Rexneya Rexneyî: Gelo Teorîya Rexneya Me Heye?
Fırat Aydınkaya

ekran_resmi_2025-06-09_18.52.34 Di berhema xwe ya qîmetdar de Deleuze-Guattari bala me dikşînin ser mijareke gelek girîng. Wiha dibêjin: ji bo zarokan mijara esasîn, ne azadbûyîna li hemberî bavê ye; lewra gava bav rêyên azadîyê nizanibe (rêyên azadîyê winda kiribe) zarok wê çawa rêyên azadîyê bibîne. Loma pirsgirêk ne azadî ye, pirsgirêk rêyeke nû ye, derketin e.[1]

Bi ya min îro problema rexneya me ne tenê afişekirina civaka koledar e, belkî ji vêya zêdetir gava gelên me û sîyaseta me dev ji rêyên azadîyê berdan, rêyên azadîyê winda kirin, em çawa dikarin wan rexne bikin û rêyeke nû bidin pêşîya wan e. Wer xuyaye ku bi taybetî pirsgirêka me ya van rojan lêgerîna rêyeke nû ye, derketin e.

Nîqaşa me[2] digel Fexriya Adsay[3] bi tevlêbûna Mustafa Zengin[4] dewam dike. Feqet ev nîqaş hîn jî ne dewlemend e, ne afirîner e, ne jî li ser bingeha teorîyê ye. Divê zêdetir were gurkirin û teorîzekirin.

Ya rastî ez naxwazim, em jî weke Peyamî Safa û Necip Fazil, an Nazim Hikmet û Abdulhak Hamit bikevin nava pevçûneke pûç û vala. Nivîskarê Tirkan pirê caran bo şolena ser sifreyê cihek dest bixe, diketin qirika hevdu. Ê me ne sifre heye, ne jî şolen; tenê koletî heye. Loma divê rexneya me ji serî heta binî bi micadeleya azadîya gelê me re têkildar be. Nebe nabe.

Ya duduyan heta ji destê min were, ez vê nîqaşê dixwazim bi têkilîya teorîya edebiyatê û teoriya çandî ve girêdayî bi rêve bibim. Bi min terzekî bi vî halî zêdetir hilbêrîner e û qet nebe nahêle em bikevin nava polemîkên şexsî.

Dîrok û Etîmolojî

Li gor hîn îddiayan“krino” yani rexne cara ewil bi zimanê Yewnanan ji peyva “biryardayînê”[5] derketiye. Di zimanê Tirkî de “eleştiri”, bi peyva “elemek”ê ve têkildar e. Di zimanê Erebî de peyva “tenkîd”ê, ji derzîkirin an nikil kirinê derketîye. Di nava me de ger koka rexneyê “rex” be, balkêş e, koka peyvê tê maneya “tenişt, alî, teref”. Li gor etîmolojîya peyvê gava em rexne dikin, em dibin teref, em diçin tenişta yekî din.

Melayê Cizirî, di helbesta xwe ya "Ellah Sehergaha Ezel" de peyxa rexne dişuxilîne û wiha dibêje: "Têtin ji nûrê wek reqî' bê 'eyb û neqs û rexne da". Ji estetîka Mela dîyare ku, herçiqas ev peyv ketibe nava edebîyata me ya klasîk û îlahîyatê jî, di civakê de naverokek negatîf dihundirîne. Baş e, maneya van tespîtan çi ne? Ma Kurdan di dîroka xwe de hevudu rexne nekiriye?

Helbet kirine, rexneya herî giran kirine, heta birakuştin e, xwişkkuştin e. Feqet ji peyva “birakujî”yê jî em derdixin ku Kurd nizanin hevdu rexne bikin. Em pirî caran yan yekî didin ser serê xwe yan jî em didin ber xençera xwe. Mîsala herî nêz, metna “Perspektîf” ya Ocalan e. Metin yan weke metneke pîroz hate dîtin yan jî îşkence lê hat kirin. Baş e, lê rexne?

Ya rastî bi gelemperî em ji rexneyê hez nakin, heta em rexneyê wek amûreke dijmintîyê dibînin. Bi ihtimaleke mezin, ji ber nehezkirina rexneyê birakujî di nava cîvaka me de bû edet. Heta em rexneyê weke zimandirêjî dibînin. Loma “zimanjêkirin” di luxeta me ya civakî de weke tehdît tê gotin.

Feqet dîsa jî di dîroka me de rexnegireke mezin derketîye. Mem û Zîn bi temamî berhemeke rexneyê ye, rexneya navmalî ye; feqet ecêb e, ev rexne jî dibe sebebê xwînrijandinê. Loma mirov dikare bêje, rexneya me, ne bi mîzahê, bi trajedîyê ve têkildar e. Nizanim çima ji rexneyên me trajedî diherike, xwîn bel dike! Di estetîka Xanîyê Mezin de ji bo mîzahê qet yek peyvek jî nehatiye bikaranîn. Halbûkî di berhemên Shakespeare de em dibînin ku di civaka Îngilîzan de rexneyên herî tûj ji devê soyterîyan derdikevin, di berhema Qral Lear de soyterî hem dide kenandin hem jî rexneyan dike.

Gelo teorî û felsefeya rexneya me heye? Dikarim bi dilrihetî bêjim, felsefeya rexneya Ehmedê Xanî hebû. Wiha dipirsî hostayê mezin: “Aya bi çi wechî mane mehrûm. Bilcimle ji bo çi bûne mehkûm”.

Xanî rexnegirê me yê ewil bû. Li paş rexneyên wî yên navmalî felsefeyeke qirase, teorîyeke afirîner hebû. Kurd çima bindest in, çima mehkûm in? Hem sedemên felsefeya mehkûmbûnê rave dikir, hem jî felsefeya xelasîyê dida pêşîya me.

Ji Xanîyê Mezin vir ve di serdema modern de em dikarin behsa rexnegirekî din jî bikin. Bi rastî jî Hacî Qadir her çiqas pûtşikên nebe jî, rexneyên sert li civaka kevn dikir. Feqet hevîrê rexneya wî, hevîrekî sentetîk bû, loma bê teorî bû. Bi hêza risteyên xwe dixwest ji hev de bixe, feqet şiîra wî carinan dileqand lê hilweşîner nebû, zêdetir retorîk û tespîtên civakî bû. Mirov dikare bêje Hacî aciz bû, gilîker bû, xwedî derd bû, lê ewqas. Ev frekanseke civaka me ya kevn ya rexneyê ye. Li jêr berfirehî îddia dikim ku Adsay û Dewlemend li ser vê frekansê rexneyên xwe pêşkêş dikin. Rexneyên wan ne bi teorîya rexneyê ve, bi helwesteke retorîk ve girêdayî ye.

Bi ya min di warê rexneya navmalî de, rexneya sîstematîk û nîv-modern ya ewilîn em di rojnameya Kurdistanê de dibînin. Ne di edîtoriya Mîqdat Bedirxan de, feqet di edîtorîya Evdirrehman Bedirxan de rexneyên herî tûj li civaka me dihate girtin. Weke mînak Bedirxan, ji bo rexnekirina axayê eşîra Mîran peyvên herî sert bi kar dianî: “Misto keçelo”[6] heta çendek berê şivan bû, îroj jî dawa hikimdariyê dike, digot. Herwiha ne tenê Mistefa axa, civaka Kurdan ya Hemîdî jî dikir hedefa rexneyên tûj û ev civak serûbin dikir. Feqet ev rexne zêdetir weke jargona efendîtiya navmalî dihate kirin. Loma ne xwedîyê bingeheke dîrokî bû, ne jî li ser bingeheke teorîk ev rexne dihate kirin.

Hawar hey Hawar

Bo teorîya rexneya me gelo Hawar dikare were hawara me? Beriya nirxandina rexneyên Hawarê divê li ser esasên rexneyê çend tespîtan bikim.

Bi ya min ji bo teorîya rexneya şoreşgerî gelek tiştên me amade ne. Siyaseta me di nava tevizandin û buhraneke kûr de diperpite. Estetîka siyaseta me aniha azad nake û rêya antî-kolonyalîzmê ji xwe re bar dibîne. Çawa ku rexneya şoreşger ya Marksîst li ser têkçûna proleteryayê hate avakirin, em jî îro dikarin li ser têkçûna siyaseta Bakur rexneyeke teorik ava bikin. Loma wext, wexta rexne û teorîya rexneyê ye.

Rexneyên navmalî yên di Hawarê de dihate kirin dişibe ehwalê me yê îroyîn. Serhildana Şêx Seîd têk çûbû, civaka Kurdan hem şîna xwe digirtin hem jî mihasebeya xwe dikirin. Gava li sedemên têkçûnê dinêrîn, kêmasî, şaşî û xetayên xwe didîtin. Her çiqas edîtoryaya kovarê pir razî nebe jî, bi taybetî li ser encamên serhildanê rexneyên sert dihate kirin.

Di warê teorîya rexneya Hawarê de mirov dikare bi dilrihetî bêje, Hawarê teorîya rexneyê bi azadîya welat ve bi helwesteke serhildêrî ve gîrêdabû, heta kiribû bingeheke sereke. Rexneyê li ser vê esasê teorîze dikirin. Ferqeke Hawarê jî ew bû ku rexneya xwe bi her awayî estetîze dikir, di piranîya çîrok, helbest û metnên wan de rexneya navmalî îllakî hebû. Feqet problemên vê teorîyê jî hebû helbet; lê zêdetir, ronakger, pozîtîvîzt-modernîst û darwînîst bûn. Lê dîsa jî bi gotina Celadet, armanca wan a sereke bi taybetî jî ji bo avakirina yekîtiyê û azadîya Kurdan bû.[7]

Di kovarê de, rewşenbîrên ciwan axa û şêx rexne dikirin, digotin mezinên me di serihildanê de rola xwe nelîstine. Mirovên weke Haco Axa jî bersiv didan, digotin gava em li enîya şer bûn rewşenbîrên me li ku bûn! Haco Axa gava rexneya ciwanan pênase dike, dibêje “ne razî û eleyhdarî”.[8] Cegerxwîn jî gava di kovarê de mela û şêx rexne dikirin, peyva “gazin”ê bi kar dianî.[9] Nivîskarên ku bersiva Haco Axa didan, bo rexneya axa “lome” digotin.[10] Xwediyê Hawarê gava behsa van rexne-nivîsan dikir jî digot “munaqeşe”.[11]

Xulase kovara Hawarê ji bo teorîya rexneya me jî kevirek danîye. Wiha digot xwediyê Hawarê: “Tu kî yî? Tu berê çawan bûyî? Îro di çi halî de yî? Jê çawan dikarî bifilitî?”[12]

Gelo em dikarin teorîya rexneya Hawarê bi teorîya rexneyî ya mekteba Frankfurtê û bi teorîya madunîyetê ve girê bidin?

Di serdema modern de rexneya herî sûdwer ya mirov dikare jê behs bike, bi destê Adorno, Horkheimer, Marcuse hatiye kirin. Teorîya rexneyî bi felsefeya xwe, bi îdeolojîya xwe bandoreke mezin çêkiriye. Bi saya rexneyên Adorno em îro fêm dikin ku ronakgerî totalîter e, bi saya rexneyên Benjamin em îro fêm dikin ku medenîyet bi komkujiyan bûye medeniyet; bi saya Horkheimer me fêm kirîye ku aqilê modernîteyê aqilek protez e. Li aliyê din, li Hindîstanê ekola Madûnîyetê rexneyên gelek îlhambexş kirine û li paş van rexneyan felsefe û mîstîsîzma civaka wan heye. Gava Guha,[13] Partîya Kominîst ya Hindîstanê bi rexneyên xwe serûbin dike, ji dîrok û felsefeya civaka xwe hêzê digre û dikeve nava tevgeran.

Jargon û Naveroka Rexneya Me

Baş e lê em? Bi taybet jî îro li ser medyaya civakî û li ser çapemenîya partîyan em hevudu rexne dikin. Jixwe jargona rexneya me, bê teorîbûn û bê naverokbûnê her roj eyan dike. Ser meseleyê zimanê rexneya me wiha ye: cehş, ajan, xaîn, bênamûs, alçax, xwefiroş, barzo, kapo, kurdonot, murîd, “tu nebûya jî dibû” û hwd. Ma ev e rexne?

Gelo çima teorîya rexneya me tune? Di nivîsên berê de me behsa ekola Negrîtudeyê, behsa ekola Madûnîyetê, behsa ekola Amerîkaya Latînî kiribû û me gotibû çima teorîyeke micadeleya me tune? Divê em lê zêde bikin û xwe jî rexne bikin: çima teorîya rexneya me tune?

Helbet di civakên bindest de rexne talûke ye, karê herkesî nîne. Di kitêba Ahîda Kevn de gava Korah li hemberî Mûsa derdikeve, jê re dibêje “tu bê hed î, tu dixwazî li ser me bibî hikimdar”! Li paş vê hevokê, ya ku em dizanin, erd diqelişe û Korah serûbin dibe.[14]

Bi ya min îro teorîya rexneyê bivê nevê bi felsefeya “parrhessia[15] re girêdayî ye. Ger em nikaribin li hemberî otorîteyên nava malê bisekinin û ji wan re heqîqetê bêjin qet nabe. Şertê ewil yê teorîya rexneyê cesaret e. Feqet tenê bi parrhessiayê jî nabe. Divê li ser esasên teorîya bindestîyê parrhessia were avakirin. Jixwe ger teorî tunebe, fonksîyona parhessiayê diguhere û dibe polemîk.

Feqet ev jî eyan e ku li ser devê rexneya me du hegemonya runiştine: hegemonyaya mutleq ya dagirkeran û hegemonyaya nisbî ya otorîteyên Kurdan.

Di nivîsa beriya vê nivîsê de min ji bo teorîya rexneya Adsay çend pirs pirsîn û min xwest em hîn bibin ku li paş rexneyên wê felsefeyek çawa heye, rexneya wê li ser kîjan teorîyê pêk tê? Feqet mixabin Adsay ev rexneyên han piçek şexsî hîs kir û loma hinekî tehl bû. Halbûkî ev mesele ne şexsî ye, divê em bingeheke teorîk ji rexnegiriyê re daynin.

Adsay û Dewlemend ji hereketa Bakur ne razî ye, dibe, normal e, em jî pir caran ne razî ne. Min bixwe jî ji kuştina Hikmet Fidan (2005) vir ve di dehan nivîsên xwe de rexne li hereketa Bakur girtiye, ez dikim jî. Yên dixwazin bila nivîsên min ên ji 2015an vir ve bixwînin, di warê şîdet, sinif û îdeolojîyê de min rexneyên herî sert kirine. Yên rexneyên min dixwînin dibînin ku kêm zêde, baş xirab, pişta min li felsefeyeke antî-kolonyal e û bi vê paradîgmayê dîrok, sinif û îdeolojîyê ji nû ve dixwazim teorîze bikim. Ji bo teorîya rexneya xwe dixwazim behsa çend stûnan bikim. Ya yekem ew e ku “Kurdistan metingeh e”. Ya duduyan Kurd du car bindest in, ji aliyê netew û belengazîyê ve bindest in, divê xwedîyê du-hişmendîyê bin. Ya sisêyan micadeleya Kurdan, divê micadeleya azadiya jinan, demokrasiya Kurdan bihewîne, li dijî komkujiyê be û hemû nirxên mirovahiyê bihundirîne.

Feqet xuya ye ev rexne û teorî têra Adsayê nakin. Çima gelo? Min di nivîsa berê de gotibû, divê dubare bikim. Rexneya Bakur totalîter e, dixwazin peyvên xwe bi darê zorê bikin devê me, dixwazin em bi hevokên wan rexne bikin, dixwazin em bi gramera wan bipeyîvin. Nizanim çima rexneya Bakur zimanê efendîyan bikar tîne. Ma em Caliban in, ew jî Prospero ne? Weke em zanin qehremanê Shakespeare, ji Caliban re digot, te nizanîbû biaxiviya, min peyv kiribû devê te?[16] Çima ziman û zemînê rexneya me dawa efendîtiyê dike?

Adorno gava li ser Hegel diaxive di mijara rexneyê de bala me dikşîne ser tiştekî ecêb. Li gor wî Hegel, li ser bingeha rexneyên Kant, rexne bi rêk û pêk kirîye. Lê di nava rexneyên wî de paradoksek heye, ew bi rexneyên xwe dixwaze rexneyê bide sekinandin.[17] Bi ya min di rexneya Bakur da rihekî bi vî terzî heye. Ne tenê Adsay û Zengin, bi gelemperî di rexneya Bakur de kontekseke wiha heye. Di rexneya wan de rihekî statîk heye, jixwe gava rexne bikeve şiklê polemîk û retorîkê, naverok disekine, xweşbêjî derdikeve meydanê.

Tevî vêya jî, ji dîroka gelên bindest em dizanin ku her hereket, rexneya li hemberî xwe jî înşa dike. Hereket gava otorîteya xwe ya navmalî ava dike, sînor û gramera li hemberî xwe jî tayîn dike. Ger îro rexneyek me ya heqîqî tune be, sedem hinek jî ev e. Rexneya Bakur aniha zêdetir li ser zimanekî qirêj, tawanbar û tije-çêr dimeşe. Rexneyeke bi vî terzî hem rexneyeke nû û heqîqî bloke dike, hem jî girseya partîyan motîve û mobîlîze dike.

Rexne an Retorîk?

Li aliyê din Adsay û Dewlemend ji nirxên netewperweriyê diaxivin. D nivîsa berê de jî min gotibû netewperwerî weke avê ye, bikeve kîjan surahiyê şiklê wê digre. Helbet bi gramera netewperwerîyê rexne dibe, baş jî dibe. Feqet gramereke bi vî terzî pirê caran populîzm e, retorîk e, hest e, helwest e. Mistefa Dewlemend baş dizane ku Beko bixwe jî rexnegirekî miezem e, di paş rexneya wî de felsefeyek heye, her çiqas felsefeya xirabîyê be jî. Loma dixwazim hîn bibim di binê netewperweriya Adsay û Dewlemend de bêyî retorîkê, bêyî hest û helwestê çi heye? Ger tunebe zehmet e, ji ber ku rexneya bêprogram, bêteorî, sekinandina rexneyê bi xwe re tîne.

Adsay û Dewlemend rexne nakin; gazinan dikin, hêrs dibin, şîkayet dikin, axîn û hawarê dikin. Ger rexneyek bê teorî be; şîkayet e, gazin e, hawar e. Ev hemû jî şubeyên retorîkê ne. Helbet teorîya xweşbêjî û retorîkê jî heye, feqet ev teorî, lîstika ziman e, şehweta peyvan e, estetîka dengan e. Ji dîroka retorîkê em dizanin ku beriya modernîteyê retorîk, rexne bixwe bû. Feqet dîsa ji vê dîrokê em dizanin ku retorîk bû hêrsa şaîran û hevokên sinifeke elît, rêya xwe guherand, hat li ser polemîkê sekinî.

Îro di civaka me de bi saya medyaya civakî, retorîk mode ye. Bi retorîkan Kurdistan tê avakirin, dagirker serûbin dibin, di şevekê de, bi du sed û çil karakteran derdê me yê hezar salan derman dibe. Ya rastî şehweta retorîkê, bingeha rexneya me perîşan kiriye. Ev retorîk aniha gramera çîna ortê bixwe ye. Çîna ortê bi îmkanên retorîka populîst nahêle rexneya civakî û serhildêr serê xwe rake. Helbet retorîk, sîleheke îdeolojîk e, dikuje lê nikare ava bike. Ferqa rexne û retorîkê li vir dertê pêşberî me: rexne hem hilweşîner e, hem avaker e; feqet retorîk hilweşîner e, ne avaker e. Tevî vêya jî retorîk teknîk e, hilberîna felsefeya ziman e; rexne hem teknîk e, hem etîk e, hilberîna felsefeya guhertinêyê ye. Retorîk pirê caran îfşaker e, rexne îsyanker e. Yên dixwazin ev ferqa em jê behs dikin tesîreke çawa li ser civakê çêdike, bila kitêba Achebe ya Zilamê Gel bixwînin.[18]

Ya girîng ew e ku netewperwerî pirê caran muhtacê waîzan e, ne muhtacê rexnegiran û teorîsyenan e. Ji dîrokê em dizanin ku ji waîzên netewperwer re felsefe û teorî lazim nîne, belaxet lazim e, peyvên îfşaker lazim e, hevokên sloganîk lazim e. Ji wan re kitêbxane lazim nîne, kursî û mîkrofon lazim e. Jixwe rexne ji civakê re, ji pêşerojê re tê kirin; feqet belaxet ji mîkrofonê re, ji çepikan re, ji niha re tê kirin.

Tevî van tiştan jî, netewperweriya ew jê behs dikin, bi gelemperî netewperweriya serdestan e. Jixwe çend caran rast hatim, Adsay têgeha “netewperweriya bindest” bê wate dibîne. Ya rastî ez di netewperweriya van hevalan de tu heyatekê, tu çîrûskeke azadiyê nabînim. Ev netewperwerîya ku pêşnîyazî me dikin, li hemberî gelê Xezzeyê kerr û lal e, li hemberî jinên bindest xemsar e, li hemberî belengazên Kurdan bêdil e, li hemberî demokrasî û bindestîyê dudil e. Loma netewperweriya ew jê behs dikin, aşîya netewperweriya serdestan (Tirkan) di çermê me de berdidin. Xulase em zanin ku çîna ortê ji teorîyê hez nake, meftûnî îdealîzmeke xav e, sekter û di warê belaxetê de zêdetir radîkal e. Weke tê zanîn Hegel, ji bo Napolyon digot, “ew e dîrok, li ser pişta hespê”. Hevalên me jî bo netewperwerîyê heman tiştî dibêjin, lê li ortê ne hesp heye ne jî Napolyon.

Ya rastî gava em bixwazin netewperwerîya serdestan weke kiras li bedena bindestan bikin wê krîzên gelek dijwar li benda me be. Yên dixwazin encamên vê netewperwerîya populîst bibînin bila li du romanan binêrin. Yek ya Sêrbazên Qijikan ya Ngugî[19], yek jî Zilamê Gel ya Achebe. Her du roman jî rasterast bi me didin zanîn ku gava kirasên netewperwerîya serdestan li bindestan hate kirin, ew kiras fonksîyona îşlikên dînan dileyîze.

Encam

Di warê rexne û xwe-rexnekirinê de helbet mixatebê vê nivîsê ez bixwe me jî. Ger rexneya me hîn jî bê teorî û bê felsefe be, helbet ji wan berpirsyaran yek jî ez im. Ez xwe jî sûcdar dibînim.

Welhasil Ranciere di berhema xwe de gava rexneyan li Marks digire bala me dikşîne ser tiştekî gelek muhîm. Li gor wî; Marks, heqîqeta ku proleterya bindest mane dide proleteryayê. Rast e, feqet bi dayîna vê heqîqetê, wan ji ilmê bêpar dihêle.[20] Îro gava em rexneya sîyaseta Bakur bidin kîtleyan, divê em wan ji teorîya rexneyê bê par nehêlin. Ger wer nebe rexneya were kirin rexneya avakirin û sererastkirinê nabe, rexneya xerabkirin û afarozkirinê dibe.

Min xwest di vê nivîsê de bi bîr bixim ku, ya me ne teorîyeke dîrokê, ne teorîyeke çandê, ne teorîyeke edebîyatê, ne jî teoriyeke sinifê heye. Ger ev teorî tunebin, jixwe teorîyeke rexneyê ne mumkin e. Bi retorîkê, bi polemîkê ne em dikarin zora bavan (dagirker û otorîteyên me) bibin, ne jî em dikarin rêyeke nû bibînin. Ma bi îdealê burjûvayê heta ku derê? Bi hêrs û gazinên sinifa ortê heta ku derê? Bi pêşnîyarên netewperwerîya serdestan heta ku derê?

Marks gava di ciwantîya xwe de dijbertîya Hegelîstan dikir, têgeheke hilberîner bikar dianî: “rexneya rexneyî”. Gelo em dikarin îroj rexneya xwe, bi teorîya rexneyî bi ser û gûh bikin?

* Ji bo xwendina dawî spasî ji bo Yunis Dilkoçer

Çavkanî

[1] Gilles Deleuze, Felix Guattari, Kafka: Minör Bir Edebiyat İçin, r. 20, weş. Sel

[2] Bnr: Fırat Aydınkaya, https://botantimes.com/imtihana-giran-a-rexnegiran-isa-an-heqiqet/

[3] Bnr: Fexrîya Adsay, https://blog.kovarazarema.com/serine-hevale-em-welate-xwe-xwesik-bikin/

[4] Bnr: Mustafa Zengin, https://www.urfapusula.com/makale/25043002/mustafa-zengin/nirxandineke-rexneyi-li-ser-nivisa-firat-aydinkayayi-ideolojikirina-imtihane

[5] Theodor Adorno, Eleştiri, r. 108, weş. Belge

[6] Abdurrahman Bedirxan, Kurdistan, (no 26) 14 Aralık 1900

[7] Celadet Ali Bedirxan, Hawar, hejmar 10

[8] Haco Axa, Hawar, hejmar 15, r. 5, sal 1933

[9] Cegerxwîn, Hawar, hejmar, 10

[10] Evîn Ciwelek, Hawar, hejmar 17

[11] Celadet Ali Bedirxan, Hawar, hejmar 17

[12] Celadet Ali Bedirxan, Hawar, Xwe Binas, Hejmar 18

[13] Ranajit Guha, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-244

[14] Bnr: Ahîta Kevn, Beşa Musa, https://kutsalkitap.info.tr/?q=Say.16

[15] Michel Foucault, Doğruyu Söylemek, weş. Ayrıntı

[16] William Shakespeare, Fırtına, Weş İş Bankası

[17] Adorno, r.109

[18] Chinua Achebe, Halk Adamı, Weş. İthaki

[19] Ngugî wa Thiong’o, Kargalar Büyücüsü, weş. Ayrıntı

[20] Jacques Ranciere, Filozof ve Yoksulları, r.15, weş. Metis

EDİTÖRDEN

Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.

Devamını oku →
Bizi takip edin