Şopên Kurd li Swîsreyê: Ji Cenevreyê Heta Lozanê
Rohat Alakom

resim1.jpgl Destpêk

Di derbarê dîroka têkiliyên kurd û swîsreyîyan de heta niha kêm tişt hatine nivîsîn. Ez tam nizanim peyva kurdî Swîsre kingê ketiye ferheng û tûrikê peyvên kurdî. Lê belê tirkiya vê peyvê İsviçre û navê wî welatê îskandînavyayê İsveç gelek dişibin hev û ji ber vê yekê ev peyvan pir caran tên tevlihevkirin. Swîsre îro li Ewrûpayê yek ji wan welatên pêşketî û bêalî tê nasîn. Di salên 1890î de komek penaber û aktîvîstên polîtîk berê xwe didin Ewrûpayê, beşek ji wan diçe bajarê Cenevreyê li Swîsreyê. Ew çalakî û tekoşîna xwe ya li dijî Evdihemîd II li wir berdemam dikin, xewn û xeyalên wan mezin in. Di nav van de hin kurd jî hebûne.

Lê piştî Şerê Cîhanê yê Duwem bi taybetî di salên 1960an de bi sedan, paşê bi hezaran kurd wek karker, xwendekar û penaberên polîtîk li her welatê Ewrûpayê peyda bûne, ev yeka ji bo Swîsreyê jî derbas dibe. Îro hejmara kurdên ku li Ewrûpayê hene bi mîlyonan tê hesibîn. Bi taybetî kesên ku ji ber sedemen zordestî û êrişên polîtîk hatine him ligel van welatan ku hatinê, him jî hewl didin ku têkiliyên xwe ligel welatên ku jê hatine xurttir bikin, xwe bighînin wan. Li her welatî îro komên dîaspora kurd hene ku bi gelek rê û awayên cihê gelek têkiliyên dersînor ligel hev pêk anîne. Lê gelo haya van komên dîasporaya kurdan çiqas ji dîroka têkiliyên kurd û van welatên lê dijîn, hene? Eger ev dîrok baş neyê zanîn, wê demê ew dikarin ji wan agahî û zanyariyên ku dikarin alîkariya stratejiyên wan yên siberojê bikin, bêpar bimînin. Ji ber vê rastiyê dîroka hevbandûriya van herdu welatan (lêbûyî û lêdanî) divê bê zanîn:

1) Dîroka kurdên ku berî salên 1960yî tek tek hatine welatên Ewrûpayê. Ne tenê hatina van kurdan, pêwendî, têkilî û hevgirêdanên kevintir yên ku di navbera welatê lêbûyî û welatê lêdanî de hene jî gelek hewaskar, balkêş û hewcedarî lêkolînê ne.

2) Dîroka kurdên ku piştî salên 1960î ku bi komên mezin hatine welatên Ewrûpayê jî balkêş e û ev koçberiya wan niha jî her berdewam dike.

Divê dîroka hemû kurdên Ewrûpayê bên nivîsîn. Dîroka kurdên ku cara pêşiyê hatine van welatên here mezin yên Ewrûpayê (Îngîltere, Fransa û Almanya) îro baş bi awayekî kronolojîk nehatiye nivîsîn, wek mînak ew kî ne, çi kirine û çi hatiye serê wan baş nayê zanîn. Divê jîyana wan bê dokumente kirin. Zarokên wan, nifşên tên dê zef hewcedarî zanîna serpêhatiyên kal û bavan xwe bin ku bi salan jîyana xwe li dûriyê û xeribiyê derbas kirine.

Ez dixwazim bi vê nivîsê xwendevanan li dîroka çend cîhên Swîsreyê, wek mînak Cenevra û Lozana dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an bigerînim. Ev nivîs û nivîsên bi vî awayî herwiha dikarin alîkariya ronîbûna dîroka kurdên Ewrûpayê jî bike. Komek kurdên ku bo jîyaneke çêtir tekoşîn dane û xwestine di nav jîyaneke baştir de bijîn di dawiya sedsala 19an û di destpêka sedsala 20an de berê xwe dane Swîsreyê, ew tekoşîna xwe li Ewrûpayê domandine. Bi vî awayî navên wan kurdan derbasî dîroka Swîsreyê, dîroka Cenevre, Lozanê û bi giştî dîroka kurdên Ewrûpayê jî bûye.

Cemiyeta Îtihad û Teraqî

Hîmên Cemiyeta Îtihad û Teraqî (Cemiyeta Yekitî û Pêşveçûnê) di sala 1889an de ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Hekîmtîyê ya Leşkerî li Stembolê hatin avîtin. Wê demê navê wê İttihad-ı Osmanî Cemiyeti (Cemiyeta Yekitiya Osmanî) bûye. Ev rêxistin kakilê Cemiyeta Îtihad û Teraqî pêk tîne. Endam û alîgirên vê rêxistinê gelek caran bi fransî wek “Ciwanên Tirk” (Jeunes Turcs) jî hatine binavkirin. Lê belê di navbera wan de cudatî heye. Hemû alîgirên Cemiyeta Îtihad û Teraqî mirov dikare bêje ku ji Koma Ciwanên Tirk pêk hatine, lê hemû alîgirên Koma Ciwanên Tirk ne alîgirên Cemiyeta Îtihad û Teraqî bûne, bi kurtî herdu nav ne heman tişt in. Şûbeya Cenevreyê ya Cemiyeta Îtihad û Teraqî jî di sala 1896an de hatiye vekirin.

ekran_resmi_2025-09-02_21.39.05
Herdu damezrînerên kurd yên Cemiyeta Îtihad û Teraqî: Ji çepê Abdullah Cevdet ji Arapgîrê/Malatya û Îshaq Sukutî ji Amedê

Kesên ku li dijî rêvebiriya Siltan Evdilhemîd II tekoşîn didan di van salên zordestiyê de gelek caran sirgûnî cîhên tenha û dûr dibûn. Van kesan paşê ji wir firar dikirin, direviyan û xwe mînak li wek bajarên ewrûpî Cenevre û Parîsê digirtin. Piraniya wan hatine bajarê Swîsreyê, Cenevreyê. Azadiya çapemenî û ramanê ku di van salan de li Swîsreyê hebûye dibe sedemê bingehîn ji bo hatina van penaberên osmanî. Ne-radestkirina sûcdaran jî sedemekî din bûye. Di nav van de komek kurd jî hebûye. resim1.jpgl Kongreya Lîberalên Osmanî ku li Parîsê civîyane (1902) Abdurrahman Bedirxan jî ligel Hîkmet Baban tevî vê kongreyê dibe. Rêza duwem kesên li pêyan ango ji çepê kesê duwem Abdurrahman Bedirxan e

Abdurrahman Bedirxan û Rojnama Kurdistanê li Cenevreyê

Rojnameya Osmanlı (1897), Kurdistan (1898) û kovara Îctîhad (1904) bi saya van hersê kesên kurd wek Abdullah Cevdet, Îshaq Sukutî û Abdurrahman Bedirxan li Cenevreyê hatine weşandin. Ji ber vê yekê giringiya bajarê Cenevreyê her çûye di van salan de zêde bûye. Dema mirov cîhên derketina rojnameya Osmanlı û Kurdistanê dide ber hev, em dibînin ku herdu organan jî ji ber dijwariyên cuda pênc cîh û bajarên welatên cihê guhartine. Piştî ku Mîqdad Midhat Bedirxan derxistina rojnameya Kurdistan li Qahîreyê dide sekinandin, birayê wî Abdurrahman Bedirxan (1868-1936) ev erk hildaye ser milên xwe û navenda rojnameyê dibe Ewrûpayê li bajarê Cenevreyê. Kesekî ku navê xwe di dîroka bajarê Cenevreyê de daye nivîsîn Abdurrahman Bedirxan e ku demeke dirêj bi li Swîsreyê dimîne. Abdurrahman Bedirxan piştî Mîqdad Mîthat li Cenevreyê dibe berpirsê rojameya kurdî ya pêşîn Kurdistanê (1898). Hejmarên 6-18 û herdu hejmarên dawîn 30-31 yên Kurdistanê li vir Cenevreyê derdikevin.[1] Di nav wan bajarên ku 31 hejmarên Kurdistanê derketine herî zêde li Cenevreyê hatine weşandin (qasî 15 hejmaran). Ev cara yekem e ku rojnameke kurdî li Ewrûpayê tê weşandin. Li ser rûpelên pêşîn yên van hejmarên rojnameyê 1898-1899 hertim peyvên: “Kurdistan Geneve (Suisse)” rêz bûne, belkî jî ev cara yekem bû ku van hersê peyvan wiha nêzîkî hev di çavkaniyekê cîh girtibûn. Ji ber vê yekê giringiya Kurdistan û Cenevreyê sembolîk be jî xwe li vir baş nîşan daye. Gelek kesan alîkariya weşandina rojnameya Kurdistan kirine: “Di nav kadroya rojnameyê de Îshaq Sukuti û Abdullah Cevdet jî hebûn”.[2] Navenda wê li vê adrêsê bûye: “Rue de Carouge 7 Cenevre”. Abdullah Cevdet di îfadeyeke xwe de li Cenevreyê ji polês re gotiye ku heta demeke kurt ew jî di adrêsa Rue de Carouge 7an de maye: “Navê min Abdullah Cevdet e. Ez 31 salî me û bijîşk im. Niha bi awayekî demkî li Cenevreyê dijîm. Cihê sereke yê rûniştina min Parîs e, Rue Koncier, hejmar 49”. [3]

resim1
Adrêsa navenda rojnameya Kurdistan li Cenevreyê: “Rue de Carouge 7 Cenevre” Wêne: Medine Ispîr

Wi him rojnameya Kurdistan derxistiye û him jî alîkariya rojnameya Osmanlı kiriye. Ligel kurdekî din Hîkmet Baban li Parîsê tevî kongreya pêşengên osmanî bûye. Bi taybetî Abdurrahman Bedirxan têkiliyên xwe yên ligel ermanan û nûnerên komên etnîkî yên din timê xurt kiriye. Li gorî lêkoler Murat Issı mirov vê yekê di çapemeniya ermenkî de baş dibîne. Lêkoler Murat Issı di lêkolîneke xwe de agahî û zanyariyên kêrhatî di derbarê rojnameya Kurdistan de dide. Têz û ramanên ronakbîrên kurd ku li Cenevre, Parîs û Qahîreyê mane, di vê lêkolînê de bi kûrahî hatine analîzkirin. Rojnameya Kurdistan li du parzemînên cihanê (Afrîka û Ewrûpa) derketiye. Issı di nivîseke xwe de dibêje ku vê rojnamê “Di navbera salên 1898-1902an de li 3 welatan û li 5 bajaran cîh guhartiye”.[4]

Issı ku gelek salan li Yunanîstanê maye li ser çapemeniya kurd li Ewrûpayê jî kar kiriye. Wî di sala 2021an de edîtoriya Dosyaya Têkiliyên Kurd û Yûnan kir ku di kovara Kürt Tarihi (Dîroka Kurd) de wek du beşan derketiye.[5] Ne tenê amadekiririna vê dosyayê, wî xwe jî bi nivîs alîkariya vê dosyayê kiriye. Di beşa duwem de ew rojnameyên bi navê Faruk û Cihad ku rojnamevanê kurd Mevlanzade Rifat li Yunanîstanê derxistine, dide nasîn.[6] Bi destê van penaberên polîtîk gelek weşanên perîyodîk jî derketine.

Di derbarê wan weşanên osmanî ku li Cenevreyê hatine weşandin xebateke lêkoler Muammer Göçmen heye ku berî 30 salan hatiye weşandin. Ev çavkanî rêberîke baş ji xwendevanan re dike. Li gorî vê xebatê di van salan de ji aliyê osmaniyên penaber de qasî 153 rojname li Misirê, li welatên Ewrûpayê û li cîhên din derketine, ji wan qasî 16 heb li Cenevreyê hatine weşandin. Muammer Göçmen fîhrîsteke ku ji hemû van weşanan pêkhatî jî pêşkêşî xwendevanan dike. Ew li vir navê weşanê, cîhê derketinê û zimanê wan yek bi yek rêz dike. Ew di beşeke vê xebata xwe de rojnameya Kurdistan jî dide nasîn.[7] Cavit Orhan Tütengil ji di sala 1969an de di lêkolineke xwe ya ku cih dide Rojnamegeriya Tirk li Îngîltereyê, du rûpelan ji rojnameya Kurdistan re vediqetîne.[8] Mirov bi kurtî dikare bêje ku him kurdan him jî bajarê Cenevreyê di warê çapemeniyê de roleke mezin di van salan de lîstiye. Organên çapemeniyê xwestine ku ji derveyî tirkî bi zimanên din jî weşanan bikin. Ev yek taybetmendiyeke karakterîstîk ya çapemeniya osmanî li Cenevreyê bûye. Nivîsîna dîroka weşanên kurdî yên perîyodîk li Ewrûpayê jî îro hêviya lêkoleran e.

Bûkeke kurdan ya swîsreyî: Elisabeth Muyden

Qasî Abdurrahman Bedirxan nîn be jî jina wî û malbata wê jî hatiye nasîn. Li gorî nûçeyeke swêdî bi navê “Çarenûsa Jinekê” (Ett kvinnoöde) ya roja 2-6-1906an “Abdurrahman Bedirxan berî çend salan li Cenevreyê dibe evîndarê xanimeke ciwan. Wî dilê wê qezenc kir, destê wê girt û piştî ku zora gelek dijwariyan birin, wan li bajarê Colonges sour Salève nîşaniya xwe kirin”.[9] Abdullah Cevdet jî diçe nîşaniya wan û dokumenta nîşaniya wan îmze dike. Wisa xuya dibe ku têkiliyên Abdurrahman Bedirxan ligel endamên Cemiyeta Îtihad û Teraqî baş bûye. Lê belê piştî van demên xweş qeza û belayên mezin tên serê vê malbatê û van kesên zewicî.[10]

resim1.pngl
Nivîseke swêdî ku qala jina Abdurrahman Bedirxan dike. (Aftonbaldet, 2-5-1906)

Dema di sala 1906an de piştî kuştina Şaredarê Stembolê Ridwan Paşa hemû bedirxanî, nas û xizmên wan tên girtin û sirgûnkirin, jin û zarokên wan li ortê dimînin û perîşan dibin. Di nav van de jina Abdurrahman Bedirxan jî hebûye ku bi koka xwe ji Cenevreyê bûye. Dema bavê wê vê xeberê hildide bi lez tê derdikeve Stembolê bo silametiya keça xwe, ew li vir gelek zehmetiyan dikşîne. Ev bûyera dibe mijara gelek nûçeyên çapemeniya cîhanê. Piştî salan em di rojnameke tirkî de rastî îlaneke tên dîyar dike ku keça Abdurrehman Bedirxan, Leyla Çinarê wefat kiriye. Li vir em navên çend nas û xizmên malbatê jî dibînin. Dayîka Leyla Çinarê, Elisabeth Muyden (1881-1963) ku ji Swîsreyê bû, piştî salan nav û paşnavê xwe guhartiye: Emel Çinar.[11] Ew ji malbateke arîstokrat hatiye, bavê wê jî wênesazekî navdar bûye.

resim1
Îlaneke ku qala mirina Leylayê keça Abdurrahman Bedirxan dike. (Vefat: Leyla Çınar, Hürriyet, 20-4-1993)

Abdullah Cevdet li Cenevreyê

Di dawiya sedsala 19an de kesên ku bi aktîvî li Cenevreyê kar dikirin Abdullah Cevdet, Îshaq Sukutî û Abdurrahman Bedirxan bûn. Abdullah Cevdet û Îshaq Sukutî di sala 1897an de derbasî Cenevreyê dibin. Di roja 1-12-1897an de Abdullah Cevdet û Îshaq Sukutî ligel Tunali Hîlmî li Cenevreyê rojnameya bi navê Osmanlı derxistine, qasî 142 hejmarên wê hatine weşandin. Hejmarên 1-61 li Cenevreyê hatine hatine derketine. Abdullah Cevdet dibe nivîskarê sereke yê vê organê. Van herdu kurdan berê li Stembolê hekimtî (tip) xwendine. Abdullah Cevdetê (1869-1932) ku bi paşnava Karlidax jî tê zanîn demekê li Wîyanayê di Sefereta Osmanî de wek doxtor jî xebitiye.[12] Abdullah Cevdet kesekî piralî û zîrek bûye, li Ewrûpayê gelek hatiye nasîn. Ji der sîyasetmedarî û doxtorîyê, ew kesekî edebîyathez jî bûye, bi helbest û wergerên xwe hatiye nasîn. Wek mînak dema di sala 1902an de pirtûkeke wî bi fransî hatiye weşandin gelek deng daye. Pirtûk bi pêşgotina helbestvan û nivîskarê fransî Gustave Kahn (1859-1936) hatiye weşandin. Nivîskarê navdar yê Awisturyayê Stefan Zweig (1881-1942) jî di derbarê vê pirtûka Abdullah Cewdet de bi almanî danasîneke kurt nivîsîye û di pêveka rojnameke almani de weşandiye.[13] Abdullah Cevdet bi taybetî giraniya xwe daye ser mijara çapemenî û derxistina weşanan. Di sala 1900an de li gorî hin raporên îstîhbaratê wî ligel Abdurrahman Bedirxan xwestiye çapxanekê ji Almanyayê sîparîş bikin.[14] Abdullah Cevdet di sala 1904an de bi navê Îctîhad çapxanekê vedike: “Min çapxana Îctîhad li bajarê Swîsreyê Cenevreyê li adrêsa ‘Rue Roseraie 2” saz kir”. Wî li vir tenê kovara Îctîhadê û pirtûkên Weşanxana Îctîhadê çap ne dikir, wî karên din wek karên nav bajêr û ewraqên bazirganiyê jî çap dikir bo mesrefên xwe derxe.[15] Pirtûka ku Abdullah Cevdet cara pêşîn di çapxanayeke din de li Cenevreyê derxistiye jî Feteva-yı Şerife (1896) ye. Abdullah Cevdet pirtûkeke helbestan ya Lord Byron bi navê Girtiyê Şîlyonê wergerandiye tirkî û li Cenevreyê weşandiye (1904). Ev wergera, berhema yekem e ku di Çapxaneya Îctîhadê ya wî xwe de hatîye çapkirin. Di rûpels dawîn yê vê pirtûkê de amblemeke Çapxaneya Îctîhadê bi grafîkeke gelek xweşik jî cîh girtiye. Li ser amblemê ev agahiyên bi fransî hene: “Imprimerie Internationale-Directeur Propriètaire: Dr. Abdullah Djevdet Bey Geneve” (Çapxaneya Navneteweyî-Rêvebir: Dr. Abdullah Cevdet Beg Cenevre). Li ser kopîyake vî wêneyê amblemê mora “Phepus Mala Muzeayedê” jî cîh girtiye. Ev yeka nîşan dide ku ev çavkaniya dûrîdest piştî gelek salan bi rêya mezatekê hatiye firotan. Lê tiştê ku zêde bala min dikşîne mijara gelo ew sembol û nîşanên ku li ser vê amblemê hene tên çi wateyê? Ez bawer dikim lêkolerên dîroka huner û grafîkê dikarin bersîva vê pirsê bidin.

resim1.jpg._1
Amblema Çapxaneya Îctîhadê li Cenevreyê. Vê amblemê di dawiya wergera pirtûka Girtiyê Şîlyonê ya Lord Byron de cîh girtiye (1904)

Hejmara pêşîn ya kovara Îctîhad di roja 1-9-1904an de li bajarê Cenevreyê di Çapxaneya Îctîhadê ( Matbaa-ı Ictîhat) hatiye çapkirin. Heta sala 1932 qasî 358 hejmarên wê derketine, ji wan hejmarên pêşîn 1-19 li bajarê Cenevreye hatin weşandin. Kovara Îctîhad ku qasî 28 salan hatiye weşandin hertim bi awayekî vekirî ramanên rojavahezî û rojavaparêziyê belav kiriye, civatên pêşketî wek welatên ewrûpî û bakûra amerîkayî derxistiye pêş. Abdullah Cevdet di hejmara 158an ya İctîhatê de bi kurti qala Swîsreyê dike û Welatê Osmanî û vî welatê ewrûpî dide ber hev. Ew li vir qala bajarê Cenevreyê jî dike ku ji aliyê aborî û refahê de gelek pêşta çûye. Ew dibêje ku berî 10 salan nifûsê Cenevreyê 80 000 kes bûye, li wir 32 mîlyoner hebûne, paşê wiha berdewam dike: “Gelo em li her navenda bajarê me ku sê qat qasî swîsreyekê ne, ne 32 heb, gelo em dikarin 3 mîlyoneran nîşan bidin?[16] Abdullah Cevdet hekimekî jîr û jêhatî jî bûye.[17] Di salnameke Unîversîteya Cenevreyê (1898) de em rastî navê wî jî tên ku li wir wek xwendekarê mêvan ya jî xwendekarê guhdar hatiye qeydkirin. Wisa xuya dibe ku dema ew li Cenevreyê bûye xwestiye zanyariyên xwe yên hekimtiyê pêşta bibe. Bi saya vê nota piçûk em dibînin ku Abdullah Cevdet şopa xwe di dîroka Unîversîteya Cenevreyê de jî hîştîye.[18] Abdullah Cevdet û hevalên wî gelek caran li Ewrûpayê bûne hedefê êriş û zordestiyên hêzên osmanî, di ser dewleta Swîsreyê re çûne bo ew ji welat bê dûr xistin û dersînor kirin. Dema vegeriyaye welat jî xwe tenê hîs kiriye. Di çaryekeke Abdullah Cevdet ya bi navê “Şairin Yanlızlığı“ (Tenêtiya Helbestvan) mirov vê yekê baş dibîne:

Em hatin deryaya bûzê germ bikin
Em koçberên ji cîhaneke cuda ne
Di dîyarê ker û lalan de em qîrîna xetiban in
Li bajarê koran em bazirganê mûman in.[19]

Îshak Sukutî

Îshaq Sukutî (1868-1902) kurdekî din e ku li Cenevreyê maye û yek ji wan avakarên Cemiyeta Îtihad û Teraqî ye. Sukutî ji Amedê (Dîyarbekirê) bûye: “Ew imzaya li binê nameyê de ‘Amedi´ bernavka birêz Ishak Sukuti ye”.[20] Pêşiyê ji ber çalakî û ramanên xwe yên li dijî Evdilhemîd II wî sirgûnî Rodosê dikin, ew ji wir direve Misirê û ji wir jî tê Cenevreyê. Ew bi karên darayî yên rêxistina xwe mijûl bûye. Demekê wek doxtorê Seferata Osmanî li Romayê jî kar kiriye. Ew ji aliyê heval û dostên xwe de gelek hatiye hezkirin. Di salên xwe yên ciwaniyê de nexweş ketiye, di roja 9-2-1902an de li bajarê San Remoyê yê Îtalyayê wefat dike. Hejmara 30yî ya rojnameya Kurdistan ku wê demê li Cenevreyê derdikeve bi navê Qeyba Mezin nûçeyeke kurt diweşîne û besnê kesayetiya vî lawê kurd dide. Dema xebera mirina wî belav dibe, yek ji pêşengên Îtihad û Teraqî Edhem Ruhî gelek xemdar dibe û ji hevalê xwe Îbrahîm Temo re nameyekê dişîne û di cîhekî vê nameyê de wiha dibêje:

“...Sukutî ji vê jîyana dinya nemerd û rezîl xatir xwest, em sêwî û bêkes hiştin”.[21] Piştî çend salan bedena wî ji Îtalyayê anîne Stembolê, li Dîvanyoliyê li kêleka Turbeya Mehmûd IIan veşartine.[22]

resim1.png..
Îshaq Sukutî û Abdullah Cevdet li Cenevreyê

Têkiliyên Şerîf Paşa ligel Cenevreyê

Îshaq Sukutî di nameyekê de ku ji Tunali Hîlmî re şandiye dîyar dike û dibêje ku “Me ji kurd vê mehê jî alîkarî wergirt” (Ji Cenevreyê, 5-6-1899). Kesê ku li vir wek kurd qala wî tê kirin sefîrê osmanî yê li Stockholmê Şerîf Paşa ye. Ew di van salan de bi awakî veşarî alîkariya şubeya Cenevreyê ya vê rêxistina li dijî Evdilhemîd II dike. Şerîf Paşa ji rêxistinê re nameyekê jî dişîne: “Bi tevayî nameyê 100 frankî dişînim. Pêşkêşiya min kêm be jî ji can e, ne ji mal e”.[23] Lêkolerê swêdî Prof. T.J. Arne dibêje ku di van salan de yek ji nûnerê Cemiyeta Îtihad û Teraqî bi rêyeke veşarî hatiye Swêdê û di derbarê rêxistinê de agahî dane Şerif Paşa.[24] Em ji çavkaniyeke din fêr dibin ku ev kes Ahmed Riza bûye.[25] Têkiliyên Şerîf Paşa bi awayên din jî ligel Cenevreyê dewam kiriye, wek mînak nivîseke wî ya ku di rojnameya Genevreyê de hatiye weşandin komkujiya ermenan protesto dike.[26] Ew di sala 1919an de carekê çûye Cenevreyê li wir tevî civîneke Lîberalên Osmanî jî bûye.[27] Ev kongreya mezin di destpêka sala 1919an de li Otela Metropolê ya dîrokî ku li navenda Cenevreyê dimîne, pêk tê. Gelek hêz û kesan ji Şerîf Paşa xwestiye ku ew bibe temsîlkarê hemû osmaniyan, ev kongre wek nûçe di rojnameke Cenevreyê de jî cîh digre.[28] Lê wî piştî gelek hevdudîtin, dan û standina biryarê xwe daye ku tenê kurdan temsîl bike.

Neviyekî Bedirxan Paşa li Cenevreyê: Omer Fewzî Mardîn

Hin çavkanî dîyar dikin ku kurdekî bi navê Omer Fewzî (1878-1953), hevalê Abdurrahman Bedirxan jî hatiye Cenevreyê. Bavê Omer Fewzî kesekî bi navê Mardînizâde Seyyid Arif Paşa bûye, bi Zarîfeyê re (keça Bedirxan Paşa) zewiciye. Omer Fewzî bi xwe jî ligel Ayşe Hurşîde Xanimê keça xalê xwe Huseyîn Kenan Paşayê Bedirxanî re zewiciye. Ji vê zewacê çar zarokên wan çêdibin, keçek û sê kur: Seyfullah, Safiye, Haşim ve Rauf. Omer Fewzî wek leşker û nivîskar hatiye nasîn. Di derbarê Omer Fewzî de lêkolîneke bîyografîk hatiye nivîsîn. Ew di vê xebata xwe de dibêje ku wî gelek agahî ji neviyekî Omer Fewzî (kurê Haşim) wergirtiye.[29] Omer Fewzî ji bo weşanan ligel Abdurrahman Bedirxan derxe ji Misirê firar kiriye çûye Cenevreyê.[30] Em ji hejmareke Kurdistanê fêr dibin ku Omer Fewzî hatiye Cenevreyê û du nivîsên wî di vê rojnameyê de hatine weşandin. Abdurrahman Bedirxan di notekê de wî wek “Xwarziyê min Fewzî Beg” dide nasîn, ango kurê xwişka wî Zarîfeyê: “...Ew jî rabî hat dîyarê xerîb (da ku) hurrîyet û tereqqîya millet re bixebite”.[31] Bedirxaniyekî din Kamil Bedirxan jî dema serbest tê berdan (1908), diçe Cenevre û Parîsê li wan deran xwendina xwe temam dike û di sala 1910an de vedigere welêt.[32]

resim1.jpg...
Omer Fewzî, neviyê Bedirxan Paşa

Ji Babanzadeyan: Hîkmet Baban

Kurdekî ku hatiye Cenevreyê jî Hikmet Baban (1880-1946) e, salên bûyîn (jidayîkbûn) û mirina Hîkmet Baban, wek li vir jî xuya dike Serhildana Ubeydullah (1880) û avabûna Komara Mahabatê (1946) tîne bîra me. Dema li dijî rêvebiriya Evdilhemîd II derdikeve, êdî mercên mayîna li welêt jê re namîne, ew berê xwe dide Ewrûpayê. Di çavkaniyekê de tê gotin ku “Di cêrgê pêşîn yê tekoşîna azadiyê de cîh girtiye û ji ber vê yekê li derveyî welat jîyaye”.[33] Li gorî nûçeyeke ku li ser mirina wî hatiye weşandin ew pêşiyê diçe Cenevreyê û paşê jî diçe Misirê.[34] Ew ligel Abdurrahman Bedirxan di sala 1902an de li Parîsê tevî kongreya lîberalên osmanî dibe.[35] Yek ji wan pêşengên Cemîyeta Îtihad û Teraqî Îbrahîm Temo di bîranînên xwe de dibêje ku wî û Hîkmet Baban gelek caran hev dîtine, wî dest bi xwendina hiqûkê kiriye.[36] Dema vedigere Stembolê ew bi gelek karên din mijûl dibe. Di roja 3-9-1917 ji bo karê bazirganiyê bi trena Balkanê çûye Vîyanayê. Di derbarê tevgerên koperatîfê li Swêdê pirtûkeke piçûk ji îngîlîzî wergerandiye tirkî.[37] Nivîskarê navdar Yaşar Kemal bi neviya Hîkmet Baban, keça Selîm Baban, Ayşe Semîha Baban re dizewice.[38]

resim1.png.....
Ji malbata Babanzadeyan Hîkmet Baban

Komek xwendekarên pêşîn li Cenevre û Lozanê

Cara pêşîn li Cenevreyê derketina hin hejmarên rojnameya Kurdistan û paşê sazbûna şûbeyên Komeleya Xwendekarên Kurd-Hêviyê nîşan dide ku çend çalakiyên neteweyî yên kurdan ên pêşîn li Swîsreyê pêk hatine. Yek ji endamê Hêvî-Komela Xwendekarên Kurd Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe de bi kurtî li qala kesên ku ji heman malbatê hatine, dike: “Zarokên Cemîl Paşa li Cenevreyê, Lozan û Munîhê yeko yeko şubeyên Hêviyê vekirin. Hevalan ez kirim serekê şubeya Lozanê...Piştî min du salan li Lozanê mihendisî xwend çûm bajarê Gand yê Belçîkayê”.[39] Li gorî Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî) ji der malbata Cemîl Paşa hin xwendekarên ji deverên din yên Kurdistanê jî li Lozanê hebûne wek Selîm Sabîtê ji Dêrsîmê û Recaî Nusret Baban. Li ser Selîm Sabît kêm tişt di çavkaniyan de hene, lê Recaî Nusret baştir tê nasîn, ew kurê Yahya Nûsret Paşa bûye, ew jî kurê Elî Begê bûye (birayê Zîhnî Paşa). Du keçên Recaî Nusret hebûne Neslîxan û Dîclexan. Neslîxan bi nivîskar Necîp Fazil Kisakurek re dizewice û keça wî ya din Dîclexan bi mûzîk û sînemayê mijûl dibe.

Qedrî Cemîl Paşa di bîranînên xwe de dibêje ku yek ji armanca komelê ew bû: “...neteweya xwe bi temamî bi Ewrûpiyan bidin nasîn”.[40] Qedrî Ew di derbarê têkiliyên wan û kesên swîsreyîyan li Lozanê çend bîranînên xwe jî pêşkêş dike. Ev yeka nîşan dide ku kurd êdî her dixwazin nêzîkî ewrûpiyan bibin.[41] Komelê wek bûroya înformasyonê ya Kurdistanê kar dike. Lê dema Şerê Cîhanê yê Yekem derdikeve ew diçin Stembolê. Ev agahiyên Ekrem Cemîl Paşa û Qedrî Cemal Paşa him ji bo dîroka kurdên Swîsreyê û him jî bo koçberiya kurdan ya berbi Belçîkayê gelek giring in. Berî Ekrem Cemîl Paşa çawa tê zanîn Şerîf Paşa jî wek ateşeyê leşkerî yê osmanî demekê li Belçîkayê kar kiriye. Em ê paşê bibînin çend xwendekarên kurd dîsa di salên 1940lî de berê xwe didin bajarê Lozanê.

resim1.png Cemiyeta Neteweyan (Cemiyeti Akvam), Genevre, 1920

Leyla Bedirxan li Swîsreyê: Min li Montreux, li qiraxên xweş ên Gola Lemanê xwend...”

Di dema salên Şerê Cîhanê yê Yekem de, Swîsre li gorî Fransayê gelek aramtir bû. Ji ber encamên şer hunermenda kurd ya dansê Leyla Bedirxana (1903-1986) ku hê 14 salî bûye ligel dayîka xwe tê Swîsreyê, li bajarên Zûrîh, Lozan û Montreux dijî, li van bajaran perwerdeya dans û baleyê dibîne.[42] Leyla Bedirxanê bi xwe di derbarê van demên xwendinê de wiha dibêje: “Min li Montreux, li qiraxên xweş ên Gola Leman xwend...”[43] Çawa tê zanîn bajarê Cenevreyê jî li ber Gola Lemanê ye. Leyla Bedirxan di dawiya sala 1930yî de çend caran derketiye pêşiya temaşevanên swîsreyî: 3-11-1930 Lucern, 6-11-1930 Montreux û 7-11-930 Lozan. Di rojnameya Journal de Geneve de çend nûçe li ser Leyla Bedirxanê di despêka wê mehê de hatine weşandin. Nivîskara ku bi salan li ser Leyla Bedirxanê lêkolîn kirine û xebateke fireh nivîsîye, di cîhekî de dibêje ku “Qûmaşê hunera wê bi çanda kurdî hatiye hunandin”.[44] Ji ber vê yekê Leyla di van salan de li hemû Ewrûpayê wek “Prensesa Kurdistanê” hatiye nasîn.

whatsapp_image_2025-09-02_at_21.07.48

Wênekî Leyla Bedirxanê li Swisreyê (The Graphic, 12-1-1929). Ji arşîva Leyla Safiye

Mirov dikare bi rehetî bêje di çeyreka duwem ya sedsala bîstan tu keseke hunermend wek Leyla Bedirxanê ji nav kurdan derneketiye ku li dehan welatên Ewrûpayê bi dansên xwe bala hunerhezên van welatan kişandiye. Wek temsîlkareke çanda kurdî roleke mezin lîstiye. Ew bi kinc, lîstik û dansên kurdî, bi nivîs û hevpeyvînên xwe û bi navê xwe “Prensesa Kurdistanê” hertim di rêça bavê xwe Evdirezaq Bedirxan de dimeşe, dilê wê hertom bo kurdan lê dide. Him bi kurdbûna xwe û him jî bi tekoşîna bavê xwe Evdirrezaq Bedirxan gelek serbilind bûye. Çawa tê zanîn bavê wê Abdurrezak Bedirxan ji ber kar û çalakiyên xwe yên neteweyî li Musulê bi jehrê tê kuştin. Ne tenê bedewî û dansên wê, rojname bi şirove dinivîsin ku mijara malbata Leylayê eleqeya xwe ya ji bo wê zêde kiriye. Heman sala ku hatiye Swîsreyê (1930) bi geştiyê çûye Amerîkayê. Berî vê gera xwe, wek mînak wê Kurdistan û Amerîka daye ber hev û dîyar kiriye ku ew ji Kurdistanê yek wan welatên here kevin dihesibîne û bi çar çavan hêviya dîtina welatê cîhanê yê herî nû Amerîkayê ye.[45] Mirov bi rehetî dikare bêje ku Şerîf Paşa û Leyla Bedirxan du kurdên ku here navdar in ku di nîvê pêşîn yê sedsala 20an de têkiliyên kurd û ewrûpî bi gotin û bi wêne demeke dirêj baş dokumente kirine û xemilandine.

Çend Kurdên din li Swîsreyê

Nivîskarekî ji kurdên Başûrê ji bajarê Silêmaniyê ku bi salan Stembolê maye Mihemed Emîn Feyzî (1862-1929) di destpêka sedsala 20an de derdikeve sefereke dirêj û li çend welatên Ewrûpayê maye. Dema tê Swîsreyê ew berê xwe dide bajarekî dinê Zurîhê.[46] Nevîyekî Alî Şamîl Paşa, kurê Mehmûre Xanimê, Galip jî demekê li Zurîhê maye û bi karê wênesaziyê mijûl bûye.[47] Mimkûn e ku kesên din dîsa hebin ku ji bo kar, xwendin û gerê çûne Swîsreyê. Hîkmet Baban ku me li jorê qala wî kiribû piştî gelek salan di navbera 1969-1973 de qasî 5 salan vê carê li bajarê Zurîhê maye.

Hatina kurdan ya Lozanê

Sal û zeman derbas dibin di salên 1940î de hin kurd wek xwendekar tên bajarê Lozanê. Nureddîn Zaza (1919-1988) ligel Mihemed Metînî di sala 1947an de û Îsmet Şerîf Vanlî (1924-2014) jî di sala 1948an de wek xwendekar li ser Îtalyayê re hatine Swîsreyê û li bajarê Lozanê dimînin. Dema Vanlî tê Lozanê ew yekser diçe seredana Nûreddîn Zaza û Mihemed Metînî. Ew li wir komeke piçûk ya kurdên xwendekar pêk tînin. Vê demê xewneke Vanlî ya mezin hebûye, ew di cîhekî bîranînên xwe de xwe dirêjî salên 1920î dike û wiha dibêje: “Lê, li aliyekî din, xewna min bû ku peymaneka Lozanê ya nû çêbibe û ew ya yekê têk bibe û mafê gelê kurd vegerîne”.[48] Ev kurdan li wir dixwînin, paşê di salên 1950yî de jî di nav tevgera xwendekarên kurd de kar dikin. Êdî dibin perçekî kurdên Swîsreyê. Nûreddîn Zaza keçeke bi navê Gilberta Pavre re û Îsmet Şerîf Vanlî jî yeke bi navê Carmine re dizewice. Zaza û Vanlî piraniya jîyana xwe li Swîsreyê derbas dikin, heta mirinê jî li wir dijîn. Gorên wan niha li bajarê Lozanê, li Goristana Bois-de-Vaux ne. Gora Vanlî bi granîtên spî hatiye çêkirin, li ser kêla gorê, Çîyayê Agirî jî xuya dike. Malbata Vanlî hemû arşîva wî ya gelek dewlemend bi peymanekê pêşkêşî Unîversîteya Lozanê kiriye. Ev arşîv bi navê “Mîreteya Çandî ya Îsmet Şerîf Vanlî” niha li Lozanê tê parastin. Ev arşîv wek Pirtûkxana Cemîyeta Neteweyan li bajarê Cenevreyê dibe adrês û navendeke giring bo lêkolerên ku bixwazin li ser mijara kurd kar û lêkolînan bikin.

Kurdên Lozanê Ala Kurdistanê Bilind Dikin

Di sala 1949an de li Swîsreyê bi navê Dengê Kurdistan bi zê zimanan hat weşandin. Ev weşan wek wek Organa Ciwanên Kurd li Ewrûpayê hatiye weşandin (navê wê bi fransî: La voix du Kurdistan, Organe de la Jeunesse Kurde en Europe). Lêkoler Elî Cefer 5 hejmarên vê kovarê ji nû ve wek cildek wek pirtûk weşand. Wî kovara Dengê Kurdistan wek organa “Komela Xwendevanên Kurd” li Ewropa daye nasandin.[49] Di kurdîya modern de kesên ku di zanîngehê de dixwînin wek xwendekar tên binavkirin. Ev komela xwendekaran ji aliyê Nureddîn Zaza, Îsmet Şerîf Vanlî, Şevket Akrawî, Abdullah Qadir û du kesên din de saz dibe. Zaza di bîranînên xwe de dîyar dike ku 6 hevalên kurd li Lozanê dicivin nin û vê komelê saz dikin, ew bi xwe jî wek serekê komeleyê tê hilbijartin.[50]

Qasî 6 sala derbas dibin vê cara komeleke xwendekarên kurd ya hêzdar û nû di sala 1956an de le Ewrûpaê li bajarê Wiesbadenê saz dibe: Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa. Di Îsmet Şerîf Vanlî û Nûreddîn Zaza bi aktîvî kar dikim, Vanlî dibe serekê wê yê pêşîn. Avabûna vê komelê di dîroka kurdên Ewrûpayê de wek bûyereke mezin dikare bê hesibîn. Di sala 2006an de ji ber 50-saliya sazbûna Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa semînerek li Stockholmê ji aliyê Nûnerayetiya Hikûmeta Kurdistanê li Swêdê de hate amadekirin. Min di vê civînê bi kurtî qala vê tevger û saziya xwendekarên kurd kir. Berî[51] û piştî[52] vê çalakiyê ez bi kurtî bi nivîsekê li ser dîroka vê komeleya xwendekarên kurd sekinîm.

resim1.jpg.
Qesra Beau-Rivage ku li wir Peymana Lozanê hatiye îmzekirin (1923)

Reaksîyonên bedirxaniyan li dijî Peymana Lozan û Peymana Sewrê

Du sal piştî Peymana Sewrê (10-8-1920) Peymana Lozanê di 24-7-1923an de di otela dîrokî ya bi navê Beau-Rivage Palace hatiye îmzekirin. Îro jî li ser dîwarê wê plaketek heye nîşan dide wekî ev peyman li vê derê hatiye îmzekirin. Di dawiya dawiyê de kurd negîhiştin tu maf û azadiyan. Piraniya belgeyên van peymanan îro li Cenevreyê tên parastin. Lêkoler Derya Bayir ku niha li Danîmarkayê karê xwe didomîne ev demeke dirêj e li ser mijarên wek maf û dadgeriya kêmaniyan, têkilî û peymanên navneteweyî kar dike. Di van salên dawîn de wê bala xwendevanan kişandiye arşîvên Cemîyeta Neteweyan (Cemiyeti Akvam) ku niha li Cenevrê di Pirtûkxaneya Neteweyên Yekbûyî de tên parastin ku lêkoler dikarin li ser wan kar bikin. Cemiyeta Neteweyan (Cemiyeti Akvam) rêxistineke navneteweyî bû di sala 1920an de li Cenevreyê hate damezrandin. Ew rêxistin kakilê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ku îro heye tê hesibandin ku di sala1945an de hate damezrandin.

Yek ji wan dosyayan jî ku bala lêkoler Derya Bayirê dikşîne, ev dosya ku namek, notayek û çend agahiyên karmendên Cemîyeta Neteweyan dihemîne. Em li vir dibînin ku kurdan piştî Peymana Sewrê (1920) bi notake bi sernava “Avakirina dewleteke kurd di bin hemogonya Fransayê û Cemiyeta Neteweyan de” daxwazên xwe rêz kirine. Di pêkanîna van têkiliyan de Abdurrahman Bedirxan bêgûman roleke mezin dilîze ku berî salan li Swîsreyê jîyaye. Kurd di vî warî de parêzerekî swîsreyî ku li Cenevreyê dimîne M. Albert Wuarin wek wekîlê xwe tayîn dikin. Wuarin bi nameyeke 18-2-1921 terîxî serî li Cemiyeta Neteweyan dide ku wê demê li Cenevreyê bûye. Derya Bayir vê hewldayîna kurdan wek “Xewna Bedirxaniyan” dinavîne.[53] Peyva xewn di bîranîneke Îsmet Şerîf Vanlî de jî derbas dibe ku me li jor neqil kiribû, dema ew di sala 1948an de tê Swîsreyê bajarê Lozanê wiha dipeyîve: “Lê, li aliyekî din, xewna min bû ku peymaneka Lozanê ya nû çêbibe û ew ya yekê têk bibe û mafê gelê kurd vegerîne”.[54]

Derya Bayır di nivîseke xwe ya din de cîh dide nameke Sureya Bedirxan jî ku wî di terîxa 1-2-1929an de ji Amerîkayê şandiye Cemiyeta Neteweyan li Cenevreyê. Sureya Bedirxan li vir herwiha balê dikşîne ser çend xalên Peymana Lozanê ku têkiliyên wan û kurdan bi hevra hene. Name bi taktîloyê hatiye nivîsîn, lê jora çepê ser kaxizekî çapbarî em van gotinan dibînin: “Hoybun: Konseya Bilind a Hikûmeta Kurd” (Hoyboon: Supreme Council of the Kurdish Government).[55] Piştî ku Şerîf Paşa dest ji temsîlkariya kurdî kişand di arenaya navneteweyî de valahiyek pêk hat. Mirov dikare bêje ku paşê ev valahî ji aliyê kesên wek Abdurrahman Bedirxan, Sûreya Bedirxan, Kamuran Bedirxan û Îsmet Şerîf Vanlî de de hatiye tijî kirin.

ekran_resmi_2025-09-03_00.36.54
Gorên Nûreddîn Zaza û Îsmet Şerîf Vanlî li Goristana Bois-de-Vaux ne (Lozan)

Encam

Çawa em li vir jî dibînin piştî Peymana Lozanê giringiya van herdu navendên Swîsreyê ango Lozan û Cenevre her diçe zêde dibe. Ev deman (1919-1923) ji bo kurdan salên man-nemanê îfade dikin. Pêpeskirina Peymana Sewrê (1920) û bêî kurdan îmzekirina Peymana Lozanê (1923) wek li jor jî xuya dike nerazibûneke mezin di nav kurdan de pêk aniye. Bi vî awayî saya van lêkolînan em hin rûpelên têkiliyên kurd û swîsreyî ji keşf dikin. Belge û çavkaniyên di derbarê Peymana Lozanê û hin pirsgirêkên kurdan yên din de îro di Pirtûkxaneya Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê tên parastin, Cenevreya ku berî salan bûye starek bo hin kurdên penaber û polîtîk (1898-1908) paşê jî ji hezaran kurdên karker, xwendekar û koçber re îro hembêz vekiriye. Di demên cihê de van bajaran rolên gelek cihê lîstine, bi vî awayî di hiş û bîra kurdan de hin şop hîştine ku beşek ji wan niha bûne mijara vê nivîsê. Ew guhirîne kurd jî pê re.

Jêrenot

[1] Kemal Fuat, Kürdistan, Bağdat, 1972. M. Emîn Bozarslan, Kürdistan, Cîld I-II, Weşanxana Deng, 1991. Malmîsanij, Abdurrahman Bedirhan ve İlk Kürt Gazetesi (Sayı 17 ve 18), Stockholm, 1992. Hejmarên 10 û 12 ku ji aliyê Celîlê Celîl de li Wîyanayê hatine dîtin, di kovara Zend de tên nasandin (Bahar-2007). Ahmed Kanî, Analîzek li ser Rojnameya Kurdistanê, Apec, 2019. Rojnameya Kurdistan di navbera salên 1898an û 1902an de qasî 31 hejmar hatine weşandin. Heta niha tenê hejmara 19an nehatiye dîtin!

[2] Muammer Göçmen, İsviçre’de Jöntürk Basını ve Türk Siyasal Hayatına Etkileri (1889-1902), Kitapevi, 1995, rûp.247.

[3] Dr. M. Şükrü Hanioğlu, Doktor Abdullah Cevdet ve Dönemi, Üçdal Neşriyat, 1981, rûp.72.

[4] Murat Issı, Kürt Basını Ve Kürdistan Gazetesi (1898-1902), e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi -www.e-sarkiyat.com, sayı:IX, 2013.

[5] Dosya: Kürt ve Yunan İlişkileri, Kürt Tarihi, nr 43-44, 2021.

[6] Murat Issı, Mevlanzade Rifat Bey’in Atina’da Çıkardığı Gazeteler: Faruk ve Cihad, Kürt Tarihi, nr 44, 2021.

[7] Muammer Göçmen, İsviçre’de Jöntürk Basını ve Türk Siyasal Hayatına Etkileri (1889-1902), rûp.245-248.

[8] Cavit Orhan Tütengil, Yeni Osmanlılardan Bu Yana İngiltere’de Türk Gazeteciliği (1867-1967), Belge Yayınları, 1985, rûp.92-93.

[9] Ev bajar di nav sînorê Fransayê de dimîne, nêzîkî Cenevreyê ye.

[10] Ett kvinnoöde, Aftonbladet, 2-5-1906.

[11] Vefat: Leyla Çınar, Hürriyet, 20-4-1993.

[12] Paşnavê Abdullah Cevdet carina wek Karlıdağ (Çîyayê Biberf) di çavkaniyan de cîh digre. Ev peyva di navê pirtûkeke wî de jî derbas dibe: Karlı Dağdan Ses (1931). Dema qanûna paşnavan di sala 1934an de derketiye, Abdullah Cevdet wek paşnav ji xwe re ev peyva Karlıdağ hilbijartiye.

[13] Beilage zur Allgemeinen Zeitung, 23-2-1903. Di derbarê vê pirtûka Abdullah Cevdet û danasîna Stefan Zweig de xwendevan dikare li vê nivîsê jî binêre: https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/10082024

[14] Dr. M. Şükrü Hanioğlu, rûp.111.

[15] Yunus Emre Tansü, Batı Düşüncesinin Etkili Bir Sözcüsü Olarak İctihad Dergisi (1904-1932), têza doktorayê, Hacettepe Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, Ankara, 2002, rûp.28.

[16] Yunus Emre Tansü, rûp.112-113.

[17] Ali Okumuş, Doktor Abdullah Cevdet’in Hekimlik Hayatı ve Tıp Konulu Eserleri, Vakanüvis- Uluslararası Tarih Araştırmaları, cild 10, nr 1, 2025.

[18] Liste des Autorités, Professeurs, Étudiants et Auditeurs de L’université de Genève. Semestre Dété 1898. Genève, 1898, auditeur Abdullah Cevdet rûp.33.

[19] Abdullah Cevdet, Karlı Dağdan Ses, 1931, rûp.87.

[20] Ahmed Bedevî Kuran, Osmanlı İmparatorluğunda İnkılâp Hareketleri ve Millı̂ Mücadele, 1959, rûp.172.

[21] İbrahim Temo’nun İttihad ve Terakki Anıları, Arba Yayınları, 1987, rûp.142.

[22] Li vir gorên Seîd Paşa (bavê Şerîf Paşa), Huseyîn Paşa (kalikê Şerîf Paşa) û gora Zîya Gokalp jî heye.

[23] Naci Kutlay, 21. Yüzyıla Girerken Kürtler, Pêri Yayınları, 2002, rûp.65.

[24] T.J. Arne, Svenskarna och Österlandet, 1952, rûp.355.

[25] Mehmed Selahaddin Bey, İttihad ve Terakki'nin Kuruluşu ve Osmanlı Devleti'nin Yıkılışı Hakkında Bildiklerim, 1989, rûp.125.

[26] Ev nivîsa Şerîf Paşa ku di Journal de Geneve de hatiye weşandin di pirtûkeke swêdî de jî cîh girtiye: M. Piranjan, Blod och Tårar, Stockholm,1917. rûp.42-43. Orjînala nivîsê: Général Cherif Pasha, “Union et Progres” et les Armeniens, Journal de Geneve, 18 Septembre 1915.

[27] Zeki Sarıhan, Kurtuluş Savaşı Günlüğü I, 1993, rûp.133.

[28] Un congrès turc à Geneve, Journal de Geneve, 18-1-1919.

[29] Mim Kemâl Öke, Ömer Fevzi Mardin: Gazî ve Sûfî, İrfan Yayımcılık, 2009, rûp.20.

[30] Heman çavkanî, rûp.21.

[31] Malmîsanij, Abdurrahman Bedirhan ve İlk Kürt Gazetesi Kürdistan Sayı 17 ve 18, Stockholm, 1992, rûp.68.

[32] Ahmet Kardam, Kürt Tarihinin Unutturulmuş Bir Sayfası: Abdürrezzak Bedirhan, Dipnot Yayınları, 2025, rûp.142.

[33] Cemal Aydin, Gazeteci, Yazar ve Devlet Adamı Cihad Baban (1911-1984), têza doktorayê, Atatürk Üniversitesi, 2022, rûp.16, Ji rojnama Son Saat, 12 Ocak 1950.

[34] Eski Süleymaniye mebusu Hikmet Baban dün vefat etti, Cumhuriyet, 12-1-1946.

[35] Navê wî carina wek Süleyman Hikmet Baban derbas dibe.

[36] İbrahim Temo’nun İttihad ve Terakki Anıları, rûp.157, 160.

[37] İsveç'te Kooperatif Hareketleri, Türk Kooperatifçilik Derneği, werger ji îngîlîzî: Süleyman Hikmet Baban, 1946.

[38] Navê jina Hîkmet Baban jî Ayşe Semîha Baban bûye. Ji vê zewacê sê zarokên wî çêdibin, Cîhad Baban, Selîm Baban û Firuze Cimilli. Dema keçek ji Selîm Baban re çêdibe ew tîne navê dîya xwe dide wê jî. Ev keçik ango Ayşe Semîha Baban mezin dibe û piştî gelek salan di sala 2001an de bi nivîskarê navdar Yaşar Kemal re dizewice, ango bi neviya Hîkmet Baban re. Navê Ayşe Semîha Baban kêm caran wek Ayşe Senîha Baban tê nivîsîn, wek mînak di îlana mewlîdekê de Semîha bûye Senîha, li vê îlanê binêrin: Mevlid, Milliyet, 16-1-1955.

[39] Ekrem Cemîl Paşa, Muhtasar Hayatım, Brüksel Kürt Ensitüsü, 1989, rûp.23.

[40] Kadri Cemil Paşa, Doza Kurdistan, Özge Yayınları, 1991, rûp.35.

[41] Heman çavkanî, rûp.36-37.

[42] Leylâ Safiye, Dansın Kürt Prensesi: Leyla Bederkhan, Avesta, 2021, rûp.165.

[43] Leylâ Safiye, Leyla: Bir Kürt Prensesinin Öyküsü, Avesta, 2004, rûp.80.

[44] Leylâ Safiye, Dansın Kürt Prensesi: Leyla Bederkhan, rûp.27.

[45] Leylâ Safiye, Leyla: Bir Kürt Prensesinin Öyküsü, rûp.22.

[46] Rohat Alakom, Leşkerekî Dîrokzan, Şair û Felsefevan, Mihemed Emîn Feyzî, Kovara Bîr (3-2-2025).

[47] Halide Edib Adıvar, Mor Salkımlı Ev, Özgür Yayınları, 2005, rûp.48.

[48] Îsmet Şerîf Vanlî, Serpêhatiyên Jîyana Min, Weşanxana Rûpel, 2014, rûp.27.

[49] Elî Cefer, Dengê Kurdistan (Weşana Xwendevanên Kurd li Ewropa), Weşanxana Xanî, 2018. Di kurdî de ji kesên ku di zanîngehê de dixwînin re zêdetir xwendekar û ji yên ku tiştan dixwînin re jî xwendevan tê gotin.

[50] Nureddin Zaza, Bir Kürt Olarak Yaşamım, Mezopotamya Ya­yınları, 1994, rûp. 183.

[51] Rohat Alakom, Kurd ketin defteran-Pêncî saliya sazbûna KSSEyê (1956), Malpera Nefelê (21-11-2006).

[52] Rohat Alakom, Ronahîya Dîrokê, Aran, 2008 (Binêre: Pêncî Saliya KSSEyê-1956, rûp.246-260).

[53] Derya Bayır, Bedirhanların Rüyası: Milletler Cemiyeti Belgelerinde Fransız Mandası Altında Bir Kürt Devleti, Kürt Tarihi, nr 45/2021, rûp.18-31.

[54] Îsmet Şerîf Vanlî, Serpêhatiyên Jîyana Min, rûp.27.

[55] Derya Bayır, Lozan'da Kürtlere Hak Verildi (Mi?), di: Cumhuriyet'in Yüzüncü Yılında Azınlık Hakları, HDV Yayınları, 2025, rûp.65-103.

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin