Hin wext henin dengê risteyek dikeve guhê te an li ber çav de derbas dibe; bi lêvên ew kesî xwe bi hundirê ve dişîqîne, bi tofana hundir ve tê girêdan, dengê ji binî tê di hiş de olan dide. Helbest hê jî nehatiye bi dest xistin, hê jî azade, hê jî estetîke. Di dev û hişê gelên li pey xwebûn û hebûna xwe ne behtir estetîke. Îro li çar aliye dinyaye îhtîşama helbeste bi ber qelsbûne va diçe. Bi zanayî tê xwestin helbest li paşva bikeve û tenê silûetê wî li derdore bigere. Hebûna helbeste êdî bi tena serê xwe bûye acîsiyek. Helbet gelek sedemên wî henin ji temene wî bigre heta sermayeyê. Lê mijara me ev nîne, mijara me gelên bi ber azadiye vê dimeşin û li hemberî dîktatoran, otoriteyên zordaran hê jî şikeftek stargehek e. Hê jî wek tasek av di kelekela germa Rojhilatanavîn da siyek, wek dêwe berêvare henkahiye dike. Ma tenê henkahî û tasek ava cemedê? Bêguman ji wir wêdtir e, carna her tişte carna ti tiştek nîne. Çima ti tiştek nîne? Çimkî di nav şer ên giran da her tişt biveneve xwe dide wî alî. Çimkî ji denge çek û şûran ti tiştek nay guh welatiyan. Ev çend sal in hem denge çek û şûran behtir tê guhê me, li aliye din bi hemû zehmetiya xwe denge huner û vegerandina ser erka xwe jî deng bilind dike lê nagîhije armanca xwe. Vêga tişte ku em dijin an hîs dikin ne wisa hêsane çimkî dinavbera hebûn û nebûne da rewşek giran da derbas dibin. Li aliyek behna azdiye li aliye din behna serdestên ku xweyna me dimijin xwe dide der. Wek her tiştî helbest jî huner jî para xwe distîne ji van rewşên giran de. Helbestkarên vî gelî, nivîskarên vî civakê, stranbêjin vî milletî şahîdê vê rewşê ne û ji dîroknivîsan gelek cuda tiştên ku qewîmine bi rihek estetîk neqildikin bo pêşaroje û nifşên ku ew ê bên. Rewşa helbesta me li kû ase maye an dîreksiyona xwe bi ber kû va diqelîbîne? Li meydanê helbestek kelecanî nay dîtin an di nav ev xiracira jiyane de çav û lêv lênakeve, agire di nav welat da dike gupegup alozî û kaosa civake dibe ku berheman li paş bihele. Bêguman krîz ên vê deme bi xwe re ew ê gelek tişt jî bînin çi êrenî çi neyînî. Ew ê bandore li ser edebiyata me bi taybetî li ser helbesta me gelek tişt deyne an jêbive. Lê helbesta herî qiymet û kult, berhema bêhempa ew ê serbestbûn û azadiya welate me be. Ji wê û pê va ti tiştek nikare cihê wî tije bike. Vêga ev karê pîroz tê meşandin bi çar alî êrîş henin, li her derî tê leystin, li ser zimanên wan daxwaza teslîmbûna me, li benda serî tewandina me ne. Hê bi xiyal û arzuyên tinêkirina me radibin û rûdinên, hê jî li ser levên wan tehdît û fermanên kuştina me lê helbesta azadiye bi hemû hêza xwe risteyan neqişdike li çar aliye Kurdistane.
Carna bi rengek xwe dipêçe, carna bêdengiyê hêma dike, carna jî ya herî bandor li min dike efsûniya wê ya serîrakirinê ye. Helbesta kurd û kurdistanî ji destpêka xwe heta vê gavê poetîka xwe bi serî hildane, berxwedêriyê, serbestbûna welat ve girêdaye, li wir feyz û qewetê wergirtiye. Xanayê Qubadî di sedsala 17emîn da di berhema xwe da wisa gotiye; “rast e ku dibêjin Farisî şekir e/lê kurdî ji Farisiyê şîrîntir e”. Ev du riste hem kurdetiya Xana destnîşan dike hem jî ew ên ku ziman û helbesta kurdî biçûk dibînin bersiv dayînek e. Li hemberî tiştek rabûn her tiştê, encam ew ê paşiye bê. Encama helbestê jî carna deh salan xwe vedişêre, bi sedsalan benda roja xwe dimîne. Îro Feqiyê Teyran, Xanî, Cizîrî risteyên wan hê jî encaman didin destê me. Ger em ji dîyaletîka Hegelî alîkarî bixwazin dîrok her tim xwe neqiş dike û wek xelqeyên zincîrê bi hev re diherike.
Ger seydayên helbesta me biketana ber bayên serdestan û desthilatan, ew ê îro ev nivîs ne hatibûya nivîsandin, şoreşa di dîroka gelên bindest de cihek wê ya zêrîn tunebûya. Pêşengên kurdan, serokên kurdan, gernas û rêberên wan ji biçûkên wan heta mezinên wan bi helbestê re mijûl bûne, risteyan neqiş û honandine û bi rêya wê nêrîn, hêvî û gelê xwe rakirine ser xwe. Belkî helbest ji bo gelên din tiştêk din hêma bike lê ji bo civaka kurdan tiştek din ne. Ew tişt çiye? Berxwedaniye, ji nû ve vejîn e, rabûne, hiş e, dil e, hêviye û bi tena serê xwe îtîraza bi denge xwe ye xweser bangkirina mala xwe ye. Hawar banga nav mala xwe dikir, Xanî dîsa yekitiya netewa kurdan û wek gelekê dî…
Berken Bereh jî wek pêşî û seydayên xwe bi mala xwe re diaxive. Bi pê re dikeve etra welate xwe, bi denge xwe ji wir digihîne xwe cîhanê, esasbûn jî ew ê, dibe ku pêşî deng û olandina hunermend di mal de bike guregur pişt re li cîhanê belav bive. Bêguman helbestkar Berken Bereh bi dilê xwe ye şewat, îtaraza xwe ya heq û wek şîrê dayikê helal ji hundir risteyan diherikîne. Helbestên nivîsandiye ji me re dibê: ji şikê û nakokiyan dûr li ser meseleya eslî yanî azadî û serbestbûnê bi estetîka xwe dide pêş. Di vê nivîsa xwe de ez ê li ser berhemên Berken Bereh bi firehî bisekinim û helbesta wî ji me re qal û behsa çi dike? Di kîjan merheleyan de derbas bûye, helbesta xwe li ser kîjan stûnan rakiriye, poetîka wî, uslûb û teşeya wî ji hevûdin vekin û dîsa em ê kombikin. Ez ê bi taybetî li ser du berhemên wî bisekinim; yek “Êş”e yên din “pandomîm”e lê zêdetir li ser poetîkaya wî. Tiştê ku armanc kiriye yan jî di helbestên wî de pergala ku bi îstîqrar meşandiye ew ê xwîner derxe ku, bi kû ve dibe em ê raxin ber xwe.
Dibe ku li ser risteyên wî dûr, dirêj û hurgulî were sekinandin. Hem serdemek hêma dike hem jî ew serdema ku di helbestên xwe de daye pêş, em dibînin ku bi giranî sembolî daye honandin. Li hemberî me helbestek sembolîk heye, civakî, rasteqînî û lîrîk. Serdema ku hêma dike û di helbestên xwe de poetîkaya ku avakiriye bingeha wê da; mêtingerên Bakur di rolek sereke daye ku xweliya mirinê li ser gel weşandinbûn li hemberî wan bi nifşê xwe bi riste û hişek azadperest qelema xwe hejandine. Perçeyên Kurdistana din jî ji vê rewşê dûr nîn bû. Li wir jî hemberî dagirkeran riste û hevok dihatin nivîsandin. Hemû perçeyên welat de têra xwe zor û dijwarî li ser kurdan dihat meşandin, hê tê meşandin lê rewş li gor do çêtire. Belê ev serdem çiqas xweliya mirinê hêma bike jî li hemberî wî jî jê bêhtir berxwedêriyek bêhempa radibû ser xwe. Ev serdema vejînê, xwe ji nû ve afîrandinê jî li aliyek dida domandin. Edebiyat li kû bû, çi dikir? Edebiyat tiştek nedikir an nikari bû tiştek bike? Dengê wê ne dihat ne jî bandor li ser tiştek dikir, bandora wê gelek sînordar bû. Çimkî gel di nav hebûn û nebûne da liberxwe dida. Gel ketibû etra canê xwe, bi zimanê xwe yê pîroz bi serbestî nediaxîvî, ew ên diaxiviyan yan li ser çiyan bûn yan welatê biyanî yan jî di dojeha hepsa Diyarbekirê de bi can û ruh liberxwe didan. Lê me gotibû êrîş hebe li ber xwe dayîn jî ew ê xwe derxe meydanê. Çend kes bûn? Hêjmera wan tiliyên her du destan derbas nedikir û li koncikên veşartî, bi kaçaxî li ser erd û milkê ku hatibû talankirin û şewîtandin risteyan dihonandin. Yek ji wan jî Berken Bereh bû. Di destpêke da wek civaka xwe helbestên risteyên şikestî dida pey hevûdin. Bi gîştî nivîsên ku kurmancî dihat weşandine, mîsal li Amedê çend kes hebûn wan risteyan dixwend an rastnivîsan? Li gor Zeraq kes tinebû, li gor Fehmî çar penç kes hebû xwendayên kurdi/kurdîxwend. Kawa Nemir tenê tirkî zanibû û bi tirkî diaxiviya. Lê poetîka hunera kurdan û helbesta wê ji vir radibe ser xwe, înyad, tolhilder, bi sebir û hesret! Wek şervanên azadiyê, wek zindaniyên hepsa Amedê; wisa bi şaîrane, wilo ji xwe bawer û çav berdayî serbestbûnê. Do em tunebûn di qada mêtingeran û dagirkeran de, îro em bi xort û kêçên kurdan li her derî dinyayê bi balkêşî tên şopandin, hunera me jî tê de. Do nivîskar û xwînerên kurmancî tiliyan derbas nedikir, îro bi deh hezaran xwîner ziman henin. Ew ê ku dibêjin di çil sal de çikirin bila bersivek be ji wan re û xwediyên wan ên bi mêtingeran ve danûsatndinê dikin. Di esasê xwe de gelek bersivên dîtbar henin meriv li vir rêz bike lê armanca me ev nîne û cihê wî jî nîne, armanca me Berken Bereh çi ji me re hişt û çi li ser diwarê hebûna helbeste bilindkir.
Bereh di sala 1954an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bû. Ji warê mêrxasan û jinxasan, li Botanê, seriyê Cizîra Botan, li kêleka Medreseya Sor çavê xwe vekir û heta vê gavê bi zimanê xwe şer dike bi gelê xwe re li hemberî zimankujan, cihê ku jê birîndar e li wir daye destpêkirin hebûna xwe, yanî ziman û hebûn. Dayikên ku ref bi ref zarokên xwe dane ji bo ev welat û erdê pîroz, asmanê ku hatiye dagirkirin di pergela mêtingeran de wek her hunermendên ku bi girêdayî welat û çanda xwe ne, bersiva herî xurt daye bi risteyên xwe. Hunermendek, helbestkarek, stranbêjek, nivîskarek û dengbêjek hema bi tena serê xwe her riste û hevokên wan tolhildanek bêhempaye, her riste tolhildanek nemir e, redkirinek felsefîk û pratîkî ye.
Berken Bereh cara yekem helbestên wî di kovara Tîrêjê de hatine belavkirin û wekî "Helbestkarê Nifşê Tîrêjê" tê qebûlkirin. Heta niha helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar). Li ser helbestê zêde nenivîsan dibe jî xizmeta çand û hunerê xwe her tim zindî hiştiye, ciwanan teşwîq û berê wan zivirandiye ser helbesta kurdî. Di destpêkê de şaîr jî bi zimanê serdest nivîsandiye, paşiyê vegeriyaye ser erdê xwe. Di demek dijwar da vegeriyaye ku zordar û zilimkarên vî gelî tofanê radikirin li bajer, gund û bajarokan. Sala 1999an bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetî amade kir û çar hejmarên vê kovarê derket. Hê jî li edîtoriya helbestên kovara Nûbiharê dike. Li vir helbestan hildibijêre, li vir her hejmar helbestên xwe jî parve dike, ger em seyda bi serdeman ve ji hevûdin veqetînin bêguman serdemek wî jî helbestên ku di kovara Nûbiharê de hatiye weşandin meriv dikare bi nav bike. Serdema wî ya ewil kovara Tirêjê ye lê ger hûn bêjin Berken Bereh nifşên kîjan saliyê ez ê bêguman bêjim salan nodî ye. Bi temen na lê bi rih û poetîkaya xwe nîfşê nodî ye. Dibe ku sala 1979 helbesta wî ya ewil hatibe weşandin lê li ser poetîkaya xwe rûniştin û ji salên nodî vir da xwe domandiye û ev rêwîtî bi hemû hêza xwe dewam dike. Di helbesta kurdiya modern de gelek helbestkarên me poetîka xwe avakirine; yek jê seyda Berken Bereh e. Wek seyda Rojen Barnas li hemberî helbesta wergerandî hişk nîne, hin helbestên Bereh li tirkî, almanî, fransî, erebî û farisî hatine wergerandin. Bandora wî li ser gelek helbestkarên ciwan ên Bakurê Kurdistanê jî xuya dike. Bi saya dengê helbesta Berken Bereh min bêhtir rûyê xwe vegerand helbesta kurmancî. Çimkî tê de tiştek hebû, deng ji malê bû, xwendina risteyan gelek herikbar û rîtma ku ava kiribû xweser bû, ji ruhê malê xwe digîhiştan xwîner. Pişta xwe dabû rojaneyê, aîde sûk û kûçeyên xwe bû, tiştên berdayî jî di qada helbestê wî de estetîze dibû, li bin wî jî hebûnê keys kiribû. Behsa çi dikir, pişta xwe spartibû kîjan çêm, ji rengê helbesta wî meriv derdixist ku evîn dabû ser şopa wî an ew dabû şopa evînê, evîna kes bû, welat bû, dar û çiya bû, robar û kanî bûn? Temamî jiyana kurd û kurdistanî bû, ji serî heta binî evîn bû, welat bû, kul û keser bû, azadî û serbestbûna deşt û newalan bû. Meriv ji helbestên şaîr vê yekê bi hêsanî dikare derxe. Helbesta wî hermatîk nîne, zelal e belkî ji bo wê gel helbesta wî qebul kir, tiştên hêsanî derxistin di hunere da herî zehmet e, di helbestê de zêdetir dijware. Helbestên wî yê serdema yekem –şaîr bi sê serdemî ve min ji hevûdin qetandiye. Tirêj, Salên Nodî û Nûbihar(ew jî piştî salên du hezarî)- li gor helbestên din bêhtir hermetîk e, meriv dikare bi polîtîkaya dagirkeran û nêzîkatiya xwînmijên serdestan vê şewaze wî bi serdemê vê girê bide. Serdema nodî em ji berhemên wî derdixin ku şaîr hinek bêdeng bûye, zêde helbestan nenivîsiye an ne weşandiye. Serdema dawî û hê jî didome bi her alî ve ji xwe bawer dimeşe. Li gor emrê şaîrek hê jî afrîner, ezmunî, hê jî meraqdar û xebatkar e; zane çi dike û ew ê çi bike zelal e, pak e, ji do bêhtir li ser ziman dileyize, bi ziman re bûye yekbûyî. Berken Bereh israr dike li ser helbesta civakî-rasteqînî, Bereh îsrar dike li ser lîrîzmê kurmancî, bi qalibên rojane, peyvên ku em roje bi dehan behtir sehdikin an bikartînin û kes rû nade wan dîsa digihijine astek bilind, ji retorîkbûnê dûr, lê tehma xweşgotinê ji helbestan qet veneqetandiye. Lê em ê li pey şop û rêçên helbesta ku li hemberî mêtingeran û dagirkeran çawa xwe daye honandin bin?
Berhema Pandomîm berhema wî ya sêyem e. Ev berhem ban/arîka wê bi hafizayê û bibîranîne xwe keys kiriye, helbestên ku em ê bixweynin piranî bi vegotinek/terz/teknîk “vebêjer-ez” ê vê xîtabe xwîner dike. Kirde bibîranînê xwe li ser mijaran disekne, tiştê ku dîtiye, jiyaye, xiyal kiriye, rexnekiriye, kêm û xelet dîtiye bi uslubek nerm lê dibingeha xwe şidandî û eks axaftiye. Bi êşên xwe ye demborî, bi hêviyên xwe yên wê gavê di nav demek da nefetisandiye dema fireh de ev hatiye nivîsandin. Wext her tim bi pê raye. Di berhemê de pêncî helbest henin bi du beşî ji hevûdin hatine cuda kirin, lê ji vana du helbest dervayî her du beşan mane. Balkêş e ev her du helbest di nav helbestan de balê dikşîne ser xwe. Helbesta bi navê “diyarî” de kirde behsa xwe dike bi vebêjer-ez ê, bi welatê xwe ve xwe bi bedenî girê dide. Bi endamên bedena xwe qala welatê xwe dike. Hêviya dêûbavan û rêya ku kirde ji xwe re diyar kiriye, destpêka helbestê de bi sê risteyan aniye ser ziman. Bav ji kirde keriyek pez, hêvî dike, dê jî nêvî. Rêya ku kirde daye ber xwe wêneya xwezeya welat û rewşa wiye. Bi çiyayekî re dizewice, çavek xwe diyarî kendalek boz dike, lingê xwe jî bo newalek feda dike. Bedena xwe bi axekê sêwî ve girê dide, bo rojên teng û tarî de sebra xwe pê bîne. Helbestek sembolîk em dixwînin, bi laş ve welat û xwezaya wî hatiye sembolkirin. Têkiliyek di navbera vebêjer-ez û xwezeya welat; bêguman niştecîhên cografyayek aîdê ser erdê xwe ye û hevûdin temam dikin. Ziman û têşeya helbestê destnîşana hêla fêmkirinê de gelek serkeftî ye, risteyên zelal xwe gihiştandiye asta jor, naverok jî heta hûn bêjin ji malê, kirasê modernbûnê li ser helbestê hatiye raxistin, naverok meseleya milete kurd û serbestbûna wî ye. Helbesta me ya duyem jî behsa bîranînê xwe dike û bivênevê serdemek tîne ber destê me. Ev serdem dawiya salên 80ê destpêka salên nodî hema dike. Nebû em bi temenê şaîr derkevin rê –çimkî dîroka helbestê nehatiye diyarkirin- dawiya salên 70 û destpêka salên 80ê yê. Helbest bêzemanê lê bê mekan û bê serdem nîne.
Hemû berhemên wî piştî salên 2000î hatine weşandin. Çimkî heta salên 2000î kurdî qedexe bû, kurdî axaftin cirm û ceza bû. Lê helbestên di berheman de tê xwendin beriya salên ku hatine weşandin xwe daye nivîsandin. Di pirtûka “Çemê Baranê” de dîroka helbestan em dibînin.
Em dîsa vegerin ser berhema “Pandomîm” û helbesta me ya duyem bi ser navê “kilama nifşekî jibîrbûyî” ji “5 sahne”yan pêk tê. Ev helbest ji 5 sehneyan hatiye honandin gelek sembolîk, dewrî, bi devê vebêjer-ez da bîranîn, kodê serdema xwe, rexneyên wê demê, di dawiya dawî de vegera ser koka xwe hêma dike. Ev helbest ji helbestên din balkêşiya wê ji xeynî teşeya wê serdema ku dide vegotine wext û zemanek dijwar, zor, zehmet lê bi qasî wê jî berxwedêr, bi hişek welatperezî, bi bayê tevgarên azadkirina Kurdistanê dike gupegup. Îşkence, înfaz, Beyaz Toros, hepsa Diyarbekir, kolanên ku bi deng û behna berxwedanê olan didin. Helbest hemûyan barkiriye ser pişta xwe lê bi wê barê pişt lê netewiyaye bilakîs xwe behtir girtiye, şidandiye. Li ser rêya kirde em xwe digîhinin ev encaman. Helbestkar, kirde çi tişt jiyaye neqil kiriye, ev jî me divê şêweza wî ya civakî-rasteqînî. Ne rasterast neqîlkirin di hiş û nêrînên vebêjer-ez ê da niqûtiye. Di hişê xwîner da hem wêneyek hem jî mekan tê bi cihkirin. Di forma helbestê de dengê gel û civaka xwe, hesreta xwe, êş û kulê xwe. Hêvî û agirê piştî xweliya mirar hatiye vêxistin bi hişek kurdistanî û kêm be jî bi nêzikatiyek sinifî zayînek dide me, di hiş û dilê helbestkar de çawa xwe rijandiye ser risteyan em bi çend mînakan bixweynin. “Sehna Yekem” de vebêjer-ez qala xwe ya ciwanî, ji malê derketin û leqayê rastiya jiyanê tê. Rastiya jiyana tûje û wek bayek dijwar rûye wî balesdike. Bi şazdeh saliya kirde vê helbesta me destpê dike. “li koçk û qehwe û kolanan/rastî gemara êl û eşîrtiyê hatim”[r.12]. Gemara ku serdest li nav bindestan da belav kiriye li kolan û qehweyan de doneyên xwe yî ewil komkiriye, tehm kiriye. Cara yekem bi zanayî analîz dike rewşa mêtingeriye, dagirkeriye. Helbest didome û rastiya civaka xwe behtir hîs dike, di bin mêtingeriyê de kirde hay ji civakê dibe; “jarî û perîşaniya xizanan/min bi çavê serê xwe dît zilm û zora dagirkeran”. Helbest bi aşkerakirina mêtingeran nêzikatiyên wan, di ser de tunêkirina pergela li ser gel tê domandin, sazî û dezgehên herî xurt dibistan û wezifeya wan tê ser ziman; “ji ber nezanîna tirkî/bi seatan li ser lingan diman zarokên bê dev û ziman”. Helbestek derencokî, qat bi qat li hemberî me ye, rêza wiya hevoksaziyê di asta klasîke daye, wek girîzgah, rûdan û encama hatiye honandin. Dîsa parastin, stargeh, têkoşeriya stran û kilamên kurdî xwe destnîşan dike. Stran, dengbêjî, kilam dem ên herî dijwar de wek malzoraka kurdan zarokên xwe spartiye li hemberî dijmin û dagirkeran. Kirde di nav ew qas dijmintiyê de xwe spartiye stranan û xwe avêtiye tor û bextê kilaman. Li derva zordestiyek bêîman diqewime, şaîr vê yekê wisa aniye ser ziman; “li hucreyên qedexe/rasthatina peyvên pîroz/hêz û çelengiya hişî/coş û peroşa xwezayê”. Di hucreyan de ev ziman û peyvên pîroz xwe gihiştandin roja me. Em dikarin bêjin beşek ji kurteçîrokek kurdan ji bo sehneya yekem. “Sehneya duyem” de forma helbestê an pevxistina wê ji yên din cuda ye. Hem mekan taswîr dike[ji xeynî sehneya yekem, di her çar sehneyan de mekan henin], hem jî ji hundir agahî dide. Şaîr di vê helbestê de, wext û zemanê bi xwarin û vexwarinê ji hevûdin cihê kiriye. Rojek bi seatan tê veqetandin, şaîr rojekî wisa cihe kiriye: taştê, firavîn, şîv û bi paşîvê. Di her xwarinê de rewşa kurdan bi sembolan ve girêdaye. Bi îdeolojî, serok, partî, tevger, şexsên enternasyonel pênase kiriye. Di helbestê de wexta dawî “paşîv”ê de rexneyek bo civakê heye. Wisa dibêje; “paşîv;/çerez;/jiberkirina çend navên bajar û serokên kurdan”[r.14]. “Sehneya seyem” de vebêjer, kirde dihejîne ser ruhê wî, hêdî hêdî bi ser xwe vê tê. Li dîwêr sloganên ku hatine daliqandin, îro kes rû nade an qelsbûyîne nîşan dide, deformebûye. Mîsal, slogana “bijî biratiya gelan” heye ku îro êdî wek kifir û nifir tê. Çimkî biratiya desthilatan derewîne, pê bawerî şaşîtiye, ancax wekhevî ev slogana deforme dikare bîne ser armanca wê. Lê mottoyek heye hê jî zindiye û her ku diçe agirê wê gur dibe, “Bimre mêtingerî”. Li du perçeyên Kurdistanê kêm û birîndar be jî mêtingerên xwe şandin, dagirker kismî be jî vekişiyan, mixabin hê jî gefxwarên wan ên li ser welat bi hemû hêza xwe didome. Kirde rêya xwe dide bi ber hêza xwe ya eslî, kulîlkên welat, bo asmanê sêwî… Berken Bereh ji seyda Cegerxwîn bi risteyên wî silavek dişîne ji xwîneran re, riste wisa destpê dike; “em kurd in şêrê çiya ne/da bijîn serbest û jîn/doza me doza welat e/bistînin qevdê şûr”[r.15]. Ev risteyên ku me xwend bo ruhê serdeme pênasek dike û bo atmosfere wê delîlên xurtin. Bi ber dawiya helbeste de risteyek heye û dibê; “min deqên xwe derxistin ji bîra dîrokê”[r.15]. Me gotibû kirde vedigere ser xwe, ev riste jî delîlal wê ye. Ji “bîra dîrokê” tiştên ku ew ê derkevin tevgirtina şaîr jî ew ê diyar bike li hemberî sîsteme. Gelên bindest dîroka wan her tim di bîr’an daye û desthilatên wî welatî her tim bi kevir û xweliyê xwestine ew bîr were tijekirin, bê fetisandin. Lê cengawerên vî welatî ew bîrê vekirin, kolandin û dîrokê ji nû ve dan nivîsandinê. Ger kurd Yûsifê di bin bîrê be, ew karwan jî ku Yûsif xelaskir îradeya şoreşgerên kurdan bû; çi çekî çi çandî û hunerî be. Helbestkar di “sehneya çaremîn” de bi destê kirde ketiye ew “bîra dîrokê” û ji wir feresatek derxistiye. Ev fereset çi ye? Xwebûn e, li ser koka xwe şînbûn e, jixwebawerbûn e, xwediyê mîmarê dîwarê xwe ye. Atmosfera helbestê de valahiyek ne hişî ne jî dilî li hevdikeve lê ew valahî meriv dikşîne xware, bi hîçbûne re jî rûbirû dihele. Platon hebûn û hîçbûne wek du dijwate bi nav dike. Di hemû cîsîman de ev pêktê, em di helbestan da viya zêdetir dibînin. Her tim coşbûne û bi berxwedêriye behse venake tiştên ku hatine serê gel û sembolên ku kîretî, xayîntî, paydarên wan ên bi serdestan re jî tîne dike ber. Dijwate xwe di cihek da temam dike. Rê diyar e, asman xuya dike, bîra dîrokê bi estetîk hatiye kolandin. Şaîr dibêje; “ne siltanên romî/ne şahên ecem/ne jî ordiyên kurtêlxwiran/rêya xwe li koz û çeperên min dixist”[r.17]. Helbest xweşikbûna gelê kirde hem jî xizan û nezaniyan wan tîne ser ziman. Mêrxasî û têkoşeriya wan, serhişk û sergêjiya wan an ji malê re korbûna wan hatiye hêmakirin. Aloziya di navbera tevgerên kurdan jî mijarek sereke ye di helbestê de. “Sehneya pêncemîn” û ê dawî da êdî kirde bi her alî ve rûyê xwe vegerandiye mala xwe. Di navbera kurdan de bi destên kontrayan û kujerên serdestan mijara wî ye. Birakujî di vê helbeste de ya herî êşî ye, xwîna kurdan bi destê teslîmkaran, kontrayên ku kurdî diaxivin tê rijandin. Sehneya dawî salên nodî bibîr dixe. Her êvar li quncikek bajarek welatî bi deste kontrayên ku bi dagirkeran ve girêdayîne xwîn dirêjandin, tirs û xofê di nav civakê belav dikirin, hevçerxên şêx, axa, rûşeytan jî agir gurdikirin, sofiyên jihişçûyî bi piştgîriya mêtingeran ala birakujiyê dihêjandin. Helbesta dawî wêneyek ji hundir e, atmosferek bi xwîniye, li hemberî azadbûn û serbestbûna welat dîwêrek bi neqşên dînî/olî hatiye rakirin. Bi hiş ve çawa hatiye leystin, bi kîjan pargalî û metotî dane rizandine bersiva wî ya helbestkî ye. Qelsa hişê netewbûnê hatiye vegotin.
Berhema me ya duyem bi navê “Êş”ê ye. Pirtûke de meseleya birakujî didome. Mijara sereke ye, kêm zêde em hema hema her berhemên wî de vê mijara dibînin. Lê di “Êş”ê de bêhtir xwe daye pêş. Me gotibû helbesta kurdî berxwedêr e, têkoşer, li hemberî asîmîlasyone û tunêkirinê şerek hişî û dilsoziye daye. Di nav vê aloziyê de û êş’a ku di gurcik de ji xwe re cih peyda kiriye bêguman nexweşiyek bêbavî hêma dike. Hê jî ev talûke xwe dide hîskirin û dijminê bav û kalan li ser nêviyên wan jî ev leystikê didomînin. Lê dinya ne dinyaya kevn e, kurd jî ne kurdên berê ne, par û pêrar bo yekitiya kurdan dîplomasiyek xurt hat meşandin û encamê wê hêdî hêdî li seranserê welat xuya kir û di navbera kurdan de kelecaniyek da hîskirin. Alîgirên dewletê an ew ên ku nanê xwe li tirşika desthilatan dixin, ji vê yekitiyê aciz in, çimkî ew ê li ser sifreyan nanê xwe tirşikek nexin, belkî ew ê sifreyek jî nebînin. Bereh jî di helbestên xwe de, li bin siya êş û rexneyî de gelek caran bi wê de jî diçe û lenetek estetîk li xêrnexwazan dibarîne. Helbesta bi navê “kilama temenekî birîndar” de li ser vê meseleyê hûr dibe û wisa êş’a xwe daqutandiye ser rûpelan; “dûxaneke kontrayî xwe bi ser denge me da berda”, “di awêneya jiyana me ya şikestî de zebaniyên nas”[r.13]. Ev zebaniyên helbestkar tomarkiriye em hemû baş nasdikin û îro bi kirasên bi çi rengî xwe dadixînin nav kolan û meydanên kurdan xuyaye. Curbicur li her qadî hebûna xwe didin hîskirinê; çi li Bakur çi li Rojava çi li Ewrûpa û Başûr. “û birayên xwe firotin bo diravan”[r.13]. Helbest didome û em ji helbestê derdixin ku hê îlon nehatiye yanî roja reş û sê kîbrît nehatiye pêxistin; 12 Îlonê hêdî hêdî bo hatina xwe rê li ber xwe vedike; “êdî bager e, bahoz e, xwîn e/meh riziyan, îlonê tînin”[r.13]. Piştî derbeya 12 Îlonê kontra bêhtir xwe dan hîskirin, li ber wan rê vebû, bi maskeyên olî ketin nav canê welatiyên welatparêz.
Helbest panoramaya serdem aşkere dike. Hem kontrayan îfşa dike hem jî xwediyên kujeran yanî dagirkeran destnîşan dike. Helbest û helbestkar dikare ji civak û welatiyên xwe re kor be û di ser de risteyan binivîse? Ger aleva netewbûne, azadiye, heq û edelete tinebe bêşik dikare wek kor ên nûjen li derdora xwe bigere. Hin kes bêguman ew ê bejin huner ji polîtîkayê mezintir e, hin kes ew ê bejin şaîr çi dixwaze dikare binîvîse. Bêşik ev her du nêrîn jî bo welatek azad maqul in, xwedî maf in; lê gel ên ku bi xwîn û canê xwe hebûna xwe didin qebûlkirinê ji bo wan tiştek wisa hê peyda nebûye û di dawiya dawîn de jî ew ê bi têkçûne rerûbirû bimînin. Her hunermendê ku ji bindestiyê îman lê çiriyaye û di hunera xwe de xizmeta serdestan, dagirkeran dike pûç e, valaye û ew ê her tim demkî be. Çaxê welatiyên ku dibin mêtingeriye de li pişt dagirkeran da li tenekeyê xistin wê gavê ew ê pûç bivin. Helbesta ewil bi navê “jin”ye û spasiyek, qiymet-dayînek, li ber têkoşîna wan bi hurmet bejntewandinê dide der. Diyariyek bo jinên kurdan. Zor û zehmetiyên wan çi di nav malbatan da çi di nav civakê de, çi dibin bindestiya mêran de liberxwedanê, ev helbest jî silaveke bo keda wan e; “bar hilgirtin, av kişandin/gulle berdan, xwîn rijandin/li ber zilmê serî netewandin/ala me ye jinên kurdan”[r.11].
Helbestkar di nav bajêr û gundan de şerek diqewimîne di helbestên xwe de. Wek her kurdek ne bi gund qimkiriye ne jî bajer qebul kiriye. Aloziyek û kaosek di nav dil û hiş de xwe her tim zindî hiştiye. Ne gundî mane ne jî bûne bajerî. Belkî em dikarin bêjin em ne gundîne ne jî bajarî, herî xweş navçeyî ye gelo? Edebiyata me ya modern jî di destpêke de heta vêga ne gundî ma ne jî bû bajarî, kirasê navçeyî an bajarokek her tim li ser xwe gerandiye. Ev ne kêmasiyek an pêşveçûnekê, xwezeya wî ev e, dem diajo. Dibe pêşerojê de bibe metropol, bajarek bi her alî ve bibe bajêr. [Di edebiyata nivîskî de “bajar/î” di destpêke de em di teksta Zembîlfiroş de dibînin. Li gor çîrokên helbestkî wek Leyla û Mecnûn, Şêxê Sen’anê, Mem û Zîn, Şîrîn û Xusrew çaxê were hevberîkirine an miqayesekirin bajarî dimîne. Li gor Marûf Xeznedar “edebiyeta bajêr” sedsala 17an de peyda bûye, Zembîlfişor jî viya tîne cih, destnîşan dike]. Bo wî jî em dîsa vedigerin ser esasa serbestbûnê û azadiyê. Her tişt li vir asê dibe. Asmanek hatibe dagirkirin ew ê çawa tav were dîtîn û pêşeroj bê afîrandin. Heta cihek ew ê zorê bide xwe û bigîhije astek lê piştre denge lêxistina derî ew dîsa bidome ew deng jî bêguman daxwaza serxwebûne be.
Pirtûkê de helbestên me têra xwe dirêj in, riste nehatine kişandin, li gor berhema yekem gelek pêş e. Îmgeyên sereke dil e, xwestin e, hêviye; hem lîrîkek di hemdê xwe de hem jî civakîbûna wê helbestê rakiriye ser piyan. Derûniya mirovên bindestiyê de dijin nîşanên xurt henin. Dubarekirinên şaîr ne ji qevdkirine tê an tengasiya wiya îmgeyî hatiye honandin, ev nêzîkatî pişta helbeste bi hêla pênaseyî û destnîşaniye xurtkiriye. Îşaretên ku dagirkeran û mêtingeran diyar dike bi tena serê xwe ne polîtîke ji aliye çandî û aboriyê vê jî hal û rewş diyar dike. Helbesta bi navê “xewarî” destnîşana hal û wext dike; kirde keçikek kurd û li Batmane ev çîrok tê ser ziman, tê vegotin. Helbest li ser analîza derûniya kesayetiyê û civakê jî derdiçe. Kirdeya ev helbeste hem şaîr bi xwe ye hem jî keçika ku li Batmane xwe kuştiye. Di vê helbeste da şaîr bi xwe re civakê jî tîne ser dîke û bi hesap û kîsap re her xwîner rûbirû dihele. Jiyana keçikek hatiye fetisandine, taqek û enerjiyek nemaye ku sibe disba çavên xwe ji jiyane re veke. Li welatên bindestan xwekuştin xelasiyekê? Li welatên ku bi destên deshilatan ve hatiye talankirin, hatiye fetisandin, em ê çawa binirxînin, bi çi rengî ev rewşa sosret vekin û çareyek çawa bibînin! Şaîr jî dibêje; “em tev sucdar in, xwe nedin alî/di vê kirêtiya ku me kiriye kurtek/an kiriye sakoyek û li bejna zarokan pêçayî”[r.16]. Ev her du berhema ku me nirxand û analîza wê kir. Ji me re got: êş û keser, hêvî û berxwedêrî, şer û têkoşîn carcarna jî têkçûn û sosreta civakê da ber me û me xwend. Berhemên din jî li ser vê esase xwe daye nivîsandin, bi ruhek hevçerxî lê bi kakile hebûne va hatiye qusandin. Berken Bereh bi teşeya modernî naverokek malî bi hev re daye helandin, ban welat e, stûn her tişt e. Ev stûn hin helbestê de berê xwe daye nediyariyê, vegotin û fêm li hewa dimîne. Ger em helbestê bi şiûr nav bikin gelek helbestên wî de xwe gihiştandiye ev armance, retorîk dikeve pêş, lîrîka wiya civakî û evînî helbeste xelas dike. Jixwe berhema wiya ewil “Çemê Baranê” çiqas civakî û mijarên civatoka xwe dabe pêşva jî melenkolî têr xurte. Hin helbestên wî de retorîka zêde zêde lîrîkê dixe nav fanûsek, helbestê tarumar dike û ji derban para xwe distîne. Yan jî “ji derba xençere” xwîn diherikîne. Lê serkeftina şaîr her tim bi sê linga bi sê stûnan rabûye ser xwe. Yek, lîrîk û nerm e, yê diduyan civakbûn-polîtîkbûna wî, yê dawî jî bi min kakilê helbestê ye: dengê ku ji nav mal te, yanî nav malîbûna wî.
Poetîkaya wî rûyê xwe vegerandiye welatê xwe û kevirên ku dengê hundir li xwe barkiriye yeko yeko avêtiye mêtingeran, avêtiye xêrnexwazan, avêtiye şêx û beg ên ku bi îqtîdaran re radibin û rûdinên, avêtiye zimankujan… Belê poetîka şaîr bi her alî ve dij-mêtinger e? An berxwedêr e? Em dikarin bêjin xweser e? û aîde milkê evîna welate xwe ye? Bêguman ew ê bersiv biguherîn, em bi peyva Erebê Şemo bêjin cabayek nemimkine. Pirsên bersivan hatiye dayîn û li di nav risteyan da li wir e. Di poetîka wî de însan diherike, evîn diherike, bêhna welatek şewîtandî tê, bi hemû kêmasî û zordariye estetîk û denge helbesta xwe afîrandiye. Wêneyên civaka xwe bi peyvan daye ber me, poetîka wî da pastoralî bingehekê, bi xwezaya xwe ve girêdaye ev jî nimûneya dij-mêtingeriya wî ye. Rexneyan li ser talankirina welat her tim daye aşkerekirinê. Bi însan re xwezaya wî jî tê talankirin, tê qirkirin çimkî her du jî girêdaye hevûdin in. Xweza tinebe însan çi ye? Bê deşt û newal, bê çem û robarên nikare, her tim piyek wî û çavek wî li wir e. Nêzîkatî û têkîliya wiya bi xwezayê re li hemberî bajeran nerazibûna wî û behntengiya wî bi hişek dervayî her tim xwe xwezayê vê girêdaye. Geşbûna dil li wir dike gupegup û poetîka wî de xweza rolek berfireh dileyze. Bereh bi welatê xwe ve girêdayiye, bo wî di destên talankaran de daxwaza xelasbûnê dike. Li çiyayên Cudî talana daristana hê jî didome, bi maden û barajan/bendav hem mîrasa dîrokî hem jî war û cihên welatiyan tê guhartin. Xwaza, serbestbûn, hal û wexte civakê, êş tehdayîya dagirkeran poetîkaya wî heta dev tijeye û ew barê ku di ser de diçe bi rêya risteyan hem bo roja me hem jî bo pêşerojê tomardike.
Kürtlerin düşünce tarihinin en hırpalanan ve en sahipsiz bırakılan kavramı herhalde milliyetçiliktir. Hassaten de en az çeyrek yüzyıldır, Kürtlerin önemli kesiminin bu kavrama üvey evlat muamelesi çektiği bir sır değil. Milliyetçiliğe konulan bu şerhin anlaşılabilir bir tarafı var pek tabi ki. Kürtler en azından iki yüz yıldan bu yana milliyetçi tahakküm ve de milliyetçiliğin bir çıktısı olan ırkçı kolonyal şiddetin bütün trajedilerini bizzat bedeninde deneyimledi. Nitekim bundan sebep Kürtlerin ilk okumuşları milliyetçiliği ayrıştıran, tasnif eden ve parçalayan bir sosyal bilinç olarak kodlayıp buna mesafe koydu. Çok sonraları yani takriben ilk dünya savaşından sonra Kürt okumuşları ve liderleri milliyetçiliğin kuramsal ölçekte, halk için gerekli bir şey olduğunu keşfettiler.
Devamını oku →