate kuştin.

Sebrî: Kurê Serdar û Meyanê ye, xortekî jêhatî bû. Bi saya Sûrên û Hemze bibû xwedî fikrekî sosyalîst. Li hember feodalîzme li cem gundî û paleyan bû.

Ûsiv: Ûsiv biraziyê Şiblî bû, mekteb dixwend. Ji ber ku xwende bû, şiyar bibû, xwedî fikrekî azadîxwaz bû. Rexne li feodalan dikir, fikra marksîzmê li nav gel belav dikir.

Merûjan: Bi eslê xwe xortekî ermen bû. Ji tirsa nasname û baweriya xwe guherandibû. Li hepisxaneyê dixebitî, arîkariya kesên bindest û girtî dikir.

Hemze: Kesekî zana û mêrxas e, ji ber fikrên xwe yê sosyalîst tê girtin û li hepisxaneyê direve. Fikrê marksîzmê li nav êlê de belav dike. Dost û hevalên gundî û paleyan e.

Şiblî: Gundiyekî qenc e. Birayê Hemzeyê mezin e. Jiyaneke normal didomîne. Piştî girtina Hemze ew jî şiyar dibe. Çiqas ji destê wî were arîkariya fikra sosyalîst dike.

Ûmnov: Ûmnov bi eslê xwe Ûris e. Peywira wî belavkirina fikrê sosyalîs e. Li nav gel digere, gel teşkîlat dike. Fikr û xeberên nû ji pariyê hildide digihîne teşkîlatan. Dostê gundî û paleyên kurd û ermenan e.

Zeytûn: Keça Hemîd begê ye. Xwedî kesayeteke baş e. Naşibe zarokên dewlemend û milkedaran. Gelekî bi rihm e. Ji Keremê Şivan hez dike, xwedî li eşqa xwe derdikeve, li hember bavê xwe disekine. Piştî mirina Kerem dîn dibe.

Perîşan: Dayîka Kerem e. Hingê heye rêncerî û xulamtî kirye. Gelek cefa kişandiye. Mêrê wê Elî şivanê Hemîd begê ye. Piştî mirina elî Kerem pêş deynê bavê xwe ve dibe şivaê beg. Ew û kurê xwe nanoziko jib o beg dixebitin.

7.2. Kesên Nerênî:

Hemîd Beg: Axayê êlê ye, xwediyê hezar û heysed malên êlê ye, gundiyên kesîv bi nanoziko vî re dixebitin, xwîna milet dimije, bi xwîdana pale, gundî û rêncberan bûye xwediyê servetekê. Fêlbazekî xirab e. Çavê wî bi tovkirina mal û milk têr nabe, naxwaze kesek têr be, xwe li ser her kesî re digire. Ji dîwanê û cerdbaşiyan re li hev dike, gundiyan dide girtin, mala wan dide şêlandin.

Belgîzar: Xanima Axê ye, ew jî wekî mêrê xwe herkesî biçûk dibîne, zulm û zordariyê li xulam û xizmetkaran dike. Tu rihm di dilê wê de tuneye.

Pîr Mîrzo: Pîrê ovê ye, kesekî durû, derewîn, sixûr, fêlbaz û minafiq e. Fesadiyê dike, planan çêdike, herkesî li ser tiliya xwe dide lîstikê. Olê wekî alavekê bi kar tîne, xelkê bi dîn û xurefeyan dixapîne. Li ser keda feqîr û kesîvan dewlemen bûye, xwe di nava xwîdana gel de digevizîne.

Keleşê rîspî: Rîspîyê gund e, kesekî dewlemend e. Gelekî tima ye, qêmîş nake kincekî li xwe bike, xwedî fêl û fita ye, ruşetê dixwe, cerdê dişîne ser mala gundiyan.

Zînê: Qîza pîr Mîrzo ye, ew jî wekî bavê xwe fêl û fîta dike, xwe wekî kesekî pîroz nîşan dide û bi bawerî û pîrozbûna xwe milêt dixapîne. Fe’la vedike, remla davêje, bi xurefeyan xelkê ditirsîne, dixapîne, fesadiya gund tev ew dike, îftiraya davêje milet, keseke hesûd û qelp reş e.

Serdar: Kesekî qure û bê ‘edelet e. Terefterê feodalîzmê ye, ji bo beg canê xwe feda dike. Heqaretê li jina xwe dike, wê dikute. Cerdê berdide ser mala xelkê kesîv. Dawiya dawî Keremê bê sûc dikuje.

Ehmed: Kurê Hemîd begê ye, kesekî qure û zulmkar e. zilmê li şivanan dike, qure ye, xwe mezin dibîne. Hero diçe nêçîr û seyranê, dinya ber di xema wî da nîne.

Kerapet Axa: Axayê gundê ermeniyan e. Wekî Hemîd beg ev jî bi keda gundiyên kesîv dewlemen bûye, heqê gundiyan dixwe, zulm û zordariyê li wan dike. Bi dîwanê re têkilîdar e, sîxurtiyê dike, cendirmeyan dişîne ser mala xelkê.

Zabitê Keçel: Zabiteyekî zulmkar û hîlekar e, karên qirêj dike, îşkenceyê li girtiyan dike. Siqûran dişîne cem girtiyan û dixwaze agahiyan li wan tov bike.

Elyaz: Sîxûrekî navdar e, bi fêl û fîta girtiyan dixapîne, wana dide xeberdanê û ji wana agahiyan tov dike û digihîne Zabiteyê Keçel.

8. Zeman

Ji ber ku jevveqetandina dem û bûyerê ne pêkan e, nivîskarê romanê, mecbûr e bûyer û honaka bûyerê çawa ku di nava demeke diyar de qewimî be, vebêje. Dema em behsa bûyerekî û kesên di wê bûyerê de cî digirin bikin pêwist e em qala dema qewimîna vê bûyerê jî bikin. Dema ku di romanê de derdikeve pêşberî me ji dema ku em romanê dixwînin cudadir e. Dema em tê de ne demeke rasteqîn e lê dema ku bûyerên romanê tê de derbas dibin demeke honakî ye, di xeyalê nivîskar de hatiye afirandin. Romana Kurdê Rêwî di destpêka sedsala bîstem de diqewime. Şoreşa Oktobrê nû çêbûye û fikrên sosyalîzmê nû nû di nav kurd û ermenan de belav dibe. Roman dema eskerê romê têne Qersê diqede. Kesên herêmê ber bi Sovyetê ve koç dikin, ji çemê Erezê derbas dibin.

9. Mekan

Mekan ji cihê ku bûyer(ên) ku di romanê de têne vegotin derbas dibin, şexsên romanê lê dijîn re tê gotin. Bûyerên di romanê de têne vegotin di cihekî diyar de derbas dibin, mekan bi bûyer(ên), şexs(ên) û unsurên romanê yên din re di nav têkiliyekê de ye û taybetiyên cihêreng nîşan dide. Şexsên romanê li gorî dorhêla fizîkî ya tê de ne têne pêşkêşkirin û di navbeyna dorhêl û însên de hevgirtinek tê sazkirin. Mekan wekî “dike”ya bûyerên di romanê de têne vegotin e. Di romana Kurdê Rêwî de mekan gelekî teng e, bûyer piranî li gundê Qereqoyînê diqewimin lê gundê cînar yê ermeniyan jî mekanekî romanê ye. Gund li bintarê çiyayê Sînekê ye, gundî havîna diçine zozanan û zivistanê vedigerine malên xwe.

10. Rexneya Tematîk

Wekî her berhemên hunerî roman jî ji “mebest”ekî der diçe. “Mebest”a romannûs, hêmana herî diyar e ku dibe sedema nivîsîna romanê. “Mebest”a romannûs, ji peyama ku metna romanê dihewîne pêk tê. Ev peyam jî di xwîneran de fikr û bîrbirînekî çê dike. Ev hemû tişt; mebest, peyam, fikr û bîrbirin “binyada tematîk” a romanê pêk tînin. Mijara romanê her çi be bila bibe, her romanek xwedî peyamekî ye. Ev peyam di nav vehûna/tevîneka romanê de wekî fikreke diyar cî digire. Bi domana bûyerên romanê re, di nav kirû û diyardeyan de berdewam dike, li gorî dereceya reng û pîvana xwe giringiyê bi dest dixe. Di romana Kurdê Rêwî de rexne herî zêde li feodalîzmê, zilm û zordariya axa û began tê kirin. Her wuha zordariya dewletê û zilma romê jî tê rexne kirin. Dîsa baweriyên pûç, urf û edetên berê yên xirab, statuya jinê ya di nav civakê de, kêmbûna xwendinê ya di nav gel de tê rexnekirin.

Encam

Realîzma sosyalîst mizgîniya hilatina pergaleke nû ya civakî dide. Ji bilî nîşandana rewş û tîpên heyî, pûçbûna wan jî pê re pêşkêş dike û dide zanîn ku ev rewş û tîpên heyî bivê nevê bêgav in ku hilweşin. Ji aliyekî din ve jî qala hilatina civakeke nû dike, bi hêviyeke xurt ji rabirdûyê heya îro dide rê û dahatûyekê radigihîne. Romana Kurdê Rêwî li ser realîzma sosyalîst ava bûye. Romaneke bi şêwaz, vehonana bûyeran, afirandina karakterên xwe ve romaneke klasîk e. Di romanê de, armanc; hişmendîkirin û şiyarkirina mirovan e. Roman hem xwedî şêwazeke dramatîk e hema jî xwedî şêwazeke ramanî. Wekî hemû romanên realîzma sosyalîst karakter reş û spi ne, li aliyekî karakterên erênî yên idealizekirî, li aliyê din jî karakterên nerênî-reş hene. Têkoşînek di navbera feodalîzm û sosyalîzmê de heye. Milkedar, axa, beg û pîr xwîna gundî, rêncber û paleyan dimijin. Tekane arîkarê feqîr û belengazan partiya bolşevîk e û fikra sosyalîst e. Ji bo şiyarkirina gel bi dil û can dixebitin. Lê îşaretên hilweşîna pergala feodal hene. Şoreşa oktobirê ji bo mezlûman bûye mizgîniyekê.

Jêder

Çetin, Nurullah, (2019), Roman Çözümleme Yöntemi, Ankara, Akçağ Yayınları.

Forster, E. M., (2019), Roman Sanatı, İstanbul, Milenyum Yayınları.

Îbo, Sehîdê, (2009). Kurdê Rêwî. (trans) Omerxalî, Xanna, Stenbol, Weşanxaneya

Avesta.

Îbo, Sehîdê, (2019). Qurna Min. (trans) Yıldırımçakar, Mehmet, Stenbol,

Weşanxaneya Avesta.

Tekin, Mehmet, (2019), Roman Sanatı 1 Romanın Unsurları, İstanbul, Ötüken

Yayınları.

[1]** Prof. Dr. Sehîdê Îbo (Sehîdê Rizgo Îboyan); di 8ê Gulana sala 1924an li Ermenistanê, gundê Qarxûna Jorîn, ji dayik bûye. Kolêj û Enstîtûya Bijîşkiyê (Nojdariyê) ya Rewanê xilas kiriye. Doktoraya xwe jî li Moskovayê temam kiriye. Sehîdê Îbo wekî Bijîşkê Zarokan kar kiriye. Di sala 1971ê de bûye serokê Pêdîatriyê li Enstîtûya Bijîşkiyê ya Rewanê. Di sala 1974an de li Waşîngtinê bûye endamê Komeleya Gurçiknasiya Zarokan a Navneteweyî (International Pediatric Nephrology Association). Li Glasgowê wekî endamê Komeleya Gurçiknasiya Zarokan a Civaka Ewropî (European Society of Pediatric Nephrology) hatiye hilbijartin. Di 17ê Kanûna Yekê ya sala 1991ê de li bajarê Rewanê ji aliyê kesên “nenas” ve hatiye kuştin. Hejmara kitêb û berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî der barê Gurçiknasiya Zarokan de nêzî sedî ne. Neh berhemên wî bi zimanê kurdî û tîpên kirîlî, li Rewanê hatine weşandin: Romanek, çar şi’r û poêm, serhatiyek, wergerek û du jî kitêbên bijîşkiyê. Romaneke wî ya ku berdewama romana wî ye ‘ewilîn, Kurdê Rêwî ye, ji ber kuştina wî ya bêbext û bêwext nîvco maye, neçûye serî.

Berhemên wî yên bi zimanê kurdî:

- Şîretê Doxtir [1968], Kitêba Bijîşkiyê.

- Siba We Xêr [1970], Kitêba Bijîşkiyê.

- Qurna Min [1963], Şi’r.

- Bîst Salên Din [1970], Şi’r.

- Sînem [1975], Şi’r & Poêm.

- Azatî [1988], Şi’r & Poêm.

- Duryan [1966], Serhatî.

- Kurdê Rêwî [1979], Roman.

- Lênîn û ‘Elî [1957], Werger. (Îbo, 2019, r. 4).

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin

DOSYA İÇERİĞİ