Wergera Kurmanc: Shahab Azad
Sererastkirin: Mistefa Dewlemend
Her çiqas rejîma Îranê di pêkanîna tirs û xofê de stratejîyeke berfireh û herwiha di warê pirsên ewlehiyê de miameleyeke tundûtîjiyê bimeşîne jî, çalakiyên jîngehî li Kurdistanê bi serhişkî û bibiryarbûn berdewam dikin. Ev bibiyarbûn li ser çalakên Kurd pir bi giranî encam bûye. Lê wisa dihate zanîn ku rewatiya gerdûnî ya çalakiyên ekolojîk dikare deriyê vî aliyê siyasetê li Kurdistana ewlekirî nîv-vekirî bihêle. Ew gotina Şerîf Bacwer ku dibêje: “Dema tu xwe davêjî nav agir de, ti kes nikare bibe asteng li ser rêya te”, vê rastiyê piştrast dike. Şerîf Bacwer cangoriyê riya parastina jîngehê dibêje: “Ew dizanin ku bi neçarî divê rojekê Kurdistanê bi cih bihêlin, lewra jî dixwazin ku Kurdistanê tune bikin û ji nav bibin”. Herwisa Omîd Kohnepoşî cangoriyekî din ê rêya parastina jîngehê dibêje: “Hemû hewla min ew e ku ez ji bo zarokên nîştimana xwe cîhaneke din ava bikim, cîhaneke xweşik.” Herwisa di beşeke nameya hevderdiyê a “Navenda Berg û Belût” a şaristana Îwan a parêzgeha Îlamê, derheqê şîn û taziya Şerîf Bacwer û hevalên wî de hatiye gotin: “Digel darên ku bi zimanê agir neaxifin, ku berî daran hûn dê dil û qelbê min beşewitînin, ez çiyayî me, dar bi zimanê min ê dayîkê hawar dikin û ez dengê wan dibihîzim.”
Pêşgotin
Di dawiya salên 90î ya zayînî de têkoşîna hebûnê di nav tebeqeyên curbicur ên hikûmeta li Îranê de, her çiqas ji bo demeke kurt be jî, riyek li ber xebata nasnamexwaziyê vekir. Mîrateya ku li Îranê wek reformxazî tê naskirin, ji gelek aliyan ve ji bo Kurdistanê û ji bo xebata neteweyî bû sedema encamên xirab. Geşbûna reformxwaziyê di nav komeke xwendekarên kurd de ew şik û guman pêk anî ku digel şert û mercên kolonyalist ên li Kurdistanê, pirsa kurdan pirseke wiha ye ku dikare bi riya polîtîkayên reformîst ên di nav sîstema Wilayeta Feqîh de jî were çareserkirin. Lê tevî van xetereyan jî serdema ku wek reformxwazî tê nasîn ji bo gelek hêzên ciwan û jêhatî yên kurd, herçend sînordar be jî, rewşek pêk anî ku qad û eniyên nû ji bo pêşvebirina siyaseta kurdî vekir û ew riyên ku heya wê demê nehatibûn ceribandin xiste pêşiya wan. Bê şik û guman yek ji wan riyên nû bo siyaseta kurdî qada xebat û çalakiyên jîngehî bû. Li Kurdistanê jî wek gelek civakên din ên cîhanê, ku ji bo berdewamiya xwe ya civakî ya di nav rejîmên sîtemkar û koloniyalîst de ji mafên xwe yên herî kêm ên yasayî bêpar in, qada xebata jîngehî bû yek ji wan qadên heyî yên ji bo berdewamiya jiyana siyasî.
Di sala 2009an de bi têkçûna “rêveberiya reforxwazan” û cardin bi destpêkirina serdestiya bêkêmasî ya desthilatiya Supaya Pasdaran û hevalbendên wê, bidawîkirina çalakiyên jîngehî yên li Kurdistanê bû armanca sereke ya hikumeta Ehmedînejad û projeya wî ya jinûve milîtarîzekirina jiyana kurdan. Biryara bidarvekirinê ya Hîwa Botîmar, ku di warê jîngehê de rojnamevanekî kurd bû (ku piştre hikmê wî hat kêmkirin û bû 8 sal zindan), ji mînakên herî berçav ên siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ya derheqê liv û tevgerên jîngehî yên li Kurdistanê de bû. Dewleta Îranê ji potansiyela bilind a çalakiyên jîngehî yên ji bo organîzekirina xelkê li Kurdistanê agahdar bû, lewra nedikarî tehemula çalakiyên wiha bikira. Digel berfirehiya stratejî ya tirsê û miameleya bi tundî ya rejîmê, çalakiyên jîngehî bi serhişkî û bibiryar jiyana xwe didomand. Ev bibiryarbûn li ser çalakvanên kurd bû sedema berdêleke gelek giran. Wisa dihate zanîn ku rewayî û meşrûiyeta gerdûnî ya çalakiyên ekolojîk dikare deriyê siyasetekê li Kurdistana milîtarîzekirî nîvevekirî bihêle. Ew gotina Şerîf Bacwer ku dibêje: “Dema tu xwe davêjî nav agir de, kes nikare ku di nav agir de bibe asteng li ser rêya te” vê rastiyê piştrast dike. Herwisa yekdengiya gerdûnî ya heyî ya li ser rewayî û meşrûiyeta çalakiyên jîngehî, derfet ji bo praksîsa siyasî ya kurdî pêk aniye ku di riya teng û asê ya eko-nasyonalîzma Rojhilat de berdewam bike.
Her ji yekem rojên avabûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê vir de xebatên ji bo mafên nasnameyî û çandî yên kurdên Rojhilat bi tundûtîjiyeke bê rehmane û serkutkirineke bixwîn û înkareke bikîn re rûbirû maye. Komara Îslamî ya Îranê gelek aliyên cuda yên nasnameya kurdî, wek ziman û çanda kurdî, kirin armanca siyaseta înkar û tunekirinê, û ji îmkanat û derfetên nîştimanî ve bigre heya sermayeyên mirovî hemû çavkaniyên nasnameya kurdî bi stratejiya îmhayê serkut kir. Digel vê yekê jî kurdên Rojhilat hertim hewl dane ku daxwazên xwe bi awayên curbicur û bi awayên siyasî û civakî û çandî bikin mijar û bi vî awayî jî li ser parastina hebûn û xebata li dijî stratejiyên îmha û înkarê israr kirine.
Ev lêkolîn hewl dide ku li ser kêşeyên siyasî û ewlehî yên ku çalakvanên jîngehê rûbirû dibin û herwiha li ser pêwendiya di navbera çalakiyên jîngehê û netewepweriya li Kurdistanê de kar bike. Ev lêkolîna heyî bale dikşîne ser çalakiyên jîngehî û medenî yên Şerîf Bacwer û hevalên wî û herwiha vegotinên curbicur ên derheqê çalakiyên wan de. Ev mijar di çarçoveya lêkolînên kualîteyî de, ku bi du awayan, ku yek ji gotûbêjên berfireh û lêkolînên li ser belgeyên vîdyoyî û mijar û fîlmên belavbûyî li torên civakî, û ya duyem jî ji behs û vegotinên girêdayî çalakiyên jîngehî û hwd. pêk hatiye, hatiye amadekirin. Ji bo vê gotarê li ser 80 vîdyo, 50 daxuyanî û peyamên dilsoziyê, 50 helbest û 2 faylên bideng, 240 helbest û pankartên ku di torên civakî de hatine weşandin, lêkolîn hatiye kirin. Herwiha ligel 20 kesên ku dostên Şerîf Bacwer bûn û wî nas dikirin an jî di çalakiyên jîngehî de hevkariya wî dikirin, hevpeyvînên berfireh hatine encamdan û ji wan hizr û ramana Şerîf Bacwer û nasnameya kurdî û pirsa kurd û peywendiya wî ya digel çalakiyên jîngehî hate pirsîn. Herwiha li ser wan belge û gotinên kurdan ên derheqê jiyan û mirina Şerîf Bacwer de û herwiha şêwaza şopandina wan armancan û nêrîna wî ya derheqê “aliyê hember” de, û ew kêşeyên ku di riya çalakiyên wan de derketine, û hevpeyvîn digel hindek ji wan kesên ku li welatên curbicur koçber in, bi awayê online hatiye encamdayîn, pêvajoya encamdana hevpeyvînan piştî qonaxa têra xwe komkirina zanyariyan hatiye ragirtin, û piştre hevpeyvîn hatine destebendîkirin, û encam di qalibê mijarên curbicur de hatine weşandin, û peyv û têgehên curbicur hatine şîrovekirin.
Nasyonalîzma rojane û eko-nasyonalîzm li Kurdistanê
Yek ji wan pirsên xelet ên di warê pênaseyên kevneşopî yên nasyonalîzmê de ew e ku nasyonalîzmê wek pirseke girîng nîşan nade û bi vî awayî nasyonalîzma civakên deshilatdar û şêwaza vegotinê ya bi wê ra pêwendîdar û girêdayî, wek pirseke ne-nasyonalîstî nîşan dide, ku ev jî di demeke wiha de ye ku nasyonalîzm li hemû welatên cîhanê bi awayê rojane û di qalibê hemwelatîbûnê de bi berdewamî tê nûkirin. Bi vî awayî berhemanîna jinûve ya rojane ya nasyonalîzmê baweriya bi neteweyê û hizirkirina wê ya bi awayekî asayî û berbiçav dike pirseke reftarî û yasayî. Ku wisa bû nasyonalîzm wek tiştekî xwezayî ya rojane di çarçoveya xwecudakirinê ya neteweyê de tevdigere û derfetê pêk tîne ku hemwelatiyên wê neteweyê bi awayekî rojane xwe pênase bikin û xwe wek referans nîşan bidin. Nasyonalîzmê em dikarin wek îdeolojiyeke giştgîr û belavbûyî pênase bikin, ku ji bo cihana me wek cîhaneke xwezayî ya netewe-dewletê were hizirkirin komeke nîşan û sembolên bawerî û tevgeran li xwe digire. Wefadariya bi neteweyê û nasnameya neteweyî, bi tena serê xwe nîşanderê vê belavbûna nasyonalîzmê ye (Billig, 16). Ji ber ku nasyonalîzm cîhana neteweyan bi awayekî asayî jinûve berhem tîne, gelek caran bi awayekî teorîk ne gengaz e ku aliyên wê yên curbicur werin şîrovekirin. Lewra heya çend deh salên dawiyê teoriyên heyî bi awayekî giştî nasyonalîzm dikirin pirseke ku hertim girêdayî bi aliyekî din ve ye (Billig 16-17). Lawaziya binyadî û dîskursî ya hinek nêzîkatiyên zanistên civakî û mirovî yên li ser şîrovekirina rojane ya nasyonalîzmê û eşkerekirin û zelalkirina diyardeyên wek “civak” û “dewleta modern” di navenda nasyonalîzmekê de cih digire, ku jê ra nasyonalîzma metodolojik tê gotin (Chernilo, 2009, Matin, 2020).
Di rastiyê de nasyonalîzm bi xwe şêweyekî pênasekirina civakê, hişmendiyeke dîrokî ya taybet û paradîgmayek e. Vê taybetmendiya wê hizirkirina li derveyî çarçoveya nasyonalîzmê dijwar kiriye û dikare were gotin ku derbasbûna nav cîhaneke li derveyî netewe-dewletê kiriye pirseke ne pêkan. Ji ber ku ne hêsan e li ser "neteweyek"e li derveyî paradîgmaya ku fikra me dorpêç dike û çarçoveya fikra me ya li ser "netewe"yê diyar dike, were hizirkirin (Sulêmanî, 2016). Gava ku wisa bû her kesek di nav paradîgmayeke wiha de cih digre ku bi nasyonalîstî hizir dike, bi nasyonalîstî kar dike û nasyonalîzm dibe proseya naskirî û çalak ya gotara nasyonalîstî ya wî/wê. Ji ber ku nasyonalîzm bi xwe paradîgmayek e, çarçoveya hizirkirina me pêk tîne, lê ew rastî bi xwe ji me re veşartî dimîne. Em hemû bêyî ku wê bizanin dikarin di rengê rnasyonalîstan de bin, lewra ew pirs, pirseke hertimî û rojane tê hesibandin. “Hêza veşartî” ya nasyonalîzmê ji me re veşartî dimîne û ew veşartîbûn û hebûna wê ya gelemperî nasyonalîzmê hem dike wek pirseke herêmî û hem jî gerdûnî. Ji ber vê yekê li şûna ku em wek Gellner nasyonalîzmê li ser bingeha pêwendiya wê ya digel geşbûna teknolojî û pêşketina pergala pîşesaziyê pêşbînî bikin (Gellner, 1983), em ê wê wek paradîgmayekê li berçav bigrin.
Ev nebûna agahdariyê ya derheqê nasyonalîzmê de ew qas berbelav e, ku wek mînak, li Îranê gelek kom û şexsên ku berdewam êrîşî ser nasyonalîzmê dikin, bi xwe nasyonalîstên toq in. Em dikarin vê yekê di nav partiyên qaşo dijînasyonalîst ên li Îranê de bibînin. Wate ew partiyên hizir dikin ku xwediyên hizr û bîreke li derveyî neteweyî ne, qet nikarin li derveyî sînorên xwe yên neteweyî hizir bikin. Heta ew kom di warê hestkirina girêdayîbûn a bi neteweya serdest û dijminatîkirina digel xwestekên nasnameyî yên neteweyên bindest de carinan dikevin pêş komên şovenîstî. Ew her tim di çarçoveya Îranê de difikirin û stratejiyên xwe dadirêjin. Em dev ji Çirîk û Tûdeyiyên reformxwaz berdin, partiyên wek Partiya Komunîst a Îranê û Partiya Komunîsta Kargerî ya Îranê ku îdia dikin di nav sînorên Îranê de -bêyî liberçavgirtina ziman, netewe, zayend û etnîsîte- hemû programên siyasî û stratejiyên wan girêdayî bi berjewendiyên qat û çîna kedkar e, di pratîkê de em dibînin ku ew dibin alîkarên nasyonalîzma deshilatdar û serdest. Çawa ku ew kom bo neteweyên xeyrî Îranî/xeyrî Fars tenê ne xwediyên ti projeyekê ne, herwiha piştî bi dehan salan di jiyana li derveyî Îranê (Iraq, Ewropa û Amerîka) de hîn jî nikarine xwe ji hizra navend-Îran rizgar bikin, yan jî tenê bîstekê di hizra çîna kedkar a li welatê cihê koçberbûna xwe de bin û bibin beşek ji opozîsyona çep a welatê “mêvandar”. Her wek ku Elî Mezrûî bîrmendê Tanzanyayî yê li dijî dagirkariyê dibêje: “Dibe ku rewşenbîrên marksîst ên Fransayî û Çînî xwediyê hevpariyên îdeolojîk bin, lê rewşenbîrekî Fransayî berî ku marksîst be, Fransayî ye an jî berevajî.”(1) Ev yek ji hewcehiyên serdema nasyonalîzmê ye ku li gor gotina bîrmendê Fransayî Étienne Ballibar di vê serdemê de divê ku “sînorên derve yên welat bibin sînorên hundirîn ên hemwelatiyan” (94: 1991). Herwiha xaleke girîng ew e ku divê her altirnatîfek bo pergala deshilatdariyê di çarçoveya netewe-dewletê de cih bigire. Jixwe Foucault belasebeb îdia nake ku Marks jî nikarîbû li derveyî çarçoveya dewleta modern hizir bike. Marks bi zelalî û eşkere dawiya pergala netewe-dewletê xiste stûyê dîrokê û ragehand ku, “Xebata proleterya di qonaxa yekem de xebateke neteweyî ye û proleteryaya her welatekî di qonaxa yekem de divê pirsa çînayetiyê digel birjuwaziya welatê xwe çareser bike.”(2)
Dewleta modern di cewherê xwe de netewe-dewlet e û “pêşîneyeke wisa di dîrokê de tüne ye” (Giddens: 1987:166) û sîstemeke xwediyê hêzekê ye û bi sînorên diyarîkirî hatiye dorpêçkirin (Giddens: 1985: 120).
Di rastiyê de nasyonalîzma civakên mehkûm û bindest ku nivîskarê bi navê Billig wê wek Nasyonalîzma Tund (Had) bi nav dike, di warê berhemanîna xwe de digel nasyonalîzma civakên serdest xwediyê gelek taybetmendiyên hevpar e. Nasyonalîzma Kurdî di vî warî de mînakeke cidî ye ku di vê lêkolîna xwe de emê behsê bikin.
Berovajiya lêkolînên pêştir, ku zêdetir li ser rola elîtan radiwest, nasyonalîzma rojane li ser xebat û çalakiyên giştî (bikerbûna giştî) yên xelkê disekine (Edensor, 2002: 84-99).
Bi rawestandina li ser çalakiyên giştî yên xelkê nasyonalîzma rojane tê lêkolînkirin ku eşkerekirina berdewam a raman û vegotinên hevpar û şêweyên xweveqetandina mirovan ji hevdu baştir were têgihîştin û lêkolîna wan karûbarên ku gefê li serxwebûna xelkê û vegera li ser biryarderbûna (referansbûna) xwe dixwe an jî dibe sedema nîgeraniya xelkê dike. Lêkolîna di vî warî de alîkariya me dike ku em çawaniya xwe-eyankirina rojane ya nasyonalîstî û vegotin û behsên derbarê neteweyê de binasin. Her çiqas hinek ji lêkolînerên qada nasyonalîzmê derdibirin ku rojanebûna nasyonalîzmê nayê wateya asayîbûna vê nasyonalîzmê (Jones û Mariman, 2009, 166).
Lêkolîna li ser nasyonalîzma rojane têgihîştina giştî ya diyardeya nasyonalîzmê û çavdêriya têgehên neteweyî û etnîkî, pêkhatina hişmendiya giştî û kolektîf, destepeyvên taybet ji bo eşkerekirina nasyonalîzmê û nexşeyên wê yên hişî yên taybet tekez dike (Birobeyker û yên din, 2006: 9). Yek ji wan riyên têgihîştina baştir ya ji vê cureya nasyonalîzmê çavdêriya gotinên takekesan ên digel neteweyê an jî derbarê neteweyê de ye ku behsa çawaniya hizirkirin a neteweyê dikin (FOX & C. MILLER-IDRISS 2007: 539-540).
Rojanebûna nasyonalîzmê, wek nasyonalîzma li Kurdistanê, digel kêşeyên berdewam berbirû bûye ku ji riya hawarbirina bo sembolên neteweyî dikeve ber behsê. Şahidiya herî baş bo rewşeke wiha di axaftina jêr de xuya dike ku ji daxuyaniya 17 civatên xelkê Kurdistanê hatiye wergirtin ku dibêje: “Yên ku tarîtiyê diperistin û dijminê xwezayê û herwisa avedaniya welat in, ji ti hewlekê bona jinavbirina jîngehê xemsariyê nakin, û pêşiya her mirovekî dilsoj û çalak digrin ku di riya xizmeta bo nîştimana xwe de pêngavan diavêjin” (Rêkxistinên Jîngehî yên Kurdistanê). Bona piştrastkirina vê hizrê, em dikarin qala îstidlala Jones û Mariman bikin, ku dibêjin nasyonalîzma dualî ya tundûtîj û rojane, ku bîrmend Billig behsê wê dike, hemû carê jî ji hevdu nayê veqetandin. Ji ber ku berhemanîna neteweyê pirsek e ku di rastiyê de hewcehî bi rewş û paşxaneya xwe heye (Jones û Mariman, 2009: 165).
Hindek ji lêkolînerên wek M. SKEY li ser wê baweriyê ne ku mirov dikare nasyonalîzma rojane û ezmûna netewebûnê û vegotina dualî ya xwe-aliyê hember, di kiryar û ezmûnên nav zeman, rewş û karê çandî û siyasî de bixwîne û lêkolînê li ser bike (M. SKEY, 2011: 33). Ew rewş û ew nîştiman û şêweya girîngîdana bi wê ji bo têgihîştina ezmûn û behsên rojane yên nasyonalîstî dikare ji me re bibin alîkar. Wek mînak, peyvên xweza, dar, av û hwd., ku hertim li Kurdistanê û li nîştimana me hene û bi berdewamî di edebiyata eko-nasyonalîstên Kurdistanê de amade û hazir in, têgihîştina wan ji netewe û xweveqetandin ji neteweyên din, dîmeneke dualî ya “xwe” û “aliyê hember” nîşan dide (xişteya 2). Ji aliyekî din ve rêkxistin û tevgerên siyasî, derketina siyasî ya nasyonalîzmê tînin ber çavan, û ligel hebûna cudahiyên taybet û şêwaza berawirdkirina xwe ya digel neteweyên din, behsa nirx, buhagiranî û taybetmendiyên çandî dikin (M. SKEY: 12).
A ku di nasyonalîzma rojane de xuya dike bikaranîna berdewam a sembolên dîrokî û çandî-neteweyî ye ku dixwaze wan sembolan bixe nav hizr û bîra giştî û derûnî. Bikaranîna wan sembolan habîtusa bîrmendê navdar Pierre Bourdieu tîne bîra me ku dibêje: “Dîrokeke mezinnîşandayî ku ketiye hundirê mirovan û ew dîrok xwezaya sanewî ya mirovan e, êdî dîrokbûna wê ji bîr diçe, û wek zimanhalekî çalak ku berhema raboriyê kar dike” (Pierre Bourdieu, 1990: 56). Nasyonalîzma rojane ya kurdî em dikarin di helwesta bi hezaran mirovî ya ji bo mirina Şerîf Bacwer û Omîd Kohnepoşî û hevalên wan ya di bikaranîna sembolên dîrokî û neteweyî û karê wanê bi kom ya bo xwepênasekirina kurdên Rojhilat de bibînin. Bi hezaran kesî ji bajarên curbicur ên Kurdistanê ji bo derbirîna nasnameya xwe ya cuda, ku ji dilê peyvên wan û ji nav diruşm û axaftinên wan derdiket, bi awayekî eşkere di navbera xwe û jîngeha xwe û aliyê hember ê dagirker de ferq û cudahî dadanî, ku ew yek dikeve nav habîtusa neteweyî ya wan (Xişteya 1 û 2).
Xişteya 1: Peyvên zêde dubarebyî, daxuyanî, peyamên dilsoziyê û diruşm

Xişteya 2: Nîşaneyên nasyonalîzm û eko-nasyonalîzm
Ew asta bikaranîna destepeyvan di rabirdûyê de û çalakbûna niha ya wan destewajeyan, ku hemû aliyên bi koma bikarhêner ve girêdayî jê fam dikin, di rastî de hem bêjer û hem jî guhdar cewherê zemanî û mekanî yê wan destewajeyan (Deixis)2 bi başî dizanin. Yanê ew destewaje û têgeh di bîra dîrokî ya giştî de bûne navekî taybet. Wek mînak, dema ku em dibînin Îraniyek behsa rewşa “welat” dike, digel ku di cîhanê de bi sedan welat hene, lê her Îraniyek bi zelalî dizane ku ew behsê Îranê dike. Nasyonalîzma rojane ya Îranê vegereke li xwe ya wiha bi dehan sal e ku eşkere kiriye. Bi vî awayî dema ku kurdek peyva “nîştiman” bi kar tîne, bêguman behsa nîştimanekê dike ku taybet e bo nîştimana kurdan, wate nîştimana kurdan e û tenê yek ji şêweyên îşarekirinê û vegera bo Kurdistanê ye. Zimanê nasyonalîzmê zimanekî taybet e ku hebûna şêweyeke taybet ji vegera bo netewe mumkin kiriye, û di rastî de civakeke gotarî (speech community) ya taybet bi xwe jî diafirîne, ku ew civak di warê axaftin û gotar û bikaranîna komeke normên gotarî de xwe ji “aliyê hember” û “xeyrî xwe” cuda dike. Wek mînak kurd ti demekê Iraq, Îran û Tirkiyê wek “nîştiman”a xwe nahesibîne, ji ber ku ew destepeyv ne tenê taybet bi civaka gotarî ya nasyonalîzma kurdî ne, belku awayek ji çalakiya gotarî ya kurdî ne ku di heman demê de dûrketina ji “aliyê hember” û wefadariya ji bo “nîştiman”a ku di hişê kurdan de ye radigehîne.
Helbet herwek ku Julia Kristeva feylesofa Fransî behs dike ku di serdema nasyonalîzmê de “aliyê hemberî te” û “xeyrî te” ne yek in. “Xeyrî te” tenê em dikarin bibêjin, girêdayî bi “me” an neteweya “me” nîne, lê “aliyê hember” rasterast li hemberî “me” an jî neteweya “me” cih digire (Kristeva, 1991: 96). Ev pirsek e ku di nasyonalîzm û eko-nasyonalîzma Kurdistanê de bi zelalî xuya dike. Eko-nasyonalîstên Kurdistanê qet hezkirina xwe ya ji bo “xeyrî xwe” veneşartine, lê bêguman eko-nasyonalîstên Kurdistanê Supaya Pasdaran û şovenîzma deshilatdar wek “aliyê hemberî xwe” dihesibînin. Nebûna zanyariyên zêde yên derheqê vê meselê de bûye sedema berfirehiya şîroveyê û femkirina şaş ji diyardeya eko-nasyonalîzma kurdî.
Yek ji wan şaşfamkirinên berdewam û berbelav yên ku di nav civakê de ew e ku çalakiyên jîngehî ji xwestekên nasnameya etnîkî û nasyonalîstî dûr tê zanîn. Ew şêwaza hizirkirinê bi taybet heya salên 70yî ya zayînî zêde berbelav bû (Falk 1970, Sprawt û Sprawt, 1971). Lê lêkolînên van dawiyê bi başî bêbingehbûna hizrên wiha selimandine, û hebûna eko-nasyonalîzmê di piraniya tevgerên jîngehî de wek pirseke rast û dirust hesibandine. Li gor gotina Jean Dawson mamosteyê lêkolînên ekolojîk û zanistên siyasî yê li zanîngeha Oregon “çarçoveyeke mezin (master frame) ya ku pirsên nasnameyî û jîngehî bi hevdu ve girê dide, di halê derketina bi awayekî berfireh li cîhana yekem, duyem û sêyem de ye” (Dawson, 2000: 51).(21) Têkiliya pirsên jîngehî ya bi pirsên nasnameyî yên civak û komên bindest re, di projeya Green Nniyodil de, ji aliyê siyasetvanên nêzikî çepgirên Amerîkayê ve jî girîngî pê hatiye dayîn.(22)
Lêkolînerên mijara nasyonalîzmê, diyar dikin ku berçavnegirtina têkiliya di navbera jîngehê û tevgerên nasnamexwazî de li ber têgihîştina çalakiyên jîngehî dibe asteng. Ji ber ku çalakiyên bi vî rengî bandorê ji vegotinên derbarê navend-nîştiman de werdigrin. Herwisa girîngiyeke zêde ya behsên derbarê nîştiman-navend de heye, bi vê sedemê ku behsê raborî û niha ji dîtingeha akinciyên sereke ên wê ve dike, herwisa ders û perwerdehiyeke taybet derheqê çawaniya bîrkirin a ji vê nîştimanê de di hundirê xwe de diparêze. Ders û perwerdeyên wiha pîroziyê dibexşîne nîştiman û xwezayê. Herwiha ew ders û perwerdehî bilindahiya çiyayan, darên zindî, rabûna rûbaran, avên nîştimanê û istûreyên nîştimana dayîk tevli nav helbest û mûzîk û edebiyata lixweveger a xelkê dikin. Ew ders û perwerdehî bi tevlîhevkirina xelk û eko-sîstemê kincekî nostaljîk û hertimî li cendekê çîrok û istûreyên nîştimana dayîk dikin (Herb û David H. Kaplan, 1999, Naş, 1993). Raxistina berçavan a wan pêwendiyên nasnameyî û behs û vegotinên wek nîştiman-navend û ekolojik, di helbestên xelkê yên dema merasîma binaxkirin a termê Şerîf Bacwer de ti şik û gumanekê nahêle. Çi gotinek ji vê dilsoziya xelkê Îlamê ya di derbarê cangorîtiya Şerîf Bacwer de nikare bêhtir hertimîbûna têkiliyên nîştiman û hesta neteweyî bîne berçav û nîşan bide: “Digel darê bi zimanê agir neaxife, ji ber ku berî wê, hûnê dilê min bişewitînin, ez ji cinsê çiya me, dar bi zimanê min ê dayîkê hawar dikin û ez dibihîzim. Wê demê ye ku xeynî çirûska agir, ti cihek nikare min aram bike, îro ez di nav agir de şewitîm lê sibehî ez ê wek heybeta darbelûtekê şîn bim li ser bilindahiya çiyayan (23) û li ser rûberê nîştimana bav û kalên xwe.”(24) Têkilbûneke wiha di navbera lixwevegera nasnameyî ya kurdan û “şehîdbûn”a di riya parastina Kurdistanê, nîştiman û darên wê de, ku bi awayekî xwezayî li ser zarê kurdên Merîwanê ye û navê Şerîf Bacwer di diruşmên jêr de wek sembola neveqetiyana ekolojiya Kurdistanê û nasnameya wê, di nav dil û dîroka xelkê xwe de hatiye tomarkirin: “Parêzerê daristan, bû şehîdê Kurdistan”(25) “Parêzerê nîştiman bû şehîdê Kurdistan.”(26)
Ev xala yekgirtina pirsa jîngehê û nasnameya neteweyî ye ku dibe sedema jidayikbûna diyardeya eko-nasyonalîzmê. Di rastî de eko-nasyonalîzm “encama pêwendiya jîngehxwaziyê ya digel xebata neteweyî û xebata bo bidestveanîna edaleta civakî ye” (Dawson, 1999, 2007: 30). Diruşm û daxuyanî û axaftinên xelkê yên di merasîma cangoriyên jîngehê de vê têkiliya neveqetiyayî ya di navbera jîngeh û pirsa neteweyî û xebata bo edaleta civakî de bi awayê herî baş û mumkin nîşan dide (xişteyên 1, 2, 3). Li Kurdistanê asta gelemperîbûna eko-nasyonalîzmê gihîştiye xalekê ku em dikarin têkiliya wê ya bi mezhebê re jî bibînin. Wek mînak, Yekîtiya Zanayên Olî yên Merîwanê di daxuyaniyekê de wiha dinivîse: “Çar kes ji xortên kurd, ji evîndarên netewe û xak û av û daristanê tevlî karwanê nemiriyê bûn.” Di vir de em dikarin bibînin ku sembolên neteweyî û jîngehî li hemberî sembolên dîrokî yên “aliyê hember ê dînî” cih girtiye û aliyekî olî-neteweyî bi şer û zulma heyî li Kurdistanê, û xebata bo cîbicîkirina dadperweriyê hatiye dan, û ew wiha raxistiye ber çav: “Îro dîsa zarokên Nemrûd, bi şewitandina cendek û canê zarokên nîştiman, ku dengê şewata wan digihîje asîman, çar cigergoşe ku bibûne find, li jêr darbelûtan hêdî hêdî helandin û dilop dilop ji çavê diya nîştiman herikandin.” Heta li ser yek ji pankartên navê Şerîf wek “Îbrahîmê Kurdistanê” bi nav kiribûn ku bal dikişand ser “serhildan”a Îbrahîm pêxember, ku amade bû li dijî “zulma heyî” xwe bavêje nav agir.
Di merasîma spartina axê ya termê Şerîf Bacwer û hevalên wî û herwiha salvegerên cangorîtiya wan de, nîştiman, Kurdistan, daristan û xwezaya Kurdistanê di gotar û diruşmên kurdan de xwediyê cihekî taybet in û kurd cudahiyên “xwezayî” ên xwe digel aliyê hemberî xwe, bi nîşandayîna daristanan her tim bibîr tînin. Ekosîstema Kurdistanê qadeke nû ya xebatê ye ku têgeh û peyvên berçav û xuya yên nasyonalîzma kurdî li gor vê “xebata kesk” di vê qadê hatine xwendin û şîrovekirin, û hemû bi tevahî jî wan cangoriyan wek “şehîd” bi nav dikin. (Ew destepeyvek e ku ji sala 1946an şûnve hemû hêzên kurd ên cangorî -çi çep çi rast- bo hêzên xwe yên cangorî di dema parastina Kurdistanê de bikar anîne. Her wek di destpêkê de hat destnîşankirin ku zanayên Kurdistanê jî cangoriyên eko-nasyonalîst ên kurd wek “cawdanigan”, wate “şehîd” hesibandin). Di wan merasîman de Bacwer wek “fermande”yekî wisa tê nasandin ku di riya parastina nîştiman de canê xwe yê pak gorî kiriye Anîna navê Bacwer wek fermandê operasyona li dijî “agirê dijmin” di şerekî newekhev de dibe nîşana danîna sînorên giştî di navbera xwe û aliyê hember de. Peyva dijmin (neyar û nehez) ku bi berdewamî di nav helbest û peyamên hevderdiyê û daxuyaniyan de dubare dibin, encama hişyarî û bîra dîrokî ye. Ew yek heman habîtus û “dîroka zomkirî û raboriya çalak a di serdema niha de” a Pierre Bourdieu ye, ku beşdaran neçar dike bi yekdengî bikin qêrîn: (Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin). (27) Ji ber ku ew bûyer di nêrîna kurdan de tenê mînakek ji gefên ontolojîk û hebûnê yên li dijî netewebûna kurdan a di dîroka modern de ye, ku li gorî nêrîna diruşmderan, wek hemû gefên din û êrîşên borî armanca wê bêpêşerojkirina Kurdistanê ye.
Xişteya 3: Kodên di nav daxuyanyan de, peyamên dilsozî û stranan
Wê şêwaza mêzekirin a li Kurdistan û li dijminan em dikarin di danûstandina Şerîf Bacwer ya digel fermandeyekî Supaya Pasdaran ê li Kosalanê de bibînin.
-Fermandeyê Supaya Pasdaran li rûyê Bacwer dinêre û dibêje: “Tu di rengê xelkê Pêncwînê de yî.”
-Bacwer: “Em hemû kurd in, xwezayî ye ku em di rengê hevdu de bin, ji vir heya Kerkûkê hemû xaka Kurdistanê ye.”
-Fermandê Supaya Pasdaran bi vê bersivê hêrs dibe û dibêje: “Gelo tu çar parçeyên Kurdistanê dixwazî? Ez tasek av jî nadim te.”
-Bacwer: “Ger ji vir heya Efrînê jî agir bigre, ez ê dîsa wî agirî vemirînim.”
Rejîma Îranê û siyaseta eko-terorîsmê li Kurdistanê
Jîngeha Kurdistanê yek ji wan qadan e ku di berdewamiya çil salên derbasbûyî de bûye armanca stratejiyên tunekirinê yên dewleta Îranê. Stratejiyên wiha li Kurdistanê bi du awayên rasterast û nerasterast cîbicî dibin, ku di herdu şêwazan de jî bi sûdwergirtina ji deshilata leşkerî û di çarçoveyeke ewlehiyê de têkbirina çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê armanca sereke ya dewletê ye. Rejîma Îranê hertim hewl dide ku bi nerewazanîna daxwazên nasnameya kurdî û nîşandana wê wek şerekî zatî, ku li dijî xêr û berjewendiyên deshilata etnîsîte ya serdest dibîne, bi hinceta xebata li dijî partiyên kurdî li herêmên ku dibêjine herêmên sînorî, dest bi birîna dar û şewitandina daristanan û çandina mayînên nû kiriye û bi manewrayên berfireh, berdewamiyê dide têkbirina sîstematîk a jîngeha Kurdistanê.
Dewlet wek gefeke li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê li Kurdistanê dinêre, û gava mijar vedigere ser pirsa jîngehê, hebûna dewletê ya li Kurdistanê hebûneke eko-kolonyal e. Ew pirs beriya her tiştî di warê sêwirandin û pênaseya rejîmê ya li ser têgihîştina ewlehiya neteweyî de reng vedide. Kurdistan ji aliyê ewlehiya neteweyî ya Îranê ve xwediyê wateyeke disîplînker û qazancxwazane ye. Nêzîkatiya dewletê ya derabrê Kurdistanê de nêzîkatiyeke li hemberî erdnîgariyeke siyasî ye ku ew têkbirina wê erdnîgariya siyasî ne mumkin e. Bi vî awayî ji aliyê nêrîna rejîmê ve xwezaya wê jî wek xwezayeke biyanî tê hesibandin ku nayê kedîkirin, lewra divê bilez hemû rezerv û hebûnên wê yên darayî werin talankirin, divê çavkaniyên wê derxin, ava wê veguhêzin, û daristan û ajal û gihayên wê jî ji nav bibin. Bi kêmanî fikra xelkê Kurdistanê ya li ser kiryarên dewleta Îranê ev e.
Bi baweriya dewletê, gefa li dijî xwezaya li herêmên din ên Îranê, gefa li dijî ewlehiya neteweyî ye. Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a Komara Îslamî, bi sedema parastina ewlehiya neteweyî, bêhnvedaneke 10 salî didin daristanên bakur û berpirs radigehînin ku “Em ji bo ewlehiya neteweyî neçar in ku van daristanan biparêzin.” Ew derdibirin û dibêjin: “Em ê bi hemû hêza xwe vî karî encam bidin.” (28) Ev yek di demeke wiha de ye ku “ji ber barîna baranê derfeteke baş ji bo tejîkirina darên jinavbirî yên daristanên bakur heye.” Lê li Kurdistanê bi sedema nebûna baranên baş, birrîna daran daristanên Zagrosê tune dike, ji ber ku darên wê zêdetir darên “belût” û darên “ben”ê ne û ji bo şînbûn û geşkirina darbelûtê hewceyî bi 50 salî heye.”(29) Lê ligel vê yekê li Kurdistanê Wezareta Îtila`atê “çalakvanên jîngehê yên Kurdistanê bi alîkarkirin û girêdayîbûna bi partiyên kurd ên çekdar ên dijberî hikûmetê tawanbar dike.”(30) Berevajiyê wan herêmên ku projeya koloniyalîzma Fars li wir serkeftî bûye, dewlet stratejiya tunekirin û talanê ya li Kurdistanê bi milîtarîzekirina çend qat zêdetir a herêmê, şewitandina daristanan bi riya topbaranên Supaya Pasdaran û têkbirina jîngeha herêmê ya bi riya avakirina binkeyên leşkerî yên xwedî “desthilat” didomîne(31) û gava hewce bike jî bi hemû hêza xwe her şêweyê çalakiyeke ji bo parastina Kurdistanê wek ajantiya Amerîka û Îsraîlê dihesibîne û zextê li çalakvanan dike û wan ji holê radike.
Komara Îslamî ya Îranê digel pêngavên xwe yên rasterast ên ji bo têkbirina çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê, beşek ji stratejiyên xwe bo talankirina çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê daniye û bi awayên nerasterast hewl dide ji derfetên şênber ên yasayî, wek “yasaya millîbûna daristanên welat” a ku di 17ê Rêbendana 1963ya de pejirandiye û herwiha “yasaya millîbûna avê” a ku di 16ê Tebaxa 1967a de pejirandiye, sûdê bigire û bi awayekî bêkontrol bikaranîna çavkaniyên Kurdistanê û veguhastina wan ji bo herêmên li derveyî Kurdistanê bixe rojeva xwe.
Komara Îslamî ya Îranê di bin perdeya projeyan de, ku wek geşepêdan û avadanî û derfeta kar û hwd bi nav dike, siyaseta bêpêşerojkirina Kurdistanê girtiye pêşiya xwe. Ev siyaset, ku wek beşek ji stratejiya bêgeşedankirinê (de-development) pêk tîne, bi armanca têkdana sedem a geşedana di siberojê de û herwiha bi armanca sûdwergirtina ji aborî û heyiyên xwezayî wek mîkanîzma kontrol û alavek bo sepandina guherînkariyên nifûsê û demografîk û veguhastina bi zorî ya cotkaran li Kurdistanê tê şopandin. Mînakeke zelal û berbiçav ya di warê kar û kiryarên wiha de em dikarin di lêkirina bendavên berfireh ên li Kurdistanê de bibînin. Di demekê de ku ava van bendavan ligel ku hewcehiya herêmên kurdan bi avê heye, ji bo herêmên din ên xeyrî kurd tê veguhastin: “Veguhastina avê tenê di berjewendiya parêzgehên din de ye û bêyî liberçavgirtina “heqava xala destpêkê a hatina vê avê”, bo parêzgehên cîran tê veguhastin, ku ew yek li ser xelkê Kurdistanê zulmek e. Wek mînak, bi salan e ku bi hinceta dabînkirina ava vexwarinê ya bajarê Tevrêzê, di her çirkeyê de 5 m3 av ji bendava Bokanê (Kurdistanê) tê veguhêztin ji bo wê parêzgeha Azerbaycana Rojhilat. Li beramberî vê yekê dixwazin ku 5 m3 av jî ji bendava Nowrûzlû, ku li ser rûbarê Kurdistanê ye, veguhêzin vê parêzgehê û bi vî awayî ava pêwîst a ji bo navendên têhn û enerjiyê û bajarokên pîşesazî yên li ser riya veguhastinê dabîn bikin. Herwiha bo erdên berî yên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat, projeya kanalên avgihandinê û avdaniyê amade kirine, ku erdên bêkalîte jî pê av didin. Ev di demeke wiha de ye ku cotkarên kurd ên herêmê di hinek mehên salê de rastî kêmaviyê hatine. Divê were gotin ku ew ava ji bo parêzgeha Azerbaycana Rojhilat tê veguhastin jî ligel heqê avê yê cotkarên herêmê, wek heqê ava Gola Urmiyê tê hesibandin.(32)
Her wekî ku hat destnîşankirin lêkirina gelek bendavên li Kurdistanê, di warê guherîn û têkbirina ekosîstem a mirov, giya û giyanewer ên wan herêman de, ku di bin avê de dimînin, encamên jîngehî yên nayên qerebûkirin bi cih dihêle. Piraniya pojeyên bendavsazî yên li Îranê bê destûrnameya jîngehî hatine çêkirin û hemû qonaxên şêwirmendî, plandarêjî û cîbicîkirin, bi piranî ji bo kompaniyayên girêdayî binkeya Xatem El-enbiya ya Supaya Pasdaran hatine dayîn. Li gor rapora Salamet News, birêveberê giştî yê Ofîsa Perwerde û Beşdariya Xelkî ya ser bi Saziya Parastina Jîngehê ve dibêje ku, 197 bendav bê rapora nirxandinê (destûrnameya jîngehî) hatine avakirin.(32)
Projeya bendava Dariyan a li herêma Hewraman di warê eko-terorîzma dewletê ya li Kurdistanê de mînakeke berçav e. Ew projeyeke wiha ye ku bi dehan hektar ji daristanên Kurdistanê,(34) çend gundên kevn û mîratên kevn ên çend hezar salî yên ji serdema kevirîn mane, di bin avê de hiştiye û rêveberên wê projeyê bi sermiyaneke mezin a dewletê bi qutkirina ava kaniya ku wek Kanî Bil tê zanîn, mijûl in. Projeya bendava Dariyan li beramberî pêkanîna kampanyake bi sê hezar kesî ya ji bo rizgarkirina Kanî Bil, nerazîbûnên berfireh, komkirina 70 hezar îmzeyan, birêveberina girêva birçîbûnê ya komî ji aliyê çalakvanên jîngehî yên li Kurdistanê û desteserkirina hejmarek ji çalakvanên wê kampanyayê, dîsa jî hate cîbicîkirin.(35)
Dayîna dêstûrê ji bo jêkirina benûşt ji darên ben ên li Kurdistanê, yek ji mînakên din ên ji cîbicîkirina planên wiha ye, ku avakar û berdevkê Civata Jîngeha Jîwa ya Pawe Moxtar Xendanî roja yekşemê ya 27ê 2020an di dema vemirandina agirê daristanên Boziyen û Mirexêl de digel du çalakvanên jîngehê bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest da. Dozdeh saetan berî wê bûyerê û cangorîtiya wî, ew di tomareke dengî de li ser dayîna destûrê ya ji bo hilgirtina benûştên dara “ben”ê li Hewramanê û rola mafyaya dewletê, ku bi awayekî nerasterast sûdê ji wan destûrnameyan werdigirin û li pişt perdeya tekbirin a jîngeha Kurdistanê ye, wiha dibêje:
“Wek mînak wiha bihesibîne ku ez Moxtar Xendanî mafya me, ez diçim binkeya çavkaniyên xwezayî û li wir ji bo jêkirina benûşt ji daran destûrê werdigrim, ez wê destûrê bi 5 milyonî werdigrim, piştre ez wê destûrê, wate destûra jêkirina benûşt dibim sûkê û li wir bi 20 milyonî difiroşim yekî, ew jî 40 milyonî difiroşe yekî din, ew yekî din jî 50 milyonî difiroşe. Yê ku bi 50 milyonî kiriye, ji bo karibe hem 50 milyonê xwe derxe û hem jî hinekî qezencê bike, divê riha darê bikêşe û şîreya wan heya dawiyê bimije, wate sakşonê bo wan daran lêde, heya ku bikare 50 milyonê xwe derxe, û hinekî jî qezencê bike… herwiha şanaziyê jî dike. Her yek ji wan daran ku em jê re dibêjin lele, wate ew darên ku di koka xwe de derbê dixwin, her ku agir nêzî wan bibe dişewitin, lê gelek ji wan darên qezwanê (pistê wehşî) derbe nexwarine, lewra naşewitin û zêde zirarê nabînin û agir bi hêsanî li ber wan re derbas dibe. Ji ber ku pirsa bazirganî û ticaretê di navberê de ye, ew qas şîreya daran dimijin û daran sakşon dikin ku rehên daran derdixin. Ger belge hewce be, ez di xizmet de me, lê tenê dixwazim ku ew pirs di medyayê de bikeve ber behsê.”(36)
Di rastiyê de pêkanîna rewşa baş di warê berfirehkirina mafyayên wiha de li Kurdistanê rewşê ji bo cîbicîkirina zêdetir a polîtîkayên tunekirinê yên dewletê pêk tîne.
Lê geşkirin û birina “mafyaya asayîkirî” bo nav hemû aliyên jiyana kurdî, rasterast dikeve nav hundirê navenda stratejiya nîvcomayî ya dagîrkeriya menewî, çandî û zimanî ya Kurdistanê (wate ew fethulqilûb e ku pasdar Birûcirdî behsê dike). Her cihekî ku îmkan û derfeta dagirkeriya nerm tune be, bikaranîna qehr û hêza kînê wek pêwîst tê zanîn. Têkdan û wêraniya Kurdistanê ya bi bikaranîna wan kurdên ku çi bi sedema hewcedariyê û çi jî bi nezanî bûne alavê stratejiya dewletê ya tunekirinê, riya herî kêmxerc e. Ji ber ku li beramberî hêsankirina projeya tunekirinê, nirxa çandî ya wê jî bo Kurdistanê dibe serê. Herwiha dewlet alîgirên jîngehê dixe hemberî xelkê xwe, û wan dixe nav eniyeke nexwestî ya şer, ku karê jinavbirina fîzîkî ya çalakvanên li dijî sîstema tunekirinê ya li Kurdistanê hêsantir dike. Kesên hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin, çîrokên hejîner û balkêş derbarê planên Supaya Pasdaran de dibêjin, ku ew plan ji bo bêdaristankirina Kurdistanê û kêşeyên alîgir ên jîngehê yên li dijî sîstema tunekirinê ne. Wek mînak:
“Ez yasayên wê û çawaniya lihevkirinê nizanim, lê ew rastiya bo hemû xelkê bajar eşkere ye ku ew kesên karta wan endametiya Supaya Pasdaran hene, ger erdekî wan ê bi daristanekî de ve hebe, bi jêkirina wî daristanî dikarin bibin xwediyê erdekî sê qatî erdê xwe. Heta li Merîwanê hinek ji heman wan kesan ku bîl mikanîkî (Excavator) hene, pêşniyarê bi xelkê dikin ku ger 30 milyonî bidin wan, ew dikarin bi karta Supaya Pasdaran ji wan re sê qat zêdetirî ji erdê wan, erd werbigirin. Ev bûyer di gelek gundan de rû daye. Wek mînak li gundên Reşederê, Giwêze Kiwêre, Sinc Awa û hwd.”
Komara Îslamî ya Îranê beşek ji stratejiya xwe ya tunekirinê li Kurdistanê bi awayekî nerasterast û bi riya yasayên xwe yên li dijî jîngehê cîbicî dike. Ji bo mînaka yasayên bi vî rengî em dikarin behsa plana dayîna eraziyên millî û mewat (bayir) bi muteserifan bikin, ku di qalibê têbîniya zêdekirî ya benda 2 ya bûdceya 2010an de li Komîsyona Telfîqê hatiye zêdekirin. Li gor vê planê: “Îzin bi Wezareta Çandiniyê (Saziya Daristan û Çêrgehan) tê dayîn, ku di sala 2010an de erdên millî û bayir ên ser bi dewletê ve bi nirxa ku karnasê amade li wir diyarî dike, bi qista herî zêde 20 sale bide wan cotkar û gundiyên ku ew erd li kefşenê wan de be, û ew pereyê ku werdigrin jî, divê bidin xizînedariya giştî”. (37) Li gor madeya 6 ya vê planê “Her cotkarekî ku heya sala 1965an dest bi cotkirina zeviyên millî kiriye, dikare bibe xwediyê tapoya wî erdî, û kesên din ên ku ji sala 1965an heya sala 1986an ew cot kiribin, digel wan jî girêbesta kire ya 99 salî tê îmzekirin.”(38)
Ew plan ji bo muteserifan derfeta xwedîbûn a warên xwezayî û ji bo têkbirina daristanan a ji aliyê erdxwaran ve motivasyona hewce pêk tîne. Li ber berfirehiya daristanan û stratejiyên tunekirin û milîtarîzekirinê yên li Kurdistanê, cîbicîkirina planên wiha digel ku ji bo têkbirina daristan û çêrgehan amûrên yasayî û bihêz dabîn dikin, hêza mafyaya dewletê û qada bibandorbûna wê jî zêde dike.(39) Şeban Esedî Birêveberê Giştî yê Parastina Saziya Daristan û Çêrgehan, ew projewek karesat bi nav kir û piştrast kir ku: “Bi pesendkirina vê projeyê di rastiyê de parlemantoyê dayîna 2 milyon hektar zeviyên teserufî ji bo dagîrkerên zeviyan pejirandiye û ew yek bi dirust zaniye.” Saziya Cîhada Çandinî ya Parêzgehan, ku yek ji rêxistinên herî girîng ên geşepêdana li Kurdistanê ye, bi pêkanîna mafyaya erdxwar û asayîkirina destbiserdegirtina zeviyan, ji aliyekî ve ji bo pêşvebirina stratejî ya têkbirina daristanên Kurdistanê bûye alîkar û ji aliyekî din ve jî bi dayîna erdên daristanî, toreke berfireh ya rantxwariyê pêk aniye.
Plana jorîn li gor gotina serokê Civaka Daristanvanî ya Îranê “diyarî û xelat e ji bo destdirêjkarên qadên xwezayî, da ku bi awayekî ewle dest bidin ser çavkaniyên xwezayî.” (40) Li Kurdistanê, pêşiya rêxistin û organên ku qaşo sivîl tên xuya, ji bo wê projeya tekbirina daristanên welêt bilez pêşve bibin, gelek zêde hatiye vekirin. Di çarçoveya miameleya ewlehî ya Komara Îslamî ya Îranê digel çalakvanên jîngehê yên li Kurdistanê de gelek kes, bi taybetî çalakvanên jîngehê, têne girtin û heta carinan jî bi awayên gumanbar têne kuştin.
Nasyonalîzm, Nasnameya Kurdî (Kurdayetî) û Şerîf Bacwer
Alîgiriya ji bo jîngehê û çalakiyên girêdayî bi wê re bi piranî li dijî hizrên nasyonalîstî tê qebûlkirin. Ji ber ku tê bawerkirin ku nasyonalîzm li pey bidestxistina serwerî ya neteweyî ye, lê “jîngehparêzî”, ku ji aliyê ekolojîzmê ve tê birêvebirin, di warê pêwendiya di navbera mirov û xwezayê de daxwazkarê guherînên bingehîn e (Dobson, 2000: 10-26). Lê lêkolînên meydanî yên curbicur piştrast dikin ku nasyonalîzm û jîngeh dikarin bi awayê herî baş digel hev têkel bin (Dawson 2000). Dawson piştî lêkolîna li ser welatên Baltîk gihîşte wê encamê ku “jîngehparêzî” ne tenê nasyonalîzmê red dike, di heman demê de bi taybetî li welatên totalîter bi hêsanî dikare bibe platformeke nû ji bo eşkerekirina xwestekên nasyonalîstî (Dawson, 2000). Li beramberî vê yekê hinek lêkolîner li ser wê baweriyê ne ku “environmentalism” (jîngehparêzî) ji ber ku ji bo civakeke îdeal nikare şiyana modelbûnekê nîşan bide, nikare bibe altirnatîfek ji bo nasyonalîzmê (H. Malloy, 2009: 5).
Dema ku mijar di derbarê hebûna nasnamexwaziya kurdî ya li hember jîngehparêziyê de be, derbirîna li ser hevnegirtina nasyonalîzm û “environmentalism” (jîngehparêzî) dibin du dijber. Ji ber ku nasnamexwaziya kurdî bi awayekî dîrokî li ser zemîneke têkiliyên etnîsîteya serdest û etnîsîteya bindest form girtiye, ku nasnamexwaziya kurdî wek paşverû, di bin bandora destewerdanên derveyî, tundûtîjî yan jî wek tevliheviyeke ji van hemû xalên jorîn pênase dike. Bi vî awayî her cure daxwazeke nasnameyî ya mirovekî kurd li dijî vîn û îradeya gelemperî ya navendî, wek navçegerî û qebîlegerî tê hesibandin. Nasyonalîzma deshilatdar (çi çep, rast an jî Îslamîst) nasyonalîzma neteweyên bindest a li Îranê bi awayekî giştî û nasyonalîzma kurdî bi awayekî taybet li dijî norm û nirxên cîhana modern dihesibîne. Bi vî rengî hizra çalakiyên nasnamexwazî yên xeyrî-farisan, ku digel çalakiyên medenî û jîngehî hevraste bin digel kêşe û qeyranên dîrokî yên red û înkarê rûbirû ne. Kurdên wiha divê berî her tiştî nasnameya wan a neteweyî ji wan bê standin, da ku bikaribin digel standardên nasyonalîzma deshilatdar li hev bikin û ji aliyê mîr û paşayan ve bêne qebûlkirin.
Tora nûçeyan a BBCya farsî di raporeke xwe ya destpêkê de, ku behsa bûyera cangorîtiya Şerîf Bacwer û hevalên wî dike, bi awayê herî mumkin hewl dide ku derheqê nasnameya kurdî û jêstandina nasnameya kurdî ji Bacwer de nêzîkatiya kolonyalîstî ya navendî nîşan bide.
Siyaweş Erdelan raporê wiha diweşîne: “Ji bo xelkê Merîwanê Şerîf Bacwer qehremanekî neteweyî bû.” Ji ber ku ew “ne siyasetvanekî herêmî bû ne jî gerîlayekî çekdar bû, ku kurdan herdu jî zêde bi xwe ve dîtine. Şerîf Bacwer çalakvanekî medenî bû, ku armanca wî dijberiya tundûtîjiyê û piştevaniya ji bo aştî û lihevkirina digel xwezayê bû.”(41) Rapora BBC bi awayekî nerasterast vê peyamê dide ku kurd berî vê bûyerê bê qehreman bûn û bi vî rengî hewl dide di kêmkirina asta berxwedana kurdan ya li dijî tundûtîjî û navçegeriyê de nasyonalîzma serdest ji nû ve hilberîne. BBC hewl dide ku rewayiyê ji dîroka berxwedana gelê kurd û nasnameya kurdî jî ji Şerîf Bacwer werbigire.
Çepên kolonyalîst ên navendxwaz di kanalên telegramî yên wek “alternatîf” û “hunerê ê`itirazî” de, di warê bêtawankirina Supaya Pasdaran û rejîma Îranê û jêstandina nasnameya kurdatiyê ji Şerîf Bacwer de ne tenê ketine pêş BBCyê, di heman demê de li şûna Komara Îslamî ya Îranê, tiliya xwe dirêjî partiyên kurdî kirine. Wek mînak, wiha nivîsîne:
“Di van çend salên dawiyê de partiyên birjuwa-nasyonalîst û aliyên têkder û fitneçî yên li Kurdistanê, digel kar û kiryarên leşkerî qada xebatê ji bo çalakvanên civakî teng kirine, bi îdiayên neberpirsane û nasandina cangoriyan wek endamên Rêkxistina Nihênî ya partiyên xwe, hewl dane ku kumekê ji xwe re birêsin. Di mînaka herî dawiyê de em bûn şahidê kêşeya li ser termê cangoriyên bajarê Pawe ya di navbera PDKÎ û PJAKê de, kar û kiryarek ku li rex çalakiyên çekdarî yên ji piştevaniya komên xelkê bêpar, qada çalakiyan bo jîngehparêzan pir metirsîdar kiriye û siya nêzîkatiya ewlekariyê li ser milê rêhevalên cangoriyan giraniyê dike.”(42)
Ew kesên ku bi awayekî eşkere çepên radîkal ên navendnişîn û navendxwaz in, gava ku vedigerin ser pirsa kurd, nikarin ji siyaseta tefrisê (farskirinê) dûrkevin. Lewra bi awayekî tevlihev be jî, wan nekariye behsa rola “pergala pîroz” a rejîma Îranê ya di warê asayîkirina komkujiya kurdan de bikin. Li beramberî îdiaya wan a dijberiya digel rejîma Îranê, li hemberî kurdan berê xwe dane gotara nijadî û koloniyalîzma serdest, li rex sîstema propaganda ya Komara Îslamî ya Îranê cih girtine û partiyên kurdî wek “eşîrtî û mirîxwarên ser gorê” bi nav dikin.
Em ê di vê beşê de bi sûdwergirtina ji axaftin û vegotinên xelkê, ku Şerîf Bacwer û hevalên xwe digel wan û di nav wan de jiyane, em ê şîroveya nêrînên curbicur ên li ser çalakî û cangorîtiya Şerîf Bacwer û pêwendiya wê digel xelkê, tevgerên siyasî û nasyonalîzma kurdî bikin. Hewla me ew e ku em bi bikaranîna zêdetir a çavkaniyên destpêkî, wan axaftin û vegotinan belav bikin, ku gelek nêzî wan axaftin û vegotinên hevhizr û hevwelatî û hevçeperên Şerîf Bacwer ên derheq kesayetiya Şerîf Bacwer de ne. Bi vê sedemê me hewl daye ku ger îmkan hebe em wan gotinan rasterast belav bikin û rastiya heyî ji zimanê wan bixwe raxin ber çavan (Xişteya 4an). Ya ku di lêkolîna berdest de ji bo pênasekirina nasyonalîzmê berçav hatiye girtin û bûye bingeha şîrovekirina daneyan, pêk tê ji hindek çalakiyên bikom ku tê de meht û pesnkirina ji xwe bi awayê bikom dibe bingeh bo rewayîdana bi daxwazên xwe, û deshlatdariya xwe. Gotûbêjker (kesên ku hevpeyvîn digel wan hatiye kirin) Şerîf Bacwer wek mirovekî hezkiriyê nasnameya kurdî bi nav dikin. (bnr. Xişteya 4an). Şerîf “bi dil û can evîndarê Kurdistan, dar, kevir, çiya û rûbarên Kurdistanê bû. Her tim bi Gola Zirêbar re xwîna wî difûra û bi darbelûtan re jî bejna wî dirêj dibû.”
Xişte 4: Ragehandinên gotûbêjkeran
Koma gotûbêjkeran li ser wê baweriyê ne ku nasnameya kurdî û hestkirina bi berpirsayetiya derheqê siberoja Kurdistanê û xwezaya wê de Şerîf kiribû netewexwazekî menewî. Her çend ku belge nîşan didin ku ew nasyonalîzma me`inewî qet ew ji pragmatîzma siyasî dûr nekir. Gotûbêjker piştrast dikin ku Şerîf Bacwer di warê nasnameya Kurdî û Kurdistanê de bi dil û can hest bi berpirsayetiyê dikir û piragmatîst bû. Pirsa Kurd, hizra kurdbûnê, rizgarkirina neteweya kurd û parastina Kurdistanê sedem û hokarê hewldan û xebata wî ya bêsekn bû. Lewra “Kek Şerîf bi awayekî giştî mirovekî pragmatîst bû û her tim qebûl dikir ku hewcehiya Kurdistanê bi kar û kirinê heye, ne bi gotinê.” Pragmatîzma wî hişyarî û serwextiya wî ya derbarê milîtarîzekirina Kurdistanê û jehrîbûna rewşa siyasî û kurdtirsî ya serdema reformxwazî û serdema piştî wê de nîşan dida. “Bi vê sedemê Kek Şerîf Bacwer di nav koma xelkê de kêmtir behsa girêdayîbûna xwe ya bi nasnameya kurdî û Kurdistanê re dikir, ji ber ku hewce dizanî ku ji bo beşdariya xeleka wan çalakiyên medenî bangî kesên xwediyê fikr û meramên curbicur bang bike.”
Şerîf ji bandora dîrokî ya projeya tefrisê (farskirinê) û astengên cidî yên li pêş bidestxistina her cure xwe-deshilatdariyeke kurdan agahdar bû. Wî radigehand: “Kêşeya neteweya kurd ew e ku, dema kurdan daxwaza mafê xwe kirine, neyaran bi tundûtîjî bersiva wan dane.” Ligel bîr û baweriya wî ya kûr a bi xebata neteweyî, ew li ser wê baweriyê bû ku kurd divê têkiliyên xwe yên stratejîk digel neteweyên din ên bindest ên li Îranê bêhtir û kûrtir bike. Bi baweriya wî, ew stratejî divê di du astan de bê şopandin: Yek di xebata li dijî Komara Îslamî û hilweşandina wê de, ku ev yek pêngava yekem a xebatê pêk tîne, û ya duyem jî cîbicîkirina hewcehiyan e ji bo pêkanîna pêwendiyeke kûrtir digel neteweyên din ên wek Tirk, Lor, Ereb û hwd. Di vî warî de Şerîf Bacwer “li ser wê baweriyê bû ku hewce ye têkiliyên neteweya kurd bi neteweyên din re, ku bi destê vê sîstemê birîndar bûne, hebin.” Şerîf Bacwer “ji rola wêranker a Komara Îslamî ya derheqê siberoja neteweya kurd de agahdar bû” û rejîm di warê guherîna “xeyrî kurd” bi “aliyê hember ê kurd” de gelek bihêz didît. Ji ber ku bi baweriya wî, rejîm bi alavên îdeolojîk, mezhebî, aborî xwe çekdar kiriye û herwiha rejîm hebûna xwe di belavkirina tovê nefret û bêzariya ji hevdu ya di nav aliyên bindest de dibîne. Ligel vê yekê jî rejîmê gelek taxên berfireh ji kurd û xeyrî-kurdan bi pereyan kiriye, ji bo ku karibe şerên etnîkî dirust bike û xwe jî di vê erdnîgariyê de wek sebebkarê aramî, ewlehî û hebûnê nîşa bide.
Ew difikirî ku li Kurdistana milîtarîzekirî û ewlekirî, hindek be jî tenê di nav agir de dikare kêmekê rewşê bo siyaseta kurdî xweş bike, û ji ber vê sedemê jî ew bi qasî heyameke 5 salan tenê bi vemirandina agir re mijûl bû, û heya dema mirina xwe jî digel hevalên xwe bi destê vala xebata xwe ya kesk di nav agir de bi pêşve bir. Şerîf hertim digot ku, “min serperestiya komîteya vemirandin a agir hilbijartiye, da ku bikarim li Kurdistanê rewşê ji bo çalakiyên medenî pêk bînim. Ji ber ku dema tu xwe davêjî nav dilê agir, ti kesek nikare li hemberî te bibe asteng.” Lewra Kurdistan bibû qad û şergeha wî di warê lîstina bi agir re. “Bazineya çalakiyên Şerîf bi awayekî giştî li Kurdistana Rojhilat, û bi awayekî taybetî li Merîwanê bû. Her çend ku li Serdeşt, Îlam û Geylanxerbê jî çendîn carî operasyona vemirandina agir encam dabû.” Şerîf Bacwer “hertim li ser vê mijarê radiwestiya ku ti dilsojê nîştimana me tune ye û em bixwe divê hevkar û dilsojê nîştimana xwe bin.” Wî rejîma Îranê û tevahiya hizra tefrîsê (farskirinê) li dijî Kurdistaneke avedan didît. Di vî warî de stratejî û nêzîkatiya deshilatdaran ji bo Kurdistanê wek gefekê dihesiband û hertim digot: “Em hemû dizanin kesên ku daristanên Kurdistanê dişewitînin kî ne.”
Bala Şerîf tenê ne li ser Kurdistana Rojhilat bû, lê wî hizir dikir ku ew ji her cihekî din ê Kurdistanê zêdetir dikare li Rojhilat bibandor be. Her wek ku di çîroka rûbirûbûna wî ya digel fermandeyekî rejîma Îranê de hate behskirin, Şerîf Kurdistan wek yekîneyeke veneqetiyayî didît ku xelkê Merîwanê bi çîroka vê rûbirûbûnê dizanin. Wî li rûyê fermandeyekî Supaya Pasdaran gotibû: “Ji Kosalan heya Kerkûk û Efrînê, her cihekî wê Kurdistan e, û ew bona vemirandina agir li ti cihekî wê, xemsariyê nake.” Nêzîkatiyeke primordial (hertimî) ya Şerîf bi nasyonalîzma kurdî hebû û di dîrokê de jî li pey pêkanîna şêweyek ji têkiliyên di navbera xweza û formgirtina neteweya kurd bû. Ew li ser vê baweriyê bû ku “çavkaniya kurdan zincîreçiyayên Zagrosê ne, û wî ... nasnameya kurdan û nasnameya Zagrosê wek çiyayên wê yên zincîreyî, pevgirêdayî dihesiband. Lewra ew li ser wê baweriyê bû ku ew zagrosnişîn in ku divê nîştiman û stargeha xwe biparêzin.”
Li gor gotina Moxtar Hûşmend, nivîskar, dostê nêzîk û hevxebatê wî, “Kak Şerîf xebata xwe ya welatparêziyê ji çepera pêşmergebûnê ve daye destpêkirin.” Ew dibêje: “Em çend kes bûn, ez, Mostar Muradî, Salih Badperwa û Şerîf Bacwer ku em endamên Rêkxistina Nihênî ya PDKÎ di navxweya Îranê de bûn. Salih û Moxtar Muradî di destpêka salên 70yî de tevlî refên pêşmergeyên PDKÎyê bûn, Moxtar piştî heyamekê li bajarê Silêmaniyê hate terorkirin û Salih jî piştî çend salan çû Swêdê. Şerîf jî bêyî ku boçûnên wî yêm derbarê pêşmerge de were guhertin, berê xwe da xebata medenî û jîngehî. Lewra digel encamdana çalakiyên medenî û jîngehî jî ji her rêyeke mumkin ve alîkariya xebatkarên kurd dikir û amade bû bo wergirtina her erkekê ku ji aliyê wan xebatkaran ve li wî dihat spartin”
Hilbijartina roja 25ê Gelawêjê (roja avakirina PDKÎ) bo zewaca xwe, hem gotinên rêzdar Hûşmend piştrast dike û hem jî nîşana xeta siyasî ya Şerîf e (li xişteya 4 binêrin).
Gotûbêjker bawer in ku “Kek Şerîf evîndarê Dr. Qasimlo bû. Wî hertim digot ku Dr. Qasimlo wek zanîngehekê bû, ku berdewam ez jê hîn bûme.” Ew bandor hem di têgihîştina Şerîf a li ser îdeolojiya çep û hem jî di parastina wî ya pirsa diyarkirin a mafê çarenûsê de gelek eşkere ye, ji ber ku “Kek Şerîf li ser vê baweriyê bû ku ti kesek bi qasî Dr. Qasimlo li ser hizra çep ne xwediyê fam û têgihîştineke kûr e.” Heta “Şerîf Bacwer mafê çarenûsê ji bo neteweya kurd û hemû neteweyên cîhanê wek mafeke bingehîn dihesiband.” Berevaniya berdewam û derbirîna Şerîf Bacwer a li ser mafê çarenûsê bo neteweya kurd herçend digel siyasetên ragehandî yên PDKÎ ne yek be jî, digel hizrên Dr. Qasimloyê ciwan û Marksîst-Lenînîst û nivîskarê pirtûka “Kurd û Kurdistan”ê bi başî hev digrin. Di vê pirtûkê de ku di sala 1963an de hatiye nivîsîn, bi zelalî dinivîse ku bindestbûna neteweya kurd belge û şahid e bo berdewamiya dagîrkeriya klasîk.
Herwiha di vê pirtûkê de, ku wek Marksîst-Lenînîstên wê qonaxê di bin bandora pênaseya Stalîn a nasyonalîzmê(43) de bû ku li ser nîştiman, çand, ziman, û dîroka hevpar radiweste, Qasimlo bi mamostatiyeke taybet dîmeneke cidî ya aboriya Kurdistanê radixe ber çavan. Piştre bi şîroveyeke Lenînîstî ya mafê çarenûsê marksîstên xeyrî kurd bi pirsyaran re rûbirû dike û wê îdiaya wan a ku dibêje, dibe Kurdistana serbixwe wek “binkeya împeryalîzmê” were guherîn, digire ber rexneyan. Ev xala dawiyê nîşana behs û gengeşeyên berfirehtir e di navbera Dr. Qasimlo û marksîstên xeyrî kurd de. Vê desteyê ji marksîstan renge hêz û şiyana berevaniya îdeolojîk ji sedemên dijberîkirina xwe digel Kurdistana serbixwe tunebin. Dibe ku marksîstên ser bi neteweyên serdest ji bo helwestên xwe yên dijminane yên li Kurdistanê li pey hincetên siyasî bin, lewra Dr. Qasimlo neçar bûye 3 beş ji pirtûka xwe ya “Kurd û Kurdistan”ê bo vê mijarê veqetîne. Baweriya Şerîf û zelaliya ramanên wî yên derheqê mafê diyarkirina çarenûsê û berevaniya wî ya ji bo mafê deshilatdariya kurdan de pirsek nebû ku ji xelkê veşartî bimîne. Stran û sirûdên xelkê yên li ser cangorîtî û mirina Şerîf Bacwer û hevalên wî şahidê vê rastiyê ne. Helbestvanekî kurd di derheqê vê yekê de dinivîse:
Gelo tu kî bûyî
Ku te rondiknerijandin fêrî dayîkan
Û yekîtî fêrî hevalan
Û serwerî fêrî neteweyê
Û waneya heqîqetê fêrî dîrokê kir(44)
Encam
Axaftin û vegotinên xelkê yên derbarê jiyan û çalakiyên Şerîf Bacwer û hevalên wî de nîşanderê çend aliyên girîng in. Ya yekem ew e ku di nasyonalîzma kurdî de guherîneke bikêrhatî û bikalîte pêk anî, û ew veguherandiye wek nasyonalîzmeke xwezayî ku carinan bi gotareke giştgîr û dorfireh katibe “xwe” pênase bike û “xeyr” û “dîke” ji hevdu cuda bike. Vê tevgerê ziman, edebiyat, şêweya nêzîkatiyê ya li hemberî xweza û mirovê kurd û ji hemûyan girîngtir jî şêweya berxwedana kurdî guherand. Ew tevger wek tevgerên din ên eko-nasiyonalîstên li cîhanê, di warê pêwendîdarkirina jîngehparêzî, nasnamexwazî û xebata bo bidestxistina dadperweriya civakî de gelek serkeftî kar kiriye, û qada çalakiyên jîngehxwaziyê bûye qadeke nû ji bo berdewamiya xebata neteweyî ya kurd. Qadek e ku tê de “hezkiriyên tarîtiyê û dijminên avedaniyê, kok û bingehên mirovahiyê kirine armanca xwe ya tunekirinê û ji bo kavilkirina vê nşîtimanê her cure rê girtine ber xwe.”(45) Ew dijminên ku li gor gotina navendên medenî yên Rojhilat “pêşiya her çalak û dilsozekî digrin ku ew di riya xizmetkirina bo vê nîştimanê de pêngavan diavêjin.”(46) Di vî warî de dema ku ew çalakiyên jîngehî wek çepera xebatê bi nav dikin û dema ku cangoriyên jîngehê wek şehîd bi nav dikin, ew bi vî rengî hizr û xwendina xwe ji bo xebat û mirina di vê riyê de nîşan didin. Wan Şerîf Bacwer şibandin fermandarekî operasyonê û pankartên ku bi diruşmên wek “Fermandar! Li dûr binêre, ku aso nêzîk e.”(47) hilgirtin. Mirina bi berxwedan a Şerîf Bacwer û hevalên wî wek riyeke bi armanc nîşan didin û bi dubarekirina “Riya te ji berê bicoştir berdewam dike” berxwedanekê wêna dikin, ku cewherê dîrokî ê nîştimanekê ye ku serbarê hemû kêmasiyan, riya xebat bo parastina wê ji her demekê zêdetir pir ji rêvîng e. Ew dema ku dibêjin “dêwê reş ê merg û mirinê” nizane ku ev nîştiman tejî ye ji “rabûn û serhildanên wek qeqnesê, ku ji xalîşînka wan hezaran Şerîf û Omîd û ... radibin”, û dema ku rû li “aliyê hember” hawar dikin ku “bi hezaran Şerîf zindî ne” û “kak Şerîf riya te dom heye”, nîşanî dijmin didin ku riya wî, dê berdewam be. Dema ku ew dibêjin “Hêza Supaya îdamê, tawanbarê tam û tewaw”, ew wê demê bi eşkere rola xirabkarane a Supaya Pasdaran di warê pêşvebirina stratejiya tunekirinê li Kurdistanê û kuştina van çalakan eşkere dikin.
Xelk dema ku sembolên dualî yên wek “Bazê Bilindtir” ji bo “yên ku di dilê neteweya xwe de zindî mane” li hemberî “Kerxur” ku ji bo yên li ber “aliyê hember” serî tewandine bi kar tînin, nîşan didin ku wan hay li wan kesan heye ku destê wan di nav kasika “aliyê hember” de ye. Di dema behskirina mirinê ya çalakên jîngehê de destpêkirina axaftinê ya bi peyvên wek “dîsan jî, dubare, vê carê jî” dibe nîşanderê vê rastiyê ku xelk pêwendiya di navbera kuştina çalakên jîngehê yên Kurdistanê û siyaseta kujera bikom a sîstematîk û dîrokî ya Kurdan ya bi destê dewletên deshilatdar de bi başî têgihîştine. Mirina van çalakan, habîtusa kurdî, wate “rabirdû di dilê îro de xwe nîşan dide” radixe ber çavan. Ew habîtusa ku ji riya çîroka berxwedana “bênder li hemberî agir” û “êrîşa dara belûtê li dijî bivir” tê vegotin. Ew çîrokên ku nîşanderê hebûn û amadehiya hiş û bîra dîrokî ya neteweyekê ne -ku ligel ew qas kolberî û zêdetir ji sedsalekê ceribandina nifşkujî, zimankujî û xwezakujiyê ya li ser nîştmana wê- lê her niha jî hebûna xwe û jîna xwe dikin cejn û xweşî.
Ji her alî ve Şerîf Bacwer mirovekî dûrbîn bû û xwediyê hezkirineke mezin bû li hemberî Kurdistanê, mirov û cîhanê. Mirovekî ku bi baweriya wî, têkoşîna kesk a di riya Kurdistana “bê yar û heval” de wek mirovdostî bû, ne li dijî mirovdostiyê. Ew mirovekî ku xwe ji bin bandora kurdofobiyayê rizgar kiribû û bê tirs ji hemû kurdan û hemû mirovan hez kir. Mirovekî ku neketiye jêr çanda kurdtirsiyê, ku ew çanda kurdtirsiyê behsa nasnameya kurdî wek şermekê dihesibîne, û daxwazkarê mafên giştî yên mirovî, hêjayî kuştinê dizane. “Kek Şerîf di her avêtina pêngava xwe de fikra wî li ser pirsa kurd bû û hemû kar û kiryarên xwe bi bername û bi armanc dişopand, da ku pêwendiya wê hebe digel siberoja xebata kurdî li hember Komara Îslamî.”
Projeyeke wî ya siyasî ya mezin hebû, ku bi riya wê projeyê dixwest Kurdistandostiyê hînî “xeyrî xwe” û xwezadostiyê jî hînî kurdan bike. Wî dixwest ku Kurdistanê bike xwendingeha perwerdehiya dilovanî, xwenasîn û hişmendiya derheqê xwezayê de. Wî digot: “Dema ku mirov derfeta kerb û kînê di hundirê xwe de pêk bîne, hest û ûjdana wî bêrihm dibe.”(48) Wî dixwest li Kurdistanê nifşekê perwerde bike ku bo parastina darbelûtên xwe, amade bin xwe bavêjin nav agir û dixwest dersa dilovaniyê bide wan kesên ku bi Kurdistanê re ne dilovan bûn. “Di bingeha xwe de, armanca Şerîf Bacwer ew bû ku bi plana fikra “Pêncşemiyên Dilovaniyê” demeke diyarîkirî di hişê xelkê de pêk bîne, da ku dema hewceyiya wan bi serhildaneke yekgirtî çêbibe, ew roj, wate roja “Pêncşemiyên Dilovaniyê” were bîra wan. Lê hin kesan hizir dikirin ku ew fikr, fikreke sade û tenê sînordar e bi çend meş û xebatên bi jîngehê ve girêdayî.” Di rastî de wî bi riya hezkirina xwezayê ve, dixwest ku serûberiyekê bide Kurdistanê, û bi pêkanîna bazineyeke “kesk û xwezayî” bihareke azadiyê pêşkêşî jiyana qedexe ya siyasiya Kurdistanê bike, û herwiha serûberiyekê bide newroza dawî ya zivistana dîktatoriya mezhebî li Kurdistanê.
Şîroveya axaftin û vegotinên gotûbêjkaran, dîmenê mirovekî wiha radixe ber çavan, ku bi şêweyek ji nasyonalîzma me’newî, hezkiriyê azadiyê û cîhandost, ku gelek xemxurê siberoja Kurdistanê ye, hatiye xemilandin û herwiha eko-nasiyonalîstekî bi wateya gotineke temam, ku li gor gotina Muxtar Hûşmend: “Wî armanca welatparêziyê bi çalakiya jîngehî ve girêdabû û ew herdu têgeh jî bi dadperweriya civakî ve girêdabûn.” Çîroka jiyana Şerîf Bacwer teswîra Mela Se`îdê Kurdî (Nûrsî) ya nasyonalîzma pozîtîf bibîr dixe, ku li gor gotina wî, nasyonalîzma pozîtîf dibe sedema bilindbûna exlaq, pakiya kesayetiyê, û rizgariya takekes ji xweperestiya qebîleyî, û wî dike neynika rohn û zelal a neteweyê.” (Nûrsî, 2009: 189).
Axaftin û vegotinên gotûbêjkaran perdeya li ser berfirehiya hizra mirovdostî ya Şerîf Bacwer radike, ku berfirehiyeke wiha ye ku her çiqas ji ferq û cudahiya di navbera “xwe” û “xeyrî xwe” û “aliyê hember” de agahdar be jî, mirovahiyê di wateya wê ya cîhangîr de himbêz dike. Şerîf di 2yê Mijdara 2016an de, her çiqas di girêva birçîbûnê de bû jî, ji bo dengvedana bûyera êş û azara dêlikeke ku 7 têjikên wê hebûn -lê ji aliyê nobedarên bendavekê ve ku ew nobedar, peymankarên Supaya Pasdaran bûn, hatibû kuştin- 400 kîlomitroyan ji Merîwanê heya Selasa Bawecanî dest bi meşeke takekesî kir. Lê Şerîf heman rojê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate desteserkirin û piştî rojekê bi awayekî demkî bi danîna wesîqeyê hate berdan. Şerîf Bacwer bêy bidawîanîna girêva xwe ya birçîbûnê, şev û rojekê dirêjiyê dide meşa xwe heya ku bikare roja pêncşemiyê (Pêncşemiya Dilovaniyê) bigihîje meqseda xwe.
Li gorî Şerîf Bacwer li aliyê din ê sînorên “xweyî” êdî “dîke” wek xeyrîkurd nayê dîtin. Li gorî nêrîna wî “aliyê hember” her kesek e ku tundûtîjiyê bikar tîne, mafê bikom û takekes yê “xeyrî xwe” binpê dike, daxwaza maf ya aliyê “xeyrî xwe” wek tawan dihesibîne û rêz û hurmetê nîşanê azadiya “xeyrî xwe” nade. Bo Şerîf Bacwer “aliyê hember” heman Komara Îslamî ye, şovenîzm e, hebûnek e ku çand û zimanê “xeyrî xwe” dike armanc û deshilata çandî û zimanî û siyasî ya xwe bi ser “xeyrî xwe” de disepîne, û li ser “xeyrî xwe” biryarê dide, rûbarên wê hişk dike, û gul û giyayên wê di reh û rîşe de derdixe, darên wê dişewitîne û mirovên wê bidarve dike. “Aliyê hember” kesek e ku “xeyrî xwe” wiha pênase dike ku bikaribe heya demeke dirêj bi ser “xeyrî xwe” de serdest be û deshilatdariya xwe ya li ser “xeyrî xwe” bidomîne. Herwiha ew ji bo deshilatdariya li ser “xeyrî xwe” bidomîne wê li gor çand û zimanê xwe rast û eyar dike, û xwe dixe navenda hikumdariyê û “xeyrî xwe” diavêje qeraxê û marjînalîze dike.
Berteka xelkê Kurdistanê ya li hemberî cangorîtiya çalakên jîngehî, vegotin û behskirina ji xebatekê ye ku tê de zarokên wê bi Sirûda “Xwaye weten awakey/ Xwedê tu nîştiman avedan bikî” awaza avedankirinê rûpel bi rûpel di guhê nîştiman de dixwînin.”(49) Wan bi “cangorîtiya xwe ya pak, kurdayetî birin ser lûtkeya çiya, û selimandin ku çalakiya jîngehî jî heman xebat e û xebat jî jiyan bixwe ye.”(50) Ew bi “hemanîkirin”a (identify) cangoriyên jîngehê digel “darbelûtên Kurdistanê, ku dişewitin û dimirin û ji nû ve şîn dibin”, û bi bîranîna berxwedana wan a dîrokî, ji şehîdên riya xwezayê, sembola berxwedan û nemirinê diafirînin. Wan rû li peyamhînerên merg û mirinê li kurdistanê dibêjin: “Dema ku serê darbelûtekê birîn, bivir serxweş bû û reqs û sema dikir, bêxeber ji wê ku darbelût [bi mergê xwe] dibe sembol.”(51) Ji wê demê şûnda Qada Bawereşî (jiwangeha hertimî a Şerîf û hevalên wê) li bajarê Merîwanê (ku ji aliyê rejîma Îranê ve wek Qada Îmam Husên hatibû naskirin) wek Qada Şerîf tê binav kirin(52) û bi hawara “Navê te silogan e, û banga domandina riya te ye”, nemirbûna Bacwer û hevalên wî bi bîr tînin. Xelkê Kurdistanê roja 3ê Xermananê, wek roja şehîdên jîngehê bi nav kirine, “Roja rabûna “netewe” bona cardin xwendina wateyên jîngehî bo zindîmanê.”(53) Wate heman “roja ku tê de Şerîf Bacwer û Omîd Kohnepoşî bûne stêrkên biçirûsk ê karwanê şehîdên nîştiman, û bûne nîşanek bo sirûda namire ê ku di dilê gel de zindî ye.”(54)
Bibliography:
Bilig, M. (1995). Banal Nationalism. New York: Sage Publications.
Edensor, T. (2002). National identity, popular culture and everyday Life. Berg Publishers, Year.
Etienne, B. and Immanuel Maurice Wallerstein. 1991. Race, nation, class: Ambiguous identities . London and New York: Verso
Chernilo D. (2006). Social, Theory’s Methodological Nationalism: Myth and Reality. European Journal of Social Theory. 9(1):5-22.
Dawson I. J. (1996). Eco-nationalism: Anti-nuclear Activism and National Identity in Russia, Lithuania, and Ukraine. Duke University Press.
Dawson. J. I. (2000) The two faces of environmental justice: Lessons from the eco‐nationalist phenomenon. Environmental Politics, 9(2). 22-60.
Foucault. M. (1980). Power/ Knowledge; Selected Interviews and Other Writings1972-1977. Pantheon Books, New York.
Falk, Richard (1972), This Endangered Planet, New York: Random House.
Gellner, E. (1983). Nations and Nationalism. Oxford: Basil Blackwell.
Giddens, A. (1985). The Nation-State and Violence. Cambridge: Polity Press.
Giddens, A. (1987). Social Theory and Modern Sociology. Cambridge: Polity Press.
Herb, G. H, & David H. Kaplan. Nested Identities: Nationalism, Territory, and Scale. Rowman & Littlefield Publishers, 1999
J. E. FOX & C. MILLER-IDRISS (2008). ‘Everyday nationhood’, in: Ethnicities, 8 (4). 536-563.
Nash, Roderick (1967), Wilderness and the American Mind, New Haven, CT: Yale University
Press.
Nursi, B. S. (2009), İçtima-I Dersler/ Social Lessons. Istanbul: Zahra.
Matin, K(2020) ‘Deciphering the modern Janus: societal multiplicity and nation-formation. ” Globalization. 2020; 17(3):436-451
R. BRUBAKER, M. FEISCHMIDT, J. FOX & F. GRANCEA ( 2006) Nationalist politics and everyday ethnicity in a Transylvaniana town. Princeton, 2006.
R. JONES & P. MERRIMAN (2009). ‘Hot, banal and everyday nationalism: bilingual road signs in Wales’, Political Geography, 28/3. 164-173.
Soleimani, K. (2016). Islam and Competing Nationalisms, 1876-1926. Palgrave McLellan. New York.
Sprout, H. & Margaret Sprout (1971). Toward a Politics of the Planet Earth, New York:
Van Nostrand Reinhold.
Tove H. Malloy (2009) “Minority Environmentalism and Econationalism in the Baltics: Green Citizenship in the making?, Journal of Baltic Studies, 40 (3).
Zimmer, O. (2003) A Contested Nation: History, Memory and Nationalism in Switzerland, 1761–1891. Cambridge University Press.
Çavkanî:
1.https://www. youtube. com/watch?v=v KFAYXf0
5N0& ab_channel=Univ ersityofCapeTownSouthAfrica.
2. In Manifesto of the Communist Party: “Though
not in substance, yet in form, the struggle of the
proletariat with the bourgeoisie is at first a national
struggle. The proletariat of each country must, of
course, first of all settle matters with its own bourgeoisie. ” https://www. marxists. org/archive/marx/
works/1848/communist-manifesto/ch01. htm. Last
visited, 08/02/20
٣. اصطلاح deixisبه استفاده از عبارات اعمال می شود که در آن
معنی را می توان مستقیما به ویژگیهای عمل سخن گفتن ، زمان و
مکان گفتن و اینکه چه کسی به عنوان سخنران و به عنوان مخاطب
درگیر است. به عنوان مثال، “در حال حاضر” و “در اینجا” به طور
موقت استفاده می شود به ترتیب برای اشاره به زمان و مکان سخن
گفتن. به همین ترتیب، این کشور به احتمال زیاد به عنوان کشوری
که درآن سخنرانی رخ میدهد، به طور قانونی تفسیر میشود. “من” و
“ما” به سخنران و یک گروه از جمله سخنران، “شما” به مخاطب(ها)
یا مجموعه ای از مخاطبان، اشاره میکنند. https://fa. eferrit.
com/%D8%A8%DB%8C%D8%A7%D9%86-
deictic-deixis/
4. @chya_ngo
5. https://youtu. be/L9JuaqHsrx4
6https://www. youtube. com/watch?v=URryc5dd0Xk
7https://www. youtube. com/watch?v=vJoa91ozlXk&ab_channel=
8https://www. youtube. com/watch?v=j0F1WaeYXX8
9 https://www. youtube. com/watch?v=j0F1WaeYXX8&ab_channel=JavanehHa
10https://www. youtube. com/watch?v=JOCAQIARP48&ab_channel=People%27sMojahedinOrganizationofIran-MEKIRAN
11 https://youtu. be/U67hLx1dmvw
12 https://youtu. be/U67hLx1dmvw
13 https://www. youtube. com/watch?v=HxI13Kgz16g
14https://youtu. be/UOxiMwUhb70
15https://www. youtube. com/watch?v=HxI13Kgz16g
[1]6 @SocialistL
17 https://www. youtube. com/watch?v=oXi1nRUxTDk
18 https://www. youtube. com/watch?v=b5B4U7TEehQ
19 https://www. youtube. com/watch?v=v6kyF5F57K8
20 https://www. youtube. com/watch?v=v6kyF5F57K8
21Jane I. Dawson (2000) The two faces of environmental justice: Lessons from the eco‐nationalist phenomenon, Environmental Politics, 9:2, 22-60
22 https://www. gp. org/green_new_deal, also, https://www. youtube. com/watch?v=3qu6aC2PkAk&ab_channel=PatriotAct. Last visitad, 09/06/20.
23 . چیا در زبان کوردی به معنی کوه است و نام انجمن زیست محیطی مردم نهادی (انجمن سبز چیا) ست که نزدیک بە دو دهە است در مریوان فعالیت دارد و شریف یکی از بنیانگذاران آن بود.
24. نامه همدردی بنیاد برگ و بلوط شهرستان ایوان استان ایلام.
25 https://www. youtube. com/watch?v=v6kyF5F57K8. Last visitad, 09/06/20.
26https://www. youtube. com/watch?v=b5B4U7TEehQ. Last visitad, 09/06/20.
27https://www. youtube. com/watch?v=vJoa91ozlXk&ab_channel. Last visitad, 09/06/20.
28. https://archive.vn/wip/YdjVe
2 9 . h t t p s : / / k u r d p r e s s . c o m / p r i n t e d i t i o n .
aspx?id=60118
30. https://archive.vn/wip/uQyk5
31. https://www.radiozamaneh.com/455850
3 2 . h t t p s : / / k u r d p r e s s . c o m / p r i n t e d i t i o n. aspx?id=60118
33. https://archive.fo/wip/u872l
34. @kanibell
35. گروهی از پژوهشگران «آثار باستانی، را در حوزه سد داریان پیدا
کردند که به ده هزار سال و ماقبل دوران پارینه سنگی بر می گردد.
آبگیری سد داریان تهدیدی برای غرق این آثار به شمار می رود .
چشمه بل با ۱۵متر طول کوتاهترین رودخانه جهان است. داشتن
حجم خروجی حدود ۱۵۰میلیون متر مکعب و متوسط آبدهی ۴۰۰۰
لیتر در ثانیه با کیفیت فوق العاده که بدون تصفیه فیزیکی وشیمیایی
قابل شرب است و می تواند آب شهری با دو میلیون نفر جمعیت را
تامین کند» یکی از ویژگی های بی نظیر آن است ( روزنامه قانون سال
دوم شمار٦٤٥/ ٣ ابان ١٣٩٤
36.https://www.facebook.com/Azturkxabarlari/
videos/747750666052187
37. https://archive. fo/wip/dQI6Q
38. https://archive. fo/wip/dQI6Q
39. طبق گزارشی از ایران انترناشنال: «استان کردستان با بیش
از ۳۷۴هزار هکتار جنگل، شامل درختان بلوط، گردو، ون (زبان
گنجشک،) سیب و پسته وحشی، زالزالک، آلبالو، بادام تلخ، ازگیل،
نارون، بید وحشی، افرا و داغدان، که بیشتر در اطراف شهرهای بانه
و مریوان واقع شده، بعد از جنگلهای شمال ایران، دارای رتبه دوم
اهمیت است. رودهایی که آذربایجان غربی، کردستان، کرمانشاه و
ایلام سرچشمه میگیرن ، با تولید سالیانه ۱۵۴میلیارد مترمکعب
آب، یکی از مهمترین منابع تولید آب در ایران محسوب میشوند.
در سالهای اخیر، به دلایل گوناگون، از جمله آتشسوزی، صدور
پروانه و بهرهبرداری از معادن موجود در جنگل و سوءاستفاده
قاچاقچیهای چوب، جنگلهای زاگرس، بهویژه در استان کردستان،
در معرض نابودی قرار گرفته است https://iranintl. com
۳۰شهریور۹۹
40. https://archive. vn/FPD28.
41.https://www. youtube. com/watch?v=
Pd5Zhn5CtQk&feature=youtu. be&ab_
channel=KURDLAND. Last visited, 08/02/20
42. @SocialistL.
43. See, https://www. marxists. org/reference/archive/stalin/works/1913/03a. htm, Last visited,
09/0/2020.
44. @chya_ngo
45. @chya_ngo
46. @chya_ngo
47. @chya_ngo
48. http://imomidmoradi. blogfa. com/post/5
49. chya_ngo@- انجمن سبز چیا در سوگ شریف و یارانش .
50. chya_ngo@- انجمن فرهنگی اجتماعی زاگرس به
مناسبت ۲۱سالگی چیا
51. chya_ngo@ -شعر جمال مریوانی\ کانال چیا
52. روزنامه قانون هفته نامه سیروان)میدان باوهرهشی همان میدانی
که دکه شریف باجور یاران کۆ( جمع یاران) آنجا بود. یاران کۆ در واقع
اتاق فکر تجمع یاران محیط زیست کوردستان بود .http://www
/ghanoondaily. ir/fa/news/main/۱۰۸۹۹۹
53. بیاینیه انجمن سبز چیا در سوگ شریف و یارانش.
54.بیاینیه انجمن سبز چیا در سوگ شریف و یارانش.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →