Xwendinek li ser Destpêka Romana Kurdî
Sabîr Reşîd

efpvjgel50uj9twou3o7al5eclmzcna3xsf7pqqv

Wergera Ji Soranî: Mûrad Celalî

Romana Kurdî û Pirsa Damezirandinê

Heke rojava ji bo hilsengandin û diyarkirina qonaxbendî û damezirandina romana kurdî bikine pîvan wê hingê em şaşiyeke mezin dikin. Lewra tiştekî diyar e ku ji hemû aliyan ve pêvajoya miletê kurd bi rojava re nayê muqayesekirin û ji hevdu pir dûr in. Heke em wê raya ku hinek lêkolîner û pisporên rojavayî qebûl bikin ku dibêjin roman berhema civaka pîşesaz e û helbest jî berhema civaka cotkar e, evê ji bo wêjeya me rast be. Lewra civaka me civakeke cotkar bûye û di warê helbestê de berhem pêk aniye û her wiha rojava jî di warê helbestê de berhem pêk aniye… Wekî ku rojava dibêje, civaka me herdem bar li ser pişta wê bûye û ji bo parastina mafê xwe bi derûdora xwe re têkoşiyaye û loma mîna civakeke cotkar maye û nikaribûye di vê cureyê girîng ya wêjeyê ku roman e navê xwe qeyd bike û karwanê xwe ber bi vê qada dinyayê bi rê bixe… Ji ber vê yekê di nav kurdan de helbest serdest bûye, ne wêjeya pexşan. Lewra wekî ku diyar e peywendiya wêjeya pexşan bi teknolojiyê re hebûye û ji ber vê jî em dibînin ku kurd di qada çapemeniyê de paşve mane û xwînerên wan jî her ew kesên ehlê hucre û mizgeftan bûne. Helbest ji hêla belavbûnê ve bi awayê devkî û nivîsîna li destxetan belav bûye û jiberkirina helbestê jî hêsan bûye. Derketin û peydabûna rojnamegeriya kurdî jî bûye sedema belavbûna çapê û destpêkirina pexşana kurdî. Bêguman roman û çîrok jî beşeke wêjeya pexşan in û hewldanên pêşîn jî di rojname û kovaran de hatine tomarkirin.

Di hewldana pêşîn de romana kurdî nikaribûye bibe xwedî asta çendanî û çawaniyê û tenê çend berhem hatine tomarkirin. Li gor wêjeya dinyayê qeydkirina romana kurdî dereng dest pê kiriye û ev jî li Kurdistana Iraqê di salên bîstan de pêk hatiye. Bêguman tomarkirina me ya pêşîn Meseley Wijdan ya Ehmed Caf Muxtar e ku di salên 1927-1928an de hatiye nivîsîn. Her çendî hinek pisporên çîroka kurdî wê wekî çîroka dirêj, novelêt û roman qebûl bikin jî ez wê wekî roman dizanim. Lewra hemû mercên romanê di xwe de dihebîne.

Wekî din romaneke neqediyayî ya Mihemed Elî Kurdî heye û navê wê jî Nazdar ya Keçî Kurd Leladê ye û di sala 1936an wekî rêzeroman di kovara Ronakî de hatiye weşandin. Lê mixabin tenê jê sê beş hatine weşandin.

Di vî warî de ya girîng ew e ku wekî berhemeke çîrokê cara ewil li ser navê romanê li ser hatiye nivîsin. Li gor bîbliyografiya ku Huseyn Arif ji bo çîroka kurdî amade kiriye û wekî pirtûk weşandiye, di navbera salên 1925-1983an de tenê çar roman hatine çapkirin û ew jî ev in:

1- Meseley Wijdan ya Ehmed Caf Muxtar.

2- Pêşmerge ya Rehîmê Qazî.

3- Aştî Kurdistan ya Mihemed Salih Seîd.

4- Janî Gel ya Îbrahîm Ehmed.[1]

Bi vê destpêkê mebesta min ew e ku derkeve holê romana kurdî li gor rojava dereng derketiye holê, tomarkirina wî sist û serxon bûye. Heke em qonaxbendiya wê diyar bikin bi vî awayî bûye.

1- Qonaxa destpêkê û hewlên pêşîn 1927-1970.

2- Qonaxa avabûn û geşbûnê 1985-1990.

3- Qonaxa pêşketin û nûbûnê ji 1991ê û heta niha.

Ez jî mîna lêkolîner û pisporên din wisa qebûl dikim ku rojnameya kurdî di nîvê duduyan yên salên heştêyî de romana kurdî dide geşkirin û avakirin. Êdî ji vê dîrokê şûnda romana kurdî tomarkirina xwe berdewam kiriye û ji hêla çendînî û çawaniyê ve jî li gor qonaxê beriya xwe ku di rewşeke lawaz de bû, pêş ketiye. Êdî di nav salên heştêyî de geşedana romana kurdî dest pê dike.

Dr. Îbrahîm Qadir Mihemed di teza xwe ya mastirê de ku di sala 1990 de bi sernavê Romanî Kurdî lê Iraq pêşkêşî Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Selaheddîn kiriye, qet behsa qonaxbendiya romana kurdî nake, lê ji bo mijara avabûna wê nîvê duduyan yê salên heştêyî li Iraqê wekî geşedana romana kurdî destnîşan dike.[2] Her wiha Dr. Adil Germiyanî jî ku teza wî ya mastirê der barê romana kurdî de ye bi sernavê Rêyalîzm le Romanî Kurdî Hewçerx le Iraqda di sala 1997an de pêşkêşî Fakulteya Perwerdeyê ya Îbn Ruşd ya Zanîngeha Bexdayê kiriye. Ew jî nîvê salên heştêyî li Kurdistana Iraqê wekî destpêka serdema zêrîn destnîşan dike. Wekî ku dibêje “Ev heyama bi vî rengî ya sist û lawaz ya romana kurdî li Iraqê heya sala 1986an berdewam kiriye, paşê serdema zêrîn dest pê kiriye. Di navbera salên 1986-1995an de şanzde roman hatine çapkirin…[3]

Bêguman Dr. Adil Germiyanî nikaribûye qala romanên çiyê bike ku di sala 1985an beşa pêşîn ya romana Heres û her wiha heman salê romana Tolle û beşa Heres ya din jî di sala 1987an de hatine weşandin û ev hersê roman jî yên romannûsê navdar Mihemed Mukrî ne. Ji bilî van hersê romanên wî li çiyê di sala 1989an de romana bi navê Koçî Sûr ya Heme Kerîm Arif û kurteromana Kêwî Mezin ya Karwan Ebdulla hatine weşandin.

Her wiha behsa romana Segwer ya Mukrî jî nekiriye ku di sala 1982an de li çiyê çap bûye.

Û di wê de nîqaeşeke edebî kiriye, bi raya min tu romana kurdî ji hêla pozîtîvî û negatîviyê ve bi qasî wî nivîsîbe û bi vî jî di wêjeya kurdî de nirxekî bide romanê.

Bêguman heke Dr. Adil bikaribûya behsa vê romanê jî bikiriba wê jimara ku wî di navbera salên 1986-1995an de wê gelekî ji şanzdeyan zêdetir bibûya.

Bêguman heke em bala xwe bidinê ka di wêjeya kurdî de bikarînan têgeha romanê çawa bûye, em rastî berhema Mihemed Elî Kurdî tên ku wekî me gotibû yekem kes e li ser berhema xwe roman nivîsiye. Her wiha di wêjeya kurdî de kesê cara pêşîn têgeha romanê bi kar aniye jî Hacî Qadirê Koyî ku helbesta xwe de dibêje:

Le dewrî ême roman we cerîde

Egerçî meqsed e, zanînî baw e[4]

Ev yeka jî wê gotina me piştrast dike ku Hacî Qadirê Koyî helanê dide kurdan û ji bo bilindkirina asta hişyarî û perwerdekirina milet ev herdu jî girîng in û pêwîstiya kurdan bi wan heye. Jixwe Hacî Qadir yekem kes e ku wekî têgeh cerîde di helbesta kurdî de bi kar aniye. Helan daye kurdan ku qîmetê bidinê û diyar e ku rola rojnamegeriyê di pêşketina wêjeya pexşanê de heye ku bi wê çîrok û roman tên tomarkirin û neşirkirin. Ji vê şûnda berhema pêşîn wekî pirtûk roman li ser hatiye nivîsîn Nazeya Îsmaîl Rojbeyanî ye. Li ser bergê pirtûkê roman nivîsiye. Ji pey vê re pirtûka ku cara ewil li ser roman hatiye nivîsîn Segwera Mukrî ye di sala 1982an de li çiyê derçûye.

Dr. Maruf Xeznedar di heyama lêkolînên xwe de diyar kiriye ku heke romana kurdî bi romana cîhanê re berawird bikin di romana kurdî de hemû merc pêk nehatine. Wekî dibêje, “Cureyê romanê di edebiyata kurdî de li Iraqê derketiye holê, lê bêyî ku bibe cureyekî têkûz û hemû mercên romana cîhanê di xwe de bihebîne nivîskaran navê romanê li wan kirine. Lê em li vê derê tiştekî sûdmend bibêjin ew berhemên edebî yên ku nivîskarên wan navê romanê li wan kirine bûne destpêk û ceribandinek ji bo peydabûna romanê… Ev gotin ji bo hinek berhemên astbilind nîne wekî Janî Gel, her wiha romanên Maruf Berzencî!”[5]

Li vê derê em wê pirsa ku hertim derdikeve pêşiya me bipersivînin, romana kurdî dê çawa û çi çaxê xwe bihîne asta romana cîhanê? Yan jî di nav romana cîhanê de romana kurdî li ku ye? Di dawiya vê destpêkê de mimkun e ku ez vêya bibêjim: Divê em asta pêşketina civakî, siyasî û aborî û hwd. li ber çavan bigirin. Lewra heya niha raman û çanda rohilat û rojava ji hevdu cuda bûye. Bêguman roman jî wekî beşek û pareke vê çandê ew jî di vê cudahiya ramanî de xwedîpar e. Civaka rojava ya ku xwedî ronesans, şoreşa pîşesazî, pêşketina teknolojîk, felsefe û rewşenbîrî, mirovê Ewropa ev hemû pêk anî û pêş xist. Bêguman romanûsên mezin jî li ser vê asta dinyayê peyda bûn û xizmeta wêje û ramana mirovahiyê kirin. Ji ber vê yekê nabe ku em romana kurdî bi romannivîsiya bi nav û deng ya dinyayê re berawird bikin. Lê dibe ku em vê li ber çav bigrin ku romannivîsiya me ji hêla hunerê ve sûdê ji teknîka rojava werbigire. Ev bandora bêguman ji vê hêlê ve li ser romana erebî, farisî û tirkî jî çêbûye. Divê romana kurdî li gor rewşa dîroka wê were nirxandin û mirov wekî berhemeke rojhilat bala xwe bidinê û wekî hêmaneke rojava miemeleyê pê re nekin û wekî romana kurdî lê mêze bikin. Her çendî negihîştibe asta romana pêşketî ya dinyayê jî ez bi xwe xwedî wê fikrê me ku ji tu hêlê ve romana kurdî ya ji miletên derûdora xwe kêmtir nîne.

Dema damezirandina romana kurdî dehikên heştêyî ye û ev destpêka xuyana romana kurdî ye. Lewra ev heyama çapkirina bi dehan roman, kurteroman û yan novelan, çendîn romanên bi nav û deng yên dinyayê bal bi kurdî ve tên wergerandin. Danûstandineke qenc her wiha di heman heyamê de pêk hatiye ku gelo romana kurdî heye û yan tuneye. Piraniya nivîskarên kurdan beşdarî vê gengeşiyê bûn û li ser hebûna romana kurdî û destpêka wê raya xwe diyar kirin. Bi taybetî Ebdulrehman Paşa çend rêzenivîsên bi sernavê “Hel Bede Esr er-Rîwaye el-Kurdiye?/Gelo Esra Romana Kurdî Dest Pê Kiriye?” yên bi zimanê erebî di rojnameya el-Iraqê de weşandin.[6]

Di vê rapirsiyê de hejmareke girîng ji romannûs, çîroknûs, nivîskar, rojnamegerî di derheqê hebûn û tunebûna romana kurdî de, ji destpêkê heya îro li ber romana rojava nirxandin, hizra xwe diyar kirin. Ji pey wê re di sala 1994an de li Îranê pirtûkeke bi sernavê er-Rîwaye el-Kurdiye hat çap kirin û di sala 2001ê de heman pirtûk û bi zimanê erebî ligel hinek zêdekirinan û bi pêkêşiya Dr. Maruf Xeznedar bi çapeke xweşiktir dîsa bi destê weşanxaneya Arasê hat çapkirin. Bêguman ev çavkaniyeke baş e ji bo wan kesên dixwazin li ser cihê romana kurdî ya di zimanê kurdî de bibin xwedî agahî.[7]

Îro êdî gelek nivîsên din jî li ser romana kurdî hatine nivîsîn, him di kovar, rojname û weşanên li çiya û him jî di çapemeniyê de ango di rojname, pirtûk û weşanên li bajarên Kurdistanê de. Her wiha li gelek welatên dîasporayê, bi taybetî jî li Swêdê hawirekî rewşenbîrî û çapemeniyê derket holê. Li wê derê kêm û yan zêde li ser romana kurdî û axaftinên li ser romanên derçûyî û der heqê çendîn romanên kurdî de rexne û gotûbêj hatin nivîsîn.

Di vî dehsalî de kete heyameke din ya xurtbûnê, bi taybetî gelek romanên din yên kurdî jî li dewsa li bajarên Kurdistanê, li çiya çap bûn û hatin belavkirin. Her wiha li wê derê wêjekaran li ser romana kurdî nîqaş kirin û rexneya romanê derket asteke din. Nemaze li ser romana Mukrî Segwer ya ku di sala 1981ê de çap kiribû di pirtûk, nivîsên kovar û rojnameyan de yên li çiyê gelek nivîsên rexneyê hatin nivîsîn. Li bajêr jî Mihemed Mewlûd Mem bi romeneke bi sernavê Karwan û Segwer bersiva Mukrî da. Lêbelê heta dawiya raperînê çap nebû.[8] Her wiha di nav salên heştêyî de li pey hevdu li çiyê çend romanên din hatin çapkirin: Heres -beşa pêşîn- Mukrî 1985, Tolle, Mukrî 1985, Heres -beşa duduyan- Mukrî, 1987, Koçî Sûr -Heme Kerîm Arif- 1989, Kêwî Mezin, Karwan Ebdulla, 1989, ku Karwan Ebdulla li ser vê kurteroman nivîsiye.

Li bajêr romana kurdî bi hêz dike û ji lawaziyê xelas dibe û hinek romanên din jî tên çapkirin, ewna:

Romanî Şar -Bergê Pêşîn- Huseyn Arif, 1986, Koxa Sêwî -Ezîzî Melay Reş- 1986, Kangay Bela -Hesam Berzenc- 1988, Tuwanewe -Xefur Salih Ebdulla- 1988, her wiha di sala 1988an de kurteromana Malawa Gulî Xem ya Hîmdad Huseyn hatiye çapkirin, ev yekem pirtûk e ku li ser kurteroman hatiye nivîsîn.

Ev û çendîn romanên ku hatibûn wergerandin weşiyan û hêdî hêdî ji bo weşana romana xwemalî û yên werger zemînek pêk hat. Ji bo dezgehên çapemeniyê jî bû helan ku wan çap bikin û li gor pêwîstiya serdemê navê romanê kete li ser zar û ziman. Bêguman di sala 1989an de jî çendîn romanên din jî hatin çapkirin û vê jî reng û rewşeke nû da romana kurdî. Bi taybetî bi weşana romana Kurdere ya Xusrew Caf û Helkşan Berew Lûtke ya Ebdulla Serrac û Bohjîn ya Doktor Nafî’ Akrayî û Ezîzî Melay Reş jî bi sernavê Gurg û Bizin romaneke taybetî bi zimanê ruhberan ji bo zarokan nivîsî. Bi weşana van li ser romanan gotûbêjeke mezin pêk hat û kovar û rojname bûn warê weşandina wan nivîsan ku wekî kovara Rojî Kurdistan, Beyan, Karwan, Rewşenbîrî Nwî û her wiha rojanmeyên Hewkarî, Paşkoy Iraq. Li çiya jî kovara Nûserî Kurdistan, Bang, Gizing û yên din. Li dervayî welêt jî ev kovarên kurdî di warê nasandin û nivîsîna li ser romana kurdî de texsîr nekirine.

Ev dehan romanên destxet yên din heke di wê heyama ku hatin nivîsandin bihatana çapkirin bêguman wê bandor li ser wan romanên çapkirî yên hindik jî bikirana. Lewra heke di dema xwe de bihatan çapkirin hevkêşiya wan dê biguheranda. Bo mînak di sala 1971ê de Yekîtiya Nivîskarên Kurd, ji bo helbest, çîrok, roman û şanoyê pêşbaziyeke edebî li dar xist. Heft roman pêşkêşî vê pêşbaziyê kirin. Navê nivîskarê van berhem û romanan şandin. Encama pêşbaziyê di 14ê tîrmeha 1971ê de hat diyarkirin. Xelata yekemîn romana Agirê Bin Ka ya Seîd Nakam wergirt. Xelata duyem bû ya romana Rêga ya Mihemed Mewlûd Mem. Encam û navê wan hemûyan di jimara 3yan ya kovara Nûserî Kurd de hatin weşandin. Ji vê qalkirinê mebest ew e ku heke ev heft romanên ku berhemên salên heftêyî ne di dema xwe de ji bo pêşbaziya edebî hatin berhevkirin, her wisa bihatana weşandin di salên heftêyî de dibû tomarkirinek, dengvedan û xurtbûna romana kurdî derengî nedixist. Tomarkirina ku di nav salên heştêyî de çêbûne wê di salên heftêyî de pêk bihatana û wekî deh salên zêrîn bihata nivîsandin. Lewra bo mînak ew herdu romanên Mamoste Seîd Nakam û romana Mihemed Mewlûd Mem ji hêla hunerê ve romanên serketî bûn û ji hêla raçandin û sazkirinê ve wekî romanên hunerî hatibûn nivîsîn. Diyar e ew çar romanên din jî asta wan ya hunerî xirab nebûn, lêbelê ji ber ku nehatibûn çapkirin mimkun nîne bên nirxandin… Tenê ji ber ku nehatine çapkirin em li ber xwe dikevin! Mixabin her çendî nivîskarên ku ji bo çapkirinê hewl didin jî berhemên wan di qul û quncan de toz digrin. Ev mînak hê ji bo dehên din jî rast e. Ji xêncî van romanên di salên heştêyî de hatine çapkirin hinekên din jî hebûne. Lê mixabin mimkun nebûye bên çapkirin. Lê tê dîtin ku piraniya wan romanên ku ji salên heftêyî û heştêyî mane piştî serhildanê tên çapkirin. Bo mînak romana Rêga ya Mem ku romaneke ji wan heftan e ligel romana Agirî Bin Ka ya Namkar piştî serhildanê hatiye çapkirin. Diyar e heke di dema xwe de bihata çapkirin ji bo salên heftêyî wê hesabekî din derketa holê û her wiha ji bo romana kurdî rewşeke din wê pêk bihata. Heman mînak ji bo romaneke Bextiyar Elî ya Mergî Taqeney Dûwem jî heye. Ez bi xwe haj pê heme ku ev romana di nav salên heştêyî de ye Se’dulla Şêxanî li dezgehekî çapemeniyê pirtûk ji bo nivîskaran çap dikir û min bi xwe jî ew romana li çapxaneya “el-Hewadis”ê li cem Se’dulla dît, lê mixabin min winda kir! Bêguman heke ew romana di salên heştêyî de bihata çapkirin niha hemû hevkêş guherîbû. Lewra di wê serdemê de romaneke ewqasî hunerî bû û di salên heştêyî de ji bo berhemên baştir rê hê xweştir dikir.

Tiştekî balkêş e ku wî di deh salî de ango salên heştêyî de cureyekî din yê romanê jî zêde derdiket pêş. Çara pêşîn di wî dehî de navê “kurteroman” û “novelêt” wekî têgeheke nû di edebiyata kurdî de kete ser bergê van romanan. Ji hêla çawanî û çendiniyê de hêzeke nû bi xwe re anî… Kurteromanên Payîzexem ya Hemîd Huseyn, Kêwî Mezin ya Karwan Ebdulla û hê bi dehan kurteromanên din ji bo salên heştêyî bûn tomareke zêrîn û her wiha bi wî awayî bû salên damezirandin û pêşketina romana kurdî.

Romana Kurdî û Qeydên Pêşîn

Romana kurdî ji dema serhildanê heya niha axaftin, gotûbêj û lêkolînên curbecur li ser hatine kirin. Piraniya nêrînan jî çi der barê nasnameya nivîsan û çi jî der barê şêwe û naveroka nivîsan ve hevreng nebûne. Ya rastî her nivîskar û cudahiyên wî dikevin ser nasname û cureyên nivîsên wî. Tenê di wan tezên akademîk yên der barê romana kurdî de hatine nivîsîn de ev cudahiyên nêrînê û destnîşankirina nasnameya nivîsan, şêwe û naverok û xwendina nivîsan ji hevdu cudatir e û rayên cespandî tunin. Ev yeka jî vedigera asta yekem ku gelo nivîskaran bi xwe cure û yan jî nasnameya nivîsa xwe destnîşan kirine û yan na. Bi destê hinekan nivîskaran li ser bergê berhemên xwe cure û nasnameya wan nivîsîne. Lê ev yeka nayê qebûlkirin, bo mînak li ser berhemê roman hatiye nivîsîn û bi destê çendîn rexnegir û lêkolînerî ve berevajî dabeşkirina nivîskar bi cureyekî din hatiye binavkirin. Berhem heye tenê ku li ser çîrok hatiye nivîsîn û bi destê rexnegir û nivîskaran wekî novelêt hatiye xwendin. Ji hêla desnîşankirin û navdanîna li gor bîr û raya xwe û ji bo navdanîna pêşîn ya li ser qeydan nêrînên ji hevdu cuda hene. Her nivîskarî li gor bîr û ray û nêrîna xwe cara pêşîn li ser qeyda xwe daniye. Ev yeka bêguman tevliheviyê dixe lêkolîn û tezên akademîk. Jixwe mimkun e ev mijara îro û sibê bi belgeyên durist û zanîstî ve bên seratkirin. Mîna miletên din yên dinyayê em dikarin qeyd û dîroka xwe bi duristî binivîsin û bixin ber destê yên îro û yên ji pey me re bên. Bi baweriya min ji ber vê hewcedarî bi lêhûrbûn û lêkolînên bi berdewam heye. Min ji hêla xwe ve bi xwendin û li peyçûna bi berdewam li ser karê rexneya edebî û lêkolînên li ser roman û çîroka kurdî ji bo tomara pêşîn ya ji tomaran li ser çend mijarên romana kurdî xebitîm. Ez bi xwe gihîştime van rastiyan û ez hez dikim wan bixim ber destê xwîneran ji bo saxkirin û derxistina rastiyên wê. Heke belgeyên piştrastkirî hebin ez têm li ser bîr û raya wan kesên xwedî têbînî û nêrînên cuda yên li ser qeyd û navdana rast. Wekî din ez qeydên pêşîn wekî li jêr qebûl dikim:

1- Li hemû Kurdistanê romana kurdî ya pêşîn Meseley Wijdan ya Ehmed Muxtar Caf e ku di salên 1927-1928an de hatiye nivîsîn. Lêbelê hema wisa destnivîs maye heya sala 1970yî ku bi hewl, xebat û pêşîkêşiya Dr. Îhsan Fuad hatiye çapkirin. Bêguman heke ev romana di dema xwe de bihata çapkirin hemû hevkêşa hebûn û tunebûna romana kurdî diguherî û ewê bibûya qeyda pêşîn ya him ji hêla nivîsînê ve û him jî ji hêla çapkirinê ve û pêngavên din jî li pey wê re dihatin.

2- Romana pêşîn ya kurdî ya çapkirî ango romana pêşîn ya li hemû Kurdistanê romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo ye di sala 1935an de li Ermenistanê bi tîpên krîlî hatiye nivîsîn û çapkirin.

3- Wekî têgeh di wêjeya kurdî de li Kurdistanê bikaranîna têgeha romanê cara pêşîn ji teref Hacî Qadirê Koyî hatiye emilandin û di helbesteke xwe de têgeha romanê bi kar aniye. Çawa ku Dr. Fuad Reşîd dibêje ji hêla dîrokî ve di wêje û rewşenbîriya kurdî de bikaranîna têgeha romanê heya sedsala 19an diçe û di helbesteke Şair Hacî Qadirê Koyî (1815-1897) de li ber çavan dikeve:

Zemane rêsmî caranî nemawe

Çiraxî nazm û munşî kujrawe

Le dewrî ême roman we cerîde

Egerçî meqsed e, zanînî baw e[9]

4- Li Kurdistana Iraqê berhema belavbûyî ya pêşîn a li ser têgeha romanê hatiye nivîsîn romana Nazdar ya Jinî Kurd le Ladê ya Mihemed Elî Kurdî ye. Çawa ku Dr. Fuad Reşîd dibêje di sedsala 20an de li gor agahiya me çavkaniya herî kevn ya ku tê de têgeha Romana Kurd hatiye nivîsîn ev metn e “Nazdar ya Jinî Kurd le Ladê ya Mihemed Elî Kurdî, romaneke kurdî ye û 100 rûpel e û bi qelema Mihemed Elî Kurdî” di Kovara Ronakî, jimar 7, adara sala 1936an rûpelê 8an de hatiye weşandin.[10]

5- Romana kurdî ya bi serê xwe ya pêşîn ya ku hatiye weşandin û li ser roman hatiye nivîsîn romana Naze ya Îsmaîl Rojbeyanî ye ku di sala 1981ê da li Bexdayê çapxaneya Dar el-Iraqê bi mezinahiya 133 rûpelî hatiye çapkirin.

6- Romana kurdî ya pêşîn ya li çiyê hatiye çapkirin jî romana Segwer ya Mihemed Mukrî ye ku di sala 1982na de di Zengê de çap bûye û li ser gotûbêjeke rexneyî ya mezin ya edebî hatiye kirin.

7- Wekî mijareke rexneyê li ser romana kurdî rêzegotara pêşîn ya Mihemed Emîn Ehmed e ku di nav pênc beşan de bi zimanê erebî di rojnameya et-Taxî de bi sernavê “Xiyar er-Rîwaye fî el-Edeb el-Kurdî” ye. Beşa pêşîn di jimara 1406an ya 9/8/1973an de hatiye weşandin û beşa pêncan jî di jimara 1319an ya 26/8/1973yan de hatiye weşandin.[11]

8- Teza akademîk ya pêşîn teza Lîsansa Bilind ya der barê romana kurdî de ya Dr. Îbrahîm Qadir Mihemed ya bi sernavê Romanî Kurdî le Iraqda ye ku di sala 1990î de li Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Selaheddîn hatiye pêşkêşkirin.[12]

9- Kurteromana pêşîn ya ku wekî novelêt di wêjeya kurdî de hatiye çapkirin novelêta Lexewma ya Cemîl Saîb e ku di sala 1925an de hatiye nivîsîn û heta sala 1975an wekî pirtûk nehatiye çapkirin. Her çendî rexnegir û lêkolîner xwedî rayên cuda bin jî di warê tesnîfkirinê de ez bi xwe wê wekî qeyda pêşîn ya novelê ya kurteromanê qebûl dikim. Lewra rast e li ser deqê nasnameya wê nehatiye diyarkirin ango nehatiye sinifandin lê nivîs bi xwe şahidiya wê dike. Di serdema xwe de 23 rêzehelqeyên wê yên temamnekirî di herdu rojnameyên bi navê Jiyanewe û Jînê de hatine weşandin. Hejde helqeyên vê çîroka dirêj di rojnameya Jiyanewe de hatine weşandin û pênc helqeyên din jî di rojnameya Jînê de hatine weşandin. Lê di sala 1975an de bi destê Cemal Baban li gor destnivîsa wê wekî pirtûkê tevî pêşgotinekê hatiye çapkirin.[13]

10. Di edebiyata kurdî de berhema pêşîna çapkirî ya ku bi destê nivîskarê wê bi xwe hatiye tesnîfkirin û li ser bergê wê pirtûkê kurteroman hatiye nivîsîn Malawa Gulî Xem ya Hîmdad Huseyn e ku di sala 1988an de li Bexdayê hatiye çapkirin.

Lêbelê qeyda pêşîna ya ku di nav çapên pirtûkan yên li çiyê ku li ser kurteroman hatine nivîsîn Nameyekî Bepele ya Karwan Ebdulla ye ku di sala 1987an de li çapxaneya Hîzbî Şiyu’î Kurdistan çap û belav kiriye. Lêbelê jimara nusxeyên hatiye çapkirin pir kêm bûye, bi awayekî taybet bûye û çapa wê jî ewqasî pêşkerî û rind nebûye.[14]

Sala ji pey wê re jî ango di sala 1989an de Karwan Ebdulla kurteromaneke bi navê Kêwî Mezin belav kiriye û li ser bergê wê kurteroman nivîsiye.

11. Berhema pêşîna wekî pirtûk hatiye çapkirin, cureyê wê hatiye diyarkirin û li ser bergê wê novelêt hatiye nivîsîn Hesar we Segekanî Bawkim ya Şêrzad Hesen e ku di sala 1996an de hatiye çapkirin.

Hêvîdar im ku bi giştî ev zanyariyana ji bo lêkoner, xwîner û rexnegirên edebiyata kurdî bibin çavkanî û bi taybetî jî ji bo romana kurdî. Heke zanyariyên din jî li ser mijara vê nivîsê jî zêde bikin dê vê dewlemendtir bike û wê bikeve xizmeta edebiyata kurdî.

Di Edebiyata Kurdî de Novelêt

Wekî Têgeh, Pênase û Qebare Novelêt

Bêguman hemû cureyên roman, kurteroman û çîrokê cureyên cuda ne di pexşana edebî de. Lê ji hêla mezinahî, rengûrû û taybetmendiyan ve ji hevdu cuda ne û bi navên cuda yên wekî çîrok, roman û kurteroman tên binvakirin. Wekî du cureyên edebî ji hêla mezinahî, piçûkî û dirêjiyê ve çend cureyên wan hene. Wekî romana kurt, romana dirêj, çîroka kurt, çîroka dirêj, kurtîleçîrok. Her wiha ev cureyana wekî xeyalî, zanistî, mêjûyî, realîst û hwd tên dabeşkirin da ku di peşxana edebî de risteyeke çak derkeve holê…[15]

Reûf Hesenî romanûs û çîroknûs e ji bo mijara navê roman, kurteroman û yan novelêtê xwedî vê rayê ye: “Ji pexşana hunerî çîrokên 50 peyvî jî hene û heta yên bi hezaran rûpelî… Jixwe nabe ji her yekî navek bê danîn. Tenê çar û yan pênc nav hene ku da qet nebe ji wan hevdu cuda bikin… Kurtîleçîrok, çîrokî kurt, novelêt, roman…”[16]

Her wiha Şîrzad Hesenê romanûs û çîroknûs jî dibêje heke li ber ronahiya klasîkiyê bersiva vê pirsê bê dayîn dibêjin: “Novelêtê ji kurte çîrokê dirêjtir û ji romanê jî kurttir e.” Ango bi jimara peyvan novelêtê ji romanê vediqetînin. Ew ji hêla jimara peyvan ve ji hevdu cuda dibin. Ji hêla dîrokê ve jî nêrîna rexnegiran wiha ye ku “kurteroman” li Almanyayê derketiye holê û ji her dere bêtir geş bûye. Lêbelê diyar e ku îro li çar aliye dinyayê bazara kurteromanê germ e û bi milyonan xwînerî li derdora xwe kom kiriye.

Helbet peyv û yan têgeha “roman” bi kurdî nêzîkî bilêvkirina “romance”yê ye, ne bi mene. Jixwe bin çend zimanên nû yên Ewropayê jî wisa tê bikaranîn. Peyva novelê ya ku hinekî ji romanê cudatir e û peyveke ji “novella” îtalî hatiye. Tê meneya tiştekî piçûk û teze. Helbet îro em di zimanê xwe de peyva “novelêt” bi kar tînin û ev jî dikeve ber navê kurteromenê. Eşkere ye ku novelêt him nû ye li gor romanê jî piçûktir e…”[17]

Enwer Mihemed Tahirê romanûs û çîroknûs piştî berawirdkirina van du cureyan der heqê romanê de wiha dibêje: “Nizanim gelek cara li me têk diçêt berawirdkirin li navbeyna novelêt û romanê. Hindek novelêtê bi dem û rûyî da girêdan ko dibêt maweyê rûdana ji salekê kêmtir nebêt. Belê heke em li dîv pênasa ingilîz biçîn ku novelêt çîroka dirêj e.

Elbet gelek romannivîs hene novelêt nivîsîne wek Gabriel García Márquez û novelêta Kolonîlî Kes Nîne Jê Ra Kaxeza Bişînit yan Serhatiya Deryavanekî Xendiqî yan novelêta Sûru ya Sumerist di yan Baxçeyê Ajalan ya Goerge Orwell, romana Pîremêrd û Zerya ya Hemingwey bi novelêt dan. Çunkî maweyê wê kêm e, ew jî dest pê diket demö Santiago diçite -nav deryayê ta dizivirîteve ew masiya ravekirî- qerşa ya xarî her hosa gelek ereb û kurd hene çîrok ya nivîsayî û novelêt jî nivîsiyaye.”[18]

Lêbelê ev navê ji hevdu cudakirina yê ku bi destê Cebar Cemal Xerîbê romanûs û çîroknûs tê kirin tenê dem e. Bi ya wî binavkirina wê girîng nîne û bikarînan demê novelêtê derdixe holê. Wekî ku dibêje “Sedema herî sereke ya ku derketina novelêtê dem e, dem û bes. Ew dema ku novelêt pê tê nivîsandin ew dema şefafa ku roman pê tê nivîsandin nîne. Tu carê nabe ku romaneke du sed û yan sê sed rûpelî bi dema pir sihru “ayîneyî” ya novelêtan bê nivîsin. Romana pirkêşe û bûyer di wê heyama nivîsînê de ku novelêt tê de pêk tê ne mimkun e were nivîsîn. Her çendî bi raya min navdan qet qîmeteke wê tunebe jî, novelêt ew roman e ku hemû nîşanên romanê di xwe de dihebîne. Yan jî dibe ku bê gotin navdana novelêt şaş e, novelêt jî ew roman e ku bi demeke tengtir hatiye nivîsîn. Ew tengî û firehiya demê wê qadê ji nivîskar re venake ku bi kêfa dilê xwe bi sedan hevok û peyvan bi kar bîne û ji bo stûrbûnî pirtûka xwe xerc bike. Dibe ku novelêt ew romana xweşik be ku ligel wê dinya xwe ya nû derdikeve holê…”[19]

Lêbelê bi diyarkirina romannûs û çîroknûs Nasir Wehîdî novelê ji hêla qebareyê ve li dewsa romanên çend bergî û dûr û dirêj girtine û wiha dibêje: “Niha çîrok jî di warê qebareyê nerind û nehez dibe. Demeke dirêj e çîrok (novelêt) cihê rêzeromanên çend bergî yên wekî Sê Tifingdar ya Aleksander Duma, Gewçe ya Dostoyevskî, Donî Aram ya Şoloxof, Giyanî Şeyda ya Romen Rolan, Gilîdar ya Dewletabadî, Agirê Bêyî Dukel ya Nadir Îbrahîmî… dadigire. Heke çîrok (novelêt) wekî nivîseke edebî ya ji romanê kurtir û ji kurteçîrokê dirêjtir li ber çav bigrin, divê em wan Ferhengên Navdar yên Dinyayê yên wekî Webîster, Karl Bîkson û Artorgîz li ber çav bigrin. Di gelek ferhenên têgehên edebî yên dinyayê ji bo roman, çîrok û kurteçîrokê meneyekê didin. Ya li vê derê naverok û navaxenî ev şêweyê çîrokê ye. Divê taybetmendiyên roman û kurteçîrokê hebin, lê ev taybetmendiyana kîjan in…”[20]

Hesen Silîvaniyê çîroknûs û şair her wiha rêvebirê kovara Raman ya ku taybetî novelên kurdî diweşîne xwedî vê rayê ye: “Novelêt nivîsîn, beyavê wê berfirehtir e, rengekî şaristanî hevçerx e ji romanê zaye, xwe bi çi tîtal û rewşên neliv nagirêt, nivîserê wê xwe dibînît azad û berdayî, rûdan û kes û pehlewan dê bi temamî hête xwandin. Êtir roja novelêtê ye.”[21]

Mamoste Mihemed Emîn Ehmedê çîroknûs bi çavê gerdûnî, pêşketin û asta pêşketina romana dinyayê û li gor asta cîhangerayî ya îro bala xwe dide novelêta kurdî û dibêje “Roman û novelêt di halê berdewambûnê de bûne, heke roman bi behre, qanûn, teknîk, bîr û hiş, bûyer û li ser bûyerê, dil û derûnê ruhî pêk bê, a ew roman, novelêt gerdûnî ye. Divê werger û rexneya wê jî di asta dahênana wê de bin…”[22]

Dr. Adil Germiyanî di lêkolîna xwe ya bi sernavê “Çend Ciyawaziyekî Nîwan Roman we Çîrokanî Dîkey Edeb” de dixwaze qala roman û çîrokê û peywendî û cudahiya herduyan ya ji roman û cureyên din yên edebî û bi taybetî cureyên pexşanê bike. Piştî nîşandana cudahiyên di navbera cureyên çîrok û cureyên romanê de li ser qebareya herdu cureyan sekiniye û dibêje “Qebare -kurtîleçîrok- 500-15000 peyv e, qebareya kurteçîrokê 5-6 hezar peyv e, qebareya çîroka dirêj 20-30 hezar peyv e, qebareya kurteromanê 40-60 hezar peyv e û qebareya romana dirêj jî ji 200 hezar peyvî zêdetir e. Bo mînak romana Şer û Aştî ya Tolstoy (1828-1910) ji 600 hezar peyvî zêdetir e…”[23]

Çinar Bêcan Cindî teza xwe ya mezûniyetê bi şêwirmendiya Dr. Ferhad Pîrbal bi sernavê “Teknîkî Gêrînewe Le Mergî Bazneyî da” pêşkêşî koleja Perwerdeyê Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Selaheddîn kiriye. Di vê teza xwe de beşek ji bo qala cihê novelêt di edebiyata kurdî de bike veqetandiye û bi vî awayî novelê pênase dike û dibêje: “Novelêt yan jî kurteroman ew çîroka di navbera roman û kurteçîrokê de ye. Her çendî kurtî yan dirêjî van babetana wekî cureyên cuda ji hevdu veqetîne jî ligel vê tiştê ku hê bêtir diyar dike ev nivîsa dikeve kîjan cureyî ew jî rola nivîskar bi xwe ye. Di destnîşankirin û tesnîfkirina nivîsa ew dinivîse li gor pirtûkên weşandine yan jî nivîsên wî yên di kovar û rojnameyan de diyar dibe…”[24]

Ebdulrehman Paşa di pirtûka xwe ya erebî ya bi navê er-Rîwaye el-Kurdiye de ligel weşandin du bîblografiyên ji bo romana kurdî û kurteromana kurdî navê çîroka Mamnawendî “el-qisse el-wusta” li vê bîblografiyayê kiriye û di têbîniya bîblografiyayê de jî bi vî awayî pênase kiriye û qebare diyar kiriye û dibêje: “El-qisse wusta: qisse nesrîye, tawîl mîn el-qisse el-qesîre we eqser mîn el-qisse et-tawîle we er-rîwaye we yeterawih eded kelîmetuha beyn 15 we 30 elf kelîme/Çîroka navîn: ew çîroka pexşan e, ji kurteçîrokê dirêjtir e lê ji çîroka dirêj û romanê jî kurttir e û jimara peyvên wê di navbera 15 û 30 hezar peyvî de diguhere.”[25]

Heyat Seîd Ebdulkerîm jî di teza xwe ya mastirê de ya bi sernavê “Novelêt le edebî kurdîda -1970-2000” ya pêşkêşî Koleja Perwerdeya Zanistên Mirovayetiyê ya Zanîngeha Selaheddînê kiriye ev encama bi dest xistiye û dibêje: “Teorîsyenên wêjeyê û rexnegiran di nîqaşên li ser dirêjiya romanê (novel) û kurteromanê (novelêt) de him metnê romanê him yê novelêt û kurteçîrokê evna hemû mijarana nîqaş kirine. Ji bo hevdu cudakirina van cureyên edebî qaîde û destûr diyar kirine. Bi awayekî giştî piraniya teorîsyenên edebî di pêvajoya nivîsînê de xwedî wê baweriyê ne ku roman ango novelêtên wekî kurteroman û yan jî çîroka dirêj wesif dikin ji hêla dirêjbûnê ve di navbera roman û kurteçîrokê de ye û yan jî bi gotineke din novelêt ji kurteçîrokê dirêjtir e û ji romanê jî kintir e.”[26]

Novelêt di wêjeya kurdî de

Novelêt yan jî kurteroman wekî têgeh dawiya salên heştêyî di wêjeya kurdî de hatiye bikaranîn. Bi taybetî jî seba ji romanê cudakirina çîroka dirêj ya ku bi qebare ji romanê kurttir û çîrokê jî dirêjtir e… Babeteke din jî bi xwe destnîşankirina cure û tesnîfa berheman e. Lewra niha êdî nivîskar bi xwe mijara xwe desnîşan dikin û dema di kovar, rojname û yan ji wekî pirtûkeke serbixwe diweşînin bi xwe xebata xwe tesnîf dikin û li ser babetên xwe wiha dinivîsin: “Roman, kurteroman, novelêt, novel, dastan, romanoke, çîroka dirêj, çîrok, dastanê kurdewarî û hwd…”

Ev destnîşankirin heta salên nodî ango qonaxa raperînê berdewam kir, hemû nivîskaran li gor mîzaca xwe berhem dabeş dikir. Lê piştî raperînê çîrok û romana kurdî hemû cureyên wekî çend cureyan hatin dabeşkirin wekî “roman, kurteroman, novelêt, romanoke, novel, çîrok, kurtîleçîrok.” Ligel vê dîrokê û beriya salên desnîşankirî û her wiha salên bîstan bi dehan kurteroman û yan novelêt him wekî pirtûk û him jî nav rûpelên kovaran de hatin weşandin. Lê wekî têgeh qet li ser tiştek nenivîsîbûn yan jî hinekan tenê li ser çîrok nivîsîbûn. Bêguman heke Lexewma Cemîl Saîb wekî kurteroman bê qebûlkirin ku hinek lêkolîner û zanyar çîrokê wekî kurteroman qebûl dikin, wê çaxê sala 1925an dibe destpêka novelêtê kurdî û ev dibe qeyda pêşîn ya di vî warî de.

Îcar ew nîqaşa gelo roman e yan kurteroman e ya Meseley Wijdan ya Ehmed Muxtar Caf derdikeve holê. Hinek lêkolîner wê wekî çîrok û hinek jî wekî kurteroman binav dikin.[27] Bêguman dîroka nivîsîna wê 1927 bûye, lê nehatiye çapkirin. Ji ber vê tu rê namîne ev herdu berhem bên hember hevdu. Raya min bi xwe ew e ku Meseley Wicdan roman e û Lexewma jî kurteroman e. Ji ber vê em nikarin di salên bîstan de ji xêncî Lexwma Cemîl Saîb berhemeke din peyda bikin û loma di salên bîstî de tekane novelêt ew e. Di salên siyî de du kurteroman Elhoyî Kurdistan û Qralî Kurdistan yên Kamiran Bedirxan tên çapkirin. Ji dû van re kurteromana Hellatnasî ya Nurî Hîzanî di sala 1934an de hatiye çapkirin. Ango di salên bîstî û siyî de hinek hewldan hebûne û piştî vê dîrokê û bi taybetî pey salên pêncî û şêstî çendîn çîrokên dirêj him wekî pirtûk û him jî di kovaran de hatine weşandin. Ji wan hinek ji hêla qebare, naverokê û ji hêla hunerî ve dibe ku mîna novelêtê bên qebûlkirin. Lêbelê nivîskarên wan qet dabeşkirinek nekirine û yan jî li ser çîrok nivîsîne. Bêguman hinek ji wan çîrokan her çendî li ser çîrok hatibe nivîsîn û wekî pirtûkên serbixwe hatibin çapkirin jî ji hêla qebare û awa û naveroka xwe ve nakevine nav beşa novelêtê û her wekî çîrok dimînin. Em ewên wekî pirtûkên serbixwe hatine çapkirin bi vî awayî destnîşan bikin:

1. Îsa Elî, Kellekok, Çapxaneya Zarî Kirmancî, 13 rûpel, 1926.

2. Pîremêrd, Mem û Zîn, Silêmanî, Çapxaneya Jîn, 22 rûpel, 1934.

3. Pîremêrd, Danzde Siwarî Merîwan, Silêmanî, Çapxaneya Jîn, 32 rûpel, 1935.

4. Miherrem Mihemed Emîn, Mam Homer, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, 27 rûpel, 1954.

5. Mistefa Salih Kerîm, Jerrey Zencîr, Silêmanî, Çapxaneya Jîn, 22 rûpel, 1956.

6. Xalid Dilêr, Keway Nekray, Bexdad, Çapxaneya el-Me’erif, 16 rûpel, 1958.

7. Miherrem Mihemed Emîn, Gerdî Şehîdan, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, 24 rûpel, 1958.

8. Mihemed Elî Medhoş, Nerîman Çi lêhat, Silêmanî, Çapxaneya Jîn, 32 rûpel, 1968.

9. Ezîz Eqrawî, Tolesendin, cih û navê çapxaneyê tune, 19 rûpel, 1968.

10. Heme Kerîm Arif, Goranî Xerîban, cih û navê çapxaneyê tune, 24 rûpel, 1992.

11. Ezîzî Mellay Reş, Hizbî Keran, Çapa Ronyo û Fotokopî, 36 rûpel, 1994.

Bêguman ev berhemên ku me destnîşan kirin nakevine beşa bîblografiyaya kurteromanan û yan novelêtan. Lewra ji hêla qebareyê ve jimara rûpelên wan ya çîrokan e û ji hêla hunerî ve jî ji kurteroman û yan jî novellatê vediqetin. Lêbelê çendîn berhemên din jî hene ku di salên pêncî û şêstî de wekî pirtûk hatine çapkirin, nivîskarên wan li ser çîrok û yan jî qet tiştek nenivîsîne, ango li gor dabeşkirina kurteroman û yan jî novelêt nehatine çapkirin, ji ber ku ev têgeh di wê serdema navîn ango salên pêncî, şêst û pey wê re di edebiyata kurdî de belav nebibû. Lê ligel vê jî ji ber qebare, şêwe, naverok û aliyê hunerî ve ne çîrok in û ne jî roman in, lê wekî kurteroman û novelêt tên xuyanê. Bi ya min heke wê serdemê xwediyê wan ango nivîskarên wan li ser wan berheman novelêt û yan jî kurteroman binivîsiyana bêguman wê di vî warî de bibûna pêşeng. Lê mixabin ev dabeşkirin nekirine û di bin sernavê çîrokê de çap kirine. Bo mînak di salên pênciyî de çend berhem layîq bûn wekî novelêt bihatana binavkirin hebûn, lewra ji hêla jimara rûpelan û hunerî ve dikevine vê beşe. Wekî Lalo Kerîma Cemal Nebez di sala 1956an bi 72 rûpelî hatiye çapkirin. Her wiha Xanzadeya Cemal Baban bi 56 rûpelî çap bûye û wekî din Karwanî Mihemed Salih Seîd bi 60 rûpelî hatiye çapkirin. Em heta salên heştêyî çendîn berhemên bi qebare û naveroka wan wiha dibînin, lê navê wan danenîne novelêt û yan kurteroman, berevajî wê çîrok li ser nivîsîne. Bo mînak çîroka Gelegurg ya Mamoste Huseyn Arif ku ji çar çîrokan pêk tê û li ser bergê wê jî çar çîrok hatiye nivîsîn. Lêbelê ya rastî Gelegurg û Şallawî Dil bêşik du novelêtê ciwan û serketî ne him ji hêla şêwe ve û him jî ji hêla naverokê ve. Gelegurg ji hêla qebareyê ve pirtûkeke 55 rûpelî ye û Şallawî Dil jî bi qebareya xwe ya 60 rûpelî ve pirtûkeke mezin e.

Piştî van nivîsan em çendîn hewlên din jî dibînin ku bi navê çîrok û yan jî navên din tên qeyd û belavkirin. Lê mixabin heya dawiya salên heştêyî nakevine ber dabeşkirin û bîblografyaya kurteroman û novelêtê kurdî. Lê ya rastî ji wan nivîsan gelek him ji hêla qebare, naverok û teknîkê ve bêguman novelêt in. Lê ji ber ku pênaseya nivîsan û dabeşkirina wan li ser wan berheman nehatine nivîsîn ev novelêt û yan kurteroman e, qeyda vê diçe heta salên heştêyî. Lewra di wan salan de ev cureyê edebî him wekî mijar him wekî destnîşankirin û dabeşkirin û wekî têgeh belav bû û xwe da qebûlkirin. Her çendî ji bilî herdu berhemên Hesen Arif ku me behsa wan kir dehan berhem hunerî yên din jî hatine belavkirin û ji hêla hunerî û qebare ve kurteroman û yan jî novelêt in, lê nivîskarên wan li ser nenivîsîbûn kurteroman û yan novelêt. Bo mînak Zelîl ya Heysam Berzengî ku hejmra rûpelên wê 112 e û di sala 1982an de hatiye çapkirin û nivîskarê wê li ser bergê wê çîroka dirêj nivîsiye. Her wiha Payze Xewn ya Mihemed Mewlûd Mem ku di sala 1987an de hatiye çapkirin û bi rastî jî novelêteke hunerî ye, lê nivîskarê wê li ser bergê pirtûkê dastanî kurdewarî nivîsiye. Her wiha sala 1996an Ebdulla Serrac li ser bergê Sonatay Roh nivîsiye novel. Ezîzî Mellay Reş jî li ser bergê Kirmanc kurteçîrok nivîsiye. Wekî din Ebdulla Serrac di sala 2001ê de dema li dervayî welêt bû çaxê Wengeyê çap dike li ser bergê pirtûka xwe novelêt-romanoke nivîsiye. Lê di çapa duduyan ya herdu berhemên xwe de sala 2005an de li bergê wan novelêt nivîsiye. Qeyda pêşîn ya di edebiyata kurdî de bi vî awayî ye: Di edebiyata kurdî de berhema pêşîn ya çapkirî û nivîskarê wê bi xwe dabeş kiriye û li ser bergê pirtûka xwe kurteroman nivîsiye li çiyê Malawa Gulî Xem ya Hîmdad Huseyn e ku di sala 1988an de li Bexdayê çap kiriye.

Lê qeyda pêşîn ya ku li çiyê hatiye çapkirin û li ser bergê wê kurteroman hatiye nivîsîn Nameyekî Bepele ya Karwan Ebdulla ye ku sala 1987an li çapxaneya Hizbî Şiyu’î Kurdistanê hatiye çapkirin û belavkirin. Lêbelê hejmara nusxeyên çapkirî pir bi sînor û kêm e û awayekî taybet hatiye çapkirin. Çapa wê jî pêşketî û rind nîne.[28] Sala ji pey wê re ango sala 1989an dîsa Karwan Ebdulla û heman awayî li çiyê kurteromana Kêwî Mezin çap û belav kiriye û li ser bergê wê jî kurteroman hatiye nivîsîn. Dîsa li çiyê gotûbêjên zêde li ser hatine kirin û nirxandinên rexneyî yên baş li ser hatine nivîsîn.

Di edebiyata kurdî de berhema pêşîna ku li ser novelêt hatiye nivîsîn ew tomara Hesar we Segekanî Bawkem ya Şêrzad Hesen e ku sala 1996an hatiye çapkirin. Li vê derê em digihêjine wê encamê ku wekî têgeh û bikaranîna kurteromanê di sala 1987an de pêk hatiye û qeyd û bikaranîna novelêtê jî cara pêşîn di sala 1996an de pêk hatiye. Çi wekî şêwe, naverok û çi jî wekî navdayîn dabeşkirin novelêt û yan jî kurteroman salên piştî raperînê zêde bûye. Çi bi çapkirina pirtûkên serbixwe û çi jî di kovarên edebî de belavkirinê ve karibûye xwe wekî têgeh xwe ji roman û kurteçîrokê cuda bike û xwendin li ser bên kirin û wekî cureyekî pesend û pêwîstiya serdemê xwe bi xwînerên kurd bide nasîn û lêkolîner û rexnegirên çîrokê jî wekî cureyekî nû qala wê bikin. Ev yeka jî hê bêtir qîmetê dide wê û dikare bi serê xwe biparêze. Di rojên vê serdema me ya çalak de nivîskarên me yên nikarin dest biavêjine romanên dirêj dikarin xwe biavêjine ber bextê wê û pê edebiyata kurdî dewlemend bikin û romana dirêj jî ji kesên din yên bihêz û dikarin ra bihêlin. Ewna her yek jî ji hêla xwe ve bibin temamkerê hevdu da ku bi giştî perepêdana çîrok û romana kurdî. Bi min xweş e dîsa bi vê nivîsê bi qasî hêza xwe û zanîna xwe hewl da ku bîblograyayeke novelêtên kurdî ji dema destpêkê ya derketiye holê heya sala 2001ê tomar bikim da ku ji bo wan zanyar û lêkolîner û rexnegir û xwendekaran bibe çavkaniyek da ku hê bêtir li pey herin û lêkolînê bikin. Eger min di vê bîblografiyayê de tiştek ji bîr kiribe û yan jî tomar nekiribe, kesên din bên wê temam bikin û lê zêde bikin. Bi taybetî jî wan tomerên ku dawiya sala 2001ê ku min destnîşan kirine û heya roja me berdewam in tomar bikin û li ser wan novelêtên ku min ji bo we xwîneran heya îro anîne zêde bikin û bêder bi bereket be.

Di vê bîblografiyayê[29] de hêmanan bi vî awayî rêz dikim: Navê novelêtê, cihê çapxaneyê ku tenê navê bajêr tê nivîsîn, jimara rûpelên novelêtê, sala çapkirinê.

1. Lexewma, Cemîl Saîb, Bexda, Çapxaneya Korr, 1975, 78 rûpel, di sala 1925an de hatiye nivîsîn.

2. Lalo Kerîm, Cemal Nebez, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, 72 rûpel, 1956.

3. Xanzade, Cemal Baban, Bexda, Çapxaneya Temedun, 56 rûpel, 1957.

4. Karwanî, Mihemed Salih Seîd, Çapxaneya Selman el-E’zamî, 60 rûpel, 1957.

5. Pelle Hewrêkî Çilken, Cemal Baban, Bexda, Çapxaneya el-Me’erif, 98 rûpel, 1958.

6. Xewlew Bele, Xalid Dilêr, Bexda, Çapxaneya El-Lîwa’, 80 rûpel, 1958.

7. Awat, Mistefa Qeredaxî, Bexda, Çapxaneya el-Me’erif, 70 rûpel, 1958.

8. Şehîdanî Qelley Dimdim, Mistefa Salih Kerîm, Silêmanî, 50 rûpel, 1958.

9. Rêgey Azadî, Miherrem Mihemed Emîn, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, 64 rûpel, 1959.

10. Ciwan, Mihemed Ehmed (Azad), Silêmanî, Çapxaneya Jîn, 64 rûpel, 1960.

11. Sergull, Mihemed Elî Medhoş, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, 74 rûpel, 1960.

12. Gerdelul, Ebdulmecîd Mawetî, Silêmanî, Çapxaneya Jîn, 88 rûpel, 1961.

13. Şemşalê Şiwan, Mihemed Salih Seîd, Bexda, Çapxaneya Selman el-E’zamî, 108 rûpel, 1967.

14. Dastanî Du Pallewan, Remzî Qezaz, Bexda, Çapxaneya el-Cahiz, 96 rûpel, 1968.

15. Bûke Şûşe, Dr. Maruf Xeznedar, Bexda, Çapxaneya Es’ed, 58 rûpel, 1969.

16. Gule Mergî, Ebdulla Agirîn, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, 88 rûpel, 1969.

17. Encamî Tema’ekarî, Soran Mehwî, Silêmanî, Çapxaneya Kameran, 90 rûpel, 1970.

18. Leser Zemanî Giyandaran, Selah Mihemed Behaeddîn, Silêmanî, Çapxaneya Raperîn, 53 rûpel, 1970.

19. Jêrînay Amêdî, Mihemed Emîn Mengurrî, en-Necef, Çapxaneya el-Xerî, 52 rûpel, 1971.

20. Feyruz Xanî Peşko, Mihemed Emîn Mengurrî, en-Necef, Çapxaneya el-Qeza’, 84 rûpel, 1981.

21. Aya Gunahbar e?, Yusif Derbeder, Bexda, Çapxaneya el-Emîn, 50 rûpel, 1971.

22. Xuynî Benaheq Rijraw, Soran Mehwî, Silêmanî, Çapxaneya Kameranî, 56 rûpel, 1971.

23. Cotyarekî Koll Neder, Selam Menmî, Silêmanî, Çapxaneya Kameranî, 52 rûpel, 1971.

24. Mahreko, Mihemed Emîn Mengurrî, Silêmanî, Çapxaneya Raperîn, 71 rûpel, 1971.

25. Kasey Cejn, Soran Mehwî, Silêmanî, Çapxaneya Kameranî, 96 rûpel, 1972.

26. Gelîney Gorîçedar, Selam Menmî, Silêmanî, 64 rûpel, 1974.

27. Destê Dayik, Emerikê Serdar, Êrîvan, Çapxaneya Rewan, 98 rûpel, 1974.

28. Çuzerey Bin Perde, Selam Menmî, Silêmanî, Çapxaneya Raperîn, 100 rûpel, 1979.

29. Zelîl, Hesam Berzencî, Bexda, Çapxaneya el-Hewadîs, 112 rûpel, 1982.

30. Gelegurg, Huseyn Arif, Bexda, Çapxaneya el-Edîb el-Bexdadiye, Koçîrokî Gelegurg, 55 rûpel, 1983.

31. Şallawî Dill, Huseyn Arif, Bexda, Çapxaneya el-Edîb el-Bexdadiye, Koçîrokî Gelegurg, 60 rûpel, 1983.

32. Rawe Masî, Fazil Kerîm Ehmed, Elmanya, Çapxaneya Binkey Hengaw, 92 rûpel, 1986.

33. Nameyekî Bepele, Karwan Ebdulla, Çapa Şax, Hizbî Şiyu’î, 1987.

34. Payîze Xewn, Mihemed Mewlûd Mem, Bexda, Çapxaneya Dar el-Huriye, 80 rûpel, 1987.

35. Malawa Gulî Xem, Hîmdad Huseyn, Bexda, Çapxaneya el-Hewadîs, 84 rûpel, 1988.

36. Kêwî Mezin, Karwan Ebdulla, Çapî Şax, Bêyî Navê Çapxaneyê, 112 rûpel, 1989.

37. Wêne Yektir Birêkan, Heysam Berzencî, Komeleya Nûseranî Kurdistan, ç/1, ç/2, G. Karwan, Jimar 4, 1992.

38. Çaweronî, Aram Kakay Fellah, Swêd, 1992.

39. Tarîkî Xor, Heme Elî u Haşim Serrac, G. Karwan, Xollî Raperîn, Jimar 4. 1993.

40. Pîrî Koyan, Mewlûd Îbrahîm Hesen, Govarî Karwan, Jimar 10, 1994.

41. Feylekî Nadir Şa, Muhsîn Ehmed Umer, Parîs, 51 rûpel, 1995.

42. Hesar we Segekanî Bawkem, Şîrzad Hesen, Hewlêr, Çapxaneya Wezaretî Perwerde, 80 rûpel, 1996.

43. Sonatay Roh, Ebdulla Serrac, Hewlêr, Çapxaneya Hayedlibîrg, 66 rûpel, 1997.

44. Jinanî Aw, Cebar Cemal Xerîb, G. Raman, Jimar 18, 1997.

45. Beydax, Heme Kerîm Arif, G. Raman, Jimar 13, 1997.

46. Kolûy Peng, Mihemed Salih Seîd, G. Raman, Jimar 14, 1997.

47. Yaqûtî Elwen, Cebar Cemal Xerîb, G. Raman, Jimar 21, 1998.

48. Gemey Wirde Masî, Selah Umer, G. Raman, Jimar 21. 1998.

49. Kirmanc, Ezîzî Mellay Reş, Belawkirewekanî Rojnamey Medya, Bêyî Navê Çapxaneyê, Hewlêr, 56 rûpel, 998.

50. Mizgênî, Mihemed Remezanî, G. Raman, Jimar 21, 1998.

51. Kemetyar, Kerîm Deştî, Silêmanî, Çapxaneya Danaz, 86 rûpel, 1999.

52. Mergî Bazney, Sabîr Reşîd, Hewlêr, Çapxaneya Roşenbîrî, 48 rûpel, 1999.

53. Qiyamet, Kerîm Deştî, G. Nûserî Nwê, Jimar 8, 1999.

54. Kepek, Ezîzî Mellay Reş, G. Nûserî Nwê, Jimar 8, 1999.

55. Elebestê, Hesen Caf, Silêmanî, Bê Navî Çapxane, 114 rûpel, 1999.

56. Burcî Çavdêrîy Gerdûnî Erarat - Piştî Salê 2000, Mihemed Emîn Ehmed, G. Raman, Jimar 40, 1999.

57. Gulistan we Şev, Hesen Silêvanî, Duhok, Çapxaneya Hawar, 98 rûpel, 2000.

58. Remûznat, Roşna Ehmed, G. Raman, Jimar 55, 2000.

59. Wenge, Ebdulla Serrac, Elmanya, Çapxaneya Havîbûn, Berlîn, 2000.

60. Mulezim Tehsîn we Ştî Tirîş, Dr. Ferhad Pîrbal, Silêmanî, Çapxaneya Darnaz, 132 rûpel, 2001.

61. Berde Jin, Mewlûd Îbrahîm Hesen, Hewlêr, Bêyî Navê Çapxaneyê, 116 rûpel, 2001.

Di Lêkolîn û Xebatên Edebî yên Kurdî de Novelêt

Ji wan kesên heya niha li beşên zimanê kurdî yên li Herêma Kurdistanê û Zanîngehên Bexdayê tez û nameyên akademîk pêşkêş kirine Dr. Adil Germiyanî di hevdîtinekê de balê dikşîne ku heya niha 2 tezên doktorayê û 4 tezên mastirê yên der barê romana kurdî de hatine pêşkêşkirin.[30] Lê ji van tezan qet yek bi taybetî û yan jî beşeke wan ji bo lêkolîna li ser kurteroman û novelêtên di edebiyata kurdî de nehatiye veqetandin heta ku sala 2005an Mamoste Heyat Seîd Ebdulkerîm teza xwe ya mastirê ya li ser edebiyata kurdî ya bi taybetî li ser novelêtên kurdî û bi sernavê “Novelêt le Edebî Kurdîda 1970-2000” ya bi şêwirmendiya Dr. Ebdulla Hedad pêşkêşî Koleja Perwerdeyê ya Zanistên Mirovayetiyê kir. Bêguman ev yeka sebebê kêfxweşiyê ye ku ev mijara girîng û nû bi awayekî zanistî û wekî tezeke mastirê pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kiriye. Beriya wî jî min bi xwe wekî mijareke edebî ya girîng der barê novelêtên di edebiyata kurdî de bi zimanê kurdî û erebî nivîsîbû û ew bi zelalî ji bo Mamoste Heyat Seîd bû çavkanî. Ez ji ber vê berhema zanistî destxweşî û sihetxweşiyê lê dikim… Dîsa ez hez dikim qalê bikim ku hinek şaşî û kêmasiyên min hebûn û hinek çavkaniyên min ji bîr kiribûn yan jî ez haj pê tunebûm hebûn. Vê dawiyê dubare ez li ser xebitîm û pêde çûm, niha heya astekê bi dilekî rihet dikarim wekî çavkaniyekê behsa wê bikim, ligel zêdekirina çend beşan, serastkirina bîblografiyayê dikarim bidime ber destê xwendekarên zanîngehê û xwînerên delal. Hêviya min ji kesên din ew e ku xebatên baştir û têr û tijîtir çêbikin û bi taybetî ew bîblografiyaya ku min heya sala 2001ê aniye heya roja me ya îro bînin.

Di nav lêkolîn û xebatên edebiyata kurdî de bi taybetî jî yên li ser roman û novelêtên kurdî de balê bikşînin li ser pirtûka er-Rîwaye el-Kurdiye ya Ebdulrehman Paşa ku di sala 2001ê de bi destê dezgehê Aras hatiye çapkirin û belavkirin. Li çend cihan de bal kişandiye ser kurteroman û di bin sernavê el-Qisse el-Wusta him pênaseya qebareya wan diyar kiriye û him jî bîblografiyaya çend kurteromanan daye. Ji Lalo Kerîma Cemal Nebez ya sala 1956an dest pê kiriye û heya Nazeya Îsmaîl Rojbeyanî ya sala 1981ê çap bûye dane. Her çendî ewa dawîn li ser bergê pirtûkê roman hatibe nivîsîn jî Ebdulrehman Paşa ew wekî kurteroman nîşan daye.

Bêguman di teza mastirê ya Îbrahîm Qadir Mihemed û teza mastirê ya Dr. Adil Germiyanî de kêm û yan zêde di hinek mijarên roman û gotûbêj û nîqaşa romanê hatiye kirin. Bo mînak Dr. Îbrahîm Meseley Wijdan ya Ehmed Muxtar Caf roman qebûl dike û Dr. Adil jî wekî kurteroman nîşan daye.

Kesên heya niha di tez, xebat û lêkolînên xwe de û dosyeyên bi taybetî li ser mijara di edebiyata kurdî de novelêtê sekinîne bi dor ev kes in ku me nîşan daye:

1. Nasir Wehîdî, Cebar Cemal Xerîb, Hesen Silêvanî, Enwer Mihemed Tahir, Şêrzad Hesen, Reuf Hesen, Mihemed Emîn Ehmed; Mêjgirdî Govarî Raman, Jimar 50, le 5î Abî 2000.

2. Sabîr Reşîd, er-Rîwaye Qesîre-Novelêt- Fî el-Edeb el-Kurdî, Cerîde Xebat, el-Eded 1050, fî 2/11/2001.

3. Çinar Bêcan Cindî, Teknîkî Gerînewe le Novelêtê Mergî Bazneyeda, Şêwirmend Dr. Ferhad Pîrbal, Teza Mezûniyetê, Koleja Perwerdeyê Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Selaheddîn, 2004.

4. Sabîr Reşîd, Novelêt le Edebî Kurdîda, Rojnamey Edebî Stayl, Jimar 19, 15/3/2005.

5. Heyat Seîd Ebdulkerîm, Novelêt Le Edebî Kurdîda -1970-2000, Teza Lîsansa Bilind, Şêwirmend Dr. Ebdulla Hedad, Koleja Perwerdeyê ya Zanistên Mirovayetiyê Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Selaheddîn - Hewlêr teşrînî yekem 2005.


Çavkanî
[1] Huseyn Arif, Bîblografyayî Çîrokî Kurdî -1925-1983-, ç. 1, Çapxaneya Roşenbîrî, Hewlêr, 1987, r. 15.
[2] Îbrahîm Qadir Mihemed, Romanî Kurdî le Iraqda, Teza Lîsansa Bilind ya der heqê rexneya Edebiyata Kurdî de pêşkêşî Koleja Edebiyatê ya Zankoya Selaheddînê kiriye, Çapî Ronîw, Îlon 1990, r. 2.
[3] Adil Germiyanî, Rêyalîzm Le Romanî Kurdî Hewçerx Le Iraqda, Teza Lîsansa Bilind ya der heqê rexneya Edebiyata Kurdî de pêşkêşî Koleja Perwerdeyê ya Îbn Ruşd ya Zankoya Bexdayê kiriye, Çapî Ronîw, Adar 1996, r. 28.
[4] Serdar Ehmed Mîran û Kerîm Mistefa Şareza, Dîwanî Hacî Qadirî Koyî -Lêkolînewe û Lêkdanewe-, Hewlêr, 1986, r. 106.
[5] Adil Germiyanî, çavkaniya borî, r. 13.
[6] Ebdulrehman el-Başa, “Hel Bede Esr er-Rîwaye el-Kurdiye?”, beşa pêşîn di Jimara 3960î ya roja (23/1/1989) rojnameya el-Iraqê de belav bûye.
[7] Ebdulrehman el-Başa, er-Rîwaye el-Kurdiye, Menşûrat Aras, reqem 106, Metbe’e Wezare et-Terbiye, Hewlêr, 2001.
[8] Mihemed Mewlûd Mem, Karwan û Segwer, Roman, ç. 1, Wezareta Perwerdeyê, Hewlêr, 2003.
[9] Dr. Fuad Reşîd, Rexney (Rexney Romanî Kurdî) 1983-1999, Kitêbfiroşî Soran, Hewlêr, Çapxaneya Rûn, Silêmanî 2005, rûpel 128.
[10] Çavkaniya borî, rûpel 128.
[11] Heman çavkanî, rûpel 104.
[12] Birwane, Îbrahîm Qadir Mihemed, Romanî Kurdî Le Iraqda, Teza Lîsansa Bilind, Şêwirmend Dr. Ebdulla Debax, Koleja Edebiyatê ya Zankoya Selaheddîn, 1990.
[13] Adil Mecîd Germiyanî, Rêyalîzm le romanî kurdî hewçerxda, Teza Lîsansa Bilind, Şêwirmend Dr. Îhsan Fuad, Koleja Perwerdeyê ya Zankoya Bexdayê, 1997, rûpel 79.
[14] Heyat Ebdulkerîm, Novelêt le edebî kurdîda (1970-2000), Teza Lîsansa Bilind, Şêwirmend Dr. Ebdulla Hedad, Koleja Perwerdeyê ya Zanistên Mirovayetiyê Beşa Zimanî Kurdê Zankoya Selaheddîn, 2005, rûpel 134.
[15] Dr. Adil Germiyanî, Çend Ciyawaziyekî Nêwan Roman û Curekanî Dîkey Edeb, Govarî Karwan, Jimar 155, 2001, r. 116.
[16] Reuf Hesen, Mêjgirdî Govarî Raman, Novelêt le Dîdy Novelêtnûsenawe, Jimar 50, 5ê Abî 2000, r. 148.
[17] Şêrzad Hesen, heman çavkanî, r. 146.
[18] Enwer Mihemed Tahir, heman çavkanî, r. 144.
[19] Cebar Cefer Xerîb, heman çavkanî, r. 141.
[20] Nasir Wehîdî, heman çavkanî, r. 141.
[21] Hesen Silêvanî, heman çavkanî, r. 144.
[22] Mihemed Emîn Ehmed, Çend Ciyawaziyekî Nêwan Roman û Curekanî Dîkey Edeb, Govarî Karwan, Jimar 155, 2001, r. 118.
[23] Dr. Adil Germiyanî, Çend Ciyawaziyekî Nêwan Roman û Curekanî Dîkey Edeb, Govarî Karwan, Jimar 155, 2001, r. 118.
[24] Çinar Bêcan Cindî, Teknîkî Gerînewe le Novelêtê Mergî Bazneyeda, Şêwirmend Dr. Ferhad Pîrbal, Teza Mezûniyetê, Koleja Perwerdeyê Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Selaheddîn, 2004, r. 6.
[25] Ebdulrehman Paşa, er-Rîwaye el-Kurdî, t/1, Dar Aras lî Tabae wen-Neşr, Metbe Wezaret et-Terbiye, Erbîl, 2001, r. 9.
[26] Heyat Seîd Ebdulkerîm, Novelêt le edebî kurdîda (1970-2000), Teza Lîsansa Bilind, Şêwirmend Dr. Ebdulla Hedad, Koleja Perwerdeyê ya Zanistên Mirovayetiyê Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Selaheddîn - Hewlêr, 2005, r. 30.
[27] Dr. Adil Germiyanî di teza xwe ya mastirê Rêyalîzm le Romanî Kurdî Hewçerx le Iraqda li ser wê fikrê ye ku Meseley Wijdan ya Ehmed Muxtar Caf kurteroman e û ji bo vê fikra xwe eger jî nîşan daye, lê Dr. Îbrahîm Qadir Mihemed di teza xwe ya mastirê de ya bi navê Romanî Kurdî Le Iraqda li ser wê fikrê ye ku Meseley Wijdan roman e û wekî romana pêşîn ya kurdî bi nav kiriye. Her wiha Ezeddîn Mistefa Resul û Dr. Ebdulla Debax û yên din di nivîsên cuda de li ser mijara romanbûn û yan nebûna Meseley Wijdan, Lexewma û berhemên din fikrên cuda anîne ziman.

Ez bi xwe jî Meseley Wijdan ya Ehmed Muxtar Caf roman dizanim û Lexewma ya Cemîl Saîb jî novelêt dizanim, loma min ew wekî romana kurdî ya pêşîn nîşan daye. Lê Dr. Adil Germiyanî di hevpeyvîneke xwe ya di jimara 200î ya sala 2005an ya kovara Karwan de fikra xwe ya li ser Meseley Wijdan guheriye û di vê hevpeyvînê de wê wekî destpêka romana kurdî qebûl dike.
[28] Heyat Seîd Ebdulkerîm, heman çavkanî, r. 134.
[29] Ji bo amadekirina bîblografyayê min pir ji pirtûkên Mistefa Nerîman sûd wergirt:

1. Mistefa Nerîm, Bîblografyayî Kitêbî Kurdî -1787-1975, Weşanên Korî Zanyarî Kurd, Bexda, Çapxaneya Korî Zanyarî Kurd, 1988.

2. Mistefa Nerîman, Ferhengî Edebî Kurd, Çapxaneya Es’ed, Bexda, 1986.
[30] Dr. Adil Germiyanî, Romanî Kurdî u Asoyî Waqi’î Emro, hevpeyvîn, A: Nerîman Ebdulla Xoşnaw, Govarî Karwan, jimar 200, 2005, r. 105.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin