
Mînaka Elie Guillou, L'Homme tempéré, Joseph Andras, Nûdem Durak, Sur la terre du Kurdistan û Loez, Nous sommes le cri d’un peuple
Fransayê xwest Kurdan bi kêrî xwe bîne ji bo polîtîkaya xwe ya mandatêr a li Sûrîye û Libnanê, weke parçeyekî "mîsyona xwe ya şaristaniyê", bi hewla entêgrekirina wan di nav Dewleta nûjen a ku di pêvajoya avakirinê de bû. Ji bo vê jî di warê civaknasî, dîyalektolojî, antropolojî û erdnîgariya mirovî de divê xebatên hemdemî bihatana kirin. Pierre Rondot, Roger Lescot û Thomas Bois bi vî awayî bûne yekem kurdologên fransî. Lêkolînên wan bi mantika kolonyal ve girêdayî bûn ku prestîja neteweyî ya fransî piştrast dikir û di heman demê de îdîa dikir ku têgihiştineke çêtir a rastîyên herêmî pêşkêşî dike. Wê hebûna fransî ya li Sûrîye û Libnanê meșrû dikir weke hakemtîyeke di navbera komên cuda yên etnîk û olî de.
Yekem kurdologên fransî li hevkaran digerîn li qadê di çarçoveya hevkarîyeke xwedî du prensîp de: ji alîyekî ve, «pêwendîya kurdo-fransî»[1] ya di navbera kêsên mîna hev de, ku tê de kurdologên fransî bi elîtên kurd ên ku weke xwende û xwedî çand dihatin dîtin re têkilî saz dikirin, ku herdu rexan jî bawerî bi șaristanîya ewropî/rojavayî dianîn. Ji hêla din ve, êlîtên kurd ên ku piștî avabûna Komara tirk revîyabûn Sûrîye û Libnanê, û kurdologên fransî rizgariya kurdan a sîyasî, manewî û madî bi Ewropayê/Rojavayê ve girêdidan. Ev têgihiștin li ser wê bawerîyê bû ku Ewropayîbûn/Rojavayîbûn, tevî parastina taybetmendîyên etnîkî, bi pêşketinê re hevwate bû. Ev «doktrîna konsensuel» bû alîkar ku nasnameya kurdî li ser bingehê folklorê (çîrok, efsane, stran, gotinên pêşiyan, kevneşopî) were avakirin, û taybetmendîya «giyanê kurd» were dîyar kirin, li gorî pîvanên ewropayî/rojavayî, û dihișt ku ew tevlî «Unîverselê» (ya ewropî/rojavayî) bibe.
Hawar, kovara bi kurdî û fransî, «pêwendîya kurdo-fransî» temsîl dikir. Kovarê roleke xwe ya bingehîn hebû bo rêzimana kurdîya kurmancî û alfabeya wê ya latînî ku weke kiryarên șaristanîker dihatin dîtîn. Kamuran Berdirxan, aktorê giring ê Hawarê li Parîsê bi cih dibe piștî 1947an, û bi vî awayî dibe «parêzgerê agir»[2] bi alîkarîya kurdologên fransî. Torek gelek mezin hûnand li gel gelek derdorên cihêreng di dema Șerê Sar de, ji gaulîstên (Gaulle) muhafizekar heya mîlîtanên antî-kolonîyalîst û dinyaya-sêyemmend, weke Henri Curiel[3]. Tora pêwendîya kurdo-fransî bandoreke kûr li ser pirranîya tevgerên sîyasî, çandî, zimanî û wêjeyî yên kurd ên derveyîn û hundirîn hișt[4].
Veramîna li ser universela vê «pêwendîya kurdo-fransî», li ser tor û zanyarîyên wê alîkarîya baștir selmandina pluriversela wêjeya fransî ya îro dike di derdora hersê berhemên têkildar re. Ew qadeke derfeta vedikin bo fahm kirina lênêrîna cihana (vision du monde) duho û hesasîyeta li cihana (sensibilité au monde) îro ya «pêwendîya kurdo-fransî». Ew șahidîya guherîna paradîgmaya ramana wêjeyê û pevgerîna wê ya bi zanistên civakî re jî dikin li Fransayê[5] ku xwe ji her tiștekî xwedî dike û dixwaze her tiștekî baș, tamîr bike : katarsîsên trawmayan, veavakirina civakan, vehûnandina deveran, hesasîyeta êkolojîk û hwd.
«L'Homme tempéré» (Mirovê pîvandar/mutedîl, 2023) çîrokeke fêrbûna oto-sosîyo-bîyografîk a Élie Guillou ye. Weke ku nivîskar ji me re rave dike, leheng pêşî bi têkiliya bi têkoşerên Kurdan re fêr dibe, bêhtir têkiliya bi fêrbûnên ku têkoşînê li ser Kurdan ferz kirine. Ji ber vê yekê, têkiliyeke veguhestinê pêk tê li dora du pirsan: Çawa têkoșîn? Çawa jîyîn di rewşên giran de? Beşa duyem a fêrbûnê li Fransayê pêk tê, -di danberhevê de- weke perestgehekê, anku qadeke amoșbûyî ku tê de sazandinek dikare hêdî hêdî, bê lez û bez, mehrem, giyanî pêk were, ku ji pirsa têkoşînê qut bûye. Lê bi kêrî çi tê giyanîtîya ku têkoşînê paşguh dike? Ji ber ku şer heye em çawa dikarin di aştîyê de bijîn? Di vê rageșîya di navbera xwesteka beşdarbûna têkoşînê, ku weke hêzeke germ, kolektîf, siyasî tê dîtin, û xwesteka pêşxistina rêyeke manewî, hêzeke nû, mehrem, destpêker de ye. Ev ne-fîksîyona hanê pêwendiya di navbera du cîhanan de, û lêgerîna li gêometrîyeke rast di navbera tiştê ku ev cîhan ji "min" dixwazin de vedikole.
Lêpirsîna wêjeyî a Joseph Andras, «Nûdem Dûrak, Sur la terre du Kurdistan» (Nûdem Durak, Li ser axa Kurdistanê, 2023) amrazên cûr bi cûr seferber dike: saloxder/agahker, rojnameger, heval û wergêr bo baștir û qenctir kirina lêpirsîna xwe û fahm kirina çîroka Nûdem Durak, stranbêja girtî li Tirkîyeyê ji 2015an ve. Pirtûk dengê gelek kesan hildigire, ku bi destê gelek kesan hatiye nivîsîn. Beșên îtalîk ji hêla Nûdem Durak ve hatine nivîsîn. Beșên din bi pênûsa Andras çêbûne ku gotina gelek kesên li qadê naskirî didin der. Pêvek cih didin peyamên piștgirîyê yên kesayetîyên navneteweyî (Noam Chomsky, Carmen Castillo, Aslɪ Erdoǧan, Angela Davis…). Andras rêbaz, amûr û rêfêransên xwe ji zanistên civakî deyn dike. Armanca sereke, hewldana diyar kirina li rastî hev hatin û hev birîna di navbera «gihan/geședana kesanî» û «gihan/geședana dîrokî» de ye. «Behsa Nûdem Durakê kirin di heman demê de behsa gelê kurd û Rojihlata Navîn kirin e, bêșik. Ȗ behs kirina Ewropa/Rojavayê jî». Berhema nivîs-karî tevlî kevneșopeke wêjeyî dibe ku bi parastina Djamila Boupacha dest pê kirîye ku ji rexê Gisèle Halimi û Simone de Beauvoir ve hatîye kirin di dema șerê Cezayîrê de.
Çîroka berhema Loez ji dûr ve tê. Berî derketinê, «Nous sommes le cri d’un peuple, Histoire de Sêal et Arîn, combattantes kurde» (Em hewara gelekî ne, Çîroka Sêal û Arîn, têkoșerên kurd, 2024) di rêyeke dirêj re derbas dibe ku lê gelek qad-dem rastî hev tên : șerê sivîl ê Îspanyayê, têkoșînên fransî, berxwedana filistînî, bîrên li Libnanê û têkoșînên Kurdan. «Sêal û Arîn ne mijar/kirde ne; ew heval in» dibêje nivîskar. Ev nêzîkatîya bîrdozî dike ku nivîskar hey ji xwe hebe û hin pirsan ji xwe bipirse ku rojnamegerekî amerîkî, John Gibler, jî jixwe dibirsî gava pirtûka xwe ya li ser gerîlayekî xwecih, li Meksîkayê, dinivîsî: «çawa serhildan nivîsin dema meriv bixwe ne di nav serhildêran de be ? Çawa nivîsîn bi gudarî kirinê re ? Çawa nivîsin weke hevalek?». Hesasîyeta wî ya bo șêweyekî nivîsîna êtîko-polîtîk wateya xwe di nav gotinên Giler de dibîne ku ji hêla wî ve hatine veguhestin: «Nivîsîneke ku guhdarî dike, nivîsîneke serhildêr, ku hem tevlî endustrîya deranîna nasînê nabe û hem jî li dijî wê șer dike. Nivîsîn-guhdarîyek danûstandinê xwedî dike, geședana metnan guftûgoyan bi hêz dike, guftûgo ku dibin pistepistên berîya teqînê». Ev awayê nivîsînê ku bi destê tevgera zapatîst têgihkirî bûye[6]. Nivîs-karîya Loez «danûstandinek e di navbera gotinên ku Sêal û Arîn li pey xwe hiștine, piștî mirina wan a li ser qada șer, û gotinên ku nivîskêr bixwe danehev li ser șopên wan», û gotinên tevgera kurd ku medyayê ew rûpoș kiribû û daxistibû çend stêrêotîpan li Ewropa/Rojavayê di dema șerê li dijî Dewleta îslamî de.
Helwesta plurî-versel (ne unî-versel, anku pir(r)-versel) a van hersê berheman tevlî nûya ramangarîya rexnegirane û avakirina enternasîyonalîzmeke métis dibe ku pêlengên rexnegirane yên êpîstêolojîyên Bakur û yên Bașur movik dike bo sêwirandina cihaneke din a sîyasî û gerdûnger ku dikare șîyandar be bo berberîkirina bi torên glabal ên Dewlet-Netew-Kapîtalê re. Dema mêtamorfîk a van berheman ji nû ve xeyal kirin û venivîsîna çîrok/serborîyên jîyanên me yên yekane û hevpar jî tîne bîrê. Karîna pêkan kirina veguherînên nû, di nav tevgereke duhel de: individuation (xwe-bûn) û dividuation (para çêbûyî ya xwebûnê bi destê tevahîya têkilîyên ku mirovî/kesanîyê, ne bi wî bixwe re, lê bi tiștine din ve girêdidin). Kesanîya pêwendîdar. Ji ber vêya, çalakî bûn/livîn dibe hêleke sereke di van berheman de. Ji ber ku ew, ji qada kurdî (weke qada deverên sînoran an jî qadeke têkoșîn û ramanên sînoran) têkilîya avakar a kesanîyê daringî dike û hildigire. Nivîskarên berheman guhdar û baldarên êpîstêmên sînorî ne ku ji fayên dinyaya modern/kolonîyal pêkîyane. Axirî, bi hewla dêkolonîzê kirina zanyarîyan, lașan û axan/cihan re, berhem beșdarî zêdebûna têkoșînên azadîxwaz dibin bo ji nû ve li deverên Erdê bi cih bûnê, avakirina deverên ji parvekirinê re, yan jî sazkirina cihaneke hevpar û plurîversel ku tê de ne yek lê gelek dinya hene. Têkilîyeke nû ku bi êkolojîyeke zanyarîyan û wergereke rastîn a navçandî xwedî dibe.
Çavkanî
[1]Gorgas, Tejel Jordi, Le mouvement national kurde de Turquie en exil continuités et discontinuités du nationalisme kurde sous le mandat français en Syrie et au Liban (1925-1946), Paris, Thèse de doctorat, EHESS, 2004.
[2] Etudes Kurdes, « Kamuran Ali Bedir Khan », Paris, HS IV, juin 2019.
[3]Adnan Çelik, «1960’larda Kürdistan Özgürlük Mücadelesi ve Anti-Sömürgeci Gramerin Oluşumu », Kürd Araştırmaları Dergisi, n°2, février 2020, p. 57-86.
[4]Ay, Serdar, La littérature kurde kurmandji en Turquie entre émergence et (re)découverte. Écrire, par le biais des revues, l’histoire d’une littérature de combat, Paris, Thèse de doctorat, Inalco, janvier 2021.
[5]Gefen, Alexandre, L’Idée de la littérature. De l’art pour l’art aux littératures d’intervention, Paris, José Corti, 2021; Rabaté, Dominique, La Passion de l’impossible. Une histoire du récit au XXe siècle, Paris, Editions Corti, 2018.
[6] Gosselin, Sophie et gré Bartoli, David, La Condition terrestre, Habiter la terre en commun, Paris, Seuil, 2023, p. 300-301; Sous-commandant Marcos, Calendrier de la résistence, Paris, Rue des Cascades, 2007.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →