Xwendinek li ser çîroka “Gulê”
Abdulvahap Basmacı

 

Çîroka Nûredîn Zaza ya bi navê “Gulê” cara yekem di 29ê Hezîrana 1941an de di kovara Hawarê de tê weşandin. Gava em li avahiya vê çîrokê dinêrin ev çîrok wek metneke teatrîk xuya dike û her beşek wek sahneyekê ye ku ji pênc rêzesahneyan pêk tê.

Di sahneya yekemîn de gundî li mêvanxaneya Reşo kom bûne, diaxifin. Asîman girtî ye, reş tarî ye. Şev e. Herkes li çareyekê digere. Piştî vê Qoço dikeve nav sahneyê. Bi hatina wî re atmosfera çîrokê tê guhertin. Bendemayîn bi hêviyekê re temam dibe (r. 15-16). Di sahneya duyemîn de Gulê ligel kurteçîroka xwe ve tevlî çîrokê dibe. Vebêj ew bi kurtayî bi me dide nasîn (r. 16). Di sahneya sêyemîn de têkiliya di navbera Qoço û Gulê heye (r. 16-17). Di sahneya çaremîn de nakokiyên dilî digihije asta xwe ya bilind; tirs, tawanbarkirin an jî piştgirî hemû bi hev re têkilî digirin. Tiştên ku heya vir yek bi yek hatibûn ravekirin, di vê qonaxê de dikevin nav hevdû (r. 17-18). Di sahneya pêncemîn de çîrok hêdî hêdî xwe vedike. Piştî hin têgiştinên şaş, têgihiştinên rast der dibin (r. 18).

Ev çîrok di nav “zanista vegotinê”ê (narratology) de herî baş bi têgeha “fokalizasyon”ê (focalization) tê xwendin. Ji ber ku ev metn ne tenê “çi dibe” vedibêje, lê bi piranî bûyeran di nav tengijana civakî û dilî ya di navbera Qoço û Gulê de nîşan dide. Bi gotineke din li vir ne tenê rêzebûyer girîng in; ya muhîm ew e ku bûyeran di nav çarçoveya nêrîna kî/kê de ava dike.  

Çîrok, dema ku li gorî têgeha fokalizasyon ya Genette tê xwendin, herî zêde ji vî aliyê ve balê dikişîne: di vegotinê de bersiva pirsa “kî/kê diaxive?” (who speaks?) piranî sabît e; yanî li vir vebêjek bi kesê sêyem (heterodiegetik, derveyî-çîrokê) heye; Lê bersiva pirsa “kî/kê dibîne? (who sees?) û kî/kê dihese?” sabît nîne. Fokus (focus) carinan li ser “Gulê” ye, carinan li ser “Qoço”, carinan jî demeke kurt ber bi “Gundiyan” ve diçe. Li gorî Genette, ev avahiyek e ku tê de vebêj (who speaks?) û navenda têgihiştinê (who sees?) ji hev cuda dibin (Genette, 1980, r. 186).

Fokalizasyon çi ye?

Fokalizasyon ji hêla xwe ya fonksiyonî ve bijartin û sinorkirina agahiyên derbarê vegotinê ye. Ew buyîna bûyeran bi berçavka yekî/yekê ve nîşan dide û ji wî/wê re fikreke îronîk û empatîk çê dike (Jahn, 2012, r. 69).

Genette fokalizasyonê tenê bi karakterên sereke/navendî re vesînor dike. Ew têgeha fokalizasyonê di binê sê serenav/cureyan de dabeş dike: “fokalizasyona sifir” (zero focalization), “fokalizasyona derveyî” (external focalization), “fokalizasyona hundirî” (internal focalization). Di fokalizasyona sifir de vebêj ji karakteran zêdetir dizane yan jî ji karakteran zêdetir vedibêje. yanî vebêj ji karakter mezintir e (narrator > character). Ev nêzî modela “vebêjê her tiştî dizane”ye. Di fokalizasyona derveyî de gotinên vebêj kêmî zanîna karakter e (narrator < character); nakeve hundirê cîhana wî. Di fokalizasyona hundirî de vegotin bi agahiyên karakteran ve sînorkiriye (narrator = character). Yani vebêj tenê dikare zanebûna karakterê xwe bibêje. Ev cure taybetî di nav vegotinên ku hişmedniya kesî, hest û gumanan vediguhêzine de muhîm e (Niederhoff, 2013). Genette ev serenav li ser wek sê binenavan de vedike: “sabît” (fixed), “guherbar” (variable), “komikî” (multiple) (Genette, 1980, r. 189-190).

Di çîroka “Gulê” de avahiya bingehîn a fokalizasyonê: vebêj sabît e, fokus diguhere

Di vê çîrokê de vebêj li derve ye. Bûyeran bi devê kesê sêyem vedibêje. Lê ev vebêj ne tenê kesek e ku ji derve temaşe dike, carinan dikeve nav cihana hundirî ya karakteran jî. Ji ber wê, ger em vê metnê bi tenê wekî fokalizasyona derveyî bixwînin, ew xwendin kêm dimîne. Ya rast ew e ku bê gotin di avahiya giştî ya metnê de deng û otoriteyeka nêzî fokalizasyona sifir heye, lê di asta sahneyan de fokalizasyona hundirî ya guherbar (variable internal focalization) tê avakirin. Yanî vebêj diaxive lê dîtin/têgihiştin di navbera karakteran de diguhere.

Ev guhertin gelek girîng e. Ji ber ku trajîka tengijan a çîrokê, ne bi bûyeran, lê bi bûyer di hundirê hişmendiya kîjan karakterî de tê pêşkêş kirin de ava dibe. Xwîner ji destpêkê ve hemû tiştan nizane. Ew di nav sînorên têgihiştina karakteran de pêş ve diçe. Bi vî awayî li vir fokalizasyon ne tenê meseleyeke xwe wek teknîkî heye lê ew her wiha amûreke dramatîk û fikirî ye jî (Bal, 2009, r. 18).

Fokalizasyona hundirî ya ku ber bi Gulê ve diçe: jina ku tê sucdarkirin

Di çîrokê de yek ji karên herî balkêş ên fokalizasyonê ew e ku Gulê, ku di çavê gundiyan de wekî lekedar/navxirab xuya dike, di çavê xwîner de nabe figûreke yek-alî. Gundî wê bi gotinên biçûkxistinê tawanbar dikin: “Gula qehpik! Gula bênamûs!” (r. 16). Ev vedîtina Gulê li ber çavê gundiyan e; karakter ji derve, bi nêrineke dadwerane tê dîtin. Lê vegotin li vir namîne, ew nêzî jiyana hundirî ya Gulê jî dibe. Bi vî awayî mesafeyek dikeve navbera hukmê gundiyan û rêxistina fokusê ya vegotina metnê (sahneya duyemîn).

Fokalizasyon a hundirî ku ber bi Gulê ve diçe piranî di dîmena şevê de xuya dibe. Vebêj dibêje: “Jina gund a pîs li ser vî halî bi girîn difikirî. Çareya xelasbûnê digeriya” (r. 17). Di vê derê de êdî ne tenê laş an tevgerên ku ji derve têne dîtin hene, Li vir rewşeke hişî ya rastîn heye; fikirîn, girîn, lêgerîna rêyeke rizgarbûnê... Dû re ev hevok tê: “ji nişkê ve rabû. Tiştek hatibû bîra wê.” (r. 17). Ev gotin girîng e ji ber ku vebêj dibêje ku tiştek hatiye bîra Gulê, lê naveroka vê ramanê yekcarî venake. Yanî vegotin dikeve hişê Gulê, lê agahiya derbarê vê yekê bi tevahî nade. Ev mînakek baş e ji bo karanîna fokalizasyona hundirî ku di çîrokê de bi rêya Gulê tengijan ava dike (sahneya sêyemîn).

Hevokên paşê jî heman rêyê didomînin: “Xencerekê bi şiv girt. Ji şikeftê derket. Riya aliyê dijmin girt û winda bû.” (r. 17). Di vê sahneyê de vebêj çalakiya Gulê nîşan dide, lê armanca wê eşkere nake. Lewra xwîner nêzî Gulê dibe lê bi tevahî li şûna wê nayê danîn. Li vir fokalizasyon “hundirî” ye, lê ew şîroveyeke tam û zelal nake. Berevajî vê yekê, dema xwîner nêzî karakter dibe, vebêj xwe dispêre nezalalî an jî nezaniyê. Li gorî Bal, ev nuqteyeke girîng e: fokalizasyona hundirî her tim nayê maneya şaffafiyeke bê kêmanî; carinan tenê tê wateya ku agahî li ser şaxekî karakterê tê danîn (Bal, 2009, r. 145, 149).

Fokalizasyona hundirî ya ku ber bi Qoço ve diçe: darizandin, guman û şik kirin û biryareke trajîk a şaş

Di çîrokê de fokusa duyemîn a merkezî Qoço ye. Vegotin tenê dîtina wî ji derve û kiryarên wî li ser sahneyê pêşkêş nake. Ew biryara hundirî û nirxandina exlaqî ya wî jî dide. Di sehneya şer de ev hevok xweş diyar e: “di dilê wî yê pola de agirê serbestiyê pêketî bû” (r. 17). Vebêj dibêje ku di dilê Qoço de agirê azadiyê şewitiye. Ev ne tiştekî wisa ye ku ji derve were dîtin. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku fokus, rasterast bi cîhana hundirî ya Qoço ve girêdayî ye.

Ji wê muhîmtir ev e ku vegotin pêvajoya darizandina di hişê Qoço de jî dide:  “wî jî gotinên gundiyan rast didît. Gulê li cem dijmin çi dikir? nexwe cihê wan şanî dijmin kiribû… qehpîtî kiribû.” (r. 17). Di vê sahneyê de vebêj tenê nabêje “Qoço nihêrî” an “Qoço bêdeng ma” lê radigihîne ku ew gotinên gundiyan rast dibîne û di hişê xwe de hatiye wê radeyê ku Gulê sûcdar bike (Dinç, 2016, r. 76). Xwîner li bûyeran ne ji derve bi awayekî bêalî temaşe dike, lê ji hundirê hişê Qoço yê bi guman û şik ve wan dişopîne. Bi vî awayî vegotin wek kêliyekê xwîner nêzî biryara Qoço ya şaş ve dibe.

Li vir fonksiyona dramatîk a fokalizasyonê baş xuya dibe: vegotin niyeta Gulê ya ji dil di carekê de ji me re venake, me ber bi awirên Qoço yên bi şuphe ve dibe û bi vî awayî şaşfêmkirinê mezin dike. Yanî ev trajedî ne tenê ji bûyerên nava çîrokê lê ji guherîna fokusê ya ku ji newekheviya agahîyê (fêmkirin an jî) dertê de jî çêdibe. Wek kêliyekê dîmen bi qasî ku Qoço dibîne tê dîtin/tê fêm kirin. Ev jî ji bo biryargirtinekê hukmê exlaqî yê xwîner dereng dixîne (sahneya çaremîn).

Nêrîna civakê: fokusa civakî ya jixwedûrxistinê

Di çîrokê de ji bilî hişmendiya ferdî nêrina/dîtina komî jî heye. Ev di çîrokê de ne fokusa hundirî ye bi maneya xwe ya klasîk de; zêdetir wekî rêbezeke civakî ya vedîtinê dişixule. Gundî Gulê dixin nav kategoriya xwe û her tim bi heman navî gazî wê dikin: “Gula qehpik! Gula bênamûs!” (r. 16). Ev gotin nîşan didin ku vegotin ne tenê bûyer, lê her wiha awayê vedîtinê (ku nirx û darizandina gundiyan dihewîne) radigihîne. Di çavê civakê de Gulê ji destpêkê ve hatiye darizandin.

Ev nêrina civakî têgihiştina Qoço jî tesîr dike. Bi taybetî di beşa dawî de, dema yek ji gundiyan dibêje “ev Gula qehpik e!” (r. 17). û yê din dibêje “Qehpikê em xistine xefikê! Tivingê  berdê, Pola, ew rêveberiya dijmin dike!” (r. 17). Çalakiya ferdî ya Gulê bi lez wekî “xiyanet” tê kodkirin. Li vir civaka gundiyan ne tenê grûbek diaxive ye; ew her wiha fokuseke civakî ye jî ku bûyerên çîrokê manedar dike. Bi gotineke din, pêşdaraziya civakê dikeve nav avahiya fokusê ya vegotina metnê.

Lewra, wekî me li jor gotibû, di çîrokê de fokus tenê di navbera hişmendiyên ferdî de nagere. Her wiha fokusa civakî jî heye. Ev fokus Gulê ne ji hundir, lê ji derve û bi awayekî ku hatiye deximkirin dibîne. Meriv dikare vê yekê wek serkeftineke muhîm a çîrokê jî qebûl bike ku vê nêrina civakî wekî heqiqeta dawî pêşkêş nake. Hetta berevajî vê yekê rêbaz û meyla hundirî ya Gulê û nîşanên ku paşê xuya dibin vê nêrînê betal dikin (sahneya pêncemîn).

Fokalizasyon û tasarrufa agahîdanê: xwendineke tasarrûf a xwîner

Li gorî Genette, yek ji fonksiyona herî girîn a fokalizasyonê ew e ku agahiya vegotinê rêk bixe (Niederhoff, 2013). Di vê çîrokê de jî agahî bi awayekî wekhev li her kesî belav nabe. Dema Gulê bi şev derdikeve xwîner nizane ka çi dibe. Qoço jî nizane. Gundî jî bûyîna herî xirab difikirin. Paşê di sahneya çaremîn de nîşaneyeka qewî ku me dibe paşverû xuya dibe: “serê zabitê dijmin ji laşê wî hatibû birîn…” û “li ser nivînê xencereke bi xwîn diçirisî” (r. 18) ya muhîmtir jî ev e: “di kulma zêbit a guvaştî de gurzek porê Gulê yê zer pêl dida” (r. 18). Yanî şopa destegirtin (maddî) a ku mirov jê digihîje ku Gulê li wir bûye, heta ku dibe ku ew biryara kujerî jî pêk anîbe, paşê tê nîşandan.

Ev avahîya çîrokê fonksiyona “derengxistin”ê ya fokalizasyonê nîşan dide. Ger vebêj ji destpêkê ve niyeta Gulê û encama çalakiya wê vekiriba, dibe ku çîrok dê tengijana trajîk a xwe winda bikira. Lê ew wisa nake; pêşî agahiyeke sînorkirî dide, paşê wê berfireh dike. Bi vî awayî, xwîner jî wek Qoço di navbera guman û agahîyê de tê û diçe. Yanî, li vir fokalizasyon ne tenê perspektifek e, lê teknîkek e tengijana vegotinê ye (Herman, Jahn & Ryan, 2005, r. 173-174).

Guherîna exlaqî bi alikariya fokalizasyona hundirî

Tiştê ku xwendina vê çîrokê li ser eksena fokalizasyonê bi qiymet dike ew e ku ev teknîk maneya exlaqî ya karakteran diguherîne. Gulê ji derve dema tê dîtin, “jina lekedar” e; lê dema em dikevin fokalizasyona hundirî, ew ji kesek ku tenê hez dike derbas dibe û dibe figurek ku biryar dide, xwe li tirsê nagire û hereket dike ber bi biryara xwe ve. Bi taybetî ku em berê xwe didin vegotina paşverû ve rêwîtiya wê ya ber bi Qoço ve bi van gotinan tê dayîn: “li min xe pêlingê min!  Li min xe! ... Tu jîna min î! Ez goriya te me. Bêyî te nabim!” (r. 16). Ev hestên Gulê yên têrtije çalakiya wê ya vê paşiyê ji aliyê psîkolojîk ve manedar dike (sahneya çaremîn).

Ji bo Qoço jî heman tişt li cih e. Ger vegotin tenê ji derve re bihata dayîn Qoço tenê dikaribû wekî şervanek bimîne. Lê vebêj agirê hundirîn, barê wicdanî û gumanên wî dide me, ji ber vê yekê karakter tenê wek leheng namîne; ew dibe subjeyek(subject) ku bi awayekî xedar dikare şaş bibe. Lewma dikare were gotin ku fokalizasyona hundirî karakteran kûrtir ve dibe. Wan ji etîketên civakî rizgar dike (Bal, 2009, r. 151-152).

Encam: hêza dramatîk a bingehîn ji guherînen fokusê tê

Di vê çîrokê de fokalizasyon ne tenê “nêrîn” e; ew prensîba bingehîn e ku hemû çêkirina maneyê bi rê ve dibe. Vebêj li derve ye û sabît e, lê fokus diguhere. Dema nêzî Gulê dibe evîn, tirs û biryara wê ya veşartî xwe nîşan dide. Dema nêzî Qoço dibe, guman, şer û hukmê wî derdikeve pêş. Dema nêzî civaka gundiyan dibe jî, deximkirin û tecrîd kirin xuya dibe. Ji ber ku van sê rêzên fokusê bi awayekî li hev dilifin, metn trajîk dibe.

Çavkanî

Bal, M. (2009). Narratology: Introduction to the Theory of Narrative (3rd ed.). University of Toronto Press

Dinç, M. (2016). Sabahattin Alî ve Nûredîn Zaza'nın öykülerinin toplumsal gerçekçilik açısından karşılaştırılması. (Teza Mastirê). Zaningeha Mardin

Artuklu

Genette, G. (1980). Narrative Discourse: An Essay in Method. (J.E. Lewin, Wer.). Cornell University Press

Herman, D., Jahn, M. & Ryan, M. L. (Eds.). (2005). Routledge Encyclopedia of Narrative Theory. Routledge.

Jahn, M. (2012). Anlatıbilim. (Bahar Dervişoğlu, Wer.).  Dergâh Yayınları

Liveley, G. (2019). Narratology. Oxford University Press

Niederhoff, B. (2013). Focalization. The Living Handbook of Narratology.
https://www-archiv.fdm.uni-hamburg.de/lhn/node/18.html

Zaza, N. (2007). Gulê. Lîs

 

            

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin