Heke ji taybetiyên girîng a berhemên fikrî û zanistî pêbawerî be, resenî jî yek ji pîvanên pêbaweriyê ye[1]. Bi reseniyê du tişt ji berhemê tên payîn; yek jê divê tiştekî nû li qada zanistê zêde bike û ya din divê ji berhemên beriya xwe ku di wê qadê de hatine nivisîn xweser be. Xwediyê berhemê di amadekirina berhema xwe de helbet wê serî li çavkaniyan ango berhemên beriya xwe bide. Lê divê wan berhem û çavkaniyên ku jê sûd wergertine wek edetê/biusûl nîşan bide û pêbaweriya berhema xwe gumanbar neke. Dema xwediyê berhemê van qayideyan pêk neyine wê bi îthamên mîna întîhal, dizî, çirpandin/aşırma û hwd re rûbirû bimîne.
Baş e, çiye întihal? Heqê nivîskar a peyxangirtin û sûdjêgirtinê ji ku heta ku derê ye? Ka ‘Serbestiya Jêgirtinê’ ku teorîsyenên Hiqûqa Milkiyeta Fikrî qal dikin? Berhemek kêngî ji sînorê “feyzjêgirtin”ê derdikeve û dibe întihal? Ji bo bersiva van pirsan bê dayîn pênaseya întihalê xwe ferz dike. Lê beriya pênaseya întihalê û şert û sînorên wê bên nîqaşkirin, wê qala du nivîsan û pê re jî qala çîrokeke întihalê bê kirin ku bûye sedema nivîsandina vê gotarê; yek jê nivîsa Remezan Alan a bi navê “Di Nav Lepê Şîroveyan de Mesnewîyeke Mîstîk(2008)”[2] û ya din nivîsa Ayhan Tek a bi navê “Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım(2018)”[3] e.
Di sala 2108an de (deh sal piştî nivîsa Alan) nivîsa Ayhan Tek çap dibe û şûn de, Remezan Alan bi navê “Hîleyeke Întihalê”[4] gotarekê dinivîse û îdîa dike ku Ayhan Tek di nivîsa xwe ya bi navê ‘Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım’ de bêyî navê wî hilde û wî refere bike ji nivîsa wî ya bi navê Di Nav Lepê Şîroveyan de Mesnewîyeke Mîstîk, jêgirtinên deredetî/bêûsul kirine. Ayhan Tek jî bi navê “Ji Pisporê Derengmayî re Bersiveke Mecbûrî”[5] nivîsekê dinivîse û bersiv dide îdiayên Remezan Alan. Li ser vê bersivê, Remezan Alan bi navê “Bersivek”[6] nivîseke din dinivîse û piştî bersiva duyem a Remezan Alan çima ku Ayhan Tek tiştekî din nanivîse agirê vê nîqaşê jî li wir dimîne û dibe pizot. Dibe pizot lê venamire, ji ber ku her du hêl jî yê dîtir serwext nakin û ji nivîsên her du aliyan jî diyar e ku di demeke nediyar a siberojekê de bi pifeke biçûk ew pizot wê dîsa pêkeve û gur bibe.
Remezan Alan di nivîsa xwe ya bi navê ‘Hileyeke întîhalê’ de, bi kurt û kurmancî –wekî ku ji serenivîsê jî diyar e- dibêje ‘Ayhan Tek ji nivîsa min întihal kiriye’, Ayhan Tek di bersiva xwe de dibêje ‘întihal tune ye, tenê çavkaniyên me yek in û bi ser de heke întihalek hebe te ji min girtiye’. Remezan Alan di nivîsa xwe ya duyem de bi me dide zanîn ku ‘hê jî li ser a xwe ye û ji Ayhan Tek dixwaze sê kesan wek heyet hibijêrin û biryarê ji wan re bihêlin.’
Li gor gotarên her du hêjayan û bersivên ku dane hev bersiva du pirsan divê bê nîqaşkirin; I) întihal heye an na? II) Kê ji kê girtiye?
Ji bo bersiva pirsa “Întihal heye an na?” bê dayîn serê pêşî divê bê zanîn ka întihal çiye? Çima ku afirandin û hilberandina berhemên fikrî, hûnerî û sinaî li hemû dinyayê li dar e, parastina van berheman jî bûye/dibe mijara hemû netew, civak û dewletên dinyayê. Lewma îroroj hiqûqa ku berhemên fikrî, hunerî û sinaî diparêze –nûansên pir biçûk ne tê de- li hemû dinyayê yek e û di Hiqûqa Milkiyeta Fikrî ya hemû dewletan de bi awayekî aşkere întihal hatiye qedexekirin, binpêkirina vê qedexeyê jî bi hin mûeyideyan/yaptırım ve hatiye girêdan. Emê jî ewil li ser wateya wê ya ferhengî rawestin û paşê cih bidin pênesayên çend hiqûqzanan.
Întihal ji hêla binyadê ve peyveke erebî ye û tê wateya “li xwe malkirin, li xwe helalkirin.”[7] Ferhenga Saziya Ziman a Tirkiyê (TDK) întihal wek çirpandin/aşırma pênase kiriye. Ferhenga Hiqûqê ya Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî pênaseya xwe ji TDKyê wergirtiye.[8] Heçî Ferhenga Termên Hiqûqê ya Weqfa Mezopotamyayê lê di wir de cih nedane peyva întihalê.[9] Me li jor gotibû TDK’yê întihal wek çirpandin pênase kiriye, baş e lê çirpandin çiye? Ferhenga Termên Zanistî ya Tirkiye, “çirpandin/aşırma” bi vî awayî pênase kiriye; Di xebatên zanistî û hunerî de bêyî çavkaniya wê bê nişandan bikaranîna qismek an jî temamê fikir û berhema yekî din; diziya di warê zanist û hunerê de.[10] Profesor Unal Tekinalp jî ku di warê Milkiyeta Fikrî de xwedî gelek berhem û lêkolînan e, întihalê wiha pênase dike: Çi qismî, çi temamî, çi rasterast (dîrekt) û çi nerasterast (îndîrekt), bêyî navê xwediyê wê bê nîşandan hemû jêgirtinên bi zanebûn in.[11] Li gor van zanyariyan ji bo întihalê ne şert e ku ji hemû berhemê hatibe jêgirtin, qismek ji berhemê tew pasajeke wê jî hatibe girtin bes e ji bo întihalê. Di vî warî de mehkemeya bilind a tirkiyê jî di biryareke xwe de destnîşan kiriye ku întîhal dikare qismî an jî bi temamî bibe.[12] Her wiha dîsa ya ku ji pênaseyê tê famkirin întihal ne tenê nîşannedana çavkaniyan e, kêm an jî şaşnîşandana çavkaniyan jî întihal e.
Di hemû pênaseyên li jor qala ‘jêgirtina deredetî’ ango jêgirtina bêusûl tê kirin. Nexwe ku jêgirtin edetî be problem tune. Baş e lê edeb û edeta vî karî çi ye û da ku jêgirtin nebin întihal sînorê wê çi ye? Di vî warî de jî emê guh bidin hiqûqzan Ozge Oncu[13] ku li ser mijara ‘Di Berhemên Fikrî û Hûnerî de Serbestiya Jêgirtinê û Sînorên Wê’ teza xwe ya doktorayê nivisiye. Divê bê zanîn ku serbestiya jêgirtinê û sînorên wê ya Ozge Oncu qal dike, eynî bi awayê qal dike ketiye qanûna tirkiyê jî. Jixwe tirkiye jî qanûna xwe ya di derbarê milkiyeta fikrî de ji welatên awropa girtiye. Ne tenê tirkiye, hemû welatên ku mafê milkiyeta fikrî nas dikin û diparêzin mecbûr in bingeha qanûna xwe li ser Peymana Parîsê(1883) û Peymana Bernê(1886) saz bikin. Mecbûr ji ber ku huner mefhumeke gerdûnî ye û hewce ye li hemû dinyayê bê parastin. Ji bo mafê milkiyeta fikrî li hemû dinyayê bê parastin îcar hewce ye qanûna hemû welatên aligirên wê paymanê weke hev an jî qet nebe nêzî hev bin. (ji bo xatirê qanûneke yekgirtî) Oncuya ku qanûnên gelek welatan dide ber hev ji bo “sînorên jêgirtinê û usûla jêgirtinê” çar xalên bingehîn destnîşan dike ku di qanûna hemû welatan de yek e; I) divê jêgirtin bi hin hevok û paragrafan sînorkirî be, II) divê bi armanca zelalkirina naveroka nivîsê be û di hejmareke maqûl be III) divê ji awayê nivîsandinê diyar bibe ku jêgirtin e IV) divê çavkaniya wê bê nişandan.
Heke ev xal yeko yeko lê bi kurtahî bên şîrovekirin; I) heke jêgirtin bi hin hevok an jî paragrafan sînorkirî nebe çavkanî bê nişandan jî ji sînorê edetê derdikeve û dibe întihal. Baş e, sînorê edetê çiye? Ango kesek di nivîsa xwe de ji kesekî herî zêde çend jêgirtinan dikare bike? Bersiva vê jî di xala duyem de ye; II) li vir qala hejmarekê nehatiye kirin û wek sînor gotiye ‘bi hejmareke maqûl û bi mexseda zelalkirina naveroka xwe.’ Ango kesek –ku çavkanî nîşan bide jî- nikare temamê nivîsa xwe an jî qismekî mezin ê nivîsa xwe ji nivîseke din pêk bîne. Her wiha divê jêgirtinê ji bo zelalkirin an jî destekkirina fikra xwe bike ne ku fikra wî/ê bike ya xwe. Sermeseleyê, heke bi jêgirtinekê naverok zelal bibe ne hewceyî du jêgirtinan e. Bi xala sêyem amaje bi nivîsandina îtalîk an jî puntoya nivisê tê kirin ku xwîner zanibe cihê îtalîk ji dereke din hatiye girtin. Û ya çaran jî jixwe qala nîşandana çavkaniyê dike ku kîjan beş ji kê hatibe girtin wek nav, paşnav, navê berhemê û hwd bê nivisîn.
Piştî van daneyan emê pêşî bir kurtahî qala mijar û naveroka her du nivîsan bikin û pê de pê de nivîsan ji hêla mijar, naverok, lênêhirtin, referans, şêwaz û hwd ve bidin ber hev; Alan di gotara xwe de bi kurtahî wiha dibêje “Li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî gelek gotar hatine nivîsîn, gelek şîrove hatine kirin. Di wan şîroveyan de hinekan ew kiriye yekem netewperwer, hinekan kiriye yekem komûnîst û sosyalist, hinekan kiriye filozof lê ev hemû jî şîroveyên şaş û bêhed in. Sedema van şaşiyan curbicur in helbet lê sedema sereke kêmzanîna şêwaza edebiyata klasîk û tradisyona wê demê ye.” Ayhan Tek jî di gotara xwe de wiha dibêje: “Li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî gelek gotar hatine nivîsîn, gelek şîrove hatine kirin. Di wan şîroveyan de hinekan ew kiriye yekem netewperwer, hinekan kiriye filozof, hinekan kiriye sufiyekî tirk lê ev hemû jî şîroveyên şaş û bêhed in. Sedema van şaşiyan curbicur in helbet lê sedema sereke kêmzanîna şêwaza edebiyata klasîk û tradisyona wê demê ye.”
Esas her duyan jî li ser heman mijarê, heman tişt gotiye. Baş e, ma nabe du kes li ser heman mijarê heman tiştan bibêjin? Ango hemanî û hevbeşiya mijar û naverokê bi tena serê xwe bes e bo îthama întihalê? Nexêr. Belê du kes dikarin li ser heman mijarê binivîsin û tew naverok jî dikare heman naverok be û ew bi tena serê xwe ne bes e bo îthama întihalê. Ango hemanî û hevbaşiya mijar û naverokê gumanek e lê ne bes e, divê bi tiştine din werin destekkirin. Heke tiştine din hebin wê demê întihal wê bê nirxandin lê ku tenê hemaniya mijar an jî naverokê be û bi wê sînorkirî mabe, ew hebe nebe sûdjêgirtin an jî peyxangirtin e. Çi ne ev tiştên din? Yek jê şêwaz e û şêwaz awayê derbirînê ye ku ji hevoksazî û honaksaziyê heta lênêhirtin û paşxaneya felsefî, sosyolojik ji gelek hokeran pêk tê. Ji bo destnîşankirina şêwazê divê naveroka her du nivîsan hinekî din ji hev bên veçirandin. Lê ji ber ku nivîsa Tek bi tirkî hatiye nivîsîn û zimanê vê gotarê kurmancî ye, ji bo di wergerê de şaşî çênebe û –heye ku- neheqî li Tek nebe hevokên Tek bêyî bên wergerandin wê wekî xwe bên nivîsîn.

Emê ewil meseleya ‘kê ji kê girtiye’ nîqaş bikin û paşê vê tabloyê binirxînin ka şertên întihalê pêk hatine an di sînorê Serbestiya Jêgirtinê de mane. Di nîqaşên vê derbarê de, ango dema întihalek hebe û ji bo bersiva ‘Kê ji kê girtiye’ bê dayîn li Aleniyeta Ewil a nivîsan tê nihêrtin. Ji Aleniyeta Ewil qest ew e ku nivîs cara pêşî kêngî alenî bûye. Aleniyet li gor Hiqûqa Milkiyeta Fikrî, bi kurtahî; parvekirina berhemê ya bi kesên sêyemîn re ye ango arza ji umumê re ye. Heke em bi hevokên hêsantir rave bikin: Xwediyê berhema hunerî cara ewil kêngî hunera xwe pêşkêş kiriye? Ev pêşkêşî çendîn awayên xwe hene; qalkirina di panelekê de, çapkirina wek pirtûkekê, weşandina li ser malper an jî rojnameyekê û hwd. Wekî ji pênaseyê tê famkirin aleniyet ne şert e bi nivîskî be, bi şertê ku bê ispatkirin dikare bi devkî jî be. Li gor vê pênaseyê em çavekî li paşxaneya aleniyeta ewil a her du nivîsan bigerînin; Nivîsa Remezan Alan ku bûye mijara vê nirxandinê di pirtûka wî ya bi navê ‘Bendname’ de cih girtiye û Bendname cara ewil di sala 2009’an de ji nav Weşanên Avestayê derçûye. Her wiha Remezan Alan di nivîsa xwe ya bi navê ‘Hîleyeke Întihalekê’ de bi me dide zanîn ku wî ev nivîsa xwe beriya pirtûkê di sala 2008’an de li sempozyuma li ser Ehmedê Xanî teblîx kiriye û heman salê (2008) di nav Weşanên Şaredarîya Mezin a Dîyarbekirê de çap bûye. Alan qîma xwe bi gotinê neaniye û di nivîsa xwe de lînka weşanên şaredariya Diyarbekirê jî daye. Nivîsa Ayhan Tek jî di sala 2018’an de wek gotar di pirtûka ‘Kürt Tarihi ve Siyasetinden Portreler’ de cih girtiye. Lê Tek jî di nivîsa xwe ya bi navê ‘Ji Yekemîn Pisporê Derengmayî re Bersiveke Mecburî’ de ku wek bersiv dabû nivîsa Alan a bi navê ‘Hileyeke Întihalê’, diyar dike ku wî jî di sala 2004’an de li Bazidê, panela li ser Ehmedê Xanî li ser vê mijarê axiviye û cara ewil li wê panelê qala van fikrên xwe kiriye. Lewma jî li gor pênaseya Aleniyeta Ewil, heke Tek karibe ispat bike ku di 2004’an de bi van referansan li ser vê mijarê axiviye wê demê emê bibêjin Alan ji Tek girtiye. Ayhan Tek wê karibe ispat bike an na em nizanin, jixwe di bersiva xwe de jî tenê wek îdiayeke razber vê dibêje û qet qala ispata wê nekiriye. Lê problemeke mezintir heye; hemû pirtûk û kovarên ku Tek ji nivîsa xwe re kiriye referans piştî 2004’an derçûne. Ma nabe Tek di panela 2004’an de li ser vê meseleyê axivî be û paşê dema 2018’an de nivîsa xwe nivisî ji çavkaniyên dîrokeke nêz (ji 2004’an û vir ve) sûd wergirtibe? Bersiva vê pirsê mixabin ‘na’ ye! Ji ber ku ew berhemên ku em qal dikin û dibêjin Tek ji nivîsa xwe re kiriye referans ne berhemên sûdjêgirtinê lê yên meseleya esasî ne. Meseleya esasî çi ye? Xanî û Mem û Zîn şaş tê şîrovekirin. Kê şaş şîrove kiriye? Bruinessen, M. V. (2005), Mem, H. (2005), Büyükyıldırım, Ayşe (2009), Mem û Zîn (wergêra tipên Latini: M. Emin Bozarslan (2005), Geverî, Ayhan (2013), Faik Bulut (2003) Ji bilî Faik Bulut hemû berhemên ku Xanî şaş şîrove kirine piştî 2004’an der çûne. Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku ev mesele –meseleya şaşşîrovekirina Xanî- piştî 2004’an rû daye. Nexwe beriya 2004’an problemeke wisa tunebûye. Hebe jî ne di vê xezebê de. Dema problemeke wisa tunebe –ji ber ku ew kesên şîroveyên şaş dikin 2004’an de berhemên xwe hê neweşandine- kesek çima li ser problemeke ku hê rû nedaye biaxive an jî binivîse? Her wiha Tek di bersiva xwe de wiha lê zêde dike “Li Bazidê, axaftina ku min di 2004’an de li ser Ehmedê Xanî kiribû paşê min di sala 2010’an de di ‘Salnameya Ehmedê Xanî’ de wek gotar weşand ku ji nav Weşanên Belge derçûbû.” Alan jî li hember vê îdiayê di bersiva xwe ya duyem de diyar dike ku wî ne tenê salnameya 2010’an lê ya 2011’an, tew ya 2012 û 2013’an jî nihêriye lê nivîsa Tek neditiye. Bi raya me, di salnameya 2010’an de nivîsa Tek hatibe weşandin jî bê mane ye. Ji ber ku ji hêla aleniyeta ewil û ji aliyê guherindina berê îthama întihalê wê tiştek neguhere. Lewre 2010’an de Tek nivîseke bi vî awayî çap kiribe jî nivîsa Alan(2008) dîsa beriya ya Tek alenî bûye. Li gor vê jî heta Tek bi awayekî ji awayan ispat bike ku beriya 2008’an li derekê çap kiriye an jî qal kiriye, wek aleniyeta ewil wê nivîsa Alan bê qebûlkirin. Heke ewiliya aleniyetê ya Alan be nexwe yê jê girtî Tek e. Baş e jêgirtinên Tek întihal in an di sînorê edeta jêgirtinê de ne? Ji bo bersiva vê pirsê bê dayîn emê şertên jêgirtina edetî ku me li jor qal kirirbû yeko yeko bidin ber tabloya jor.
I.a) Jêgirtina Rasterast: Bêyî peyv û hevoksazî bê guhertin ew jêgirtin in ku wek ‘copy paste’ jî tên binavkirin. Sermeseleyê di tabloyê de jêgirtina yekem û duyem jêgirtinên rasterast in. Her çiqas wekî ku di peyv û hevoksaziyê de cudahî hebe xuya bibe jî ji ber ku zimanê her du nivîsan ne yek e û ji zimanekî bo zimanekî din hatiye wergerandin divê tesîra wergerê jî li ber çavan bê girtin.
I.b) Jêgirtina Mealî: Di vê jêgirtinê de, wate ango fikir heman fikir e, gotin heman gotin e lê peyv tên guhertin, hevok bi awayekî din tên sazkirin lê gotin heman gotin e. Sermeseleyê di tabloyê de jêgirtinên 4, 5, 6 û 7 ev cure jêgirtin in ku Tek herî zêde serî li jêgirtinên mealî daye. Dema nivîs bê xwendin wê bê dîtin ku seranserê nivîsê bi riya jêgirtinên mealî ye.
I.c) Jêgirtinên Nerasterast: Kesê jê digire, dema nivîsa xwe dinivîse, referans û çavkaniyên nivîsa jê tê girtin wekî wî jî ew berhem xwendine di berhema xwe de nîşan dide. Li ser mînakekê em herin: di tabloya berawirdî de Alan ji hinekan neqil kiriye an jî rasterast cih daye gotinên H. Mem. Tek jî ew gotin tevî ku ji nivîsa Alan girtiye wekî ku wî jî nivîsa H. Mem xwendibe wan gotinên H. Mem nîşan dide. Di civata akademiyê de jêgirtina herî bi talûke û ya herî berbelav e, ji ber ispata wê zehmet e ku Tek jî di bersiva xwe de dibêje “tenê serenav û çavkaniyên me yek in”
Axir piştî van zanyariyan em dikarin bibêjin hema bêje hemû nivîsa Tek ji jêgirtinên Alan pêk hatiye, wek hejmar sînorê jêgirtinê îhlal kiriye û êdî navê wê bûye întihal. Wek li jor jî hat gotin dema ji hêla hejmarê ve navê kesê jê hatî girtin bê nivîsin jî ev tişt întihalê ji holê raneke. Tek di nivîsa xwe de ji Alan cûdatir tenê cih daye şîroveyeke nû ku Alan qala wê nekiriye, ew jî şîroveya hin kesên ku Xanî wek sufiyekî tirk şîrove dikin. Yekane cudahiya di nivîsa Tek de tenê ev e û ev jî mixabin têrê nake ku em bibêjin Tek tiştekî nû gotiye. Lewre di întihalê de ya giring ‘fikir’ e ku ji ber wê jê re gotine Milkiyeta Fikrî û Tek tenê mînakek li fikra Alan –şaş-şîrovekirina Mem û Zînê- zêde kiriye.
Di serê nivîsê de me gotibû hemaniya mijar û naverokê bi tena serê nabe întihal û divê tiştine din hebin. Ku tiştine din derkevin wê demê serenivîs, mijar û naverok jî di hesabê întihalê de li ber çavan tê girtin. Her wiha fikra nivîsê, sîstematîka wê, beş û binbeşên wê hemû di hesabê întihalê de tên hesibandin.
Encam: Hemû tiştên li jor hatî qalkirin bi rasthatinekê ango tesadûfekê nayên ravekirin. Îhtîmala herî xweşbîn xuya ye Tek bi awayekî ji awayan hay ji nivîsa Alan hebûye lê balkêş e qet qala wî nekiriye. Ev jî dike ku em rehmetiyê Freud careke din bi bîr bînin; “heke kesek du-sê caran li derekê binêre muhtemel e li wir tiştek veşartibe lê ku ew kes qet li derekê nenêre li wê dera ku qet lê nanêre teqez tiştek veşartiye.
Jêrenot
[1] Aslan, Ugur (2020), Kovara Fakulteya Hiqûqê ya Zaningeha Selçuk, “Bilimsel Etik İhlali Olarak İhtihal Kavramı ve İlmî ve Edebî Eserlerde İhtihal Suçu, r.2.
[2] Alan, Remezan (2009), “Di Nav Lepê Şîroveyan de Mesnewiyeke Mîstîk”, “Bendname”, Weşanên Avesta.
[3] Tek, Ayhan (2018), “Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım”, dnd. Kürt Tarihi ve Siyasetinden Portreler, (amd.) Yalçın Çakmak-Tuncay Şur, İstanbul: İletişim, 415-423.
[4] http://blog.kovarazarema.com/hileya-intihaleke-2/
[5] http://blog.kovarazarema.com/ji-yekemin-pispore-derengmayi-re-bersiveke-mecburi/
[6] http://blog.kovarazarema.com/bersivek/
[7] https://www.etimolojiturkce.com/arama/intihal.
[8] Adalet Bakanlığı Hukuk Sözlüğü, http://www.sozluk.adalet.gov.tr/intihal,
[9] Ferhenga Termên Hiqûqê, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, 2019.
[10] TÜBA Türkçe Bilim Terimleri Sözlüğü, http://www.tubaterim.gov.tr/
[11] Ünal Tekinalp, Fikrî Mülkiyet Hukuku, İstanbul, Vedat Kitapçılık, 2012, s.156.
[12] Yargıtay Hukuk Genel Kurulu, 29 Ocak 2003 Tarih ve E.2003/4-47, K.2003/37 Sayılı Kararı (Neqil ji: Filiz Ceritoğlu Sengel, Fikir ve Sanat Eserleri Hukukunda İntihal ve Esinlenme, Ankara, Seçkin, 2009, s.79).
[13]Özge Öncü, Fikir ve Sanat Eserlerin Hukukunda İktibas serbestisi ve Sınırları, Ankara, Yetkin, 2010, s.22.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →