Herman Cîty wek navê xwe her û her paşdema yî. Bajarek kavil, bê hêvî, nav gendelî û dizîyê de. Ev bajara dahatuya xwe nabîne. Rabirdu ne wek dilxweşî tê bîranîn. Nava “vê demê” de hatîye dorpêçkirin. Nava bendavekî de nîvxeniqî. Dixwaze vê alozîyê xelas bike. Xeysetê bajêr bandor li ser bajarîyan kirîye. Ne kêfxweşin û benda tiştekî ne ku wan vê rewşê azad bike. Dawî li tarîtîya jîyana wan bîne. Ev gelo tenê bajareke an welateke wek bajar hatîye pênasekirin. Mekan wek metaforek hatîye karanîn. Her wext têkilî navbera mekan û şênîyên wî mekanî de hene. Bêhêvitî nav bajar û bajarîyan de kon vegirtîye. Her kûçe û kolanî de ev rewş xuya ye. Dijberên erkê cîhên wek Taşhere ber hev dibin, dijunan dibêjin, li vê derê dijûn gotina desthiltdaran ne qedexe ye. Axaftina derbarê serhildanê li van deran e. Navbera gel de dijberî û nakokî hene. Lê bêhtir desthilatdaran bi gazin in. Gel nizane çawa dawî li vê rewşê bîne. Tenê peyvek efsunî nav wan digere. Ew peyv jî serhildan e. Her kes guhên hev de dibêje vê peyvê wek peyvek pirtukên pîroz. Serhildanê dawî li vî halî bîne. Hema ser bikeve destkeftinên çibin ew ne dîyar e. Gorî wan serhildan tiştek ne asayî ye. Piştî serhildanê mirîyê sax bibin, nexweşên pak bibin. Kesên wek malxweyê Sitare Xatunê Esat Kanîyanî hê vegerin. Karwanê rê de duzan bigire.
Gorî nivîskar Bextîyar Elî “Demekê hejmara rêberan ewqas zêde bûbû ku nedihatin hejmartin. Rêber dihatin û gelek ji wan demek kurt de dimirin. Sedema serekî ya mirina wan jî hejmarek nexweşîyên nenas bû, bijîşkan ew nexweşî wek “ Depresyona Sîyasî”, “Dudilîya Sîyasî” û “Tuberkuloza Sîyasî” bi nav dikir.”[1] Ev hevok didin nîşan ku evîn û hêza sîyasetê temenekî kin de rêberan dişîne cîhana din. Jehra hêzê rehên wan de cîh digire û tebata dil namîne, piştî wextekî kin dest ji xwe berdidin. Mirina rêberên wek Qemerxan û Teleran demeke kin de rû dide. Bo wan cîhên taybet de tirb tên avakirin.Piştî van rêberan valahîyek çê dibe. Ne dîyar e ev valahî çawa ji holê were rakirin. Desthilatdarî van malbatan de bimîne an derbasî hêzeke din bibe. Di vê rewşê de kesên wek General Bîlal Eşkzad ne razî ne. Demekî nav Partîya Azadîxwazên Demokratîk de cîh girtî ye. Rexneyên xwe anîye ziman. Kesekî xemxur û xwedî wijdan e. Car caran Taşhereyê xwe nîşan dide. Nav gel de hêdî hêdî tê naskirin.
Deryas û Îlyas
Deryas û Îlyas du heb birayên hevalcêwî. Bav Esat Kanîyanî wenda buye, Dayîk Sitare Xatun benda hatina wî ye. Zarok li cem dayîka xwe mezin bûne. Piştî astekî Îlyas dev ji xwendinê ber dide û Sertiraşxaneyekî vedike. Bilî mijulbûna kar jîyana wî de tiştek balkêş tune ye. Dayîka xwe re dimîne, hij goştên dîkan dike. Rojekî porê ruhekî diqusîne, devê vî kesî cara yekem peyva “Serhildan”ê dibihîze. Ev gotin nav jîyana wî de guhertinek çê dike. Mirovek ji rêzê piştî serhildanê wek fermandarekî derdikeve pêş. Mirovekî aksîyonê ye. Fikirandin û kurahî pê re nîne. Mîlîtanîya wî tê asteke wisa dudilîya binaxkirina dayîka xwe û serokê xwe de dimîne. Serok dipejiirîne. Ev kirin derbarê bîrdozî ya wî de tiştek pir balkêş e. Piştî vê buyerê sarîyek dikeve navbera wî û hevalcêwîyê wî de. Mirovekî nav civakê de ye. Pirsgirêkan baş dibîne, gorî wê gav divaêje. Em nikarin ewî wek bîyanî bidin nîşan.
Deryas wek serlehengê romanê em dibînin. Li Evropa yê maye, Zanîngehê de beşa Dîrokê xwendîye. Durî civaka xwe ye. Kesek bîyan e. Dixwaze vê xerîbîyê holê rabike hema rê û rismên vî karî nizane. Arşîvê de dest bi kar dike. Arşîvê de dixwaze bingeha civak û gelê xwe nas bike. Derfet tune ye vî karî bimeşîne ji ber ku hin kes naxwazin ew van kirina bi zelalî bibîne. Kî ne ew kes ne dîyar e. Mêjuyê Deryas bêhtir bandora Rojavayî yan de maye. Gelek tiştan watedar nabîne. Heman demê de kêmahîyan dibîne. Piştî binaxkirina dayîkê rastî hevalek nû tê. Ew kes Mamoste yê Ol û Zimanê Merdan e. Alîkarîya Merdan kurahîya hin tiştan dibîne. Nivîskar çawa tê xuya bi devê Mamoste Merdan diaxive. Piştî Serhildanê naskirina Dadê Secade dest bi binaxkirina mirîyên her du alîyan dike. Dadê Secade çar sal berê kurê xwe winda kirî ye. Naxwaze mirî bê ax bimînin. Dixwaze wana vegerîne axê. Bo dayîkên din weke wê dilêşîyeke kur nekişînin. Dadê Secade em dikarin wek “Dayîkên Şemîyê” pênase bikin. Ewan jî bi salan xwestin hestuyên zarên xwe binax bikin. Xwendina beşa Dîrokê, karê Arşîvê, binaxkirina mirîyan tev karên nêzî hev in. Deryas wan karan re mijul dibe. Ew dixwaze qirêjahîya şer winda bike. Ber van kirinan ew wek “Kefenbirê Serhildanê” tê navkirin. Karê Deryas wek gotina E. M. Cioran ” Xewna min ew e tirbeke ew qas kur çê bikim cîhana din de bikaribe hember agirê rojê ber xwe bide.”[2]Deryas, bîyanî ya xwe navbera zindîyan de nikare holê rabike, ber wê dixwaze evî karî navbera mirîyan de bike. Deryas çiqas xwe bîyanî his bike ewqas têkilîya wî mirîyan re zêdetir dibe. Karê wî ne şer e, veşartin û ji ber çav windakirin e.
Bîlal û Nûbar
General Bîlal Eşkzad, nava pirtukê de lehengê herî balkêş tê xuya. Naveroka çîrokê de em dibînin ku heval cêwîyekî wî jî heye. Navbera dê û bavê de pirsgirêk çê dibe, hevudu diqetin. Çareserîyek balkêş gorî xwe dibînin. Nubar para dayîkê, Bîlal para bavê dikeve. Zarok ne agahdarê vê kirinê ne. Nav partîya Azadîxwazên Demokrat de cîh digire. Hema hin alîyan de dîtin û ramanên cuda pê re hene. Dixwaze pêşengîya serhildanê bike. An hin kes dixwazin ew bibe pêşeng. Der barê gelek bûyeran de bi xwe jî agahdar nîne. Tê xuya û wenda dibe. Bi vî awayî bala gel û bala Deryas dikişîne. Bi mirina xwe dibe rêber û serok. Parêzvan çê dibin der dorê tirba wî. Piştî mirinê wek kesekî pîroz tê dîtin. Biryara Serhildanê li ser tirba wî tê dayîn. Ber ku rumeta saxan wek ya mirîyan tuneye. Gel wek mirî hizên zindî kujin. Gîyanê wî pêşengtîya serhildanê dike. Bandorek mezin li ser gel çê dibe. Karê wî piştî mirinê dest pê dike. Wek gotina Cioran “ Zêna bê welat, gewdeyê tenêbûnê têkbirî, nav mezelda xwe re wargehekî digere. Gewde bi mirinê cîhê xwe dibîne.” [3] Bîlal piştî mirinê watedar dibe.
Nûbar Eşkzad alîyê dayîk Mahanê vê hatîye mezinkirin. Kesên ku derve lê binêrin cudahî navwî hevlacêwîyê wî de nabînin. Xeysetê birayê xwe baş dizane. Serhildanên navdar ên Dinyayê rû dayî baş dişopîne. Pêşengên wek Ernesto Che Guevara, Ho Chi Minh û şoreşa wan haydar e. Agahîyên gerdûnî baştir dizane. Ew kesê bi Erşedê Sahib re têkildar bêhtir ew e. Erşedê Sahib vê mijarê de wek teorîsyen an jî plansaz tê xuya. Serokan, gel û desthilatdaran baş nas dike. Xeysetên Rojhilatîyan û kêmahîyên serhildanê dibîne, lê helwesteke pragmatîk hildide û pirtuka xwe dişewitîne. Binaxkirina Nûbar alîkarîya Deryas tîne cîh. Ev sira wan wek Mîtolojîya îsewîyan “Kasika pîroz” [4]hewceye veşartî bimîne.
Serhildan
Ew kesên serhildanê xwe re dixin armanc, kesên wek Erşedê Sahib, Bilal û Nubar gorî xeyseta gel plansazîyek pêk tînin. Dema Mehdîyan, pêxember û îmaman derbas bûye. Cîhê wan vê demê Serok Eşîr û Sîyastemedaran girtîye. Ev gel Xudayan dixwaze lê yên ne dur û dever. Berbiçav, bi dest û pê. Ew kesên ku bibînin, temas bikin, biaxivin û bibihîzin. Hewcehî heye ew kes ne wekî gel ji rêzê bin. Hêzên wanê ne asâyî hebin. General Bîlal tê kuştin, bi tevlêbûneke gur tê binaxkirin, piştî mirinê wek kesekî pîroz nobedarên tirbê çê dibin. Bi mehan li wir nobedarî dikin. Nivîskar bi vî awayî dixwaze nêrîna gel raxe ber çavan. Dîroka vî gelî de mîtên wiha cîhek girîng digire. Destpêka serhildanê û biryar li vir tê dayîn. General Bîlal dixwaze wek” Fedaîtîyeke Huseynî”[5] gelê xwe hişyar bike. Gîyanê wî pêşengê serhildanê ye. Hevalcêwî Nubar wek gîyana Bîlal xwe nîşanî gel dike. Bi vî awayî peyrevên xwe gorî armanca serhildanê rê dibe. Ev sira çend kes dizanin, eşkerenebûna wê gelek girîng e. Birîndarîya Nubar, barekî girîng dixe stuyê Deryas. Bi hev re laşê Nubar binax dikin. Cîhekî ewle û ji çavan dur. Gorî vê plansazîyê serhildan dest pê dike. Gav bi gav berfireh dibe. Hema ev tiştên ne asayî têrê nake bo serkeftina “Serhildan”ê. Meytên Şervanan li kuçe û kolanan rêz dibin. Nivîskar bi devê Erşedê Sahib vê kirinê wiha şîrove dike: “ Ev millet wek hunermendekî peykersaz e. Peykersaz dest bi çêkirina peykerekî dike, hemu hêz û evîna xwe bi kar tîne, bi mehan û salan mijulî wê dibe û hîs dike tiştê ku çêkirîye, peykerê xewn û hêvîyên wî ye. Rojekî nişkê ve têdigihîje ku peyker ne heman peyker e tê de hêvî û xeyalên xwe bibîne, lê tiştê ecêb û seyr ev e, êdî nikare bi hêsanî jê rizgar bibe. Çend salan wî datîne ber xwe lê dinêre û her diçe bêhtir fêm dike çi şaşîtîyeke mezin kirîye. Heke nikaribe rojekî peyker bişkîne, heke hêrsa xwe ser de nerijîne, dê bibe rihekî sist û mirî, dê bibe kesekî di nava xwe de genî. Serhildan heman hest e şikestina peyker bi me re çê bike, îspat bike em hîna nemirine û jîyana xwe berdewam dikin. Tu zanî peykersaz kengî dikare peyker bişkîne? Dema fikr û xeyala çêkirina peykerekî bilindtir, binirxtir, bedewtir û mezintir bikeve mêjuyê wî…a niha ev peykerê bilind, bi qîmet, bedew û mezin General Bîlal Eşkzad e. ”[6] Ev hevokan didin nîşan ku piştî demekî peykera General ji serhildanê û ji her tiştî girîngtir bûye. Sedemê ne zelalbûna armanc heman tişt e. Gelo tiştê xwedî qîmet hebûna serokan serhildan bi xwe ye.
Encam
Daxwaza nivîskar, herikîna mijarê, kirinên lehengan, bertek nîşandayîna gel armanca vê behremê zelal dike. Gel nikare dijberî rabirduya xwe azad bibe. Ew xeyaleta ku hezar sale konê xwe girêdaye nayê hilweşandin. Xeysetên olî, civakî, derûnî nav hemî liv û tevgeran de tê xuya. Bertekên wan ne wekî Rojavayîya ne. Sedemê bîyanîbuna Deryasa sereke ev tişt e. Her tişt bi rêk û pêk nameşe. Sedem û armanc ne dîyar in. Ji ber wê bilî têkçuyîn ê tu tişt mimkim nîne. Pirsgirêkên gel bi zelal nehatine dîyarkirin. Ber wê armanca şer ne dîyar e. Serhildan ên cîhanê tenê kesên wek Erşed û Nûbar dizanin. Gel tenê rêya wan dişopîne. Plansazên serhildanê gel baş nas dikin. Tişta ku wan re xweş were guhên wan de dibêjin. Ev piste-pist dibe dengekî gur hema rêya xwe nabîne û nagihîje menzîlê. Bo gelên Rojhelat ev rexneyeke tûj e. Sedemên serneketinê bi devên lehengan tên zanîn. Wek romanek hatibe nivîsîn de jî bêhtir bo nîqaşkirinê hatîye nivîsîn. Derbarê statukoya Rojhilata Navîn û ya gelê Kurd de tiştên balkêş anîye ziman. Her çiqas nîqaşên sîyasî derketibe pêş de jî em dikarin bibêjin berhemeke herikbar û wêjeyî hatîye afirandin.
[1] Deryas û îlyas, Bextîyar Elî, Avesta, İstanbul, 2024, ruprl: 8,9
[2]Hiçliğe Açılan Pencere, E.M. Cioran, Sel Yayıncılık, İstanbul, 2023 s:107
[3] Hiçliğe Açılan Pencere, E.M. Cioran, Sel Yayıncılık, İstanbul, 2023
[4] Ev peyv, Bawerîya îsewîyan deew gotinên der barê İsa de hatine gotin û veşartî bimînin.
[5]Ev têgeh Kerbela yê de, şer ê hember Emewîyan, kur ê Hz. Elî, Hz. Huseyîn her çiqas zanibe ser nakeve jî bo”Hişyar kirina gel” xwe feda dike tê kar anîn
[6] Deryas û Laş, Bextîyar Elî, Avesta, İstanbul, 2024, rupel:213
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →